Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Revîzyona rêbaznameyê

Peyvên herêmî yên bêçavkanî
Ji Wîkîferhengê

Revîzyona rêbaznameyê[biguhêre]

Dengdaneke li ser: revîzekirinê beşên Rêbaznameyê yên li ser çavkanî û peyvên devokî. Pêşniyazên vê dengdanê wisa ne:

  • Cumleya li jêr li beşa Peyitandinê dê were zêdekirin daku kîjan çavkaniyan tên qebûlkirin zelaltir be.
    Pirtûk, ferheng, kovar û malperên înternetê (ji bo çavkaniyên ji internetê bo zêdetir agahî binêrin Çavkaniyên dijîtal) wek çavkanî tên pejirandin.
  • Beşeke bi navê Peyvên herêmî bi vî awayî li Rêbaznameyê were zêdekirin:
    Ku çavkanî tunebe û şablona {{dever}} hatibe bikaranîn hingê peyv dê li Wîkîferhengê bimîne lê ji bilî rûpela xwe peyv dê di ti cihê din yê Wîkîferhengê de neyê nivîsîn heta ku peyv were peyitandin, herwiha di beşa ==== Bikaranîn ==== de bi şablona {{herêmî}} rewşa peyvê were zanîn
    {{herêmî|hejmar=|deverekî (wek mînak)}}Agadarî Ji bo vê peyvê çavkaniyên nivîsî nehatiye dîtin lê li  deverekiyê tê bikaranîn. Heta were peyitandin vê peyvê li ser rûpelên din nenivîsin! Ku hûn çavkaniyek bibînin ji kerema xwe lê zêde bikin.
    • Ji bo vê nivîsê dûre em dikarin şabloneke rewş, dever û hejmara çavkaniyên peyvê nîşan dide jî çêkin heke were qebulkirin.

Gotûbêjên berê:

Dengdan[biguhêre]

Dengdan di 08.11.2020 de dest pê kir û di 22.11.2020 de bi dawî bû.
Hat pejirandin.   4 (%80)  1 (%20)  0 (%0)

Bo[biguhêre]

  1.  Erê Balyozxane (gotûbêj) 02:43, 8 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  2.  Erê Rewiye tine (gotûbêj) 20:18, 13 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  3.  Erê -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:23, 22 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  4.  Erê--IbrahimKocher Duhok (gotûbêj) 21:22, 22 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
  5.  Erê Ferhad Kurdi (gotûbêj) 05:55, 23 çiriya paşîn 2020 (UTC)[Li gorî Rêzikên dengdanê ev deng ne guncav e. (Piştî xilasbûna dengdanê hat dayîn.)][bersiv bide]

Dij[biguhêre]

  1.  Na--Jiju (gotûbêj) 20:40, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bêalî[biguhêre]

  1.  Erê Mamoste Dilovan[Li gorî Rêzikên dengdanê ev deng ne guncav e. (Krîtera 2)]

Gotûbêj[biguhêre]

@Balyozxane, Guherto, Ghybu, û Şêr: @Ferhengvan, Pispor, Cyrus the virus, û CathFR: @Alainkhalil, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û DYARI M.SHAREEF: @Dilyaramude, Dûrzan, Fawaz rengzerî, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Hakîmo, IbrahimKocher Duhok, û Joseph Hemê: @Kamuran Çapan, Mamoste Dilovan, Pîranê gundî, û Rewiye tine: @Serchia, SilemanPolat, Xelilof, û Zinar-1974: @Ş.Pêşeng, Şîyar LEVENT, MihemedCan, Calq, û Bikarhêner:

Şirove Silav ji we re hevalno, wê nivîseke dirêj be, ji niha ve spasiya sebirkêşiya we dikim. Em ji bo qayîmkirina pêbawerbûna Wîkîferhengê herwiha parastina zengîniya kurdiyê jî ava bikin, Pîvekên Tevlîkirinê qebûlkirin. Ji aliyê peyvên folklorê ve îtîraza min heye lê ji aliyê çareserkirinê ve ez bi balyozxane-yî re ne hemfikir im, wê “dever” nebe çareser. Bi ser de ditirsim ku wê ev şablon li ber armanca me ya pêbaweriyê bibe asteng û hebûna rêbaznameyê bêwate bihêle.

