Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Astengî Bi Sepana Lingua Libre.[biguhêre]

Silav Birêz, Vaye 2-3 roj e ku ez nikarim dengê xwe bi rêya sepana Lingua Libre'yê ve biweşînim. Ez dikarim têkevim û deng tomar bikim, lê nikarim dengê xwe li ser Wikimedia Commons biweşînim. Gava ku ez pêl li ser bişkoka "Li Ser Wikimedia Commons Biweşîne" dikim qebûl nake û bişkoka "Dubare Biceribîne Barkirin Bi Ser Neket" dide nîşan. Gava ez pêlê wê jî dikim, tiştek nabe û ev bişkok dîsa derkevî ser holê. Tû kar nake. Derbarê vî mijarê min li ser tora Lingua Libre nivîsand, lê tû encam derneket. Ev program dengê min tomar dike, le naweşîne. Gelo tû fikr û ramanê te li ser vî mijarê heye? Sipas. Key Mîrza (gotûbêj) 23:38, 28 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Modul û şablonên Wîkîpediya yên Zazakî[biguhêre]

Silav birêz Balyozxane! Tu dikarî di Wîkîpediya Zazakî de alîkariya min bikî? Li wir kesek neqeydkirî hin modul û şablon guhert. Ji ber vê yekê agahî tevlihev dibin. Min ew vegerand, lê ew wek nimûne di "Nıfus" (Modul:Nıfus û Şablon:Nıfus) de xuya nake. Ez berê spas dikim! -- Mirzali (gotûbêj) 19:50, 21 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Mirzali Silav. Problemeke gelemper li wîkiyê heye. Bnr. vê gotûbêja en.wîkiyê. Grafîk niha naxebite heta xwediyên wîkiyê çareser bike. Balyozxane (gotûbêj) 05:46, 22 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas ji bo pêşniyarê! -- Mirzali (gotûbêj) 06:12, 22 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Li ser pêwîstiya sê çavkaniyan ji bo nivîsên etîmolojiya peyvên kurdî.[biguhêre]

Silav Birêz,

Bo çin nivîsandina etîmolojiya peyvên Kurdî evqas erzan e. Çima rêzika bo afirandina peyveke nû bo etîmolojî jî derbas nabe? Ma çawa birêz "Ferhengvan" li gorê kêfa xwe etîmolojiya peyvan dinivîse. Dema ez ji wî çavkanî daxwaz dikim yan qet nayînî yan jî tenê yek çavkanî nîşan dide û ku meriv nikarî çavkanîyê bibînî û peyt bikî

Bo çin nivîsandina etîmolojiya peyvên Kurdî evqas erzan e. Çima rêzikên afirandina peyveke nû, bo nivîsa etîmolojî jî derbas nabe? Ma çawa birêz "Ferhengvan" li gorê kêfa xwe etîmolojiya peyvan dinivîse? Dema ku ez ji wî çavkanî daxwaz dikim yan qet nayînî yan jî tenê yek çavkanî nîşan dide û ku meriv nikarî ew çavkanîyê bibînî û peyt bikî. Ma tenê çavkaniyek têr e? Yan gerek sisê bibe? Ger tu bawer nakî ez dikarim çendîn nimune nîşanê te bidim. Benda bersiva cenabê te me. Sipas Ebulfîda (gotûbêj) 08:59, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Ebulfîda. Tu hinek bi awayekî şovenîst tevdigerî. Hinek bêhnfireh be ji kerema xwe re. Tu çavkanî dixwazî lê belê çavkanî kêm in. Yên heyî jî tu qebûl nakî. Min ji te re Chyet wek referans da, te ew jî qebûl nekir. Chyet nêzî 40 zimanan dizane û hemû zaravayên kurdî jî dizane dîsa jî tu qebûl nakî. Tu wekî folk etymology difikirî û dixwazî her tiştî bikî kurdî. Balyozxane (gotûbêj) 08:37, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Sipas, Ma tu jî şovenê hevalê xwe nînî? Bo çin 3 referans bo her kes nameşe? Ebulfîda (gotûbêj) 19:33, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Xwedê hiş daye mirov ku bi kar bînî:
1-Çawa peyva "Befr", "Baran" ya Kurdî/Îranî heye lê "Cemed"a Kurdî/Îranî tineye? Dibe? Hemû bi hev re girêdayî nînin? Pirtirîn dewletên ereban da "cemed" çênabe. Ma çima reha/koka cemed "cam" ne bî? Ma hemû zimanzanan û etîmologan ser rêya rast in? Li gor min na. Ez zimanzanek wek "Garnik S. Asatrian" û "David Neil MacKenzie" nas nakim. Min jiyana wan xwendiye her du jî dijminatiya Kurdan kirine:
https://www.quora.com/Do-you-believe-that-all-Kurdish-linguists-to-date-have-acted-impartially-and-scientifically/answer/Hamdi-Aciksoz
2- Ger peyva "Evîn"a Kurdî tinebe, gelo Kurd ji Ereban hînê hezkirinê bûne? Ebulfîda (gotûbêj) 19:50, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Derbarê pêwistiya 3 referans bo afirandina peyvên nû û nivîsên etîmolojiyên nû.[biguhêre]

