Wîkîferheng:Dîwan/arşîv 2019

Ji Wîkîferhengê
arşîv 2013-2018 ← Arşîva 2019an ya Dîwana Wîkîferhengê arşîv 2020

Rêveberî[biguhêre]

Silav û rêz gelî hevalan, min dît ku Rêveber ên me yên aneha neçalak in, lê ji bo pêşketina ferhengê rêveberî pêwîst e. Pêşniyar a min ew e ku em rêveberekî nû hilbijêrin, hûn li ser vê mijarê çawa difikirin? Kurdki (gotûbêj) 09:20, 13 rêbendan 2019 (UTC)

Merheba, Kurdki, ez jî wekî te difikirim lewma min bû berendam ji bo rêvebiriyê. (binêre vir: Wîkîferheng:Rêveber/Bikarhêner) Eger niyeta te hebe, tu jî karî bibî berendam ji bo rêvebiriyê. --Bikarhêner (gotûbêj) 16:15, 15 rêbendan 2019 (UTC)
Ser çavan, ez ji sîstema Wîkîferhengê gelekî fêhm nakim. Bi min yekî din bibe rêveber, wê çêtir be. Kurdki (gotûbêj) 15:53, 16 rêbendan 2019 (UTC)

Şêweya Destpêkê[biguhêre]

Demeke dirêj e ku şêweya destpêkê eynî ye. Car caran were guhertin wê baş be. Lewma ji bo vê gavê guhertina rengên destpêkê pêşniyar dikim. Fikra we çi ye di vê mijarê de û pêşniyarên we çi ne? @Şêr, Xwende, Mesûd Hemo, Kurdki, Hewarwîkîferheng, Hakîmo, û Ghybu:, @Firm Foundations Duhok, Feryad1981, Ferhengvan, Ferhad Kurdi, Dorame13, û Cyrus the virus: @Calak, Biemey, û Basam Mistefa: --Bikarhêner (gotûbêj) 15:28, 3 adar 2019 (UTC)[bersiv bide]

Bi min fikirek gelekî baş e, bi vê şêweyî wê ferhenga me bi rengekî çalaktir were pêşkêşkirin. Kurdki (gotûbêj) 09:08, 4 gulan 2019 (UTC)[bersiv bide]

Konferansê Wîkîmania[biguhêre]

Konferansê Wikimania li Stockholm, Sweden, li ser vî lînkî pitir pêzanînan wergirin
https://scholarships.wikimedia.org/apply (Bikarhêner:Ferhad Kurdi) 06:30, 13 adar 2019 (UTC)[bersiv bide]

TemplateData[biguhêre]

Şablonek tevlî bike

@Bikarhêner, Pispor, Ferhad Kurdi, Hakîmo, û Cyrus the virus:
Silav, min li vira (Şablon:nav#TemplateData) TemplateData li tevlî şablona {{nav}} kir... Kara TemplateData çi ye? Niha dema ku hûn li ser îkona Insert a Template ditikînin û paşê jî şablona "nav" digerin: tabloya ku aliyê çepê ye derdikevî û şablon bi hêsanî (hemû parametre û agahiyên şablonê hatine dayîn) tevlî gotarê dibe.
Bo şablonên din jî çêkinê an jî ne pêwîst e?--Ghybu (gotûbêj) 18:26, 2 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Zayend[biguhêre]


Silav Bikarhêner. "mê û nêr" an jî "nêtar"?

Silav Ghybu. Li vir (ji kitêbeke Zana Farqînî girtine) dibêje ku "Mebest ji peyva nêtar jî ev e: Peyvek dibe ku hem nêr û hem jî mê be."

Ango bi qasî ku min jê fam kiriye, dibêje peyvên ku karin hem mê hem jî nêr bin ji wan re "nêtar" tê gotin. Bi qasî ku ez zanibûm jî wiha bû. Ez ji kitêba Samî Tan ya "Rêzimana Kurmancî" jî wiha fam kirim. Yanî bi ya min "mn" û "nt" eynî ne. Lê ez zahf li vê mijarê nekoliyame.


Beşa eleqedar, ji kitêba Samî Tan:

Hinek navdêr jî hene bi xwe nêtar (notr) in, lê zayenda wan bi alîkariya hin peyv Û qertafan diyar dibe. Mirov dikare bi alîkariya peyvên nêr û mê zayenda wan diyar bike. Wekî hirçê nêr/ hirça mê, kewê nêr! kewa mê, pisîngê nêr! pisînga mê ....

Her wiha hinek peyv û pêrkîtên ku bi mebesta diyarkirina zayendê tên bikaranîn hene. Wekî dêl, mak, man, mê, nêr, pis, dot.

Mînak: dêlegur, nêrekew, mêkew, manga, maker; pismam, dotmam, jinbira, jinap ...

Zayenda hinek peyvên nêtar jî bi riya tewang û veqetandekê diyar dibe. Bo nimûne heval peyveke nêtar c, mirov di nava hevokê de bi riya tcwang û veqetandekê zayenda wê nas dike.

Mînak:

Hevalê got. Hevalekê got. Hevala min. Hevaleke min.

Ji van hevokan mirov fêm dike ku ew heval jin e. Lê dema me got,

Hevalî (hevêl) got. Hevalekî got. Hevalê min got. Hevalekî min got.