Em çima Pîvekên Tevlîkirinê çêkirin? Ji ber ku kurdiya niha û jiyana “normal” a nûjen di hin qadan de li hev nayên. Loma gelek kes bi nêteke baş û xweş ji bo tiştên dûrî çanda kurdan ên niha peyvên nû çêdikin. Hinin ji bo psîkolojiyê, hinin ji bo bîyolojiyê, hinin ji bo hiqûqa nûjen, hinin ji bo rojnamegeriyê û hinin jî ji bo înformatîkê hwd peyv çêkirine û çêdikin. Ev peyv gelek caran ya tenê di nivîsekê de derbas dibin an jî bêyî di nav çavkaniyên nivîskî de derbas bibin wekî pêşnîyazeke dilpaqijî li wîkîferhengê tên qeydkirin û helbet bêyî hişyarî. Niha di Wîkîferhengê de peyvên wiha gelek in. Di serî de me bi çavkanî xwestinê ve armanc kir ku vê gemariya WFê paqij bikin û pileya pêbaweriya peyvan zêde bikin.

Belkî nota “dever”î wekî agahiyeke xweş bide xwîneran, heta ne tenê di yên bêçavkaniyan de, di heman demê de di hemû peyvan de yên wekî standard hatine qebûlkirin jî tê de. Lê wekî şablon wê ecêbiyeke derxe meydanê. Îja pêşnîyaza “dever” bêsînor e. Erê li pêşnîyaza jor bi hinin şertan re hatiye girêdayîn lê berî ku ez derheqê wê de bipeyivim, dixwazim hewla “standardkirina kurdî” ya rêveberiya Wîkîferhengê bînim bîr. Di wê dengdanê de ferhengeke çapkirî wekî çavkaniya sereke bo rastnivîsa kurdî ya Wîkîferhengê hatibû qebûlkirin. Bi armanceke dilpaqij tev dabûn û niha jî bo herkesî derbasdar e. Îja heke ev şablona ”dever” were bikaranîn, wê hîsa/hezkirina “herêm-perestî”ya... de haydê em jê re wiha nebêjin lê “herêm-parêzî”ya serîlêderên Wîkîferhengê derxe meydanê. Ev talûkeya neteweperstiya herêmî di halê hazir de di twitter û facebookê de bûye mijara jirêzê. Hûn dizanin, mînaka herî em baş pê dizanin tirkî ye, tirkiya nivîskî bi her awayî ve pişta xwe daye devoka Stenbolê. Lê “zimanê nivîsê ya standarda kurdî” ne mîna tirkî ye. Erê şopa Cizîr û Botanê li her derê nivîsê tê hîskirin lê em dikarin ji bo kurdiya nivîskî re bibêjin kolaja devokan e. Loma, ew naxwaze bipeyive, ê din naxwaze qise bike, yekî din dibêje ez diaxifim, aliyê din jî diştexile... Ne ku çewtî heye. Ev zengîniya me hemû kurdan e lê tercîhên axivêrên kurdan, (ji ber ku bi kurdî perwerde tune ye) piçekî ji ber înat, piçekî jî ji edetiyê şikil digire. Wekî hûn jî dizanin ev pir-serîtî derdikeve meydanê. Û bi ser de ev heye, zimanê kurdî ya standart pirdevokî ye. Her devok jî di deverên xwe de tê peyivîn. Ên standard jî tê de.

Îja wê Serhediyek/Botiyek/Behdînaniyek/hwd were li vir peyva xwe bigere û ew ê şablona “dever” bibîne, lê di varyanteke din de -heke çavkanî hebe- wê şablona “dever” tunebe. Îja, ji xwe ji ber biryara standardkirinê bêjeya sereke ya vê ferhengê wê di WFê de pênaseyan bihewîne û varyantên wê jî bi bnr”an pê re were girêdayîn. Wê di him varyantan de pênase tunebin û him jî li piraniya wan jî şablona “dever” were lêzêdekirin. Bawer kin, ji bo agirê herêm-perestiya niha ev ê bibe benzîn. Û heke bipirsin, bi kîjan heqê, we ev hilbijartiye û ya din kiriye deverî û vala hiştiye, bawer kin ferhenga ku çavkaniya standardiyê nabe bersiv. Ji ber ku ew bi xwe ya nîqaşê ye.

Min li cihekî din jî gotibû, lê li vir jî zêde bikim. Em, hemû bi ya deverên/devokên xwe dinivîsînin ên berî me jî bi ya deverê xwe nivîsandin û peyvan li WFê zêde kiribûn. Ne ku ev xeletî ye, ji ber ku standarda kurdî kolaja devokan e û loma herkes bi dilê xwe dinivîse. Ev jî tê vê maneyê: Hemû peyvên li WFê ne, (çavkaniya polîtîkaya standardkirinê jî tê de) hemû deverî ne. Ji ber wê jî pêşnîyaza vê Revîzyona Rêbaznameyê a ku dixwaze li şûna Têgihên folklorî, Peyvên devokî binivîse, him derdê me ya niha çareser nake, bi ser de talûkeya herêmperestiyê bi xwe re tîne û bi ser de ji bo bikaranînê senaryoyan baş îzah nake Mîsal maneya peyvekî ya yekem bi çavkanî be, lê ya duda bêçavkanî be, wê demê em ê wê madeyê du perçe bikin, an rasterast hişyarî bidin hemû madeyan? Gelo wê çi senaryoyên din derkeve pêşiya me, divê ev jî bê gotin.

