Gotûbêja modulê:ziman

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê
Guhartoya 22:11, 14 çiriya pêşîn 2020 ya ji aliyê Balyozxane (gotûbêj | beşdarî) (→‎"ber": beşeke nû) ve

Romî

@Şêr û Cyrus the virus: {{ra}} (bnr. jî: {{rom}}) zimanê ku derê ye?--Ghybu (gotûbêj) 19:18, 1 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]

 Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 23:27, 1 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]

Zimanê fûrlanî

Merheba @Ghybu:, ev ziman (['fur'] 'friyolî') di wîkîpediyaya kurdî de wek zimanê fûrlanî derbas dibe. --Bikarhêner (gotûbêj) 14:20, 6 tîrmeh 2018 (UTC)[bersiv bide]

Merheba Bikarhêner, erê feqet nizanim kîjan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 14:23, 6 tîrmeh 2018 (UTC)[bersiv bide]

Tîpên cuda

@Ghybu: Meriv ji bo zimanên ku di navê wan de tîpên ku di Kurdî da tinne ne hene çi dike? Wek zimanê Ajië bi koda "aji". Pispor (gotûbêj) 13:44, 18 sermawez 2018 (UTC)

Zimanê 'are'areyî

@Şêr û Ghybu: Merheba Şêr û Ghybu. Min xwest ku ez zimanê 'are'areyî jî tevlî rûpelê bikim. Lê ji ber ku di nav navê zimanê de du heb yeknik (' ') hene, ev yeknikên di navê zimanê de bi yeknikên nav şablonê de re tevlihev dibin û şablona zimanê 'are'areyî çênabe. Xêra xwe hûn dikarin çareser bikin vê çewtiyê. "z['alu'] = { nav = are'areyî' }". -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:38, 4 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Nîşe 1: Binêrin peyva "hinasuna".
Nîşe 2: Koda zimanê 'are'areyî [alu] ye. Ev peyama bêîmze ya bikarhêner (gotûbêjbeşdarî) e.

Silav Bikarhêner. Vitira tê nivîsandin:
z['alu'] = { nav = '\'are\'areyî' }
an jî
z['alu'] = { nav = "'are'areyî" }
Herwiha bnr. Lua#string--Ghybu (gotûbêj) 17:02, 4 kanûna pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Devokên kurdiya başûrî


  kurdiya başûrî (sdh)
Devokên kurdiya başûrî (sdh): kirmaşanî, lekî, feylî, kelhurî, şêxbizinî