Wê gavê tê zanîn ku mirov qala hevalekî mêr dike

Li ser vê meseleyê (zayenda di kurdî de) kitêbeke bi îngilîzî jî heye, dikarî le binêrî: The gender system in the Kurdish language -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:25, 14 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner û Şêr: Di çakaniya dawî de va hatiye nivîsandin:
Generally, gender isconceived of as a fixed property of individual words, defined by the type of grammatical constructions they may occur in. In Kurdish, these environments are the two sets of inflectional affixes (ezafe and oblique case). Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (Geoffrey Haig, r. 9)
Di zimanê kurmancî de zayendê peyvê li gorî tewandinê tê zanîn. Sêv ye ji ber ku em dibêjin: sêva min (îzafe) / gund nêr e ji ber ku em dibêjin: gundê min (îzafe): tewandina 3em tune ye ku em jî bigotana ew jî nêtar e. Yanî hemû peyvên ku navdêr in li gorî vê 2 systemê tên naskirin/tewandin. Ji ber vê yekê em dibêjin di kurmancî de tenê du zayend hene: û nêr.
Di zimanî elmanî de sê zayend hene (mê, nêr, nêtar), bo mînak, tewandina çend peyvan:
Onkel nêr / Katze / Licht nêtar
Rewş nêr nêtar
nominative der Onkel die Katze das Licht
genitive des Onkels der Katze des Lichtes
dative dem Onkel der Katze dem Licht
accusative den Onkel die Katze das Licht
Tewandinên peyvên nêtar cuda ne! Wateya nêtar "ne mê û ne nêr" e: peyvên nêtar bi sîstemekî din tên tewandin!
Peyvên heval û fikirmend jî li gorî kesan wekî peyvên an jî wekî peyvên nêr tên tewandin (mê û nêr an jî mê/nêr).
Geoffrey Haig jî ji wana common gender ("zayendê hevpar") lê nav daye:
Kurdish, however, allows one and the same word to be used with different sets of inflection. I will refer to these words, following Corbett (1991),as words of common gender. (changes according to the intended meaning of the word in a particular context) Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (Geoffrey Haig, r. 10)
--Ghybu (gotûbêj) 17:36, 14 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
PS: Bnr. wikt:en:neuter: Having a form which is not masculine nor feminine; or having a form which is not of common gender.--Ghybu (gotûbêj) 18:03, 14 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Pêşniyaz[biguhêre]

@Bikarhêner, Pispor, Cyrus the virus, û Şêr: Bi min mê û nêr jî rind nîn e (mînak: heval)... Vitira çito ye:
|z=m/n encam:

  1. mê/nêr
  2. an nêr li gorî bikaranînê
  3. pêşniyaz ?

(1) an (2) an (3)? --Ghybu (gotûbêj) 11:37, 17 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Min jî li vê mijarê zêde nekolaye. Lê helwesta ku di kurmancî de tenê du zayend (mê û nêr) hene û nêtarî tune ye ji min re jî meqûl tê. Têgeha "common gender" pir xweş lê tê. Ji bo di rûpelan de diyarkirina peyvan jî; dirûva "mê an nêr" bi min herî guncav e. Pispor (gotûbêj) 11:27, 19 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Bibliophile û Mohajeer: Nerînên we?Bişirîn --Ghybu (gotûbêj) 19:07, 19 tîrmeh 2019 (UTC)?[bersiv bide]
Silav,
ferhenga Zana Farqînî ji bo heval(ê/î) wisa dinivîse; heval nd/nt (nd=navdêr; nt=nêtar). "Li gorî bikaranînê" bi min ne rind e. Nêtar = dikare bibe "ev" û "ev". Ez dibêjim "mê/nêr" baştir e. --Şêr (gotûbêj)
An jî : an nêr li gorî wateyê ne bikaranînê. -- Şêr (gotûbêj) 19:50, 19 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav, bi min jî meseleya nêtar li kurdî nayê ji ber ku kêşana wê tune ye. Her peyvek tenê dikare mê û nêr be; an jî dikare hem nêr hem jî mê be li gor peywendê. Ez ligel wê fikrê me ku em tenê bibêjin an nêr. Jixwe tê fêmkirin, meriv qelebalixî çêneke çêtir e. Têgeha common gender jî durist xuya dike.--Bibliophile (gotûbêj) 21:26, 19 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Bibliophile: Min fehm nekir, li vira şunda "mê û nêr" em çi binivîsînin? Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 21:33, 19 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
Em nê û mê an jî nê yan mê binivîsin, her du jî dibin. Bi min ne hewce ye ku em nê û mê biguherînin, bila şablon wekî xwe bimîne, lewre ew peyv hem nêr e hem jî mê. Ji mê û nêr re belê.--Bibliophile (gotûbêj) 21:40, 19 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Beşa "Herwiha" û varyanteyên nivîsa peyvekê[biguhêre]

Silav hevalino, gelo pêwîst e ku peyvên "ne-standard" di bin beşa "Herwiha"yê de cih bigirin? Wek mînak bnr. belengaz. Li wir din bin beşa "Herwiha" de hatine nivîsîn:

Bi ya min beralîkirina peyvekê ber bi peyva "standard" an "ya herî zêde tê bikaranîn" de bes e. Çi pêwîstî heye ku em serê xwendevanên Wîkîferhengê tevlihev bikin? Ramanên we çi ne? Spas --Şêr (gotûbêj) 19:35, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Wîkîferheng norm û standard çêneke: hemû peyvên ku tên bikaranîn (çavkanî tên dîtin) di nav Wîkîferhengê de şûnda wan hene. Feqet em dikarin bibêjin kîjan peyv pirr tê bikaranîn û kêm tê bikaranîn, standarda vê peyvê çî ye, ew peyv li ku derê tê bikaranîn... Pevyên bi çavkanî jî tên jêbirin!--Ghybu (gotûbêj) 19:41, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Peyvên tirkmancî[biguhêre]