Têgihên folklorî divê bimîne. Lê revîzyona wê jî şert e. Heke revîzyonek neyê çêkirin mîsal ez ê nikarim van peyvên têkiliyî şivantiyê (gov, cuher, doşanî, guhar [ji maneyên heyî cuda ne] û peyvên terzîtiyê (jêrajor, hêvistin, kobekirin, doran, merhes, qemte) li WFê zêde bikim. Ji xwe nerazîbûna xwe min di gotûbêja peyva kejmûnê de eşekere kiribû.

Dixwazim li ser Têgihên folklorî jî bipeyivim û piştre pêşnîyaza xwe bibêjim.

Folklor, zargotin, gelnasî an zanista gelêrî, li ser dab û nêrît, bawerî, berhemên edebî û unsûrên madî yên civakekê bi awayekî zanistî xebatan dike, wan dicivîne, disenifîne û dinirxîne. (Ramazan Pertev - Tesîra Modernîzmê Li Ser Xebatên Pêşî Yên Folklora Kurdî Tirkî - Journal of University of Zakho, Vol.4, (B) No.1, Pp 12-24, 2016)

Çanda devkî (ku çavkaniyeke folklorê ye) bi demê re winda dibe. Folklora kurdî çanda devkî ye ku hatiye nivîsandin [an jî divê hatiba nivîsandin] û heke em bixwazin qala folklora kurdî bikin, mecbûr in serî li wesîqeyên nivîskî bidin. (Avdo Karataş - Folklor û Afirandina Çanda Nivîskî - The Journal of Mesopotamian Studies Vol. 2/1 r. 48, Winter 2017)

Lê wekî em dizanin ji ber sebebên sîyasî vekolînên folklorî ya kurdan (yanî wesîqekirina çanda devkî) sînordar e, gelek caran jî ne mimkun e. Û jê xerabtir ev e ku em nizanin heta kengî wê wiha bidome. Ji ber wê ye ku her çiqas Wîkîferheng ev peywir hilnegire jî divê em peyv û têgihên “ansîklopediya civata kurd ya jîyînê” (Rohat Alakom - Folklor Jinên Kurd - r. 7, 2002) li vê ferhenga xwe qeyd bikin. Ji ber ku heke em têgihên folklorî paş guh bikin wê ji her aliyê ve Wîkîferheng kêm bibe. Bi min, divê di rêbaznameyê de têgiha “folklorîk” bimîne û di qeydkirina peyvên folklorîk de îstîsnaya “bêçavkanî”yê were lêzêdekirin.

Lê îja naverok û binbeşên folklorê pir fireh e û qeydkirina hemû mijarên wê him ne mimkun e û him jî wê bersivê nede armanca Wîkîferhengê.

Di bin banê vê beşa zanistî de 4 binbeşên girîng tên diyarkirin. Ev jî;

  1. Edebiyata devkî/gelêrî (Oral Literature): Berhemên ku nivîskarê wan ne diyar û bi awayekî devkî belav bûne. Hemû cureyên edebiyata gelêrî di nav vê beşê de tên tomarkirin. (=Vegotina gelêrî, şiîra glêrî)
  2. Çanda madî: Ev ji teknîk, bikêrî (skill), formûl û tarîfên ku ji nifşan bo yên din hatine veguhastin.
  3. Adetên gel ên civakî: Rîtûelên derbasbûnê (initiation rites), adetên têkildarî jidayikbûn, zewac, mirin di nav vê beşê de tên tomar kirin.
  4. Bicihanîna (performing) hunerên gelêrî wek muzîka gelêrî, dans û şanoya gelêrî cureyên vê beşê ne. (Necat Keskin- Di Çarçoveya Teoriya Performansê de Nirxandina Vegotinên Gelêrî - International Journal of Kurdish Studies Vol.2 /1 ( January 2016 ) r. 52)

Niha em dikarin li ser van çar binbeşan nirxandinek gelemperî bikin. Binbeşên 1, 3 û 4an ji naverokê ve ji xêncî navên tiştan nakeve sînorên Wîkîferhengê. Ew tişt çi ne? Mîsal di ay 1ê de gotinên pêşiyan û biwêjan hene ku kêm zêde hatine qeydkirin. Navên leheng û cih hwd ên di vegotinan de derbas dibin (cin, pêrî, dêw û hwd.), an jî navê şiklên vegotin û helbestan (çîrok, çîrvanok, mesel, dîlok, stran, lorik hwd.)hene. Mîsal a 3yan navên edetan (qîz xwestin, rehma xwedê lê kirin, ser xwendin hwd). Mîsal a 4an navên performansan û yên girêdayî wê (botî, delîlo, govend gerandin û hwd) Niha wekî tê dîtin, ev nav ji xwe di ferheng û çavkaniyên din ên nivîskî de derbas dibin.