Birêz, Êdî ez westiyam. Cara dawî ji te û hemû nivîskaran rica dikim ku bêyî 3 referans peyvên nû neafirînin û etîmolojî nenivîsînin. Ger ez rastîyê nivîsek/referansek bêyî 3 referans bikevim ezê bi hirs û dijûn livir derkevim. Ji we rica dikim mercên xwe bi kar bînin.Ebulfîda (gotûbêj) 17:42, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Qaîdeyeke ji bo etîmolojiyê wekî ku tu dibêjî tune ye. Ger dixwazî, dikarî dengdaneke bidî destpêkirin û li gorî encama dengdanê em dikarin bixebitin. Bi xatirê te. Balyozxane (gotûbêj) 11:21, 14 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]


Çêkirina botekê[biguhêre]

Merheba hêja @Balyozxane: Ez bi şanazî dibînim ku tu bota "Balyozbot" bo zêdekirina rûpelên nû ji beşa wergeran bi kar tînî. Ev karekî pir baş e, siheta te xweş! Gelo ez jî dikarim bi awayekî wisa bibim alîkar? Bi silavên germ re! --Ferhengvan (gotûbêj) 07:00, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ferhengvan Balyozbot niha bi otomatîk naxebite, Ez li ser scrîptekê dixebitim ya ku dikare hemû wergerê carekê de çêke. Ger rast bixebite, ez ê skrîptê bidim te. Lê niha hin pirsgirêk çêdibin. Wisa dixuye ku ew ê çênebe. Lê dîsa jî hewl didim.
P.S. Tu dikarî w:WP:AWB biceribînî. Heger hinek hîn bibî, dikarî hesabekî botê çêkî û ez dikarim alîkariya te bikim.
Balyozxane (gotûbêj) 13:29, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Ghybu Çêkirina gelek rûpelan bi butonekê qedexe ye yan na? Balyozxane (gotûbêj) 17:03, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav, ne qedexe ye. Piraniya rupelên fr.wiki û en.wiki bi botê hatine çêkirin. Tenê copyright û Bot policy dîqet bikin. Ghybu (gotûbêj) 18:14, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas bo xebata te ya hêja! Ferhengvan (gotûbêj) 18:35, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Ez behsa botekê nakim. Nimûne Ez dikarim bi hesaba xwe ya Balyozxane gelek rûpel carekê de çêkim bi skrîpta User:Balyozbot/CreateTranslation.js? Dema pêlî "Hemû çêke" dikî, skrîpt yek bi yek hemû rûpelên wergeran çêdike. Ew tiştek normal e? Balyozxane (gotûbêj) 18:37, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Nimûne: 2 deqe 34 rûpel hatin çêkirin bi skrîptê Balyozxane (gotûbêj) 18:49, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Tu hesabê xwe wekî botê bikar tinî û leza guherandina botê hindik bilind e (>12 guherandin/deq). Bi min, bo guherandinên biçûk pirsgirêk tine ye... Feqet tu nikarî tenê carekê de pênc sed an hezar gotar bi vî avayî çêkî :) Ghybu (gotûbêj) 20:50, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu çima na yaw bazarî tune ye? Pêkenok Bi hesabê xwe deqê de çend gotar bi vî awayî çêkim, ne pirsgirêk e? Ne tenê ez, ez ê bidime Ferhengvanî jî :D Balyozxane (gotûbêj) 21:16, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Bnr. [1] Ghybu (gotûbêj) 21:23, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Li gorî Bot policy 12 edits per minute ji bo botekê baş e. Lê tiştek li ser bikarhêneran nayê gotin. Em ji deqê de 12 rûpel çêkin pirsgirêk çêbibe? Balyozxane (gotûbêj) 21:38, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min ne got ku ew problem e ji ber ku li vira kes ne dijî ye (wikiyên din eleqedar nake). Dîsa jî, belkî, li ser Dîwanê ji bo bikaranîna amûrê dengek pêwîst e Bişirîn Ghybu (gotûbêj) 21:49, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
PS: Problem tenê ji bo Taybet:Guherandinên dawî ye (nayê xwandin) Ghybu (gotûbêj) 21:56, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Li ser Wergerê: bi min dema ku hemû beşa Wergerê li ser en.wiki tê kopî kirin, nivîsanda çavkanîyê jî pêwîst e, wekî: [2]. Na? Ghybu (gotûbêj) 22:13, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
