dirêj: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîferhengê
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 60: Rêz 60:
Guherîna L-ya hindûewropî bi R di zimanên îranî de diyardeyeke berbelav e. Binêrin bo nimûne: ''[[roj]], [[rîx]], [[rûvî]]...
Guherîna L-ya hindûewropî bi R di zimanên îranî de diyardeyeke berbelav e. Binêrin bo nimûne: ''[[roj]], [[rîx]], [[rûvî]]...


Peyvên ''dirêj, dereng'' û ''[[dêrîn]]'' hem ji aliyê [[wate]]ya xwe û hem jî ji hêla dengên xwe ve di gelek zimanên hindûewropî de [[şibîn|dişibin]] hev û di dîrokê de carinan bi hev guherîne jî. Loma bo nimûne ''[[derg]]'' ya zazakî ji ''[[dirêj]]'' ya kurmancî zêdetir [[şibîn|dişibe]] ''[[dereng]]'' ya kurmancî.
Peyvên ''dirêj, dereng'' û ''[[dêrîn]]'' hem ji aliyê [[wate]]ya xwe û hem jî ji hêla dengên xwe ve di gelek zimanên hindûewropî de [[şibîn|dişibin]] hev û di dîrokê de carinan bi hev guherîne jî. Loma bo nimûne ''[[derg]]'' (dirêj) ya zazakî ji ''[[dirêj]]'' ya kurmancî zêdetir [[şibîn|dişibe]] ''[[dereng]]'' ya kurmancî.


<small>
<small>

Guhartoya 06:56, 26 kanûna paşîn 2020

Xeletiya Luayê di Modul:beşa_zimanî de, li ser rêza 40: attempt to index local 'lang' (a nil value).

Bilêvkirin

Rengdêr

Şablon:tewîn-rd-ku

qelemekî dirêj (li jêr) û yekî kurt (li jor)

dirêj

  1. ne kurt, ne kin, ne qut,
    bi mesafeya xwe mezin:
    • qelemekî dirêj
    • mêrekî dirêj
    • rêyeke dirêj
    • filmekî dirêj
    • Mesele dûr û dirêj e.
    • "Hekkakî bi navê »Zîn« nivîsî
      Destê xwe dirêj kirî ku bînit
      Da qenc nezer bikit bibînit"
      Ehmedê XanîMem û Zîn~1692

Herwiha

Bi alfabeyên din

Dijwate

Bide ber

Bikaranîn

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

Bi zaravayên kurdî

  • Xeletiya Luayê di Modul:ziman de, li ser rêza 453: koda zimanî, etîmolojiyê yan malbatê "kmr" nayê zanîn..: dirêj
  • Kurdiya başûrî: dirêj
  • Hewramî: dirêj
  • Zazakî: derg

Ji

hevreha soranî درێژ(dirêj), goranî/hewramî dirêj, belûçî دراج‎(drac), farisî دراز‎(deraz, dêraz), pehlewî 𐯌𐮲𐮹𐮰𐮿‎ (dlʾc /drāz/), tacikî дароз (daroz), avestayî 𐬛𐬭𐬁𐬘𐬀𐬵‎ (drājah, /draceh/) ji Şablon:inc-pro *draHǰʰas ji Şablon:ine-pro **dléh₁gʰ-s ~ *dl̥h₁gʰ-és.

Herwiha têkilî zazakî derg, partî 𐫅𐫡𐫄‎ (d'rǧ) û 𐫅𐫡𐫃 (derǧ), hexamenişî 𐎭𐎼𐎥 (d-r-g /derge/), 𐬛𐬀𐬭𐬆𐬔𐬀‎ (darəga, /derige/), osetî даргъ (darǧ), peştûyî لارغه‎‎ (lā́rǧa), sanskrîtî दीर्घ (dīrghá), hindî दीर्घ (dīrgh), ûrdûyî دیرگھ‎(dergh‎) (dīrgh), rûsî до́лгий (dólgiy), bulgarî дълъг (dǎlǎg), makedonî долг (dolg), polonî długi, yûnanî [[δολιχός (dolixós)... hemû ji Şablon:ine-pro *dl̥h₁gʰós.

Herwiha têkilî peyva kurmancî dereng / direng, soranî دره‌نگ(direng), pehlewî drang (/dreng/), (ji vir pê ve bi wateya "dirêj":) latînî longus (bi ketina D-ya destpêkê), inglîzî long, portugalî longo, fransî long, îtalî lungo, spanî luengo, romanî lung, inglîzî long, almanî/danmarkî/holandî/norwecî lang, swêdî lång... hemû ji Şablon:ine-pro *dlongʰos.

Guherîna L-ya hindûewropî bi R di zimanên îranî de diyardeyeke berbelav e. Binêrin bo nimûne: roj, rîx, rûvî...

Peyvên dirêj, dereng û dêrîn hem ji aliyê wateya xwe û hem jî ji hêla dengên xwe ve di gelek zimanên hindûewropî de dişibin hev û di dîrokê de carinan bi hev guherîne jî. Loma bo nimûne derg (dirêj) ya zazakî ji dirêj ya kurmancî zêdetir dişibe dereng ya kurmancî.

Çavkanî:

  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Paul, Ludwig. (1998) "The Position of Zazaki Among West Iranian languages" University of Hamburg. pdf.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q. (2006): The Oxford Introduction to Proto-Indo-European and the Proto-Indo-European World (Oxford Linguistics), New York: Oxford University Press.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959
  • Расторгуева В. С., Эдельман Д. И. Этимологический словарь иранских языков. [Rastorguyeva V.S., Edelman D.I.: Ferhenga Etîmolojî ya Zimanên Îranî] (bi rûsî) 2000-2011-.

Werger

Xeletiya Luayê di Modul:beşa_zimanî de, li ser rêza 40: attempt to index local 'lang' (a nil value).

Rengdêr

"ckb-Latn" nayê zanîn. Divê koda zimanî be.

  1. dirêj