Silav hevalno, ez zanim bê şablonên {{=koda zimanê=}} kevnin û hama bêje hew tên bi kar anîn (ji {{=kms=}} û belkî heneke dî pêve). Min hin =kms= guhert ziman|sdh lê ma ne baştire bê hûn şablonên go hew têne bi kar anîn jê bibin? Bo nimûne =en=, =ku= hwd. li gora min baştire go werin jêbirin. -- Guherto (gotûbêj) 15:08, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Guherto. Erê şblonên ku li vira ne ([2]) kevn in: niha nayên bikaranîn. Kodên (ISO) şablonan niha li vira (Modul:ziman/dane) tên nivîsandin û bi şablona {{ziman}} tê bikaranîn. Feqet koda ISOya Kirmaşanî tine ye ji ber vê yekê şablona =kms= tê bikaranîn.--Ghybu (gotûbêj) 16:01, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kodên zimanên kurdiya başurî(sdh):
--Ghybu (gotûbêj) 16:18, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Ê naxwe hemû guhertinên min ji şablona =kms= -> şablona ziman|sdh çewtin? Hinek binzaravayên kurmancî jî hene lê em ji hemûkan re dibêjn "ku" yan jî "kmr". Ez dibêjim yan em karin sdh bi kar bênin yan jî "kmş" li şablona ziman zêde bikin û duvre hemû van şablonên kevn jê bibin. Tu çi difikirê? -- Guherto (gotûbêj) 16:16, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Li ser Wîkîferhengê "kurdî" wateya "kurmancî" tê. Dema ku di nav rûpelê de zimanekî kurdî yê din heye ji bo cudakirinê koda "kmr" tê bikaranîn. Bo mînak bnr. peyva nav: "kurmancî" hatiye nivîsandin ji ber ku di nav rûpelê de "soranî" jî heye (Xeletiya Luayê di Modul:ziman de, li ser rêza 453: koda zimanî yan etîmolojiyê li parametreya yekem zêde bike. Koda "ckb-Latn" nayê zanîn..).
@Ghybu: Zimanekî bi koda "kms" jixwe heye. Baştire (go em sdh bi kar ne ênin) koda wê kmş bê ji bonî go ISO çêîşû bi kar na ênê. (şexbizinî şzb) (kelhurî khî) (feylî fyî) hwd.
@Guherto: An jî zimanên ku bêkod in bi vî awayî (bêkod) binivîsînê, bo mînak {{ziman|kelhurî}}, {{ziman|feylî}}, {{ziman|şêxbizinî}}--Ghybu (gotûbêj) 16:36, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Erê wilo baştire. Tu karê nihakê wan çêkê deqena ez karibim guhertinên xwe rast bikim? Tişte go min eciz dike ew e bê kodên zaravyên hin zimanên go tenê 2 mirov pê diaxivin hene lê kodên hin zaravayên zimanê me go carna bêhtir ji 1 milyon axiver hene nînin.. -- Guherto (gotûbêj) 16:45, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto:   [3] (mînak)--Ghybu (gotûbêj) 16:50, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: An jî vitira. Nizanim kîjan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 17:01, 25 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Birastî bêjim ez jî nizanim, lê ya duya ("duyem") karê baştir bê go zaravayên başurî nêzîkî hev bin. Ez bixwe tenê kurmancî zanim û ji bonî wê ez dibêjim ber hinek e dî qerarê bidin.Ev peyama bêîmze ya Guherto (gotûbêjbeşdarî) ye. 17:17, 25 gulan 2020‎

