di

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Pêşdaçek[biguhêre]

Kitikek anku pisîkek di kartonekê de

di

  1. di ... de, di ... da, cihê tiştekî di tiştekî de diyar dike
    Pêlav di kartonê de ne.
  2. di ... ve, di ... va, cihê tiştekî di cihekî sergirtî de diyar dike
    Du kes di odeyê ve bûn.
  3. di ... re, di ... ra, rêya derbazbûnê diyar dike
    Em di wê derê re çûn.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

Agadarî Cudahiya daçekên "di" û "li" ew e ku "li" wî cihî diyar dike ku tiştek lê ye lê "di" wî tiştî diyar dike ku tiştek tê de ye. Loma em dibêjin "li gund, li bajarî, li Kurdistanê" (ji ber ku ew cih in) lê "di kitêbê de, di qutiyê de, di devê wî de" (ji ber ku ew tişt in).

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soraniya mukriyanî ده(de), zazakî de (paşdaçek e), farisî در(der), kurtkirina اندر(ender), pehlewî ender, pazendî eṇder, hexamenişî e(n)ter, sanskrîtî अन्तर् (enter), yûnaniya kevn ἔντερον (ênteron), ermenî ընդերք (ənderkʿ, hinav), latînî interus, intra... hemû ji proto-hindûewropî *énteros ku herwiha serekaniya peyvên hindir û hinav yên kurdî ye, ji proto-hindûewropî *én ku serekaniya li ya kurdî ye + *-teros ku çavkaniya -tir ya kurdî ye. Bo ketina r ji peyvên kurdî, bide ber îca ji îcar yan vêca ji "vê carê", bo ketina "-er" ji peyvê bidin ber kurmancî "xweh" (xuşk) û farisî "xʷaher". Nêzîkiya dengî ya "di" ya kurdî ya pêşdaçek li gel -da / -de ya tirkî ya paşdaçek tesedifî ye. Herwiha binêre: bi, ji, li...

Pêşpirtika berdewamiyê ya lêkeran "di-" (wek "di-k-im, di-got") jî ihtimalen ji "di" ya daçek e: "di-got" anku "di prosesa gotinê de bû", "di-çim" yanî "di prosesa çûnê de me." Ew ne hevreha hevwateya xwe ya "mi-, me-, mî-" ya hin zimanên din yên îranî ye, bo nimûne farisî "mî-konem" (di-kim) yan "mî-goft" (di-got). Ev ji "heme-" (herdem, hemîşe, daîmen") e.

Werger[biguhêre]

Pirtik[biguhêre]

di

  1. pirtikeke rêzimanî ye ku di hin devokan de li gel cînav û navdêrên pirhejmar tê bikaranîn
    Ew di baş in. (Ew baş in)
    Ev kitêbên di min in. (Ev kitêbên min in)

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

3. ya/yê/yên di[biguhêre]

di

  1. Guhartoyeke din.

Navdêr[biguhêre]

di nêr

  1. gund: Binêre ., dih

Zazakî[biguhêre]

Hejmar[biguhêre]

di

  1. du, 2, II

Binêre herwiha[biguhêre]

Hejmarên sade yên zazakî

Etîmolojî[biguhêre]

Binêre: du

Prusiya kevn[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

di

  1. (zeman) roj (24 saet yan sibê heta êvarê)

Friyolî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

di

  1. ji

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Haîtî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

di

  1. gotin

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên gotin hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Îgboyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

di

  1. (malbat) mêr, şû, (mêrê jinekê)

Papyamentoyî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

di

  1. ji

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Îtalî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

di

  1. ji

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Malezî[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

di

  1. li vir, li vê derê

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên li vir hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Romancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

di

  1. (zeman) roj (24 saet yan sibê heta êvarê)