Tara

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Serenav[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Tara
Îzafe Taraya
Çemandî Tara
Nîşandera çemandî Tara
Bangkirî Tara
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Tarayek
Îzafe Tarayeke
Çemandî Tarayekê

Tara

  1. navekî keçan e

Etîmolojî[biguhêre]

Tara bi xwe navekî navneteweyî ye, di gelek zimanan de heye. Ji du çavkaniyên cuda tê: 1. Ji îrlendî bi rêya îngilîzî belav bûye. Ji navê girekî pîroz yê nêzîkî Dublîna paytexta Îrlendayê û jîngeha padişahên berê yên wî welatî bû 2. ji Hindistanê ye û navê xwedawendeke jin ya hindûyiyan e.

Wek navê mirovan "Tara" di kurdî nû ye û ew ji yek ji van herdu serekaniyên jorîn hatiye wergirtin. Tevî ku "tara" di soranî de maneya "xêliya bûkê" bide jî, ne ihtimal e ku kesekî bi wê ramanê nav li zaroka xwe kiribe. Lê texmîna kek Seydo rast e ku ew maneya "berbang, elind, gizing, şefeq, yekem tîrojên destpêka rojê" dide. Jixwe navê Elind bi taybetî li Behdînan heye lê Elind navê mêran e. Lê Tara navê jinan e. Jixwe Şefeq jî navê jinan e, bi taybetî di tirkî de wek "Şafak". Yanî kurdan xwestiye bi navê Tara keçên xwe bişibînin ronahiya destpêka rojê û bi mecazî hêviyeke nû.

Diyardeyeke/fenomeneke giştî heye ku kurd navên navneteweyî, yên ku bi kurdî jî dikarin maneyeke xweş bidin, didin zarokên xwe: Robîn, Tara, Sosin, Zozan hin ji van nimûneyan in. Hemû navên navneteweyî ne (Sosin û Zozan li ber Susanne, Susan, Susanna hatine çêkirin). Lê kurd wan navan wek yên xwe dibînin û dema ku wan li zarokên xwe dikin, li maneya wan ya bi kurdî difikirin. Bo nimûne, dema ku kurdekî navê kurê xwe kiriye Robîn, ew ne li Robin Hoodê li nav daristanên Inglîstana serdema navîn difkire lê hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî be. Gava ku kurdek navê Tara li keça xwe dike, ne ku dixwaze rêzgiriyê li xwedawendeke dînekî din (ku belkî ti haya wî jê nîne) bike lê dîsa hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî.

Di zimanên din de jî ev diyarde heye. Anku navên biyanî digirin û wek peyveke di zimanê xwe de fehm dikin.

Çavkanî[biguhêre]

  • Husein Muhammed di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 7/2012

Îngilîzî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Tara

  1. navekî keçan e