Wîkîferheng:Kopîkirî/Pend û Peng, Bîlal Hesen

Ji Wîkîferhengê

Tenê bot; Wext: 01/10/2020; Hejmar: 3219

Ev agahî ji rûpela [[{{{1}}}]] hatiye arşîvkirin.

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


  1. a hewiya herikî a cawiya xeriqî
  2. a xoce azan e
  3. adar e, sibehê sar e, êvarê bihar e
  4. adarê, agir çêtir e ji xwarina savarê
  5. adarê, serê darê çêtir e ji binê darê
  6. adarê, şev û roj xedarê
  7. agir bi darên hûr tê geşkirin
  8. agir bi loda min ket, xelkê xwe li ber germ kir
  9. agir bi riyê yekî ketibû, ê din go
  10. agir bi serî min ketî, tu jî firîkî xwe li ber dibrêjê
  11. agir di kulvila de (qurmê darê) dimînît
  12. agir kete mala derewîn derewîn gazîkir, kesî jê bawer nekir
  13. agir xweşe, lê bi dûmanê reş e
  14. agirê dilan, agirê sêlan
  15. agirê evînê dilan dişewitînê
  16. agirê kuçkan her germe, bi dereng sar dibe
  17. agirê xurt di kutikê kevin de ye
  18. ahînid meriyan ji meriya re namînin
  19. alîk firn û alîk curn
  20. alîkî darê rim jê dibê, alîkî xwe bêr jê dibê
  21. alim bibe rê, di ser re derbas nebe
  22. alim ji bîr dike, qelem ji bîr nake
  23. anca caw di ber meqesê re bigînê
  24. anca meqes di ber cêw re bigînê
  25. anca nênûkid mera mera bixurînin
  26. anca şor di dûyî miriya re bibin
  27. anê bi'ukê, jinikê rihikê
  28. aqil bata firotin minê hinekê ji kerê xwe re bikiriya
  29. aqil bi xwe ji zirarê ye,
  30. aqil derxistine firotinê, herkesî dîsa aqilê xwe kiriye
  31. aqil di sêrî de bûye pelûl
  32. aqil di seriyan de ye, ne di dirêjahiya çekan de ye
  33. aqil ne benîşt e ku mera bi serî hevda bizemirînê
  34. aqil ne ji biçûk û meziniyê ye
  35. aqil sermiyan e, ne di serî hemiyan e
  36. aqil tune kêf dike, pembo tune eşêf dike
  37. aqilî heft jina di serî mirîşkikê de ye û hew mirîşka jî li ser sêrgo diçêre
  38. aqilî kêm bi mera ga û golka bi çêrandin didê
  39. aqilî kurmênc pişt nîvro tê sêri
  40. aqilkêm xiraba dipên
  41. aqilsivika bar giran in
  42. ar bi dunyê kevê derziyeke min tê tine ye
  43. ar bi mala yekî keti bû, yekî jî serpiyê xwe li ber dikizirandin
  44. ar î bi min ketî dûman î ji te derê
  45. ar î bi serî min ketî, ew î cixarê xwe pê vêdixe
  46. ar î di kutkî kevn da ye
  47. ar ji sîfîliyê hez nakê
  48. aram stûnê jînê ye
  49. araqi dan mişk, xwe li hember pisiyê vena
  50. arê sergoya ye geh vêdikefê geh vedimirê
  51. arê zengîna tim î germ e
  52. arvanê salê, di salê de diçe
  53. aş digerê bi bê qîz tê li dê
  54. aş digere qeraş xwe dipesine
  55. aş dike qeraş dixwe
  56. aşekî bihêle ko tu arvanî xwe lêkî
  57. aşî nezana bi xwe digerê
  58. aşvan li ser ard qise neke, wê li ser çiwalan qise bike
  59. av berê ya biçûka ye, nan ê mezina ye
  60. av bi bêjingê nayê civandin
  61. av çiqas di gola da ma, ewqas digemirê
  62. av di gola de dimînê, jin di mala de dimînê
  63. av di golan de genî dibe
  64. av û ar amanê nizanin
  65. av û ar ti car nabin yar
  66. av û zibil bi zorê ji xwedê distînin
  67. av xew dikê dujmin xew nakê
  68. av zanê ko binav li kû ye
  69. av, avahî ye
  70. ava bi mista, ramûsnên ji dosta têrnakin kesa
  71. ava bin kayê, deng jê nayê
  72. ava binê ka yê, kî têkevê jê dernayê
  73. ava ciyê teng, jê tê xuşxuş û deng
  74. ava diherike, coka xwe çêdike
  75. ava xorta berve jor dihilkişe
  76. avahiya mala bi jina ye
  77. avahiya malan di destê jinan de ye
  78. avê aş biriye tu bi dû çeqçeqo ketiye
  79. avê gi da ser te, çi bostek çi tiliyek
  80. avê xorta bi dîwara da hildikşe
  81. avên biçûk ên diherikin, ji yên sekinî û mezin çêtir in
  82. awcî kes vê ra tine bê, forta pir dikin
  83. awir zawir derê
  84. axa kendalan dibe delaliya malan
  85. axatî bi şorbê sar nabe
  86. axe bibin ker têrrê xwe çemeke ser
  87. axe ji êlê xeyidi ye, êlê hajê tine ye
  88. axê jinê û mêr ne wek hev bin di hev nagerin
  89. axe kirîf azarkir ji bo rûnê, xulam berî kirîf rûnişt
  90. axe li xizana didin, xizan her tiştî xwe di ber wan da didin
  91. axê mêr û jinê ne ji hevbê hevdi nabin
  92. axe nên dide xulam xêli dibe
  93. azep hene bi nanzikê ne
  94. azepê mala xwe be, ne axê xelkê be
  95. ba berî baranê tê, ta berî mirinê tê, ken berî girî tê
  96. ba jî jê ye, baran jî jê ye
  97. ba li bêderê te hat, li bake
  98. ba li dîwarê derve dide
  99. ba neyê pelçik naheje
  100. ba sîtila dagirtî nêxîne
  101. ba yê hina tê kayê li ber badikin, ba yê hinka tê zebeşa li ber badikin
  102. baqilbûna pir belaye
  103. baqir nabe zîv, her geyak jî na be şîv
  104. bar bikevê ji xwediya pêve kes tine ye
  105. baran dibare, ji xwediyê zeviyan re kare
  106. baran ji rengê ewra de xuyaye
  107. baran tê erd xwe dipesinê
  108. barê bi aqila, li pişta bê aqila
  109. barê giran para kerê ye
  110. barê hicetan kes nikare rast bike
  111. barê kerê tiving bin jî, dîsa gurê wê buxwin
  112. barê ketiya kes bilind nake
  113. barê te ket, zorê bi morê de
  114. barê tu nikaribê rahêjê nekeve bin
  115. barî kerê ne giran bê, ker nabezê
  116. barût ji kîsî zêve ye
  117. başaq li pey paleyên baş nayên berhevkirin
  118. başî, başiyê nasdike
  119. başiyê ji cîranê xwe re buwaze, ji bo tu jî başiyê bibînî
  120. bav bibe zirbav, dê jî dibe dêmarî
  121. bav çawa ye, kur wisa ye
  122. bav dixwaze law jê çêtir be, xoce dixwazê şagirt jê jîrtir be
  123. bav ji êş tê, law pirsa bajêr jê dikê
  124. bav qoriq dixwin, lawa diran ditevizin
  125. bavê baş kur sed salî bi navê wî nan dixwe
  126. bavê ling hilanî, kur li şûnê danî
  127. bavê te hat kuştin, çi siwara kuşt, çi peya kuşt
  128. bavê xwe kuşti ye, nimêja xwe jî li ser kiri ye
  129. bavê xwe kuştî, bi tirbê sûnd xwarî
  130. bavek heft zarokan xwedî dike, heft zarok bavekî xwedî nakin
  131. bawerî hêza jiyanê ye
  132. baweriya xwe bi tiştekî neyne, li hember her tiştî bi tevdîr be
  133. bawîşk, bawîşkê tîne, gulzêrîn di kadînê de linga dikutîne
  134. bayê sibê li mirovan nexe, yê êvarê hêç e
  135. bê haveyn şîr nameyê
  136. bê hêvan şîr nabê mast
  137. bê şêx û pîr neçe dîwana mîr
  138. bêçiyê xwe di dengizê kê dengizê biherimê
  139. beden bedena şirtê ye, law lawê çirtê ye
  140. beden gep û zep e, aqil rast û çep e
  141. bêdera me ar vêket
  142. bêderê vê tene li ba meke
  143. bedewî deh in, neh jê çek in
  144. bedewî nayê veşartin
  145. beg qedrê beg, şivan qedrê şivan zane
  146. bêhna fereh ji bênamûsiyê ye
  147. behr bi devî kûçka naherime
  148. bêje rast, raze rast
  149. bejin çît û kitan e, nan qizî qitrane
  150. bejin tîte, lê mal rûte
  151. bela dîna ji bela xwedê mezintir e
  152. bela ji dera bêgûman tên
  153. bela nezana ji bela zalima xiraptire
  154. bela tên serî mêra
  155. belên xelkê ji dûr de tên, ên me ji ber ûr de tên
  156. bênamûsî avêtin ber kûçkan, kûçkan qebûl nekirin
  157. benîştî te bila bi serî pozî te va bê, kengê te xwast bicû
  158. beqa deng li mara kir, kêvcala lingê xwe li bakir
  159. ber ji bestan xelas nabin
  160. ber siya rovî romene, bera şêr te bixwin
  161. bera berê heyvê li me bî, me çi ji stêrkayî
  162. bera bizê, nêr û mê ferq nîne
  163. beranê bisko ba, tu wê li ber derî yê babo ba,
  164. berberî û nanî genimî nayên ba hev
  165. berdanê jinê, adeta dinê
  166. berê bifikire çêtir e
  167. berê darê bi darê ve kurmî dibe
  168. berê em di donê xwe de diqewiri
  169. berê giran di ciyê xwe de girane, gava leqya ne bi du peran e
  170. bere lawkê min lawîn be, bere kirasê wî cawîn be
  171. bere qûna mera derkeve, bere dengê mera dernekeve
  172. bere rûyê mero biêşê, çêtire zikê mero biêşê
  173. berf çiyê dibînê, xwe lê datînê
  174. berf jî sipiye, kûçik bi ser de mîzdikê
  175. berf ketiye, mêrik kêrê tûjdikê
  176. berf tê digrîn, derê li pê digrîn
  177. berfa êvarê, qirê tîne li debarê
  178. berfa hûr, xwe davê rana sitûr
  179. berfê bixwe ji tîna bimir, daniya bixwe ji nêza bimir
  180. bergîr digrin hev, ker li ortê pehna duxin
  181. bergîra têr xwarin, ê zîta bavên
  182. berî bigihî avê, daw û derlingid xwe hilmede navê
  183. berî darê darê dixemilîne
  184. berî dê ya tim berve lawane, berî lawan jî tim berve çiyane
  185. berî giya zelaxît in, paşê qermeqît in
  186. berî gotina xwe bêjî, gul xwe ne
  187. berî ko îş bên serî te xwe biparêze
  188. berî ku tu bighê êfrîn (çemê êfrîn ) xwe tazî meke
  189. berîka feqîran vala ye, qelbê wan tijî ye
  190. berîka rûta qul e
  191. berjêr tifke rih in, berjor tifke simêl in
  192. berû yê darekê ne, pîvazê mişarekê ne
  193. berûk ji çiftê ket got
  194. berx li berên tê
  195. berxa xwedê xwedî bike gur nikare buxwe
  196. berxê xelkê ji meriv re nabin beran
  197. berxî çê di kozê da xuya dikê
  198. berxî çê di ser kozê de bêlî ye
  199. bext hebê, text ê bi xwe bê
  200. bext kete xortekî bi dil bê, çiqasî pez bigerînî, pez şîr didê
  201. bextê bedbexta tinebû, min mêrek kir ew jî exte bû
  202. bextê sêwiya heba roja îdê zik nedêşan
  203. bextê sêwiya heba, dê û bavê wan nedimirin
  204. bextê te hebê, pisîka te jî wê nêçîrvan bê
  205. bextî dotê ji dê ye
  206. bextî min di her tiştî de reş e, tenê di zebeş de sipî ye
  207. bi avê gemirî re tê vexwarin
  208. bi avê û bi êgir mesqeri (lîzk) nabê
  209. bi baqila kinca bişûn, bi dîna dawşînin
  210. bi çavê xwe te nedît û bi guhê xwe nebihîst înan meke
  211. bi çavgirtinê, çav teng nabe
  212. bi çûkî bi goçê re dimeşî, mezin bû li kerê kirin
  213. bi dandinê biçûya ser, jin ê bi mêrî xwe re biçûya ser
  214. bi darka bi qulê sêmsora mekeve
  215. bi dêna dên sax nabin
  216. bi desta berda bi linga li dû gerya
  217. bi destî xwe bike, bi devî buxwe
  218. bi dilê mezinan bizewice, bi dilê biçûkan jî hezbike
  219. bi dilî xwaşi mera dikane mêr ji qolê bikşîne
  220. bi dîna hêvîr bistirê, bi baqila nên bike
  221. bi dîna kinca bişo, bi baqila raxe
  222. bi dîna re dîn, bi baqila re baqil be
  223. bi dînan stiriyan biçine
  224. bi dinê bişêwirin , dîsa bi ya xwe bikin
  225. bi dînî kir, bi baqilî xwarî
  226. bi dizî hat nêrî, aşkere za
  227. bi du pera me tu şand, em nikanin te bi çel perî vegerînin
  228. bi dûvmqesokekê bihar nayê
  229. bi fenê dibe bin benê
  230. bi gemarê ber dirana mera têr naxwe
  231. bi gotina jinê, ket doşeka mirinê
  232. bi gur be, pêşî kerê min buxwe
  233. bi gur ra dixwe bi şivên ra lê digere
  234. bi gur re dixwe, bi xudên re şînê digerîne
  235. bi gurmistê mebeze dirêşê
  236. bi heft ava bişû pak nabê
  237. bi heft qatê erdê da çûye xwar û hîn jî li ber xwe nakevê
  238. bi heft top kêndir girêde zepnabê
  239. bi kê re bigrî, tê bi wî re herî heşerê
  240. bi kêfçi kom kir, bi heskê bela kir
  241. bi ketinrabûnê kabêd me qul bûne
  242. bi kêvcêl ra gotin, çima berxar berxar dimeşî, got
  243. bi kûçik re gotin, bibez û birew, got
  244. bi kulîlkekê bihar nayê, lê kulîlk nîşana biharê ye
  245. bi kulmê neçe ser dirêşê
  246. bi lê (lehî) de çû û ji ê xwe namîne
  247. bi lêda derê û ji xwe nagerê
  248. bi lêda derê, dibê ezî avjeniyê dikim
  249. bi malê dunyê nefire
  250. bi mara emnet dibe, bi axan emnet nabe
  251. bi merdan bipirse, ji pîsan bitirse
  252. bi mirinê dilê xwe şa neke
  253. bi mirîşkê re gotin, li ser sêrgo meçêre, go, xûya min e
  254. bi mirovekî govend nabê, lê bi hev dikevê
  255. bi nav keleka ket ( dest bi xirapiyê kir )
  256. bi nermî mar ji qulê tên derxistin
  257. bi pariyê xelkê zik têr nabe
  258. bi porê sipî di xwîna sor da gevizî
  259. bi qurişekî kûçik dixesînê, bi du qurişa destê xwe dişû
  260. bi rovî ra gotin, me tu kir serekê mirîşka rovî go
  261. bi sebrê qoriq dibe tiri
  262. bi şev bûk e, bi roj pepûk e
  263. bi tir fisa caw boye nabe
  264. bi xatirê xatiran gelek diçin ser dînê kafiran
  265. bi xêra seriya dixwe keriya
  266. bi xulaman re bixebite, bi mîran re buxwe
  267. bi xureka xelkê, qasik nakele
  268. bi xurîna (xurandina) xelkê, xur danamire
  269. bi xwarina gura be, ne biçûkê bira be
  270. bi xwaziya kes nagrê gurzê keziya
  271. bi xwe lîstî, bi xwede mîstî
  272. bi zana re here dûjehê, bi nezana re mere buhuştê
  273. bibe çûka newala, nebe mirîşka nav mala
  274. bibe dostê rojên teng, bila ji te re jî dostê rojên teng çêbibin
  275. bibe xulamê zana, nebe mîrê nezana
  276. bibez, dibên aşiq e nerm here dibên çatiq e
  277. bibîne cefê, têkefe sefê
  278. biçûkê malê, dimînê delalê dê û bavê
  279. bigre qedrê kal û pîran, çi feqîran çi mîran, ne li xweşiyê, ne li mirinê naçe ji bîran
  280. bihar hat, rûmeta kincên zivistanê hilat
  281. bihar keçek ciwan, havîn dayîkek, payîz jinebiyek, zivistan jî dêmariyek e
  282. bihar, bihara ajal û hova ye, payîz, bihara mirova ye
  283. biharê berf radibê pozî darê û namînê êvarê
  284. biharê pez, payîzê rez
  285. bihostek pexîlî, qulincek rezîlî
  286. bike û neleze, neke û neleze
  287. bila berî hêvê li min bê, bila xelk giş dijmin bê
  288. bila bextê mirov hebe, bila çavek xwe nebe
  289. bila bihur be bila kûr be, bila qîz be bila pîr be, bila rast be bila dûr be
  290. bila bizê, nêr yan mê wek hev in
  291. bila boxanê rojekê bim, ne çêleka salekê bim
  292. bila bûk gêj bê, ne ziman dirêj bê
  293. bila çavid meriya derkevin, bila navî meriya dernekevê
  294. bila dîkê rojekê bim, ne mirîşka sed rojî bim
  295. bila dil bi dil be, bila ser erdê hesîr be
  296. bila dîn-îman li cî be, zewaciya evdalê min bi derengî be
  297. bila ez di kulavê xwe de bim, ne di birca xelkê de bim
  298. bila ez fiqarê gundê mezin bim, ne axê gundê çûçik bim
  299. bila gûzek bê , bila ne fiç bê
  300. bila hespî çêbe bila bê nal be
  301. bila keç herin ser sêwiya, bila nerin ser hewiya
  302. bila kur be, bila navê qîza lê be
  303. bila mêr mêr be, bila jin kera çolê be
  304. bila mera bi ser dara keve, û mera bi ser zara nekeve
  305. bila mera dîkê salekê be, ne mirîşka deh salan be
  306. bila mera gurê çiya bê, ne biçûkê bira bê
  307. bila mera li ser dara be, û ne li ser zara be
  308. bila merayî sêfil be, bila merayî ne erzan be
  309. bila mirinê ga ji cê bê
  310. bila mirov zirav û dirêj be, ne kin û stûr be
  311. bila nan bi te bi şekirbê paşê buxe
  312. bila navka mirov derê, navê mirov derneyê
  313. bila pariyê te nîvci be, bila namûsa te li cih be
  314. bila qîzê bibin ber xencerê, lê nebin ser xeberê
  315. bila rû bêşe bila zik ne êşe
  316. bila rû sipî bê, bila nan ji ceyê reş bê
  317. bila rû yê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
  318. bila rû yê te xweş bê, bila nanê te reş bê
  319. bila rûmet li ci bê, bila pari nîv ci bê
  320. bila rûmet li cih bê, bila zik birçî bê
  321. bila şarê ( şehrê ) pirrepirr be, bila zikî qurrequrr be
  322. bila tu zanibî ku dew birê mêst e
  323. bila xoristan be, bila ne goristan be
  324. bila xwedê yar be, bila dinya hemî neyar be
  325. bila xwîndarbim ne dêndarbim
  326. bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cengê xwe
  327. bilbil hevalê gulê ye
  328. bilbil xistine qefesa zêrîn, gotiye
  329. bilind firî, li rêxa buharê şimitî
  330. bilind firya nizim ket, nizim firya bilind ket
  331. bilind nenêre nizim nekeve
  332. bilûra li ber ga ye, çira li ber kora ye
  333. bimîn bibîn li dunya yê, bixwe vexe tim ew e
  334. bimîn û bibîn
  335. binalê nenalê tê koxê bimalê
  336. bînê dermên ji te neyê, kes ji te natirsê
  337. bîne ji mezina û bide mal mezina
  338. bipirse, metirse
  339. bîr bi derzîkî nahête kolan
  340. bîra avê jê vexwê kevra navêjê
  341. bira bêjin ker e, nebêjin kerr e
  342. bira biratî ye, bazar beyantî ye
  343. bira dilê meriv xweş be, bira balgiyê bin serê meriv jî kevir be
  344. bira girar bol be, bila kevçî qol be
  345. birawo berdero, derdê kezebê da sero
  346. birçîbûn sofîtiyê nahêle
  347. birçiya nan xeyal e
  348. birê ji birê hez kira, jinê birê ne dibir
  349. bîrê me avdar e, xortî me sazdar e, dengbêjî me navdar e
  350. birîn saxdibe, şûnê xuyadibe
  351. birîna li hogira, bîna ( mîna ) derba li kevira
  352. birîna vekirî mirov xweyê naxê yê
  353. birîna xebera ji birîna şûr kûrtir e
  354. birîna ziman ji birîna xiştikê kûrtir e
  355. birinca îro ji goştê siba çêtir e
  356. birîndar radizê, birçî ranazê
  357. birînê şora kûrtire ji birînê şûra
  358. biroş digerê qapaxê dibînê
  359. biroşê got, binî min zêr e, heskê got
  360. biroşê ko parê min tê da nebê zêhêr têda bê
  361. bişkovid qul bi etara re namînin
  362. bitirse ji germa germ û mirovê nerm
  363. bitirse ji segê har, û ji jina bi yar
  364. bitirse ji xwedênetirsan
  365. bizin bimire jî dûvê xwe berjêr nake
  366. bizin çû, şujiyê da dû
  367. bizin difkirê bi halê xwe, şivan dikeve xema beza xwe
  368. bizin jî ya me ye, kizin jî yê me ne
  369. bizina belek, şivanê kulek, êvarê bi hev re dibin yek
  370. bizina ku tu çiçka nemêjînî , şîr bernadin
  371. bizinê ji pêz veqete para gur e
  372. bizinê ling hilanî, karê ling li şûnê danî
  373. bizna hemis, lê mepirs
  374. bizna kol hobû daniya
  375. bizna şîrdayî û lingê xwe li biroşê dayî
  376. biznê gurrî li serî kaniyê avê vedixe
  377. biznê hişk didoşê, pez tine ye rûn difroşê
  378. biznê malxwer, dêv davê her tiştekî
  379. biznek gurrî navî kerîkî xiradikê
  380. bo baqila gotinek jî bese
  381. bodela ( bûdela )got, baqila înan kir
  382. bostek miqrisbûn, gazek rezîlbûn
  383. bû doşeka meydana
  384. bû kûçkê hêkêd pîrê di pînkê da xwarine newêrê werê mal
  385. bû tirra di golê da
  386. bû ye masiyê ku av li ser hişkbû ye
  387. buhar têre li paş kerê mere
  388. bûk bê tac dibê, bê benîşt nabê
  389. bûk bi dilê zavê ye, çi karê gundî û cîranan pê ye
  390. bûk di kincî sor de, qiçik di ber şîr de
  391. bûk di sorik de, zaro di lorik de
  392. bûk jî ji me ye, tûtik jî ji me ye
  393. bûk li ser hêspe, hefsar di deste, kes nizane ji bo kê qismete
  394. bûk stewre, qîz avise
  395. bûk tasa zêrînî bîne, wê bi xwe tê de nan bixwe
  396. bûka bê şerm û heya, siwara dike peya
  397. bûka bi def mîna rûnê bi kef û bûka revandî mîna rûnê helandî
  398. bûka li ser hespê kes nizane nesîbê kê
  399. bûka nuh hat hêka hesinî kir
  400. bûka rind di sorkê de bêliy e
  401. bûka yekê bi apê re dibê
  402. bûkê di reşiyê ke pîrê di xweşiyê ke
  403. bûkê rind desmalê ser desta ye
  404. bûkê tir kir, bûk xeyidî
  405. bulxur kişî bi legana, tiştek neket nav dirana
  406. bûn wek nohoka li tehtê ketî
  407. bûne gurê mûsa, xwe bi xwe bi canî hev ketine
  408. buxwe weke mêran, rabe weke şêran