Lê peyvên girêdayî çanda madî (unsurên madî) di ferheng û kitêban de piranî ne qeydkirî ne. Hemû peyvên pîşeyan (terzîtî, xeratî, zembilfiroşî, zêrîngerî, solkerî, hesinkarî, tevnkerî, înşeatkariya gelî, kar û xebat û berhemên girêdayî çandina erdê, bax û bexçeyan, berhem û kirinên karên heywanî, şivantî, xwedîkeriya hesp û ker û qentiran, xwarin û vexwarinan û gelekên din) hîn di folklora jiyana niha de tên bikaranîn an jî ber bi windakirinê ne û di her halê de jî divê bê qeydkirin.

Bi min divê em di nav şerta folklorê de îstîsnayek zêde bikin ji bo hemû peyvên çanda madî û berhemên gelêrî ên wekî gotinên pêşiyan û biwêjan. Bê çavkanî bin jî bila di Wîkîferhengê de cihê xwe bigirin. --Jiju (gotûbêj) 14:16, 29 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Armanca vê revîzyone tişta min fam kir ev e; Ji bo hin tegehên folklorîk çavkanî nayên peydakirin bitaybetî di hin devokan de. Çimkî di hin devokanda berhem kêm in. Ji bo çareserkirina vî pirsgirekê jî hin şablon hatiye peşnîyar kirin; -peyvên devok- û -dever-.

Biya min wexta em di meseleyekî de biyar bidin divê em pêşerojê bifikirin. Dîyare ku folklora kurdî bi mirina dapîr û bapîrên me re dê wunda be. Dibe ku pencî sal din kesek nekaribe keresteyên folklor tomar bike. Ji bo vê yekê tevlîkirin divê were hesankirin. Karê standartkirin û tomarkirina folklor kîjan mûhîm e? Biya min tomarkirina folklor muhîmtir e çimkî em niha tomar nekin yê sibe wunda bin lê herwext mirov dikare karê standardîzasyonê bike. Lê çi şewaz hebe heta destê me tê em bikarbînin ku karê standardîzasyonê xira neke. Hevalê Jîjo çar bin beşa daye û dibêje divê çanda madî û berhemên gelêrî ên wekî gotinên pêşiyan û biwêjan bê çavkanî were tevlî kirin. Lê ma folklor ne wek behrê ye? Ez bi xwe nizanim çikasî folklara kurdî hatiye qeydkirin? Biya min gelek kêm e. Di Tirkî de tevahî salekî şest hezar kitêb çap dibin. Di Kurdî de salêkî dused-sesed kîtêb e.

Pêşnîyazek wisa çaw ye? Bila bê çavkanî were tevlîkirin lê em komîsyonek hilbijêrin bila ew di nav xwe de biryar bidin ka kîjan têgeh hêja yê bo tevlîkirinê.

