Wîkîferheng:demirhan-f

Ji Wîkîferhengê


f/F tîpa heştemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku li gorî cîderka wê diranlêvkî ye, li gorî belavbûna wê fîzek û hişk e facir kesê ku bêminet û bêtirs gunehan dike fafik tat, lal fafon daringekî mînanî hêsin e û jê aman tên çêkirin û kurteya wî ya latînî Al e; bafûn faîz riba faîzxur ribaxur fal remil falavêj remilbêj falname remildank fanorî kirasê şevê fanos panos fantên lîstika bi kaxizên qimarê farqûsk kefkanî/berkanî farzik çavbirçî fasiq 1. gunehkar 2. facir fasiqtî 1. gunehkarî 2. facirtî faş 1. fahiş 2. bêar faşûn darekê meht û giran ê ku piştî cot li ser rûyê zeviyê digerînin faşûn kirin li ser rûyê zeviyê faşûn gerandin fatereşk gurçik fatfatik kevoka kûvî fatihe sûreya yekemîn a Qurana Pîroz -fatihe xwendin 1. dua kirin 2. di nimêjê de sûreya yekemîn a Qurana Pîroz xwendin fatik cureyekî margîseyan e fatûj çakûçê kevirbiran fatûj kirin kevir şeh kirin û birîn fayde sûd û kelk faydedar sûdwer û behredar fayke kinca hûnandî ya ku dewsa qutik tê lixwekirin fecr berbang -fecra sadiq berbanga rasteqîn a ku piştî wê nimêja sibehê tê kirin feçer kesê ku serê bêvila wî bilind e feçer kirin zor lê kirin feda qurban, gorî fedakar cangorî F 118 feda kirin gorî kirin fediyok fedîkar fedî şerm fedîkar şermoke fedî kirin 1. şerm kirin 2. mehcûb bûn *"çav ji çavan fedî dikin" fehetkar fedîkar fehl [I] sewalê nêr ê ji bo tovî *"kurî li fehlan, xwarzî li xalan" -hatin fehlan (sewala mê) wextê gonxwarina wê hatin fehl [II] fal fehm têgihiştin fehm kirin tê gihiştin