Bi çi awayî û gelo bila peyvên tirkmancî di ferhengê de cih bigirin? --Şêr (gotûbêj) 20:25, 21 tîrmeh 2019 (UTC) Bnr.: [ https://ku.wiktionary.org/w/index.php?sort=relevance&search=tirkmancî&title=Taybet:Lêgerîn&profile=advanced&fulltext=1&advancedSearch-current=%7B%7D&ns0=1 li vîr]. -- Spas --Şêr (gotûbêj) 20:25, 21 tîrmeh 2019 (UTC) Ku çavkaniyên nivîskî li ser bikaranîna van tune be, divê ev peyv bên jêbirin. --Şêr (gotûbêj)[bersiv bide]

Merheba @Şêr: Peyvên ku wek "tirkmancî" têne binavkirin xwediyê çavkaniyên nivîskî ne jî. Mînak peyva "yardim":
1 - http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/mehmed_uzun_bira_qedere_02.pdf?NR:65 (Kitêba Mehmed Uzun ya bi navê "Bîra Qederê")
2 - https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/tezSorguSonucYeni.jsp
3 - https://hakikatadalethafiza.org/wp-content/uploads/2015/04/fotografi_kaldirmak_Kurtce_.pdf
4 - https://wikisource.org/wiki/Derw%C3%AA%C5%9F%C3%AA_Evd%C3%AE
5 - https://wol.jw.org/kmr-x-rd/wol/d/r361/lp-rd/1102012159
6 - https://www.kelhaamed.com/yazi/556/pist-dama-sx-sed-qetlamn-li-herma-me-4


Lewma divê ev peyvên tirkmancî neyên jêbirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:09, 4 gelawêj 2019 (UTC)

Beş[biguhêre]


@Şêr, Bikarhêner, Jiju, û Pispor:
Komkirina beşên peyvan li gorî etîmolojî yê çito ye. Ji ber ku etîmolojiya Lêker 1/Navdêr 1, Lêker 2/Navdêr 2 û Lêker 3/Navdêr 3 yek in. Bo mînak binêrin: en:doing--Ghybu (gotûbêj) 20:30, 4 gelawêj 2019 (UTC)

1 an 2. Kîjan rind tê xwendin?+ @Bibliophile:--Ghybu (gotûbêj) 20:35, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Etîmolojî bi min ridntir e. Lêker 1, 2, mirov wê b(ib)êje ka, peyveke nû bi nivîseke nû ye peyva nû. --Şêr (gotûbêj) 20:36, 4 gelawêj 2019 (UTC)
bi min jî etîmolojî çêtir xuya dike ji forma din.--Jiju (gotûbêj) 20:47, 4 gelawêj 2019 (UTC)
@Şêr: peyvên vitira (→ civîn yên ku 1. 2. hatine nivîsandin) li gorî etîmolojiyê sererast bikinê? Gelo etîmolojiya vana cuda ne? An jî navekî din. Ji ber ku bi min komkirina Lêker/navdêr pêwîst e...--Ghybu (gotûbêj) 20:52, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Min wateya duyem (wek lêker) qet nebihîstiye. Dibe ku herêmî be? --Şêr (gotûbêj) 20:57, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Bi rastî ez nizanim. --Şêr (gotûbêj) 21:05, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Etîmolojî an jî wateya duyem ? An jî her du?Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 21:15, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Her du, ji heman (eynî) peyvan pêk tê.--Şêr (gotûbêj) 21:18, 4 gelawêj 2019 (UTC)
PS:Dereng e, here tu jî rakeve ;) --Şêr (gotûbêj) 21:18, 4 gelawêj 2019 (UTC)
@Şêr, Ghybu, Bikarhêner, Jiju, Pispor, û Bibliophile: Merheba hevalino. Ez nîqaşê rind fam nekirim. Meseleya ku em nîqaş dikin navê beşa "ji"yê ye? Ango hûn dixwazin navê beşa "Ji"yê -ku em tê de derbarê etimolojiya peyvan de agahiyan didin- bikin "Etîmolojî"? : An hûn dibêjin em bo peyvên pirmaneyî beşên etimolojiyê ji bo her maneyeke ji hev veqetînin yanî ji bo her maneyeke peyvekê beşeke etimolojiyê hebe (beşeke ji yên din cuda)?  : Ger meseleya me ya yekem be: Navê "etîmolojî"yê ji bo min çêtir e, lê ji ber ku heya niha em wisa çêkirine û guherandina vê yekê jî ne ewqaî rehet e bi awayê din bimîne çêtir e.  : Ger meseleya me ya duyem be: Jixwe divê bo maneyên cuda yên ku avaniyên wan ên etîmolojîk ji hev cuda ne beşên wan ên etîmolojiyê ji hev werin veqetandin, ji ber ku ev peyv ne wek hev ava bûne / çêbûne. Qenaeta min a di vî warî de wisa ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:23, 4 gelawêj 2019 (UTC)
@Bikarhêner: Binêre peyvên veketin û civîn bê standard in: lêker û navdêr tevlî hev in û beşên 1. 2. jî hene. Niha em dixwazinê ku hemû peyên Wîkîferhenga kurdî li gorî Standardek binivîsin (li gorî standarda wikiya inglizî). Li gorî wê standardê em çito wan peyvan sererast bikinê?--Ghybu (gotûbêj) 21:36, 4 gelawêj 2019 (UTC)