────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────@Ghybu û Guherto: Merheba hevalên hêja min bi kurtî behsa têkiliya van nav û zarava û devokan kiriye> [4] . Hevalên hêja divê alîkirina Kurdiya Başûrî bikin, zimanê wan bibe standard. Jixwe du nav pêşketî ne, ew bixwe navê zimanê xwe bi gelemperî wek Kurdiyi xwarig binav dikin. Bi kurmancî jî em dikarin jê re bibêjin Kurdiya Başûrî. Lê ji bilî vî navî, Kelhûrî niha pêş dikeve ku bibe navê zimanê standard(kelhur navê eşîrekê ye. Çawa ku xelkê ErdelanÊ, SinEyê, Mahabadê navê Soranî zêde qebûl nakin, xelkê Xaneqînê, Îlamê, Zengeneyê jî navê Kelhûrî hez nakin. Lê di dawiya dawîn nav bijartin biryara wan e. Lê divê em tenê yek ji van bikarbînin ku aliyê standarbûnê bike. Kirmaşanî, Kelhûrî, Kurdiya Başûrî, Feylî hwd.. divê tenê em yek ji van bikarbînin heta ku nav tê hilbijartin. Wek din Lekî zaravayekê cuda ye. Mohajeer (gotûbêj) 21:33, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gelek spas Mohajeer!! Feqet min dîsa alfabeya wan hu nekir Bişirîn.
Li vira devoka kirmaşanî bi tîpên latînê hatiye nivîsandin: [5], [6] ,[7]).
Li vira feylî jî bi latînê ye: [8].
Li ser Incubatorê; Wîkîpediyaya kurdiya başurî jî bi tîpên erebî hatiye nivîsandin: [9].
Pirsa min pirranî bi tîpên erebî dinivîsin an jî bi tîpên latînî? Di pitûkên te de kîjan alfabe tê bikaranîn? Min ji bîr kir alfabeya yekgirtú jî heye. PS:Herwiha va çî ye: Kurdiya jêrîn Bişirîn.--Ghybu (gotûbêj) 22:03, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: li gorî agahiyên jor formata baştir vitira ye: [10]--Ghybu (gotûbêj) 22:18, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hevalên hêja @Ghybu û Guherto: keko pirranî bi aramî dinivîsin. Bayê modernîzma alfabeya kurmancî helbet li wir heye ku wek soranî ew jî dixwazin, alfabeya latinî jî ji bo zimanê xwe amade bikin. Soranî jî hatiye latinîze kirin lê dîsa jî wêjevanên wan, malperên wan bi aramî dinivîsin. Her wisa hinek zaza jî alfabeya bedirxnî bikartînin hinek jî li gorî tirkî. Ew pirsgirêka wan e, kîjan alfabeyê dixwazin bila helbijêrin. Lê ji bo me nav girîng e. Mohajeer (gotûbêj) 22:27, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer: Li ser Wîkîferhengê nivîsên zimanan li vira (MediaWiki:Gadget-StyleScripts.css) tên format kirin. Formatkirina tîpen erebî û latînî yek ninin min loma pirs kir...--Ghybu (gotûbêj) 22:38, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Niha li ser wîkîferhengê peyvên kurdiya başûrî bi vî awayî çêkinê: koda sdh bo tîpên erebî ye û koda sdh-Latn bo tîpên latînî ([11], mînak: [12]) ye wekî zimanê soranî. Devok jî bi şablonên devokan ({{kelhurî}}, {{kirmaşanî}}, {{feylî}}, {{şêxbizinî}}, ...) tên li zêde kirin: [13].--Ghybu (gotûbêj) 22:54, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ping @Kirmaşanî û Mehridad:--Ghybu (gotûbêj) 23:48, 26 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: Vêce şablonên https://ku.wiktionary.org/wiki/Kategor%C3%AE:W%C3%AEk%C3%AEferheng:Sernav%C3%AAn_zimanan qet na ên bi kar anîn, tu yan kesekî dî karin wan jê bibin? 521 şablonên go na ên bi kar anîn piçekî pûçin. -- Guherto (gotûbêj) 21:54, 28 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Awayê standard

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:

Merheba hevalino, bi qenaeta min divê awayê standard yê vê peyvê bibe "îngilîzî", lewma divê formatên din ber bi vî ve werin alîkirin. Hûn çi difikirin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:43, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner: li ser wîkîferhengê ez her tim inglîzî dibînim. Heke çewtiyek tunebe ez dibêm em wana neguherînin. Tu çima dibêjî awayê rast "îngilîzî" ye? --Balyozxane (gotûbêj) 22:54, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ji ber ku di gelek çavkaniyan de wisa derbas dibe,û di praktîkê de jî wisa dibihîsim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:01, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Şûnda gotûbêjê li vira ye: Gotûbêja modulê:ziman/dane. Ev rûpel li ser peyvê ye...--Ghybu (gotûbêj) 23:29, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Bikarhêner:, bi rastî eger tu awayê peyvê yê standart wekî îngilîzî sabit bikî, tu yê xêreke mezin bikî. Ez mêj ve dîtina herdu awayan li ferhengê gelekî aciz dibim. Divê em ji zû de vê merhaleyê derbas bûna. Nesatandartiya peyvên wiha berbelav pêbaweriya ferhengê kêm dike. Îngilîzî divê standart be çawa ku ferhenga rastnivîsînê û rêbera rastnivîsînê jî bi kar tînin. Ez nîqaşeke li ser kok û rastnivîsa wê filan durist nabînim. Dibe ku awayê din rasttir be, lê li vir meseleya me êdî bûye lihevkirin û berbelaviya peyvê di nav kurdên bakur de.--Bibliophile (gotûbêj) 05:43, 11 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: bi rastî jî awayê îngilîzî zêdetir tê bikaranîn. Vê rûpelê bar bike Gotûbêja modulê:ziman/dane û biguherîne. --Balyozxane (gotûbêj) 08:45, 11 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalino, @Hakîmo, Ghybu, û Mohajeer: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju:
Bi ya min forma "înglîzî" bi tesîra tirkî di nav kurmancên bakûr de van pêlan hinekî berbelav bûye. Lê hîn jî bi devkî forma "inglîz" tê bihîstin dema behs tê ser qewnê inglîzan. Ez niha nikarim baş îzah bikim lê bi ya min ev ji aliyê dengsaziyê ve jî çêtir li kurmancî tê. Herwiha min got ka ez li berbelavbûna herdû forman bi tîpên aramî jî bikolim. Gava ez li " ئینگلیزی" (înglîzî) geriyam pir zêdetir encam derketin, lê gava min bala xwe da wan min dît piraniya piraniya wan bi soranî ne, hema bêje min kurmancî hîç nedîtin. Îja ez li "ئنگلیزی" (inglîzî) geriyam, encam hindiktir bûn lê vê carê jî piraniya piraniyê bi kurmanciya behdînî bûn. Dixwazin hûn jî vê lêkolîna min ya biçûk dubare bikin lê bawer im hûn ê jî heman encamê bibînin. Mînakeke dinê ji kurmanciya behdînî jî ev malpera dersan e: Zawita Academy Di vê malperê de vîdyoyên gelek dersan hene yek ji wan jî inglîzî ye û wek di lînka min dayî de tê dîtin ji bo inglîzî "ئنگلیزی"(inglîzî) hatiye nivîsandin. Bi ya min standard divê "inglîzî" be lê em hinekî dinê lê bikolin berî em biryar bidin. —Pispor (gotûbêj) 17:31, 11 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha navê ferhenga Michael L. Chyet "Ferhenga Kurmancî - Inglîzî" ye lê di ferhengê de peyva "inglîzî" dibêje bnr. "înglîzî". -- Guherto (gotûbêj) 22:19, 11 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalino, @Hakîmo, Ghybu, û Mohajeer: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Pispor: Merheba hevalino. Hêja Pispor gotiye ku forma "înglîzî" bi tesîra tirkî di nav kurmancên bakûr de van pêlan hinekî berbelav bûye. Dibe ku sedem ew be an dibe ku ji ber rehetiya telafûzkirina peyva "îngilîzî" be. Sedema wê nizanim lê bi dîtina min peyva "îngilîzî" berbelavtir e.
Ji xeynî vê hêja Pispor gotiye ku li "ئینگلیزی (înglîzî)" û "ئنگلیزی (inglîzî)" geriyaye û ji bo forma "înglîzî" encam zêdetir derketine û bi piranî soranî bûne, û ji bo forma "inglîzî" kêmtir encam derketin lê netîce ekseriyeten bi badînî bûne. Û bi qenaeta hêja Pispor awayê "inglîzî" ji aliyê dengsaziyê ve jî çêtir li kurmancî tê.