  • "heke mirov ji yekî

fehm neke, ji sedî jî fehm nake" felat serfirazî felaqe lêdana binê piyan -felaqe kirin li binê piyan xistin felek çerxa cîhanê -feleka xayîn gera çerxa cîhanê ya dijî xwestina yekî feleqe sezaya bi lêdanê feliqandin/difeliqîne/ bifeliqîne tîke kirin, parçe kirin felişandin/difelişîne/ bifelişîne 1. li erdê xistin 2. pêxem lê xistin 3. belav kirin felişîn/difelişe/bifelişe 1. li erdê ketin 2. pêxem lê ketin 3. belav bûn felît 1. zîrek 2. ciwan felîte jina qûnek felîtetî qûnektî felq tîke, parçe felqedest bi qasî kefa destekî felsefe retkok -felsefeya heyatê retkoka jiyanê felş bûn mechûb bûn fena mîna, eynî wê, weke, notla fend 1. huner 2. konetî 3. fesal *"kevirê êş çiqasî giran be jî, aşvan bi fenda xwe wî radike" fendbaz 1. dekbaz 2. xasûk fener çiraya destan feq dafik, tele -feq danîn tele/dafik danîn feqizandin/difeqizîne/ bifeqizîne fizirandin feqîh kesê ku di dîn de pisporiyê digere feqîr 1. xizan 2. bêtawan 3. bêkes *"feqîr bi feqîran re bizewicin, dê parsek ji wan çê bibin" fer [I] 1. hejmarên yek, sê, pênc û hwd fer [II] kit -ferek sol kiteke solê fer [III] teyisok, çirûsk, fera aman feda kirin feramûş bûn 1. xera bûn 2. betal bûn 3. bêhemal bûn feramûş kirin 1. xera kirin 2. îflas kirin 3. îhmal kirin feraq aman *"feraq tune pê here avê, deyn dike dide xêra dê û bavê" feraqşo amanşo feraset 1. çemk 2. fêhm û hizr 3. zihniyet feraşo 1. kesê ku feraqan dişo 2. alava amanşûştinê ferd 1. kes 2. takekes ferde telîs ferdî takekesî ferec 1. felat 2. nîşaneya berbangê *"desthilanîn, fereca xêrê ye" ferenc kulav ferfûr amanên ji acûrê; kaxetîtik, porselen ferheng 1. çand 2. dab û nêrît 3. berhevoka peyvên zimanekî; peyvname ferhengok peyvnameya biçûk fericîn/diferice/biferice temaşe kirin ferikîn/diferike/biferike 1. ji hev belav bûn 2. tarovaro bûn ferisandin/diferisîne/ biferisîne tehlîl kirin, dahûrîn ferişte milyaket, melek ferman 1. emr 2. tehlîmat 3. rêzek *"fermana hêştirê hat, rovî bazda" -fermana mîrî emrê resmî fermanber 1. karmend 2. peywirdar fermandar 1. emîr 2. mîrê ku xwediyê hêzeke leşkerî ye 3. di artêşê de rayedarê ku berpirsê desteyeke leşkerî ye fermî resmî fermo kerem bikin! ferman rakirin emrê qetlyiamê dan fersend/firsend derfet, îmkan ferş/ferşik raxisteka nava malê *"bila li erşan be, ne li bin ferşan be" ferûc varik ferwerdar 1. hukumdar 2. mîr ferx dîkê varikê ferxe jina geveze ferxes 1. tirxes 2. nîvxesandî ferxik têjik feryad dengê ku hawariyê dixwaze feryad kirin (ji bo hawariyê) qîjîn ferz 1. fermana Xwedê 2. karê îcbarî ferzan zana 119 ferzan 120 ferzanî zanatî ferz bûn 1. ji aliyê Xwedê de ferman hatin 2. karekî îcbarî diyar bûn ferzende 1. alim 2. zana ferzîn di lîstika setrencê de kevirê ku wezîriyê dinimîne ferz kirin 1. (Xwedê) ferman kirin 2. îcbar kirin fesad kesê ku navbera xelqê xera dike; ewan fesadî karê xerakirina aştiya xelqê; ewanî fesal 1. pîvan 2. qeys 3. rêbaz feşk 1. pêxem 2. feramûşî feşkilandin/difeşkilîne /bifeşkilîne 1. belav kirin 2. tarovaro kirin 3. pûç derxistin feşkilîn/difeşkile/bifeşkile 1. belav bûn 2. tarovaro bûn 3. pûç derketin fetilandin/difetilîne/bifetilîne 1. zivirandin 2. vegerandin fetilîn/difetile/bifetile 1. zivirîn 2. vegerîn *"av nafetile, ba di cihekî da nasekine" fetisandin/difetisîne/ bifetisîne 1. xeniqandin 2. şeniqandin fetisîn/difetise/bifetise 1. xeniqîn 2. şeniqîn

  • “malê xesîsan, difetise”

fetrûm derziya ku berî nexweşiyan ji bo berevaniyê tê lêxistîn fetrûm kirin dermanê avkî bi şiringeyê berdan binê çêrmî fetwa ramana fiqhî -fetwa derxistin di heqê babetekê de ramaneke şerîetê diyar kirin fewitandin/difewitîne/ bifewitîne 1. ji dest derxistin 2. pê negihiştin tu tiştî fewitîn/difewite/bifewite 1. bertelef bûn 2. ji dest çûyîn feylezof retkokzan feza seqa fezayî seqayî fê cureyekî nexweşiyê ye fêd erdê bixîz ê ku piştî vekişîna avê dertê holê fêdar kesê ku bi nexweşiya fêyê ketiye fêkî mêwe fêl dek û hîle -fêl û tele dek û dolab -fêlên firewn û şîretên Mûsa tevî hev kirin helalî û heramî berdan ser hev fêlbaz dekbaz û hîlebaz fêm 1. feraset 2. zêhn 3. hizr û raman fêm kirin 1. tê gihiştin 2. pê hesîn *"dîwaro ji ferzanî 121 te re dibêjim, bûkê tu fêm bike" fêmkor 1. bêferaset 2. serkevir fêr zanîn fêr bûn hîn bûn fêre îbret -fêre girtin jê îbret wergirtin fêr kirin hîn kirin fêrgeh 1. pol 2. dibistan fêris hêja, egîd fêrist pêrist fêtokî 1. fediyok 2. şermoke