  409. buxwe, pê bidebir, ne buxwe pê bimir
  410. bûye benkê dû hebanê
  411. bûye dînê dindoq diye
  412. bûye gawirê pîsî bi xasiya xwe kirî
  413. bûye kerê di aşê qabê de carekê ceh xwariye, heroj derê û tê
  414. bûye kirîfê pêl koz naye
  415. bûye korê kêç bi des ketî
  416. bûye kûçkî bi ewra da direwê
  417. bûye kuriyê bûtê, şeş mehîbû çiwalek genim radikir, yeksalî bû nikarî nîv çiwal rakira
  418. bûye kurriya mala hisê abo, tim li aşê qabê mistek ceh xwarî
  419. bûye marê bin teştê
  420. bûye marî axû li serî ketî
  421. bûye mirîşk, û xwe vedipişkîne
  422. bûye miya gur xwe di sera çekirî
  423. bûye pisiya bi mişk dilîzê
  424. bûye yê ku ker li bavê xwe pix kirî
  425. bûyi pisiya ku li ber mişk dahatî
  426. camêr bi destê bêbexta dimirin
  427. camêra tu di ber re wîne, î xerab tu jê bixwaze
  428. can dere, teb'et nare
  429. can îmdatê dixwaze
  430. can şêrîn e
  431. carê werne ber caran, kerî reş ê bi xwe bizire û were ber baran
  432. carekê li nêl dixe, û carekê li mêx dixe
  433. carekê tiştek li gurdî ket, zû dûzan nabê
  434. carekê xatir, carê din xatir, carê sisi yê çatir- patir
  435. carikê pêtka dîk di teştê da dît
  436. carina kevrî mera pê qayil nabe serî mera dişkîne
  437. carina rev ji desthilanînê çêtir e
  438. carina rev jî mêrani ye
  439. carina şîretên herî baş ji mirovên herî xirap derdikevin
  440. caw cawê te ye, meqes meqesa te ye
  441. cawê bi kutan bê dewê bi derman bê
  442. cawê bi kutan bê, şaşiyê li serî mêra bê destê bi destî jina bê
  443. ceh kera şamî dike, xizanî mêra ketî dike
  444. ceh rşandiye, genim naçine
  445. cehşik mezin be jî dîsa kere
  446. cerrî nuh, avê hênik dike
  447. cersandin lê fetsandin
  448. cewdikî xwe di nav kuna de dîdine
  449. cewrên seyê dir timî dir in
  450. cifût deyndar· bûn, defterêd kevn vedikin
  451. cih heye ko xebernedan ji xeberdanê çêtir e
  452. cih heye rev ji mêraniyê çêtir e
  453. cihê bilind, ji mirovê nizim çêtir e
  454. cihê pakî hebe, xerabî çiye
  455. cila bi malê gerek be, li mizgeftê herame
  456. cila ko ji mala te re gereke, bi ber camiyê veneke
  457. cilhecî, li hember terzî bihecî
  458. cin bûkên xwe li kûçkêd reş sîwar dikin
  459. cîran bi her tiştî motacî hev dibin
  460. cîran warisê cîranê xwe ye
  461. cîranê baş ji birayê nebaş çêtir e
  462. cîranê mera bi xêrekê be, mera bi heft xêra ye
  463. cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
  464. cîranî muxenet mera bi hacet dike
  465. cîranî pîs mera xwedan tişt dike
  466. cîrantiya salekê, çêrêbûna bi salan
  467. ciyê gorna miriyê te lê nebin ne warê te ye
  468. ciyê ku agir lê tinebe, dû lê hilnakşe
  469. ciyê ku rovî te lê girêdin û mişk te berdin ji xwe re meke war
  470. ciyê lingê xwe bike, paşê gava xwe çeke
  471. ciyê şera ortê gund e
  472. ciyê tu nih deriyê ez jê têm
  473. ciyê xiya werê qelawîza naxwazê
  474. coka bîstana, nabe ji bo aşvana
  475. coko lawo rabe bileqitînehavînê bibhorê kar namîne
  476. cota bira neçin gura
  477. cotkaro tu çi di çînî ger şîn bê tê bibînî
  478. ça têne pa lê jin nêne pan
  479. çalima li xelkê nemîne
  480. çar tişt hene serhişk mirîşk û mişk mar û dûpişk
  481. çare çele, sî-û-neh bi êqilin, yek bi çov e
  482. çare li her tiştî dibê, li dil û mirinê nabê
  483. çav bi çava dikevin belê çiya bi çiya na kevin
  484. çav dujminî xwe nasdikê
  485. çav ji çava şerm dike, bertîl kevira nerm dike
  486. çav li gêrmiyê kir xwe ji bîrkir
  487. çav zer hebin, simêl reş pirin
  488. çava pit-pit dukutê û dengî xwe nakê
  489. çavê derîgirtiya li ê derîvekiriya ye
  490. çavê kêrî neyê, tilya xwe li bin bide û derîne
  491. çavê kor tune, lê bextê kor hey e
  492. çavê ku li deriyê xelkê be, timî birçî ye
  493. çavê zaretê zerin
  494. çavêd li rêyê te mila kor bibin
  495. çavek korbû, çavê din ne xeme
  496. çavên birçî ti carî têr nabin
  497. çavên xwe damirandin devê xwe vekir
  498. çavên zer di nav ka yê de dît in
  499. çavid mela çarin gi ne heyşt bin
  500. çavzerê te hebin, çavreşê xelkê pir in
  501. çawîr rabû bi bosta, şagirta da ser hosta
  502. çaxa cwanbûm, bi tîr û kevanbûm, lê çaxa pîr bûm bi kul û hesretbûm
  503. çaxê qufirê derbaz bû, di kokê kîrî xwe bide
  504. çê kir ji xwe re, xerab kir ji xwe re
  505. çek ne ji bo hemiya, lê nefs a giya
  506. çêlemar bê zihêr nabin, mêrêd çê bê yar nabin
  507. çêlkê qirkê mezin bûn, risqê qirkê qut bû
  508. çêlkên mara bê axû nabin
  509. çêlmar jî bê jehr nabin
  510. çem bê bihur nabin
  511. çem ji kaniyan çêdibe
  512. çend çiya hene yê kurdan e
  513. çeqel û rovî nakevin yataqê şêra
  514. çêre çiqas nerm bibe di bin kevirda nasekine
  515. çêrrê kûçka bibe, û ço dîne ba xwe
  516. çêyî kir bi xwe kir, xirapî kir bi xwe kir
  517. çi bê serî mera ji zimên e
  518. çi bi etêr ra bê, bi wî ban dikê
  519. çi bi reng e, kanê heft şîva di biroşekê da bikê, û yek bi yekê de venedê
  520. çi bi serî mera werê ji dev û zimanî mera ye
  521. çi hat aqilê te neke
  522. çi hat meydanê, emê çekin hebanê, (mebest emê bixwin)
  523. çi keçel hesen çi hesen keçel
  524. çi rojê baran bê, ew roj wê zivistabê
  525. çi serî ye, çi merî ye
  526. çi werê serî te, ji des zimanî te ye
  527. çih zindiya xwarî, mayî dora miriya
  528. çil ( çel ) tajî yên te nikarin xirnikekî (çêlkê kêrguh) min rakin
  529. çiqa mirîşk tawli dibê, weqa kûn teng dibê
  530. çiqas av kûrdibê, weqas avjenî xwaşdibê
  531. çiqas çiya bilind bê mij wî winda dikê
  532. çiqas kaş hene weqas deberjêr jî hene
  533. çiqas pêde, nankor e
  534. çiqas pîsiyê tevde, hewqas bîn dide
  535. çiqas sax bimînî, ewqas ecêba dibînî
  536. çiqas sing bikut tu weqas cihêr pêvedikê
  537. çiqas sing bikut, ê weqas tûr pêvekê
  538. çiqas tu bilind bibê, ketinê pîsbibê
  539. çiqas tu kûçik kevirkê, ê weqas bi hewt hewtkê
  540. çiqas tu kûçka kevirkê wê weqas birewin
  541. çiqas tu zanabê ji zana pirske
  542. çiqas xwediyê te pîsbin pêl wan meke
  543. çiqasî hevalên te pir bin hindik e, dijminê te yek be pir e
  544. çiqasî şareza ye, weqasî şerpeza ye
  545. çira ji kora re def ji krra re bê fêde ye ( bê sode )
  546. çirîskek di taryê de rokeke di ronyê de
  547. çîroka bizê ( biznê )li xweşiya pîrê nayê
  548. çiva mede xwe çiv ne rindin
  549. çiya bi (di) ser hev re hene
  550. çiya çiqas bilind bin, illem rê vêdikevin
  551. çiya rastî çiya natên lê mirov rastî mirova tên
  552. çiyayê bilind, bê dar nabe, keça gihîştî, bê yar nabe
  553. çiyayê codî ji weynên jinan xwarbû ye
  554. çiyayên bilind bê mij nabin, newalên kûr bê av nabin
  555. çiyê gotî
  556. çol fere ye, tir bi pere ye
  557. çor ket ga, rîk ket sa
  558. çu evrazî bê jordanî nînin
  559. çû heckir, dînê xwe li ser kir
  560. çû heckir, vegerî gûza
  561. çû heckir, xwe ji berê xirabtir kir
  562. çû mala derwêşa, jêre danîn mastê gamêşa
  563. çûçik çiqasî bifire, gava avê vedixwe li xwedê dinêre
  564. çûçik li ser garisên feqîran datînin
  565. çûçik wê li çolê bi hevgirin, û di nav garisê me de wê li hev werin
  566. çûk ê li nav garisî axa şer bikin, wê werin li nav garisî fuqara li hev werin
  567. çûka wîçwîç danî, tu bi tiştekî nizanî te mala xwe xera kir û mala me li ser danî
  568. çûkek xwe çedikê paş hejekî xelas dibê
  569. çûkmezinî mara tine ye
  570. çûme şikefteka tarî, tijî tê de gopal in, yekî wisa nebû destê xwe bigrim
  571. dahol jî ya wane, û gopal jî yê wan e
  572. damarêd meriyan di erdê de nînin ku bi axê bijîn
  573. dandinê ji dil di dayînî destan re xiya ye
  574. danê kûn, bi ser de lepek rûn
  575. danû xistin dawa wî kîrê wî rabû
  576. dar bi berî xwe şîrîne
  577. dar bi pelkê xwe dike hijehij
  578. dar ji ziravî dişkên, mirov ji stûrî dişkên
  579. dar tineye ku bê lê ne xistî
  580. dar û kulavê min, rehme li dê û bavê min
  581. dara azadiyê bi xwînê tê avdan
  582. dara bê pel û ber, kes kevirnakê
  583. dara ko tu bi xwînê avnedê, berê şêrîn nade
  584. dara ku jê duxî, lê miqate be
  585. dara mer dayî, çiqil dayî
  586. dara sêv pêve, kevirê herinê ji virve wêve
  587. dara te bi ber bê, wê silav li te bê
  588. dara xwezi yê ti car şîn nabe
  589. dara zulmê zû qalind dibe zû jî dişkê
  590. darê xoxê ne tu dar e, jinê bi mêr ne tu yar e
  591. darekî têxê qunê, gulekê dide ber bêhnê
  592. darên sert zû dişkên
  593. darkê nav her pelûlikê ye
  594. dasek bi dehlekê nikane
  595. dawet a duduyan, cenge cola hemûyan
  596. dawet tune li kefçiyan digere
  597. daweta mîra gir e li feqîra
  598. dawiya pevçûnê dijmaniye, dawiya dijmaniyê poşmaniye
  599. daxbe li destê saxbe
  600. daxê qurfê, kerê mirtiba dimre
  601. daxwaza koran, du çavên reş in
  602. dayê belayê, xuşkê tehlayê, jinê were kolana minê, ez te bigerînim li welatê dinya yê
  603. dayê buhbikê, jinê rihikê
  604. dê bibin jin bav, bav jî dibin zirbav
  605. dê tev bavê cotek bask e
  606. dê û bav berî li zaroya, zaro berî li çiya
  607. dedo didizê, medo sûnd dixwê
  608. dêkê diza du tirra dikê yek ji kêfa re yek ji tirsa re
  609. dêla sor tê teleb, kûçik tê ji heleb
  610. dêlik bi seh bê segê werê ji helebê
  611. delîlê baranê baye, delîlê mirinê ta ye
  612. dêlka mantore, kûçikê har jê nakevin
  613. dêlka tirrek, jî dikeve tûla dirrek
  614. dêlkê çilek kûçkî gurêx jê dikeve
  615. dem bi te re neçû tu bi demê ra here
  616. dem tê mera bi yarê dêya xwe re dixwe
  617. dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bost
  618. dema dayîk dimire bav dibe mam
  619. dema hirç pîr bû kudik bi gunkan dilîzin
  620. dema ji savarê re me digot
  621. dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
  622. dema ku ga dikeve, kêr lê pir dibin
  623. demê ecil tê li derî naxê
  624. dên bi danê, dijmin bi kuştinê
  625. deng li dêng vedigere
  626. dengbêj gula govendan e
  627. dengbêj ku dest danî ber guhê xwe gereke zanibe bi kîjan kulamêde
  628. dengê def û zirnê gumegum e, serî xort û keça bi şaş û kum e
  629. dengê defê kiriye, lê nizanê li kîjan aliye
  630. dengê ezmana nîşana barana
  631. dengî dîk narê yê
  632. dengî kerê bi kerê xweş tê
  633. dengî xwe bilind meke, dîwar bi guh in
  634. dengke tu dicerisê, deng meke tu dikerisê
  635. derba ko nan dibire, şûr nabire
  636. derbê neyaran xedarin
  637. derd çiqas hene, weqas derman jî hene
  638. derd derda tîne
  639. derd di ser derdan ra hene
  640. derd heye derman jî heye
  641. derd pirin, lê giş ne li ba hevin
  642. derd û kul ji bin hev derketin
  643. derd û kulê me ne besbûn, derdê te jî bi ser de
  644. derdê beko pelûl e
  645. derdê feqîra nan e, derdê axa kêf û dîlan e
  646. derdê hewiyê pir giran e, derdekî bê derman e, ya ku bi sêri nehatibê nizane
  647. derdê hewiyê, jana tiliyê
  648. derdê jina ku seriyê xwe li ser du balgiya diye nayê kişandin
  649. derdevan pirbêjin, evîndar dengbêjin
  650. derdî te ne ji bena dibê, ne jî ji werîsa
  651. derdî tunebûnê çetine
  652. derê ar lê nîştî, dişewitê
  653. derê derba xencera, narê derba xebera
  654. derê maşe lê, destî xwe meşewtîne
  655. derê mî lê tu nebin, bizin ebdilkerîm axa ye
  656. derew sêwî ye
  657. derewan meke, ger te kir jî bira cefî te bike
  658. derî bişkêne ku dar pir bin
  659. derî kilîto, nav gund cirîto
  660. deri yê xerata ( textbirr ) bi bena girêdayî ye
  661. deriyê gomê vebe berx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
  662. deriyê necaran timî ji hev xelîne
  663. deriyê xwe bigre û darekî di paşxe, cînarên xwe diz dermexe
  664. deriyî necara her şikestî ye
  665. deriyî xwe veneke, gazina li cînara neke
  666. dermanê her tiştî xwedê ye, dermanê xwedê tine ye
  667. dervayî min xelkê dişewtînê, hundirî min min dişewitînê
  668. derwêş dizane çi di hebana derwêş de heye
  669. derwêş zanê, çi xistî hebanê
  670. derya bi çelpandinê devî kûçkekî nalewite
  671. deryê xwe bigire, cîranê xwe diz dernexe
  672. derziya xwe di serê xwe re kir
  673. derziyê xelkê dibînê, şûjinê xwe nabînê
  674. dest desta dişo, qencî rûya dişo
  675. dest dizanê kuderê dixurê
  676. dest hevdu dişûn û vedigerin rûya dişûn
  677. dest hilanîn fereca xêrê ye
  678. dest li desta heta ezmanê hefta
  679. dest naghînê yê dibê
  680. destê ramûsandinê, nayê gezkirin
  681. destê rûs (rût) nedane ser zikê birsî ( birçî )
  682. destê te bi don bê, di serî xwe bide
  683. destê te ne destê mêrkuja ye
  684. destê wî rast naçe paxila wî
  685. destên camêran dirêjin ,( ango yê ko li mala xwe camêr be li mala xelkê jî bi serbestî dixwe )
  686. destî camêra natê girtin
  687. destî ku tu nikaribê kezkê, maçke
  688. destî mera ne mizîn e
  689. destî westayî, li ser zikê têr e, destê vehesiyayî li ser zikê birçî ye
  690. destî xwarinê dirêj e
  691. destî xwe mexe her qulekê, qul hene mişk tê da ne qul hene mar tê da ne
  692. destikî bivir ne ji darê be dar nakeve
  693. destikî pêlte ne ji darê ba dra nediket
  694. dev dibê, guh nabîsê
  695. dev î beş e zik î reş e
  696. dev ji dêv namîne
  697. devê girtî, kes nizanê çi tê de veşartî
  698. devê girtî, serî rehetî
  699. devê ku pîvazê nexwe, bên jê nayê
  700. deve li xeyalekê û deveçî li xeyalekê
  701. devê xwe hûmeke virra, qûna xwe hûmeke tirra
  702. devgirtin vehesiya sêrî ye
  703. devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bêwar
  704. devî te tije xwîn bê, li ba kesî tif neke
  705. devî te tiji xwîn bê, li ber dijmin velû meke
  706. devî xelkê ne kûna mera ye, ku mera li ser rûnê
  707. devî zû dibe dar, xulî li serî merî bê war
  708. dew bi namûs e
  709. dew birayê mêste
  710. dew ê bi derman bê, caw ê bi kutan bê, şaşiyê li serî mêra bê, dest ê bi destî jina bê
  711. dew li aşiqa nayê
  712. dewar sol dikirin, jûjî got
  713. dewarê baş alîka xwe zêde dike
  714. dewat bi xudana şên dibin
  715. dewî ceribandî çêtir e ji mastî ne ceribandî
  716. dewî mera ji mastî xelkê çêtir e
  717. dewî tirş li bavê xwe nahêvşînê
  718. dewlet sê cara tê ber derî mera
  719. dewleta bi lez, rez û pez
  720. dewran tim bi dor e,geh li jêr e, geh li jor e
  721. dewsa şêran, rovî nikarin bikin gêran
  722. dewsa şûran rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
  723. dêya kabciya du tira dike, yekê ji kêfa çîft re, yekê ji tirsa zirt re
  724. deynakê, ku deynkir dibê hêştir
  725. deyndar xwe avêtiye pişt xwîndar
  726. dezîkî jê bikşîne hezar perspan wê jê bikevê
  727. di ber dîwarî çirûk re mere
  728. di civatekê da çêrê marekî bibe, di wê civatê de çêl çêrok mara wê werê hewaldan
  729. di destekî de ar e, di destekî de pûşe ye
  730. di halan talana da kes nizanê kî kî ye
  731. di havînê de rez û pez, di zivistanê de agir û ez
  732. di kulavî şil da nasekinê
  733. di mistê ke di fistê ke
  734. di nav çewalek ka de li derziyê digerê
  735. di navberê mêraniyê û qelsemêriyê de mûk e
  736. di pê bandevê (barana xurt) re tim ga di axira ke
  737. di qulê mazî da veşêre ê bibînê
  738. dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
  739. dibê dewlemendo pîroz be, dibê feqîro te ji ku anî
  740. dibê ez xadim im, tu dibê çend zarokê te hene
  741. dibê kûsî tu çima pîsî, dibê li eniya min nîvîsî
  742. dibê te dinya çawa dî, dibê li gorî dilê xwe
  743. difirrî per pê ve nîne, darît pê pê ve nîne
  744. digerî li dewleta lez, xweyîke rez û pez
  745. digurije, nabare
  746. dijmin bibe nan jî meke paşilê xwe
  747. dijmin mezelê meriyan vedide, dost meriyan vedişêre
  748. dijminê bi fam , ji dostê bê fam çêtir e
  749. dijminê mêrxasa, di nav ûçikê jina dene
  750. dijminê te bû herî, pêlê meke
  751. dijminê xwe bi hesîdê kuşt
  752. dijminî dujmin doste, dostî dujmin dujmine
  753. dijminî merayî tewr mezin jinê mera ye
  754. dijminî te gêrekek bê jî, xwe jê biparêze
  755. dijminî zane ji dostî nezan çêtir e
  756. dîkê dewletiyan jî hêkê dike
  757. dîkê rojekê be, ne mirîşka salekê be
  758. dîkî çê di hêlînê da qî dikê
  759. dil dixwazê lê rû fedî dikê
  760. dil dixwazê, lê laşe ranabê
  761. dil fereh bê, rê fere ye
  762. dil ko neşewitê, hêstir ji çava naşemitê
  763. dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
  764. dil timî can e
  765. dîlan çawa digere, tu jî wilo digerî
  766. dilê bi xezeb naghêjê mirada ( daxwaz )
  767. dilê fereh pîr nabe
  768. dilê mêvên ji mêvên tenge, dilê xwediyê malê ji herdiya tenge
  769. dilê navbêjciyan firehe
  770. dilê xerîba tim bi xem e
  771. dilê xezeb mirov naghijîne mexsed û mirada
  772. dilekî sadiq û yekî minafiq
  773. dilêr bi destî bêbextan têne kuştin
  774. dilî kûçka jî gêrmiyê rizê dixwaze
  775. dilî kûçka jî hevrîşkê dixwazê
  776. dilî şivên bixwazê, wê têlme ji nêrî bikê
  777. dilketin xwaş e bi xortaniyê, zozan xwaş e bi goçeberiyê
  778. dilketin, meryan kor dike
  779. dilop bi xwe tirbê xwe dikolê
  780. dîn bi lê da çû, dêv benîşt cû
  781. dîn dîndûq dî, bûkê sindûq dî
  782. dîn î dikene çê nabe dînî digrî çêdibe
  783. dîn şerma dikin xwedî fedî dikin
  784. dîn, ya li şahiya ye ya li şîna ye
  785. dînak a bi çav a, bûnek a bi dil a
  786. dînan tê meke û ehmaqan bi şopê mekeve
  787. dîndar bin, maldar bin
  788. dinê ji qencan vala nabê
  789. dînê ku nanê xwe bi mûja bixwe ne dîne
  790. dinê nêrdewane, hink têre hildikşin, hinek têre dadikevin
  791. dînî tazî giş nas dikin
  792. dînî tazî giş nasdikin dînî bi kinc tu kanibê naskê
  793. dînok di şîn û şahiyan de kifş dibe
  794. dinya bît dost, dijmin nabît dost
  795. dinya dem e, gav petêx e gav lem e
  796. dinya xan e, bazirgan bar dike û xan dimîne li şûnê wane
  797. diran bi êş, derman kêş
  798. dirêj nezane kinik ê awane orte-qalib baş-bîlane melhema dilan e dermanê derd û kulan e
  799. direw (derew) li biyaniyê, pesin li pîriyê
  800. dîtina çavan qinyata dila ne
  801. dîwana keremirov têde nebin, bê xêre
  802. dîwar ê hilweşê, toz ê hilkişê
  803. dîwarê li ser cemedê ye
  804. dîwarê xilxilî xwe jê bide alî
  805. dîwaro min ji te re got, bûkê tu guhê xwe bidê yê
  806. dixwazê du çûka bi kevrekî bikuje
  807. dixwazê hêştir bi ûskê avdê
  808. diya zavê lotika hildidê, diya bûkê navika (navkutka) hildidê
  809. diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
  810. diz diz e, çi hêkek çi gamêşek
  811. diz ji malê bê, ga û golik di derî re derdikevin
  812. diz li bazarê li hevketî digerin
  813. diz li şevên reş digere
  814. diz malid padişa jî vedikin
  815. diz xumal e, dergeh-girtinî betal e
