Pêvek:Zûgotin

Ji Wîkîferhengê

ZÛGOTINÊN ŞIRNEXÊ

Zûgotin, dewlemendiyeka kelepora kurdîyê ye û çiqekê wêjeya devkî ya kurdan e. Zûgotin, gotinén ko bi zorê têne bilêvkirin in. Herî zêde ji 3-4 hevokan pêk tên. Rêzika zûgotinan ew e ko divê mirov van gotinan zû-bi-zû bibêje û 5-6 caran pey-yek(pey-hev) dubare bike.

Dema ko mirov xelet bike kenê civatê li xwe diîne û gelek caran jî bivê-nevê heqaretê li xwe dike. Tişteka dî ya balkêş ya zûgotinan ew e ko gelek peyv û gotinên nedirêde/kêmedeb tê de diborin.

De ka kerem bikin em wan bibînin:


Ez çûm koxan,

Hêgron û ron û rêxa koxan.

Min hêron û ron xwar; rêx ma koxan.

Konê me ma qîrê ve;

Qîra me ma konî ve.


Çûkek hate ser rojinê;

Min tiliya xwe da pinda wê,

Wê pinda xwe da tiliya min.


Seyên Şero şeş seyên sor in. Her şeş seyên sor, seyên Şero ne.

Seyên sor ên Şero girtin şer.

Şerê ji her şeş seyên şero xweştir nîne.


Kewan, qir qut kirin; qiran kew qut kirin.


Sêv gilolî bû; min sêv xwar.

Gû gilolî bû; min sêv xwar.


Sofîyek hat mala me;

Min heft nan dayê, heft ga dayê, heft dan dayê.



Sê kelik di rû de tên;

Yêk tu, yêk mû, yêk gû,

Ez bi lepî çûm mû, bi devî çum tû, bi lingî çûm gû



Ez çûm kadînê, sofîyekê li kadînê,

Diya min heft nan dayê

Heft dan dayê,

Hefta ga dayê

Ez kuré heft-nan-dayiya, hefd-dan-dayiya, heft-ga-dayî me.


Şalên Sofî şeş gaz in; her şeş şal, şalê sofî ne.


Pişk û mişk li ser derxîné ; min pişk girt, mişk çû.

Heşt hirç, her heşt hirç, pişt bi pirç.


Ez çûm ber rû.

Min dît çil çûrên til-reşên til-wergeryayî li vî milê avê ne û çil çûrén til-reşén til-wergeryayî li wî milé avé ne.

Van çil çûrén til-reşên til-wergarayî ban kirin yên li wî milê avê: “Hûn kî ne?”

Wan gotin:” Em çil çûrên til-reşên til-wergeryayî ne




( Hekîm Şirnexî )