Pêvek:ermenî-kurdî

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  • Aman: Ev gotina ermenkî xwesma di nav kurdên Bakur da belavbûyî ye. Tiştekî balkêş e, ko têkilîyên ermenîyan û kurdan yên zmên piranî li Kurdistana Bakur li hev hatine, lê em ser wê fikirê ne, ko peyva “aman” (feraq, derdan) ji dehsalîyên dawî ji nava ermenîyên Kurdistana Başûr, piranî li Zaxo, Şêxanê, Bedrayê, Dihokê dimînin, derbazî nava kurdên perçeyên din bûye. Li van herêmên Kurdistana Başûr, ko gelek ermenî lê dijîn, gotina “aman” wisa belav bûye, ko di nav kurmancîaxêvan da li her deran tê bikaranînê, lê li Bakur ne li her deran.
  • Andêr: Ev gotina ermenkî, ko tê maneya “bêxweyî” (an+têr), di kurmancî da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.
  • Antêx: Agirê tendûrê yê sincirî. Ji ermenkî derbazî nava kurmancî bûye. Em ji wê gotinê ra kûre jî dibêjin.
  • Anîzaz: Ji gotina ermenkî ”anîsvas” e, ko tê maneya a) nifirlêkirî, neletlêkirî, b) nesitirî, nerehet, xudêjêsitendî. Di ermenkî da sîstêma sewtên bêdeng yên sêrêz–sêderece heye, wek dz, ds, ss. Ango, gotina ermenkî “anîsvas” gerekê di kurdî da cûrê “anîzaz” bistenda.
  • Axpîn: Ji gotina ermenkî “axb”, ko tê maneya gemar, zibil (bi swêdî “sopor”).
  • Aşûn: Derzîyê ko pê çewalan didirûn.
  • Bimbûl: Ev gotina ermenkî di herdu zimanan da jî tê maneya pûrta mirîşkan, qazan, werdekan.
  • Bîbik: Di ermenkî da “bîb” e. Di kurmancî da “bîbik” e, di soranî da “bîbîle” ye (wek ko pişîk, pişîle) û tê maneya reşika çavan.
  • Boşa: Ev gotina ermenkî tê maneya çengene, mitrib (mirtiv). Vêrsyonek heye, ko ew ji gotina tirkî “boşnaq” e, ko tê maneya binecîyê Bosnîyayê. Gotineke kurdî ya pêşîyan jî heye: ”Boşa nabe paşa”.
  • Çêrmûk: Di ermenkî da “cêrmûk” e û tê maneya çavkanîya ava germ, ava medenî. Ji gotina ermenkî “cêrm” hatiye, ko tê maneya “germ”.
  • Çîrt: Di ermenkî da “tsîrt” e û tê maneya pîsîyê (gûyê) mirîşkan, an jî çivîkan, teyr û tûyan.
  • Çortan: Ji gotinên ermenkî “çor” û “tan” hatiye, ko tên maneya “hişk” û “dew”. Bi kurdî “keşk” e.
  • Dêz: Li gelek herêmên Kurdistanê dewsa gotina kurdî “lod” bi kar tînin.
  • Gizîk: (ji gotina ermenkî “ktsîk”) – Di ermenkî û kurmancî da tê maneya “gilok” (giloka têlan). Mar jî dikare xwe bike wek gilokekê.
  • Gol: Ev peyva di ermenkî da tê maneya ava (an jî şîrê) ne sar, ne jî germ. Di kurdî da himberî wê gotina ”kel” (kelî, kelandî) heye, ko di kurmancîya jorin da jê ra “golî” tê gotinê, li hinek cîyan jî “şîrogermî” tê gotin.
  • Gom: Rehê vê gotinê hindawropî ye. Eger em derbazbûna sewtan (m/v) bidin ber çavan, emê bibînin, ko bi rastî jî ev gotin ji ermenkî derbazî nava kurdî bûye. Gotina ermenkî ”kov” (çêlek, mange) di kurdî da gerekê bibûya “gaw” (sewtguhastina o/a di zimanên îranî da tiştekî normal e), lê îro bûye ”ga”. Li vir tenê qismê heywîn hatîye guhartin. Ji gotina ermenkî “kov” jî gotina “gom” çê bûye, ko di kurmancî da “tewle” jî tê gotin. Li hinek warên Kurdistanê yên kurmancîaxêv da “gov” jî tê gotinê. Ev yek wê bawerîya me xurttir dike, ko peyva “gom” rastî jî ji sedsalên navîn ji ermenkî derbazî kurdî bûye. Di ermenkî da heta îro jî ji heywanên gir ra dibêjin “kov” (kurd dibêjin “dewar”).
  • Gûn: Ev gotina ko bi ermenî jê ra “gûyn” dibêjin, di kurdî da dewsa gotina “reng” tê bikaranînê.
  • Gurz: Ji gotina ermenkî “xûrz” hatîye, ko di kurmancî û ermenkî da tê eynî maneyê: gîhayê dewisandî (prêsskirî), ko bi meftûlan an jî kindiran tê girêdan. Bi kurmancîya Ermenîstanê ji vê gotinê ra “tûk” jî dibêjin.
  • Hêsan: Ev gotina ermenkî di kurmancî da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê. Bi kurmancî êge jî dibêjin.
  • Horîk: Di ermenkî da tê maneya “cot”. Kurmancîaxêvên çend warên Kurdistana Bakur û Ermenîstanê jî vê gotinê bi kar tînin. Ev gotin di kurmancî da di gotineke pêşîyan da derbaz dibe: ”Ne dixum virîka we, ne dajom horîka we”.
