Pêvek:Rastnivîsî/Cînav

Ji Wîkîferhengê

Cînav[biguhêre]

Du kes bi hev re diavixin û cînavên "ez, min" û "tu, te" bi kar tînin.

Cînavên kesî[biguhêre]

Netewandî

yekjimar

  • 1) ez
  • 2) tu
  • 3) ew

pirrjimar

  • 1) em
  • 2) hûn
  • 3) ew

Tewandî

yekjimar

  • 1) min
  • 2) te
  • 3) wê (mê), wî (nêr)

pirrjimar

  • 1) me
  • 2) we
  • 3) wan/ewan

Cînavên nîşander[biguhêre]

Netewandî

yekjimar û pirrjimar

  • ev
  • ew

Tewandî

yekjimar

  • vê/evê (mê), vî/evî (nêr)
  • wê/ewê (mê), wî/ewî (nêr)

pirrjimar

  • van/evan
  • wan/ewan

Tewandî û netewandî

ew

  • ewa han (mê, yekjimar)
  • ewê han (nêr, yekjimar)
  • ewên han (pirrjimar)

ev

  • eva han (mê, yekjimar)
  • evê han (nêr, yekjimar)
  • evên han (pirrjimar)

Kî û kê[biguhêre]

Berevajî ku hin caran bi şaşî tê texmînkirin, “kê” ne forma mê ya cînavê “kî” ye. Anku carinan bi şaşî “kî” ne tenê bo nêran (mêran) û “kê” jî ne tenê bo mêyan (jinan) tê bikaranîn.

“Kî” pirsek e ku dikare bi “ez, tu, ew, em hûn, Jiyan, Hesen” were bersivdan:

  • - Kî mamoste ye? - Ew mamoste ye.
  • - Kî dibêje? - Ez dibêjim.
  • - Kî hatin? - Em hatin
  • - Kî keça Hesen(î y)e? - Jiyan keça Hesen(î y) e.

“Kê” forma tewandî ya „kî“ ye, wek çawa ku „min“ forma tewandî ya cînavê “ez” e:

  • - Kê got? - Min got.
  • - Kê Hesen dîtiye? - Jiyanê Hesen dîtiye.
  • - Jiyan keça kê ye? - Jiyan keça Hesen(î y)e.

Têbînî[biguhêre]

  1. EZ: “Wez” formeke strankî ye, dikare di nivîsîna stranan de were bikaranîn. Di axivînê de ”ez” carinan dibe ”e”: ”E-d’zanim” (ez dizanim), ”e-jî“ (ez jî).
  2. TU: ”Ti” devokî ye û ”tû” ya ku carinan tê dîtin şaş e.
  3. HÛN: ”Hun”, ”hon”, „hingo“, „hungo“, ”win” yan ”wun” devokî ne.
  4. EW (pirrjimar): Ne ”ewan, ewana, wana, wanan”. Pirrjimarî ne bi cînavê lê bi lêkerê diyar dibe: ”Ew diçe.” (yekjimar), ”Ew diçin.” (pirrjimar).
  5. MIN: “Mi” formeke devkî û sivik e lê di stran û helbestan de dikare were nivîsîn.
  6. WÊ/WÎ: ”Ewê” û ”ewî” formên kevnar in; ”ewiya, wêya, ewiya” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.
  7. WE: ”Hewe” û ”hingo” devokî ye, ne bo nivîsînê ye.
  8. WAN: ”Wan” bi xwe tewandî ye, nabe ku dubare wek ”wana, wanan, ewana, ewanan” were tewandin. ”Wa” devkî ye.
  9. EV/VÊ: ”Eviya, vêya, eviya” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.
  10. EV (pirrjimar): Ne ”evan, evana, vana, vanan”. Pirrjimarî ne bi cînavê lê bi lêkerê diyar dibe: ”Ev diçe.” (yekjimar), ”Ev diçin.” (pirrjimar).
  11. ”Ewa ha, ewa hanê, ewa he, ewa henê” devokî ne, ne bo nivîsînê ne.
  12. EWA HAN, EVA HAN... : Ez dibêjim ev hem formên tewandî û hem jî yên netewandî ne ji ber van sedemên jêrîn: 1. "Ez wê dibînim." (li vê derê "wê" tewandî) ye. Lê "Ew min dibîne." (Li vir "ew" netewandî ye.) LÊ 2. "Ez ewa han dibînim." (li vê derê "ewa han" li cihê "wê" ya hevoka yekem e anku tewandî ye.) Lê "Ewa han min dibîne." (Li vir "ewa han" li cihê "ew" e anku netewandî ye).
  13. Di soranî de tenê ”kê” heye ji ber ku di soranî de tenê formeke cînavan heye: ”min” heye lê ”ez” nîne, ”to” (hevbera ”tu” ya kurmancî) heye lê ”te” nîne…