-ya

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Paşgir[biguhêre]

-ya

  1. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker ya tîpa wê ya dawîn dengdêr li dû wê peyvê bêt
    nameya wê, pencereya malê, rêya wan, gulleya kujer
  2. di zimanê devkî de paşgira pirjimariyê ye dema peyva bi dengdarekê bi dawî tê serbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên): Nameya bîne lê rojnameya li wir bihêle 'Nameyan bîne lê rojnameyan li wir bihêle.'
    binere -an
  3. di hin devokan de dikeve dû peyva zayendmê ya li pey cînava "ev"
    Ev nameya xweş e Ev name xweş e.
    Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got
    Ev nameye xweş e / Ev nameya han xweş e / Ev nameya ha xweş e / Ev nameya he xweş e / Ev nameya hanê xweş e / Ev nameya henê xweş e

Bo yên zayendnêr[biguhêre]

Bo yên pirjimar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]