tirî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîferhengê
Content deleted Content added
B →‎Bi zaravayên din: sererastkirin AWB
Guherto (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 161: Rêz 161:
* {{Z|cy}}: {{W|cy|grawnwinen}}
* {{Z|cy}}: {{W|cy|grawnwinen}}
{{werger-bin}}
{{werger-bin}}

=== Navdêr 2 ===
{{navdêr|ku}}
# ''(Devokî)'' tiştê nêzîkî qûna heywanan: {{bnr|kurî}}


== {{ziman|zza}} ==
== {{ziman|zza}} ==

Guhartoya 12:19, 25 sibat 2021

Xeletiya Luayê di Modul:beşa_zimanî de, li ser rêza 40: attempt to index local 'lang' (a nil value).

Bilêvkirin

  • IPA(kilîd): /tɪˈɾiː/
  • Jihevqetandin: ti·rî

Navdêr 1

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tirî tirî
Îzafe tiriyê tiriyên
Çemandî tirî tiriyan
Nîşandera çemandî tirî wan tiriyan
Bangkirin tiriyo tiriyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tiriyek tiriyin
Îzafe tiriyekî tiriyine
Çemandî tiriyekî tiriyinan
Tiriyê sor.
Tiriyê zer.

tirî nêr

  1. (fêkî) Fêkiyek libhûrik û libên wî bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin
    (tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wî lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol mey e).
    • Ne j'cindiyê babet ez î
      Naxut li te tiryan rezî
      Quwwet nehin sêvê gezî
      Feqiyê Teyran

Pîrepend

  • Tu têra xwe re li tirî digerî, an tu li serbira notirî digerî
  • Yekî rezek da yekî, ê dî gûşiyek tirî nadeyê
  • Bavê rezek da lawî, lawî gûşiyek tirî nadeye bavê
  • Bila rezê min li nav rezan be, bila tirî li min heram be
  • Devê rovî negihişt tirî ,got; tirş e
  • Li ber rez nakeve, li ber gûşiyê tirî dikeve
  • Heyva Tebaxê , tirî ket miştaxê
  • Jibo hebek tirî mehserek xirab kirin
  • Rovî têr e, tirî tirş e
  • Tebax e, tirî bûye laxe
  • Tirî, li tiriyê reş mêze dike, reş dibe

Biwêj

  • Ji hebek tirî mehserek çêkirin

Bi alfabeyên din

Herwiha

Têkildar

Bide ber

Cûnên tirî

  • Hesenî: Cûreyên wê yên gewr, mor, sipî û sor hene, gir e.
  • Pelûrik: Gewr e.
  • Celkanî: Reş e, qirfok e, şêrîn e.
  • Zeytî: Bedew e, goşiyên wî dirêjin.
  • Kerkûşî: Mêwek dikare barê kerek tirî bigre, xweş e, dikin mewij.
  • Şêxanî: Zine reş e, hebê wî gir in.
  • Gunnêrî: Hebên wî zêde gir in, gewr in.
  • Havîngeh: Wek tiliyên xatûnan dirêjin.
  • Şekirok: Gewr e, xweş e.
  • Sorikî: Hebên wî sor in, reş nabe.
  • Nikilqijalk: reş e, hebên wî dirêjin.
  • Virkoke: Nava meriv pê diçe.
  • Talikî: Gewr e, mirr e.
  • Marzone(şîre): Pê dims çê dibe.
  • Yaxîş: Pelê mêwê pirr in, pirr tirî digre, şêraniya wê kêm e.
  • Heftber: Mêwa heftber, ne bi carekê bi çend caran tirî dide.

Li der û dora Çiyayê Mazî ji dimsê gelek xwarin çêdikin û ev xwarin di taştê, firavîn, şîv û paşîvan de ji ser sifreyên wan kêm nabin. Xwarinên ji dimsê çêdibin ev in.

  • Dims
  • Pelûr: Arvan di nav dimsê de dikelînin, rûn sor dikin bera ser didin bi wî awayî dixwin.
  • Kulorîkên dimsê: Hevîr dikin qilor û di nava şerbetê de dikelînin, şêranîyeke xweş e.
  • Darik: Ji Arvan û dimsê pelûr çêdikin, darikên hinek dirêj çend caran di nav pelûrê re dikin, daldiqînin, zuwa dikin.
  • Benik(sincoq): Qinê gûzan an dendikên bihîvan di ben re dikin û wek darikan di pelûrê re dikin, daldiqînin, zuwa dikin.
  • Helawî: Bi dimsê û arvanê qelandî çêdibe.
  • Tilîşewitî (lepşewitî): Pêşiyê rûn sordikin, dimsê bera ser didin û nanê tenûrê hûr dikin ser. Bi germî tê xwarinê.
  • Kerme (kesme): Pelûrê işk dikin û paşê bi kêran çargoşe jêdikin.
  • Şerbet: Dims bi avê tê ron kirin, dibe vexwarineke xweş. Him cemidî, him jî germ tê vexwarinê.
  • Berfdimsk: Dimsê bera ser berfê didin û jê şêranî çêdikin.
  • Helawiya nişê: Bi navika genim û dimsê çêdikin.
  • Aqîd: Dimsa tîr e.
  • Aqîda kundir: Kundirên zivistanê hûr dikin û di nava şîreyê de dikelînin.
  • Aqîda qalikê zebeş: Qalikên zebeşan tên hûrkirin û di nava şîreyê de tên kelandinê.
  • Aqîda buyok: Buyok tên hûrkirin û di nava şîreyê de tên kelandinê.
  • Aqîda şîr: Şîreyê dikelînin, piştî ku tîr dibe şîr bera nav didin û li hev dixin.
  • Pastêq: Arvan li nav dimsê dixin, li ser cawan tenik radixin, kuncî bi ser werdikin, zuwa dikin û wek niviştan qat dikin, hiltînin. Di paşîvan de, bi gûzan re xwarike xweş e.
  • bilbizêkî
  • teyfî
  • payizî
  • qirfok
  • zeytî
  • reşik
  • etfî
  • şitû
  • dirêjik
  • kelkîşî
  • reşê çê
  • hişîno
  • zerî
  • sincî
  • berkê kerane
  • Sofî Elî
  • qitil nefis
  • boxiltî
  • zeynebî
  • nikilqijalk
  • celkanî
  • virkoke
  • talikî
  • sorikî

Xeletiya Luayê di Modul:script_utilities de, li ser rêza 32: language code li parametreya yekem zêde bike. Koda "Receb Dildar: Li Çiyayê Mazî wextê rezan, Netkurd.com, 10/2007" nayê zanîn.. — (Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be!)

    • (Wergera kurmancî hewce ye) (biguhêre)[[Kategorî:Daxwazên wergera jêgirtinan bi Ji kerema xwe koda zimanî lê zêde bikin.]][[Kategorî:Jêgirtin bi Ji kerema xwe koda zimanî lê zêde bikin.]]

Etîmolojî

Hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî [Peyv?], bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî [Peyv?]. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e.

Bi zaravayên din

Werger

Zazakî

Navdêr

tirî

  1. Xeletiya Luayê di Modul:ziman de, li ser rêza 453: koda zimanî yan etîmolojiyê "kmr" nayê zanîn..