  • "fêtokî li mêran,

kenokî li jinan nayê" fêz aliyê jorîn *"agir berda kome, xwe da fêza zomê" fihêl paqijî fihêl kirin paqij kirin fikar 1. derd û keder 2. tirs û xof 3. tatêl û mitale fikirîn/difikire/bifikire 1. ramîn 2. hizir kirin filan kes an jî tiştê nediyar -filan û bêvan 1. ew kes û yê dîtir 2. ev tişt û yê dîtir *"filan kes mangeya biga ye (qûnek e)" filç pozpelişî file/fileh 1. peyrewê cenabê Îsa eleyhiselam 2. kesê ku di angaşta peyre wiya cenebê Îsa eleyhiselam de ye *"filehekî bi rûyekî, ji bawermendokê bi du rûyan çêtir e" filitandin/difilitîne/bifilitîne 1. rizgar kirin 2. serfiraz kirin 3. jê pekandin filitîn/difilite/bifilite 1. rizgar bûn 2. serfiraz bûn 3. jê pekîn *"bûka malê xweş xebitî, ker girêda û cehş filitî" filq xêvik filûs zayendî filûz maden fincik 1. qefz 2. lotik, hindirik 3. bizav fincik avêtin lotik avêtin find mûm, şem findank mûmdank, şemdank finfinok derewa bêbinî finik hêstira viringî fiqih 1. fehm 2. şerîet fir [I] qurteke vexwarinê -fir kirin vexwarin fir [II] kêşeke baçikê -fir lê xistin (baçik) kêşan fir [III] hilbaskîn *"fira mirîşkê, hetanî ber kadînê ye" fira tiştê ku zû difire firandin/difirîne/bifirîne 1. tê werkirin 2. bi bilindî avêtin 3. pekandin, pengizandin firaq aman firaqşo amanşo firavîn navroj *"firavîn firavîn 122 bi fayde ye, lê dawî bi lome ye" firawan 1. fireh 2. dorfireh firçe porçe firdik xwarina ku ji nanê diçînine nav dêw tê çêkirin firdikandin/difirdikîne /bifirdikîne 1. nan çandin nav dêw 2. hûr kirin, çînîn firefir dengê domdar ê ku ji awayê vexwarinê yî dengî tê firefir kirin bi awayekî dengî vexwarin fireh 1. biber, ne kêmber 2. boş, pir, zehf *"mirî melûn nebe, di gorê de cî fireh e" fireh bûn 1. belaş bûn 2. peraş bûn 3. zêde bûn 4. kêmber nebûn

  • "heke dil fireh be, rê

jê re gelek in" firehî 1. nekêmberî 2. boşî 3. pirî 4. zêdehî fireh kirin (ji aliyê berahiyê ve) lê zêde kirin firênek nemûş, gulor -firênek li sêrî gerandin nemûş lê alandin, gulor li sêrî kirin firêqet serfiraz û bêminet firêqet bûn serfiraz û bêminet bûn firêqetî serfirazî û bêminetî firêqet kirin serfiraz û bêminet kirin firêz çêreya ku ji nava zevî û bîstanan tê kaxkirin firfat 1. gincirgincirî, zîvalzîvalî 3. kevn û kol, kevnekotik firfaz lotik, hindirik firfire perwane firfirok firildax firgeh di balafirgehê de erdê ku balafir lê datîne firj fişkîniya sewalan firijîn/difirije/bifirije (sewal) fişkîn firildax teqemeniya ku difire û li hewa diteqe firinde sewala bibask; perinde -firindeyê efsûnî teyrê çîrokan firisandin/difirisîne/bifirisîne 1. xitimandin 2. tepisandin firîk [I] simbila ber stewînê

