Pêvek:Mazî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Çavkanî: Çiya Mazî: Gotinên Pêşiyan, Tirej.name

Agir û pîşo li cem hev nabe: Tiştên li hevdû neke li ba hev nabin. Pişo ku mirov ji paçika bi êgir çêdike.Dema agir û paçik li ba hev bin wê bişewite. Dîsa pîşo di wateya barûdê de ye. Ku agir here ba barûdê wê biteqe. Du mirovên ku dijminê hevdû bin û ji bo kuştinê li hev bigerin mirov nikare wan li ba hevdû bihêle.

Agirê gûr di qurman de ye: Wekî karê hêja,mirovên bi ezmûn dikarin pêk bînin. Mirovên pîr pir geriyane pir bûyer dîtine,ji ber wê yekê jî bi ezmûn in.Ew kesana tiştan hê xweş bikartînin û çêdikin.Çawa agirê qurman mirov baş germ dike ,kirinên mirovên bi ezmûn jî bandorê li mirovan çêdike. agirê xweş agirê darê hişk:

Aqil bi peran nayê pis: Wekî aqil bi pereyan nabe piştgirî. Aqil bi pereyan naxebite. Divê aqilê mirovan ji xwezayî de an bi azmunan û perwerdehiyê bixebite.Mirovin hene ku dewlemend in lê aqilê wan wekî yê xizanekî ne pêşketî ye.

Aqil bi pereyan nayê firotin: Ev tê wateya ku aqil(hiş)tiştekî xwezayî ye û nayê kirîn û firotin.Mirovê çiqas dewlemend be jî dibe ku aqilê wî kêm be. Ne wekî alavekî dikanan be ku mirov here bikire. Heke aqilê mirovan bi xwe çê nebe ji xwe bi pereyan çê nabe.

Aqil di serya de ye ne di riya de ye : Wekî nayê wateya ku mirovên pîr bi aqil bin,lewre dibe ku aqilê ciwanan hê pir dişixule. Hin ciwan henin ku bi perwerdehiyê bi hertiştî dihesin û zane ne. Lê hin mirovên pîr jî henin ku aqilê wan wekî yê zarokekî tune ye.

Aqil ji aqil zêdetir e: Tê wateya ku aqilê herkesî ne wekî yê hev in.Yên hinekan pir e yê hinekan hindik e. Dîsa wekî ku fikir û raman jî ji hevdû cûda ne. Her mirov li gor xwe an li gor ku hişê wan digihîjê difikirin.

Aqil ne li bejnê ye li serî ye : Ev gotin jî wekî mirovên dirêj bin an kin bin nayê wê wateyê ku biaqilbin an bê aqilbin.Aqil ne li gorî bejnê ye. Dibe ku mirovên dirêj aqilê wan kêm be û yên kin jî pir be.

Aqil taca zêrîn e li serê herkesî nîne: Ev jî,wekî aqil pir bi rûmet e,kêm kes dikarın bikar bînin. Heke aqil hebe ji xwe ew bi xwe zêr e û zêr tîne. Tiştê ku mirov bi serdixe an mirov bi pêş de dixew dîsa aqil e û aqile pir an baş jî ne di serê her mirovî de ye di serê kêm mirovan de ye.

Aqlê sivik barê giran e: Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgrêkan çareser bike.An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e.Dema aqilê wî kêm be û nezan be ,bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve.

Ar ji kesê nezan re bar e : Ar, tê wateya heya an namûs û fedîyê,ji ber wê yekê ev gotin jî tê wateya ku mirovên nezan nizane namûs çiye an fedî çiye û li kîjan deverê xuya dibe.

Astiwêr dûn piyar hêr bîn lingûnîd:

Aşê dîna bê av digere : Aşê dînan an serê wan ,bê av an bê mejî digere. Heke mejiyên wan hebûya an wekî yê mirovên din asayî bixebitîya ji wan jî re dîn nedihat gotin.

Aşiq birçî dibin qala nanê dawetan dikin: Carinan ku mirov di dilê xwe de tiştekî bixwaze, lê belê rasterast mirov qala wî tiştî neke ,ya jî mirov tim qala wî tiştî bike .Mînak ku dilê yekî hebe xaniyekî çê bike,bi wê ramanê her tim di civatan de behsa xaniyan bike û ew li ser bala wî be.

Av di ciyê gels de diqete: Yekîtiya girseyan di cîhê qels de xera dibe û girse ji hevdû belav dibe. Dîsa karek ku kêmanî tê de hebe ew kêmanî wê herku here mezın bibe an hinekî dilnexwaz wê bi wê kêmaniyê wî karî xera bike. Dema qelş di karê mirov de çê bibe û mirov wê qelşê nexetimîne ,her ku her wê firek bibe . Rojek wê bê êdî mirov nikare bixetimîne û kar giş wê pê re xera bibe.

Av di golê de bimîne wê genî bibe: Divê hertişt di dema xwe de bê bikaranîn.Dema ku pêvist be divê bê bikaranîn.ku dema wî tiştî derbasbibe rûmeta wî jî namîne. Dîsa her tişt di dema xwe de hê xweş çareser dibe. Tiştin hene ku mirov di dema wî de dest navêjê wateya wî û çareserkirina wî dijwartir dibe.

Av heta girav nebe zelal nabe: Dema bûyerên mezin çêdibin mirov hê nû li çareseriyê digerin,dîsa berî ku tevlihevî çêbibe mirov bi hişekî rast nafikire lê dema giravî (tevlihev)çêdibe û jiyana herkesî dibin bandora wê bûyer de dimîne wê demê herkes dixwaze çareserî çêbibe û di wî warî de hewl dide..

Av ji çiyan diherike li newalan xwe dide der : Her tişt ji jor de(ji serê kaniyê) dest pê dike û li jêrê xwe belav dibe. Wekî ku zagonek li parlemento derkeve û bandora xwe li girseyê gel bike. Heke başiya wan zagonan hebe jî li jor xuya nabe ,dema li nava gel were pêkanîn xuya dibe û pirsgirêk xwe dide der.

Av ji serê sikir de ziha dibe : Cîhê ku kanî ziha bibe ava ku jê tê giş ziha dibe. Dîsa cîhê ku biryar tê sitendin bandorê li der dora xwe dike.Dema ku kargeha arvan bê girtin li dikana jî arvan nayê firotin. Ev jî wekî ku zagonên li parlemento derdikevin bandora xwe li mirovan dikje.

Av rabû sikir û bend belav bû: Dema ku av bi yek carê û gûr rabe û biherike bendav li ber nasekine.Dîsa dema ku girseyên mirovan bi hevdû re tevbigerin a astengî nikare li himber wê girseyê bisekine. Sikir, wekî cihok e.Bend jî bendav e,beraj e.

Ava bîran bi tevdîran : Ava bîra zû diqede an hindik e, divê bi tevdîr bê bikaranîn.Herwiha her Tiştê hindik jî divê bi tevdîr û hindik hindik bi qasî ku pêwist be bê bikaranîn.

Ava cemidî ji kaniya qut nabe: Tiştê pak tim ji kaniya xwe derdikeve dû re xera dibe an gemarî dibe an di serî de her tişt ne gemarî ye dûre gemarî dibe.Tiştên xweş û xwerû di jêderkê de ye.

Ava xurt serevraz diçit: Ava xurt tu astengiya li pêşiya xwe nahêle, ji ber ku bi hêz e û herderê tije dike û dihere. Girseyên bi hêz û pir jî çi astengiyên ku derdikevin pêşberî wan, nikare bi wê girseyê.Lewre girse bi yek be û pir be çi derkeve pêş diheciqîne û dihere.

Ava xwestî naçe serî : Wekî ava ku xwediyê wê hebe an hinekan xwestibe naçe serî . Tiştên ku hinekî bixwaze û mirov lê bi xwedî derkeve an yê hinekî din be û mirov lê xwedî derkeve nabe yê mirov.

Ava zelal tê de xuya ye xem û xeyal: Tiştê zelal û paqij her tim xweş tê fêmkirin,bûyer û tişt zelal dibe mirov ji xeyalên xwe li gor wê yekê dirêsin. Ji xwe dema ku bêyer pêşiya wê ne diyar û xuyayî be kes nizane rast bifikire.Ji bo mirov rast bifikire û rast tevbigere divê mirov li benda zelalbûna wê bûyerê bisekine.

Awig diyezi virazen qûlpûz nûn pa:

Awk arye berd wî hama geren çemçekiwî :

Ax û avahî nav û navdayî : Wekî ax bi avahîyan xweş dibe,nav bi navdayînê tê bihîstin.Dîsa wekî ku axa mirov, avahiyên mirov hebin mirov navdar dibe.

Axa bi xulam, xulam bi olam, olam bi tentene ye: Axa bi xulam xwe dipesinîne,xulam jî bi yê bin xwe, xwe dipesinîne ew jî olam e. Lê olam xwe bi tenteneyên xwe bi rewşikên xwe xwe dipesinîne. Jê û pê ve tu tişt tune ye an tu kes di bin wî re tune ye ku xwe pê bipesinîne. Carinan hin miovên herî ketî ji axeyan bêhtir xwe axe dihesibînin.

Axa jin û mêr ne ji hev be tev nagere: Wekî jin û mêr ne ji ser axekê be,ne ji welat an herêmekê û çanda wan ne yek be li hevdû nakin.Dîsa wekî jin û mêr ne nasên hev bin bi hevre naqedînin û jiyana wan naçe serî.

Axa jin û mêra ji hev e: Ev gotin jî wekî axa jin û mêran ji hev ku bi hev û dû re dizewicin. Heke axa wan ne ji hev be hevdû nabînin.Dîsa wekî ku çanda wan an welatê wan ne yek be li hevdû nakin.

Axa mala mirov ji cewahirê xelkê çêtir e: Tiştê ku mirov zanibe yê mirove bi mirov şêrîn e.Tiştên herî xweş ,avahî û erdên herî xweş bin jî ku ne yê mirov be ,mirov zane ku rojekê wê ji dest wan here ji ber wê yekê tim bi mirov xweş e.Lê tiştê ku mirov zanibe yê mirove û heta heta yê mirov e. Wê demê bi dilê mirov e û wekî tu tişt li dinê jê xweştir tune ye.Bi taybetî ev gotin ji bo xwarinan hatiye gotin,lê wekî din jî mirov dikare şîrove bike.

Axurê mirov ji qesrê xelkê çêtir e : Ev gotin jî ji bo avahiya hatiye gotin ku dema ne yê mirov be nexweş e an yê mirov be ji yê biyanan û demdemî di destê mirov de be çêtir e.

Aynê bizna kol ji ya bi qloç re namîne: Bizina kol bizina bê qiloç e.Ji ber wê yekê bizina bi qiloç weki bi çek be û ya kol bê çek be.Mirovên bi çek jî her tim dikarin tahdeyê li yê bê çek bike lê belê zilm tu car bê bersîv namîne û tol tê hilanîn .

Ba bê sebesa bidêr ba neyê guha bidêr : Ku ba bê her tiştê ji bo libakirinê dibe ku mirov liba bike. Heta jebeş jî dibe. Lê ku ba neyê mirov guhdarî ser ba dibe. Ku dema tiştekî bikaranînê be mirov wî tiştî bikar bîne. Lê ku ne dema wî be divê mirov li bende be û guhdar be. Wekî; dema xelayê mirov genimê herî nebaş jî bifiroşe wê xweş bê firotin . lê ne xela be yê nebaş wê erzan here. Dîsa dema av tunebe li bajarekî , ava herî gemarî jî wê bê firotin.

Ba ji tahtê çi dibe: Wekî ba nikare ji tahtê perçe biqetîne.Ev gotin ji bo mirovên qels ku nikaribe ji yekî pir xurt tiştekî biqetîne.Mînak,mirovek tenê li dijî dewletekê şer bike û bibêje “ezê wê dewletê xera bikim”. Mirovek tenê û bê rêxistin, dikare çi bike?

Bahra Wanê bi devê tajîkî heram nabe : Wekî mirov dev ji tiştên mezin berde û bi tiştekî biçûk bigire an mirov ji bo tiştekî biçûk tiştên mezin jî xera bike.Wekî di vê gotinê de jî tê xuyakirin ji bo çelpandina tajîkî ne hewceye ku mirov golekê gişi vala bike an mirov bibêje giş heram bûye.

Bajarî li erdê narî : Bajar cîhê şarîstaniyê ye,li bajara mirov hê zûtir fêrî tiştan dibe herwiha paqijî jî ji gundan hê bêhtir pêşde ye.Ev gotin li ser ku daşir li bajaran heye hatiye gotin.

