Pêvek:kurmanciya rojava

Ji Wîkîferhengê


Dengê "ü" yê "j", daçeka ji[biguhêre]

Kamuran Meledun[biguhêre]

Berî ko ez dîyar bikim “lemişt “ e yan “lêmişt divêt ez hinek taybetmendîyên kurmancîya rojava(Kurmancîya Meletî,Semsûr û dorûber)yê dîyar bikim.Di kurmancîya rojavayî de gelek caran dengên wek “o,a,ê,u,û” cihên xwe ji dengên “û,o,î/,i,ü” re dihêlin.Ango nav dibe “nov”,heval dibe “havol”,kêr dibe “kîr(‘k’yek qelew),mêr dibe “mer”,tu dibe “ti(wek zazakî)”,kurmanc dibe “kirmonc”,dûr dibe “dür”(helbet îstîsnayên wê jî hene belam zehf-zehf kêm). Ji bo nimûne bi kurmancîya me;dür:dûr,kor:kür(tenî li gundê me û derdora wî),biwüne:bibîne,Şüşt:şûşt,,,hwd.Yanî “û” bi giştî dibe “ü”.Kêr:Kîr,mêr:mer,şêr:şîr,zêr:zer,nêr:ner,mê:me,pêt:pît.Yanî dengê “ê” jî bi giştî yan dibe “e” yan jî “î”.Ji vê jî ji bo me ron dibe lêmişt bûye “lemişt”!

Yanî di kurmancîya me û di zazakîya Dêsîm(Dêrsîm) û Aldûşa(Gerger) Semsûr'ê de dengê “ü” jî hey e ko ez wisa pê bawer dikim ew ji zimanê tirko hatîye nav zimanê me.Belam îsal ez pê hesîyam ko ew dengê “ü” di zaravayê kelhurrî(Gûranî,kurdî xwarîn,lekî,feylî,kirmanşanî) de hey e ko ew di hemû şêwezar û bineşêwezarên kelhurrî de belav e.Her wiha di lurrî (kehlugeyî,xurremabadî,mamesnî)de jî.Ji bo nimûne;düt:dot,keç,keçik,dür:dûr,min düşim:ez dibêjim,min büşîm:ez bêjim,tüwinim:dişêm,dikarim,detuwanim…hwd.Ez pê nizanim ew dengê “ü” ji kurî hatîye nav zarî kelhurrî?!Ew tişt ji bo min cihê metelbûn û heyrînêye ji berr ko dengê “ü” ne di zimanê Avesta,pehlewî,farsî û zimanên dêrîn ên Îranî de heye,ne jî bi giştî di zimanê kurdî û Zimanên Hînd û Awropayî de…

Her wiha di kurmancîya rojavayî de dengên wek”ê,xw(xwe:xo yan xa), rr” yan bi tevayî ji navê çûne yan jî pirr-pirr kêm in.Ez dîsan dibêjim di vir de jî zimanê tirko karîger e ko ew dengên hane di evî zimanê(tirkî) de nîn in.Her wiha divêt ez amaje bi dengê “j” jî bikim ko ev dengê bedew û kurdewar di kurmancîya me de rrastî têkşikanê hatîyê û gelek-gelek kêm bûye.Wek dihê zanîm ev dengê hane jî di zimanê tirkoyan de nîne.Wuşeyên wanê tê de dengê “j” heyî jî pir kêm in û ewna jî tevde ne tirkîne!Ji ber wê zimanê tirko hespa xwe li ser qada zimanê me yê ji şekir şîrintir di evê barê de jî daye bezandin û di gelek wuşe û hetta daçekan de bûye sedema jinavçûna dengê “j”.Ji bo nimûme:roj:rû(tiştekê ecêb e gelek caran ji bo roj ‘çavê rê” jî dihê gotin,lê tenî li gundê me û derûdora wî,li cihên dinî jî hebe pê nizanim!),nimêj:nimî,dibêje:diwüye.Her wiha di kurmancîya me de daçeka “ji” qet nîne!Ji bo nimûne em nabêjin “ez ji malê têm” dibêjin “az mole tem”.Diyare di vir de hem dengên wek “e,a,ê” bi dengên “a,o e “ guherîne hem jî daçeka “ji” nehatîye bi kar anîn.Nemana daçeka “ji(bi zaravayê hewramî “ce” yan “ci”,bi farsî “ez”)di kurmancîya me de serêşîyek mezin durist kirî ye.

