şelwal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şelwal şelwal
Îzafe şelwalê şelwalên
Çemandî şelwalî şelwalan
Nîşandera çemandî şelwalî wan şelwalan
Bangkirin şelwalo şelwalino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şelwalek şelwalin
Îzafe şelwalekî şelwaline
Çemandî şelwalekî şelwalinan
Qazi Muhammed bi şêlwalî / cil û bergên kurdî
Kurdek (şipya) bi şelwalê xwe

şelwal nêr

  1. şel, pantolon, pantor, pantol, pantoron,
    cilê ku mirov dikin lingê xwe yê bi du-derling
    (bi taybetî yê bi ser derpê yan derpêkurtk ve tê lixwekirin

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî شه‌لواڵ(şelwał), farisî شلوار(şelvar). Pişka pêşîn şel maneya ji şel ("ran, ling, çîm, nig") e (ihtimalen) yan jî ji şel (sist) (ne ihtimalen). -wal, hevreha farisî ـوار(-var, -war, bi kêr tiştekî, bo parastina yan niximandina tiştekî) ji proto-hindûewropî *wes- (pêçan, niximandin, cil li ber kirin) e ku herwiha serekaniya peyvên bi maneya "cil lê kirin" ya bi gelek zimanan e: avestayî vestê-, veŋheytî-, sanskrîtî वस्ते (vaste) (vestê-), hîtîtî weş-, wessezzî-, tokarî wäs-, îngilîzî wear, albanî vesh, latînî vestis, ermenî զգենում (zgenum) (zgenum), զգեստ, yûnanî ἕννυμι (ennumi)... Di kurdî de şel bi tenê jî êdî maneya "şelwal" dide û bi wateya "ran, çîm" êdî nayê bikaranîn.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]