  816. dizê malê ji malê be ga di kulekê re derdikeve
  817. dizê nehate girtin şêr e
  818. dizê neyê girtin, sultan e ( qerale )
  819. dizî ji qûçekî, qehpîtî ji ramûsanekî
  820. dizid havînê payîzê bêlî dibin
  821. dohn di serî qirkê da tineyi
  822. dolaba hebîbê necar, xewke wek hercar, şev yek e dergeh hezar
  823. don nekî çirê çire rohnî nade
  824. dorê bide dornasan
  825. dost bi qentara, hesab bi misqala
  826. dost di roja teng de bêlî dibin
  827. dost malê xwe nadin mera, lê riya dirist raberî mera dikin
  828. dost ne dostêd dewata ne, dost dostêd ber derî hepsa ne
  829. dost pîs bê, dijmin ne gerek e
  830. dost wek tebin dujmin ne gerek in
  831. dostê te hingiv bê jî gişî malêse
  832. dostî şahiya ne dost e, dostî tengasiya dost e
  833. dostî wek te mila gur bixwin
  834. dot û firot negîşte xeta cot
  835. du aqil nakevin serîkî
  836. dû bi ser rinda de derê
  837. du gayê yekî hebûn, yek bi zorê dikirin koxê yek bi zorê ji koxê derdixistin
  838. du hêka li hevxe wê yek bişkê
  839. du mar di qulekê de dibin, du mal di malekê de nabin
  840. du miraza bighîne hev, bi hecekê ye
  841. du mişk bi hev re ji qulekê derketin, yekî ji yê dî re got
  842. du parên xizani yê, nezani ye
  843. du peya ji malekê narin dewatekê
  844. du seriyê mezin di biroşekê de nakelin
  845. du seriyê ne wekhev, naçin ser balgîkî tev
  846. du textik û bizmarek
  847. dudiyan got kumî te ne li serî te ye, dêst bavêjê
  848. dudu por dirêj ji yekî ser filûs şê dixwazin
  849. duh ji hêkê derketî, îro dîkaniyê dike
  850. dûma her tiştî heye, dûma zilmê tune ye
  851. dunya bi sebrê çê bûye
  852. dunya bi serî mirî de xira dibê
  853. dunya bi tirra bata kirrîn, kera wê bikiriya
  854. dunya bi umidî ye
  855. dunya çû bi ser nîvro ve, hîn golik bê av e
  856. dunya derewên e, ji kesî re namîne
  857. dunya dûvê berên e kê pê zanî li ber wîn e
  858. dunya ji şêx û feqiya de xiradibê
  859. dunya kê dot kê kirrî û firot
  860. dunya lêhatin e, ne jêhatin e
  861. dunya li serî merî gidî teng e
  862. dunya qenc e ji şêra re, xweş milk e ji mêra re, ava bûye ji xêrê re
  863. dunya sersiya dara ye, ge li vira ye ge li wira ye
  864. dunya wê bi rez bê, dimis wê bi derman bê
  865. dunya xan e û man e, hin çûne û hin mane, ê mayî jî mêvan e
  866. dunya xane, mirov bazirgane
  867. dunya xeyar e, ya bi te ra ye, ya di te ra ye
  868. dûpişk bi yekî vedê, nalikê germ bikin û bi ser din
  869. dûr bigere bi saxbêrî vegere
  870. dûv tê de dikutê
  871. dûvê kerê ye, dilivê lê hilnabê
  872. dûvê kûçik heft salan kirin qêlib ku rastbikin hîn movkek ket ser
  873. dûvî dinê dûvekî dirêj e
  874. dûvî mişk di malê da bi ard nabê
  875. dûvî xwe di tepka de ruqiçandi ye
  876. ê bi birîn xewkir, ê birçî xwe nekir
  877. ê bin sekinî, ê ser ne sekinî
  878. ê birçî çû civatê, ê tazî neçû yê
  879. ê birçî çû dawetê, ê tazi li mal ma
  880. ê çê di me nagere, ê xerab ji me nagere
  881. ê çê me nabîne, ê xerab jî ji me namîne
  882. ê destê wî bilind e, serê wî bilind e
  883. ê devê wî bi şîr şewitî bê, pif dêw dikê
  884. ê diziya hingiv bike wê mêş pêvedin
  885. ê ewîlêd xwe hene bila loma li gidiya nekin û id qîzid xwe hene bila loma li reviya nekenin
  886. ê giya li gazê, ê te li boxazê
  887. ê havînê serê wî keliya, zivistanê qaska wî dikele
  888. ê ji derve hatî yê hindur derkir
  889. ê ji şîr tirsî, pife dêw dike
  890. ê jina xwe berde, li çogên sipî napirse
  891. ê jinê berde li pani yê nanêre
  892. ê ko deva xwedî bike deryê xwe bilind dike
  893. ê ko deveyan bikire divê serdara xaniyê xwe bilind bike
  894. ê ko dipirse ditirse
  895. ê ko gelaciya li ba te bikê, wê gelaciya te jî li ba xelkê bikê
  896. ê ko here nêçîra masiya wê qûna wî şil bibe
  897. ê ko li dawiyê bikenê rast e
  898. ê ko sifra bavê xwe nedîbê lome lê nabin
  899. ê ku bi şora jinê be, wê li sira mirinê be
  900. ê ku guh bide şora jinê, wê bibihîze xebera mirinê
  901. ê ku mir, çavreş dibe
  902. ê kurmi bi ê kêl kenî
  903. ê kuspê dikute bi du qurşa ye, ê ko jê re ha ho dike bi çar qurşa ye
  904. ê lê gerî, tê gerî
  905. ê li hespê xelkê peyaye
  906. ê ma li benda salê, wê li benda mehê jî bimînê
  907. ê mera riswa dike ziman e, ê mera distrîne ziman e
  908. ê ne li mala mera, nizanê rewşa mera
  909. ê pê zanî kuftak xwe hilanî, ê pê nizanî kufta des xwe danî
  910. ê rind vê yar-dost nabin, ê pîs jî vê derd-kul nabin
  911. ê sebirî debirî
  912. ê vî ne bigre, ne berde (pê bawerî nabe)
  913. ê zimanê xwe kurt, ciyê xwe girt
  914. ebemil giş mêr bana, sersipî giş jin bana, dinê xera dibû
  915. ege riyê lawê te derketin, tê riyê xwe berdî
  916. eger hinek mirov ker nebin, wê qîmeta kera zêde bûna
  917. eger mera guh bide xelkê, mera wê rêkê mala xwe şaş bike
  918. eger mera li ber avê çû, mera destê xwe davêje kevzê
  919. eger mirî melûn nebît, qebir lê teng nabît
  920. eger ortaqî rind bûya, wê du mêr bi jinekê bûna
  921. eger te xuliyek li serê xwe kir, qe nebe bila alîyekî porê te biqijile
  922. eger tirî pir bû, li cem rûvî dibe qoriq
  923. eger tu çûyî ciyê biyanî xwe hebis bike wekî şêrê kavilan
  924. eger tu kê xwe bighînê dijminê xwe, ji destê wî re tu xwe nêzîk bike
  925. eger xêr bê welatekî, wê bighêje hemî cihê welat
  926. êgir li ser piştê dade li xwe nanê
  927. êl yaman e lê beg yaman e
  928. elo, birin li qazoqxin, jinê got ê
  929. em dixwin nanê sêlê, mêrik dixwe nanê êlê
  930. em li pey bihna kebaba çûn, em rastî daxdana kera hatin
  931. em ne ji malikêne, lê ji hewalikêne
  932. em xursîne, ji malbatê em tivingcî ne, dwazdeh mal in sêzde risipî ne
  933. em zanin çaço biraziyê axê ye
  934. embarê derda tune ne
  935. êmo ya şikakî rojê bi awakî
  936. ên nuh hatin, ên kevn xelat in
  937. ênişte bi gepirê girt û lênişte
  938. erd birinc be, av rûn be, ko xwedî tine be wê zû xelas be
  939. erdê têr bike, erd xwe dêndar nahêle
  940. erdê têr cot û bidar bike, erdê te têr nan bike
  941. erdê têr tov bike erd wê te têr nan bike
  942. erdî rind nên didê
  943. erdî xwe li ser desta ye, li ku baran barî li wira ye
  944. erê pîr e lê fîstanî xwe bi heft qirma ye
  945. erê, erê ye, na, na ye, erê na, bela ye
  946. ereb û tembûr
  947. eslê jinê jin e
  948. eşq meriyan har û dîn dike
  949. eşqê bor e bor e, ji wî were xelkî kor e
  950. etar çi vê re be wê difroşe
  951. etar helawê xwe naxwe
  952. ev şivana ji vî pezî ra pir e, ev gavana ji vê naxirêra pir e, ev giriya ji vî mirî re pir e
  953. êvara çekirinê qaliqî pîvazê ber derî neçê ye
  954. êvara rijandinê avê germ ko pê serî hatine şuştin berderî neçê ye
  955. evîn derya ye, yê ku bidî nav, diçe av û av
  956. ew çi ye diçînî, şînbibê tê bibînî
  957. ew jî elimî tirrê bin çenga
  958. ew newêre di eyarî xwe de bilve
  959. ewê destê xwe bêxe ber guhê xwe, ew dizane dê çi bêje
  960. ewê ji te dûr dibe, reng bi te sor dibe
  961. ewrê te birûska wî dît jê netirse
  962. ewrî xur-xur pir jê bê carina baran jê nayê
  963. extiyarî dojeha jiyanê ye
  964. eyar di cîyî tenik re qukdibê
  965. eyarê berêz e ne derzî pêkanê ne şûjin
  966. eyb reş e şerm giran e
  967. ez axa tu axa, dewar ma bê gavan
  968. ez axe tu axe kî ê dewêr bajo
  969. ez bê ez tu bê ez wê kî here ber pez
  970. ez berê gul bûm baranê li min kir ez şil bûm
  971. ez bi şev lê digerîm, bi ro bi des min ket
  972. ez çiya tu çiya, kî wê ji golik re here giya
  973. ez çûm bi lez, hatim bi bez
  974. ez dên dikutim, intinî ji te tê
  975. ez dengbêjim, dîloka nabêjim
  976. ez di kefçîk av de difetisim
  977. ez dibêjim bira, tu dibêjî kirîv
  978. ez hêdî diçim bela dighêje min, bi lez diçim ez dighêjim belayê
  979. ez herim ser kaniyê, wê kanî hişk bibê
  980. ez li ezmên li te digerîm, min tu li erdê dîtî
  981. ez mîr, tu mîr kî wê bibe wezîr
  982. ez ne dikim nêçîrê, û ne dihêlim kew biçêrê
  983. ez ne gihîştim te, ezê te bi xwe gînim
  984. ez ne hêja me tenak genim, bi her kesî jî dikenim
  985. ez ne hêştir im ku bi du ciyan şerjêbim (serjêbim)
  986. ez nebûm bûk û li kerê siwar ne hatim
  987. ez pîr-pak jê xelas bûm
  988. ez te dibînim te bi bîra xwe tînim
  989. ez wezîr tu wezîr, kî dibe kizîr
  990. ez zanim û tu zane
  991. êzdî baweriyê bi sûndê tênin
  992. êzdî bê simbêl nabe
  993. êzdî kirasê sipî ye gereke deq lê nekevin
  994. ezê ji kîs xwe nên bixum û aqila bi xelkê dim
  995. ezê pir buxum, zikî kê jî dêşê bila bêşê
  996. ezê te tî bibim ser avê û tî vegerînim
  997. ezmanê birrîbe seriyê vehesayî be
  998. ezmanê dirêj darkûkê serê xwudanî xwe ye
  999. fata por bi rişk e, bi quroşekî paleyê diçinê bi du quroşa quncirka ji xwe jê dike
  1000. fêda gavana, siwarbûna kera ye
  1001. fêda şîrê kêçê li dengizê dibe
  1002. fêdê vî çavî li vî çavî nabe
  1003. fêdê vî destî li vî destî nabe
  1004. felek, hinek qawîna dixwin, hin jî keleka
  1005. feqîr çû diziyê, hêv neçû ava
  1006. feqîr dêst davên şûr
  1007. filakî bi xêr, ji birakî bê xêr çêtir e
  1008. filan kes bînî (wekî) mûyekî ji mêst derket
  1009. filan kes cila şil e
  1010. filan kes çîçeka bervero ye
  1011. filan kes di kevçiyek av de difetisê
  1012. filan kes dipijiqe wek encûrê kera, ( ango gelekî rû thel û tirş e )
  1013. filan kes dûvê qantirê ye ne kindibe ne dirêjdibe
  1014. filan kes ger kumê serê wî kesk bibe jî, şor jê nayên bawerkirin
  1015. filan kes gewriya xwe dûz e
  1016. filan kes gur e ewê diye
  1017. filan kes î bin teştê ye (qird, mar, î ne çê,)
  1018. filan kes ji bizina re çû nêrî
  1019. filan kes kera dixesîne
  1020. filan kes kerê ji bergîra re dikêye
  1021. filan kes kerrika dicû ( şorêd boş dikê )
  1022. filan kes kevrê binê bîrê ye
  1023. filan kes kevrî hewre ye çîk nade
  1024. filan kes kîrê adem e
  1025. filan kes kora difetsîne ( qoneke )
  1026. filan kes lingekî xwe li wê dinê ye, yekî li vê dinê ye ( bi awakî nêzîkê mirinê bû ye )
  1027. filan kes manga bi ga ye
  1028. filan kes marê bin zik-zer e
  1029. filan kes mirîşka gêj e
  1030. filan kes miya fisine ye
  1031. filan kes ne ji defê re ne ji zurn ê re dibe
  1032. filan kes neynûk tune xwe pê bixwerîne
  1033. filan kes pirr tê difirîne
  1034. filan kes pirrî bi kelema de berdide ( ango dîn e)
  1035. filan kes pisîka dûv bi agir e ( diçe ku wir agir dike)
  1036. filan kes pûş bela dike
  1037. filan kes rêka dipîve ( virde wêde digere û kara nake )
  1038. filan kes sepetê xwe sêreke ( bê hiş e, derewîne
  1039. filan kes teniya bi done ( teniyê bi don zû ji mera nare )
  1040. filan kes tiştî nake hewşê (naponije nafikire )
  1041. filan kes wekî kurka tim di ser hêlînê( hêkê )de ye
  1042. filan kesê qey kezeba gur xwariye
  1043. filan kesî
  1044. filan kesî çêlkên xwe xwarine
  1045. filan kesî derpiyê xwe di govendê de naskir
  1046. filan kesî wek tu mûyekî ji nav hêvîr bikşînê ez ji nav çopilmê derxistim
  1047. filan keso bû ye gurê dev bi xwîn
  1048. filan keso çav li roja reşe
  1049. filan keso mêş jê naêşe
  1050. fiqare fiqara bibin, parsekê jê bibin
  1051. firra mirîşka ta enîşka
  1052. firra mirîşkê ta kadînê ye
  1053. fis di nav sisiya de winda dibe
  1054. fis kir gû derket
  1055. fîstanê qîza sor e, çavê xorta kor e
  1056. fîşto qiçik li şûn xwe hîşto
  1057. ga bide gamiriya, jina bide jinmiriya
  1058. ga dimirê çerm dimînê, merî dimirê nav dimînê
  1059. ga diziye dibê
  1060. ga ku mir, gagora pir dibin
  1061. galgala ko ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana
  1062. gava dê bibe damarî, bav dibe filê gavarî
  1063. gava kûçik bezya gur, gur mir
  1064. gava mêvan tên pehra xwe jî bi xwe re tînin
  1065. gava xêr dibare gûyê sêwî ya tê
  1066. gava xwe li gor lingê xwe bavêje
  1067. gava xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li bakeve, ha li bakeve
  1068. gavan bê axe nabe, lê axe jî bê gavan nabe
  1069. gavkirinê di ser landikê ku zarok tê da xewkirî ra ne çê ye
  1070. gawir li hember zulmê misilman dibin
  1071. gawirî qert misilman na be
  1072. gawir-misilman jina didin hev
  1073. gayê bor re, fîtek mane ye
  1074. gayê dîn tim gulike, mêrê dîn tim zaroke
  1075. gayê enî beş e
  1076. gayê enî beş e, kuda herê nav li dû duxuşe
  1077. gayê qut e, ne mêşa li ser xwe kiş dikê û ne jî li ser hevala
  1078. gayê sor sorîtiya xwe bernade
  1079. gayê zexel e, timî li mexel e
  1080. gayên qelp nîran dişkînin
  1081. gayî kor li şûn afira dimînê
  1082. gayî pîr, di nav cwanega da, ji tirsê qûnê xwe ra boxaniyê dikê
  1083. gaz gaza te ye, caw cawê te ye
  1084. gazid bilind bê ba nabin
  1085. gazinid bûkê ji xwasiyê ne
  1086. gaziya dû siwaran, naghîje xweyê xwe
  1087. gelekî ne şêrîn be, tu wê li dilê hevalên xwe xînê
  1088. geliyid kûr bê av nabin
  1089. genimê yekî dişewite, ê fuqare got
  1090. ger bi kesî nikane, bila li te neqewime
  1091. ger bi sertiya biba heso wê aş bigeranda
  1092. ger bi şuştinê sipî biba masiyê sipî biba
  1093. ger bi xewê biba kêsefis ê maleka xwe çê kira
  1094. ger bi xewê tiştek bi serketa kûsiyê bi serxista
  1095. ger bidarî te kete çêle, buxwe û meçîne
  1096. ger bulxurî te kêmbê hinekî jê bifroşe û pê rûn bikire
  1097. ger bûm xwarina cinawira, bila şêr min bixwin ne rovî
  1098. ger cixarê tê bi alîkî şewitî, wer zanibe çûndinê rêyekê li ber te ye
  1099. ger dev ne devê te ye, çima tu deyn dikê
  1100. ger di çûkayî de li zarokên xwe nexî, tê bi mezinî li kabokên xwe xî
  1101. ger di riya avê de dişkê, pêlên mayî ji yên bihorî bêtir in
  1102. ger dostî te dimis bê jî gişî melêse
  1103. ger êrganbê mîre, bi jinbê wezîre, bavbê kizîre
  1104. ger gir bibên em çiyan e, wê golik jî bibên em gan e
  1105. ger goşt girane, nexwarin erzane
  1106. ger hat hê hê ke ger çû di pê ke
  1107. ger hate ber tu bide der, û ger hate der tu bide ber
  1108. ger hate ber, dest bide ser
  1109. ger ji malê pir, hate ser kavirê kur ew jî ne lazim e
  1110. ger kanî sêlî bûn, cok jî wê sêlî bin
  1111. ger keç çûn mala mêrê xwe, mila ji bîrbikin xesyeta mala bavê xwe
  1112. ger ker heşimî, ji hespa bezotir dibin
  1113. ger li deriya nexê derî venabê
  1114. ger mezin di mala de tine bin, kevrekî mezin wînin û di malê de dînin
  1115. ger mî ket deve di zikke ranabê deve bikevê miyê di zikke deveyê rabê
  1116. ger mirov li masiya bêt, qûna mirovî dê terr bît
  1117. ger mirov xirapa nebîne, başa bi bîr nayîne
  1118. ger ne fen e, ev çi ben e
  1119. ger nebî kûçik, peran naxî hûçik
  1120. ger pisîkê mişkekî xwe girt bêjinê pisîka me şêrekî xwe girtî ji bo dranê pisîkê netevizin
  1121. ger qadî nebin, kumî xwe bike qadî
  1122. ger rabûnek miriyan heba, wê bi şuştinê rabana
  1123. ger rûmetî di mûyan de bûya, wê bizin hilfiriyana asmana
  1124. ger sêwiya xêr bidîta roja îdê zik nedêşan
  1125. ger simêlê lawa biderketin gerek bav simêlê xwe kur kin
  1126. ger te derbek danî, zerbekê nebîne
  1127. ger te fîlerê xwe êxistin û li hev siwar bûn, wer zanibe çûndinê rêyekê li ber te ye
  1128. ger tê xweliyê li xwe bikî, bila xweliyek germ be
  1129. ger tu çû mêvantiya gura, kûçkê xwe bi xwe re bibe
  1130. ger tu dizbî, şevên reş gelekin
  1131. ger tu pera li erdê bibînê jî bijmêre
  1132. ger tu yekî di xewnê da bibînê, balgiyî xwe wergerîn, wê ew jî te di xewnê da bibînê
  1133. ger xwedê da, kes nikanê bistînê
  1134. gere çar lîtir qûna mere hebe, mera karibe bi çar qurişa tê de cî bide
  1135. gereke lîwanê devî meriyan hebê, ji bo her şorekê nekê
  1136. gereke mirov dost û dijminî xwe li serhev derkê
  1137. gereke mirov şa nebê bi malê gir û hûr û ne bi gerdenê stûr
  1138. gêrik per didin mirinê wan tê
  1139. gêrik per didin, dimirin
  1140. geriye diriye
  1141. germ e, cil şerm e; sar e, cil yar e
  1142. gêrmiya kundir e, ji qe çêtir e
  1143. gêrmiya xwe kiriye, û kefçiyê xwe pê hilpesartiye
  1144. gêrre bi golkan nabe
  1145. gi bi nirînê têr bixara kûçka wê têr bixara
  1146. gi di ber dimsî pêximber ra derbasbê wê bêçiyê xwe vêxê
  1147. gi ne ji fesada ba, roviyê li çarşiya bigeriya
  1148. gi ne ji milawisa bê gur û mi wê bi hevra biçerin
  1149. gi te pişt xar kir, êd kevra di ser te kin pir in
  1150. gi werê qerezê, ti kes nikanê bi derbo re bibezê
  1151. gilgil ne ti ware lê jê bêtir nîne
  1152. gîsnî bi kar ne yê, zingar digre
  1153. giya li ser kokê xwe şîn dibê
  1154. giyayê qeraca, malê muhtaca
  1155. giyayî hewşê tehl e
  1156. goçero, bide awê xwe yî berê
  1157. golkê bi du-sê makan carina birçî jî dimînê
  1158. golkek navî naxirekê pîs dikê
  1159. goreyî rû şeqamê lêde
  1160. goşt bi kutanê pir nabê
  1161. goştê xwe nespêre kidika
  1162. goştî belaş nabe şîv
  1163. goştî destid xwe buxe, malî sêwiya mexe
  1164. goştî diziyê naxwê, lê nanî xwe bi avşorkê goşt duxwê
  1165. gotin em te têxin cinetê, got, roj ne xweş e
  1166. gotin feqîro! çima xizanî, got, ji nezanî
  1167. gotin jojî, were ser xelîçê, go, bi girnîş e
  1168. gotin kerengo ciyê te li ku ye, got, ba zanê baran zanê
  1169. gotin kitkê gû yê te derman e, rabû rît û ax rada ser
  1170. gotin koro te çi divê, got, çavek
  1171. gotin koro tu li çi digerê, got
  1172. gotin kûçik
  1173. gotin orispiyê çima avis nabî got, yek çê dike deh xira dikin
  1174. gotin pisiyê
  1175. gotin qantirê
  1176. gotin tu ji kuderê ye, got
  1177. gotin, heye zêr e, gotin jî heye zêhêr e
  1178. gotina bikeve nav du lêvan, dikeve nava du gundan
  1179. gotina jinê, dawiya dinê
  1180. gotina paşî berî ya pêşî nebêje
  1181. gotina rast bi mirov ne xwaş tê
  1182. gotina xweş mara ji qulê derdixe
  1183. gotine kerê, ka em te bibin cinetê, got
  1184. gotinê pêşî bibêje paşê bêje
  1185. gotinê tu ji ku ye, go, dera ku min jin jê ani ye
  1186. gotinên êvara dikevin qulê diwara
  1187. gotinên mezina nexşêt berî ne
  1188. gotinên mezinan, nexşê ser keviran
  1189. govenda mişkan di mala feqîran de ye
  1190. guh didim ê bilor e, deng tê ji kûr e, pez birçiye li bûr e, ro bilind e av dûr e
  1191. guhê zaroka bêşin, dûyî cixarê hûfêkin yan jî bin guh bi derzîkê dax din êşê jê here
  1192. guhekî xwe bi bêjing ke, yekî bi serrad ke
  1193. gul be gula biharê li bin darê çinarê
  1194. gul bê istirî nabin, rind bê kêmasî nabin
  1195. gul bê qisûr nabin
  1196. gul ew gul bû, baran jî lê hat şil bû
  1197. gul hene gula winda dikin, kulin jî hene kula winda dikin
  1198. gul jî bi istirî ne
  1199. gul jî di zibil de şîn dibin
  1200. gul li gulê dinêre, sor dibe