Di derbarê peşnîyar şablona de biya min peyvên devokî qet cihê têgihên folklorî nagire. Maneya devok û folklor gelek cuda ye. Armanca ve guhartinê çî ye? Eger armanç hesankirina famkirinê be biya min bêhtir tevlîhev dike. Kelîmeya folklor di hemû zimanan de tê bikaranîn. Ne xelet bim ji Ingilîsî(folklore) derbas bûye. Kesek derekî folklor bibîne mesele fam dike. Di meseleya şablona -dever- de biya min em vî jî biguherînin wek hevalê jîjo gotî dibe ku bibe sedemê hin pirsgirekan. Şablona Şablon:folklor, Şablon:gelnasî, Şablon:zargotin hwd. çawa ye? Em navek cuda çêkin belkî meseleya heremperestî neye bîra kesî. Herwina divê peyvên ne folklorîk divê bin vê şablonê de neye qebul kirin. Eger wek hevalê jîjo li jor gotî pirsgirekên mezin derkevin em dikarin revîzyonê bikin û pîvek biguherînin lê heta em ne ceribînin em nizanin yê çawa be. Ez bawer nakim xurtên me werin di wîkîferhengê de ji bo devoka xwe şer derêxin, platforma medya civakî û wikiferheng gelek cuda ye. Li vir xwêdan heye lê di medya civakî de ego heye.--Rewiye tine (gotûbêj) 20:35, 30 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Jiju û Rewiye tine: Min şaş rave kiriye loma we jî şaş fêm kiriye. :D Min biborînin. Min dengdanê sererast kir. Armanca vê rêvîzyonê guherandina beşa têgihên folklorî wek têgihên devokî nîne. Armanc ew e ku hemû peyvên cem xelkê tên bikaranîn bila werin li wîkîferhengê qebûlkirin. Hevalê Jiju behsa hêremperestî dike lê ku em bi ya min gotiye bikin hingê pirsgirêkek wisa dernakeve ji ber ku peyv dê ji xêynî rûpelê xwe li ser rûpelên din neyên nivîsîn. Min fêm nekir hûn çima behsa hêremperestî kir, bi vî awayî çawa kesek were hêremperestî bike? Ji bo peyvên sereke yên peyitandî ti kes nikare hêremperestî bike ji ber ku jixwe bi çavkanî ne. Nexwe, ku em bi ya hevalê Jiju bikin, em ê ti car nepirsin ka çavkanî heye tune ye/li kû derê tê bikaranîn. Ku kesek were û peyvek lê zêde bike, bêçavkanî û folklorîk be, peyveke çêkirî be jî divê em qebûl bikin ji ber ku ji xeynî folklorîkbûn hevalê Jiju ti şertek din negot. Gotina hevalê Jiju Îja wê Serhediyek/Botiyek/Behdînaniyek/hwd were li vir peyva xwe bigere û ew ê şablona “dever” bibîne, lê di varyanteke din de -heke çavkanî hebe- wê şablona “dever” tunebe. Îja, ji xwe ji ber biryara standardkirinê bêjeya sereke ya vê ferhengê wê di WFê de pênaseyan bihewîne û varyantên wê jî bi bnr”an pê re were girêdayîn.
Ti kes nikare tiştek wisa bike ji ber ku rêzikên standardkirinê diyar in. Hevalê Rewiye tine, bi ya min ti kes nikare li hêjayîbûna peyvekê bipirse, divê şertên me rêk û pêk bin, herkes bizanin em li gorî kîjan rêzikan dixebitin.--Balyozxane (gotûbêj) 20:05, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane û Rewiye tine: Silav, berî îlankirina dengdanekê divê bikarhêner hemû encamên girêdayî pêşnîyazên wê dengdanê bifikire û wiha bi herkesî re parve bike. Îja baş bû ku xeletî hate serrastkirin, sihetxweş.

Lê bi vê halê xwe jî tije bi nîqaş e. Tu bersivê nade şîroveya min a ewil "Mîsal maneya peyvekî ya yekem bi çavkanî be, lê ya duda bêçavkanî be, wê demê em ê wê madeyê du perçe bikin, an rasterast hişyarî bidin hemû madeyan?" divê ev û senaryoyên din ên girêdayî vê pêşnîyaza revîzyonê baş bên resimandin. Lê ev tiştek biçûk e. Heke em bi gotina Balyozxaneyî bikin tu maneya "Pîvekên tevlîkirinê" namîne. Ew bi xwe ji bo rexnekirina pêşnîyaza min gotiye "heke folklorîk be em ê jê re nepirsin ka çavkanî" lê îja yekî bi vê pêşnîyaza revîzyonê rabe peyvek qeyd bike û deverê tevlî bike îja "heke dever hebe em jê re nikarin tiştek bipirsin.". Îja min gotiye tenê peyvên çanda madî ên têgihên folklorîk, tew bi vê revîzyonê peyvên çêkirî jî tê de çi hebe mirov dikare bêçavkanî tevlî bike, bes dever binivîse!

Aliyê din min qala herêmperestiyê kiribû, ev îhtimaleke encama vê revîzyonê ye, îzahata "peyv dê ji xêynî rûpelê xwe li ser rûpelên din neyên nivîsîn" tu çareserî nahewîne, ji xêynî ji aliya teknîkî ve kategorîzekirina peyvan. Hele hele ew rêzikên standardkirinê hîç nabe derman ku "peyvên sereke yên peyitandî" jî têgiheke xeyalî ye, ji ber ku di navenda wê de ferhengeke ceribandî û pêşnîyazkirî heye. Dixwaze hemû bikarhênerên Wîkiyê wê qebûl bikin, rastiyê naguherîne. Lê niha mesele ne ew e.