bi ya min dengdan ne hewce ye lê ger tu bêjî hewce ye, em dikarin yekî çêkin :/
ji bo guherandinên dawî min etiketek çêkir, nimûne [3] tu dikarî guhartinên dawî parzûn bikî ji bo ku guhartinên bi vî etîketî neyên dîtin.
Belê çavkanîdayîn jî pêwîst e. Ez ê wê jî tevlî skrîptê bikim. Balyozxane (gotûbêj) 22:32, 9 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── Silav Ferhengvan. Min koda çêkirina wergeran nû kir. Êdî ne hewce ye yek bi yek pê li lînkan bikî. Pê li "Hemû çêke" bike. "Cureyê peyvê hilbijêre", Maneya wergerê binivîse ( bi otomatîkî navê rûpelê tê lê dikarî tiştên din lê zêde bikî), dûre ger dixwazî "Etîket" lê zêde bike bike "element, anatomî, biyolojî, ekonomî, hwd.) Dûre pê li "Bişîne" bike. Hemû werger yek bi yek tên çêkirin. Di deqiqeyê de herî zêde 6 rûpel çêdike loma hinek hêdî ye. @Ghbu Çiqas bilez be ne pirsgirêk e? --Balyozxane (gotûbêj) 13:22, 11 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ji bo veşartina rûpelên ku bi CreateTranslation hatine çêkirin di rûpela Guhartinên dawî de pê li "Nîşankirin" bikin, dûre Pê li "Yên bijartî derxe" bikin û "CreateTranslation hilbijêrin. Bi vî awayî vedişêrin. Balyozxane (gotûbêj) 13:24, 11 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Her hebî, pir baş çêdike. Wisa here, em ê di çend mehan de bigihin milyonek rûpelan :-) Ferhengvan (gotûbêj) 14:07, 11 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan înşela :) lê divê em hay jê hebin rûpelên xelet çênekin, dema çêdikî maneya peyvê bi eşkere bidin nivîsîn Balyozxane (gotûbêj) 18:17, 11 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan herwiha ger te xeletîyek dît, min agahdar bike. Balyozxane (gotûbêj) 18:18, 11 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba, ji cûrên peyvan (navdêr, rengdêr, lêker...) "hejmar" kêm e, divê ew jî hebe. Ferhengvan (gotûbêj) 06:29, 12 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
  • @Ferhengvan di vê navberê de ger wextê te hebe, Xêra xwe dikarî navê zimanan jî bikî kurdî Modul:ziman, ji ber ku em gelek rûpel çêdikin navên zimanan bi îngilîzî dimînin. Divê werin kurdîkirin ji bo ku em karibin kategoriyên wan çêkin.

Ji bo çêkirina kategoriyan Koda jêr tevlî rûpela xwe ya common.js bike:


//[[Bikarhêner:Balyozxane/addAutoCat.js]]
mw.loader.load('//ku.wiktionary.org/w/index.php?title=Bikarhêner:Balyozxane/addAutoCat.js&action=raw&ctype=text/javascript');
--Balyozxane (gotûbêj) 06:39, 12 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: Rûpelên xelet çêneke. Min hejmar lê zêde kir lê dema tiştek kêm be heta were sererastkirin bisekine Xêra xwe. --Balyozxane (gotûbêj) 06:39, 12 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Temam. Lê yên çêkirî ne xelet in ji ber ku hemû hejmar di heman demê de navdêr in jî. Ferhengvan (gotûbêj) 06:51, 12 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Ghybu. Em çêkirina rûpelan bi hesaba xwe dewam bikin yan jî hesaba xwe ya botê bi kar bînin? pîng @Ferhengvan: Balyozxane (gotûbêj) 19:37, 14 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Balyozxane, Sererastkirina rêzimanî bi botê problem e: te jî dît, ji ber ku jêgirtin û çavkaniyan jî sererast dike :) Ghybu (gotûbêj) 14:48, 21 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Ghybu Min yek bi yek AWB kontrol dikir û wextê xeletî çêkir, min rawestand, xeletiyê rast kir û dîsa dewam kir :) Balyozxane (gotûbêj) 14:50, 21 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