Silav hevalino. Ji bo jevqetandina peyvên pirwate "etîmolojî" pir nakeve serê min. Çimkî carinan wateyên cuda yên heman peyvê hevreh in. Heta belkî piranî jî wisa. Ango cudahiya wan ne etîmolojî lê bikaranîna gelemper û wateya rojane ye. Ji ber vê şûna sefandina bi etîmolojiyê wek "Wate 1" - "Wate 2" bi min çêtir tê. Sefandina bi etîmolojiyê ya di wîkîferhenga inglîzî de ji bo peyvên heman awayê tên nivîsandin lê wate û rehên wan cuda ye tê bikaranîn. Belkî em jî dikarin etîmolojiyê wek çarçova sereke bi kar bînin. Lê di asta jêrîn de mesela bo, veketinê, bi wateyan cudakirin bi min çêtir tê. Pispor (gotûbêj) 21:48, 4 gelawêj 2019 (UTC)

@Pispor: Wate jî rind nîne ji ber ku wateyên lêker, navdêr û rengdêr yek nîn in.--Ghybu (gotûbêj) 22:00, 4 gelawêj 2019 (UTC)
Min li gorî Wate 1 / Wate 2 / Wate 3/... sererast kir...--Ghybu (gotûbêj) 12:38, 6 gelawêj 2019 (UTC)
Silav li ser we be hevalên delal. Peyvên pirwate bi "etîmolojiyê" nikare bête duristkirin. Ji ber ku wate û bikaranîna wan ji hev cuda be jî etîmolojiya wan sedî nod eynî ye. Bi xwe wîkîya îngilîzî wekî "etîmolojî" bi kar tîne û "etîmolojî 2" kêm caran bi kar tîne. Em dikarin beşa "ji" wekî "etîmolojî" biguherînin. Dê baş be. Wateyên cuda yên peyvekî jî divê em wekî 1.2.3 bi seredorî çêbikin di bin beşa lêker û navdêr de. Bo mînak peyva fall di wîkîya îngilîzî de, li vir: [1] Lê ez baş pê serwext bûme ku ferhenga me carcar ji bo peyvên pirwate tenê payvan li ser hevdu rêz dike û hew. Ev kêmasiyek e mezin e. Reng û rûyê wîkîyê biguhere dê baş be lê etîmolojî bi min xelet e ji bo cudakirina wateyên peyvan. Wate li ser etîmolojiyê naguherin, li ser bikaranîn û peywendê diguhere. Silav.--Bibliophile (gotûbêj) 12:56, 6 gelawêj 2019 (UTC)

Girêdek > Gihanek[biguhêre]

Dembaş hevalino,
bi min navê "Girêdek"ê ne baş e û di kêm çavkaniyan de derbas dibe. Ferhengû hînkerên kurdî tenê behsa/qala "Gihanek"ê dikin; peyva ku digihîne hev (...).Ez pêşniyaz dikim ku em "Gihanek"ê bi kar bînin.

Hûn dibêjin çi? Silavên germ --Şêr (gotûbêj) 16:34, 8 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Dembaş @Şêr: Ez jî di heman qenaetê de me. Peyva "girêdek" ji peyva "gihanek"ê kêmtir peyda dibe. --Bikarhêner (gotûbêj) 19:03, 8 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Koordînat[biguhêre]

@Şêr, Bikarhêner, Ferhengvan, Pispor, û Bibliophile:
Silav, şablonên vitira bi we pêwîst in? (ser bajarê bitikînin: nexşeyek derdikevî)--Ghybu (gotûbêj) 21:18, 8 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

An jî vitira: Kobanî--Ghybu (gotûbêj) 21:24, 8 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Bi min a yekem rindtir e, zêde ekranê nagire. Lê ji bo wê koordînat pêwîst in, ji bo ya duyem tenê nav. Kîjan hêsantir e? --Şêr (gotûbêj) 21:30, 8 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Bi min jî ya yekem rindtir e. Gelo mirov nikare koordînatan bi botekê lê zêde bike? --Ferhengvan (gotûbêj) 06:35, 9 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mînakek din: Agirî--Ghybu (gotûbêj) 14:49, 9 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Nizanim bi min jî ya duyem (ya bi nexşe) baş xuya kir. Di mobilê de jî li sermaseyê jî xweş dixuyê û bi min ewqas zêde jî cih nagire. Bi vî awayî ez dibêm dê bêhtir bala bikharhêneran bikşîne bo nexşeyê bi kar bînin. —Pispor (gotûbêj) 16:53, 16 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Jixweber Lêzêdekirina Çavkaniyan[biguhêre]

@Şêr, Ghybu, Bikarhêner, Ferhengvan, û Bibliophile:Silav, hevalino. Gelo pêkan e em lêzêdekirina çavkaniyan bi botan û wd. otomatîze bikin? Piraniya peyvên ez rastî wan têm, nexasim yên teknîkî bê çavkanî ne. Li ser archive.orgê û çend derên din ferheng û ferhengokên "public domain" hene. Mirov dikare wan wek çavkanî bi kar bîne. Lê bê otomasyon ev karekî pir hêdî ye. Hûn nabêjin çi? —Pispor (gotûbêj) 17:04, 16 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Pirsgirêka beralîkirin[biguhêre]