Belam wek her zarava ,şêwezar û bineşêwezarên zimanê kurdîyê şîrîn,şêwezarê me jî xwedan dewlemendîyeka yekcar fereh a gencîneyên wuşeyan e.Teybet jî ez kurmancîya gundê xwe bêjim ko hinek wuşeyên me her çiqas şêweya me bi sercem Meletîyî û Semsûrîyan ve wekhev be jî li gel gelek wuşeyên wan ne yek e.Ji bo nimûne her çiqas bi kurmancîya me “çîya” jî hebe em bêtir dibêjin “ban” ko ew ne banê dihê zanîn e(serê xanîyan,yan wek li Semsûrê ji bo cihên wekê girrê yên ji pehnayîya erdê bilintir û kaşîn dihê bi kar anîn).Em rrast û rrast ji bo çîyê li gel wê “ban” dibêjin ko ew di zimanê hurrîyî de “ebanî” û di zimanê urartûyî(ko berdewamîya zimanê hurrîyî ye) de ”banî”.Ji bo gumgumok yan dêlemar dibêjin “kalpîzak “ yan kelpêzek.Bala xwe bidin:bi zazakî ”adirvaş,derxîçik,dêrzînik,gezenik,geznik,heşek,hêşeg,yexîj,gezene; Bi kurmancî:gezek,gezende,gezgezek,gezgezik,gezgezing,gezgezk,gezgezînk,gezgezok,gezik,gezinik,gezink,gezok,giyadûpişk,giyagezik,giyagezok,kergezik,gulekalane…Bi soranî:durzîle,genze,gez,gîyagezne,lîra dirrîkî;bi goranî(hewramî):gezene çermê,gezene çêrmîg;bi latînî:urtica;bi tirkî:isirgan otu(Newpel,hûmare:26,r:8).Lê belê em ji van navan gişkan cîyawaztir navek li evê rîwekê dikin ko ew jî “qasqask” e yan bêjim qesqesk.Çend nimûneyên dinî:

Lik: Dayik, mak(likêêê:Dayêê , tenî li gundê me û derûber)

Texel: berk/birk/hewza ber kanîyan(li tenê gundê me û dûb)

Nimnimî: perperok,pirpirîk,minminîk(li Semsûr “nimmî”)

Pang: Bingeha xanîyan,hîm,binyad

Xala yan xele: kemnê sifrê, xêlê sifrê

Şanê:înşallah

Xare yan xerê: ger, heger, heke, tam di şûna “ise” ya tirkî de dihê bi kar anîn(Tu werî xerê ez nayêm:ger tu werî ez nayêm)

Telasî kirin: taqî kirin,ceribandin

Ropîst: pîst, pistok, berstûk

Dî ma: Dîyarê me, alîya me

Viçin:evqas

Şijik:gêzik

Xûrr:kirêt,çirkîn

Sitom yan sitam: vîrûs (vîrûsa nexweşîyan)

Daniştin: çandin (çandina riwek û hwd)

Çiçi: destbirak,hevalê herî nêzîk

Tot yan tat: kendal, tat, teht

Qilût:gilover

A’k:gû (ji bo merovan)

At yan et: Dayik(ateee: dayêêêê)

Popir yan papir (di zazakî de jî heye):Rêka asfalt kirî, rêka reş

Fîş: alamet

Mitik: jehr

Pismil: paqij

Pitnî: ji bo kesên qirêj û bêehlex

Vê qalfe: vê carê(tim pêkve dihê gotin)

Tengê: kelek, tenişt

Tirtir(ik): motorsîklet

Safoyî yan sefayî: rehetî

Nût:nol, hempa

Zori yan zari: yanî, qey (mi wang gût zori: Ma qey min wisa got,ma min wisa got yanî)

Piştmil:xûz

Jovan: poşman (ji berhema Mehmet Oncu ya bi navê “çîrokên kurdan”)

Candar: rawesteka derîyan

Şik nebûn: aqil nekirin

Cemik: edibêm, xalîba, galîba

Cîle: tavile, hema

Cûm yan com bûn: winda bûn

Mît: pirbêj, çelziman, zimandirêj

Hungurme: qebqebandina kewan….hwd.Her wiha bi dehan,bi sedan wuşeyên dinî hene ko li herêmên dinî yan qet peyda nabin,yan jî pirr kêm peyda dibin.Dewlemedî,zengînî û rengînîyeka ew çend mezin û berfereh lê li gel jî toza feramoşî û piştguhxistinê..!!Camerek jî ji me ranabûye ko tehqîqek têr û tesel li ser evê şêwezarê bike.Hetmen karên baş jî her çiqas têrî nake û kêm be jî hatîne kirin.Belam ew xebatên han bi nezera min nekarîne rrastîya evê şêwezarê bi tevayî dîyar bikin.