Baran dibare erd xwe dipesinîne : Baran dibare li erdê şênahî û fêkî çêdibin ,zad çêdibin her wiha kêfa mirovan ji erdê re tê ,lê belê ne baran bûya erd şîn nedibû.Di civakê û jiyanê de ji gelek tişt hene ku yê anîne hole ne diyar in û hinerkî din ji dêleva wan pesnê xwe vedidin.

BAR MERIVAN NAKUJE SERBAR MERIVAN DIKUJE : Wekî ku mirov barekî hilgire û ew li gorî mirov be ,tenê mirov dikare wî barî bi hêsanî hilgire lê hinek barê xwe jî bavêje ser milê mirov. Wê demê bi tûmî mirov tengezer dibe.

Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî :

Başî û xerabî herdu jî di destê kesan de ne :

Başî jî ,xerabî jî mirov an kes dikin.Wekî ku mirov bixwaze dikare baş be jî dikare xerab an nebaş be jî.Mirov dikarin başiyê jî bikin û xerabiyê jî bikin.Herwiha mirov dema li xwe miqatebin wê baş bin.Lê li xwe ne miqatebin rewşa wan jî wê nebaş be.

Bav hersim dixwe, diranên biçûk kur disekinin :

Bavê te siwara kust peya kust lê nepirse : Wekî ku bav ,çi sivara çi peya kûştibe di dawiyê de hatiye kuştin,heke mirov kanibe mirov ne li peya ne li sivara bipirse û tola wî hilîne.Bûyerên ku biqewimin an pirsgrêkên ku çê bibin divê mirov bi piranî li çareserkirinê bigere .Heke hertim mirov li jêderkê bifikire ji xwe çareserî jî çê nabe.

Baz bi baza, qaz bi qaza, mirîşka kor bi dîkê kulek re: Wekî her kes bi mirove wekî xwe re tevbigere .Dîsa yên baş bi yên baş re,yên xerab bi yên xerab re dibin haval .Lê carinan tiştine ecêb çêdibe û hinek yê qet ne barê wî an nêzîkî wî be lê ew pê re bigere.

Bazar bila li sûvê be ne li pirêzê be : Şûv erdê ajotî û li bende çandiniyê ye.Dema bazar li ser şûvê bibe ,di rojên pêş de ku genim bê holê jî mirovê li gor bazara xwe yî berê tevbigere.Lê bazar li ser pirêzê ku genim bê çinîn û sap tenê bimîne ,wekî hertişt diqede û bazar jî nabe.Ku mirov dest bi tiştekî bike divê mirov di pêşiyê de bingeha wê xurt bike ,ne ku ew tişt derbas be dûre mirov şiyar bibe an li çareseriyê bigere.

Bazara mal û bajêr li hav nake: Carinan tiştê ku mirov hêvî dike û rastiya jiyanê ne wekî hev in.Dîsa wekî ku mirov li ba xwe bûyeran şîrove bike lê dema mirov têkeve nava bûyeran tiştekî din derkeve pêşberî mirov.Raman û qewimîn dibe ku ne wekî hev bin.

Bê malê malxwê malê ,nayê malê qeda salê :

Bê malo bê xatî bê xalo, bi malo bi xatî bi xalo :

Bê xwedê dibe bê xwedî nabe : Ev bi taybetî rastiya jiyan ciwaka feodalizmê ye.Di vê gotinê de wekî mirov li himber mirovan ji bo xwe biparêze xwedî hêz be an hinek mirovên din li dor xwe kom bike da ku ew mirovana lê xwedî derkevin.Bi taybetî di ciwaka feodalî de êl û malbat li hav xwedî derdikevin yê ku di nava wan êlan de be xwedî hêz in û yê himber wan,dijminê wan ji xediyê wan ji êla wan ditirse û nikare xisarê bide wan kesan.Lê gotina bê xwedê dibe. Wekî ku mirov bê xwedê jî be kes xisarê nade mirov ,tenê li wê dinyê xwedê li mirov tê rehmê.Lê dibe ku mirov li mirovan neyê rehmê

Bêhna diya tê ji xaltiya : Xaltî xweha diya ye,herwiha xaltî çiqas dûr be jî tim mirov wê wekî diya xwe dihesibîne. Tiştên ku jêderka wan yek be an ji cîhekî bin ,li ku dibin bila bibin xwe xuya dikin û mirov pê dihese.

Bêndera ku çêlek lê bigere, ew çi bênder e ( ne tu bênder e):

Bejna heynanê her kiran lê tê:

Bêhna fireh ji qelsî ye: Dema ku mirov nikaribe li himber neheqiyan bisekine,hinek tê ji mirov re dibêje”tiştek nabe bêhna xwe fireh bike”lê esil ew e ku ne ku mirov bêhna xwe fireh bike ,esil ewe ku mirov ji tirsa an ji qelsi dengê xwe nake. Dema ku dibêje “bêhna xwe fireh bike”,wekî “dibêje rexneyên tund neke” an “tund nepeyîve”.

Bela nabêje vay ez hatim : Beriya ku tişt xera bibe divê mirov tevdîrê bistîne. Heke mirov li pêşiya xwe binehêre û mirov hinekî ku tiştên dibe ku biqewimin bifikire,belayan jî pirsgrêkan jî mirov dê hinekî kêm bike. Mînak mirov nebêje ku erebe li ser rê tune ne û mirov li nava rê birê ve here. Lê dibe ku ji nedîtî erebe bên. Heke mirov, ji serî de erebe tunebe jî, li kêleka rê birê,ve here erebe ji nedîtî jî bê pêl mirov nake.

Besçamok bi şev digerin :

Belengaz çûne diziyê,heyv li wan derketiye : Mirovên belengaz tim çewtiyan li pêş xwe dibîne û ji bo ku siûda wî li hev nayê hertiştî dike pirsgirêk an hertişt dibe pirsgrêk li pêş çavên wî.

Benîştê dêhna ji ritlê ye (Batman): Wekî benîştê dêhna pir e,mezine.Tevger û lebata dêhna jî ecêb û ne wekî tiştên asa ye. Herwiha dema mirovin jî tiştine ne li rê û derî mirovahiyê bike ev gotin ji bo wan tê gotin. ‘Ritil’ di vê derê de ‘lîtir’ tê fêmkirin.

Beq nequre wê bidire: Ku xuya mirovan çawa be mirov dê tim li pey wê xuya xwe here .Disa mirov hînî çi tiştî bibe mirov tim li pey wî tiştî ye ku bide der,ne wiha be mirovê tengezer bibe. Dîsa ku mirov li ser tiştên ku difikire nepeyive ,mirov di hişê xwe de dihêle,ji bo vê yekê dibêjin “bera hundirê xwe dide.”

Ber siya rovî de nebe bila şêr te bixwe : Rovî ajalekî fenek e,şêr jî pir bi hêz û ajal giş jê ditirsin.Dema ku mirov li pey yekî fenek bigere dibe ku mirov têkeve dafikan,herwiha mirov wekî wî jî xuya dibe.Lê dema mirov li pey yekî mêr û bi hêz bigere,hêz ji mirov re çêdibe û mirovê bihêz û mêr jî tiştên xwe, eşkere dikin.Pêwistiyê jî bi fen û dafikan nabînin.Tiştên eşkere jî mirov li gor wê yekê tevdîra xwe distîne.Dîsa ev gotin tê vê wateyê ku mirov tiştek kir bila hêja be ,ne ku mirov bi pey tiştê hûrik keve û dawiyê jî taba mirov belasebe here.

Berberî û nanê genim li cem hev nabin : Berberî an fesadî, nanê genim jî namet û pîroz e .Jiber wê yekê jî tiştên pîroz û fesadî berberî li hev nakin .Yan mirov wekî nanê genim paqij be yan jî mirov bi fesadî û berberiyê bi pey tiştên ne rast bikeve. Dîsa wekî ku mirovên berberiyê dikin her tim serê wan di teşqeleyan deye. Ji ber wê yekê jî her tim xizan û belengaz in,nanê genim ji wan re biha ye.

Berê xweha li bira ye yê bira li çiya ye: Ev gotin raste rast ji bo kurdan hatiye gotin.Di demên berê de bira an mêr tim li çiya bûn ,di jiyan û dîroka kurdan de ev yek tim pêk hatiye.Lê belê demên berê xweh an jin tim li pey mêran bû an xwe bi birayê xwe disitirandin.Dema birayê wan jî biçûya çiyê hêviya wanzaq jî nema bi tu kesî dihat.Dîsa tê wateya ku bira tim li tiştên mezin digerin.

Berf jî spî ye lê tam lê tune ye:

Berfa çiyayê bilind pir dibe : Çiyayên bilind tim sar û berf xwe lê digire.Tiştên mezin û mirovê li pey tiştên mezin digerin her tim bûyerên mezin jî tê pêşiya wan û zor li dora wan digere.

Ber li cîhê xwe bi qedr e : Ber wekî berê giya û çandiniyê ye. Genim an nîsk li cihê xwe bi rûmet û qedr e. Dema mirov giyayek li welatê mirov ku tê xwarin û mirov bibe cîhekî ku ew giya neyê xwarin bifiroşe kes rumetê nadê yê.

Bertîl kevra nerm dike : Ne hewceyî şîrove yê ye lê belê wekî tê gotin dinya li ser timahiyê ava bûye û mirov di jiyana xwe de tim li pey jiyaneke xweş û tijî hebûnê ye.Ji ber wê yekê jî hebûn carinan dixe riya xerab û tiştên neli rê jî dike.

Berû ji kovkê der e : Berû dema ji kovika xwe derdikeve tiştekî çihê ye ne wekî kovika xwe ye,tiştên ku nû çêdibin ji yê kevn cûdatir e. Herwiha zaro jî ji dê û bavê xwe cûda ne û tiştên nû difikirin û diparêzin ji ber wê yekê ye ku dibêjin law tim bavê xwe bi şûn de dihêle.Wekî tê zanîn mirovên ku pîr dibin ji zarokên xwe re dibêjin zarokên zemane.Hinek pîr jî dibêjin çima zarokên me wekî me nafikirin.Lê berû ji kovikê der e.

Berû zarê bizinê ye : Bizin wekî xwe bi berûyê tîne zimên,kul û derdê bizinê ku berûyê bixwe,dema qala berûyê dibe bizin tê bîra mirov. Dîsa wekî tembûr zarê hunermend e,bi tembûra xwe xwe tîne zimên û tiştên di dilê xwe de dide fêmkirin.

Berxê çê di kozê de xuya ye :

Berxê çê li ber dê bellî ye : Berx dema têne kozê ,baş be an nebaş be ,xurt be an qels be xuya dibe.Herwiha xortên baş hê di mala xwe de xuya dibin .Dîsa tê wateya ku xortên mêr di kozika şer de xuya dibin û hunerên xw wê demê didin xuyakirin.

Berxê nêr ji bo kêr: Berxê nêr ji ber ku zêdayî jê çê nabe tim yê firotina ji bo goşt e. Mêr jî her tim ji bo şer û cengê ye her tim mirin û kuştin li ser wan e. Dîsa tê wateya ku berxê nêr ji bo karê zêdayî yê ye. Mêrên baş jî divê bi kêrî tiştekî bê.

Berxê nêr ji bona kêrê ye :

Berxê xelkê di koza mirov de mezin nabe : Berxê hinekî din dema di koza mirov de be her tim mirov ne yê xwe dibîne û baş lê miqate nabe.Dîsa tê wateya ku çi mirov çi ajal ne li cîhê ku lê çêbûye be mezin nabe an her tim hişê wî li ser eslê wî ye.

Bext keleha mêra ye : Ne sond ne qesem û ne peyv tenê bext,bextê ku başiya mirovan dide nîşandayin.Mirovên baş bextê xwe xera nake û xerabiyê nake .Dema ku dibêjin filankeso mêr e,divê bextê wî rast be.

Bextê Pêşîn warê hêşîn:

Bextê dê cihîzê qîzê ye: Bext (wîjdan)ê dê ku baş be ji xwe qîz wê bi yekî dilê xwe re bizewice.dema ku bi yekî dilê xwe re zewicî wê demê jî ne hevce ye ku qîz ceyiz jî çêbike. Dema dû baş be wê çeyizê qîza xwe baş çêbike. Wekî ku mirov di karekî de bixebite hostayê şagirt bi bext be û baş rê wî bide ji xwe ew jî dibe hosta.

Bextê reş tim ê xwedî ye : Bext an wîjdan tim yê ku hildigire wekî din tu kesî têkildar nake. Rastî an nerastî tim yê xwediyê xwe ye,li ser kesekî din nayê hesêb.

Bextê romê tune ye: Wekî rastiya roman tuneye, wîjdanê wan tuneye, bawerî bi wan nayê. Ev gotıneke dîrokî ye ku gelên Enedolê pir zordestî ji destê roman dîtiye wê xuya dike.