  1201. gula govenda, bûk e
  1202. gula ku her kes bênke, bên tê de namîne
  1203. gulan e, dew li ba hemiyan e
  1204. gulek biharê nîn e, lê nîşana biharê ye
  1205. gund bê rez, kon bê pez nabe
  1206. gunehkar ziman kinin
  1207. gur be bila gur te nexwin
  1208. gur berî bighê nav pêz, devî xwe ji hev dikê
  1209. gur bi du pariya namire ( gavê kesek jinan bike didu vê gotoinê dibêje )
  1210. gur dikujin, qijak dixun
  1211. gur girtin şîret kirin, got
  1212. gur hat diyara, wey li sêfîl û jara
  1213. gur ji gazîna bitirsiya, qe li çiyê ne dima
  1214. gur ji nêza nikanî hilkişya çîyê, digotin, hincî zik dagirtiye
  1215. gur kal dibin rovî bi wan dilîze
  1216. gur ku dikeve nav keriya, ji kêfa re dev tê girtin
  1217. gur li dû parî nerm digerê
  1218. gur li ku be gurîtiya xwe dike
  1219. gur newêrin li dû hev bimeşin
  1220. gur oxir e, nebînî çêtir e
  1221. gur pîr bibê dibê qeşmerê roviya
  1222. gur pîr bûn, dibin qeşmerên cewrika
  1223. gur tê pêz, ekê ( gû ) kûçik tê
  1224. gur tê pêz, kûçkî pîs xwe li xewi dinê
  1225. gur û serçe kedî nabin
  1226. guran xwariye hirç mane
  1227. gurê di bin kevilê mî yê de ye
  1228. guyê (gûyê) mişkan di qulikên dîwaran de pir in
  1229. ha çoyê şivên ha qoçêd berên
  1230. ha diranê kûçik, ha eyarê berêz
  1231. ha ji dest ha ji zend
  1232. ha şoreka xwe kirî, ha tire ka xwe kirî
  1233. ha te kir hûr, ha te kir tûr
  1234. hahekirin heye ga kedî dikê, hahekirin heye ga tor dikê
  1235. hat ji welêt, bû xudanê ferêt
  1236. hat ko poz paşkê çav kor kirin
  1237. hate ciyê min, rabû li riwê min
  1238. hatin ji çol û çolistana, bûn xwediyê dar û daristana
  1239. hatin nav me bûn xwediyê me
  1240. havîn çû kerasê fiqara da dû
  1241. havîn kirasê xezanane
  1242. hebê şilik û milik, nebê keser û kulik
  1243. heblûr li yekî werin, li ber hêvê panzdeşevî bi sibirgê rêşke wê heblûr biweşin
  1244. hebûn mera dike axa û xatûn
  1245. hebûna îsê min hebe, wê pir hinga (tona) bike
  1246. hebûnê xatûnê, tinebûnê teleqûnê ,,
  1247. hecî heciya dibînin li mekê, sofî sofiya dibînin li tekê, bênamûs bênamûsa dibînin li ekê
  1248. heçî biçe masiyan dê qûna wî şil bibe
  1249. heçî bixwazê mala xwe bê west xirabikê, mila du jina bînê
  1250. heçî kirrî û firot dinya ji xwe ra dot
  1251. heçî li ser sê singa bilîze, dê yek biçe têde
  1252. heçî neke xeberên mezinan, wê pêve bê du şaxên bizinan
  1253. hêdî tif bikî, wê li rû yê te bikeve
  1254. hefsarî şora tine ye, te bi kude bada wê wirde herê
  1255. heft avjenî kera hene dikevin avê her hefan jî ji bîrdikin
  1256. heft birçî heft dev vekirî
  1257. heft hevling ketin bin bêjingikê û gotin
  1258. heft hevling li ser doşekikê rûniştin û gotin
  1259. heft kirîf bi gopalekî, heft mal bi arvanekî
  1260. heft kirîf li barekî hatin hev ku barkin hîn gotin
  1261. heft kulam hurçê hene, hemî li ser hulyan e
  1262. heft mêr kirin û ji derdî mêran re jî xeyaran dalêsê
  1263. heft pişt girêdayî ji yekî pişt vekirî ra kar dikin
  1264. heft soberiyê kerê hene, dikeve avê ji bîr dike
  1265. heftê û du derd ji sermê ne û derdek ji germê ye
  1266. heger nekewîne, ne xo ye
  1267. heger virr bin mila pirr bin
  1268. hêk bi tirra naqewirin
  1269. heke mirov ji rezekî tiri xwaribe, nabe pişta xwe bidê yê
  1270. heke te bivî tu hebî tê nebî, heke te bivî tu nebî tê hebî
  1271. heke tu gul nebû, strî nebe
  1272. hêkerûn nebû mila cilbir bê
  1273. hele bila dar bikefê, ka berî ku da
  1274. helhela gavana siwariya kera ne
  1275. hemî ewr baranê nînin
  1276. hemî keran bi şivekê ne ajo
  1277. hemî tişt li bendê demê ye, lê dem ne li bendê tiştiye
  1278. hemû hevrazan, deberjêrekî wan heye
  1279. hemû mêr nabin şêr
  1280. hemû teyr nêçîrê nakin
  1281. hên av dûre, xwe hilmemale
  1282. henek dibin genek
  1283. henekên wî henekê hirçê ne
  1284. heps ciyê mêran e
  1285. heqê dê weke heqê xwedê ye
  1286. heqî ji des neheqiyê zarezar e
  1287. her biznek li karê xwe dibanê
  1288. her carê kûçikek birewê tu kevrekî bavê yê, kevir namîn in
  1289. her çavbelekek çavreşek li dû ye
  1290. her darek bi berî xwe tê naskirin
  1291. her dîkek li ser sergo yê xwe qî dikê
  1292. her dîkek şahê pînka xwe ye
  1293. her gelîkî dengek jê tê, her gulekê bihnek jê tê
  1294. her gulekê bênek xwe heye
  1295. her gulîsorek çavreşek li dûv heye
  1296. her gulîsorek simêlzerek li bendê ye
  1297. her kaşekî kûşekî xwe heye
  1298. her kehrek derê bin dêkê xwe
  1299. her kes bi gazê xwe caw dipîvê
  1300. her kes bi xwe qayîl e
  1301. her kes bi xwe û bi dilê xwe şaye
  1302. her kes dibê ez lawê bavê xwe me
  1303. her kes dînên bê cil nasdike, esil ewe dîn bên naskirin bi cilan ve
  1304. her kes ji xwe razi ye, çi kizîr e çi qazi ye
  1305. her kes li mala xwe qeral e
  1306. her kes orxanê ber xwe dikşînê
  1307. her kes têvr berve xwe lêdixe
  1308. her kes û riya pêşi ya xwe
  1309. her kes xazi ya wî di devê wî de şêrîne
  1310. her kevrek li ciyî xwe giran e
  1311. her kilîtek ji derîkî ra ye
  1312. her malek dînekî çêdikê
  1313. her nêr li mê sware, tenê gotina mê li ya nêr sware
  1314. her qubakê ku sipî kir ne mizgeft e
  1315. her rojekê padişakî xwe heye
  1316. her sebrekê xêrek vê re ye
  1317. her serîkî aqilek tê de ye
  1318. her şevek avisa roja xwe ye
  1319. her teyrek bi refê xwere difire
  1320. her tişt bi demê ra mezin dibê, tenê xêlibûn bi demê ra biçûk dibê
  1321. her tişt di destê hosta yê xwe de başe
  1322. her tişt di destê xwedê de ye, lê dewê malê di destê pîra de ye
  1323. her tişt di wextê xwe de xweşe
  1324. her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete
  1325. her tişt li demê dinêre, dem li tiştekî nanêre
  1326. her tiştî zani be, lê her tiştî meke
  1327. herçî jar e, li havînê jî sar e
  1328. herçî li ser du singa bilîzê, rojekê singekê di kûnê ve herê
  1329. herdu dizê qulekê ne
  1330. herdu ling kirin solekê
  1331. here ba wî kesî yê te bigrîne, nere ba wî yê te bikenîne
  1332. here mêvaniya li nav neyaran, lê bê çek neçe
  1333. herin şênahiya, pirskin ji zarokan
  1334. herkes hesinkerê bextiyariya xwe ye
  1335. herkes mêrê roja xwe ye
  1336. herkes xwe li ronahiyê digre
  1337. hêrsê te li tersê te
  1338. hesîl xiranabe, hingiv genî nabe
  1339. hesin hesin dibire
  1340. hesin ji hesinkera nayê kirîn
  1341. heskoyê got
  1342. hesp bi hev dikevin, ker û golik di navda diçin
  1343. hesp dibezin siwar xwe dipesinin
  1344. hesp heye meydan tuneye, meydan heye hesp tune ye
  1345. hesp qevda şûr e , kî bi serket ma ji wî re
  1346. hesp û qantir li hev dixin, ker li ber lingên wan diçin
  1347. hespan gem û hefsar, mêran bext û qerar
  1348. hespê her kesî li gorî bextê wî dimeşe
  1349. hespê nêr ji simê xwe şerm nake
  1350. hespekî ji cîranê xwe re bixweze, da xwedê kerekî bide te
  1351. hespî çê ji siwêr e
  1352. hespî çê xwedanê xwe li rêka nahêle
  1353. hespî kihêl zengiya nagînê xwe
  1354. hespî xwe rind girêd û kumî xwe li yanxe
  1355. hestî ji kûçka nayên standin
  1356. hestiyê bê minet, çêtire ji goştê bi minet
  1357. hestiyê zimên nîn e
  1358. hestiyên me têre kûçkên me nakin
  1359. hêstiyid çavid yekî bikevin, hestîk di şiketê dêv da heye wî hestî bi jor da têvedin, ê çê bibê
  1360. hêştir bimexelê, wê ciyî xwe bigrê
  1361. hêştir birçî bû, ji hewatî xwe duxwê
  1362. hêştir çiqa bi borborkê, ewqas bar lê giran dibê
  1363. hêştir çiqas mezine zarokek sêri dikşînê
  1364. hêştir çiqasî girse, gurê xwe yekî biçûke
  1365. hêştir ji hev dûr diçêrin lê guhên xwe li ser hevin
  1366. hêştir radibin hev, hêstir û ker di bin lingê wan de diçin
  1367. hêştirek bi heft cenicilûka nabê
  1368. heta aqilê paşî hat, ê pêşî çû
  1369. heta barê qantirê giran nebe nizanê ker bavê wî ye
  1370. heta cû rast nebe, av nayê berdan
  1371. heta genim firîk e, mele şirîk e
  1372. heta hate ser hev, dawet çû ji ber hev
  1373. heta mar rast nebî naçe qulê
  1374. heta mi xwe naskir, mal li xwe xelaskir
  1375. heta pexîl hebin, miflis namirin
  1376. heta rûvî xwe îsbat bike, postê here çarşiyê
  1377. heta serî sax dimîne, qûn ecêba dibîne
  1378. heta te dêrek ava kir, te mizgeftek xira kir
  1379. heta tu ber piyê xwe nebînî gava xwe ne avêje
  1380. hev şivana ji vî pezî ra pir e, hev gavana ji vê naxurê ra pirtir e
  1381. heval hene yên rojên xweşin heval hene yên rojên reşin
  1382. hevalê qirikê her nikilgû ye
  1383. hevalê rê, birayê ji dê
  1384. hevîr tirş nebû ye, tenûr dada ye
  1385. hêviya dera, xuliya li sera
  1386. hevraz bê berjêr nabin
  1387. hevrîşim bi biha yê xwe, hirî bi biha yê xwe
  1388. heware, avê ez bi lêde birim, û ez ji tîna mirim
  1389. heya heye şilik û milik, gava nema keder û kulik
  1390. heya serî mera li darheda nekevê mera baqil nabê
  1391. heya tu li karê xwe nepirsê, kes li te napirsê
  1392. heye li derî bizire wekî kerî, ê bên digîne me xweş xeberî
  1393. heye terk, nîne berk
  1394. heyfa bizina kol ji ya bi qoç re namînê
  1395. heyfa hêverûnê şevreş li dû ye, heyfa buharê havîn li dû ye, heyfa ciwaniyê pîrbûn li dû ye
  1396. heyfa miya kol ji miya kel re namînê
  1397. heyfa serê ko çû
  1398. heyfa taveheyvê, tarî li pê ye
  1399. hezar bavê çê, esil şîrê dê
  1400. hezar bizin di sersiyî darekê de dimexelin
  1401. hezar carî bipîve, carekê bibirre
  1402. hezar dot, hezar firot, neghîşte xeta cot
  1403. hezar û yek çîrokê hirçê hene, hemû li ser hulmê ne
  1404. hildidim mildidim çava kil didim
  1405. him ji dêrê bû him ji mizgeftê
  1406. him serê xwe dişkîne, him xercê xwe dide
  1407. himhima şêx ji bo kevçîk rûne
  1408. hin ê bistrên, hin ê tewkin
  1409. hîn gi serî mirîşkê di pînkê da ye, bihêle dîk bikopisînê
  1410. hîn hêlîn (hêk) bi poz va ye dixazê mêraniyê bikê
  1411. hîn marî biçûk e, sêri biceliqîne
  1412. hin nekin, hin naxwin
  1413. hîn nexwariye, xwedê spas kiriye
  1414. hîn şîvê te di tewikê da ye, haj xwe hebe
  1415. hina tepir îçi tiji şekir, hina belan îçi tiji qitran
  1416. hindik bixwe, hindik xeber bide, hindik raze
  1417. hîngî dev li dêv hatiye, çêke
  1418. hingî ez singekî dikutim, tu çelteyekê pêvedikî
  1419. hingivê te nebê, mêş li te nacivin
  1420. hirç bi mezini honabê reqasê
  1421. hirç diye, li dû şopê diçe
  1422. hirç reqisî ker fetisî
  1423. hirç û bilûr, ereb û tenbûr
  1424. hirç û govend kê dîtiye
  1425. hirç û qûn şuştin
  1426. hirça birçî nareqisê
  1427. hirçekê tûyek xwarî
  1428. hirî li ser pişta miyê nayê firotin
  1429. hirmiyid tevî baş hirç dixwin
  1430. hisqînkid kesekî hilên bila heft gulp av vexwê wê biskinin
  1431. ho derê li ho dinê, mêş derê li gû dinê
  1432. hohoke karê bavok e
  1433. hov ji bo xwarinê, mirov ji bo avakirinê
  1434. hukumdar bibe pir, di ser ra derbaz nebe
  1435. hûr bajo kûr bajo pir bajo ga mêşîn
  1436. î ço ya dixwê û î dijmêrê ne wek hev in
  1437. î çova dixwe, ne wek î dijmêrê ye
  1438. î dest bi gû bi î dest bi herî dikene
  1439. î gur di zik da ye
  1440. î ko di govendê kefê wê xwe bihejînê
  1441. î ku bixwazê rûyek reş e, î ku nedê herdu rû reş in
  1442. î ku buxwazê hingivî kewarê buxwe, ê pêvedanê mêşa tehmil kê
  1443. î ku dest û pê yid mera bikin, dê û bavid mera nakin
  1444. î ku dînek ji xwe ra zanê heft baqil jê re nizanin
  1445. î ku fedî bikê, qiçkid xwe nabin
  1446. î ku herê navbera, ê hesabî serşikandinê xwe bike
  1447. î ku herê nêçîrê masiya, ê xwe bidê nav qûntaziya
  1448. î ku ho bû goştî beraza, nikanê dev jê berdê
  1449. î ku ji malê xwe de ne têr be, li malê xelkê têr nabe
  1450. î ku jinek kanê bikê, êlek nikanê bikê
  1451. î ku li bendê şîvê cîrana bê, carina birçî xew dikê
  1452. î me bi reng û penge î xelkê bê hus û denge
  1453. îhîna hesp ji bin gunê ga ye
  1454. înan nedikir bi destkevê ,bi desket û go
  1455. îne, mela dîne
  1456. însanê bê esas, ne dibe tevir ne dibe das
  1457. îro derzîk dizî, siba wê deve bidizê
  1458. îro heye, siba tineye
  1459. îro nebû mila siba bê
  1460. îş nabin xewn
  1461. îşî ber lingî xwe, mebe ser serî xwe
  1462. îşî ko bi stûyî te de neketî xwe çemekê
  1463. îşî ku bûye jê metirse, ji yê ku ne bûye bitirse
  1464. îşî xwe tiriyê
  1465. jana her pênc tilyan jî yek e
  1466. jehr ji çêliyên mara qutnabe
  1467. jehra marî ji marî naçe
  1468. ji ava bêdeng dikşê bitirse
  1469. ji avê çelq metirse, ji ya meyî bitirse
  1470. ji biznekê du eyar çê nabin
  1471. ji bo xatira mera derê ser dînî gawira
  1472. ji bo xatirî çavekî hezar çav tê xwedîkirin
  1473. ji bo xudana mera kêvir navê kûçika
  1474. ji cîrana mera hodibê îzana
  1475. ji dehan nebû, bila ji nehan bê
  1476. ji delava ket çirava
  1477. ji derd û kula dengbêje
  1478. ji derdê xuhê dil ket birê
  1479. ji dijminî xwe yî dijmin metirse, ji dostî xwe yî dijmin bitirse
  1480. ji dûr nagihê ber ûr
  1481. ji eşqa re ling nagînin erdê
  1482. ji eşqa re tirr bi dawê nakevê
  1483. ji heft salan salek sala seyan e
  1484. ji heft xêra xêrek nema
  1485. ji hemo fermanan re serê xwe berjêr bikî, tê bibî kole
  1486. ji hesinê xirap şûrê baş çê nabe
  1487. ji hêsp peya bû li kerê sîwar bû
  1488. ji hêştir ketiye û ji hop-hopê xwe namînê
  1489. ji hêştir pirs kirin
  1490. ji hêştirekî guhekî dide
  1491. ji jêketiya metirse ji nûvêketiya bitirse
  1492. ji kaniyê bibe kanî bi şîr e
  1493. ji kar netirse mila kar ji te bitirse
  1494. ji kera re kerbeş, ji hespa re ceyê reş
  1495. ji kera re tim li daholê de ker çi zanê dahol çiye
  1496. ji kerê yi gi manker horiye
  1497. ji kesê diz ve, xelk giş diz e
  1498. ji kêw pirskirin kuder bi te xwaşe got
  1499. ji kirinên şêx û melayan, dîsa rehmet li cahîlan
  1500. ji koran re bihayê mûma xem nake
  1501. ji mala xwe têr nane, ji mêrê xwe têr gane
  1502. ji maran tazîtir e û ji guran birçîtir e
  1503. ji melê bangdane
  1504. ji mêra nav dimîne, ji gayan çerm dimîne
  1505. ji min bereket
  1506. ji minê, li minê çetintire
  1507. ji neçari mera goştî dîka dixwe
  1508. ji neçarî mera li cem xatûna xew dike
  1509. ji nedîtî re kurek bû, anî kîrê wî jê kir
  1510. ji nîskê dike gîsk
  1511. ji qelemî mêrik zêhêr dibarê
  1512. ji qûna mera pîstir tune ye, ji mera nabe
  1513. ji revê em naghên lêxistinê
  1514. ji rinda ve xelk gî rinde û ji pîsa ve xelk gî pîse
  1515. ji riya kir di simêla da
  1516. ji roviyekî du post dernakevin
  1517. ji sipi rişka xelas bû, yan jî dibên xelas kir
  1518. ji te ye ko meraş gund e
  1519. ji xelkê re mirîşk e, ji min re dîk e
  1520. ji xelkê re pispore, ji xwe re kor e
  1521. ji xudan esla bipirsin, ji bêeslan bitirsin
  1522. ji xuşxuşa gêj bûm, ji tîna lal bûm
  1523. ji xwe re masîgir e, ji xelkêre kûsîgire
  1524. ji ya qelsemêran ve laşê egîd û pehlewanan na êşe
  1525. jin bi maçkirinikê kûnde nabin
  1526. jin bi porê xwe rind e
  1527. jin bi xeftana, mêr bi qapana
  1528. jin bixwaze, mêrê xwe dike wezîr jî, dike rezîl jî
  1529. jin di ser jina ra hene, jin dikarê rûyê mêrê xwe sipî bikê, û jin heye karê rû yê mêrê xwe reş bikê
  1530. jin dibêjin
  1531. jin dil bikê, wê dîwara qul bikê
  1532. jin dîwarê hundir in, mêr dîwarê derva ne
  1533. jin gî ne jin in û mêr gî ne mêr in
  1534. jin giş ne jin in, destar jî qul in
  1535. jin gol e, mêr çem e
  1536. jin heye gula mêrê xwe ye û jin heye kula mêrê xwe ye
  1537. jin him gul in, û him kul in
  1538. jin hin jinin hin janin
  1539. jin jî hene, jan jî hene, melhema dilan jî hene
  1540. jin jî hene, jinkok jî hene
  1541. jin jin bê, bira li ber du dara bê
  1542. jin kanin rû yê mêrê xwe sipî jî bikin û kanin reş jî bikin
  1543. jin kaniya jînê ye, mêr agirê tinê ye
  1544. jin kela mêran e, jin dayîka şêran e
  1545. jin kela mêran e, û mêr hene karê wan rev û bazdane
  1546. jin keleh e mêr girti ye
  1547. jin mêra hiltînin jî, datînin jî
  1548. jin roniya malane mêr stûnê malan e
  1549. jin ya bi axê disitirin, ya bi mêra
  1550. jin yek e, malê seke zebeş ji çiwêl dibarin
  1551. jina baş şûrê pişta mêran e
  1552. jina bidin jinmiriya, kera bidin kermiriya
  1553. jina bira eyarê serê min gura, kir tûtik (pîk) heft sala têde stra
  1554. jina çê hêjayê hemo dinê ye
  1555. jina çê hêjayî gundekî, mêrê pîs bi dûvî kundekî
  1556. jina çê mirov dike wezîr, jina xirap mirov dike rezîl
  1557. jina ne delal çavê mirov dêşîne, jina delal dilê mirov dêşîn e
  1558. jina pîs kul û derd e
  1559. jina pîs mêrê baş pîsdike, jina baş mêrê pîs başdike
  1560. jina rind bi êlekê, jina pîs bi sêlekê
  1561. jina rind buhara mêrê xwe ye
  1562. jina zû razê, mêrê xwe zû pîr dike
  1563. jinê bi namûs di nav komek leşker ra derbas bê jî, eniyê xwe hilmiştî ye
  1564. jinê çê ji mêr e
  1565. jinê rind taca serî mêrî xwe ye
  1566. jinê te rind bê, mere dewata; jinê te pîs bê, mere ser miriya
  1567. jinê û mêr şer kir, nezana bawer kir
  1568. jinid pîs çavid mera dêşînin, jinid rind dilî mera dêşînin
  1569. jinka bê xwedî ji kesî nakê fedî
  1570. jinka têr ji xwediya nakê fedî
  1571. jintî bi hev re başbin, bira wê ne şaşbin
  1572. jûjî destê xwe dide istiriyê xwe dibêje
  1573. ka kî berx e kî beran e
  1574. kalbûnî çekek e çerxûte ye
  1575. kalê bi yar, havîna du bihar, pîra guh bi guhar
  1576. kalê eceman li ber bostanan, kalê kurdan li ber berxan in
  1577. kalê ji bênefsî, pîrê ji bêkesî, yek bi ê dî pirsî
  1578. kalkî bavên xweşiya, xortkî bavên reşiya
  1579. kanê di kevçîk av da avjeniyê bikê
  1580. kanê heft gunda bi barkirin bidê û li gundî heştê jî rûnê
  1581. kanê heft roj heft şeva di aşekî xirabe da xewkê
  1582. kanê heft rojan di aşekî xirabe de xewkê
  1583. kanê heft şîva di biroşekê da bikê û yek bi yekê de venedê
  1584. kanê li ser heft kêndira bilîzê
  1585. kanê xwe di qulê derziyê ra derbaz kê
  1586. kanî ji serî ve şêlî dibe
  1587. kar di kirrînê da ye
  1588. kar ker e, te ajot ê here, te najot nare
  1589. kar şêre, te dest avêtê dibe rovî
  1590. kar û zirar bira ne
  1591. kara bike lê tînê nede xwe
  1592. kara necara, qoşilê ( qaşil ) dara
  1593. karê demekê, çêtire ji axiftina salekê
  1594. karê fate tîzê ye, bi perakî pehlê diçinê, bi du pera quncirka ji xwe jê dike
  1595. karê gavkî, xemên salkî
  1596. karê karkera, namûsa xatûna
  1597. karê mehmûdê kinê li bin konê ereba çi ye
  1598. karê mêra tevr û bêr e, xemla jina zîv û zêr e
  1599. karê ne ji mi re, ba yê wê di ser mi re
  1600. karî (kehr) pîs te kir nêri, wê hilpekê diya xwe