çêkirina forman bo hûr kirin[biguhêre]

Silav Balyozxane,

gelo çi dibe sedem ku forma hûr kir bi awayekî otomatîk nayê afirandin? --Şêr (gotûbêj) 11:15, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Şêr. Li cem min pirsgirêk tine ye. Ka rûpelê purge bike û dîsa biceribîne. Balyozxane (gotûbêj) 11:18, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav, niha, piştî ku te rêz guhart, çêbû. - Şêr (gotûbêj) 11:20, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Û gelek caran divê ez ji peyvê derkevim ji ber ku form amade nabin (dema ku ez pê lê dikim). Bnr.: [4]. -- Şêr (gotûbêj) 11:21, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gava ez ji formê dertêm, û dîsa li ser gotara sereke dîsa pê li formê bikim, hingê çêdibe. --Şêr (gotûbêj) 11:23, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Ger li jor URL hebe û tê de agahdarî hebin, wê demê ne hewce ye derkevî rûpelê dîsa bar bike ew ê were çêkirin. Balyozxane (gotûbêj) 11:37, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Baş e, mala te ava. :) Dem baş --Şêr (gotûbêj) 11:38, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
URL bi piranî tune. --Şêr (gotûbêj) 11:42, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Ez lê dinêrim lê min ti pirsgirêk nedît. Belkî tu hinek zû tevdigerî û bêyî ku lînk were derdikevî? Balyozxane (gotûbêj) 12:17, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Hay ji syntaxhighlighter hebe, dema vekirî be carinan ji ber wê encam dernakevin. Balyozxane (gotûbêj) 17:26, 12 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

amûra "wergerîne"[biguhêre]

Silav keko,

min hewl da ku wergeran (ji ferhenga en) bidim wergirtin bi rêya amûra te, lê nebû. :( --Şêr (gotûbêj) 20:18, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr Silav. Te çi kir? Divê ji en.wiktê beşa Translation rasterast li rûpeleke ku.wiktê kopî bikî. Ti tişt neguherîne. Divê şablonên {{trans-top}} û {{trans-bottom}} hebe. (Heke navê şablona trans-top-see be divê -see jê bibî.) Dûre pê li Wergerîne bike û navê rûpela en.wiktê binivîse. Tiştek din nenivîse. Ew qas :) Balyozxane (gotûbêj) 20:21, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Di amûra CreateTranslation de piştî te pê li "Bişîne" kir, divê rûpel vekirî bimîne heta hemû werger werin çêkirin. Ger ji rûpelê derkevî, amûr betal dibe. Balyozxane (gotûbêj) 20:32, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas, fam kir ;)
PS: qismê > beşa çêtir e, ji ber ku beş "kurdîtir" e. Silav --Şêr (gotûbêj) 20:32, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr "beş" li vir wekî hemû beşa Wergerê karibe were fêmkirin, lê di beşekê de dikare ji yekî zêdetir qism hebin loma me peyva qism tercîh kir. Herwiha ji mêj ve ye me dev ji dîtina peyveke "kurdîtir" berdaye, kîjan peyv berbelav be em wê bi kar tînin. Balyozxane (gotûbêj) 20:39, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ez jî wisa difikirim. Lê mixabin hin kurdên me serê xwe bi "paqijkirina" kurdî diêşînin. Ger em li gorî vê mantiqê tev bigerin, divê em nîvê zimanê almanî jê bibin. :)) --Şêr (gotûbêj) 20:47, 16 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Va ye dîsa em ketin vê nîqaşê w:Gotûbêj:Bangeşe#Barkirina_Bangeşe_12-2023. Xwedê ez ê dîn bibim. Balyozxane (gotûbêj) 18:05, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha w:Pêjimêrk Dîwar Balyozxane (gotûbêj) 18:06, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Bi demê re gotinên biyanî tevkariyeke girîng li zimanê kurdî kirine û bûne beşekî ji wê. Ev peyv danûstandina çandî, pêşketina zanistî û bandorên din nîşan didin. Zimanekî bê peyvên biyanî ne tenê ji aliyê zimanî ve belengaz e, di heman demê de ji aliyê çandî ve jî îzole dibe û nikare xwe adapte bike. Tê bêjî qey 5 hezar peyvên latînî wê kurdî xira bikin. :) Serê xwe bi wan neêşîne. Bawer bike mirov newêre kurdên me hînî kurdî bike. Wek mînak gava ez bêjim kursî, wê tiliyên xwe di nav çavên min re rakin. :( Wê li dewsa wê bêjin "rûniştek", lê ev peyv ji bo her tiştê ku mirov li ser "rûdinê" tine ziman. Xeman nexwe, yên wisa wê xilas nebin :-) -- Şêr (gotûbêj) 18:29, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Erê lê pirsgirêk ew ê fêmbariya wîkîpediya xira dibe. Loma dixwazim qet nebe tiştên wekî sernavên gotar û kategoriyan baş bin lê ew jî nabe. Ew kes timî bi peyvên ecêb dinivîse ku êdî meriv jê ti tişt fêm nake. Balyozxane (gotûbêj) 18:31, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ez jî li aliyê te me. Lê bawer ke wî hevalî ji ev peyv ji yekî wek "xwe" hîn bûne. Ev şaşî ne ya wî ye. Gava ew jî van xeletiyan bidomîne, wê yên piştî wî jî wisa hîn bibin. :( --Şêr (gotûbêj) 18:35, 10 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Forma nû a çêkirina peyvan zû bar dibe[biguhêre]

