Pêvek:Rastnivîsî/Navên kes û deveran

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Navên kes û deveran[biguherîne]

navên kes û deveran

Nav li gor terciha xwediya/ê xwe[biguherîne]

Qaydeya yekem ya nivîsîna navan ew e ku divê navê her kesî li gor terciha wê/wî were nivîsîn. Bo nimûne, mirov dikare navê çend nivîskaran bide: Mûrad Ciwan, Lokman Polat, Husein Muhammed. Nabe ku ev nav wek Murad Ciwan, Luqman Polat û Hisên/Huseyn Mihemed werin nivîsîn tevî ku wiha dê zêdetir li gor qaydeyên giştî yên rastnivîsiya zimanê kurdî bûya jî.

Mafê her kesî heye ku navê xwe li gor daxwaza xwe binivîse. Gelek kurd vê yekê ji ber hindê dikin ku dixwazin navê wan yê li ser nasnameya wan di nivîsên wan de jî hebe. Nivîskarê vê berhemê jî yek ji wan e. Ez herdem navê xwe di nivîs û wergerên xwe de wek Husein Muhammed dinivîsim û min herdem wisa kiriye jî ji ber ku di nasmaneya min de wisa hatiye nivîsîn.

Navên kurdî[biguherîne]

Navên kurdan, yên ku ji peyvên bi zimanê kurdî pêk tên, divê ku li gor rastnivîsiya alfabeya kurdî bên nivîsîn tevî ku eger ew di tomarên fermî yên welatên wan kesan de bê taybetmendiyên alfabeya kurdî yan jî di medyaya cîhanî de li gor rastnivîsiya hin zimanên din bên nivîsîn eger ev yek ne li ser daxwaza wan kesan di tomar û medyayê de hatibe kirin lê ji neçarî yan nezanî navê wan li gor qaydeyên zimanê kurdî nehatibe nivîsîn:

- Robîn (ne Robin), Hişyar (ne Hisyar yan Hishyar), Xezal (ne Gazal, Ghazal…)
- Mesûd Barzanî (ne wek inglîzî Masoud Barzani), Celal Talebanî (ne Jalal Talabani), Hişyar Zêbarî (ne Hoshyar Zebari/Zibari).

Navên kurdî yên ji erebî yan ji zimanên din jî divê ew jî li gor kurdî werin nivîsîn:
- Mihemed (ne Muhemmed, Muhammed, Muhammet...), Ehmed (ne Ahmed, Ahmad, Ahmet)

Navên kesên biyanî[biguherîne]

Eger navê kesekî bi zimanekî bi alfabeya latînî be, divê ku nav li gor bikaranîna wî kesî û rastnivîsiya zimanê wî di kurdî de jî were nivîsîn:

- George Bush (ne Corc Buş), Jacques Chirac (ne Jak Şîrak), Recep Tayyip Erdoğan (ne Receb Teyib Erdoxan), Slavoj Žižek (ne Silavoy Jîjêk), Abdullah Gül (ne Evdile Gûl).

Eger mirov nikare yan nizane herfên taybet yên zimanên biyanî binivîse, ew herfên sade dikarin cihê wan bigirin (Gül > Gul, Erdoğan > Erdogan, Žižek > Zizek) lê nabe ku hin herfên taybet yên kurdî li şûna wan werin nivîsîn: ne wek *Gûl, *Erdoxan, *Jijek).

Eger navê kesekî bi zimanekî ne bi alfabeya latînî be, hingê divê ku nav li gor gotina bi zimanê wî lê bi rastnivîsiya kurdî were transrîbekirin:

- Anton Çexov (ne wek tirkî Çehov yan inglîzî Chekhov), Pervêz Muşerref (ne wek inglîzî Parvez Musharraf yan tirkî Pervez Müşerref), Seddam Husseyn (ne mîna inglîzî Saddam Hussein yan tirkî Seddam Hüseyin lê ne wek kurdî ”Hisên” jî ji ber ku wî kesî navê xwe wisa nedigot û li gor zimanê wî wisa nayê gotin. Lê eger mirov ne piştrast be ka bi zimanekî rojhilatî navên wiha çawa tên gotin, mirov dikare wan li gor dengên kurdî bibêje û binivîse jî.)