  1601. karker hezar in, serok yek e
  1602. karkirê karî xwe be, şêrînê hevalî xwe be
  1603. karkirin xweşî û dewlet e, nekirin xizanî û zehmet e
  1604. karzanîn, bazingê zêrîn
  1605. kaya havînê bavêj kadînê
  1606. kaya kadîna, golik radikin
  1607. kê golik berda, ewê girêdê
  1608. kê kire kê, jê re ma
  1609. kê tişt ji meriyê xwe xwast, bila di tûrî paçî de bixwazê
  1610. kebanî êjdil li ber darî dergûşê xiya dikê
  1611. kebanî, bi heyk meyka mala xwe zanî
  1612. kebeniya zexel nanê wê xav e, û bêbextî takî zirav e
  1613. keça bê bav û dê, êvarê diçe sibê tê
  1614. keça çê rûsipîti ya bavê ye
  1615. keça malê bi rûmet e, karê wê bi minet e
  1616. keça mîra, bi qelenê gavana nayê
  1617. keça nexwende gulek vê bîn e
  1618. keçel dermana naskê, wê li xwe bikê
  1619. keçel hekîm bûya wê dermanek ji serê xwe re bidîta
  1620. keçel ji serkukirinê natirsin, ji şorafkê paşi ditirsin
  1621. keçel mir, gulî mor dibe
  1622. keçên jîr di çinîna tirî de xuya dikin
  1623. keçikê, rû -nermikê, xorta dev xist qirikê
  1624. keda helal dib mû lê naqete, keda heram bibe werîs jî diqete
  1625. kefa dest reşnebe, tamê dev xwaşnabe
  1626. kêl bimirin, dibêjin poreşê min; kor bimrin, dibêjin çavreşê min
  1627. kêl dimrin, temri sor dibin
  1628. kel pel ûrî bel
  1629. kêla min serî xwe şenakê ille bi şeyî mûşkin
  1630. kêlê uziya tiji nabê
  1631. kelex ket, kêr mise dibin ,,
  1632. kêm bêje pir bike
  1633. kenê zehf girî tîne
  1634. kepekê ber ervanî bavkî xwe bixwe ji qawirmê xelkê xweştir e
  1635. ker bi gem û hefsara, mêr bi soz û biryara
  1636. ker bi kerîtiya xwe li ciyê bikevê, carek dî tê ra nare
  1637. ker bi naxirê re ye, pirsê ji şivên dikê
  1638. ker bikevê, ji xwedana xurt tir nînin
  1639. ker dikin, hesp dixun
  1640. ker dimirê kîr namirê, merî dimirê dil namirê
  1641. ker dimre, kîr namre
  1642. kêr giha hestî
  1643. kêr gihişte hêstî, hên tevir î di darê da
  1644. kêr heta tûj dibe, gelek çakûçan dixwe
  1645. ker hinda kirî li kurtên digerê
  1646. kêr ji birînê dertê, lê şopa wê dimîne
  1647. ker ji lêxistinê re, hesp ji bezê re
  1648. ker ket heriyê, ji xwedî pê ve kes ranehişt teriyê
  1649. ker ket kurrê (herî), ji xudî mezintir nîne
  1650. ker ku ji merîyan tune bin, her yek wê were hezarî
  1651. ker li bavê xwe pix kir
  1652. ker li kurtên nîşt
  1653. ker li kurtên nîşt kûr li kût nîşt
  1654. ker nabê qurban, lê perê kerê qurban pê tê kirîn
  1655. ker sibirgêd mlan e
  1656. kera li ba hev girêde, ji hev ho dibin tir-fisa
  1657. kera me miriye, ew jî li av-dewşiyê heyiriye
  1658. kera xwe bi ker da cilika xwe bi serda
  1659. kerê bi perakî, kurriyê bi zaltakî jê dibin
  1660. kerê çibkê bi bêhna gulê
  1661. kerê ku barê mera lê tune be, merî najo
  1662. kerê nemir bihar ê tê, pîrê nemir pincar î tê
  1663. kerê reş dixwe tiştê xweş
  1664. kerê te li ku biwestê, nikanim xanekê li wir ava kim
  1665. kerê xwe bi singekî xurt ve girede, cîranê xwe meke diz
  1666. kerê xwe ji merî şerûd dûr girêde
  1667. kerê yekî tim dizirî mêrik got ê
  1668. kerên guh sist, tirrên şidyayî dikin
  1669. kêrguh jî dibê xwedê, taji jî dibê xwedê
  1670. kêrguh jî dibê xwedê, taji jî dibê xwedê, kîjan bezatir bê ewê bi ser î din dê
  1671. kêrguh rabû, çola ( destav) tajî hat
  1672. kêrhatiyan ji kêrnehatiyan biparêze
  1673. kerî nezirî gi bizirê çare lê nabê
  1674. kerra bi guh neke
  1675. kerriyê ne bes, koriyê da ser
  1676. kes aqilî xwe nadê bi aqilî kesî
  1677. kes bi lingî xwe nare tirbê
  1678. kes bi temaşa nabe paşa
  1679. kes ji nêza re namirê
  1680. kes li ber dara xweziyan rûneniştiye
  1681. kes nabê li ku ye bavê te, tev dibên li ku ye diya te
  1682. kes nabê te çi xwar, giş dibêjin te çi anî
  1683. kes nabêjê dewî min tirş e
  1684. kes newêrê bêjêyê kêlê kêlmêşê
  1685. kes nikanê bêjê yê kemûnê kem
  1686. kes nikane qismetî kesî bibe
  1687. kes ti tiştî bi xwe re nabê tirbê
  1688. kes, bi revê li ber dijminî xwe xelas nabê
  1689. kesê hevalê deveciyan be, derbazê wî mezin dibe
  1690. kesê jinekê bîne, divê an tûrek perê wî an jî barek derewê wî hebe
  1691. kesê kar bike birçî namîne
  1692. kesê ku têkeve dîlanê wê xwe bihejîne
  1693. kesê mirinê dibîne bi nexwaşiyê razî dibe
  1694. kesê ne li malekê, nizanê bi halekê
  1695. kesek jê nemirî guliyid xwe dibirî
  1696. kesek nabê kerî te bi çend pera ye
  1697. kesera giran ji mala zengînan tê der
  1698. kesî fuqare tune ye, ê fuqare li nav gora ne
  1699. kesî ji weqiyê tune ye, giş ji lîtirê ne
  1700. kesî li pê mirî ya mirî tune ye
  1701. kesî qala gurî ne dikir rabû di devê kaniyê de gû kir
  1702. ketî bi xebatê radibe
  1703. ketim otesiya dinê, neketim otesiya mêr û jinê
  1704. kevanî (kebanî) sisê, meşk ma li sêpê
  1705. kevçî kodik li me hişk kirin
  1706. kevçiyê mera tune be, mera bi kevçiyê xelkê têr naxwe
  1707. kevilê bênamûsan fireh e
  1708. kevir ji ciyê xwe tol be, wê bi hezar perçebe
  1709. kevir li heriyê xist
  1710. keviravêjên sêva sor pir dibin
  1711. kevirê kora li binê bîra
  1712. kevirê mezin ne ê nîşanê ye
  1713. kevirê tol bê, ê li ciyî rast bisekinê
  1714. kevn e pîr e, ji gotinan re bîr e
  1715. kevra hilke şûnê bi dar ke
  1716. kevra mîne bîrî diza
  1717. kevrê aşê çiqas giranbe jî, aşvan bi fena xwe wî radike
  1718. kevrê havînê çek bin qulînê
  1719. kevrên mezin bi yên biçûk disekinin
  1720. kevrî giran li ciyî xwe dimînê
  1721. kevrî hewre çîknadê
  1722. kew dijminê serê xwe ye
  1723. kew li rûyê kêw dixwîne
  1724. kezeb çiqa şêrîn be, şîret jê şêrintir e
  1725. kezeb di ser her tiştî ra ye
  1726. kezeb gurê har e
  1727. kezî rewşa qîzan e, simbêl rewşa lawan e
  1728. kî bêjê hirt, tê bêjê zirt
  1729. kî bêjê û bikê mêr e, kî nebêjê û bikê şêr e, kî bêjê û nekê kîrê kêr e
  1730. kî bi lez here wê zû jî biweste
  1731. kî bibê hevalê mirîşkê pozî xwe wê di pîsiyê da bê
  1732. kî bibe hevalê mirîşkê, nikilî xwe ji gû dernakvê
  1733. kî bûk bê mila bûk bê tu her berbûki
  1734. kî çêl şorî bikê wê bibehcê
  1735. kî dengkê, ewê golik berdê
  1736. kî dibê ez xal im, ew dibê ez heval im
  1737. kî hesaba nekê, wê bê hesab here
  1738. kî ji avê bitirse, ho nabe avjeniyê
  1739. kî ji çivîka bitirse, nikare gêris biçîne
  1740. kî li benda yarê bê, ê bê jin bimînê
  1741. kî li karê ye, li harê ye
  1742. kî li xêretê bê, wê li xesaretê bê
  1743. kî ne li şêrr e, şêr e
  1744. kî te tînê sêrê çira
  1745. kî teşiyê birisê, ewê bêçiyê balêsê
  1746. kî xal e, tu heval e
  1747. kî zanê çi ji ber gunehê kê ve tê serî mera
  1748. kî zanê mala te li ku ye
  1749. kiç dara mazî ne
  1750. kiçik deriyê hecê ne
  1751. kifir dom dike, lê zulim dom nake
  1752. kihêl di bin mêrxasan de dibezin
  1753. kijan kevrî hilîne, ew di bin da ye
  1754. kîjan roja bê, tê wê xewnê bibînê
  1755. kîn, kînê dikşînê
  1756. kincid te biguviş devî mêr, wê mar pê bimirê
  1757. kîngê baranê lêkir, hîngê zivistan e
  1758. kir pisiya tûr, rê li pêşê winda kir
  1759. kirasê meriya tê gihastin, lê xeyseta meriya nayê guhastin
  1760. kirasê mirov diqete, lê eslê mirov naqete
  1761. kîrê îro têxe qûna sibê
  1762. kîrî wî xeyar e, ya buxwe ya di xwe xe
  1763. kirîf û pez; ereb û rez
  1764. kirin kirar e,gotin zirar e
  1765. kirinek hêjayî hezar gotinan e
  1766. kirîv kal dibin, bi ber kara dikin; goçer kal dibin, bi ber ga û golka dikin
  1767. kîso avruya masî naxeu
  1768. kitêba mirov, piştî mirov tê xwandin
  1769. kiyê bixwê, kiyê li xwexê
  1770. kopriya vira xerabe ye
  1771. kor be, kerr be ji derda dûr be
  1772. kor çilo li xwedê dinêre, xwedê jî werê lê dinêre
  1773. kor dimire, dibên çav reşê min, keçel dimire dibên por çîlê min
  1774. kor herdu çavan dixwaze
  1775. kor nehs in, keçel behs in
  1776. koro li vir be, min ji te çêtir nedî, ezê li korê xwe vegerim
  1777. kose jî li bîra riya ye
  1778. koşkar heye çerm tune, çêl heye mast tune
  1779. kotek ji cinetê hatine
  1780. ku agir bi çiyê ket, ter û hişk tevde dişewitin
  1781. ku aqil tinebe, wê porê sipî çibke
  1782. ku bext reşbû, kûçkê malê diza venagerîne
  1783. ku devê te tiji xwîn be, li pêş kesî tif meke
  1784. ku dilê şivan hebe, dikanê ji nêrî şîr bidoşe
  1785. ku diz bê şevê reş pirin
  1786. ku hat hê meke, ku çû tê meke
  1787. ku kela şorbê çû buha yê heskê pera nake
  1788. ku lawik ji êmlikî nekeve nameşe
  1789. ku pişta min heba zikê min ne di êşiya
  1790. ku tu bibî hesp wê swar pirbin
  1791. ku tu bixwazî teedê li xezana kî, kirasê wan biqetîne
  1792. ku tu li deriya nexê, derî li te venabin
  1793. ku tu neke bi ya mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina
  1794. kûçik bê sêxur ti pandiniyê nakin
  1795. kûçik binêwin, neçêyîk li dû ye
  1796. kûçik birçî dibin, kûnî hev bîndikin
  1797. kûçik birçî li ber malê nabe bekcî
  1798. kûçik goştî kûçka naxwen
  1799. kûçik her birewin, tu kevrikî bavê yê, kevir namînin
  1800. kûçik hestiya dixun hesabî kûnê xwe dikin
  1801. kûçik ji hestiya narevin
  1802. kûçik ji ku bitirse bi wî alî de direwe
  1803. kûçik li pişt xudanî xwe î no ye
  1804. kûçik li ser sergoyê xwe no ye
  1805. kûçik pîsiyê dixwin ne ji xaşiyê
  1806. kûçik serî xwe bêşin, geyê dixun
  1807. kûçik sibehê xewdikin
  1808. kûçika çiqas biqusîn , nabin tajî
  1809. kûçika mebin yayla , ê har bibin û bi we bigrin
  1810. kûçikê me bû, bi lingê me girt
  1811. kûçikî bezî keviran jê netirse
  1812. kûçikî bi du deriya xêr tê tineye
  1813. kûçikî bi kar çêtir e ji şêrî bê kar
  1814. kûçikî birçî, kî parîk nan pêdê ê li ber qapî wî birewê
  1815. kûçikî ku tu bi zorê bişînê nêçîrê, ti nêçirê ji te ra nînê
  1816. kûçikî nizanê birewê mêvana tîne xwe
  1817. kûçikî tirrok derê kûnî kûçikî fisok bîn dikê
  1818. kûçikî xerîb dûvî di nav şeqa de ye
  1819. kuder te bêşê can di wir da ye
  1820. kuder teniki mila di wir re qulbibê
  1821. kula aşvan ave
  1822. kula bûkê xasî ye
  1823. kulbûn ji korbûnê çêtire
  1824. kulek xwar e, dû rast e
  1825. kumê rasta tim qetyayî ye
  1826. kumî elo didê serî welo
  1827. kûn bi qujmirandinê teng nabin
  1828. kûn lê kir helaw, yan dibên kûn lê bû helaw
  1829. kunciyek ji destêd pexîla nakevê
  1830. kund çilîka xwe dixwe, paşê bi ser de digrî
  1831. kund li qûça vedihewê
  1832. kund li ser malekê bixwîne, bê oxir e
  1833. kund li ser malekê bixwînê, neçêyîk li pê ye
  1834. kûnde bi cih dibin, xizan bi cih nabin
  1835. kundir bi xewê mezin dibin
  1836. kundir di serî merî fiqare de dişkê
  1837. kûnê mera çiqa pîse ji mera nabê
  1838. kûnî tirok bi nanî ceheyî mehne ye
  1839. kûnid reş û sipî li ber delava xiya dibin
  1840. kur darê li pişta bavê ye, qîz warê xeikê ye
  1841. kur ji hinave, bira ji bave
  1842. kur li bava diçin, qîz li dayîka
  1843. kurd ji xelkê re wekî şûrin, û ji xwe re kûrin (korin)
  1844. kurê bi dewlet, ji ya bavê xwe der neket
  1845. kurê mezin derdê malê, kurê biçûk delalê malê
  1846. kurî li felan, xwarzî li xalan
  1847. kurmanc refî tuhliya (tîtî) ye, hevdi nagrin
  1848. kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nayê
  1849. kurmî darê ji darê ye
  1850. kurrîkî te hebê, tu li şûn wara namînê
  1851. kurtik çoxe, nan tine buxwe
  1852. kûsî jî dibê dest û lingê min hene
  1853. kûsî rindba, xwedê ew ne dixst wî kirasî
  1854. kûsî şandin tûq-tixim çû li helwa terpilî, got
  1855. kûsiyêd kendala bûn kebaniyêd mala
  1856. kûsiyêd kendala xwe didin hember xezala
  1857. kuştina kêw çi ye sêrî qut ke û têke xurcê
  1858. kutkî mezin hilîne mertê
  1859. law darê bavê radike, qîz teşiya dê radike
  1860. law jî serîk xelk e û qîz jî serîk xelk e
  1861. lawêd me li cem xelkê gulin, û li mal jî bişkulin
  1862. lawêd te hebin bi gidiya mekene, keçêd te hebin bi qehpa meken
  1863. lawkê min ji cot tê, tevirkê wî çi lêtê, bê dayîk û ne bavo tê
  1864. lawkê min pir delal e, mêrkar û xwedî mal e, wek şêr û şepal e
  1865. lawkekî di paş bûkê de li mehînê didin ji bo berwîlî xwe law bê
  1866. lê kaliyê lê koriyê, mirin çêtir e ji feqîri yê
  1867. lêniştinê kera carekê şerm e, jêdahatin du cara şerm e
  1868. lêv ji diranan pêşdetir in
  1869. lêvek li erdê ye, lêvek li ezmên e
  1870. lêxistina pir kêr qelp dike
  1871. leyî her roj kutikan nayne
  1872. li (ji) xwarinê re nan nabîne, kuma bazar dike
  1873. li ba dînan tim îd û dewat e
  1874. li ba gamêşa çêrê ciyekî şînkayî lê heye bibe bi şev da radibin derinê
  1875. li bejnê nêrî bi zêra kirrî, laçik rakir kertkê gurrî
  1876. li ber bûka beravêtî neketiye, bi mankera ku cêwî ani ye şa bû ye
  1877. li ber çavid mişk pisîk bi qas hêştiriki ya
  1878. li ber defa bê deng direqise
  1879. li ber fîskê morîka pêvedike
  1880. li cem kêmaqila her bihar e
  1881. li cem mêrên êrgan, lêxistinê jinan hêsan e
  1882. li ciyê nizim, qûç xwe çiya dihesbînin
  1883. li çayî gewr ker bikevê, li vir qûşê bi stî minkevê
  1884. li dayîkê binêre qîzê bixaze
  1885. li dê bimêze keçê bixwaze
  1886. li deriyê kesî nexe bi tilîka, bila kes li deriyê te nexe bi mîrkuta
  1887. li dînî xwe bipirse ta heft kes bi tera bibên ma tu dînî
  1888. li dinyayê mera gî bike, mera vira neke
  1889. li gor salê tê fesalê
  1890. li gora makê golik pake
  1891. li gunda şerid mezin bibin, li mêra mexin, li jina xin
  1892. li heft gunda mêrkir kesî ew têr ne kir
  1893. li hemama tirr, li xeribiyê virr
  1894. li hêştir nîştiye, diqelizê kêrgiyê
  1895. li kerê nîştî, li kurtên digerê
  1896. li kerî ketî digerê ku hefsêr jêke
  1897. li kerî mirî digere ku nala jêke
  1898. li ku mefa ye, li wir bav û bira ye
  1899. li kûçik biqewime ji tajî bezotir e
  1900. li kuderê dare, ew der war e
  1901. li malê tune dînar, navê keçikê hezar
  1902. li malî kelepîr digerê ko erzan bikirê
  1903. li nav malê şêre, li nav êlê kitika bêkêre
  1904. li nav şûvêd reş xew meke, da xewnê xirap nebînî
  1905. li paşiyê tim başî hebû ya,wê li paşiya pêz ker tinebûya
  1906. li pê bê li tirbê bê
  1907. li pêş zimên ne çiya hene ne gelî
  1908. li quncî sifra rûmene
  1909. li ser rêya helebê bi nalê dipirsê
  1910. li welatê koran çavşaş qeral e
  1911. li xêrên xelkê be, xêr wê bi xwe werin pêşiya te
  1912. lihêmê ji çayî gewr radikê
  1913. ling li qeydê, çav li seydê
  1914. ling ling digerê, kar kispikî xwe nakê
  1915. lingê gerê nayê bin berrê
  1916. lingê şimitî heval jêre tineye
  1917. lingekî li vir e, lingekî li wir e
  1918. lingî xwe bi tayî noka de
  1919. lingid kera naçin ser berra
  1920. lingid xwe li gor berrê xwe rade
  1921. lingid xwe li gor doşekê xwe dirêjke
  1922. lingid xwe li lingêd kê bûyî megir
  1923. lingid xwe qas orxanê xwe dirêjke
  1924. lîtir li navî xwe tê
  1925. lûq gewriyê ziç sêrgo
  1926. ma dermanê mûmkê ye
  1927. ma donî qirkê di xwe dayî
  1928. ma emê tûya ji te bixwin
  1929. ma ew jî jine, agir berda mala mine
  1930. ma ez erebê bavê te me
  1931. ma ez li ser sifra bavê te mezin bûme
  1932. ma file hemo îşo ne
  1933. ma gi ez ne gihêştim te, ezê te jî negînim xwe
  1934. ma illem şerî çûka li nav garisî me bibê
  1935. ma kêrta hêsinî ye
  1936. ma min bîna destê xwe kirî
  1937. ma min kefa xwe bêhn kirî ye
  1938. ma morîkê diya te li vir qetîne
  1939. ma pîka heft sazî ye
  1940. ma qey dêka hirçê reqas bû
  1941. ma qeyne jin çîçekin mera ke di ber serê xwe re ke
  1942. ma te ava heyatê vxwariye
  1943. ma te kezebê kêrgiyê xwarî ye
  1944. ma te mêr guhart, tê bextî xwe jî biguherê
  1945. ma te nişadir di kûnî xwe dayî tu li cîkî natebitê
  1946. ma te pirçê min nerm diye
  1947. ma te rum li kelê xistiye
  1948. ma ti seriyê kêl di bin kuma de man ( ma tiştî veşartî ma, ma nerindin min û veşartî hene )
  1949. ma tu berxê misteşêr e
  1950. ma tu kê tirbê min bi qube hilînê
  1951. ma ûrê hêştir derbû ye
  1952. ma virr jî bi kaviran e
  1953. ma we tif devê hev kirî
  1954. ma xan bi kirî bû
  1955. mal bê ard dibin, bûk bê benîşt nabin
  1956. mal bi camêriyê xera na be
  1957. mal bi jinê ava dibe
  1958. mal jî ji cên e
  1959. mal mala te ye lê bi alî firaxa de mere
  1960. mal têr e kebanî wekî şêr e, mal birçiye kebanî gazgêncî ye
  1961. mal vedigere, can venagere
  1962. mal, aş û bajarin
  1963. mala bavê min dûrbana, minê têr pesnê wan bidana
  1964. mala bavê min ne li vire, têr bipesinim ji xwe re
  1965. mala bê pisîk, mişk tê de pehlewa ne
  1966. mala fatê çû cem bazarê
  1967. mala me li ço yê me ye, ço yê me li ser mila me ye
  1968. mala melê zave tirşeqîn ketî nave
  1969. mala mêr tê de kaniya zêr tê de
  1970. mala meriv him cineta meriv e û him cehnima meriv e
  1971. mala mezin her ro min digezin, mala çûk her ro min dikin bûk
  1972. mala nan dayî tinebûnê nabîne
  1973. mala pir jin tê de xerabû ji bin de
  1974. mala zarok tê de, ehremen naçe têde
  1975. malê camêrkî û xesîskî wek hev derê
  1976. malê dinê qloçê mêran e
  1977. malê dinyê gemara destî canik û camêra ye
  1978. malê heram, malê helal bi xwe re dibe
  1979. malê kund lê xwend, ew mala xera dibe
  1980. malê malnexwaran behra zordara ye
  1981. malê miriyan ê zindiya ye
  1982. malê ne ji lawî çê ra bike, û ne ji lawî xirap re
  1983. malê qûn divê, girarê rûn divê
  1984. malê te hebe, her kes dostê te ye
  1985. malê tenbela berî malê zalima xira dibê
  1986. malê xsîs, diçe fetîs
  1987. malê xwe bide, seriyê xwe meşkîne
  1988. malê zaf bê heram nabe, xeberdana zaf bê virr nabe
  1989. malek ku yekdest bê, gundek pê nikanê, gundek yekdest bê, êlek pê nikanê
  1990. malî camêra li meydanê ye
  1991. malî dinê serî xwe buxwê
  1992. malî pexîla rizqê camêra ye
  1993. malî zengîna bela serê fuqarane
  1994. malid şêra bê hestî nabin
  1995. malxirakirin careke
  1996. mamanê li xwe bi gûmanê
  1997. mamo ne li mal e, mala mamo gale gal e
  1998. manê tirekan ardê cehîn e
  1999. mange ne bi ga bê boxe bi dû nakevin
  2000. mar biçûke, serî jêke
  2001. mar çêba dest û pê nediketin zik
  2002. mar çiqa hokan bide xwe, gereke rast here qula xwe
  2003. mar dûvî xwe yî qut ji bîr nake, pîr nalnalê lawî xwe ji bîr nake
  2004. mar ji pûngê xêliye, li ber qulê şîn tê
  2005. mar nakevin paşila
  2006. marê ku mar e, di ser avê de bi meriyan venade
  2007. marek di hewşê kesî kevê, avinê avsîn kin û bi hewşê reşînin wê mar ji hewşê bazdê
  2008. margestî ji werîs ditirse
  2009. marî kor avsînê nagrê
  2010. marî kor bi kê dadê, ji siyê naghê ber royê