Ewlîya Çelebî dihê Meletî û ji bo wê dibêje “herçî Kurdista’ e xwedan çîyayên berz e”.Belam îro çu şop ji Kurdistanî bûna wê li pey nema ye.Çar alîya Meletî bi tirkan û bi zimanê wanê kirrêt û mongolîza ve hatîye pêçandin.Bêhn li kurdan û li kurdî hatîye teng kirin.Ma ez dê çawan bikarim ji bo van haar û hovên “nemedenî” bêjime “bira”!?Ma biratî eva ye yabo!?Heyf e zehf heyf e!!!

Ez bêm li ser pirsa duyem a cenabê we;di zazakî(kirdkî,kirmanckî,dimilî,zonê ma) de ev gotinên hane jî hene:

La yan lay:çem û rûbar,ez baş pê nizanim lê dibêjim lay bêhtir ji bo çem û rûbarên biçûk dihê bi kar anîn.Ango tiştê hûn dipirsin bi ya min ev e.

Robar:Çem û rûbar

Rovar:çem û rûbar

Awzimek: destpêk û çavkanîya(çavî,serçawe) rûbar û çemên biçûk an jî du çemên biçûk(pêkve navê herdukan)

Zimek: herk û şîpên li navbera çîyayan ko tenê helgira avên berf û barana ne.

Her çen mewaçan farsî şeker en (her çend dibêjin farsî şakir e) Kurdî ce layî min bes şîrînter en (kurdî ji alîya min bes şîrintir e) Xanay Qubadî(bi zarî hewramî-horamî)

Belê, zimanê me ji şekir jî şîrintir e!Va ye em milletê kurd xwedan zengînî û rengînîyeka ferhengî(kiltûrî) ya yekcar bê hemta ne!Belam li gel dewlemendîyeka ferhengî ya ew çend berz û bilind,qeyd û bendên dîlî û hêsîrîyê.Divêt ev qeyd û bendên hane bên şikandin û tufî nava hemû ew çîrokên “biratî”yê bê kirin...!Divêt em êdî rêkeka Kurdistanî bidin berî xwe !

Her di xweşîyê de bin.Li gel silavan kurdewar…

Husein Muhammed[biguhêre]

Kek Kamuranê hêja, gelek spas bo van agahiyên bihagiran. Bi rastî haya me kêm ji devokên rojava yên kurmancî heye ji ber ku kurdînivîsên ji wê derê mixabin hindik in. Loma xebatên te û çend hêjayên din gelek giring in.

Li ser dengê "ü", dengê "j" û daçeka "ji" ez jî dixwazim bi çend rêzikan dîtinên xwe bibêjim. Wek diyar ku ji te re jî ron bûye, bi texmîna min jî "ü"ya di devoka we de, di hin devokên zazakî û herwiha yên kurdiya başûrî (kelhûrî, lûrî...) de ne ji tesîra tirkî ye. Dixwazim bînim bîra we ku di devoka behdînî ya kurmancî de jî dengê "û" pirr nêzîkî - lê ne tam wekî - "ü" ye: dûr > dwîr, zû > zwî, kûr > kwîr, qanûn > qanwîn.

Wek ku birayê me Haydar Namo jî got, "ü" di zimanên hindûewropî de jî ne tiştekî nedîtî ye. Wî behsa almanî û fransî kir lê dikarim herwiha bi kêmî portugaliya Brazîlyayê û swêdî jî lê zêde bikim.

Tu dibêjî ku "ü" di zimanên kevn yên îranî (avestayî, pehlewî, farisiya kevn...) de tine bû. Belkî rast be lê mixabin em nikarin 100% piştrast bin: ti dengê qeydkirî ji wan zimanan li ba me nîne heta ku em bizanin ka bi rastî wan ”u”ya xwe çawa dixwend. Belkî jî ”ü” hebû lê di nivîsînê de cudahî di navbera wî û dengê ”u” de nedihat kirin, wek çawa ku em di kurmancî de herdu dengên ”ç/k/p/t” tenê bi awayekî dinivîsin. Eger piştî hezar salên din tenê çend nivîsên kurmancî li ber destê zimannasan mabin û dengê kurmancî neyê peydakirin, hingê zimannas belkî bi şaşî bigihin wê qenaetê ku di zarê me de tenê ç/k/p/t yên hewadar (req) yan jî bêhewa (nerm) hebûn.

