Robîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Serenav[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Robîn
Îzafe Robînê
Çemandî Robînî
Nîşandera çemandî Robînî
Bangkirî Robîno
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Robînek
Îzafe Robînekî
Çemandî Robînekî

Robîn nêr

  1. Navekî lawan e

Etîmolojî[biguhêre]

ji ro (roj yan ronahî) + -bîn- (rehê dema niha ji lêkera dîtinê) anku "robîn: yê ku ronahiyê/rojê dibîne.

Lê "Robîn" bi xwe navekî navneteweyî ye, di gelek zimanan de heye. Diyardeyeke/fenomeneke giştî heye ku kurd navên navneteweyî, yên ku bi kurdî jî dikarin maneyeke xweş bidin, didin zarokên xwe: Robîn, Tara, Sosin, Zozan hin ji van nimûneyan in. Hemû navên navneteweyî ne (Sosin û Zozan li ber Susanne, Susan, Susanna hatine çêkirin). Lê kurd wan navan wek yên xwe dibînin û dema ku wan li zarokên xwe dikin, li maneya wan ya bi kurdî difikirin. Bo nimûne, dema ku kurdekî navê kurê xwe kiriye Robîn, ew ne li Robin Hoodê li nav daristanên Inglîstana serdema navîn difkire lê hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî be. Gava ku kurdek navê Tara li keça xwe dike, ne ku dixwaze rêzgiriyê li xwedawendeke dînekî din (ku belkî ti haya wî jê nîne) bike lê dîsa hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî.

Di zimanên din de jî ev diyarde heye. Anku navên biyanî digirin û wek peyveke di zimanê xwe de fehm dikin.

Çavkanî:
  • Husein Muhammed di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 7/2012