Pêvek:Tûtin

Ji Wîkîferhengê

Tûtin, Titûn[biguhêre]

Çend peyvên din jî hene ji bo çandina titûnê.

  • cih = co: wateya "qenal" an jî "channel" dide. Av di vir de tê nava 'erd an jî zeviyê.
  • xetik: xetek e ku 2-10-20-30 şax titûn tê de hatine danîtin.
  • max: 2-5-10-20-30 xetik bi hev re ku ji heman cihê av distîne.
  • nêrek: 2-5-10-20-30 max bi her re ku ji heman cihê av distîne.
  • Şitil: tovê titûnê li ciyekî bi hev re tê tovkirin. Tev bi hev re, mîna baxdanûsa mezin dibin. Gava ku dirêjahiya wan digihîje bihistekê, ji vir wekî qevdika(destikan) tê komkirin û durê di zeviyê de, di xetikan de tê danîtin.
  • Binik: pelê titûnê ye ku li herî biniye. Cara pêşî ev zer dibin û tê jêkirin.
  • titûn: pelê titûnê ye ku ji binikê heta serikê ye.
  • serik: pelê titûnê ye ku ji titûnê heta çîçekê ye.
  • pîncik: pelê titûnê ye ku di guliyê saxa titûnê de çê dibe. Keliteya wî pirr kêm e

piştî ku titûn ji erd bi jêkirina pel bi pel, li malê tê şerîtkirin. Bi benikên naylonde tê şerîtkirin ku xweş bê ziwakirin. Pîştî şirîtbûnê di çatiya (ez dibêm ji tirkî tê) de tê ziwakirin. Durê, ji bo zivistanê di embarê de tê dalikandin.

Zivistanê ku titûn rewa dikşîne, nerm dibe. Vî çaxî, em şirîtan tênin mal û pel bi pel dikin destik. û destikan jî kom dikin û bi hev de girêdidin û jê re dibêjin "şidik". Wan şidikan jî di embarê de dibeşêrin.

Berî ku em titûnê bibin û teslîmî "tekel"ê (berê saziyeka dewletê bû niha taybet e) bikin, me van şidikan û destikan vedikir û cardin wekî "bayle" rêz dikir û teslîmî tekelê dikir.

Li tekelê "kispêr" hebûn. (Bawer dikim kispêr ji "expert" tê). Ev kesên hana fiyetekê didan titûnê û perê me jî piştî demek dirêj didan. Ji roja ku pera didan re jî digotin "gimrik". (Bawer dikim ji gümrüka tirkî tê.)

Peyva gimrik gelek caran ji bo deynkirinê dihat bikaranîn. Mînak:
Ka çar torbe şekir bide min heta gimrikê.
Ez ê perê te di vê gimrikê de bidim.
Heta gimrikê kiruş pere bi min re tune ye.

Amadekar: Mehmet Yildiz, koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 1/2012