Beza bergîlê zû xelas dibe : Wekî bergilan bergîrê pêşbirkê tenê ji bo pêşpirkê ye û pêşbirka wan jî meda wê kin e.Him zû diherin him jî zû xelas dikin.Ev gotin jî tê wateya ku tiştên ji serî de bi lezgînî be bi lezgînî jî xelas dibe.

Beza pisîkê heta ber kulînê ye : Cîhê asê ji pisîkê re kulîna nivîna ye.Herkesek jî reva wî heta cîhekî ye,mîsoger wê li derekê asê bibe û bê dîtin.Her karek jî dawiyek wê heye û ji bêhn firehiyê re jî sînorek heye .

Bi alastinê zik têr nabe : Tiştên ku mirov dikin divê bi bingeh û hêjayî tiştekî be da ku bibe bingeha tiştinan.Tiştên hûrik tim kêm dimîne û tiştên mezin dernaxe holê.dîsa bi parîkan û bi parsê mirov bi hêsanî têr naxwîn. Bi bergera koledarî jî tu tiştek nakeve destên mirov.

Bi çêlikê guran be, nebe biçûkê biran: Dibêjin biçûkê bira tim yê suxreya ye û hertim zora birayên mezin li ser wan heye. Di kîjan karî de be ,yê mezin tim yê biçûk dişîne. Di civakê de jî wiha ye. Wekî girseya biçûk her tim li dawiyê ye û berjewendî her tim ji yê pir hêz re dihere.

Bi dest bisiqitî kari xwe bigrî, bi nig bisiqitî, karî xwe bigrî bi ziman bisqitî nikarî xwe bigrî: Di vê gotinê de jî xuya dibe ku ziman an gotin pir giring e.Divê mirov li gotin û peyvên xwe miqate be,da ku rojek bê mirov ji bo peyvên xwe fedîkar dernekeve.Di demên berê de dotina devê mirovan wekî peymanê bûye .Ji bona wê yekê mirovan nikarîbûn peyvên ne li rê bikirana an nikarîbûn xwedîtiyê li peyvên xwe nekin.Gotina mirovan dibû kesayetiya wan.

Bi dinyê bişêwir bi aqilê xwe bik : Ji bo karekî, divê mirov lêkolînê bike û bi gelek kesan bişêwire, lê herkes li gorî xwe ramanê xwe dibêje. Di nava wan ramanan de divê yê ku herî dikeve serê mirov, mirov wê pipejirîne. Heke dema kê çi got û mirov bibje ew rast e, mirov tu carî nagihije rastiyê, lewre hişê mirovan tewl bi tewl e.

Bi eşqên mewîjan diçit guwîjan: Dema mirov bi eşq ,bi xwestin karekî bike ew kar bi mirov şêrîn dibe .Wekî ku mirov bi xwestin here guwîjan ew guwîj bi mirov dibe wekî guwîjan şêrîn. Dîsa wekî ku mirov ji bona tiştekî bibîne,(mînak yara xwe) here cîhekî ku mirov demeke din neçê.

Bi got got mirov nare cot: Dema mirov karek kir divê mirov pir li ser nepeyîve an divê miheqeq kirin divê li pêş be.Tenê gotin nabe tiştekî.Ji bo karekî xebat pir giring e. Bi tirkî dibêjin “Bi peyvê keştiya penêr nameşe”. Ku mirov karek kir û pir bi belengazî li ser peyîvî ji xwe ew kar nameşe. Wekî mirov bê dilî xwe wî karî bike.

Bihara xwe sil nekin, payizan xwe gêro nekin: Bihar her tim şilî ye. Mirov xwe şil bike mirov dê nexweş bibe. Payîzan jî toz û dixan e,divê mirov xwe li erdê gêro neke. Wekî mirov li gorî demê tevbigere û ew dem çi rêbazê dixwaze mirov wê yekê pêk bîne.

Bi hevalê xwe neken wê were serê te jî: Dema tiştekî xerab tê serê hevalê mirov divê mirov pê nekene û mirov wê yekê baş binirxîne.Da ku neyê serê mirov jî.Heke mirov bikene û qerfên xe pê bikê û derbas be,rojekê heman bûyer bê serê mirov wê demê mirov nizane ku mirovê çi bike.

Bi ilme melê bike bi emelê wî neke : Mele wekî ilmdar zanîst tê hesêp, tiştên ku dibêje, dibe ku rast be lê dibe ku ew di jiyana xwe de li gor wî ilmî tevnegere ew wî ji karî berpirs e.Lê divê ilmê wî ji alî mirovan de bê nirxandin.Ev gotin jî tê wê wate yê ku mirovên zana û zanis dibe ku di jiyana xwe de li gor wî zanistiya xwe tevnegere lê zanistî jî ji ber wê yekê ji holê ranabe û nayê wê wateyê ku ne rast e.

Bike kala bixwe mala : Wekî ku, divê xort bi kalan re bizewicin. Lewre kal malê wan heye. Ne hewce ye ku ji nû de malê çê bikin. Lê bi xortan ra bizewice divê malê ji nûv de çêbike. Ev gotin bi awayekî din jî tê gotin. “ biki kala bixwî mala tê çi bikî ji xortê kum vala an tûrik vala”.

Bi mezina bike cejnek berî te xwariye : Ezmûn pir giring e. Mirovên bi temenê xe mezin xwedî ezmêûnin jî,Heke mirov tim bi mezinê xe bişêwire û bi wan re kar bike sûda wê yekê heye.

Bi peyvê paxir nabe zêr: Ev gotın jî tê wateya ku kirin ji peyvê çêtir e. Tişt bi peyvê tenê nayê holê. Dema mirov kar neke tu tiştek çênabe. Mirov çiqasî bi ser paxir de jî bipeyive dîsa nabe zêr. Lê mirov hewl bide û xebatê bike guherîn di her tiştî de çê dibe.

Bi peyvekê mirov dihere cinetê,bi yekê mirov dihere cehnemê : Ku gotinên mirov ji bo xêrê be û başiya mirovan tê de be mirov dê here cinetê lê ne ji xêrê re be miro dê nebaşiyê jê bibîne û mirovê berdêla wê bide.Divê mirov li peyvên xwe miqatebe,bi peyvekê jî gelek tişt têne guhertin.Gotinek dibe sedema qetla gelek mirovan an dibe sedema aştiyê û xweşiyê.Bi gotinekê serê mirov dikeve belayan.

Bi pirsê mirov dihere xursê: Tiştên ku mirov nizanibe rêyên ku mirov nizane pê de here,divê mirov bipirse,dibe ku mirov nizanibe ev ne tiştekî eyb e ,lê mirov bipirse mirovê hînî gelek tiştan bibe û mirovê riya xwe bibîne.

Bi qasî xwe bipeyive: Kesayetiya mirov çava be çiqas mezin an çiqas biçûk be divê mirov li gor wê yekê tevbigere.Di civakê de jî ku mirov pir li pey mirov bin ewqas hêza mirov heye.Wekî serok komarek dikare bibêje “ez dê bi filan dewletê re herbê bikim”,lê karkerek an gundiyêk nikare vê yekê bibêje.

Bi şevê dar û devî bi guh in: Bi şevê deng zû belav dibe.Dîsa bi şevê gelek tişt ji ber ku herkes di rehetokê de ye û deng kêm e çi deng û gotin çêbibe zû tê bihîstin.

Bi tajiyê xelkê nêçîr nabe : Dema mirov karek kir û mirov hacetên hinekî din bikar bîne mirov tim dibêje bila tiştek bi vî hacetî neyê.Jiber wê yekê dibe ku mirov ji wê tirse karê xwe serrast neke.Lê hacet yê mirov be bê xem mirovê bikar bîne û wê hê baş karê mirov here serî.

Bi viran sond bixwe serî naêşe:

Bi xweziya dest nagihîje baqê keziya : Tiştekî ku mirov bixwaze bi dest mirov keve,divê ji bo wî tiştî xebat bê kirin.Tenê bi xwestinê nabe.Wekî ku dilê mirov bixwaze welatek ava bibe lê dema ji bo wê yekê xebat neyê kirin wê çawa ava bibe .

Biçûka mezin neke, mezina biçûk neke : Herkes çawa be divê wiha xwe xuya bike û mirov jî wan wisa bide xuyakırin.Ne mirov yê biçûk mezin bike ku dawiyê bibe diriyê nava piyên mirov û ne ku mirov yê mezin biçûk bike da ku dawiyê mirov poşman nebe.

Biçûkayî dibê hêk, mezin dibe “Qaqê”: Ku zarok dema bi çûkayî xwe li tiştine biçûk digirin û jê hez dikin ,bi mezinan pir ecêb tê. Ji ber ku ezmûn hê fireh e.Tiştên ku mirov destpê dike jî mirov pir jê hez dike û dibe ku mirov vî tiştî pir baş bibînin lê dema mirov di jiyanê de bi tiştinan dihese û ezmûn fireh dibe wê demê jî mirov hê li tiştê mezin difikire.

Bide netirse bitirse sêrm neke : Di jiyanê de her tim divê mirov netirse ku mirov zanime di jiyanê de hertişt tê serê mirov wê demê him bi tevdir be û him jî xebata xwe bike. Lê divê mirov ji tiştê metirsî jî bitirse, dema mirov ji tişten nebaş bitirse wê demê jî mirovê tevdîra xwe jî bistîne. Ku mirov jî tiştên metirsî netirse wê demê mirov nikare tevdîran bistîne.Tirs jî di jiyanê de divê mîsoger hebe. Divê zanebûn, tirs û mêranî bi hev re hebin.

Bila avis be bila derengî be: Tiştekî ku mirov pir bixwaze lê çêbûna wî tiştî bê hêvî be lê nîşanek hebe ku dê çêbibe.Wê demê mirov dibêje bila ne bêhêvî be bila bi derengî be.Çawa bi Wê rojekê çêbibe.

Bila li pê be bila li tirbê be:

Bila avis be, kengî dizê bila bizê : Ev gotin jî wekî bila çêbibe bila bi derengî be.Dema avis be mîsoger wê bizê wekî din rê tuneye.Dema qewimîn ber bi çêbûnê ve here mirov hêviyê xwe wiha tîne zimên.

Bila bîr be bila kûr be : Tiştê ku mirov dixwaze bila ew be bila hinekî cûda be. Heke mirov tiştekî bixwaze û bi tûmî tune be qet ne xweş e,lê hinek hebe an bi kêmanî hebe ji tunebûnê çêtir e.

Bila bor buhur be bila kûr be: Bor an buhur cihê ku mirov tê re derbas dibe. Îjar dibêjin bila cihê mirov tê re derbas be hebe bila kûr an teng be.Karekî ku mirov bike lê rê ya çêkirina wî karî hinekî bi daf ê astengî be lê wekî din çare tunebe û divê mîsoger ew kar jî bi cîh bê,wê demê mirov dibêje, de bila karê me here serî ev astengî ne pir muhim e.

Bila ciwangê rokê bim ne çêleka sed rojî bim : Ciwange nîşanê mêraniyê ye,çêlek nîşanê bikaranînê ye.Heke hinek ji mirov re bibêje tê bi çêlekî bimîne ez dê te sed rojî xwedî bikim,lê tu bibêje ez dê li ser xîreta xwe bimînim wê demê tenê em dê nanê rojekê bidine te. Bila girtiyê hepsa be bila ne miriyê gora be : Vegera mirinê tuneye lê hêvîya vegera hevsê(girtîgeh) heye.Dema mirov ji her duyan yekî bipejirînê mirovê bibêje, girtîgeh. Wekî dibêje “divê mirov xwe ji mirinê û tiştên metirsiya mirinê tê de hebe biparêze.”

Bila keç be bila pîr be : Ev gotin him li ser zewacê him li ser tiştekî kirînê hatiye gotin. Dema zewacê kî dibe bila bibe li jinek bî nagere, pêşî li qîzekê digere.Tiştekî ku mirov bikire jî mirov dibêje bila nuh be an nehatibe bikaranîn.

Bila kûçik nere ber çêçik : Kûçik dibe ku çêçikê bixwe ew metirsî heye.Tiştê ji hevdû dixwin divê ne li ba hev bin ji serî de divê mirov hesabê vê yekê bike. Dîsa wekî ku di karekî de mirov bibêje “tu sûcê min di vê bûyerê de tune ye,bila filan tişt wiha neba ,an filankes bila wiha nekira.”

Bila li ersa be ne li bin fersa be: Wekî bila sax be li ku dibe bila bibe ,dixwaze bila li erşan be(ezman). Lê dema li bin ferşa be,mirî be veger tune ye. Tiştên ku bi tumî careke din venegere,mirov hêvî nake ,lê ku hêvî hebe vegere ji binê axê an ji nevegerê çêtir e.