  • "agir bi rihê yekî

ketibû, yekî jî digot: 'ez dê firîkên xwe li ber biqelînim" -firîkî firîn 1. wekî firîka stewî pekîn 2. çûn hatenehatê firîk [II] giyanewerê jînşê firîn/difire/bifire 1. perwazî esmên bûn 2. firawan hilfirîn 3. pekîn, pengizîn

  • "her teyr, bi baskên

xwe difire" firîngeh firgeh firîsk cureyekî kulîlkên biharê ye firîw xap firîwandin/difiriwîne/ bifiriwîne xapandin firk [I] binavber -firk kirin 1. bi navber danîn 2. livlivî kirin firk [II] livlivî, kitkitî firk [III] zayîna mehînê firk [IV] 1. qolinc 2. tivanc -firk ketin qeydika dêst bayê tivancê ketin bazinê dêst -firk lê ketin qolincî bûn firk [V] qirç -firk şikandin qirç şikandin firkandin/difirkîne/bifirkîne 1. mist dan 2. pişirandin firkefirk dengê pîneyê ku li ba dibe -firkefirka alayê hejîna perçemê ya li ber bayî firloq heştirme firmêsk rondik, hêstir firmêskrêj teqemeniyên rondikrêj firingî bacana sor; pamîdor firne alava ku tê de nan û xwarin tên pijandin firnik 1. firneya biçûk 2. kulfikên bêvilê firo şîrê mihan ê payîzê firofehş 1. beletewş 2. çîleçepî 3. xelexwar firoke navgîneke raguhastinê ya hewayî ye firoşgeh dukana danûstanê firoşkar kesê ku danûstanê dike firotin/difroşe/bifiroşe 1. bi bêrdelekî dayîn 2. xayintî kirin *"êqil derxin firotinê, her kes dê aqilê xwe bikire" firqask 1. lotik 2. qefz firqas kirin 1. lotik avêtin 2. qefz dan firsend derfet *"heke firsend têkeve destê kêmfirsendan, dê însanan jî nal bikin" -firsend payîn li keysa xwe nihêrîn firş sebr firşik ziravê sewalan ê ku jê havênê penîrî jî tê çêkirin firşteng bêsebr firyar kesê ku balafiran diajo fis 1. baberçûna bêdeng û bêhnkirêt 2. têkiliya zayendî ya di navbeyna firindeyan de *"bi fisan çarşev boyax nabe" 123 fis 124 fisegur [I] cureyekî kariyên çolê/beriyê ye fisegur [II] zîvalzîvalî, kirtimkirtimî fisek baberketî fisgenî 1. bêhnkirêt 2. bêrûmet fisgenîtî kirin karên xwe yên kirêt veşartin fisikîn/difisike/bifisike 1. (dara ku tê tewandin) şikestin 2. (pê) şiqitîn fisirîn/difisire/bifisire fizirîn fis kirin 1. ba ber ketin 2. (firinde) gayîn fismirî xesîs, xasûk fisqe pîvazên biçûk fistiqîn/difistiqe/bifistiqe 1. bi xeletî gerîn 2. tehisîn, pê şiqitîn fistoqî 1. axozî 2. çolêketî 3. li malê newanbûyî 4. segê navmalagerî fisû ajaleke bêhnkirêt e fişar 1. zext, pêkutî 2. zordestî 3. gotina beletewş fişarde pertaf fişkefişk 1. bêhnefişkên li ser hev 2. girî û xilîtkişandina tevlihev fiş kirin (bêfil) paqij kirin fitar di meha remezanê de dema xwarinê -fitara xwe vekirin 1. şîva rojiyê xwarin 2. rojî betal kirin fite 1. fetwa 