Dixwazim lêkera fini ya esperantoyî vekim lê dema lêdigerim ev gotar فن derdikeve pêşiya min. her wiha berê jî heman tişt ji bo "alia" (diçû الا) û fari jî (diçû فار) pêk dihat.--Jiju (gotûbêj) 09:26, 30 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

1)@Jiju: Here ser gotara فن
2) biguherîne
3) Di nav URLê de (index.php?title=فنaction=edit) "title=فن" heye
4) navîsa "فن" bike "fini" paşê jî Entr
bo agadarî: @Şêr û Bikarhêner: --Ghybu (gotûbêj) 11:32, 30 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@ghybu: spas dikim :) --Jiju (gotûbêj) 13:09, 30 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Pêşnîyar[biguhêre]

@Şêr, Bikarhêner, Jiju, Pispor, Ferhengvan, Cyrus the virus, û Ghybu: Hevalên hêja ji bo rakım, altitude bilindahî tê bikaranîn lê ev peyv bi tenê serê xwe ji bo wateya altitude têrê nake, di ferhenga de tiştek we dîtîye an na ? Di farisî de سطح دریا tê bikaranîn ku bi kurmancî dibe sewîyeya deryayê.. Ji bo peyvê li benda pêşnîyarên we me Mohajeer (gotûbêj) 20:01, 30 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Silav hevalê delal, mixabin min nedîtiye. --Jiju (gotûbêj) 20:51, 30 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Te kîjan peyv dîtîye ? yanî bi kurmancî çi hatîye nivîsîn ..@Şêr: Şêro di wîkîpedîyayê de li binê vir ragihandin heye ku navên kesan tenê binivîsin, tu dikarî li vir dema mirov gotûbejan dike an jî dixwaze ragihandinê bke, li li jêr wek îmze, çavkanî bide, ragihandin jî hebe ? Mohajeer (gotûbêj) 07:58, 31 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Min pêşgira neyînî ji bîr kiriye, li qisûra min nenêre 😅 --Jiju (gotûbêj) 08:50, 31 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Mafên Rêvebiriya Daîmî ji bo Bikarhêner:"Bikarhêner"[biguhêre]

Merheba hevalino.
@Mohajeer û Şêr: @Amed ebdilwahid, Aram Zal, Arteesh, Azadrebiwar, Bibliophile, Bikarhêner, û Biyolojiyabikurdi: @Cyrus the virus, Diyako kazm, Dr-Taher, Dûrzan, û Esn.sh.gh:
@Eyyubfirat, Ferhad Şîrîn, Ferhengvan, û Gomada: @Hakîmo, Hesen Azad, IbrahimKocher Duhok, Jiju, û Kulgewrîyekîderahanê: @Mesûd Hemo, Mihemed Qers, Mohajeer gotûbêj, Msahinelci, Nenas, û Pispor: @Qasimêxelîlî, Qurreder, Rehwan Derwîş, Resad Sorgul, Rojitan, Tengezaro, û Xebat Brusk: @Zinarê Melley:
Ez li vir ji bo mafên rêvebiriyê (admin), rêvebiriya navrûyê (interface administrator) û burokratiyê (bureaucrat) miracaet kirim. Ji bo vê yekê ragihandineke giştî xwestin ji min. Ev peyam bi wê meqsedê hate weşandin ji aliyê min ve. Yên ku li dijî vê derkevin dikarin fikrên xwe li binî vir binivîsînin. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:41, 5 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Şûnda dengdayînê li vira ye: [5] (li bin beşa Bikarhêner 2)--Ghybu (gotûbêj) 20:48, 5 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Deng bi kurdî[biguhêre]

Silav, di nav kategoriya Kategorî:Deng (kurdî) de tenê pênc peyv hene! Kesek nikarî dengên pêyvên kurdi jî qeyd û bar bike vira ? Bnr. commons:Category:Kurdish pronunciation--Ghybu (gotûbêj) 04:33, 6 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

PS: Ji bo formata barkirinê, bnr. commons:Category:French pronunciation (Danasîn: jin / mêr? herêm? mînak: [8])--Ghybu (gotûbêj) 04:38, 6 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Min çend deng qeyd kir, lê barkirina pelan zehmet e. Dirêjeka pelan qebûl nake. min çav lê gerand lê tu agahî li ser dengan nedît wekî ya hewce dikim.--Jiju (gotûbêj) 21:12, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Spas. Dosyeyên te çiqas KB dikin ji ber ku bi gelemperî dosyeyên dengan piranî 20KB dikin (bnr). Bo agadarî: deng yeko yek tên barkirin.--Ghybu (gotûbêj) 21:29, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ya herî kin 75.2 KB e! :) Ew salîseyên destpêkê jê bikim jî bawerim danakevin heta 20KB! Min got, pirsgirêk pêkan e ji ber dirêjeka wê ye. ku ji xwe yeko yeko...--Jiju (gotûbêj) 21:33, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Pirr e Bişirîn feqet min li vira nexşeyek 7MB barkir û pirsgirêk nebû! Dosyeya te .ogg (Vorbis) ye? Ji ber ku ser Commonsê piranî .ogg ne, bnr [9]...--Ghybu (gotûbêj) 21:41, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju:Li vira jî binêre: w:en:Help:Creation and usage of media files#Audio--Ghybu (gotûbêj) 21:50, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
.ogg kirin.--Ghybu (gotûbêj) 21:54, 8 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Na, min qeyd bi telefonan girt û .m4a ne. Ez ê berê bikim .ogg piştre girêdanên jor bişopîbim. Spas.Jiju (gotûbêj) 09:36, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu:min wekî mînak li peyva afiyetê bar kir, lê dema barkirinê tu agahiyên te li jor qal kir, derneket pêiya min. Ez çûm rûpela peyvê û rasterast bi "instert file"ê bar kir û tu yê jî bibînî ku şablon weke wêne:teblî gotarê bû. Divê min ji kû derê bar kiribûya?Jiju (gotûbêj) 09:47, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
ps. dema min dirêjeka pelê guhert .ogg-yê, 75.2k bû 12.3kb. Jiju (gotûbêj) 09:47, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
"Ku-afiyet.ogg"
bazbend (bi w:en:Praat)