Bila li Xwedê xweş here, bila li evdan xweş nere:

Bila mê be sîr qişmet e: Şîr ji sewalên mê çêdibe,heke mê be hêviya şîr jî heye.Ku mirov bi rê yekê de here mirov zanibe ev rê dê mirov bibe cihê rast ,hêvîya mirov çêdibe.Dîsa mirov karê xwe bi rastî bike,bi bawerî bike dê rastî jî were holê.

Bila mirov bi xwe xwedî rûmet be ne di bin siya yê bi rûmet de be : Mirovên xwedî rûmet teqez tiştekî hêja kirine an tiştekî ku di nava civakê de hêja tê dîtin kirine lewma bi rûmet xuya dibin.Lê hinek hene ku xwe wiha xuya dikin lê bi saya hinekî din.Dema ku ap an xalê yekî bi rûmet be û ew jî bi vê yekê xwe bipesinîne wekî ji xwe re jî parê derxe wê demê divê eyb bê dîtin lewre rûmeta bavê wî an xalê wî ji wan re ye.Heke xalê mirov apê mirov an jî bavê mirov baş be di nava civakê de baş bê dîtin nayê wê wateyê ku mirov jî dê mîsoger baş be.Divê mirov bi xwe baş be da ku hinek ji mirov re nebêje vaya xwarziyê filankes e.Dema wiha bibêje ew paye ne ji mirov re ye ji xalê mirov re ye.

Bila mirov her ser heft hewiyan, nere ser du sêwiyan: Sêwî, an zarokên bê dê û bav. Xwedîkirina wan ne bi destê dê û bavê wan be tu car bi dilxeşî çênabe.Ne mirov dikare ji dil li wan xwedî derkeve û ne ew bi hêsanî bi ya mirov neke.Ev gotin bi taybetî li ser jinên ku diherin bi zilamên bî an xwedî zarok re dizewicin hatiye gotin.Ew jin qet nikare zarokên biyan wekî zarokên ji bedena xwe xwedî bike.

Bila navê mirov dernekeve qûna mirov derkeve : Ji vêya re dibêjin şohret.Mirovên şohret herkes nasdikin û bi çi awayî hatibin nasîn bi wî awayî jî têne nirxandin. Navê wan bi xerabî derketibe ,dema tiştên baş jî bikin dîsa bi xerabî tê peyvandin.Dema yek bi karê diziyê bê naskirin û deng bide,heta emrê wî hebe ew nav ji ser wî nare .Heke êdî diziyê neke û tiştên baş jî bike derketina navê wî î bi xerabî ji ser nare.

Bila rê be bila dûr be: Dema mirov ji bo xelasiyê li rêyekê bigere ,ew rê çi dûr çi nêzîk divê mirov pê de here.Ji bo her tiştî wiha ye dema miro bixaze tiştekî bi dest bixe mirov li rêyekê digere ,dema mirov di divê mirov nebêje ev zor e an dêr e,rê rê ye.

Bila rûyê mirov bi êse bila serê mirov ne êse: Di serî de karê ku mirov nikaribe bike ,mirov bibêje başe,ne ku karê mirov nikaribe bike ê mirov bi derewan bibêje ez dikarim .Dawiyê mirov fedîkar derdikeve û serê mirov dikeve teşqeleyan.Ji serî de miro hinekî serê xwe biêşîne û mirov hinekî di berxwe bide dawiyê serê mirov naêşe.

Bila sihûda mirov hebe, bila alîkî mirov tunebe : Siûd baweriyek e. Ji hinek mirovan re siûd hertiştî tîne pêşiya mirov. Dema siûd xerab be her tişt bi hêsanî ji mirov re bi xêr digere ,lê dema xerab be her tişt ji ber mirov winda dibe.Heke mirov seqet be jî siûd hebe wekî mirovên saxlem mirov dibe xwedî mal û milk.Ev jî baweriyeke di nava mirovan de.

Bila sêrê sûvê be bila ne qopqopê bênderê be: Qop qop ji bo navê çekê hatiye bikaranîn. Pirsgirêkek ji bo erd be li ser şûvê hê hêsan tê çareserkirin.Lewre li ser şûvê hê tiştekî ji erd hatibe tuneye li holê.Dema bigihîje ser bênderê û tiştê ji erd hetibe li holê be hê pir çareserî û parkirin zor e.Tê wê wateyê ku bazar ji serî de saxlem be û bi cîh bê kirin baş e.Dîsa divê bazara her tiştî li ser çibe,li wê derê bê kirin ne li cîhekî din, an kar xelas bibe mirov bibêje de ka em bazara xwe bikin..

Bila şîn di malan de be ser ne di malan de be : Şîn an şûn ,wekî şûna hinekî mirî. Dema hinek dimirin li şûna wî ,li dû wî tazî tê kişandin wekî tiştê dawiyê tê peyvandin û gotin.Lê şer dema di malan de be her tim metirsiya mirin û kuştinê heye.Ji ber wê yekê gotine ku şîn ji şer çêtir e.

Bila tu xwîndar bî ne deyndar bî: Xwîndar jî wekî,mirov hinek kuştibe û deyndarê xwînê be. Dema mirov deyndarê xwînê be canekî mirov heye ku mirov bide ,lê deyndarê diravan an milk be û tunebe mirov bide hê zortir hatiye dîtin û ev gotin hatiye gotin.

Bila zikê mela bel be bila gîha û pel be: Mela yê berê tenê bi xwarin û zikatê xwe xwedî dikirin û bi wî awayî peyvîr dikirin xwari tunebûya wan jî peywîra meletiyê bi cîh neditanî.Ji ber wê yekê jî gundiyan zikê wan têr bikira bes bû.Çi bida wan bila bida wan bes ew xwarin bûya.

Bila zikê mirov têr be bila qalikê dêr be: Dema mirov birçî be ,her xwarin bi mirov xweş e.Qalikê daran be jî mirov bixwe zikê mirov tijî bibe wekî mirov nan bixwe mirov dikare tev bigere.Wekî dibêjin “kevir xiste ber dilê xwe”

Bilind nefire, tu ê nizm bikevî: Divê mirov bi derewan xwe mezin neke .Heke mirov xwe bilind bibîne û ne wiha be wê rojekê derew bê fêmkirin û mirovê dîsa were cihê xwe î berê ,mirovê nizm bikeve ûciwak wê mirov biçûk bibîne.


Bira bira ye hesab li dera ha ye : Di bazirganiyê de bazar divê bi heqî be çi bira dibe çi mirovên din dibe mafdqrî divê li pêş be.Bira be jî divê mafê keda xwe bi erzanî mirov nede kesî.Lê biratî jî li alîkî divê bê parastin.

Birîna bi xwe kira derman nabe: Tiştên ku mirov bi xwe bike mirovên din bi hêsanî nikare tevlê bibe.Lewre xerabiya ku mişrov bi xwe jî bike kesê sêyemîn dibêjin: “wî kiriye qey jê re baş e.” Dema hinekî din xerabiyê bi mirov bike mirovê wî kesî tawanbar bike li dadgehê jî wê yekî tawanbar bê dîtin û cezakirin lê kes tunebe ceza jî ji kesî re nayê birîn.

Birîna li hevalan tîra li kendalan : Ku birîn ne li bedena mirov be,mirov naêşe. Çiqas mirov bibêje heval jî dîsa wekî birîna xwe mirov tênagihîjê û bedena mirov naêşe.

Birîna xwe bi destê xwe derman ke: Wekî herkes karê xwe bi destê xwe bike,karê xwe î ne di rê de jî divê mirov bi xwe rast bike, nexwe hinekî din bê karê mirov rast bike dibe ku berjewendiyên xwe bifikire.Birîna mirov be jî mirov bi destê kesî ve bernede û bi xwe derman bike.

Birîndar bi birîna xwe zane : Zordestî li kê bê ew zane ku kî dike.Nebaşî,xerabî ji ku gihaştibê ew kesê ku gihaştiyê zane. Kê çi tiştê baş an nebaş kiribe ew zane wî çi kiriye. Kesê sêyemîn nizane ku wî çikiriye. Dema qala wî tiştî jî bê kirin ew keserê dikişîne,lê yên derî wî nizane ku ji bo çi keserê dikişîne.

Bitrî ji gayê cot re namîne: Bitrî, ji ser hişê xwe çûyîna bê bingeh e. Dema hinek dewlemend dibe ji ser hişê xwe dihere û neheqiyê li mirovan dikin wekî ku tu car nemire. Lê yê ku zor lê tê tu car jibîr nake û heyfa xwe jê hiltîne.

Bi xwe bi gurîkî rabe bi mêrikî : Wekî dema mirov xwar li deverekê ,mirov xwe wekî guriyan bike û dema mirov rabû jî wekî mêran xwe xuya bike. Dîsa wekî ku dema mirov xwar mirov bi guriyan re bixwe lê dema mirov tiştek kir bi mêran re bike.

Biye ar kist est mûna zûn xû engilira vet:

Bizin bi dizî gon dixwe eskere dizê : Tiştên bi dizî mîsoger rojekê derdikeve holê,tu tişt heta qiyametê veşartî namîne.Çiqas mirov tiştan veşêre ,wê rojekê ewqas mezin bibe ku neyê veşartin. Tiştên ku mirov dike dibe ku di serî de veşartin pêwist be,lê dema wî bê divê mirov derxe holê an bi xwe derdikeve holê.

Bizin bizin e berê ciyê xwe bikol dike dû re mexel tê: Divê hertişt bi sazûmanî be,çi kar çêbibe di serî de rê û rêbaz jê re dive,dû re çêkirin û rastîya çêkirinê. Mirov jî divê dema rûnişt an rabû an jî karek kir,divê bifikire û bi ewleyî tevbigere,bi zaneyî tevbigere.

Bizina kulek û şivanê bezek tev digihin ber derî:

Bûk li hespê ye kes nizane risqê kê ye : Tişt heta dema wî neyê kes nizane wê çawa bibe.Tiştên ku pêşiya wan ne diyar be divê li ser şîroveyên şaş neyê kirin an gotinên derew û tûj an qûtayî neyê kirin. Ev gotin ji bo bûyerên ku pêşiya wan ne diyar an mirov nizanibe wê çawa çê bibe hatiye gotin.

Bûka Salê qeşmera malê : Bûka ku hê salek wê be li malê fediyok e. Ji ber wê yekê jî yên malê giş dixwazin rê bi berxin an henekê xwe pê dikin. Mirov di karekî keve di serî de bê ezmûnî mirov tengezer dike û carinan mirov dibe pêkenokên mirovan.

Car caran tîne, gayê reş baran tîne:

Carinan dims rûn e, carina qetil xwîn e:

Ceh qet nebûye genim : Tiştên di xwezayê de cîh digirin giş ji hevdû cûda ne,lê hinek tişt hene ku dişibin hevdû ,hinek tişt jî hene ji hevdû pir dûr in û mirov qet wan nikare bide ber hevdû.Mirovên baş û nebaş,mêr û jin ,zarok û mezin,rastî û derew hwd.

Cêr nû ye kes nabêje heqê wî çi ye: Cêrê ku mirov nû dikire herkes ava wê ji ber ku cemidiye vedixwe. Lê kes nabêje te bi çi kirî. Lê dema kevn dibe ava wî germ dibe,îjar yê ku dibêje te biha kiriye,yê ku dibêje cêrê te nebaş e. Tiştekî ku mirov nû bikire herkes dixwaze sûdeyê jê bibîne û di serî de baş e. Lê dema ku kevn dibe kes bi kar nayne.

Cîhê destê te heriyê lingê xwe jî têxiyê : Dema mirov ji bo pirsgirêkekê çareser bike,mirov li qulpekê digere an li çirûskeke ku wê çareserî çêbibe digere,dema mirov wê çirûskê dibîne mirov xwe lê dişidîne,ku mirov bi serî girt dawiya werîs wê bi xwe bê an mirov destê xwe xist qelşê, mirov piyê xwe jî têxe bin erda ku careke din neyê girtin.

Cilê terziyan tim qetiya ye: Wekî mirovên pîşekar tim hewl didin ku karê xwe î pereyan tîne bikin,tiştên pera neyne guhê xwe nadinê.Ji ber wê yekê jî tim tiştê pereyan neyne bi derengî dixin û dibêjin: yê min hêç e,bila ez yê mirovan xelasbikim ,yê min dûre.Lê her ku yekî xelas dikê yekî din li pey tê.

Cinet û cahnime di bin lingê dê û bavan de ye: Yê ku mirov anîne dinyê û bi hezar pêkûtî û zahmetî xwedî kirine û mezin kirine,mafê wan pir li ser mirovan li ser zarokên wan hene .Ji ber wê yekê jî divê mirov rûmetê bide dê û bavê xwe.