Silav Balyozxane, bi min forma nû a (wek ya viyetnamî) zû bar dibe. Dema ez dixwazim formên tewandî yên navdêran çêbikim, formên skrîptê bar nabin dema ku ez forma kesk ya tabloya tewandinê ditikînim.. --Şêr (gotûbêj) 15:55, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Mînak --Şêr (gotûbêj) 15:56, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Şêr Dema di URLyê de User:Balyozxane/creation/intro [5] hebe li cem min form bar nabe. Lê wekî din her tim bar dibe. Ger karekî te bi vî amûrî tinebe dikarî li ser Taybet:Tercîh#mw-prefsection-gadgets neçalak bikî. Li qutiya li kêleka "Forma çêkirina rûpelên nû çalak bike" bitikîne ew ê were neçalakkirin. Dûre dikarî dîsa çalak bikî. Niha çareseriyeke din nabînim. Ger fikrekî te hebe, bibêje em biceribînin. Balyozxane (gotûbêj) 16:06, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas, min ne-çalak kirin, pirsgirêk çareser bû. --Şêr (gotûbêj) 16:09, 1 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

çêkirina kategoriyên tên xwestin[biguhêre]

Silav Balyozxane, ez van kategoriyên xwestî bi bo çêbikim? Min kategoriyek wek test çêkir, li vir bnr -- Şêr (gotûbêj) 21:26, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Şêr. Ger dixwazî, çêke lê pêşî WF:SB#katbike-rec bi kar bîne wek "pwb.py katbike-rec -wantedcategories". (Ne hewce ye lîsteyekî çêkî) Daku jorkategorî û înterwîkî lê were zêdekirin. Piştî hemû xilas bû îcar bi WF:SB#katbike dîsa hemû -wantedcategories çêke. Spas! Balyozxane (gotûbêj) 21:30, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Temam, spas, va min dest pê kir [6]. Ez ê vêga bi hesabê bot bidim çêkirin. Êvara te bimîne xweş, û spas ji bo keda te. --Şêr (gotûbêj) 21:46, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Gelek spas! A te jî bimîne xweş :) Balyozxane (gotûbêj) 21:49, 2 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Speech recognition ji bo kurmancî[biguhêre]