  2011. masî di sêri da digemire
  2012. mast taştiya rast, dew taştiya derew
  2013. mastê kîs nabe rîs
  2014. mastî kûçik biçelpînê jêre dimînê
  2015. mastî rind bikeyê da nîvişk vêkevê
  2016. me bi xwe rovî bir nav rezê xwe
  2017. me çi got û tembûrê çi got
  2018. me ew xwedî kirin di dawa xwe de, destên xwe avêtin rêyên me
  2019. me girt tajî, derket tol tajî
  2020. me hêştir nedîne li rêzê, qey me pişkul jî nedîne li pirêzê
  2021. me li pişt xwe li kerê kir, dest avêt e xurcê
  2022. mê ye û dixwazê mêraniye bikê
  2023. mebe hevalê leng a, nabîsî deng a
  2024. mede yan mera jîr dikin, yan jî mera kor dikin
  2025. megere li newala, da nebînî xeyala
  2026. meken bi deriya zû tê seriya
  2027. mekene li jar û bendewaran bikene li ser bizêr û kofîxwaran
  2028. mekev, mekev, kesî ketiya tuneye
  2029. melê bihna xwarinê kir, quran ji bîrkir
  2030. meqes sed carî meqes
  2031. mêr bê xwedî bin, jar dibin; jin bê xwedî bin har dibin
  2032. mêr bi nanekê nabin nandar, û bi darekî nabin navdar
  2033. mêr bi te dada, şîr vexwe
  2034. mêr çol e, jin gol e
  2035. mêr dimire dil namire, ker dimre kîr namire
  2036. mêr dimirê jin hardibê, jin dimirê mêr jar dibê
  2037. mêr gula malan e û jin derdê mêran e
  2038. mêr hene û mêrik hene, jin hene, û jinik hene
  2039. mêr hene, mêrik hene
  2040. mêr jî hene, mêrkok jî hene; jin jî hene, jinkok jî hene
  2041. mêr ji jinên zana nefret dikin
  2042. mêr ji şerma xwe têne kuştin
  2043. mêr ji şerma xwe têne kuştin, jin ji bê şermi yê
  2044. mêr jina dikin jin jî û dikin darqûn jî
  2045. mêr ketin kewara, jin çûn hewara
  2046. mêr lêmişt in, jin jî gol in
  2047. mêr mêr gotine, jin jin gotine
  2048. mêr mêran nas dikin, jin camêra şaş dikin
  2049. mêr tev mêr be, jin tev jin be, kî mihtacê kê be
  2050. mêr ya mêrxasbe ya bimire ji xwe xelasbe
  2051. mera aşî wê de nebîne, aşî vir de bi mera şêrîn nabe
  2052. mera bi lê da çû, merayê destî xwe çekê çi bûye
  2053. mera carekê tê dunyê
  2054. mera dişînê diziyê û li mera didê firîziyê
  2055. mera dostî xwe di tengiya de nas dikê
  2056. mera guh nede mezinê xwe, mera timî poşmane
  2057. mera ji bava de sêwî nabe, lê mera ji dêkan de sêwî dibe
  2058. mera ji biroşê xwe têr nexwê, mera ji broşê xelkê têr nabe
  2059. mera kanê nanî xelkê bi zorê bixuê, lê mera nikanê nanî xwe bi zorê bi xelkê dê
  2060. mera kê rezîl bibê, mila malî mera rezîl bibê
  2061. mera ku nemir, royên xweş mera yê bibîne
  2062. mera li malê xwe sixêfa dikê pêdişê jî
  2063. mêra mêr dikuştin, ceboriya hûr dişûştin
  2064. mêra mêr kuşt, senemê hûrî şuşt
  2065. mera ne kanê li pêşê te herê ne li paşî te herê
  2066. mera nikanê ji ber kerasî xwe ve sûnd bixwe
  2067. mera şorê temam anca kera re hewaldê
  2068. mera xwe bi destî xwe nexurîne xurê mera naşke
  2069. mera zanibe mera kê kengî bimrê, mera yê tirbak xwe pêşda bikolê
  2070. merakê çêrrê mêvana bibe, bibê jinê mila şîv hazir be
  2071. mêranî ne bi badanê simbêla ye
  2072. merantî ( merivantî ) çiqasî tehle waqasî şêrîne
  2073. mêrê baş mîr e, û mêrê xirab esîr e
  2074. mêrê baş nanêre ne li pêş û ne li paş
  2075. mêrê çê bi gundekî, merê xirab bi kundekî
  2076. mêrê çê di roja teng de fêm dibe
  2077. mêrê ehmeq dibê
  2078. mêrê fedok bi kundekî, jina fedok bi gundekî
  2079. mêrê mêr li her dera mêre
  2080. mêrê mêr, bê dost û dujmin nabê
  2081. mêrê mêr, di bin mineta xelkê de namîne
  2082. mêrê newêrek sînga gewr nabîne
  2083. mere rêk û pesarêd kaş, da nebînê xewnêd şaş
  2084. mêrê xeberjin, berxê ber bizin, şûva bi kizin, ti tişt jê dernayê
  2085. mêrê xezan dijminên xwe ji malê ne
  2086. merhemeta ne li ci, merezê tîne
  2087. merî bezî kevrî mezin ne yê şerra ye
  2088. merî bi xwe bikevê nêşê
  2089. merî çê bi xwarnê xerab qayil nabê
  2090. merî çiqas zane be, dîsa nezan e
  2091. merî dîn tim zarok e, gayî dîn tim golik e, jinê dîn tim keçik e
  2092. merî diz be, şevreş pir in
  2093. merî goza ( giwîz )xwe çit nebîne, kevrê xwe navêje yê
  2094. merî goza ( giwîz )xwe neçel nebêne, çelakê xwe navêjê yê
  2095. merî har wê bi ser kêrê xu da bikevê
  2096. merî heye dewletî ye, merî jî heye dewlet diye
  2097. merî ji guran bitirse, nikare pêz xwedî ke
  2098. merî ji kera pir in, sibek lê venehata, dûv û guh jî wê vêketana
  2099. merî mêr di gêçûtid teng da bêli dibin
  2100. merî qantirê qantirciya netirsîne, merî holika naxwe
  2101. merî xayîn temenî xwe kin e
  2102. merî xerîb î kor e
  2103. merî xwe li dera vena ê xwe bi ber ziraradê
  2104. mêrik gihîşt nav zeviyê xwe dît ko mêvên ga dizîne
  2105. mêrik rûniştiye, ne li neha ye, ne li deha ye
  2106. meriv bi hev ra got baş e, xelk wê bêjê paş e
  2107. meriv bi şorekê cinetî dibê, bi şorekê jî cehnimî dibê
  2108. meriv li mecbûrî bi yarê jinê xwe ra nan dixwê
  2109. meriv xwînê bi xwînê naşo, meriv xwînê bi avê dişo
  2110. meriyê bê guman, bê ol û bê îman
  2111. meriyê bê welat, teyrê bê perr û bask e
  2112. meriyê bi ar, ( bi avrû bi şeref ) şorek jê re bar
  2113. meriyê dewletî siyar dibe xwedê bîr dike, peya dibe hespê bîr dike
  2114. meriyê koçerî, jê dûr e rencberî
  2115. meriyê ku nanê xwe erzan be, ewî buha be
  2116. meriyê virrek para xwe serîn e
  2117. meriyid mera zêrid veşartî ne
  2118. mêrkê êzdî bi simbêla tê naskirin
  2119. merr emaret e, cot şoret e
  2120. merre merrê, tu çûyê jî bi rûn û dimis herrê
  2121. mêrxwasî şana wê dehin, yek jê zore neh jî fenin
  2122. mêş çiqasî biçûke mehdî mera li hev dixe
  2123. mêş û gamêş, xwedî tînin pêş ؟
  2124. mêş zane ko wê ji kîjan gulê hingiv hilîne
  2125. mêşek li rûya binê wê bi hezar perçebe
  2126. mêvan berxê mezûvan e
  2127. mêvan bi nan û ava xwe tê
  2128. mêvan ger ji mêvên hezneke, xwediyê malê wê ji herdiya hezneke
  2129. mêvan ji mêvên sil bû xwediyê malê ji herduwa sil bû
  2130. mêvan mêvanê xwedê ne
  2131. mêvan roviye têr xwar dibe şêr
  2132. mêvanê bê wext, ji kîsî xwe dixwe
  2133. meydan fetre ye tirr bê pere ye
  2134. mezbût bikole asas, ji bo dil neke wase was
  2135. mezin avê dirijînin zarok pa dixuşînin
  2136. mezin bibin ker jî, ger tu lê swarbû linga lê mekut
  2137. mezin li mal tinebin, piştê bi kevrekîde
  2138. mezin nefeqine, lê îş bi sêri hatine
  2139. mezin reqisî, biçûk hewisî
  2140. mezinbûn û çûkbûnê gunda di teng û ferebûnê rêkê ra xuya dike
  2141. mî bi lingê xwe bizin bi lingê xwe her yek derê ber singê xwe
  2142. mî bi ser berxê xwe de dikale
  2143. mî biha bê erzan bê, ne xema gur e
  2144. mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
  2145. mij xwe li çiyayid bilind digre
  2146. mila barê xwedê bê, ne yê qûl bê
  2147. mila bîr bi av bê, mila kûr bê, mila rê bê mila dûr bê
  2148. mila dilî bi dil bê, mila doşek erd bê, orxan ezman bê, balgi kevir bê
  2149. mila dilî bi dilbê tûrî parsê li mil bê
  2150. mila eyarî te ferebê
  2151. mila ji malê gurzê be, bira sîpa kerê be
  2152. mila mal bê, ne can bê
  2153. mila mêr bê li nav malê bê, bila komik hestî bê
  2154. mila mirov mêr bê, mila rojekê li dinê bê
  2155. mila rê ya rast be mila dûr be
  2156. mila rindik bê mila çîlik bê mila qîza kûçik bê
  2157. mila tim kum li serî te ferebê
  2158. mila zarok kûnê te bibînî, surê te nebînin
  2159. min bi çirî çava kom kir,te bi comerdî bela kir
  2160. min bûk anî bi lez û bez, sivika malê dîsa mam ez
  2161. min bûk anî ji hevîda serbinê xwe tev tê da, hîn nizanî kûfiya xwe girêda
  2162. min bûkek anî bi lez û bez, min têda rez û pez, sivika malê dîsa mam ez
  2163. min bûkek anî ji hezo, min tê da mal û pezo, sivika malê ma ezo
  2164. min da hewş û pelaş, min anî bûkek tor û belaş
  2165. min dey nekir, te fey nekir
  2166. min dile, te dile, xelkê çi derd û kule
  2167. min guloka xwe jê zî
  2168. min rist teşî û dagirt tevn, ahîna min axîna min yarê min î kevin
  2169. min şande behîva mir, ma ji vî va
  2170. min û te dile, xelkê çi dil ji me yî bi kul e
  2171. min û wê dile, wan çi kul e
  2172. min xelk hînî govendê kir, êdî kesî bi destê min negirt
  2173. minê minê derê nav ciyê jinê
  2174. minê-minê mirov naçe nivîna jinê
  2175. mirazê bê dil, wek caniya bê hefsar û bê cil
  2176. mirazê bê dil, wek kirasê bê mil
  2177. miri bi xêr bê, feqi bi xwe tê
  2178. mirî dimre qûnzêrî dibe
  2179. mirî ne rûreş bê gor lê tengnabê
  2180. mirin çêtire ji feqîriyê
  2181. mirin hespê boz e li ber derê hemo kesa ye
  2182. mirin yek e, lê mihane gelek in
  2183. mirin yek i, sebeb pirin
  2184. mirina dewlemendan ji bo melayan mizgîn e, mirina xizanan şîn e
  2185. mirina pisîkê tê, dere hîzê pîreka dixwe
  2186. mirinê bi hev ra îd û dewat e
  2187. mirinê bizinê werê, derê nanî şivên dixwê
  2188. mirinê kûçka tê, bi dîwarî camiyê da dimîzin
  2189. mirîşk avê vedixin, li hafê xwe dinirin
  2190. mirîşk biqare, hêkê dike
  2191. mirîşk birçî dibin, gêris di xewnê de dibînin
  2192. mirîşk hene li ciyekî dikin qid-qid li ciyekî hêka dikin
  2193. mirîşk û kelmêş û mêş in, leşkerê bê teftêş in hergî te go kiş dihatin pêşin
  2194. mirîşk û rovî danaynin kirîvî
  2195. mirîşka zer e, hêka bi zorê ji xwe dike dere
  2196. mirîşka zer e, xwê û sabûa min li ser e
  2197. mirîşkê çav li betê kir, qûn li xwe dirrand
  2198. mirîşkê kor di xewnê da dikefe embarê gênim
  2199. mirîşkê kor di xewnêda dikeve nav komê gênim û gêris
  2200. mirîşkê nu hatin hêkê hesinî kirin
  2201. mirîşkê pir gerî, ê gû bi lingî xwe re wîne
  2202. mirîşkê te hêk di pînkê xelkê da kirin, wer zanibe dolabê te î ters dizîvirê
  2203. mirîşkî kor ji dîkî kor ra ye
  2204. miriya çiqas misde, ewqas ba bi ber dikevê
  2205. miriyo qedayo, saxo belayo
  2206. mirov barê xwe hilnegire, kes jê re hilnagire
  2207. mirov bi hevalid xwe tê nas kirin
  2208. mirov bi paşatiyê nabe mirov
  2209. mirov carekê dimirê
  2210. mirov çawa dizîvire bila bizîvire, her qûn li paş dimîne
  2211. mirov çiqas zanabe, ewqas dilnizim dibe
  2212. mirov di nav miletê xwe de şêx e
  2213. mirov dimire, lê deyn namire
  2214. mirov gotina nîvcî ji kera re dibêje
  2215. mirov here goristanê, ko gora mirov tê de hebe
  2216. mirov hingî mûyekê ji beraz hilbike xêr e
  2217. mirov ji qehran, xwe davê behran
  2218. mirov karwanê mêwîja diket belê karwanê befrê naket
  2219. mirov ne xwediyê dilê xwe ye
  2220. mirov nekeve avê sobehiyê hîn nabe
  2221. mirov piçik piçik diçe ber kuçik
  2222. mirovê bi hevotina jinê, li sira mirinê
  2223. mirovê lal, jê meke sewal e deyn
  2224. mirovê mirov, carekê dixope
  2225. mirovê şît bi dilê pît
  2226. mirovek navî gundekî pîs dikê
  2227. mirovekî rovê xwe kurdikir mêşek hingiv hat li ser kîr nîşt, mêrik go
  2228. mirovên bê dost û bê dijmin, ne di rêza mirovan da ye
  2229. mişk di quncke, dibe şêr
  2230. miya bi tenê qismeta gur e
  2231. miya kol li histiriya geriya, ji guhê xwe bû
  2232. miya xerîb li rexa kerî mexel tê
  2233. mîza hêştir e, her dere, bi şûn de dere
  2234. mîza wî tê, jê werê kîrê wî rabû
  2235. morîka qul li erdê namînê
  2236. mû bi zimanê min ve hat, û pere ne kir
  2237. mûkî di bin zimanî te da heye
  2238. mûkî di vî îşî de heye
  2239. mûkî ji wêhş jêke kare
  2240. mûyek mûyek, dibe tejek
  2241. namûs avêtin ber kûçkan, kûçka ranekir
  2242. namûs ne bi peran e
  2243. namûsê neke perde ya malê dinê
  2244. nan bide nanpêj, nanekê jî zêde bidê
  2245. nan buxwe parî parî, şorbê buxwe heta tu karî
  2246. nan dişkê dibê du kerî, werîs diqetê dibê çar serî
  2247. nan ji hebana tirr li ezmana
  2248. nan ji hemiya ra, xeml ji hina ra
  2249. nan parî-parî, girar heya tu karî
  2250. nan û pîvaz hebe nexwaşî çavreşi ye
  2251. nandayî birçî namîne
  2252. nanê bibe kerî, hev nagire
  2253. nanê mêran li ser mêran deyn e
  2254. nanê tîrê, xwaş hevîrê
  2255. nanek û zerkek dew ne ti tişt e lê ne karê her kesi ye
  2256. nanek û zerkek dew ne tiştek e, lê ji pençê herkesî dernakevê
  2257. nanek, nanek, derê arvanek
  2258. nanî genimî bi des mi ne ket, nanî ceyî kûnê min maçdike
  2259. nanî genimî bi dest min ne ket, nanî cehî destî min maç dike
  2260. nanî genimî di zikî her kesî de nasekinê
  2261. nanî mera hevalê mera ye
  2262. nanî mera yî tisî ji pelawê xelkê çêtire
  2263. nanî xwe meke tûrî hevala û bi minet mexe
  2264. nanik xwe kêm bixwe, azepikî xwe ragire
  2265. nankoran bidiyê mediyê yek e
  2266. nava du dînan de zincîr diqete, nava du jîran de mû naqete
  2267. navê gur derketiye, rovî dinyê xera dike
  2268. navê jinê dînanok, mal de tune arvanok
  2269. navê te ket kutkê istenbûlê
  2270. navê wê edlan e, ji mêrê xwe re nezan e, ji xelkê re kevaniya bîst û heft salan e
  2271. navekî şêr heye, lê rûvî dinê xera kiri ye
  2272. navik mezin li gundek kavil
  2273. navmalî salê carekê bigorîne, şivanê xwe bêhlîne
  2274. naxir bermal bû, kebaniya xerab li mal betal bû
  2275. ne bar ket, ne toz rabû
  2276. ne beran gêr bike, ne berxan kêr bike
  2277. ne bi çêyi ne bi xerapi sûnd mexe
  2278. ne bi lezê, ne bi bezê, kes nagihêjê tu mirazî
  2279. ne biçûkê bira be, çêlkê ber devê gura be
  2280. ne bist bişewite û ne kebab
  2281. ne cina bibîne, ne qulwela bixwîne
  2282. ne çixara ber bê, ne kutana nav kayê
  2283. ne di dil diborê, ne di gurçikê diborê
  2284. ne di dîna ne, ne jî qûna xwe bide dîna
  2285. ne dikene ku em vê re bikenin, ne digrî ku em vê re bigrîn
  2286. ne dîndinê êreb û ne xwarinê xurma û şîrî devê
  2287. ne distirê ne tewdikê
  2288. ne dîtinê êreb, û ne şîrî hêştir
  2289. ne dîtinê gur û ne jî oxirê gur
  2290. ne dujminê xerapa bin, dujminê xerapi yê bin
  2291. ne ew hêka bê, ne jî ew qidqida bê
  2292. ne feqîrê bi tirr, ne zengînê diz
  2293. ne firre bi malê dinê, bifirre bi feyza dinê
  2294. ne ga ye, ne za ye
  2295. ne gundê bê rez, ne konê bê pez, ne mêrê bibêje, ez û ez
  2296. ne hêja me tenak genim, û bi teva dikenim
  2297. ne hêja ye tiştekî, deng dike li ser her kesekî
  2298. ne her tiştî tê baxşandin, tê ji bîrkirin
  2299. ne hîz e bidirrê, ne kûz e bişkê
  2300. ne ji defê re dibê, ne ji zurnê re dibê
  2301. ne ji dil dibe, ne ji kezebê dibe
  2302. ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hera bigeryana
  2303. ne ji gelacan bê, rovî wê li çarşiyan bigerê
  2304. ne ji tirsê bê, wê her kesek xwedêkî xwe ji heriyê çêkê
  2305. ne jina bi bergera, û ne qiçkê bi berbejna k feyz
  2306. ne jina bi devgirêdana, ne lawê ben û nivişta
  2307. ne jina bi pirç, ne mêrê kose
  2308. ne jina parî rind, ne mêvanê mal li gund, ne xizanê pozbilind
  2309. ne jinê kenok, ne mêrî tirsok
  2310. ne karî jina, ne cotî çêla
  2311. ne kerê zirzirî, ne ewrê girgirî, ne mêrê tirtirî
  2312. ne kes bi dua dibît, ne kes bi nifrîna dimrît
  2313. ne li mala min e nizanê bi halê min e
  2314. ne li nav tirban xewke, ne jî xewnid kirêt bibîne
  2315. ne li newalên kûr razê, ne xewnên xirap bibîne
  2316. ne malê pirr, ne gerdena stûr
  2317. ne mêr heye bukujê, ne qiçik heye bimijê
  2318. ne mêrê rût ne jina bi pirmût
  2319. ne nanê wan dixwim, ne defa wan lê dixwim
  2320. ne nên pêde, ne mîkuta lêde
  2321. ne pêde, ne bi rû de
  2322. ne sar li te tê ne germ li te tê
  2323. ne şêrînbe ku xelk te buxwe, ne jî tehlbe ku xelk te bavêje
  2324. ne şorid ber ara, ne rindid ber çira
  2325. ne xebitiye, para herî mezin ji xwe re hiştiye
  2326. ne xema wê ye û ne dema wê ye, çirqe çirqa benîştê wê ye
  2327. ne xwar, ne da hevala, genî kir avêt newala
  2328. ne za di malê da, ne ka di kadînê da, ne xem di dil da
  2329. nebalixa benîştî xwe pûç nabin
  2330. nebe cilkê pê cercerê
  2331. nebe destikî kêra
  2332. nebêje, te got bike
  2333. neçe cineta bi minet
  2334. neçe şerê xal û xuharziyan, neke hewar û gaziyan
  2335. nêçîrvan nêçîra xwe nasdike
  2336. nedî,,nedî,,quzê ca xwe dî
  2337. nefela çarpelî nîşana xêr û bêrê ye
  2338. nefsa xwe birrî, zarokê xwe kirrî
  2339. nehan nedî dehan naxwî
  2340. neke bi kesan, wê bê serê te, ku neyê serê te, wê bê serê pisê pisan
  2341. neke dengî dilê dujminî peqand
  2342. nên bixwe bi qinyat, jina bixwaz ji derê bi kok û binyat
  2343. nênûk tine xwe pê bixurîne
  2344. nênûk û goşt ji hev naqetin
  2345. nênûkid te bi ser goşt kevin debar li te nabê
  2346. nerê aşî paşin, aşî pêşin pê şêrîn nabê
  2347. nêrî nemînin dibêjin gîskan belo belo
  2348. nerindi ya meke, ji te ra ma ji qiçkid te re namînê
  2349. nêrînek çavan, biharek dilan
  2350. nêtê dil qeda sêri ye
  2351. nevîkî minî tikî bi tenê hebû bi navê jiyan
  2352. nexwaş e, parî xweş e
  2353. nexwaşa neşîne hinaran
  2354. neyar bi rewşa neyar nizane
  2355. neyîn ji kêvir hişktir e
  2356. nêzamiryo, te cilmiriyê me nedî
  2357. nezan e, rê ya malê nizane
  2358. nezan î, mal bistîne bi cwan î
  2359. nifir diçin asîmana, vedigerin xwedana
  2360. nifirid dê û bavê li ewlada nakevin
  2361. nikilî kêw sor ne kir, gule mavêjê
  2362. nimre ( ) wek perçemkê de hatî rave kirin )
  2363. nîrê pîşê kêrgiyê ye
  2364. nîrek narê gepirê
  2365. nîrek narê gepirê, bi alî karada jî narê
  2366. nîskê navên dewsa kizinê, berxê navên ber bizinê, malê nebin cem mala bavê jinê
  2367. nîskê ne zik e, ne pişt e
  2368. niştiman bi çekan tê vegirtin, û bi çekan tê standin
  2369. nîvê serxwebûnê gurrintîne ( guriltî )
  2370. nîvmeleyan dîn winda kir, nîvhekîman can winda kir
  2371. nîvxoce mera ji dîn dikin, nîvtuxtir mera ji cên dikin
  2372. nizanê bireqisê dibê erd xwar e
  2373. nizanê hefteka kê ye, kefçiyan kom dikê,
  2374. nizanê kî mirî, gulyêd xwe dibirrî
  2375. noginên me helahela têra parronên me bikin
  2376. nokê gotî
  2377. nokê, giya rabû li ser kokê
  2378. oranê her tiştî heye
  2379. ordekê ordekê hildave bendekê, da em herin nimêja kotekê
  2380. ot otê xwe dibîne, ga cotê xwe dikşîne
  2381. palê xerap das û tarê diguhêre
  2382. para xeydoka, çû ber ecacoka
  2383. pariyê ko naçe qirka te mexe devê xwe
  2384. pariyê ko nikanibî daqirtînî meke devê xwe
  2385. pariyê xwe ket rûn
  2386. pariyê zêde gewriyê naqelêş e
  2387. pariyekî xweş hêja ye gayekî reş
  2388. pars di gişî de dibe, di hezkirinê de nabe
  2389. pars ji parsekeran nabe؟
  2390. paxir zer e, lê ne zêr e
  2391. pê ji bo rê, sîng ji bo sebrê
  2392. pêçiya neçe qulê, tişt pêve nabe
  2393. pêçiyid desta giştik ne yekin
  2394. pelên mayî ji ên bihurtî çêtirin
  2395. pelgê sîran, didin pîran
  2396. pel-pel dinêre û dengî xwe nake
