Pêvek:Mîtolojî

Ji Wîkîferhengê

ADONÎS •

Adonîs

• • • • • Li gorî hindek çavkaniyan, kurê Afrodît e. Li gor hindek çavkaniyan jî, dildarê wê ye. Di mîtolojiyê de, bi delaliya xwe navdar e. Derheqê vî xortî de, gelek rîwayet hene. Yewnanî, wî wek sembola bihara bikulîk dipejirînin. • • Li gor rîwayeteke, Adonîs di dema nêçîreka berazên kûvî de miriye. Afrodît, bi mirina wî gelekî xemgîn dibe û ji Zeus, daxwaza dîtina wî dike. Zeus jî, ji bona beşekê salê; izna derketina Adonîs ya ser rûyê erdê dide. • • Dema ku Adonîs ji bin erdê (ji welatên miriyan) dertê ser rûyê erdê; wê demê rojên xweş û geş dest pê dikin, kulîlk dibişkivin û bihar dest pê dike. Jiyana wî jî, wek ya kulîlkan bisînor e. • • Lewra Adonîs dema ku digihişt dema xwe ya herî ciwan û bextewar, wê demê dimiriya. Li ser mirina wî Afrodît (Aphrodîte) û Perî şîna wî digrin û hêstiran dibarînin. Ji ber vê çendê jî, piştî rojên biharê ên xweş û geş; rojên bi baran û dadayî dest pê dikin û payîz tê. • •


AFRODÎT •

Afrodîte

• • • • • Xwedawenda evîn û delaliyê. Xwedawenda herî delal, ya kezîsor. Afrodît ew Xwedawend e ku, îksîra evînê li ser mirovan direşîne, kulîlkan dixemilîne, daran hêşîn dike û xwezayê zindî dike. • • Afrodît, Xwendawendeka berhemdêr e. Afrodît bi xwedayê Hephaîstosre dizewice, ku Hephaîstos Xwedayê agir e, hunermend e, lê Xwedayekî qob û zêde jî ne çeleng e. Delalî, bi Afrodît re dihat. • • Ba û ewrên bahozê dema çav pê diketin, dûr dibûn; kulîlk dibişkiviyan û dibû tîqetîqa pêlên deryayê. Beyî wê, keyfxweşî jî dilşadî jî nedibû. Navê Xwedawenda Afrodîteyê, di İlyadaya Homeros de wek sedema şer tê der birîn. Ji daran dara mûtikê, ji heywanan fatfatokê û carinan jî, çivîka beytikê parastiye. • •


AGAMEMNON • Agamemnon • • Di mîtolojiya yewnan de qralê Mîken e, birayê Menelaosê qralê Spartayê ye û fermandarê artêşa yewnan a ku çûbû şerê TROYAYÊ ye. • • Dema ku artêşa yewnan ji bo sefera Troyayê li Avlîdê dicivin, dinya bêba ye û qet ba dernakeve; ji ber vê yekê jî Agamemnon keça xwe ya bi navê Îphigniayê, ji bo Artemîsê Xwedayê bayê qurban dike, da ku Artemîs jî destûra bayê bide û ba derkeve. • • Di dema ser jêkirina Îphîgenîayê de Artemîs gakovîyeke ji wan dişeyne û di dewsa Îphigeniayê de, ev gakovî tê qurban kirin û Artemîs, vê kekçê di perestişhega Artemîs de dike rahîbe. • • Piştî vê yekê, Artemîs destûra bayê dide û ba derdikeve. Piştî serkeftina şerê Trovayê Agamemnon, digel Kasandraya bêdew; dizivire mala xwe. Kytaîmnestraya jina Agamemnon, bi dildarê xwe re dibe yek û mêrê xwe dikuje. Piştra, Orestsê kurê Agamemnon, diya xwe û dildarê wê dikuje û tola bavê xwe ji erdê hildide. • •