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── @Jiju: Min pirsa te fam nekir: dosyayên dengan wekî wêneyên din tên barkirin. Herwiha dosyeya te li vira ye: Wêne:Ku-afiyet.oga (an jî binêre commons:Special:ListFiles/Jiju an jî li ser Commonsê li ser "Beşdariyên min" bitikîne).
Feqet navê wêneyî rind nîne ji ber ku standard vitira ye: "kodazimanê-peyv" --> "Ku-afiyet"--Ghybu (gotûbêj) 14:01, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Ango tu dibêjî "te rast bar kiriye"? Heke wiha be, ez ê wekî ku min afiyet bar kir, ên din jî wiha bikim. (di barkirinê de ji min re negot jin e yan mêr e hwd. min qal wê kiribû.)Jiju (gotûbêj) 15:38, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Erê feqet navê wêneyî rind nîne.. Herwiha min got ku agahiyên ser mêr/jin û herêmê li vira binivîsin (Danasîn). Te nivîsandiye "bilêvkirina afiyet": kî bilêv kiriye (mêr an jin)? bilêvkirineke devokî ye: herêm? an standard? an jî agahiyên din...--Ghybu (gotûbêj) 15:47, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Temam, niha min rind fêm kir, spas dikim. Lê ev nîşandayîna bilêvkirina standard ne bi pirsgirêk e gelo? Erê nîvco be jî standardeke kurdî ya nivîsî heye lê di bilêvkirinê de standarda kurdî tune ye, heke hebe ez bi xwe nizanim çi ye! Kîjan devok wekî standard tê qebûlkirin di warê bilêvkirinê de (û ji aliyê kê ve)? Niha meraqek geş ket hişê min wele. Jiju (gotûbêj) 15:57, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Erê pirsgêrek e :) min tenê bo mînakê nivîsand Bişirîn Li vira maneya standard yê ku li pirranî tê bikaranîn bû...--Ghybu (gotûbêj) 16:03, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: + kategorî: Category:Kurdish pronunciation--Ghybu (gotûbêj) 16:20, 9 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Spas Şêr! Dengê te rind e feqet çend pirsgirêk hene:
1) Nav "KU-" --> "Ku-"
2) Dengê te 1 saniye ye feqet çend caran jî band 2 saniye ye (pirr e)!
Çito tê sererastkirin: bnr. programa Shtooka Recorder[11]), bo qeydkirina dengan hatiye çêkirin, tiştik profesyonel e bi formata .ogg jî çêdike. Bo alîkariyê bnr. [12] an jî [13]
Dengên ku vira (http://shtooka.net/) ne bi mikrofona SM58 hatine girtin...
--Ghybu (gotûbêj) 19:34, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas bracan, rast e, min jî ev vê gavê dît. Min hê nû dest bi Audacity kiriye. Ew program li gorî te çawa ye? Mînaka te zêde zelal e, gelek spas ji bo pêşniyaza mîkrofonê. Ez ê hewl bidim ku ez wê bi dest bixim. Pirsgirêka bi saniyeyan jî divê ez çareser bikim. Divê deng û saniye li hev bên ne wisa? saniyeyek zêde ye. Silav --Şêr (gotûbêj) 19:42, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr: Bi min "Shtooka Recorder" biceribîne (bnr. [14]) ji ber ku tenê bi çêkirina peyvan hatiye amade kirin, dîsa jî tu dizanî.--Ghybu (gotûbêj) 19:46, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Min Shtooka Recorder jî niha daxist. Ez ê wê jî biceribînim. :) Bila yeke hêsan be û ne tevlihev. Ma em ê stranan amade bikin :D Hênik --Şêr (gotûbêj) 19:50, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Bnr. niha KU > Ku: [15]. --Şêr (gotûbêj) 19:51, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Lê li vir saniyeyek zêde ye, 0,7/8 bes e, ne wisa?. --Şêr (gotûbêj) 19:52, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
PS: Min ev agahî jî xwendin. --Şêr (gotûbêj) 19:54, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ku ez wê mîkrofonê bi dest bixim, hêvî dikim ku deng "zelaltir" bibe. :)) --Şêr (gotûbêj) 19:55, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Lê 0,3 s berî û 0,2/3 s piştî "dengî" ji bo guhdarkirinê baş e. --Şêr (gotûbêj) 19:58, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mixabin, deng tenê li gorî mîkrofonê nîne: w:en:Sound cardekî rind jî pêwîst e Bişirîn (bnr. external sound card)--Ghybu (gotûbêj) 20:02, 13 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Lingua Libre[biguhêre]

