hev

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

hev

  1. Her yek ya din, her yek yê dî, yekdu, êkûdu.
    Ez û ew hev dinasin. (Ez wê dinasim û ew jî min dinase.)
    Ew û bavê xwe mîna hev in. (Ew û babê xwe wek êkûdu ne. Ew wek babê xwe ye û babê wî jî wek wî ye.)

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *sem-, *seme- (di zimanên îranî de s- ya proto-hindûewropî dibe h- û di kurmancî de -m- dibe -v-), hevreha haw- ya soranî, hem ya zazakî, hem ya avestayî, heme ya farisiya kevn, هم(hem) ya farisiya nû, am ya osetî, hem ya belûçî, सम (seme: heman, eynî, wekhev) ya sanskrîtî, ամէն (amên) ya ermeniya kevn, ὁμός (homόs: heman, eynî) ya yûnaniya kevn, самый (eynî, ew bi xwe) ya rusî, îngilîzî same (seym: heman, eynî), swêdî samma (heman, eynî), latînî similis (heman, eynî).

avestayî: ham- ("heman, eynî")
farisiya kevn: ham- ("heman, eynî")
pehlewî: ham ("heman, eynî")
farisî: ham ("heman, eynî")
belûçî: ham ("heman, eynî")
osetî: ām ("heman, eynî") ... alfabeya arî
kurmancî: hem, hev, heman, hemû ("heman, eynî")
soranî: hem, heman, hemû ("heman, eynî")
zazakî: hem ("heman, eynî")
sanskrîtî: sama- ("heman, eynî")
ermenî: hem, hev ("heman, eynî")
yûnanî: homo ("heman, eynî")
latînî: similis ("heman, eynî")
îngilîzî: same ("heman, eynî") ...

Çavkanî: Horn p.246, Watkins p.75, Etymonline
Hevreh: hem, heman

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.