Li ser meseleya lêgera peyvan divê pêşî vê bêjim, awayê ku ez pêşniyar dikim wek "îngilîzî" ye, ne wek "înglîzî". Di lêgerîna min a li ser geroka webê Google-ê de ji bo "îngilîzî" bi awayê "herfbiherf / herfiyen" ango "verbatim" 273.000 encam derketin, lê ji bo "ingilîzî" 29.800 encam derketin, dîsa bi awayê "verbatim". Ji bo awayê ku hêja Pispor pêşniyar dike (wek "inglîzî") 59.400 encam derketin. Ev beşa lêgeran bû.
Ji aliyê fonetîkê ve jî bi ya min awayê wek "îngilîzî" hêsantir e, him ji bo telafûzkirinê him ji bo hînkirina kesên kurdînezan.
Ev peyv di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de li beşa gel/netewe - ziman, zimanê wan wek "îngilîzî" derbas dibe (Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Çapa Yekem, Kanûna Paşîn, 2019, Stenbol, r. 38).
Ji xeynî wê di kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "îngilîzî" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 138).
Di Ferhenga Îngilîzî - Kurdî ya Musa Altun de peyva "English" ya îngilîzî wek "Îngilîzî, Îngilîzkî" hatiye diyarkirin (Ferhenga Îngilîzî - Kurdî, Musa Altun, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Rêbendan 2020, r. 229).
Di Ferhenga Kurdî (Zazakî) - Tirkî ya Roşan Lezgîn de tercumeya peyva "İngilizce" ya tirkî bi kurdî wek "îngilîzkî" hatiye diyarkirin (Ferheng Kurdî (Zazakî) - Tirkî, Roşan Lezgîn, Weşanên Roşna, Çapa Yekem, Diyarbekir 2013, beşa tirkî kurdî r. 265 beşa kurdî - tirkî r. 72).
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya D. Îzolî de ev peyv wek "îngilîz" tê nîşandan -NOTEKE BIÇÛK- birêz Îzolî ji ber ku di elfabeya kurdî ya ku ew qebûl dikir de li şûna peyva "î", "i"yê, li şûna peyva "i", "ı"yê bi kar dîanî, min peyva "İngılîz" ya di ferhengê de qeydkirî wek "îngilîz" adapte kir (Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî, D. Îzolî, Weşanên Deng, Stenbol, Sibat 1992, r. 212).
Di Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî de forma "inglîzî", "ingilîzî" an "ingîlîzî" derbas nabe, lê peyva "îngilîzî" heye û li dû wê peyvên "îngilîzîaxêv", "îngilîzînivîs", "îngilîzîzan", "îngilîzkî" jî cih digirin (Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa Çarem, Sibat 2013, r. 879).
Piştî van çavkaniyan û çavkanî û fikrûramanên din yên ji we bê, divê em êdî biryareke bidin li ser vê meseleyê, ger nebe em dengdaneke xisûsî li dar bixin ji bo vê peyvê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:18, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Peyva "îngilizî" di nivîsên kurdî de (kurmancî, kirmanckî, kelhurî û soranî) bi tîpa "î"yê dest pê dike. Jixwe em li ferhengên online yên kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî) binêrin, em ê bibînin ku hemûyan bi "î"yê nivîsîne. Li ser googleê jî wexta ku em bi tîpên erebî bi "î"yê "îngilizî" dinivîsin, google "1.280.000" encaman tîne. Lê wexta ku em bi "i"yê dinivîsin, "104.000" encam derdikevin. Bi tîpên erebî îngilizî ئینگلیزی û bi tîpên erebî ingilizî ئنگلیزی. Lewma divê bi "î"yê were nivîsîn. Jixwe peyvên kurdî di resen de bi "i"yê dest pê nakin meger ku guhertineke dengî çêbe.Ev peyama bêîmze ya Eyyubfirat (gotûbêjbeşdarî) e.
Ez her tim piştgiriya awayên berbelav dikim. Kîjan peyv zêdetir tê bikaranîn divê standarda me be. Xuya ye li vir jî awayê îngilîzî berbelavtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 12:12, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Paşgira "-kî" bi kirmanckî ye, ne kurmancî. Mînak ew dibêjin kurdkî bi dêla kurdî. -- Guherto (gotûbêj) 13:27, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Tu karê dengdanek ji bonî vê çêkê? -- Guherto (gotûbêj) 11:04, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Bira li vir encamek derneket loma nabe. Divê em biryara xwe bidin li ser rêzikên standardkirinê piştra em dikarin. Xêra xwe tu jî here fikrê xwe bêje li wir. em du hefte gotûbêj bikin, dûre li ser rêzikên em ê dengdaneke çêkin, heta hingê em nikarin biryareke standardkirinê bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 11:07, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