Nabêjim ku ihtimala hebûna dengê ”ü” di zimanên wek avestayî û pehlewî de mezin e lê tenê dibêjim ku em nikarin 100% ji tinebûna wî dengî piştrast bin.

Te kêmbûna dengê ”j” di devoka xwe de dîsa bi tesîra tirkî ve girê daye. Bi texmîna min tu li vê derê tesîra tirkî ji rastiya wê zêdetir dihesibînî. Tu rast dibêjî ku ”j” di tirkî de pirr kêm e yan yekser dengekî biyanî ye. Lê di rastiyê de ”j” di zimanên îranî de jî ne ewqas belav e. Di kurdî de hejmara peyvên ku bi wê dest pê dikin – eger bidî ber peyvên ku bi gelek herfên din yên bêdeng dest pê dikin – ne pirr e: http://ku.wiktionary.org/wiki/P%C3%AAvek:soran%C3%AE-kurmanc%C3%AE/j

Di farisî û zazakî de hê jî kêmtir e. Eslen di farisî de ”j” hema bêje tenê di peyvên biyanî de heye. Li cihê ku di kurmancî/soranî de ”j” heye, di farisî de bi gelemperî ”z” û bi zazakî jî ”c” heye: kurmancî/soranî ”jin”, zazakî ”cini”, farisî ”zen”; kurmancî/soranî ”roj”, zazakî ”roc”, farisî ”rûz”. Di avestayî û farisiya kevn de hemberî ”j”ya kurmancî bi giştî ”c” û di pehlewî de jî ”z” bû. Lê di parsî de ”j”ya kurmancî ”j” bû. Di makezimanê proto-aryayî de ew deng *”c” û di proto-hindûewropî de jî *”g/k” bû (di lînka li jêr de wek fonolojiya navneteweyî ”j=c-ya kurdî, ” ž=j-ya kurdî): http://en.wikipedia.org/wiki/Zazaki_language#Phonological_correspondences_of_Zazaki_and_other_Iranian_languages

Bi vê diyar dibe ku cihê ”j” di nav zimanên îranî de teng e. Ne dûr e ku ew ti car heta devera we nehatibe. Yan jî eger hebûbe, ji ber tesîra zazakî winda bûbe.

Herçi daçeka ”ji” (îngilîzî ”from”, tirkî ”-dan/-den”, farisî ”ez”, erebî ”min”) e, cihê wê jî di zimanê kurdî de ne ewqas fireh e. Di soranî de nîne loma ew bi daçeka ”le” (wek ”li”ya kurmancî) û paşdaçeka (postposition) ”-ewe” tê çêkirin: ”le mall” (li malê) > ”le mallewe” (ji malê). Di zazakî de jî dîsa paşdaçeka ”ra” tê bikaranîn: ”zazakî ra” (ji zazakî).

Heta di kurmanciya Rojhilata Kurdistanê de û di kurmanciya Barzan û Zêbarê de jî ”ji” nîne lê li cihê wê jî ”li” tê bikaranîn: ”Ez li malê (we) hatim.” (Ez ji malê ve hatim.) Di gelek devokên kurmancî de jî ”ji”ya bi paşdaçeka ”re/ra” ve tê avêtin: ”Wî mi ra got.” (Wî ji min re got.) Bi taybetî kurdên Ermenistanê wisa dikin. Ev jî diyar dike ku ketina daçeka ”ji” bi ti awayî ne ji tesîra tirkî ye lê taybetmendiyeke kurdî bi xwe ye. Belkî hin kurd bixwazin ku em bi awayê ”superkorekt” bibêjin ”ji min re/ra”. Lê kurdîaxivê normal ji ”rastiyê” zêdetir li pey sivikiyê ye: çawa siviktir be, wisa tê gotin. Madem ku her kes ji ”mi ra got” fehm bike, çima serê xwe û guhdarên xwe bi giraniya ”ji min re got” gêj bike. Bi heman awayî her kes fehm dike ku ”ez malê têm” maneya ”ez ji malê têm” dide. Ti kurmancîzan wê şaş bi maneya ”ez têm malê” fehm nake ji ber ku dora peyvan (word order) cuda ye. Bêguman di nivîsînê de giring e ku mirov rast û zelal binivîse. Lê di axivînê de sivikî di ser her tiştî re ye. Herdu awayên nivîsînê û axivînê giring in û di hemû zimanan de wek di kurdî de qeyd û bendên wan ji hev cuda ne. Divê em ji herduyan serbilind bin.

Çavkanî[biguhêre]

Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 6/2012