  2397. pênûs ji şûr bi hêztir e
  2398. pera di kurtanî kerêke, ker jî wê bizire
  2399. pere destî dê û qîzê ji hev dikê
  2400. pere gemarê destan e
  2401. pere meriyan dibin ciyid fere
  2402. perê pir dijminê mera ne
  2403. pere pûştin bi meriyan re namînin
  2404. perê te hebin, kes nabê tu lawê kê ye
  2405. pere tên ser pera
  2406. perên helal ji bo rojên tengin
  2407. perspan li ser perspên nakeve
  2408. perspanid reş û sipî li hev natên
  2409. pesin daye, ji waran maye
  2410. pêşî bifkire paşê bike
  2411. pêşiyê av paşê avahî
  2412. pêşiyê diçe dibêjin pîj e, pey diçe dbêjin gêje
  2413. petîxa zer tim ji kosiya re ye
  2414. pêwr û mizînê ji ser hev nakê der
  2415. pêyadanê heft sêmsora bi pêyadanê marekî ye
  2416. peyê devrûtê sibê dereng derê êvarê zû tê
  2417. pezê bê şivan gur dixwe
  2418. pezê bi tenê guran xwariye
  2419. pezê goşt malê kêrê ye
  2420. pezê kûvî ji kevirî nahête xarê, ille bi tivingê
  2421. pîjik li pêçî te hatin der gustêlkek tûcî di pêçî xwe ke nema pîjik derdikevin
  2422. pîr bi desmêj e, sal dirêj e
  2423. pir gotin, ceger sotin
  2424. pir here hindik here ê wê xwenê bibîne
  2425. pir herê, hindik herê, tê bimirê
  2426. pir heywan goşt dixwin, lê navî gur derketî
  2427. pîr im, ji xweşi yê dûr im
  2428. piranî mêrani yê winda dike
  2429. pirani yê mêranî danî
  2430. pirbûn ji hindikahi yê çê dibe
  2431. pirbûna mêra mêranti yê xera dike
  2432. pirçê gunka ne dibe tevn ne dibe teşi
  2433. pîrê bahwer ne kir mêr bike, mêr kir dawa next û hefteka kir
  2434. pîrê bawer ne kir ku mêr bike, gava mêr kir dawa heftan, heyştan kir
  2435. pîrê têr bû, paşê ga hat bîrê
  2436. pîrê tirr kirî ye û pîr ne razî ye
  2437. pirêze yî bi sape, xidir î bi ape
  2438. pirs bi pirs mera dighê mala xudê
  2439. pirsa xwe bibêje, paşê birêje
  2440. pirsan bike ji xortên geryayî û ji kalên zemanan
  2441. pirskirin ne şerm e, li ser nezaniyê bimînê şerm e
  2442. pirskirin ne şerm e, nezanî şerm e
  2443. pirskirin ne şerm e, nezanî şerm e û ger nizani bê ku nezanî
  2444. pîs nebê, pak jî nabê
  2445. pisîk kal bûn bûne tirqiyê mişkan
  2446. pisîk serê sibê avdaskê, wê rojê mêvanê wê malê wê bên
  2447. pisîka bi esil, mirarê xwe nîşan nade
  2448. pîsing ne li mal be daweta mişkan e
  2449. pismam bû ker, dotmam da der
  2450. pismamo kero, sepeta kayê li bero, te ez dam dero
  2451. piştî çax û wexta xwe guharek xistî guhê xwe
  2452. piştî heft yara bû bûk
  2453. piştî hft zarokan çava kildidê
  2454. piştî tengasi yê ferehi ye
  2455. piştî tirr kir kûn qurmiçand
  2456. piştî tirrê kezî kurrê
  2457. piştî tirrê qurmiçandin fayde nake
  2458. pîvaz pîvaz e çi sor çi sipî
  2459. pîvazê serê sibê tu buxe, nîvro bi dostî xwe de, îvarê bi dijminî xwe de
  2460. pola ji pola nagre
  2461. porhinc kete qunc
  2462. postê devê, barê gê ye
  2463. poşmaniya paşin ber tiştî nagire
  2464. pozê jinekê dibirrîn, wê jî digot
  2465. pozî gîsnî cotajotinê vedibrûsê
  2466. qam ji qama kermêşê, deng ji dengê gamêşê
  2467. qantir bi şev û roj didê serhev ku wê çawa xwedanî xwe bikujê
  2468. qantir bizê, wê dunya xera bibê
  2469. qantir nazê, xwê şîn nabê
  2470. qantirê bazirgancî metirsîne, tu ti zirarê nabîne
  2471. qantirê çamûş pêş ve herê gez dike paş ve herê yê hildide zîta
  2472. qantirê çamûş pêş ve herê geza davê, paş ve herê yê pehna davê
  2473. qantirê qêdî metirsîne, tu zirarê nabîne
  2474. qaz bi refa xwe re baz e
  2475. qaz wekî dizane, ba wekî xwe
  2476. qaz zengilê devî deriya ne
  2477. qaza bi lingekî xeber da gundekî
  2478. qaza bi lingikî rojê li ser singikî
  2479. qazik ji xwe re bi tewkê dikene
  2480. qazik tenê zane çito bini dişewite
  2481. qedê were dana şîr ketiye guhana
  2482. qedrê mêvana qedrê xwedê
  2483. qedrê porsipiya zanibin
  2484. qehpik bi gidiya disekinin
  2485. qehra hêştir e, çira ji kerê paştire
  2486. qencî nayê ji bîrkirin
  2487. qencî qenciyê nas dike
  2488. qenciya ne li cih, bela ye
  2489. qereçiya welatê xwe, nadim bi xatûna welatê xelkê
  2490. qerqerê mirî cawê sipiye, lê xelasiya wî emelê wîye
  2491. qertel sibê şiyar dibin stûyê wan bi kuda li yan ketibê bi wî piyî de difirin
  2492. qey hêlana êreb e
  2493. qey mirov qawîn e, ku me ra kûnê bîn kê
  2494. qiçik bifirin jî bawerke, bizirin jî bawerke
  2495. qiçik li ser tirbê xwe dilîzin
  2496. qiçik mera dişînin qapî dujmina jî
  2497. qijakê xwast meşa werdekê hînbe, meşa werdekê hîn nebû, cotkê xwe jî ji bîrkir
  2498. qird belaş dîlanê nake
  2499. qird di çavê dê de xezal e
  2500. qîretê cîrên a cîrên e
  2501. qirrka bavê xwe yî gemarî nedîta, xwedê zane, wê bigota ez lawê kê me
  2502. qisa mala bavêjin çala
  2503. qîz sor in, xort kor in
  2504. qîz, çira xelkê vêdixin
  2505. qîza baş be, li pey kaş be
  2506. qîza cînar cînar dide mêr
  2507. qîzanî xweş e, bûkanî gula geş e, gava ku kete ber qehra malan roja reş e
  2508. qîzek xwe anî pîr bû , bûkek xwe anî jîr bû, hewîk xwe anî xedar bû
  2509. qoçê kera çênabin, dibên qey em tim dehşin
  2510. qûçid bilind qelawîza naxwazin
  2511. qûl li ber yek xwe ye, xwedê li ber yek xwe ye
  2512. qûl tevdîra dikê, xwedê tedbîra dikê
  2513. qumciyî rind ji ciyî xwe der nakevê
  2514. qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
  2515. qûn ji qentarekê gereke ku li ser weqiyek zêr rûne
  2516. quncikêd pixara germ in, şor tê de xweş û nerm in
  2517. quriş tim çêl pere ye
  2518. qurnas digerin du cara, êvarî tên li mala xwe dixun
  2519. quruşekî di berîkê te da çêtir e ji zêrî di berîkê xelkê da
  2520. quruşî xirap li xwedana vedigerê
  2521. quzê gewr di derpê re xwyanê ye
  2522. quzê par rewisî, îsal bîhn dide
  2523. rakirina zulmê ji zalimdara nexwazin
  2524. rast fisê dîk ne tişt e, wekî dinê li xweşiyê mirîşkê tê
  2525. raste şêx e, lê di dilê xwe de rêx e
  2526. rastî şûrê xwedê ye
  2527. rastî tehl e
  2528. rastî tehle lê gereke tu bêjê
  2529. rastî xelasiye
  2530. rastiyê heft diram zêhêr têdane
  2531. rastiyê vemeşêr, û mebê
  2532. rasto bi rastî, xwaro darê şikestî
  2533. rasto duristo, xwearo şikesto
  2534. rê rêya mirinê jî be, tu her li pêşbe
  2535. rebeno tim be te rûyê xwe reş kir, rabe li ser kab û nîvê
  2536. rêç rêça kera çûne, sûc sûcê bûkê nûn e
  2537. rehmek li rû, tirek li dû
  2538. rêncber û maldar, nabin hem war
  2539. rêncberê xwe be, axayê mala xelkê be
  2540. reng da der kesk û spî sor û zer, kesk aştî, sor hêza yezdan, sipî roj e, rûmet e zer
  2541. reng rengin, lê sor bi dengin
  2542. reş bi reş kenî, beş çû li newala tewş kenî
  2543. reşê dê û bavê, sipî nabe, bi sabûnê û avê
  2544. reşê, bermalê, gewrê, berkendalê
  2545. reşo tu û destêt xwe eger avê tu ne birî
  2546. revê pisîkan bin qulînê ye
  2547. rewşa konan çît û perde ne
  2548. rewşa malê kebaniye
  2549. rewşa qîza kezî ne
  2550. rewşa qîzan bisk û kezî yên wan e
  2551. rewşa zivistanê berf e
  2552. rêya dirêj ji gava biçûk dest pêdike
  2553. rêya malê malxwe zanê
  2554. rêya seg di ber qesab deyî
  2555. rez kor dibin, simaq li şûnê şîn tên
  2556. rez û pez û zêr e, dara biçîn hîn bi xêr e
  2557. rezîlî rabû kabê
  2558. rî-berdan a qolayî ye, rî-qutkirin a çetin e
  2559. rih kurkirin, paşê neynik dîna ber xwe
  2560. rim di tûr hilnayê
  2561. rindid gunda, vê nav û notik nabin
  2562. rindid mera tine bin, id xelkê pera nakin
  2563. rindiyê bike, bi avê de berde
  2564. rindiyê ji bîr meke, li nerindiyê sêr meke
  2565. riya azadiyê, bi xwîna şehîda rohnî dibe
  2566. riya dirêj bi gava destpêkê dest pê dike
  2567. rizqî cixarê pir e
  2568. rizqî gur li şivanî bê xêr e
  2569. rizqî mêvana vê ra tê
  2570. rizqî sa li ser dîna ye
  2571. rizqî siba li siba ye
  2572. ro bi sêwî ya ket, mal heft cara ji dest barkirin
  2573. ro di pişt ça de namîne
  2574. ro hilat mirna pêlî hat, roj çû ava palî bû zava
  2575. ro li kî derê li te çû ava, li wê derê jî bisekine
  2576. ro reş bû, xwe ji royê reştir bike
  2577. roj bi seradê nayê veşartin
  2578. roj derin, qeza narin
  2579. roj diçê bela naçe
  2580. roj gazekê bi banî ket, cotkarê min nûka bi rê ket
  2581. roj tê, yê dikene digrî, yê digrî dikene
  2582. rojan nikanê dostekî bibînê, rojekê kanê deh dostan bixeydînê
  2583. rojê sibê nedê mera, rojê berava vala ye
  2584. rojên xwedê ji garisê sorik pirtir in
  2585. roniya çava deyaqa dila
  2586. rovî ber derê kuna xwe şêre
  2587. rovî di şiketê kefin zarok ê bi dêri kefin
  2588. rovî du cara nakeve xefkê
  2589. rovî li ber qapî xwe şêre
  2590. rovîkî berdayî, çêtire ji şêrekî giradayî
  2591. rovîkî digerê ji şêrekî xewkirî çêtir e
  2592. rovîkî gerok çêtire, ji şêrekî mexelok
  2593. roviyê gerok ji şêrê raketî çêtir e
  2594. roviyê zexel, bi herdu nigan dikve dafikê
  2595. royê çê ji sibêda xiya ye
  2596. royê dere venagere
  2597. rû ji rûya şerm dikin
  2598. rum di çiwala da natên veşartin
  2599. rûn hebê di hîz da bihêle, pere hebin di kîs da bihêle
  2600. rûnê ereba pir dibe, di xwe didin
  2601. rûnê ji erdê berhev bûyî ye
  2602. rûnî te pirbê di hîz da bihêle, perê te pirbin di kîs da bihêle
  2603. rûvî sed çêrokî dizane, nod û neh li ser mirîşkane
  2604. rûviyek ne çû qolekê, kaşanek bi xwe ve girêda
  2605. rûyê reş, wê bi teniyê çi bikê
  2606. sal wekî bawîşka tên û diçin
  2607. salê carek mêranî, mehê carek mêvanî, rojê carek domanî
  2608. salê du caran cejn dibin, di wan rojan de jî zikê sêwiyan dêşe
  2609. salekê şivan e, deh salan heywan e
  2610. saqo li yaqo
  2611. saxo bi xwedê re, çirûko bi dinê re
  2612. se çiqas ji tere nas be, dar ji destê xwe nevêje
  2613. se direyin, hevdu dibînin
  2614. sê henek bi rastiyekê ne
  2615. sê tişt hene bi dilêş
  2616. sê tişt hene xwaş in bi sarî, mehîr, ar û karî
  2617. sê tiştan ji bîr mekin
  2618. sê wêne dost hene
  2619. se, seye hestiya dixwe hesabê paşeroja xwe dike
  2620. sed gazêt werîsî, esil heçik e
  2621. sed gotin bi gotinekê disekinin
  2622. sed mêr kerwanek, du jin bazirganek
  2623. sed tirr û tirrek li ba tirreka yeke
  2624. sed xeber bi xeberekê disekine
  2625. seg çiye û siya sêg çiye
  2626. seg rewa xwe zanê kerwan rê ya xwe zanê
  2627. seh direye kerwan dibihore
  2628. sênîka te ya şikestî çêtir e ji ya xwastî
  2629. ser qube ye, bin tirbe ye
  2630. serdan, salê carekê bi siltanî, mehê carekê bi mêvanî, rojê carekê bi dilmanî
  2631. serê bênamûsa cinetê nabîne
  2632. serê heft newalan newalek, serê heft pirsan pirsek dibirre
  2633. serê keçel di bin kum de başe
  2634. serê min bi şar e, çibikim dilê min bi jar e
  2635. serê navçiyan tê şikestin
  2636. serê ne êşe dismalê lê girêmede
  2637. serê neêşî, destmalê nedê
  2638. serê sing du çeq e, loma di axê de naçe
  2639. serî çawa çû, paşi jî dide dû
  2640. serî çiya yên bilind her mij û dûman e
  2641. serî çov di bin ebê re li dijminî xwe mîne
  2642. serî çû qûnê da dû
  2643. serî du berana di biroşekê de nayê kelandin
  2644. serî heft şora şorek dibirê
  2645. serî her mezin dibê, ecêba dibînê
  2646. serî hezar galgalî galgalek
  2647. serî hezar newalî newalek
  2648. serî ku hebin, kum gelek in
  2649. serî kûçka ne êşê, narin çawîrê naxun
  2650. serî mêr ne êşê, narê ser rêkan
  2651. serî mêran çayê bi dûman e
  2652. serî sax bêlgi naxwazê
  2653. serî xwe di hefsarî boş re meke
  2654. serî xwe mexe bin ebê xelkê
  2655. serîk genim kefçîk şorbe ye
  2656. serikê hêl û mêla xarzayê gerden kêla…
  2657. serîkî çortan e, birkî mêvan e
  2658. seriyê ku hate birîn nayê kirîn
  2659. seriyê ku ne êşê, kundirek ji çêtir e
  2660. seriyê reşo te çi dî
  2661. seriyê xwe qot kirî li şera digerê
  2662. seriyek çirtan, komek ewan
  2663. seriyek ku deh serî jê nehesidin ne ti serî ye
  2664. serpêhatî ji hekîmê luqman çêtir dizane
  2665. serpiyê şamê ye, kî carekê bixwê, carek dî naxwê
  2666. sêva çê para hurçê ye
  2667. sêwî sitirîn, melek etirîn
  2668. seyê bê tîmar qaha mala ye…
  2669. seyê gurêx, di tuletiyê de jî gurêx e
  2670. seyê har bela xwe dibîne
  2671. seyê me termê miha me dixwe, li ber deriyê xelkê jî direye
  2672. seyên birçî qûnên hev bîndikin
  2673. sibê parî, nîvro heta karî, êvarê dixwî naxwî tu dizanî
  2674. sifra merdan tim raxistî ye
  2675. sifrê comerdan tim li meydanê ye
  2676. silober bi gulê çikirî, gulê bi silober çikirî
  2677. siltik hatin bûn siltan, pêlik danîn çûn asîman
  2678. simêl-sorê mera hebin, kezî-sorê xelkê pirin
  2679. sing ji ber mêkut diçe erdê
  2680. sing tûj meke û mexe xwe
  2681. singê sê çiq naçe erdê
  2682. sîno sivik hîn gi li te neketiye şivik
  2683. sîpe yî biçûk e, barî giran e
  2684. sipiyek kulek şevê li nav heft ciyan digerê
  2685. sîran nexwe, bîn ji te nayê
  2686. sîrkut hilat, mîrkut dahat
  2687. sirt bê ba nabin, geliyên kûr bê av nabin, û dildar bê yar nabin
  2688. sîsalk dimînin dawiya pizana û sûc dikin stûyê şivana
  2689. siwar hat peya çû
  2690. siwara dibe û peya dihêle (id rind dibe, ê xerab dihêle)
  2691. sîwarbûna kerê carekê eybeke peyabûn du eyb in
  2692. sîwarê hespê xelkê, her peya ye
  2693. sîwarî hespî xelkê, kengî be peya ye
  2694. soldirû pêxwasin, cildirû bê kirasin
  2695. solên koşkara tim çirrîne
  2696. sorik biskinê, gulover î rehet e
  2697. sûc topaçê berfê ye, kes nakê paşilê xwe
  2698. sûcliya zimanî xwe kin e
  2699. sûnd şûrê du dev e
  2700. sûndî kabciya netê ye
  2701. swarê kera ne ti swar e, jina bi mêr ne ti yar e
  2702. şabûn ji mirtiba nayê
  2703. şahidê rûvî terrî ya wî ye
  2704. şala çivîtkirî pirepir e, zik ji nêza re qurequr e
  2705. şand diziyê, lê da firiziyê (ton fîtkirinek e)
  2706. şansê te hebe, sêlê dernexûn dîne, nên bikê, wê bên
  2707. şansê te pîs bê, diranî te wê di kolkê da bişkê
  2708. şansê xwe di kûnê gur da ye
  2709. şeb û şekir, ji hev nasnekir
  2710. şekala xwe ramede nav qonderê xelkê
  2711. şekir ne xurdê gavana ye
  2712. şepilê kora li nav hijîra
  2713. şêr bi fena tê girtin
  2714. şêr bi lepê xwe mêr bi destê xwe
  2715. şêr di xew da be, berx qeral e
  2716. şêr kal dibin rovî bi gunkid wan dilîzin
  2717. şêr ko pîr dibin, dibin qeşmerê roviyan
  2718. şer xweş e li nav şovê, ne li nav bênderê
  2719. şerav (araqî) dan bizinê, çû çêy li gur gerî
  2720. şerê ku hate ber dêrî, li ser sêrî
  2721. şeref ji jiyanê mezintir e
  2722. şerî kûçka li ser sergoyî me ye
  2723. şerî wehşan di nav garisî me de dibe
  2724. şerî xwe di kevra dide
  2725. şêrîn şêrîn here malên dostan
  2726. şerm bike ji şermnekeran, bitirse ji bêtirsan
  2727. şêro, bi lepê xwe
  2728. şerr bi tivingê vala nabê
  2729. şerrê kûçkan li ser dêlan e
  2730. şev çiqasî tarî be, lê ronayî li paşî yê ye
  2731. şev hemû avisin
  2732. şev kal bû rovî har bû
  2733. şev reş, şûv reş, mî qemer berxa reş li ber gur li ser hev dikê der
  2734. şev yek e, diz hezar in
  2735. şevê reş ji êvarê de reş e
  2736. şevid reş, şevêd mêran e
  2737. şewat şewatê tînê
  2738. şêwr heye, sinet e
  2739. şêwrê çûka li ser garisî me ye
  2740. şêx û feqî bi miriya dipirsin, kirîv bi şahiya dipirsin
  2741. şikefta sed bizin herê yê, sed û yek jî ê herê yê
  2742. şîn jî ya meye, şahî jî ya meye
  2743. şîn şînê tîne, şahî şahiyê tîne
  2744. şîr bi şekir xweş e
  2745. şîrê kerê anca sîpê mezin dike
  2746. şîrê kerê ji cehşa kerê re ye
  2747. şîre li malê te hebê, mêş ê werin ji bexdadê
  2748. şîreta bûk û xeswê ye
  2749. şîrî kerê ne besê kuri yê ye
  2750. şirra tehl, qawînên şêrîn jê nabin
  2751. şirrê (tamar , lem ) tal ecûrî şêrîn nakevê yê
  2752. şivan dilbike, di sola xwe de şîr didoşe
  2753. şivanî xirap zanê pez li ku dayî gur
  2754. şîvê me nîsk û bulxur e tev li hev e, taştî me jî nanî tisî carna vê ra dew e
  2755. şivkê ter zû rast dibe
  2756. şor ji devî mêra derdikeve
  2757. şor jî hene, şorik jî hene
  2758. şor ji kufta xwaştir in
  2759. şor şora tînin der
  2760. şora hêvarê ne ya me ra ye
  2761. şora rast dendikek zihêr pê re ye
  2762. şorbe zik dike torbe ( tûr )
  2763. şorê mê dine kûnê şorê nêr
  2764. şorê rast sê diram zêhêr tê dane
  2765. şorêd ber ara, dikevin qulên dîwara
  2766. şorêd pir bayê kur
  2767. şorek rast pîşê sed şorî dibirê
  2768. şorên çiya û pesara mînin ber ara
  2769. şorên pîs ên xwedana ne
  2770. şoreta kerê palasa wî ye
  2771. şorid êvara, nayên sira
  2772. şorkara ker firotine gura
  2773. şûjin bi fen tê qulkirin
  2774. şûjina xwe nabînê, derziya xelkê dibînê
  2775. şûjinê di ber serî xwe ra nabînê derziyê di ber serî xelkê ra dibînê
  2776. şûna ku dêya mera bigrî, bera diya xelkê bigrî
  2777. şûna şêra kundek kor
  2778. şûna şêra, mane roviyê şikêra
  2779. şûna şûr û tîran xweş dibe, lê ya qise yên nexweş xweş nabe
  2780. şûnê birînê qurşînê çê dibê, şûnê şorê xerab çê nabê
  2781. şûnê dêkê min digrî, bila dêkê xelkê bigrî
  2782. şûr di des te de be, bila rehma xwedê di dilê te de be
  2783. şûr mêrekî dikuje, ziman hezaran
  2784. şûr qinî xwe nabirê
  2785. şûr û mertalê jinan ziman e
  2786. şûrê kê tûj be, bila li çaqa min bikeve
  2787. şûrê kê tûj be, ew dinê dixwe
  2788. şûrî kê stûr e, ardî wan î hûr e
  2789. şûşa dil ku şikest nacebire
  2790. şuşt bi heri yê, rêxist bi diri yê
  2791. şûştin reng û rû ye, xwarin gend û gû ye
  2792. ta em hev nas bikin, emê umir xelas bikin
  2793. ta hirç rabûn semakirin heft merî bi birînkirin
  2794. ta mirov dêndar nebî zengîn nabî
  2795. tajî bi zorê narê awê
  2796. talana bi xelkê re dawet e
  2797. tamareka tehl û şêrîn di zimên de hene te tehl kir tehl dibe, û te şêrîn kir şêrîn dibe
  2798. tas hat û çengirî çi tije û çi vala
  2799. tasa li derve bimîne, seg dalêse
  2800. tasûmê ne çepê xwe hey e, ne rastayê xwe heye
  2801. tat li kerê girêdayî dixin, dibên ev bifiltê ji wayî girêdayî xerabtir e
  2802. tat xêli dibin, guhên wan sor dibin
  2803. tava sibehan pere neke, tava êvaran hîç pere nake
  2804. tê bazara xwe bikê ta xû di eniya te re çekê
  2805. te bi destê xwe kir, tê bi stûyê xwe jî bikşînê
  2806. te bi ereba ra got merheba wê tev sola werin ser kurk û eba
  2807. te bi findiqiyê li deriyê xelkê xist, xelk wê bi gurmistê li deriyê te xin
  2808. te bi tiştikî nizanî, te mala xwe xera kir û mala me li ser danî
  2809. te bi yekî ra got ezê qîzê xwe bi te dim, wê bêje pîs e
  2810. te çêlkê xwe bi firê xistin
  2811. te çi di tewkê da hişt
  2812. te çi kir bi deriya, wê were bi seriya
  2813. te çi kir ji te ra ma, tê her tiştî bikê