Silav bira, te ev dîtiye? Xuya ye ku nû ji bo kurmancî hatiye çêkirin. Piraniya hevokan hema bêje ji sedî 90 nas dike --17:50, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC) Şêr (gotûbêj) 17:50, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr ne welle min nedîtiye û zêde bala min tiştên wisa nakişîne lê belê hevalê @Guherto pê eleqedar dibe, ez ê jê re bişînim. Gelek spas! Balyozxane (gotûbêj) 17:59, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Ev tişt bala min dikişînin. :)) Eger pirsên Guherto hebin, dikare bi min re bikeve têkiliyê. Êvara te bimîne xweş :) --Şêr (gotûbêj) 18:02, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Ew ê dê gelek bextiyar be :) Êvar baş! Balyozxane (gotûbêj) 18:05, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr: Di sala 2023an li ser commonvoice.mozilla de zêdetirî 15 hezar devokên kurdî hatine qeyd kirin, bnr https://commonvoice.mozilla.org/kmr. Berê me nikarîbû bikin ji ber ku dane kêm bûn, niha bi w:en:Artificial neural network bi hêsanî tê çêkirin. Ghybu (gotûbêj) 19:25, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu, gelek spas ji bo agahiyê, bo keda we. Jixwe li wir Mozilla Commonvoice jî wek çavkanî hatiye bikaranîn. Silav û rêz. --Şêr (gotûbêj) 20:13, 7 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Ev jî nivîsê dike deng. :) --Şêr (gotûbêj) 20:28, 9 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Te ceriband? Xweş dixebite gelo? Belkî em dikarin gotarên Wîkîpediyayê bidin xwendin û lînka dengî li rûpelan zêde bikin :) Balyozxane (gotûbêj) 20:31, 9 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Min hê îro dît. Li gorî testên min nîvî-nîvî ye. Modela deng di hin peyvan xwe pirsgirêkan derdixe, zêde "qeba" ye, û hin tîp tên daqurtandin (bi lêv nake). [Û her wiha]Pêdiviya me bi zimanekî naziktir heye. :)) Model divê hinekî were perwerdekirin. Ji bo niha ez bikaranîna wê pêşniyar nakim bi rastî.- Silav û rêz ..Şêr (gotûbêj) 20:40, 9 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Ez ê li ser Google Colab, modelê daxim û test bikim. Lê tu jî diarî peyvên xwe an jî cumleyên/hevokên xwe binivîsî. :) Wê gavê ne hewce ye ku tu daxî. :)) --Şêr (gotûbêj) 20:42, 9 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas! Ez ê li ser PAWS biceribînim Balyozxane (gotûbêj) 20:48, 9 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Merheba ji we re hevalno. Min hê li ew tiştê ko Şêr lînk kiriye neceribandiye lê piçekî tecrûba min bi van tiştan re heye. Wextê ko hê nû Metayê proja xwe ya bi navê "MMS" derxistibû min xwest biceribênim û min dûvre jî ceriband. TTSa wê zêde bi kêr nayê ji ber ko dengên rast dernaxe (li gora alfabê diçe û alfaba me ji bo şanîkirina dengan bi kêr nayê), lê speech-recognitiona wê bi kêr tê. Hinek gotinan peve dinivîsêne lê ew piştre rehet kare were edilandin (bi destan jî û bi otomatîkî jî). Metayê proja NLLByê jî derxistibû û ew jî di mesela tercimekirinê de ji Google Translate gelekî baştir e. (Dîse jî ji bo kurmancî ya herî baş Bing Translate e). Ez bi rastî bêjim ez piçekî bi xwe serbilind im, ji ber ko herî pêşî min ji CommonVoicê xwest ko kurmancî lê zêde bikin, berî çar salan. Guherto (gotûbêj) 11:09, 10 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Ew proja ko te lînk kiriye ji MMSa Metayê kevntir e. Berî 2 salan hatiye çêkirin û li vir dosyeyek li serê heye: https://aclanthology.org/2022.lrec-1.689.pdf Guherto (gotûbêj) 11:13, 10 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

POS-Tag Kurmancî[biguhêre]

Min tiştekî wisa ya bikêrhatî dît niha: [7]. --23:33, 13 kanûna paşîn 2024 (UTC) Şêr (gotûbêj) 23:33, 13 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr Gelek spas. Min niha ceriband xweş xuya dike :D. Dikarî emaila xwe vekî, dixwazim tiştek li te pirs bikim? Balyozxane (gotûbêj) 23:43, 13 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr: Min ê vê amûrê kod bikira, bnr. Amûrên analîzkirina kurmancî? Ping @Ferhengvan: Ghybu (gotûbêj) 23:47, 13 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu:, @Balyozxane:, di hin lêkeran de kêmasî hene, lê bi piranî dixebite. Mirov dikare li vir pêşniyazan bike? --Şêr (gotûbêj) 08:03, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:, min standina e-peyaman aktîv kir. :) --Şêr (gotûbêj) 08:07, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Min şand, înşela te dîtibe :) Balyozxane (gotûbêj) 13:46, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Belê, min dît. Lê divê pêşî ez wê sepanokê daxim. :)) --Şêr (gotûbêj) 14:12, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr Temam bira :) Balyozxane (gotûbêj) 14:12, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
Min ID şand. ;) --Şêr (gotûbêj) 14:23, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

tîpen erebî[biguhêre]

Li rûpela Wîkîferheng:Dîwan/2024#tîpen erebî hat barkirin.