Ciwan mişe ne lê şêrîn û kitkite ne:

Cîranê xerab mirov dike xwediyê her tiştî: Cîranê mirov an yê ku li dora mirov xerab bin, wekî ne jêhatî bin û mirov hinekî jêhatî be mirov dê her tim ji wan mezintir û baqiltir xuya bibe. Dema mirov ji wan baqiltirbe ew kesên nêzîkî mirov dê hertiştî bi mirov bişêwire, heta mirov di nava wan de wekî serok jî dikare xwe bide pejirandin, ji ber wê yekê jî mirov dikare bibe xwedî erk û gelek tiştên din.

Ciwanekî biavêjin reşiya, pîrekê biavêjin xweşiya:

Ciyê tîr hundirê kevan e : Her tişt di cîhê xwe de sûda wî heye. Dema tişt di cîhê xwede neyê bi kar anîn rûmeta wî tûneye.Wekî, kaset tûnebe teyb ji tiştekî re nabe,derî tûnebi kilît ji tiştekî re nabe. Herwiha tîr tûnebe kevan ji tiştekî re nabe û kevan tûnebe tîr ji tiştekî re nabe.

Coka av tê re çûye wê hertim tê re here: Wekî: ”Rê û rêbazên xwezayî bi hêsanî nayên guherandin”. Herwiha rê û rêbazên civakî jî nayên guherandin. Heke mirovan tama tiştekî sitendibin, bi hêsanî dev jê bernadin. Mînak, ku mirovan tama serxwebûnê stendibin bi hêsanî dev jê bernadin. Lê tama wê yekê nestendibin bi doman an bi dil doza wê yekê nakin.

Cot bi gayê pîr nabe : Jibo karekî divê hertim mirov tiştên nûjen bi kar bîne . Tiştên kevn her tim sûdeyeke baş jibo karekî bi rê û pek nade. Ciwanî hertim nûjeniyê bi xwe re tîne û ciwan her tim bi hêz in.

Çap bi pir send in:

Çavê kul ji yê kor çêtir e:

Çevê kul hêviyeke ku rehet bibe heye,lê çavê kor tu hêvî tune ye û bi tûmî qediyaye tu sûdeya wî jî tune ye. Wekî mirovên ku kar qet nekin û mirovên dikin lê bi kêmanî bikin.Ji xwe yê bi kêmanî bike ji yê ku qet neke çêtir e.

Çavê li deriya xwelî li seriya:

Çavên ku her tim li deriya be da ku xwarinekê jê re bîne û ew bi xwe hewl nede ku xwarinê bi xwe çêbike an bidest bixe ,ew çav xerabe û bi kêrî tu tiştî nayê.Mirovên ku bi hêza piyan xwe xwedî dike her tim li ba ciwakê bi rûmet e. Dîsa wekî ku mirov doza xwe ,mafê xwe bi destê xwe biparêze û bistîne,ne ku mirov ji hinekan hêvî bike û li cîhê xwe rûnê.

Çavê nalbenda li simê hespan e : Ji ber ku herkes li karê xwe difikire,ew karê wî tim di hişê wî de ye ku mirov qala çi bike ew disa peyvê tîne ser karê xwe. Yê nalbend jî hespekê li ku bibîne li nalên wî dinehêre dibêje hela nalê wî heye an na ,dibe ku nalê wî tunebe ez çêbikim.

Çavê şeliqî ji yê kor çêtir e : Çavê şeliqî yê kul e, yê kul jî ji yê kor çêtir e. Tiştin hene ku hebûna wan î bi nêvî an bi kêmanî ji tunebûnê çêtir e.

Çavek kor be, mirov destê xwe dide ber yê din:

Çax ji çaxa fedî nake: Roj û dem her tim diherike û tu kes nikare bisekinîne.Tiştên di demekê de dibin,demek din ku tê wî tiştî derw derdixe an rastî bi xwe derdikeve holê. Çax an dem ji hevdû fedî nake lewre careke din nayê ba hevdû.

Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro: Mirovên çêyan jî dikin ji bo xwe dikin an başiyê bikin ji bo jiyana wan baş e.Her wiha xerabiyê jî bikin ew jî ji bo jiyana wan ne baş e.

Çêleka stewr bê şîr e: Tiştên li ber çavan ne hewceyî şiroveyê ye.Tiştên xuyayî ne hewceyî nîqaş û tevliheviyê ye. Heke çêlek stewr be,ne avis be şîr jî nade ev tiştekî xwezayî ye kes jî nikare biguhere. Herwîha rastiyê jî kes nikare biguhere.

Çêleka rêxok garanê xera dike: Di nava girseya mirovan de hinekî guh li mirovan nekin û tiştên nebaş bikin an li derî rêzê tevbigerin ,bê gûman girse giş pê nerehet dibin û giş pê tawanbar dibin.

Çêlikê guran ji mirov re nabin bira: Gur her tinm ji mirovan ditirsin û mirovan wekî neyar dihesibînin. Mirov jî guran wekî mirovxur dibînin. Ji ber wê yekê gur û mirov li hev nakın û nabin dost û bira.Tiştên di zagona xwezayê de li dijî hevdû bin li hevdû nakin.

Çêlikê maran bê jar nabin : Mar wekî tê zanîn bi jahr in,herwiha çêlikên wan jî bi jahr in.Mirov ji vê gotşinê dikare şîroveyeke wiha derxe ku zarokên mirovên ne baş an mirovên baş jî dê nebaşî pê re hebe an çiqas baş bin jî wê tiştekî ji bavê xwe hilîne. Damarek wî zarokî mîsoger wê wekî yê dê û bavê xwe be.

Çerxa felekê geh li jêr e geh li jor : Çerxa felekê jî tiştekî xwezayî ye û li ser herikandina roj û şevê hatiye gotin.Stêrk û dinya her tim li dora tavê digerin guh nade kesî her tim digere.Rojek tê ji hinekan re başî ji hinekan re xerabî heye ,roja din jî berawajî wê tê holê.

Çêya berdin bila herin xeraba bigrin bila nerin: Mirovên çê her tim tiştên çê dikin û difikirn. Ji ber wê yekê bi ewle nin.Lê mirovên nebaş bê ewle nin divê her tim mirov lê miqate be da ku tiştên xerab nekin. Mirovên çê dema azad bin ji xwe çêyan dikin,lê mirovên xerab dema mirov wan bêxwedî berde tiştên nebaş ji wan çêdibe.

Çi bi çerçî re [he]be, wî difiroşe: Çi tê serê mirov ji zimanê mirov e: Hin mirov hene bi gotinan gelek tiştan tevlîhev dikin, heta gotinên wekî serokkomaran carinan dibin sedema şer û aştiyan. Gotin jî bi ziman tê gotin dema mirov nizanibe li gor civakê bipeyive serê mirov dikeve belayan û

Çi li şîrê, wir li pîrê:

Çiqas serê mirov mezin dibe çavên mirov ecêban dibîne : Serê mirov ji zaroktiya mirov pê de mezin dibe û her ku mirov mezin dibe mirov fêrî jiyanê dibe,mirov di jiyanê de tiştên ecêb dibîne. Dîsa jibo ku mirov pir tiştan bifikire an pirtûkan bixwîne jî mirov tiştên tewl bi tewl dibîne, mirov fêrî gelek tiştan dibe.

Çira herkesî pêxistî namîne hete sibehê: Dema ku zarok nû ji dayika xwe çêdibin wê şevê mala zarok çira xwe pêxistî dihêlin heta sibehê. Herwiha dema şîn,miri di malan de çê bibe jî çira heta sibehê pêxistî dimîne. Ev yek tiştekî taybet e û herkes vê yekê pêk nayne,yê ku van bûyerana di serê wan de bê pêk tînin. Ev gotin jî tê wateya ku herkes li bûyerên şadî û xerabiyê rast nayê .

Çira ji koran re, def ji keran re fêde nake: Çi tişt hene ku mirov ji ehlê wê re bibêje fêm dike, heke ne ehlê wî be û jê re ne pêwistbe naxwaze fêm bike.Dîsa tiştin hene û ne gengaz e ku hin mirov an ajal jê sûdê wergirin, mîna kor û çira.

Çiya bi çiya nakevin, çav li çava dikevin: Çiya her tim di cîhê xe de disekinin, lê mirov tim digerin çi dem derbas bibe dibe ku rastî hevdu werin. Ji ber wê yekê jî divê mirov li gor wê yekê tevbigerin û hesabê hevdîtinê bikin.

Çiya bilind e, dorê bajar û gund e: Çiya bilind e li ser bajar çê nabin lê ji ber bilindahiya wî û xweşiya wî şênahî li dorê çê dibin. Mirov dikare bibêje ku mirovên qedirbilind jî mirovan li dor xwe kom dikin û disitirînin. Mirovê mezin an serok girseyên gel li dor xwe kom dikin.

Çiya çiqas bilind be wê rojekê bikeve bin lingê mirovan: Mirov dikarin her tiştî pêk bînin û dikarin herin cîhê herî bilind. Herweha tişt çikas mezin bin jî di demên pêş de dibe ku tiştên mezintir derkevin û ew têkeve ber piyan. Her ku dem diherin tiştên kevin winda dibin, tiştên nû bi rûmettir dibin.

Çiya çiqas bilind be wê rojekê rê pêkeve : Ev jî tê wê wateyê ku mirov dikarin herin herderê û tiştên herî mezin dûr jî wê rojekê mirov wan bi dest bixin. Mirov çiqas xwe mezin bibîne û mirov çiqas xwe ji hin bûyeran biparêze wê rojekê bê ba mirov.

Çiya diguhere, ehlaq naguhere: Tê wê wateyê ku ehleq,sinc ji serî de çi be heta dawiyê ev e.Pir zor e guherîna wî.Çiya bi milyon salan nayê guherîn.

Çiyayê bilind bê ba nabe, newala kûr bê av nabe : An çiyayên bilind bê dar nabin, çiya bê ba nabin. Çiya sape nin dar û ber bi hêsanî lê mezin dibin, çiya cîhê dar û ber û nebatanin. Newal jî cîhê şênahî û avê ye, av ji serê çiyan tê di newalan de derdikeve.

Çiyayê dihejin xerab nabin: Çiyayên dihejin an mirovên di ber xwe didin di jiyanê de baş tê dîtin û li jiyana xwe xwedî derdikevin.

Çiyayên bê gul mirovên bê dil herdû jî yek in: Mirov hezkirî be bi dil be,di jiyanê de ji tiştekî hez bike ew ji mirov re dibe hêza jiyanê. Divê mîsoger tiştekî ku mirov jê hez bike hebe nê wîha be jiyan wekî bê xwê be. Jixwe çiya jî bê gul be navê wî nabe çiya wê demê tenê navê wî dibe ax.

Çûna gayê nezan li serê çêlekê siwar dibe: Mirovên nezan her tim li ser pişta mirovên zana dibe bar. Mirovên zana dema ji hevalên xwe an derdora xwe tiştan bide fêmkirin wê mirovên zana pir bibin her wiha barê ser milê wî jî sivik dibe.

Dahşê bêr kûçkê nobetê : Dahşê li bin bêr çiqas dikaribe sûdeyê bide mirovan, kûçkê li ber tiştan nobetê jî bigire ew qas sûdeyê dide mirovan. Her dû ji har in an dahş dema wî î harbûnê ye ciwane bi hêz e. Kûçik ji xwe tim har e.

Dan û sitendin di destê Xwedê de ye: Ev gotin ji bo dan û stendina giyan (rih) hatiye gotin. Jibo bo baweriya ku her tiştî jî xweda dide û distîne ye. Kes bi hêsanî nikare mafe kesî bidest bixe ,bi zor bistîne.

Dar pê diweû pay nsivîndena :

Dar yê edebê bûya ji cenetê dernediket: Heke dar û lê dan tiştekî baş bûya ev navê ku ji cenetê derketittye nedihat ser wî. Misoger ne baş eku ji cenetê (bihuştê) jî hatiye der kirin.

Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan (Mao Zedûng):

Dara ketî, yê bivirê xwe lê bidin pir in: Dara ku li ser piyan be tu kes bi hêsanî nikare wê ji cîhê wê bileqîne, lê piştî ku ket erdê li Per piyan e, her kes bi hêsanî dikare bivirê xwe lê biceribîne. Ji bo civakê jî wiha ye, civaka bê hêz bê xwedî bê reh herkes ji xwe re dika mal û pê dilîze. Mirovên bindest an ketî û lawaz jî herkes qerfê xwe pê dike an dixaze çoyê xwe li ser serî kil bike. Lê mirov û ciwakên bi hêz xwedî pişt kes nikare nêzî wan bibe.