"inc"

Nav? "aryayî" (proto-aryayî), "hindûaryayî", hindûarî, "hind û arî", ...--Ghybu (gotûbêj) 00:53, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Ghybu. Ji rûpela proto-aryayî xuya dike: Ferhengvan (g · b · a) peyva "proto-aryayî" ji bo "proto-îranî" bi kar aniye. Binêre nêr#Etîmolojî. Lê belê inc-pro li en.wikt ji bo proto-hindûaryayî tê bikaranîn û proto-hindûiranî (iir-pro) jî heye. Û ji bo proto îranî ira-pro tê bikaranîn. Bi kurt û kurmancî rewşa me pir xirab û tevlihev e. Min gelek caran şablona {{inc-pro}} wek {{ji|inc-pro}} guherand. Divê wana wek {{ji|iir-pro}} biguherînin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:16, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gelek caran bi dêla îranî arî/aryayî hatine bikaranîn lê ez dibêjim ew "indic" in. -- Guherto (gotûbêj) 19:19, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Indic [14]? Indo-Iranian çêtir e ne Indo-Aryan. Indo-Aryan tenê li hindistanê tên bikaranîn, Indo-Iranî li Îranê. --Balyozxane (gotûbêj) 19:28, 1 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Translingual

Ji Gotûbêj:Gastropoda

@Ghybu û Balyozxane: Merheba hevalino, hûn dikarin koda zimanê çêkin ji bo "Translingual" (ISO-3: mul). -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:45, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Bikarhêner. Wek Translingual çêbikim an Translîngualî?--Balyozxane (gotûbêj) 22:00, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kodeke bi navî ISO-3: mul tine ye. Bi inglizî: "Translingual" (mul); bi frensî "Conventions internationales"(cov), ... Em jî navek/kodek li gorî zimanê kurdî bidinî...--Ghybu (gotûbêj) 22:02, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min ji inglîzî wek mul çêkiriye (Wiktionary:List_of_languages) niha lê em dikarin dûre biguherînin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:06, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Navzimanî û nav çawa ye? Di vê lîsteyê Wiktionary:List_of_languages de nav ji bo zimanekî din nehatiye bikaranîn loma baş e enough. Ne wisa? --Balyozxane (gotûbêj) 22:21, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
"nav" rind nîne bnr. {{nav}}. Konvansiyon (konv/kov)? Navneteweyî?--Ghybu (gotûbêj) 22:28, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
[15]--Balyozxane (gotûbêj) 23:53, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi min navê Navneteweyî (=enternasyonal) rind nîne...--Ghybu (gotûbêj) 23:58, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min jî jê hez nekir lê tiştek din tune? Ferhengvan navnetewî bi kar aniye. Ew çawa ye?--Balyozxane (gotûbêj) 00:08, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bibore Ferhengvan navneteweyî bi kar aniye. Lê Kesek din [16] navnetewî bi kar aniye--Balyozxane (gotûbêj) 00:10, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi frensî Conventions internationales = Peymana (konvansiyona) navneteweyî/ Peymanên navneteweyî ?--Ghybu (gotûbêj) 00:18, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Li vir jî wergerandina "convention" wek peyman şaş e. :/ Têgihên navneteweyî çawa ye? --Balyozxane (gotûbêj) 00:26, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Nizanim, pir hez nakim...--Ghybu (gotûbêj) 00:35, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Werger hertim wisa dibe. Ez dikim vê kategoriyê Kategorî:Şablonên rêzimanî yên bê koda zimanî bi şablona {{ziman|navn}} biguherînim. --Balyozxane (gotûbêj) 00:41, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez dibînim berê jî min ew pêşniyaz kiribû Pêkenok --Balyozxane (gotûbêj) 21:07, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu û Bikarhêner: Min navneteweyî wek navzimanî û koda wê jî wek navz guherand. --Balyozxane (gotûbêj) 15:30, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

"aua" çewt e

  • aua = asumboayî
  • rm = romanşî, romancî
--Balyozxane (gotûbêj) 17:17, 13 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

"ber"

"ber=berberî" navê malbata zimanan e, ne tenê navê zimanekî. --Balyozxane (gotûbêj) 22:11, 14 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]