Di nivîsînê de cara yekem piştî navê biyanî ew dikare li gor alfabeya kurdî jî were nivîsîn da ku ew rast were xwendin: ”Serokkomarê berê yê Frensayê Jacques Chirac (bixwîne: Jak Şîrak) dibêje ku...”

Navên dînî û dîrokî[biguherîne]

Navên kesên dînî (pêxember, ewliya û hwd.) û dîrokî (padişah, qehremanên efsaneyî û hwd.) divê ku li gor gotina kurdî, ne li gor zimanê ku texmîn jê hatine, werin nivîsîn:

- Mihemed (ne wek erebî Muhemmed, Îsa, Mûsa, Brahîm (ne Îbrahîm), Aqûb (ne Ye’qûb), Silêman (ne Suleyman). Hin kes dixwazin forma erebî ya van navan bi kar bînin lê ew ne rast e ji ber ku ew nav bi eslê xwe ne erebî bûne jî (lê pirraniya wan îbranî/îbrî/cuhyanî) bûn (Avraham, Ye’qûv, Şilomo) lê ereb jî wan li gor zimanê xwe bi kar tînin loma divê ku kurd jî forma wan ya li gor zimanê xwe tercih bikin.

Navên deveran[biguherîne]

Navên parzemîn, welat, bajarr û deverên ku ji berê ve di kurdî de tên bikaranîn, divê ku wek kurdî werin nivîsîn:

- Efxanistan (ne Afganistan), Hindistan (ne India), Erebistan (ne Arabistan), Yûnanistan (ne Grekistan), Almanya (ne Germanya)
- Stenbol (ne İstanbul), Bexda (ne Bexdad), Enqere (ne Ankara), Edene (ne Adana), Parîs (ne Paris), Berlîn (ne Berlin)
- hemû navên deverên Kurdistanê bi zimanê kurdî û li gor rastnivîsiya kurdî

Navên deverên dûr û yên ku bi kurdî heta niha kêm hatine bikaranîn û formeke li gor rastnvîsiya kurdî cihê xwe negirtiye, divê ku li gor zimanên wan deveran werin nivîsîn:

- Buenos Aires, Cape Town, Göteborg, Maastrich.

Eger mirov nikare yan nizane herfên taybet yên zimanên biyanî binivîse, ew herfên sade dikarin cihê wan bigirin (Göteborg > Goteborg, Málaga > Malaga, Gölcük > Golcuk).

-(i)stan, ne -îstan[biguherîne]

Di kurdî de carinan bi şaşî navê hin welatan ne bi paşbendika -istan yan -stan lê ya -îstan tê nivîsîn. Lê eslê peyvê -stan e û tenê ji ber sivikkirina gotinê di cihên pêwîst de dibe -istan. Ev -stan ji peyva *sta- ya maka zimanên hindûewropî tê û maneya “sekinîn, rawestîn” yan “sekinandin, rawe-sta-ndin” tê û di kurdî de maneya “war, welat” anku cihê lêsekinîna yan vehewîna miletekî dide. Loma nabe ku ew wek -îstan werin nivîsîn:

- Kurdistan (ne Kurdîstan), Pakistan (ne Pakîstan), Erebistan (ne Erebîstan)...
- gulistan (ne gulîstan), daristan (ne darîstan), gorristan (ne gorrîstan)...

Navên gel û zimanan[biguherîne]

Navên hemû gel û zimanan divê li gor gotin û rastnivîsiya kurdî werin nivîsîn. Herwiha divê neyê jibîrkirin ku di kurdî de, wek di fransî û gelek zimanên din de jî (lê berevajî inglîzî û tirkî) di navê gel û zimanan de herfa destpêkê jî hûrek e:
- kurdî (ne Kurdî), erebî (ne Erebî, Arebî yan Arabî), inglîzî (Ne Inglîzî)