Wîkîferheng:Guherrandin

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zibare
 
Xwendin
 
Nivîsîn
 
Guherrandin


Mafê her bikarînerê Wîkîferhengê heye ku rûpelên heyî jî biguherrîne tevî ku ew rûpel ne wê / wî bi xwe çêkiribin jî.

Çi guherrandin?[biguherîne]

Armanc ew e ku hemû bikarîner beşdar bibin û rûpelên heyî jî bên kemilandin û dewlemendkirin.

Bo nimûne, ger di rûpelê de tenê wateyek anku maneyek ji peyvê re hatiye dan lê wê peyvê du yan zêdetir wate hene, tu dikarî wateyên jê kêm lê zêde bikî.

Ji bikarîneran bi taybetî tê hêvîkirin ku wergerrên peyvê yên bi zimanên biyanî bidin.

Vandalîzm[biguherîne]

Lê mafê bikarîneran nîne ku rûpelên heyî vala bikin yan tiştên bêrêz yan xirab binivîsin.

Bêrêzî û xirabî dê bên jêbirin.

Her kesa/ê ku çend caran rûpelan xirab bike, dê guherrandina vê ferhengê êdî lê bêt qedexekirin.