2. firsend -fite dîtin firsend bi dest xistin -fite jê standin firsend jê standin fitîl 1. pilte 2. dermanê ku ji qûnê ve tê hildan fitîlî di hûnanê de devhuçik û sernavika ku bi awayekî rakişandî tê daxistin -fitîliya faykeyekî daxistin tara devhuçik û sernavika fakeyî bi awayekî rakişandî hûnan fitir sedeqeya meha remezanê -fitirê yekî xweş kirin kesek baş kutan fitnekar 1. navtêdayî, niçandî 3. ewan, fesad fizar dengê kesê ku hawariyekê dixwaze fizirîn/difizire/bifizire 1. jê revîn 2. baz dan 3. peywir hiştin fîkandin/difikîne/bifikîne 1. li fîqê xistin 2. fîtefît kirin 3. vît kirin fîl li ser rûyê erdê sewala hera mezin a şîrdar a ku difinê wê xortimkî ye fîncan piyaleya qehweyê; pingan fîndê jina ku bi xemla xwe ve fortên xwe davêje fisegur fînik tûle, cewr fînok jin an jî mêrê pûç fîntoz fîndê fîq 1. bilûr 2. şimşal 3. pîpik -li fîqê xistin li tûtikê xistin fîqefîq dengê fîq û pîpikê fîqefîq kirin tûtetût kirin fîqerojk karî, kuvark fîre virik -fîre dan virikî bûn fîrefîr 1. kirmekirma hespan 2. fîqefîq fîrefîr kirin 1. (hesp) bi kirmekirm xwarin 2. fîqefîq kirin fîskanî 1. biçûçik 2. hûrde fîş [I] avika ku dibe sedema nifşên nû -fîşa pêxemberan nesla paqij û bêguman a qasidên Xwedê fîş [II] şilahiya ku bi pest ji hundir derdikeve derve fîşek fîşeng fîşeng berika çekê -fîşeng dan ber dêv berik avêtin ber lûleya çekê û amadeyî teqandinê kirin fîşengbend rextê fîşengan fît 1. guhê bel 2. çik fît bûn [I] 1. (guh) bel bûn 2. çik rabûn ser xwe fît bûn [II] 1. bi qasî hev bûn 2. kuta bûn fît kirin [I] 1. (guh) bel kirin 2. çik rakirin li ser piyan fît kirin [II] 1. deynê xwe dan 2. (di qimarê de) ji hevrikê xwe birin û tiştek di tûrê wî de nehiştin fîtê jina bêrûmet a qunek fîtik 1. fîqik, tûtik 2. lêdana bi du tiliyan; çipîsk fîtik lê xistin 1. li fîqê xistin 2. (bi du tiliyan) çipîsk lê xistin -fîtik lêketin û şikîn pir tenik û nazik bûn fîz 1. fors 2. quretî -fîz avêtin xwe kiz kirin fîza qure fîzatî quretî fîzar kûzenûz -fîzar kirin kûzenûz kirin forq qûnek forqtî qûnektî fors quretî û pozbilindî -forsa şêran quretî û kêfa serokan fors kirin 1. bêminet tev gerîn 2. kêf kirin fort 1. fors, quretî 2. pozbilindî -fortê xwe avêtin 1. fors kirin, xwe qure kirin 2. pozbilindî kirin 125 fort 126 fote çarşev fuhûş 1. qûnektî 2. zina fûrandin/difûrîne/bifûrîne 1. (zêde kelandin heta ku) bi ser re dan avêtin 2. (zêde pêkutî bi ser de birin heta ku) enirandin û bihêrs kirin fûrîn/difûre/bifûre 1. (zêde kelîn heta ku) bi ser re avêtin 2. (zêde pêkutî bi ser de birin heta ku) enirîn û bihêrs bûn