Dara xebatkara tim bi ber e : Xebatkar hertim ji bo karekî an barekî henin, tim bar li ser milê wan in. Ku yek bibêje ez dê xebatê jibo tiştekî bikim divê bar hilgire ser milên xwe. Dema dawiya xebatê tê jî mîsoger tiştek tê holê. Wekî xebatkarê kargeha erebeyan, dawiya xebatên wan erebe çê dibe.

Dara xweziyê şîn nabe : Ku mirov ji tiştekî hez bike an ji bo tiştekî bidest bixe dilxwaz be divê mirov tenê nebêje: xwezî ew tişt çêbibûya, û bisekine wekî din ji bo wî tiştî tu xebat û tevgerê neke. Her tişt bi tevgerê bi xebatê bi xwedana eniyê bi keda milan tê holê. Bi xwestinê û heskirinê tenê daxwaz naçe serî.

Darê ji binî nebir: Ku mirov darê ji binîve bibire careke din şîn nayê.hertişt wiha ye,dema mirov û hinekî din ji hevdû bixeyide divê mirov bifikire ku rojekê mirovê li hev bihesile. Ji ber wê yekê jî divê mirov ji binî de têkiliyan qut neke. Alavek ji mirov re demekê ne pêwist be, divê mirov wî alavî neavêje, mirov bifikire ku dê rojekê pêwist bibe.

Das û werîs li riya Bedlîs: (Biwêj)

Dasikek mirov hebe mirov li sûna wara namîne : Ev gotin li ser barkirin û koçberiyê hatiye gotin. Heke erebeyeke mirov hebe mirov jixwe li şûna wara an li dawiyê namîne. Tew tunebe daşikek mirov hebe jî hêvî heye ku mirov jî bigihîje hevalên xwe.

Dawî sifra hazir e : Sifreya hazir ji bo xwarinê ye, çi hebe ew tê ser. Dawiya hertiştî ku çi hebe talî tê ser sifreyê û ya rast ew e. Kî ji bo çi tiştekî bike dawiyê xuya dibe. Dîsa li hin deveran dibêjin “dawe(doz) sifra hazir e”. Wekî mirov doza tiştekî li hinekan bike an wan tawanbar bike,ew jî bibêje dawa sira hazir e, an aniha tiştekî wiha tune ye wa ye hertişt xuya ye.

Dawiya derewan kuçe çekmezî ye: Kuçeya ku bend an dîwar li dawiyê êdî rê tê re tuneye. Derew jî ku bê kirin jî rojekê mîsoger dê derkeve û tiştê rast bê fêm kirin.

Dayê qirbûn alay, lay xûy heker, ga bedel na her

Dayikê heft kur xwedî kiriye lê heft kuran dayikek ji birçîna kustine :

Dayik her tim ji lawan an qîzên xwe bi kurtî ji zarokên xwe hez kiriye û bi çi awayî be xwedî dike. Lê kur tu car wekî dayikê nikare jibo dayika xwe zehmetê bikişîne.

Dê ber bi weleda weled ber bi çiyayê Qaf: Berê dê her tim li weledan e û her tim dixwaze li ba zarokên xwe be. Lê zarok ku mezin dibin çavên wan li derve ye ku ji malê biqetin.

Dê bibe dêmarî bav dibe bavmarî: Dê bibe dêmarî an ne diya zarokan be ji zarokan hez nake wekî dayika wan î esil. Bav jî li devê dêmariyê dinehêre û li zarokê xwe bi kêmî xwedî derdikeve an lê xwedî derdakeve. Wê demê zarok bavê xwe jî wekî biyan dibînin an ji xwe dûr dihasibînin.

Dê bibîne dotê werîne : Dot, keç an qîz. Dot çawa be tim xwiya dêya xwe hiltîne û dişibe wê.Ji ber wê yekê gotine ku mirov dêya qîzê nas bike wekî mirov qîzê nas bike wê demê mirov dikare biryara zewacê bide.

Dê yek jin deh : Wekî dê ji jinê hê bêhtir bar e an pirsgrêk hê pir in. Dîsa wekî ku mirov dikare deh jinan bibîne, lê mirov nikare deh dêyan bibîne. Wateyeke din jî; wekî ku deh kes ji jinê çêdibin e.

Def bi adet lê dikeve: Tevgerên mirov bike an liv û lebatên ku mirov pêk bîne divê li gor adetan be.Her tişt li gor rê û rêbazên xwe çê dibin. Ku mirov van rê û rêbazan bi kar neyine (wekî mirov bê rêbaz li defê xe wê def bqete) tu kar naçe serî an wê şaş here .

Deh kesên aqilmend ji heqê yekî dîn dernakeve: Mirovên dêhn li gor rê û rêbazên ciwakî tevnagerin ,çi tê ber devê wan an çi di dilê wan debe dibêjin û pêk tînin.Ji ber wê yekê ew û mirovên di nava civakê de biaqil tê dîtin li hevdû nakin.

Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in: Ji xwe mirovên ku ji wan re dîn tê gotin li derî civakê ne.Heke ne wiha bûya jêre dîn nedihat gotin.mirov divê tiştên li gor rêbaza civakê çê bûne ji dînan nexwaze û ji wan bawer neke.

Dêl ne tirol be, çewr bi dorê nakeve : Dêl an kûçika bi çewr. Wekî ne hezkirîbe, ne xwestî be cewr jê çê nabe. Dîsa wekî ku tiliya mirov ti bûyerekê de tunebe kes qala mirov nake an kes doza tiştekî di wî warî de li mirov nake.

Dêl ba ye, kûçik li pey heta Bexda ye:

Dêl bi ba ye kûçik ji badaye : Dêlik heke nexwaze kûçik nare ba wê û pê naaliqe. Ku mirov jî ji yekî ne xweş be mirov nare ba wî an pê re karekî nake.

Dem bi dor e geh li jêr e geh li jor e : Dem an çax ,ev çax jî ji tavê re hatiye gotin ku tim dihere lê belê geh li jêr geh li jor e. Ev tê wê wateyê ku tu tiştek li cîhê xwe namîne. Mirov, xweza, dem her tim diguhere hertim herikbar in. Mirovên zordar rojekê dê bibin stuxwar, mirovên stuxwar dê rojekê bibin serbilind.

Dema heywan bê xwê bimînin kevira dialêsin : Xwediyê sewalan xwê li ser tahtan dikin û wan xwê didin. Sewal jî ji ber wê yekê hînî tahtan dibin, dema xwê tunebe tenê bi alastina tahtan xwe têr dike an xwe dixapîne. Mirovên hînî tiştekî dibin jî dema ew tişt tunebe, çi nêzî wî tiştî be xwe bi wî tiştî dixapîne an têr dike.

Dema hingavtina kerê tê, nanê cotyarî dixwe: Wekî dema tiştek xera bibe nîşanê wê xuya dibe. Mirov dizane ku wê qewimînek çê bibe an bi xwe xuya dike.

Dengê defê ji dûr ve xweş e : Wekî mirov ne di nav bûyeran de be mirov bûyeran bi awayekî rastî nikare şîrove bike.Şîrove wê demê kêm dimîne.Her lêkolîn di cîhê xwe de bê kirin nêzî rastiyê ne.

Derbê hirça kevir e : Hirç di wateya hovîtiyê tê bikaranîn. Li himber hovîtiyê zor divê. Dema mirov zorê bikar neyne hovîtî hê pir dibe. Lê ku mirov wekî ku ew ji zorê fêm dike mirov jî zorê bike. Hirç ne bi kevir be nare. Dîsa wekî ku hirç dema li mirov dixe wekî kevir li mirov bikeve.

Derdê dilan hûr î kûr î dûr î : Mirovên bi dil be hûr, kûr û dûr difikirin .Ne ji bo dilketina qîzekê tenê ,ji bo dil ketina her tiştî wiha ye.Mirovên ku dilê wî li ser tiştekî hebe dibe ku ji bo wî tiştî dîn jî dibin.

Derdê hirçê hirmî ye:

Derdê qerêş av her ser êş:

Derew li miriyan dibe li saxan nabe : Mirî nikarin bersîvê bidin,lê sağ her tim dikarin bersîvê bidin .

Derewîn dijminê Xwedê ne: Derew dema tê kirin li gor bawermendan xwedê li wan guhdarî dike.Ji ber wê yekê jî xwedê ji wan hez nake.Tiştên xwedê jê hez neke û mirov bike wê demê mirov dibe dijminê xwedê.

Derewîn îfleh nabin: Mirovên hînî derewan bibin jî nikarin dev jê berdin tu car jî ji derewê xwe naqerin. Ew ji wan re dibe wekî teb ekî ev teb ji wan nare.

Deriyê xwe asê bike cîranê xwe neke diz: Divê mirov tim li xwe miqatebe ku serê mirov nekev teqreqê. Heke mirov li xwe ne miqatebe û serê mirov têkeve teşqeleyan divê pêşî mirov ji xwe bipirs e ,ka min tevdîra xwe kiribû an na û dûre yê ku serê mirov xitiye teşqeleyê tawanbar bike.

Dermanê bi xwe kira tûne ye: Kesê bi xwe bike wê bi xwe bikişîne. Teşqele û sosret hene ku hinekî din tînin serê mirov, wê demê jî mirov ji wan an hinek kesê din dixwaze ku serê mirov ji teşqeleyê derxe an mirov alîkariyê ji hinekan dixwaze. Lê ku mirov bi xwe teşqeleyan bîne serê xwe, wê demê dibêjin, here te çawa çê kiriye wiha jî xera bika,an jî te çawa xera kiriye wiha rast bike.

Dermanê ehmeqiyê tune ye : Mirovên nezan dikarin hînî tiştan bibe, mirovên kor seqet an lal jî dikarin fêrî tiştinan bibnin lê yên ehmeq (debeng) tim li ser a xwe ye û guh li tu kesî nakin.

Dermanê her tiştî xwê ye, lê xwê xera bibe derman nîn e:

Derya bi dilopan naqede: Tiştên pir kêm nabin û tiştên wekî deryayê jî heke her tim av lê zêde dibe,ji xwe tu car naqede. Bi dilopan jî tu car naqede lewre bi dilopan ne ,lê bi çem û rûbaran av dihere ser deryayê.

Deriyê xêran nayê girtin: Deriyê xêran an başiyan divê neyê girtin, divê mirov tim başîyan bifikire û aliyê xêrê qet negire. Ji ber ku ji herkesî re dem dema pêwist dibe.

Dest dest dişo, dest vedigere dev û rûyan dişo: Dema destek tenê be nikare tu tiştî bike, lê du dest bin wê hevû bişon û dûre dev û rûyan bişon. Mirovekî tenê jî nikare tiştên mezin bike an bê hûêz dimîne. Lê dema dû kes bin wê hevdû jî xelas bişkin û sûdeya wan li dora wan jî çêbibe .

Dest di ser dest re heye heta ba Xwedê : Mirovên baş û nebaş, biaqil û kêm aqil, jêhatî û ne jêhatî, mezin û biçûk hene û her tim jî dê hebin. Ev li ba Xwedê jî wiha ye. Xwedê mirovên çeleng û xebatkaran ji yê ne jêhatî û rûniştî cuda dibîne.

Destê dê piskê qîzê ye:

Destê dê reng û rûyê qîzê ye: Destê kefîlan di bêrika wan de ye: Mirovê ji hinekan re dibin kefîl (derhûd) dipejirîne ku heke ew deynê xwe nede dê ewê ji dêleva wî bide, lewre di pêşiyê de destê xwe dixe bêrîka xwe û xwe amade dike. Kî bibe kefîlê kê divê xwe berpirs an deyndart bibîne.

Destê komarê dirêj e: Dema dibêjin komar di hundirê wan sînorê komarê de dikarin her tiştî bikin. Lewma gotiye destê wê dirêj e.

Destê pîsîtiyê bide wê bi riyê xwe were : Wekî ku testê ku pîsîtiyê bide wê bi rûyê xwe têkeve navê. Mirovê nebaş wê tim di nava nebaşî û xerabiyê de vegevizin. (Destê şêx maçî nekin ew şêx ne qutbê razî ye / tac û teylesana serê wî giş xebata destê sar û tazî ye. Melayê Cizîrî)

Destê tenê deng jê nayê: Destê tenê deng jê nayê lê du dest li çepikan dixin.Mirovên tenê bê hêz in du mirov an sê mirov û hê pirtir dibin xwedî hêz û dijminê wan ji wan ditirsin. Lê dema hindik bin dijmin jî ewqas bi ser wan de dihere.