  2814. te çi xist biroşê, tê li gor wî şîvê derînê
  2815. te çi xist biroşê, tê wî derînî
  2816. te çi xist kewarê, ew tê xwarê
  2817. te ecele gûkir, tê du cara gûkê
  2818. te fedî ne kir, çi dikî bike
  2819. tê gênim bikirê, li êrd binêr; tê qîzê bixwazê, li dê binêr
  2820. tê gênim bikirê, li êrd binêr; tê qîzê bixwazê, li dê binêr,tê avê vexwê li kaniyê binêre
  2821. te got neyse pir dibirê
  2822. te got tu zanê, xircir di aşa de nabê
  2823. te guçilî melefê dî, mebê kefene
  2824. te gura gura dûv hêşt
  2825. te karek bi yekî ra kir, divê hûn çêlka bi hev re derxin
  2826. te ker ajotin tê li tirr fisa tehmilkê
  2827. te kûçkî xwe têr nekir, ê herê ber qapî xelkê
  2828. te lêxist, pehnê kurtanciya lêxe
  2829. te li ku xwar, ew der ji te ra dibe war
  2830. te nanê kê xwar, tu wê defa wî lêxê
  2831. te qenciyek kir, bibe serî
  2832. te qurbanek kir gereke tu jê bi heft malan dê
  2833. te rindî kir ji te ra ye, te xirapî kir ji te ra ye
  2834. te rindî xwast tê rindiyê bibînê tê xirapî xwast tê xirapiyê bibînê
  2835. tê rokê rast gunik reşekî werê
  2836. te rû da sêwiya, mewîja dixwazin
  2837. te tim zînî li kêrgiyê kirî
  2838. te xêrek kir, bi serî bike
  2839. te xwe da nav avê, çi li kabê çi li navê
  2840. tehtê te lê rîne, hîn baranê neşuştine
  2841. tehtên wî lê rîne heft sala baran naşû
  2842. temaşe ji mewîja xweştire
  2843. temîz e kakil ket kûz e
  2844. temûz dibêje, tebax dirêj e
  2845. tene bû firîg, mele bû şirîg
  2846. tene ji kaya kevn dernakevê
  2847. tenya binê beroşê ye
  2848. têr (teyr) hene tê goşt pêdê têr hene tê goşt buxwê
  2849. têr bi halê birçî, sax bi halê nexwaş nizane
  2850. têr tev dujminê kêwin, kew jî dujminê miletî xwe ye
  2851. ter û hişk bi hev de dişewitin
  2852. têrekbû li destê te nîşt lê te pê nizanî
  2853. têrxwarin tune, danîn edet e
  2854. teşiya mûşê çiqasî birêsî ji hev dikşê
  2855. têt ( tat ) têr xwar ê hiltirînê xewê
  2856. tevdan ji helîsê re başe
  2857. tevir doxê xwe ( destikîxwe ) qot nake
  2858. tevnê bike, xeca min; buha bibe, keça min
  2859. texmîn rêbir e, aqil hakim e
  2860. têxt ji mîx re got
  2861. textikî ser avê ye
  2862. teyr bi çengan difirin, mêr bi mêran dixwirin
  2863. têyr dijminê hemo kewa ye, kew bi xwe dujminê serê xwe ye
  2864. teyr laşe xwarbê, wê nikil xwarbê
  2865. teyr li berata digere
  2866. teyr rinde bi refî xwe re
  2867. ti çiya ko rê vê nekevin nînin
  2868. ti dar serî xwe gêştine ezmana tineni
  2869. ti dar tineye ko ba lê nekeve
  2870. ti gul bê strî tinene
  2871. ti kes vê qisûr tine ye
  2872. ti nema ye ku pêşiyan negotî
  2873. ti serî vê derd tinene
  2874. ticarê kovî ne karê dike ne zirarê dike
  2875. tifaqa mûriyan çiya dixeşibîne
  2876. tifka sayî, şerm bike ji xweyî
  2877. tim girî ne ji hiznê (şewatê )ye, ken ne ji kêfê ye
  2878. tim kirasê hesûdan kin e
  2879. tim kufte di gêlî re tolnabin
  2880. tim lêmişt na yê û qil û qirşa nîne
  2881. tim lêmişt nayê û pûş nayne
  2882. timahî tim kêmahiye
  2883. tinebê, camêrî hesan e
  2884. tinebûn kerasekî çetin e
  2885. tinedîtiyan ti nedîtin, dema dîtin, bi xwe de rîtin
  2886. tîntore, e bi ccarox tu bi gore
  2887. tirbê nêzmiriya tinene
  2888. tirbê xerîba tim li ûc e
  2889. tîrê ciyê xwe dî
  2890. tîrê davê kevên vedişêrê
  2891. tirî bavê êlê ye, zêtûn diya feqîra ye
  2892. tirî li tirî dinêre reş dibe
  2893. tirr bi dîna dewat in
  2894. tirr li hemama derew li xerîbiyê
  2895. tirr têde bûne fis
  2896. tirra meke, te kir jî mila du camêr bibên, li serî vî
  2897. tirrê kûnê xwe meke kûnê hevala
  2898. tirs berê mirinê nagirê
  2899. tirs dijminê aqil e
  2900. tirs hebe erd giran dibe
  2901. tirs mergê rovî ye
  2902. tirsa gur ji baranê hebûya, wê ji xwe re kulavek çêkira
  2903. tiştê dila, nayê mila
  2904. tiştê kevnê wî tunebe, teze yê wî jî tuneye
  2905. tiştê ne çê, para keçê
  2906. tiştekî te winda bû heft caran malê xwe seke paşê cînara pirske,
  2907. tiştî bi qelem bê nivîsandin, bi bivir nayê şikandin
  2908. tiştî çû mekefe dû
  2909. tiştî giranbiha î erzan e
  2910. tiştî tu dixwazê bi des te neket, tiştî bi des te ket bernede
  2911. tixobê xortan tune ye
  2912. tor tor digerê, karikî xwe nakê
  2913. toraqa îro ji rûnê sibê çêtir e
  2914. tovê ku dijmin bireşînin, dê stiriyan şîn bike
  2915. tovê xwê ye, pisê hêstirê ye
  2916. tu bi rêkekê de çû bila çîk ji ber lingid te bifirin
  2917. tu bi tivingê ne mir, tê bi vî hîmî jî nemirî
  2918. tu bi yekî ra bi rêyekê de çû, bi xwe di rê ra meşî û tu jî da aliyê rê, carek din vê re med-mestîn
  2919. tu bi yekî re bû heval gereke hûn çêlka bi hev re derxin
  2920. tu bixazê kerek te hebê bixwaz du ker cîrana hebin
  2921. tu bû heval yekî û hûn ji hevdu xeyidîn mila sûcê wî bê
  2922. tu bû mîr, xwedê meke bîr
  2923. tu cehnimê ( dojeh ) nebînê cinet ( bihuşt ) bi te xwaş nabê
  2924. tu çi biçînî, tê wî hilînî
  2925. tu çi bikî ji xwe re dikî
  2926. tu çi bixî kewarê, wê ew were xwarê
  2927. tu çi têxî biroşê, tê wê bixwî
  2928. tu çiqas bilind bifirî, tê weqas nizim bikevî
  2929. tu çû ku tê şûrî wir biikşînê
  2930. tu çû malên dosta, bi ber taqan mekeve ; dostid te hebin, bi ber berîkan mekeve
  2931. tu çûyî bajarê yekçava, divê tu jî çavek xwe bigrî
  2932. tu derê ji xelkê ra goşt dibrêjê û tu tê ji min re wê çêrokê dibêjê
  2933. tu dibê qey erd veqelişî û daqirtand
  2934. tu dibê qey heft kirine qulekê
  2935. tu dibê qey ji gundê bêlê hatiye meşkekê
  2936. tu dibê qey xwîn ji bin kerkê berdane (sist û gêj e)
  2937. tu dibî hevalê merivekî, bila ew merî di ser te re be
  2938. tu dibî nankir, genim bikire, perçe dikirî, çox bistîne
  2939. tu dikê dîna bi dengkirin bidê, dîndoq bi des de
  2940. tu dikê golkî xwedê biçêrînê
  2941. tu dikê keça xwe nedê yekî, qelen biha bike
  2942. tu dixwazî li serî min ho bibî berberiyê
  2943. tu dojehê nebînî, behîşt bi te xweş nabe
  2944. tu ê ko mera te ji nexwaşa ra bişînê zebeşa ye
  2945. tu fedî nekî, çi hebe tê bikî
  2946. tu girêka xwe bi destê xwe venekî, kes ji te re venakî
  2947. tu gul bî gula cûrî, bibişkuvê lîlka jorî ta vebê temenê min bihûrî
  2948. tu gul bî, ez te di ber yaqê re nakim
  2949. tu heft mehe havîn dikê qereqiş
  2950. tu her çi bêjî, li bejna heyran tê
  2951. tu hijda bazdî tê zû biweste
  2952. tu ji çi bitirsî, wê werê serî te
  2953. tu ji hêştir guhekî didê mera
  2954. tu ji kê hez dikî, tê loma lê bikî
  2955. tu ji meriyê pir sofî (olperest) bitirse
  2956. tu kê cêw bikirî, tê li kenarê binêrê
  2957. tu kê tiştekî buxê, û bi des te de bipekê çavê hina têda ye
  2958. tu kerî nêr di hêlika ra nas dikî
  2959. tu kesî ji koka darê tune ye
  2960. tu kevir bavêjê çiravê, wê peşk bêne te
  2961. tu mê bî jî tu kê bizê, tu nêr bî jî tu kê bizê
  2962. tu ne miste, û ne jî gurmiste
  2963. tu newêrî bêjiyê, dûyî êgir tê te
  2964. tu pêri (parî ) necûne narê xwar
  2965. tu sêfîl ket, cêhê biçîne û mirîşka xwedîke
  2966. tu sibê radibî, bêje, xwedê, pêşiyê bide cîranê min
  2967. tu şêx bî, rojid înê pir in
  2968. tu şîrî şêr di eyarî çêlkê şêr da bixwazê ezê ji tera wînim
  2969. tu teneke di nav ava zêr de jî bikî dîsa tneke ye
  2970. tu textikî ser avê ye, kes nizanê rêyê te di kura ye
  2971. tu tim li kerî ketî digerê
  2972. tu were dewê min bikêle, ez jî herim dewê lawê mîr bikêlim
  2973. tu werê kuştin û tu netê şuştin
  2974. tu xwe bi kuda biftilînê, kûnê te li paş te dimînê
  2975. tu zanê xaço mirî, lê tu nizanê sêrojka wî li ku didin
  2976. tûrî virekan tim bi qul e
  2977. tûrkî derewîna tim qule
  2978. tûrkî xwe li ba kê bû ye dawmeşîn
  2979. ûcaqî kor ne di tinebûnê ewlada tenê da kor e, di hebûnê ewladî tenbel da jî kor e
  2980. umrî kûçkî har çêl ro ye
  2981. vê xemê bihêle wê demê
  2982. vê zivistanê gur ji qulê xwe dernakevê
  2983. vexwe dew, têkev xew
  2984. vî duxum têr nabim, wî duxum qût nakim
  2985. vir di dûyî miriyan ra dibin
  2986. vir mirdar in
  2987. virrek carekê taştiyê dixun
  2988. vitek bi ciwanî, vitek bi pîrî
  2989. viyana dilan bi dayîna destan diyar e
  2990. war, warê hêşîn, bext, bextê pêşîn
  2991. warê xelkê ji mirov re nabe war
  2992. wek ba tê bêderê li bake
  2993. wek mirîşkê hêk vê re li ciyekî nasekinê
  2994. wek nanê ser sêlê ye
  2995. wek sêwyê eba bavê xwe li xwekirî
  2996. wekî du dil bibin tevayî, wê vî çiyayî hildin bibin ser wî çiyayî
  2997. wekî ku ez ciwan bûm, bi tîr û kevan bûm, gava ku ez pîr bûm notirvanê şikeva hevîr bûm
  2998. welat xweşe, bi welatiyan
  2999. werin dê û bava, berî li zaroya ye, zaro berî li çiya ye
  3000. werîsê derewan kine
  3001. wetaq bi obê ma, kevçê bi kodê ma
  3002. wexta giya bû, kes ne xiya bû, bû firîk, hemo û heso bûn şirîk
  3003. wexta heye mêvanî, wexta tine golikvanî
  3004. wexta kar rû dizîvirîn e, wexta şîvê kevçî tîne
  3005. wexta nêçîra min tê, gûyê tajiyê min tê
  3006. wî tûrê xweş e li serê wî kerî
  3007. xal xelk e, ap milk e
  3008. xalan xwarzî rakirin, apan birazî winda kirin
  3009. xaltiya donê, ji ser ve pakê ji bin ve çonê
  3010. xan nabe bê mêvan
  3011. xana bê mêvan ehremen lê civan
  3012. xar rûne doxri denke
  3013. xarzî li xalan tên
  3014. xasî dibêje qîza min ez ji te re dibêjêm bûkê, tu bibhîse
  3015. xatûn, me tu li ser (jor) dîtî, û li bin (jêr) jî dîtî
  3016. xebat şêr e, dest bavêjî dibe rovî
  3017. xeber ker e, bajo here
  3018. xeber ket nav sî û sê (du) diranan, wê bikeve nava sî û sê bajaran
  3019. xeber ne karê mêra ne
  3020. xebera xweş bide dujminê xwe, pariyê xweş bide hevalê xwe
  3021. xeberê mirinê, zû beladibê lidinê
  3022. xelk dihere tiştan tîne, kor-elî dihere mişkan tîne
  3023. xelk hejîra dixwen, em kerka dicûn in
  3024. xelk li baniya wek hev in
  3025. xelk li dûberana rast tên, em li fisgura rast tên
  3026. xelk mal û dewletê çêdike, ez û andro kolozê xwe tûj dikin
  3027. xelk mera bi serê xwe nahêle
  3028. xelkî bi merî ye, mişkî bi serî ye
  3029. xema gure ؟ deve biha ye
  3030. xema mexe xem xirap in, gula biçin sûsin ê rabin
  3031. xemla mala kejî û gulîn e
  3032. xemla malan stêr û qulîn in
  3033. xêr û gunehên te li stoyê te ye
  3034. xêr û neheq xwe li ber baranê şil meke
  3035. xêra bike û bi avê de berde
  3036. xêra kîrê me, bû mîrê me
  3037. xerapa çav li hevin
  3038. xetê xwar di gayî pîr da ye
  3039. xew nema li biçûkan, fedî nema li bûkan
  3040. xew û kew herdu bi hevra nabin
  3041. xew û mirin yek in
  3042. xewa bav kuştiyan tê, xewa zikbirçiya nê
  3043. xewa kuştiya tê, xewa birçiya nayê
  3044. xewa sibehê xewa kûçika ye
  3045. xeysetê ga xwedî dizane
  3046. xezal çiqas bezaye, ji bilî rizqê xwe naxwe
  3047. xezal çiqasî a beza ye, bêtirî rizqî xwe ranake
  3048. xirapiyê her kes dikarê bike, qencî dijwar e
  3049. xîret zêr e, ji bilî namûsa vêre
  3050. xizanî ne gunehkarî ye
  3051. xizanî zenga mêran e
  3052. xizanî, qedrê peran tênî
  3053. xoce dibêjin, me çi kir, mekin lê me çi got, bigrin
  3054. xoce ê birinê ne, ne yê danê ne
  3055. xort xortaniya xwe dike, qels doza çi dike
  3056. xu (xwêdan) di bin cên de yî, xû di bin eyêr de yî
  3057. xû ya şîrî çû pîrî
  3058. xudanê lezê her poşman e
  3059. xudê nanî şil nexê zikî her kesekî
  3060. xudê yê gotî dê te keme mîr belê min neke ji bîr, eger bike ji bîr dê te keme êxsîr
  3061. xudiyê fisê bi xwe dihesê
  3062. xulî li serî î mirî ye
  3063. xult axê dikolê bi nav çavid xwe dikê
  3064. xult jî li bîrî çava ye
  3065. xumxuma piyê hespê nêr, ji bin milê ga yê cot tê
  3066. xûn bi xûnê nayê şuştin
  3067. xûn xûnê meriya ye laşe laşê kûçka ye
  3068. xursîne ne dixwin ne didin kesîne xwediyê xiyarê çelmsîne
  3069. xur-xurê ewran nîşana baranê ye
  3070. xuya malê jê nayê xwestin
  3071. xwandin çala bi derziyê ye
  3072. xwar rûne lê rast biaxef
  3073. xwarbûn xerabûn e
  3074. xwarina bi heval xweş tê xwarin
  3075. xwarina xwe bi gura ra ye, meşa xwe bi şivana ra ye
  3076. xwastina keçan jî ne şerm e, nedan jî ne şerm e
  3077. xwastinê qîza jî ne eybe û nedan jî ne eybe
  3078. xwe hêvşand (xwe ragirt ), xwe hêvşand, hêvarî henê xwe kişand
  3079. xwe ji strî xeyara diparêzê
  3080. xwe kiriye şorba nexwaşaa
  3081. xwe li ber êgir germ dikin û xaliya xwe jî davêne ser rêyê me
  3082. xwe li heft avaxê qolanê piştê şil nabê
  3083. xwe li tîrî kêm dîmene
  3084. xwe meke benîşt, û mekefe devî xelkê
  3085. xwe meke taldê dîwarê derizî
  3086. xwe nede ser berê bê bin, û xwe nede pêşiya mêrê dem demî
  3087. xwedanê çêlekê ji xwedanê kerê şîr dixwazê
  3088. xwedanî namûsê kerr e û kor e
  3089. xwedê bidê jî qûlî ne rind nahêle
  3090. xwedê carina dikê mû, lê naqetînê zû
  3091. xwedê carina li xet û nîvê dide meriyan
  3092. xwedê fersendê enbarê cihê nekê keran
  3093. xwedê fersendê kuspê nekê tata
  3094. xwedê fersendê mêrê çê nede dest mêrê xerab
  3095. xwedê fersendê şêran neke roviyan
  3096. xwedê gotî ,ez ji qûlê xwe razî me ji ber her kes bi xwe razîye
  3097. xwedê gotî, ya ez ba me, ya jî ez di bê de me
  3098. xwedê kesî hoyî pariyid şil nekê
  3099. xwedê kevrekî li mera dixîne û heftan jî di ser mera re digre
  3100. xwedê kûsî dibînê û di wî qaliqîda datînê
  3101. xwedê li wê dinê wê heqê bizna kol ji ya bi qoç bistîne
  3102. xwedê noka dide kalên vê diran
  3103. xwedê rû dibîne û sîlê lê dixîne
  3104. xwedê şaşkê dide wî, nizane girêde
  3105. xwedê umrî li daha dayî li naha nabê
  3106. xwedê xwedê ye, ne mêrê medê ye, bavê mera dikuje, dêya mera jî dide xelkê
  3107. xwedê yekê bi serî mera dike û hefta jî di ser mera re digre
  3108. xwedî mal bi malekê ye, bêmal bi hezar mali ye
  3109. xwedi yê mal heye, malê bê xwedî tune ye
  3110. xwedi yê pendê dikeve kendê
  3111. xwedi yê xêra rebenê dêra
  3112. xwediyê xêran dibe rebenê li ber dêran
  3113. xwelî li wî be, ew ê mirovên xwe bide bi xelkê
  3114. xwelî li wî serî ewê ga da bi kerî
  3115. xwelî li wî serî ku hefit serî jê ne êşin
  3116. xweşî bê tehlî nîne, qonax bê hostan ava nabî
  3117. xwîn xwinê meriya, laşe laşê kûçka
  3118. ya dil, mila di dil de bê
  3119. ya mêra, lêhatin e
  3120. ya narim êş, ya ezê aşvanî bikujim
  3121. ya xwe di zikî gur da nahêle
  3122. ya ziman dibirre şûr jî nabirre
  3123. yahûdî sêfîl dibe defterê kevin vedike
  3124. yan arvanê xwe li êşke, yan jî ji êş barke
  3125. yan bi cîran be, yan bi heval be
  3126. yanbasi li gayî cot nabê, lê qûl dikê
  3127. yarê di ya mi yek ba minê bi dendikê bihîva xwedîkira
  3128. yê ku li du riyan dinêre şaş dibe
  3129. yê ne ji hinava, nayê pêş çava
  3130. yê nû hat, mirov li yê çûyî digere
  3131. yê nû tim yê baştir nin e
  3132. yê pisyarkerbe dawê zanabî
  3133. yê tiştekî nizanibe tiştekî ji bîr nake
  3134. yê xêrê naçin dêrê
  3135. yek heye bi sedî, sed heye ne bi yekî
  3136. yek îdare nake ( têrê nake ) didu li hev nakin
  3137. yek mir, yek mirdos, yek filitî nate des
  3138. yek ne di govendê da bê, sema pê hêsan e
  3139. yek niç (na), du niç, ê dinê serî li kuç
  3140. yek ta nabe, du ta tê re nabe
  3141. yekî berazî û yekî karazî ji hev ra bûn xal û xarzî
  3142. yekî bi te re got
  3143. yekî du ga hebûn, yek nediçû axirê, yek ji axirê dernediket
  3144. yekî got
  3145. yekî ji sergînekî hezkir heft sala bi xwe re gerand li dawiyê av kir ser û vexwar
  3146. yekî jinê xwe ji dest dêna difroşe, yek hat, go
  3147. yekî ko nerindiyek bi te kir, tu rindiyan pê bike
  3148. yekî li jina xwe xist, go
  3149. yekî mêr pêveda, ji gera werîsa ditisiya
  3150. yekî nalek dî got
  3151. yekî rindîk bi te kir, bi tobekirin mede
  3152. zanibê çi bêjê
  3153. zanîna bi çûkî kolîna li berî ye
  3154. zarî koşkara tim a pêxasin
  3155. zaro bi lîstikê gir dibin
  3156. zaro li zorê ke, bûkê li kerê ke
  3157. zarok di lorik da, bûkê di sorik da
  3158. zarok duxin ta çav dibînin, kûçik duxin ta dûv dilivînin
  3159. zarok guleyên zêrî ne
  3160. zarok kezeba dê û bava ne
  3161. zarok kulîlkên malan e
  3162. zarok li ser mila dê mezin dibin
  3163. zarok perdên sipî ne, nexşên xweş lê dîne
  3164. zarok ta çav dibînin, kûçik ta dûv dilivînin
  3165. zarok zaroke, ha firiye ha ziriye
  3166. zarokê çê bi dê û bavên xwe naşêwire
  3167. zarokî baş dibê kî hevalê min e, nabê ez hevalê kê me
  3168. zaroyê bê dê şîva bê xwê
  3169. zava kerê xezûran in
  3170. zave tim kûçkên xezûrane
  3171. zebeş ji teyîkî xwe direvê
  3172. zengînê heft perspana ye
  3173. zengîno bimbarek, fiqaro te ji ku anî ye
  3174. zengîno, te bi çi kirî; xizano, te ji ku anî
  3175. zêr biçûk e, biha giran e
  3176. zêr bide zêrkeran
  3177. zêr çiqasî çûçik e weqasî biha ye
  3178. zêr qilêra destî mêra ye
  3179. zêr zanê, zor zanê, devî tivingê mor zanê
  3180. zerik çingiya, çi rast çi derew
  3181. zerik ket, neşkî lê deng da
  3182. zerka vala çingînî jê tê
  3183. zerka xwe ya dagirtî, li zerka xelkê ya vala nexe
  3184. zêrker bi qedrê zêran zanê
  3185. zêt ta heft salan dinê
  3186. zêtê nekî çirê, çira vênakevê
  3187. zeviya ji zeviya zêde, heft cara gîsnê xwe lêde, paşê tovê xwe têde
  3188. zik baxçe ye, her tişt tê heye
  3189. zik bîstane
  3190. zik ne êşe, dev nabêje
  3191. zikbirçî têr dibin, belê çavbirçî têr nabin
  3192. zik-birsî têr dibî, malbirsî têr nabî
  3193. zikê xwe ho meke hemo dana, heye ko bi des te nekevê carina
  3194. zikî mera ne sifre ye, ko mera ji her kesî ra raxê
  3195. zikî têr qurqur jê nayê
  3196. zilam darê şikestiye
  3197. zilam serkar e, jin binkar e
  3198. zilamên pîs timî fena li yê baş dikin
  3199. ziman bê hesti ye, digere
  3200. ziman bê hesti ye, hefsar di des xwediya ye
  3201. ziman go
  3202. ziman him dost e, him dujmin e
  3203. ziman him yar e, him neyar e
  3204. ziman kilîtê dilan e
  3205. ziman li zimên namînê
  3206. zimanê dirêj, bela sêrî ye
  3207. zimanê te rihet be, serê te vehesi ye
  3208. zimanê te toqmaqê te ye
  3209. zimanî sorik biskinê , ciyî bilind ê mera ye
  3210. zimanî xwe bibirr, ciyî xwe bikirr
  3211. zimano riheto, seriyo firqeto
  3212. zîniqê navê xwe derneket, çû bi serê kaniyê da mîst
  3213. zirara elkê, kara xelkê
  3214. zirarê dûvmeqeskê, ji yemenê pirske
  3215. zirarê megîne kesa ji bo negihê pisa
  3216. zivistan hat kerasê sêfîla dirrî
  3217. zîwana gundî mera ji genimê xelkê çêtire
  3218. zor di derî re bikeve hundir, qanûn di kulekê re derdikeve
  3219. zor ji zêr xurtir e