Pêşnîyaza min ev bû: bêçavkanî qeydkirina hemû peyvên folklorîk ên ku dikevin çanda madî. Hidûda vê pêşnîyazê bi xwe ye. Kesek nikare peyveke çêkirî tevlî vê bike, ji ber ku qadên wê diyar e, di şîroveya ewil de hate îzahkirin. Û helbet bi nîqaşê jî mirov dikare ev pêşnîyaz baştir bike. Lê hevalê Balyozxane pêşnîyaza min rexne dike bo îstîsnaya bêçavkaniyê lê ew bi xwe dibêje ku bi vê revîzyonê "Armanc ew e ku hemû peyvên cem xelkê tên bikaranîn bila werin li wîkîferhengê qebûlkirin." Îja, ka çavkanî? Heval şablona "dever" rê dide. Tu deverê binivîsî, dikarî hemû peyvan qeyd bikî ku ev me dibe rexneya Balyozxaneyî bi xwe: "em ê ti car nepirsin ka çavkanî heye tune ye, bes deverê wê binivîse em qayil in". Lê mirov dîsa dihere pirsa sereke: Ka çi maneya hebûna Pîvekên tevlîkirinê ma? Madem em ê her tiştî bi şabloneke tevlî Wîkiyê bikin, em çima serê xwe pê êşandin? Ji xwe şabloneke heyî alî me dikir. "Ev peyv bêçavkanî ye" Îja bi vê şablonê piştî mudetekê rûpela peyv dihate jêbirin. Madem meqsada ev revîzyonê hemû peyvên li cem xelkê qeydkirin e, hema em peyvên "bêçavkanî" ji Wîkiyê ranekin, ji xwe mesele namîne. Ku vê jî Wîkîferheng nabe Ferhenga devokên kurdî ku bi bi dengdana standardkirinê jî hatibû xwestin ku dîmena devokî were rakirin.

Niha ji ber ku giringiyê didim hebûna pîvekên tevlîkirinê pêşnîyaza min wiha ye:

Bila peyvên folklorîk ên ku dikevin nav çanda madî bi deverên xwe werin qeydkirin û şabloneke mîna vaya bê lêzêdekirin "Ji ber ku ev peyv peyveke folklorîk e û deverê wê hatiye nivîsîn, bêçavkanî hatiye qeydkirin. Heke çavkaniyeke nivîskî hebe, jkx lê zêde bike." Û bila "dever" li bin binbeşa "Bikaranîn"ê de were lîstekirin.--Jiju (gotûbêj) 10:10, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

@Balyozxane: Tu dikarî gotarek mînak çêkî? Tu çi peşnîyarê dikî em di pratîkî de bibînin. Belkî em hev û dû hêsantir fam bikin--Rewiye tine (gotûbêj) 16:04, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Mînak [1], mînak [2] dema hejmar=2 dibe dibêje du çavkanî, jixwe dema 3 çavkanî heye divê ev şablon were rakirin. Dûre em dikarin kategoriyan jî çêkin mînak Kategorî:Peyvên bi tenê çavkaniyekê/ Kategorî:Peyvên bi du çavkaniyan / Kategorî:Peyvên bêçavkanî hwd. Jiju bira pêşniyaza min tenê xwestina deverê nîne. Divê peyv di rûpelên din jî neyê nivîsîn. Herwiha pirsgirêka peyvên devokî ne tenê peyvên folklorîk in, gelek peyvên nefolklorîk jî bêçavkanî ne û divê werin lê zêdekirin ji ber ku xelk bi kar tîne. Loma ez dijî pêşniyaza te me, şaş fêm neke. Mîsal maneya peyvekî ya yekem bi çavkanî be, lê ya duda bêçavkanî be, wê demê em ê wê madeyê du perçe bikin, an rasterast hişyarî bidin hemû madeyan?" Em ê rûpelê bikin du beş, min got qey mirov bi hêsanî vê yekê fêm dike, ne hewce bû were ravekirin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:34, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto, Ghybu, û Şêr: @Ferhengvan, Pispor, Cyrus the virus, û CathFR: @Alainkhalil, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û DYARI M.SHAREEF: @Dilyaramude, Dûrzan, Fawaz rengzerî, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Hakîmo, IbrahimKocher Duhok, û Joseph Hemê: @Kamuran Çapan, Mamoste Dilovan, Pîranê gundî, û Rewiye tine: @Serchia, SilemanPolat, Xelilof, û Zinar-1974: @Ş.Pêşeng, Şîyar LEVENT, MihemedCan, Calq, û Bikarhêner:
Hevalê @Balyozxane:, Ev çi hevokekê qurretî ye! "min got qey mirov bi hêsanî vê yekê fêm dike, ne hewce bû were ravekirin". Hewcetiya tiştekî derheqê vê dengdanê bi texmîn û xeyala te zêdetir bûye, êdî bûye malê wîkiyê ku em jî derheqê wê de dinivîsînin. Lê ne bi qurretî ji bo pêşxistina fikra dengdanê. Madem te pêşnîyaz kiriye, helbet tu yê rave bikî! Îja bi gotina vê hevoka hezretê baya, divê min qala "dever"ê nekiriba ku di serî de te di pêşnîyaza revîzyona xwe de gotibû "li şûna têgihên folklorîk, dê peyvên devokî were" û piştre te ew serrast kiribû! Divê mirov hay ji peyvên xwe hebe, dev ji nazikî û camêriyê bernede! Xebatxweş!Jiju (gotûbêj) 19:45, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