Destê tenê deng jê nayê, şêrê Elî be jî deng jê nayê: Ev jî wek testê tene bê çiqas xurt be jî dîsa deng jê nayê. Mirov çiqas gir be an qelew be jî dema tenê be hêza wî tune.

Destê tu nikarî gez bikî, maç bike: Kesê ku mirov nikaribe li himber wî şer bike divê mirov rêzê jê re bigire an hurmetê jê re bike.

Destê vala li ser zikê birçî ye : Dema destê vala be û tu karî neke zik jî birçî dimîne.Lê dema destê bixebite wê tije bibe û zik jî dê têr bibe.

Destê xebitî li ser zikê têr e : Ev gotin jî berewajî ,destê vala li ser zikê birçî ye,hatiye gotin.Dema dest bixebite vala namîne û zik jî têr dixwe.

Destê xwe nexe her qulê, di hina mar hene di hina jî dûpişk: Tiştên li ser mirov ne bar û peyvîr be, divê mirov xwe tevlê neke. Tiştên belasebeb û jê sûde neyê divê mirov neke. Bê hesab û tevdir mirov tevnegere. Rêyên dawiya wê ne diyar divê mirov pêde nere, cîhê ku mirov nizanibe çi têde heye mirov xwe nêzî wî cîhî neke.

Destiyê kêrekê û gûyê li ser bêrekê wekî hev in: Destiyê kêrê tenê ji tiştekî re nabe ,divê kêr jî hebe ku ji tiştekî re ,wekî ji birînê re bibe. Dev dixwe rû fedî dike: Biwêj

Deve belawela ne, guhê wan li ser hev in: Deve (hêştir) ajalê herî jihevdiketî ye, yê herî giran û girs e. Ji ber wê yekê jî dema mirovên jihevdûketî, liv nexweş an tevger çewt, jê re dibêjin wekî deva ye. Mirovên wiha jî guhê wan biqul e an pir zû tiştan dibihîzin.

Devê elimî vira, nasekine : Devê hînî derewan bibe wekî hînî cixareyê bibin ji wan re dibe wekî tebekî heta derewan nekin dilê wan rehet nabe. Wekî ku baweriya jibo seydvanan li nava gel çêbûye ku pir derewan dikdin. Seydvanî carinan jibo derewan bikin diherin seydê û tên li nava girseyê dipeyîvin xwe rehet dikin.

Devê rovî nagihîje tirî, dibêje bila xêra dê û bavê min be: Ev jî dereweke ku mirov dema nikaribe tiştekî bike mirov xwe bixwe qanih dike ku jixwe mirov ew tişt nedixwest. Jixwe miroven ku rastiya xwe î nikare biserkeve dernaxin holê an naxwazin derxin holê vê gotinê bikar tînin.

Devî pala xwe didin hûrdeviya: Dewî an lêmiştên darên biçûk, bi xêra deviyên biçûk mezin dibin avê ji wan dikişîne. Mirovên ku bi ser dikevin jî ji gelek girseyên civakê û mirovê ku bi nezanî an bi zaneyî jêre dibin alîkar biserdikevin. Hinek dewlemen jî bi xêra mirovên nezan an bi alîkeriya wan mezin dibin û dewlemen dibin, wekî ku girseyên bi çûk kom dibin, dibin girseyên mezin ew jî dibin girseyên civakî û ew jî dibin yek, civak tê holê.

Devî zû dibe dar, xwelî li serê yê bê war:

Dew tirş nîn e, vexwarina hemî benda nîn e:

Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e: Tişt çiqas xweşik be jî heke ne ceribandî be dîsa fikar tê de heye. Lê tiştên ceribandî diyar e ku baş e an nebaş e,wê demê mirov hê bêhtir balê dikişîne ser tiştên ceribandî û kesên ceribandî.

Di civatê de tim cihê xweş û germ yê mezinê civatê ye: Ev yek rêzgirtina ji bo mirovên aqilmend an pîr in. Bi taybetî ji bo dema axatiyê hatiye gotin. Lê di dema ciwaka k apîtalî jî ev yek ji bo mirovên dewlamand tê bikaranîn.

Di pira namerda re neçe bila av te bi ber xwe bibe: Wekî namerd tim bêbext in û mirov berbi wan here, mirov mîsoger xisarê bibîne. Ji ber wê yekê jî mirov ber bi avê here dibe ku mirov xelas bibe,lê pira namerdan mirov dadiqurtîne. Wekî mirov bi mirovên pîs re hevaltiyê neke,çiqas kara mirov hebe jî divêû mirov pê re danû standinê neke ,lewre di dawiyê de timî mirov li xisarê ye.

Di kurfê de hêzan ranabin: Di nava nîsan û gulanê, Xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji gundorê zêrînî li ser sê riyanê: Di nava nîsan û gulanê de dema zeviyane ku avê dixwazin da ku tene şîn bibin. Wê demê baran ji her tiştî bêhtir pêwist e.

Di qiyamê de hesabê berjêr bike di berjêr de hesabê qiyamê bike: Dema mirov ket qiyame û zor li mirov bê mirov ane ku dewiya qiyameyê berjêr e û mirov hesabê wê bike. Herwiha mirov dema ti karekî de bi serkeve divê mirov tim hesabê windakirinê jî bike,mirov belangaz û hejar be jî disa mirov tim hesabê bilindbûnê û serkeftinê bike.

Di roya tengiyê de emir qut e: Di roja tengiyê de her tişt kin e, her tişt zû diqede û bi lezgînîye. Her wiha temen jî qut e, temen jî têrî nake ku ewqas zor û astengî heye. Mirov li benda tiştekî be mirov naxwaze roj xelas bibe, lê berawajî wê zû xelas dibe.

Di ser de ji bêbext û xayîn û civakê bitirs e:

Dibêjin, ne ji fesada be, wê gur û mih bi hev re biçêrin: Fesadên ku ji bo berjewendiyên xwe jiyana mirovan bi tiştekî nahesibînin û xwe tenê diparêzin. Ji wan re tenê kesayetriya wan wekî din kî dimiri kî dîmîne ji wan re ne pêwist e. Fesad ew e ku nahêlin mirov bi şadî bijîn. Mirovên li gor jiyana wan tevnegerin ne baş in. Hinek hene hînî fesadiyê dibin ew jî ji wan re dibe jiyan.

Dibêjin, tu li rê qede û bele li rê: Dema mirovên tevbigerin di nava liv û lebatê debin,her tim astengî şaşî li pêşiya wan e. Divê bi aqilmendî ji van astengiyûana xelas bibin.Mirovên ku birêve neçe û tevnegere jixwe tu astengî nayê pêşiya wan herwiha şaşî û çewtiyan jî nakin ji ber ku tim rûniştîne . Mirovên birê ve neçe kert û kortên rê jî nabînin.

Dijminê aqilmend ji hevalê xayin çêtir e : Dijminê aqilmend li gor jiyanê difikire û herwiha mirov jî biaqil bifikire mirov dizane dê dijminê mirov çibike. Lê dijminê herî mezin ku li ba mirov xuya bibe û xayîn be,jixwe mirov dibêje heval e, lê mirov nizane dê xayîntiyê bi mirov bike. Herwiha di nava mirov de kli mirov dixe.

Dijminê ardûyê xwe dostê nanê xwe ye : Ardû ji bo nan çêbibe mirov wî dişewitîne,dema nirov ardûyê xwe pir bişewitîne tê wê wateyê ku mirov li tenduristîya xwe miqate ye an mirov ardûyê xwe dişewitîne ji bo nanê xwe ye. Dema mirov mesrefê bike di jiyanê de jî heke mirov wê mesrefê jibo bingeha tiştekî bike baş e û mirov çiqas mesrefê an xebatê bike baş e.

Dijminê bava nabin dostê lawa: Ev gotineke feodalî ye. Jibo dozên xwînî hatiye gotin. Mirovek dijmine bavekî be jixwe nabe dostê lawê wî jî. Kî dibe bila bibe ji dijminre law bav ap pismam yek e.

Dijminê biaqil ji dostê bêaqil çêtir e: Dostê bêaqil mirov li teşqeleyan diqewimîne û sûdeya wî ji mirov re tune ye.Lê dijminê biaqil mirov dizane wê çibike ,herwiha dijminê biaqil li gor rê û rêbazên jiyanê tevdigere.

Dijminê dijwar ji dostê xayin çêtir e: Ev jî wekî dijminê aqilmend ji dostê xayîn çêtir e. Lê hinekî cûdatî tê de heye.Wekî ku dijminê pir dijwar be mirov jî xwe li himber wî dijwar dike an mirov li gor wê yekê devdîrên xwe çêdike.

Dijmin li nigê mirov dinêre,dost li serê mirov dinêre : Wekî dijmin fedî dike an çavê wî bar nabe ku li rûyê mirov binêre ji ber wê yekê her tim serê wan berjêr e û li sola mirov dinêre. Lê dost dikare bi hêsanî li çavê mirov binêre ji ber ku tu tiştekî ku fedî bike tune ye. Di dawiya gotinê de ji an berdewama vê gotinê jî ev e “divê sola mirov û kumê mirov nû be” ji ber ku dost û dijmin li van derê mirov dinêre.

Dijmin pêsî li pê dinêrin pasê li ser: Ev jî wekî ya din e, lê cûdahiya wê, ku dijmin dû re li serê mirov jî dinehêre. Dijminê te gêrik be jî hesabê wî bike : Dijmin dijmin e. Çi bi çûk çi mezin.Heke mirov hesabê dijminê biçûk neke û di serî de ji holê raneke an çareseriyekê jê re nebîne, her ku biçe wê mezin bibe û gelek dijminê din î biçûk derkevin holê.

Dîkê çê di hêkê de azan dide: Wekî dîkê çê hê di hêkê de ye diyar e.Herwiha mirovên çê di zarokatiya xwe de diyar dibe. Dîsa tiştên baş di serî de diyar e. Di têkiliya xwe yî serî de diyar dibe.

Dil bide ser dila ,gul bide ser simbêla: Dil bi dil re divê.dil çi dixwaze wî bidê wekî gulê ser simbêlan.Her tişt bi yê wekî xwe, re xweş û dilxweş e.

Dil miqabilî dil e: Dilê yekî himberî mirov jşimirov re bixwaze yê mirov jî ji wî re dixwaze. Her tişt li himber yê xwe dinere dema sûde hebe an başî hebe jê re ew jî başiyê ji wî re dixwaze.

Dil ne sifre ye ku mirov li ber hemî kesî veke: Dil qoqê rêxê ye: Ev gotin jî wekî dil e çi bixwaze ew e. Kes nikare li himber bisekine dema tiştekî bixwaze dibe ku ji bo hinekî din ne baş be lê dil ketibê ji wî re wekî şekir û cewahir e.Dema dilê xortekî têkeve qîzek ne xweşik ,mirovê sêyemîn nikare bibêje çima ,lewre dil qoqê rêxê ye dibe ku li rêxê jî deyne.

Dil şûşe ye, ku bişkê cebar nabe: Dil wekî tê gotin narîn e nazik e. Ku mirov dil bişikîne, bi hêsanî mirov nikare bicebirîne. Mirov neheqiyê li yekî bike an dilê wî bihêle dibe ku tu car ew kes nikaribe bi mirov re têkiliyê deyne.

Dilê bêkesan li ser hemû kesî dişewite: Kesê bê kes dilşewat e. Dilê wî li ser herkesî dişewite lewre ew pir di astengîyan re derbas dibe herwha xwew tenê dihesibîne û dibêje qey herkes wekî min e. Ji ber tenêtî kişandiye jî mirovên bêkes naxwaze kesekî din jî wekî wî bêkes bimîne.

Dilê dê bi ser dotê ye, ê dotê bi ser çiyayê Qaf de ye: Ev jî wekî “berê xweha li bira yê bira li çiya ye”. Lê îjar dê heye ku tim dilê wê li ser zarokên wê diêşe lê mixabin dizewicin diherin.

Dilê mêvana nehêl wê bi xwe herin: Mêvan çiqas tamsar bin jî, çiqas nehê0jayî hurmetê bin jî, ne hewceyî ku mirov wî biqewirîne lewre ew dê bi xwe herin.

Dilê şivan bixwaze dikare şîr ji nêrî bidoşe: Dema dilê mirovan bixwaze û xwestina kar û hezkirina kar pê re hebe dikare gelek tiştan bike û herwiha gelek rêyan bibîne. Tiştan mirov bi xwestin û ji dil bike mirovê biserkeve.

Dilê tirsonek sênga gewr nabîne: Ev gotin li ser revandina qîzan hatiye gotin. Heke xort mêr be kesa ku dilê wî tê de heye, heke malbata wê nedêyê jî wê birevîne. Lê xortê ku newêribe birevîne dê ji dildara xwe bêpar bimîne.