  • Jajî: Ev gotina ermenkî di kurdî da dewsa gotina “toraq” tê bikaranînê. Gotina “jaj” di ermenî da tê maneya hejandin, lihevxistin.
  • Kam: Aletê hêranê, ko wextê cotkirinê dixebite û di bin da kevirên heste hene. Ev gotin di herdu zimanan da bi eynî fikirê tê bikaranînê.¨
  • Kavir: Di zimanê ermenkî da gotina “gar” tê maneya “berx”. Gotina ”gar” jî ji ermenkîya kevin ”gavir” çê bûye. Di kurdî da bûye ”kavir”. Ango, di kurdî da berxa dusalî ye. Di ermenkîya kevnar da peza nêr ya heta sê salî ra digotin “gar”. Ango, di kurdî da fikira berxê hatiye fêmkirin wek peza 1-3 salî. Ne dûr e, ko gotina kurdî ”kar” (karik) ji ”gara” ermenkî hatibe.
  • Kartu: Ji gotina ermenkî ”kartû” hatiye, ko tê maneya nanê ko çend rojan maye û hişk bûye, lê hela kefikî nebûye.
  • Kêlendî: Ev gotin jî ji peyva ”gêrana” ermenîyan hatiye. Bi ermenkî jê ra dibêjin ”gêrandî”.
  • Kêran: Ji gotina ermenkî ”gêran” hatiye, ko tê maneya darê birî yê bê belg (pel) û çiqilan. Piranî di avakirina xanîyan da tê bikaranînê, banê (arîk) xanîyan pê ava dikin. Ev gotin di herdu zimanan da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.
  • Kêrr: Di ermenkî û kurmancî da tê maneya ”xwar”, ”tewandî”, wek kevanê. ”Nukulê teyr kêrr e”.
  • Kirçom: Ji gotina ermenkî ”krtsonk” hatiye, ko tê maneya bermayên hestuyên kotî. Ev gotin jî ji ”krtsêla” ermenkî tê, ko tê maneya kotin, geztin.
  • Koç: Di ermenkî û kurdî da tê eynî maneyê, dolaba ko têl ser tê badan.
  • Kod: Heskê (çoçik) darîn. Ji gotina ermenkî ”kot” hatiye, ko tê maneya ”serî”, ”destî”. Ji bo nimûne, destîyê tivingê, kêlendîyê û h.w.d. Di ermenkî û kurmancî da piranî wek aletê pîvandinê, ango mêzîn (terezû) tê bikaranînê. Di kurmancî da wek ”kodik” jî tê bikaranînê.
  • Koşkar: Di ermenkî da ”koşkakar” e û tê maneya ”soldirû”. Ji gotinên ermenkî ”koşîk” û ”kar” tê. ”Koşîk” tê maneya “sol“, ”kar” jî “dirûn“. Herdu gotin bi hev ra bûne ”koşkakar” (koşîk + kar).
  • Kotan: Wek ko di ferhenga kurdzan Michael Chyet ya Ferhenga Kurmancî-Îngilîzî da jî tê gotinê, gotina ”kotan” ji gotina ermenkî ”gûtan” çê bûye, ko di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.
  • Krdnak: Di ermenkî da ”girdinak” e. Li vir jî herfa ermenkî ”g” di kurdî da bûye ”k”, wek gêran–kêran û gêrandî–kêlendî. Ev gotin di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.
  • Maşîn: Ji gotina ermenkî ”maşêl” hatiye, ko tê maneya maşiyayî, pizinî, qetîyayî, jihevçûyî. Ev gotin di herdu zimanan da jî bi eynî maneyê tê bikaranînê.
  • Merek: Ji gotina ermenkî ”marag” e, ko tê maneya kîlera gîha û kayê, ardûyê şewatê. Bi kurdî jê ra ”kadîn” jî dibêjin.
  • Pêş: Bi eynî fikirê di kurmancî da jî heye (wek nimûne, pêşa cilên jinan).
  • Poç: Ev gotina ermenkî bi eynî maneyê di kurmancî û zazakî da jî heye. Bi kurdî “dûv“,“dêl“ jî dibêjin.
  • Pûrt: Ji gotina ermenkî ”bûrd” çê bûye. Di ermenkî da ev gotin tê maneya ”hirî”. Di kurmancî da jî li hinek cîyan dewsa gotina ”hirîyê” tê bikaranînê. Wek nimûne: ”pûrta” devê, ”pûrta” mirîşkan (“Ezê te pûrte vekim“, ango “Ezê te birûçkînim“).
  • Savar: Ji gotina ermenkî ”dzavar” hatiye. ”Dzavar” genimê kutayî ye. Gava ”dzavara” ermenkî bibe xwerin, bi kurdî jê ra ”savar” dibêjin.
  • Torin: Ev gotina ermenkî (bi ermenkî ”tor”, ”tornîk” e) di kurmancî da tê maneya ”nebî”. Di kurmancî da bi şaşî dewsa gotina ”nebî” tê bikaranînê. Tirkan jî ji ermenkî hildane.
  • Xaç: Xaça xaçparêzan e, ango ”xaça” Îsa Pêxember e. Ev gotin ji ermenkî ketiye zimanên farisî û tirkî jî.
  • Xapandin: Ji gotina ermenkî ”xabêl” e. Di kurdî da gotinên ”xapînok”, ”xapok” jî hene, ko di herdu zimanan da jî tê eynî maneyê.
  • Şik heye, ko ev gotinên jêrê jî ji ermenkî derbazî kurmancî bûne:
  • Xopan, açar, agos, zîl, çîl, penîr, dêz, gûn, têrndêz, aşûn.