@Jiju:, @Balyozxane:: te wisa gotîye; Herwiha pirsgirêka peyvên devokî ne tenê peyvên folklorîk in, gelek peyvên nefolklorîk jî bêçavkanî ne û divê werin lê zêdekirin ji ber ku xelk bi kar tîne. Bi vî avayî tu sinor namîne. Ez xwe dixwazim edî kurdî standart be. Bi vî şeklî karê standadîzasyonê xira dike û karê peşarojê hêj zehmettir bikr . Em ji devokan direvin tu me dixî nav devokan :D. Eger ji bo tomarkirina folklora kurdî bûya, ji bo xilasbûna foklara kurdî mirov dikarê bêje temam lê tu dibêjî çi hebe qebûl e. peyvê devokan her tişt dikeve tê de. Bi vî şeklî wîkîferheng tijî varyantan peyvan bibin ku em dixwazin standdîze bikin. Wek hevalê jîjo gotî ev tişt bo min wisa xuya dike ku temame pîveka tevlîkirinê bê mane dike wek çawa te bi xwe gotîye Têgihên folklorî dibe bêmane. Loma ew beş jî dê were jêbirin.--Rewiye tine (gotûbêj) 18:37, 2 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: bira min çend caran got Peyv dê tenê di rûpela xwe de bimîne. Yanî eleqeya wî bi standardkirinê tune. Ha ku peyv bêçavkanî be û guhertoyeke peyveke din be hingê em ê jixwe wek guhertoya wê peyvê qeyd bikin. Em bi standardkirinê çi dikin? Hemû peyvên li ser wîkîferhengê bi tenê awayekî dinivîsin. Yanî peyveke bêçavkanî ya devokî dê nikaribe di rûpelekî din de were nivîsîn. Dê ti kes nikaribe di rûpeleke tirkî an inglîzî de peyveke "devokî" bi kar bîne. Herwiha ferqa pîvekên tevlîkirinê û peyvên "devokî" ew e ku peyvên peyitandî mirov dikare di rûpelekî din de wek hevmaneya peyvekê binivîse lê ya "devokî" mirov nikare bi vî şiklî bike. --Balyozxane (gotûbêj) 18:55, 2 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:Mal ava. Min fam kir. Lê wê demê çi hewceye em bibêjin peyvên devokî? Peyvên devokî ne navek xweş e. Tevlîhev e hinek. Ne hewceyê beşek nû ye. Em di bin beşa peyitandinê de anjî bi jêrenotek nîşê bidin çawa ye?--Rewiye tine (gotûbêj) 20:57, 2 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xebera te ye, ez jî difikirîm em li şûna peyvên devokî peyvên herêmî binivîsin ji ber ku ew peyvên bi gelemperî tenê di herêmekî de tên bikaranîn. Di beşa peyitandinê de cihekî baş tine bi ya min loma sernavek wek peyvên herêmî hebe dê baş be. Gerçî herêmî jî tevlihevtir dike. Di vê navberê de ez pêşniyaza xwe ya jêbirina beşa têgihên folklorîk betal dikim. Ji ber ku têgihên folklorîk bi du çavkaniyan mirov dikare di rûpelên din de binivîse lê ku em jê bibin hingê dê mirov nikaribe. Loma dikim sererast bikim. --Balyozxane (gotûbêj) 21:08, 2 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove ji ber ku bi vê pêşnîyazê maneya hebûna pîvekên tevlîkirinê namîne û li WFê rêbaza çavkaniyê tune dibe ez dibêjim na. her wiha bi vê pêşnîyazê gelo wê nakokiyeke din derheqê standardkirinê (!) jî derkeve yan dernekeve nayê zanîn, tenê pêşbîniyeke erênî heye ku ev jî ne qanihker e. Jiju (gotûbêj) 20:49, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Ji ber ku pêşnîyaz ji îlankirina xwe vir de wekî ku gotûbêj e, tê guhertin, min guhertina dawî nedîtibû. Tew bi vê halê xwe yê dawî bûye boxçika qereçiyan. "Beşeke bi navê Peyvên devokî bi vî awayî li Rêbaznameyê were zêdekirin". Ev peyvên devokî çi ne nehatiye pênasekirin. Gelo di wîkîferhengê de çi devokî ne, çi ne devokî ne? Mîsal dijberiya min bo pîvekên tevlîkirinê têgihên folklorîk bû. Îja bi vê pêşnîyaza dawî, peyvên folklorîk ne devokî ne? :D Bi rastî? Zaneyek vê naveroka pêşnîyazê bixwîne wê henekên xwe bi WFê bike. Nêrîna we ya subjektîf çi ye nizanim, lê ne tenê ji bo kurdî, di hemû zimanan de, hemû peyvan devokî ne. Pirî caran peyvên ji çanda biyanî hatine wergirtin û wergerandin wekî ne-devokî lê standard tê hesibandin jî ev jî nêrîneke xelet û derewek e mezin e. Ji ber ku "standard jî devokek e, tenê devoka ku serdevokên din e" hew. Ev pêşnîyaz di heman carê de betalkirina pîvekên tevlîkirinê ye. Divê ev pêşnîyaz bê betalkirin, ji hêla zanistiyê ve xelet e û bikarhênerên wîkiyê beraliyê çewtiyê dike.