Dilê xezeb nagihin miradan: Dilên bi xezeb an bi kerb û zalim û lezgîn be tim zû diqedin û ji ber ku bi lez tevdigerin di nêvî de astengî li himber wan çêdibin. Her wiha nagihîjin tiştên ku dixwazin.

Dilop bi xwe cîhê xwe çêdike: Tiştên xwezayî, mirov destê nede jî ew bi xwe xwe diguherînin. Tiştin hene ku mirov divê dest navêjê ji bo ku bi xwe bijî an çê bibe, heke mirov mudaxele bike dibe ku ji dirûvê xwe derkeve û şaş çê bibe. Carinan bûyer bi awayê xwezayî çê bibin baş e.

Dims çiqas di kûp de bimîne ew qas nêzîkiyê bi sîrkê dike. Tiştê ku di dema xwe de neyê bikaranîn di demê din de rûmeta wan namîneû her diçe ji dirûvê xwe derdikevin û tu sûdeya wan namîne.Wekî her ku dims bimîne wê tirş bibe û nayê xwarin.

Dîn nêçîrvanê aqil e : Mirovê dîn aqil ji wan re wekî holîka sêlekan e. Tiştên ku bi aqil bi hiş çêdibin ji wan re ne pêwist e. Herwiha bi aqil dilîzin û wî perçe perçe dikin. Bi piranî tiştên derî aqilan dikin tiştên ku mirovê saxlem nakin ew dikin.

Dinya bi dorê ye, ne bi zorê yê: Wekî em dizanin dinya dizîvire an tu dem di cîhê xwe de nasekine çerxa felekê jî her ti li dor xwe û li dor tavê dizîvire. Ji ber wî yekî jî ew bawerî heye ku wê dora hertiştî bê.

Dinya bi gulekê nabe bihar: Her tişt wiha ye, ne dinya bi gulekê dibe bihar ne temen bi salekê diqede, ne mirov di salekê de mezin dibe û ne tu tişt bi nêvî nabe ku mirov jê re bibêje temam e.

Dinya bûye kes, kesî negotiye bes: Dinya dara hisretê ye. Wekî mirov li dinyê be ,her tim mirov hisreta tiştekî dikişîne. Mirov her tim dixwaze tiştekî bike an tiştekî ji xwe re dike armanc. Hertim bi hisreta pêşketinê ye.

Dinya gulek e, bêhn bik û bid hevalê xwe: Dinya gulek e, dinya xweş e. Divê vê dinya xweş û şêrîn mirov ji herkesî re bixwaze. Mirov ji hevalê xwe jî re bixwaze.

Dinya ji kesî re nabe yar: Ev gotin jî dibêje, divê mirov pir ji dinyê hez neke an dinya ji kesî re nabe yar û heta hetayê li dinyê kes namîne. Ji ber wê yekê jî divê mirov pir bi ser dinyê de mijûl nebe.

Dinya ji siltan Silêman re nemaye: Ev gotin jî li ser dinyayê ye ku ji kesî re namîne. Divê herkes hesabê xwe û rojekê bike ku wê bimire. Ev li alîkî din jî gef e.Ku mirov ji hinekan bixeyîde an mirov li himber zilma hinekan nikaribe serîhilde mirov vê gotinê dibêje.

Dinya ne yek û carek e: Tê wateya ku dinya bi dor e. Her tim dinya ji mirov re xerab nakeve û temen dirêj e. Dibe ku mirov rojekê jê sûdeyê wergire û rojekê mirov jî bikene.dema mirovek alîkariya mirov neke mirov dibêje, “dinya ne yek û carek e qey ewê jî li min bihesile”.

Dinya qazî ye, herkes ji xwe razî ye: Dinya li herkesî mikur tê. Herçiqas miroj ji xwe razî be jî,dinya bi mirov zane û rastî cûda ye. Wekî kes nabêje “mastê min tirş e” herkes dibêje “ya min baş e”.

Dinya siya darê ye geh li sibê ye geh li êvarê ye: Ji ber ku dinya di jiyana mirovan de girîng e û tiştekî ku mirovan ew baş fêm nekiriye, gotinên li ser dinyê pir in. Herwiha jiyana mirovan her tim bi dinyê re têkili afirandiye û gelek tişt bi baweriyan hatine holê. Ev gotin jî wekî dinya mirovan pir zû diqede û dinya pir zû dizîvire.

Dinya siya darê ye geh li vir e geh li wir: Ev jî wekî “dinya siya darê ye geh li sibê geh li êvarê ye”. Di vê gotinê de xuya dike ku mirovên berê wekî dizanîbûn, ji ber ku dinya dizîvire, siya darê jî li cîhê xwe nasekine. Ji ber wê yekê jî peywandiya siya darê û dinyayê bi hev re çêkirine.

Dinya siya darê ye, ji kesî re nadomîne: Çawa siya darê di cîhê xwe de nasekine dinya jî nasekine û ji kesî re ne daîm e,ne bê serî bê dawî ye.

Dîtin û gotin nabe yek: Ev gotin li se pratîkê hatiye gotin kû çiqas pratîk giring e. Tiştin hene ku vegotina wan ne gengaz e. Heta mirov bi çavên xwe nebîne bawer nakin .An dema gotinê mirov nikare diştinan tarîf bike lê mirov bibîne hê pir bandorê çêdike.

Divê mirov di agirê mezin de bişewite: Wekî mirov tiştek kir, mirov tiştên bi rêk û pek, tiştên ku sûdeya wan pir bifikire. Heke mirov tevlî tiştên biçûk bibe û di dawiyê de mirov ji bo wî tiştê nehêja xisarê bibîne heyf e. Divê mirov tiştên mezin bike ku hêja be.

Divê mirov girrê xwe bi destên xwe bixwrîne: Dema mirov karê xwe bi destê xwe bike dilê mirov rehet dibe. Çiqas hinekî din karê mirov baş bike jî ne wekî mirov e. Dîsa wekî ,divê mirov ji kesî tiştekî ku ji mirov re baş be hêvî neke ,divê mirov bi xwe doza wî tiştî bike û bistîne.

Divê mirov keleka xwe di avê re derbas bike: Divê mirov karê xwe zanibe û hinekî jêhatî be da ku mirov li pey hevalan li pey mirovan nemîne, mirov karê xwe bi çi awayî be bimeşîne.

Divê mirov zanibe serê mirov li ser kîjan kevirî ye: Di jiyanê de divê tim haya mirov jixwe hebe û mirov zanibe mirov çi dike an mirov bi ku de bi çi awayî dihere.

Dîwar bi guh in: Ev jî tê wê wateyê ku mirov çi karî bike divê mirov ewlekariya wê çêbike. Mirov di hundir de be jî divê mirov zanibe ku hinek dikarin li mirov guhdarî bike.

Dîwarê rast hilnaweşe: Tiştên ku mirov çê bike an karê ku mirov bike divê bingeha wî saxlem be û rast be heke ne wiha be wê xera bibe. Lê dema bingeh saxlem be bi hêsanî xera nabe. Diwe ê kûtkû qewil bên ezmûn ra astê varên

Diya diza du tira dike, yek ji kêfa yek ji tirsa: Kêfa diya diz, bê ku ji zarokê wê re tiştek aniye. Li alîkî din jî tirsa ku bê girtin jî heye.

Diya mirov tim lawa nayne: Wekî bibêje “baş be diya te nikare her tim lawa bîne an tu here yekî wekî te dibe ku neyê dewsa te”. Dîsa tê wê wateyê ku “her tim karê te baş nare” . Karê tu kesî jî her tim baş nare.

Diyeso eza tûra vûn ve wê ti biesnav:

Diz ji tariyê hez dikin: Mirovên diz rêbazên karê xwe jî dizanin. Kî çi karî jî bike rêbazên wî dizanin. Karê nebaş jî bikin dizanin wê kîjan demê û bi çi awayî bikin.

Dizê bîstana mukur tê zivistana: Hinek ku karê bi dizî an karê nebaş dikin ,dema ku êdî bibêje tiştek jê xera nabe , wê demê mikur tê û li xwe eşkere dikin , dibêjin.

Dizê talokan/petêxan payîzî bellî dibe: Dijmin bi halê dijmin nizane: Dema mirov û hinekî din dijminê hev û din be, mirov hertiştî xwe, tevgerê xwe halê xwe jê vedişêre.

Mengeni tûra veta hûnê bisya çinkivel:

Dolab hebs e tejî reqs e neqs hews e: Dolab alavên, libasên ku mirov têde hiltîne, teşî tim dirêse û dilîze, neqş jî ku mirov bi hewes (kêfxweş) be çê dibe.

Dost li pêşiya mû dipeyive û dijmin li paş mû dipeyive: Wekî dost ji dijmin jî ku bi mirov re dipeyive pir zirav dide ber mirov. Lêbelê sînorek heye, heke mirov zanibe wî sînorê zirav mirov dê zanibe ku kî dost e kî dijmin e.

Dostê bêaqil barê piştê ye: Dostê mirov heke bêaqil be ji mirov re dibe asteng û bar. Ji ber dostaniyê jî divê mirov alîkariyê jî bike. Dema serê dostê mirov î bêaqil di teşqeleyê keve mirov jî alîkariyê pê dike û serê mirov jî pê re dikeve teşqeleyan.

Dostê bava nabin dijminê lawa: Ev gotin jî gotinek feodalî ye wekî gelek gotinên pêşiyan di dema feodalî de hatiye gotin. Lewre îro rewş cûda ye, dijminê bavan dibin dostên lawan û dostên bavan jî dibe ku bibin dijminê lawan.

Dostê min dijminê postê min : Dost carinan bi xayînî benda mirov dikevin û tirba mirov dikolin, li dijminê wiha divê miqatebe, dijminê ku dost xuya dibe.

Dostê kevin hespê zînkirî ye : Hespê zînkirî be nikare devê xwe tevbide û xwarinê bixwe. Dostê kevin jî zînkirî ye , nikare li himber dostê xwe î kevin bipeyîve û xerabiyê pê bike.

Dostê te bigirîne baş e, ne ê te bikenîne: Ev tê wê vateyê ku dostê di her mercî de rastiyê ji mirov re bibêje baş e. Lewre ji bo mirov di demeke kurt de kêfê bike û dû re mirov pê bihese ku ne wiha ye, wê demê hê nebaş e û mirov bê tevdîr dimîne.

Du henek bi rastî ne: Hinek mirov hene ku raste rast gotinan nabêjin di nava henekan de bi mirov didin zanîn. Ji ber wê yekê jî du henek têkevin ser hev wateya wan î rast jî derdikeve holê.

Du kesek li serê kesekê bela ne: Kesek ji axa ku herî û hişk dibe li nava erdan re hatiye gotin. An jî ji bo ku her mirovek li serê mirovekî din belaye.

Du serî di beroşekê de hilnayê, nakelin: Seriyê sewalan ku mirov dikelîne di beroşê de ,ji beroşekê re pir e. Wateya vê gotinê ew e ku heke tiştek têrî yekî bike divê yek bikar bîne,lewre solek ji du mirovan re nabe heke bibe jî her yekî ferek dikeve. Ji ber wê yekê jî tiştê nêvî bê hêvî ye.

Duayê kûçika qebûl biba, dê ji esmanan hestî bibariyana: Wekî tê zanîn kûçik(se) berê xwe didin ezmanan û dizûrin. Tu sewal jî wekî wan nazûrin an pir nazûrin ev jî wekî diayan ku mirov bihesibîne kûçik pir dia dikin ,heke xwedê qebûl bikira dê hestî bibariya. Herwiha ji bo ku diayên mirovên nebaş xwedê napejirîne jî hatiye gotin.

Dijminê dijminê mirov dostê mirov e: Ku dijminê mirov hebe, çi xisar bigihîje wî kêfa mirov tê. Lewma ku dijminê dijminê mirov hebe mirov pê re têkiliyê datîne û li himber wî mirov dibin yek. Heke ew jî xisarê bide dijminê mirov baş e.

Dûr e, nûr e: Dema mirov ji hevdû dûr bin tim bi hisretin ku hev dû bibînin û her tim ji hevdû hez dikin. Lê dema ku mirov hertim li ba havdû be mirov di demeke kin de ji hevdû sar dibe.

Dûrî çava dûrî dila ye: Ev jî berevajî gotina “dûr e nûr e” ku mirov her ku ji hev dû bi dûr bikeve hêdî hêdî mirov hevdû ji bîr dike.

Dûvê rêvî jê re ne bar e: Dûvê rêvî ji xwe pê ve ye û jê re pêwiste.Herwiha berçavka mirovan ji wan re ne bar e.Wekî ku tiştekî ji mirov re pêwist be ji mirov re ne bar e.