Logo

@Şêr, Jiju, Bikarhêner, û Pispor: Li ser Lingua Libre (alîkarî, gotûbêj) deng bi hêsanî tên qeyd kirin (alîkarî, [16], mîkrofon). Paşê qeydkirinê, deng bi xwe li ser Commonsê tên zêde kirin...
Herwiha bnr. commons:Category:Lingua Libre pronunciation (zimanên ku bi Lingua Libre hatine zêde kirin)--Ghybu (gotûbêj) 01:30, 20 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Bo her peyvê bilêvkirinên hemû herêmên Kurdistanê pêwîst e, niha bo Lingua Libre qeyd kirin jî hêsanî ye Bişirîn @Ferhad Kurdi, Bibliophile, û Ferhengvan:--Ghybu (gotûbêj) 01:57, 20 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Awayê beralîkirinan[biguhêre]

@Mohajeer, Şêr, Ghybu, û Ferhengvan: @Gomada, Cyrus the virus, û Pispor: @Amed ebdilwahid, Aram Zal, Arteesh, û Azadrebiwar: @Ferhad Kurdi, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Avestaboy: @Diyako kazm, Dr-Taher, Dûrzan, û Esn.sh.gh:
@Eyyubfirat, Ferhad Şîrîn, Xwende, û Sîbelkê: @Hakîmo, Hesen Azad, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Hakîmo, Gulsumake, Rojitan, û Kulgewrîyekîderahanê: @Mesûd Hemo, Mihemed Qers, Msahinelci, û Nenas: @Qasimêxelîlî, Qurreder, Rehwan Derwîş, û Resad Sorgul: @Ahuracik, Rojitan, Tengezaro, û Xebat Brusk: @Zinarê Melley:

Merheba hevalino. Kêmasiyeke ku dibînim dixwazim ku bê çareserkirin. Meseleya ku dixwazim were çareserkirin awayê danîna beralîkirinan e. Beralîkirinên ku nû têne çêkirin wek vê peyvê têne çêkirin: wek niqaş. Ango peyv, binêre "awayê rast". Ev stîla beralîkirinê kêm e, bi taybetî di peyvên kurt de. Ji ber ku peyvên kurt xwedî zêdetir maneyan in. peyvên du-herfî, peyvên sê-herfî xwediyê gelek maneyan in, pir maneyan dihewînin.

Wekî ku di peyva "niqaş" de jî tê xuyan, ser vê peyvê "Binêre neqaş." hatiye gotin, lê ev peyv carina bi xeletî, an wek xeletiyeke rastnivîsê wek niqaş tê nivîsandin, li şûna peyva "nîqaş". Ango divê alîkirineke jî ber bi peyva "nîqaş" ve hebe.

Û ji bo ku bê famkirin ka ji bo kîjan peyvê ber bi ku de tê alîkirin divê maneyên peyvan were dayîn û alîkirin bi bi wî awayî bêne kirin. YanÎ wek

Bi ya min divê em hin beralîkirinan bi van awayên ku ez çêkirime çêkin. Hin peyvên wisa xwediyê çend maneyan in, û gava ji bo maneyek têne beralîkirin, maneyên din ên peyvê winda dibe. Bi awayê ku ez çêkirime mirov dikare maneyên din jî tevlî peyvê bike. Herwisa ger ser peyveke du beralîkirin hebin wê bi awayê din dîsa tevlihevî çêbe. Ku ez bixwe li hin deran tevliheviyên wisa dîtime. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:41, 1 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêjên eleqedar:

1 - [17]Gotûbêja bikarhêner:Ghybu#Kategoriyên cot

2 - [18]Gotûbêja bikarhêner:Şêr#Parzûn

@Mohajeer, Şêr, Ghybu, Ferhengvan, û Bikarhêner: @Gomada, Cyrus the virus, û Pispor: @Amed ebdilwahid, Aram Zal, Arteesh, û Azadrebiwar: @Ferhad Kurdi, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Avestaboy: silav û rêz ji we hemiya... birayê delal ewe hemu bela kêmzanî û bêsevadî ya me kurdaye, em bi sala ketin xewê û îro jî barê me giran buye û bû zanîna zimanê xwe em gereke 4-5 zimana bizanin... bû mînak:

niqaş peyvek erebiye(النقاش) kû wateya behs û cedel heye û neqaş yan diristir neqqaş jî peyvek erebiye bi wateya nîgarkêş ku piranî di farsî da tê bikarhînan û erebî da piranî ressam(رسام) tê bikarhînan. spas bû ew kesê kû bê minet danîn û çav li tiştekê bûn xizmeta çand û fehenga gelê xwe dike.Rojitan (gotûbêj) 20:58, 2 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Merheba gelî hevalan. Ez di vê mijarê de bi tevî kekê @Bikarhêner: dibim. Bi rastî jî ev beralîkirinên nû ku ez dibînim, bi ya min ne ferhengî ne. Wek hevalê @Bikarhêner: gotiye; bi vî awayî ku rûpel tên valakirin, bikarîner ji gelek agahiyên pêwîst yên di derbarê peyvekê de mehrûm dimînin. Ev rêbaz herî zêde di peyvên pirwate de dibin arîşe. Carinan hin peyvên ku rasterast ne hevwate ne jî dikevin ber vê. Mînakek ku ewilî tê bîra min bêhtir e, ev peyv bi pirrtirê ve hatiye beralîkirin. Lê ev peyv ne temamî hevwate ne, qasî zanîna min ne hevreh in jî. Loma bi vî awayî beralîkirina wê şaş e. Ev peyv û gelekên wek wê, şûna beralîkirina bi vî awayî dikarin bi bikaranîna beşên wek "herwiha" an "bide ber" bên cûnandin û amajekirin. Bi kurt û kurmancî bi raya min vî awayê beralîkirinê ti tiştî li wîkîferhengê û karîgeriya wê zêde nake, lê gelek tiştan; naverok, kontekst, berfirehî, bikarbarî û wd. jê kêm dike. Divê em bi lez û bez vê sererast bikin. Silav û Serkeftin @Mohajeer, Şêr, Ghybu, Ferhengvan, û Jiju: @Gomada, Cyrus the virus, û Gulsumake:Pispor (gotûbêj) 21:55, 4 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
Xebera hevalê @Bikarhêner: e, bi taybetî peyvên reh jev cuda wiha tê windakirin. Jiju (gotûbêj) 17:30, 8 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr, Ghybu, Mohajeer, û Ferhengvan: xêra xwe hûn jî dikarin fikrûramanên xwe diyar bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:20, 11 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav, min jî di çend cihan de ev kêmasî dîtibû. Divê meriv vê yekê dirust bike ji bo selameta ferhengê. Herweha divê bo nîmûne peyva bêhtirê bi tena serê xwe bête şirovekirin û nimûneyên ku tenê bi pê tên bikaranîn bên dayîn. Hezkirin.--Bibliophile (gotûbêj) 19:21, 11 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Community Wishlist 2020[biguhêre]

IFried (WMF) 19:30, 4 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Gotarên bê standard[biguhêre]

Kategorî:Şablonên rêzimanî yên bê parametreya g=2

Silav, kesên ku pirr demên xwe hene û nizanin çi bikin li vira binêrin: Kategorî:Şablonên rêzimanî yên bê parametreya g=2 Bişirîn. Hemû gotarên ku li wira ne bê standard in; me (Şêr û ez) 582.573 gotar sererast kir û 6.735 gotar jî mane.
Mixabin yên ku mane tenê bi destan tên sererast kirin ji ber ku cureyên peyvan (Alîkarî:Rêziman: navdêr, lêker, hoker, ..) tevlî hev hatine nivîsandin: cudakirin pêwîst e... Xebat xweş--Ghybu (gotûbêj) 23:03, 8 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Beş û şablonek nû: Dûnde / {{}}[biguhêre]

Bo agadarî: beş û şablonek nû hat çêkirin. Mînak: [19], الجمعة#Dûnde.--Ghybu (gotûbêj) 20:59, 12 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Rengê beşa cureyên peyvan[biguhêre]

Silav Bikarhêner, tu dikarî koda ku vira ye tevlî vira bikî: MediaWiki:Common.css (bin rûpelê). Ji bo cudakirina beşên cureyên peyvê û binebeşên wan in (bi min bi rengê reş rind nayên cuda kirin)... Rûpel niha çito xuya dikin? ping: @Şêr, Ferhengvan, Ferhad Kurdi, Pispor, Jiju, û Bibliophile:--Ghybu (gotûbêj) 14:58, 20 çiriya paşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Bikaranîn[biguhêre]

Silav @Şêr, Ferhengvan, Bikarhêner, Ghybu, WîkîBot, IbrahimKocher Duhok, û Pispor: Pirr bikarhênerên Wîkîferhengê dipirsin ku pitir cudahiyên deveran li Wîkîferhengê bên zêdekirin. Ji ber ku min di gel pirr karkerên NGO peyivim ku pîçek Kurdî dizanin, wan divê dirist weke devoka xelkê li gel kar dike bipeyive.

Ji kerema xwe re li vê mînkê binêrin [20] Li ev rûpele me nêzî hemî cudahiyên deveran nivêsîne.

Gelo em dişên (Box)ek wisa ku bisanahî be ji bo zêdekirinê bo wan deverên bi Kurmacî dipeyivin çêkin, nezî (Box)a wergerrî be? Wisa bikarhênerek ji Amedê dikare cudahiya devoka (peyv, biwêj...) xwe ji ya Dihokê binivêse, herwisa kesek ji Efrînê dikare bisanahî bi rêya (Box)ê devera xwe bihelbijêre û cudahiya devoka xwe ji ya Muşê binivêsê.--Ferhad Kurdi (gotûbêj) 12:35, 11 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

(Bi Inglîzî: Many users of Wîkîferheng have been asking if there can be more regional distinctions included. I know from talking with many NGO workers who only speak a little Kurdish that they want to speak exactly the dialect of the people they are working with.

Please have a look at [21] Here we provide a pretty comprehensive coverage of regional differences.

Could we use this sort of box of cities where Kurmancî is spoken and make it into a user-friendly box under Bikaranîn, a bit like the Werger box? Then a user from Amed, for example, can add their regional variation to a Dihoki phrase, and someone from Efrîn can just choose their city from the drop-down menu to add a variation to a word inputted by someone from Muş.)

Beşa "Bikaranîn" rind nîne: beşên "Herwiha" û "Hevwate" jixwe ji bo van peyvan hatine çêkirin...--Ghybu (gotûbêj) 21:45, 11 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]