--Jiju (gotûbêj) 21:01, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Jiju: Min "devokî" guherand, kir "herêmî". Tu behsa çi dikî? --Balyozxane (gotûbêj) 21:06, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xwedê ez ji we fêm nakim mirovên çito nin. Ma heta niha qet nexwend? [3] ji destpêkê vir ve her tim pevyên devokî hatibû nivîsîn. Piştî min kir herêmî te got "peyvên devokî" çi ye. lanet be --Balyozxane (gotûbêj) 21:17, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:Tu qala çi dikî? Dev ji zarokatiyê bihêle nelet nexwîne, ez ne layê bavê te me! Min di saet 20:50. de şîroveya xwe nivîsand û tu jî bi ya rexneya min pêşnîyaza xwe -dîsa- guhert! Agahdariya dîroka vê dengdanê ev e: ""Guhertina nav 20:58 Balyozxane gotûbêj beşdarî navê Şablon:devokî weke Şablon:herêmî guhert"[[4]] Niha ev çi hal e!! Kenê mirov tê, ka tu çi însan î! Te bi dîzîka pêşnîyaza xwe guherand ha! Îja te devokî kiriye herêmî! Ma devok li kû tê peyivîn? Helbet di herêmên xwe de! Ma tu dikarî devokek nîşanî me bidî ku li herêmekê neyê peyivîn?! Qeta! Ev her du peyv hudûdên hevûdin tije dikin, dagir dikin û mirov nikare yek ji wan bo ya din alternatîfek çêbike! Di serî de dema min got, divê gotûbêja pîvekên tevlîkirê bê kirin. Îja te jî, êdî nizanim çend roj derbas bû, bêyî gotûbêjkirin bi çend peyvên qels rabû bi fikra xwe dengdanek ava kir! Ma mirov pêşî di gotûbêjekê de pêşniyazê bi ser û ber dike paşê tîne dengdanê, an ji xwe re dengdanekê vedike û li gor kêfa serê xwe diguherîne? Tu bi serê xwe tev didî û di vê meseleyê de ecele dikî! Îja te him dizîtî kiriye, bi ser de ji kamilkirina pêşnîyazan neqayîl e û bi ser de radibî neletan dixwînî!Jiju (gotûbêj) 21:44, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Guherandina min [5] şiroveya te [6]. --Balyozxane (gotûbêj) 21:50, 10 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Ez supasiya birayên xwe dikim bo gelek çaksaziyên nû. Yê diyar e @Balyozxane çavqenas e û sîstema WF tûjtir e bo tomarkirina zimanê kurdî di hemû ciyawaziyên xwe ve. Lê xebata li dij peyvên bêçavkanî rêyeka dirêj divê. Bo nimune, telefon bêçavkanî ye, lê agahiyê statusê bêçavkanî ne pêdivî ye ji bo her kes dizane ku ev peyv dihête bikaranîn--IbrahimKocher Duhok

Xuya ye haya te jê nîn e lê niha rêbaznameyeke me jixwe heye. Armanca vê rêvizyonê siviktirkirina van rêzikan e. Ku vê rêvizyon nayê qebûlkirin û kesek din jî rêvizyoneke din pêşniyaz neke hingê wîkîferheng bi rêzikên heyî berdewam bike. --Balyozxane (gotûbêj) 11:41, 22 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Temam. Tê gehişt. Bes, belkî qanûnên Wîkîferhengê hêşta ne hemû aqilmend in. Wek ez tê digehim, kes nikare telefon bikar bîne bi lapêreke din, çinko telefon ew peyveke bêçavkanî ye. Ez dibêjim eger guman tune li ser diristahiyê peyvekê, em nîşanê wî naken 'bêçavkanî'.--IbrahimKocher Duhok 19:32, 22 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@IbrahimKocher Duhok: Ji bo "telefon"ê mirov dikare bi hêsanî çavkanî bibîne loma ne hewce ye em li vir binivîsin. Lê ji bo "lamçîn" çavkanîdîtin ne hêsan e loma çavkanî ji bo wê peyvê hewce ye.