esman

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
esman  / asman

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî esman esman
Îzafe esmanê esmanên
Çemandî esmanî esmanan
Nîşandera çemandî esmanî wan esmanan
Bangkirin esmano esmanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî esmanek esmanin
Îzafe esmanekî esmanine
Çemandî esmanekî esmaninan
esman

esman nêr

  1. cihê di ser erdê re
    Firoke ji axê hilket esmanan.
  2. dinyayek yan çend dinyayên di ser dinyaya me re ku tê bawerkirin Yezdan û firîşte lê ne
  3. bilindtirîn cih yan cihek pir bilind
    Gihişt ber perên esmanan. (Gihiştin cihek pir bilind.)
  4. valageh, feza

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • 120. Di wê sa'etê suwar kirin
    121. Şêx me esman niyet e
    Ya Reb em û ev qiset e
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

proto-hindûewropî:*ekmon- ("kevir")

proto-îranî *heçmen-
avestayî: esman- ("esman, xwedayê esmanî")
farisiya kevn: esman- ("esman")
partî: 'sm'n- ("esman")
pehlewî: 'sm'n- ("esman")
sogdî: sm'n- ("esman")
farisî: asman ("esman")
belûçî: ajman ("esman")
kurdî: esman ("esman")
hewramî: asman ("esman") ...
zazakî: asmen alfabeya arî
sanskrîtî: āčman ("kevir")
yûnanî: ākanē ("kevir")
almanî: hammer ("çekûç")
îngilîzî: hammer ("çekûç")
hîtîtî: aku ("kevir") ...

Çavkanî: Horn p.8, Watkins p.2, Etymonline | Pokorny: 18
Agadarî: Di proto-arî de wateya ”esman” ji kevirî guherî û bû kanzayek. Paşî jî wateya ”esman”î girt.

Werger[biguhêre]