AGATHODAÎMON • Agathodaîmon • • Di baweriyên berê ên yewnan de, ew Xwedaye ku bereketê dixe axê û bajaran. Bi yewnanî Agatha- Baş û Daîmon jî, di wateya RİH de ye. • • Nivîskarekî yewnana kevin vedibêje ku, ew xwe di şeklê mirovekî de ku di destekî wî de qedeha şerabê û di destê din de jî simbila genim heye, nîşanî mirovan dide. • • Di mîtolojiya yewnan de gelek caran wiha dihat hizirkirin ku Agathodaîmon di şeklê mar de ye ku wek sembola bereketê tê dîtin. • •


AÎGEUS • Aîgeus • • Bavê Theseusê qralê Atînayê. Theseus piştî serkeftina Minotaurosê. Di dema vegera xwe ya welat de ji bîra dike ku yelkena spî ya nîşana serkeftinê bikşîne keştiyê. • • Li ser vê yekê bavê wî dema çav bi keştiyê dikeve, ji ber xemgîniya xwe; xwe ji bedenên kelehê diavêje deryayê û xwe dikuje. Ji wê rojê ve ji wê behrê re, behra Egeyê tê gotin. • •


AKHERON • Akheron • • Di mîtolojiya Antîk de navê robara dojehê ya cîhana bin erdê ye. • • Ev nav, di heman demê de navê robareka bi qetran e, ku ji avgîra Akherus dertê û tevlî behra Îonîayê (yewnan) dibe. • • •

AKHÎLLEUS

• Akhîlleus • • Kurê Peleus û Tethysê ye. Di İlyadaya Homeros û di epopeyên din de, lehengekî yewnanî ê navdar e. Diya wî ji bona ku tu carê birînan negre û birîndar nebe, bi pehnîya wî digre û wî noqê robara Styks dike. • • Ji ber vê yekê jî, ji bilî pehnîya xwe; ew ji tu dera laşê xwe, birîndar nabe û tu tîr nakevin laşê wî û tu şûr wî nabirin. Mamosteyê wî, Kentor Kheîron bû; wî fêrî tîravêtinê û başkirina birînan kir. • • Ji bo ku ew bibê lehengekî bêtirs û çeleng, wî bi mixê şêran xwedî dike. Piştî vê xweyîkirina Kentor, Akhîlleus dema ku dikeve şeş (6) saliya xwe; şêran dikuje û gakovîyan bi lingên xwe digre. Qedera Akhîlleus ew bû, ku ew di şerê Troyayê de şer bike. • • Du rê li pêşiya wî hebûn: • • Wê e wî an jiyaneke kurt, lê bi şeref û navdar bijîya; an jî, wê jiyaneke dirêj; lê bêtam û aram, bijîya. Akhîlleus, beyî ku bikeve gumanan; rêya yekemîn hilbijart, beşdarê şerê Trovayê bû û ji aliyê Parîs ve hat kuştin. • • Li gorî nêrîna Homeros; Akhîlleus, lehengê herî mezin ê yewnanî ye. • • Digel mamosteyî wî Kentor, Phoînîks jî ders daye wî û di helbesteka xwe de, wiha behsa perwerdeya wî dike: • • "Ey Akhîlleusê mînanî Xwedayan, min te anî vê qatê • Wek rihê xwe min ji te hez kir, min te gihand • Beyî min, te ne dixwest ku herî tu şahyan, • û te ne dixwest ku tu li malê xwarinê jî bixwî, • Min te derdixist ser çoka xwe, min goşt dida te, şerabê dirêjê lêvên te dikir, • te îşlikê min şil dikir, her dem li ser singa min, bêariyê dikir te, • te şerabê ji devê xwe tif dikir, • Tu nizanî min çî kişand ji destên te, tu nizanî…” • (İI. XI. 485) • •


AKTEON • Akteron • • Kurê Autonoeya keça Arîsteos û Kadmosê ye. • • Di mîtolojiya yewnan de nêçîrvanekî navdar e. • • Li gor rîwayetê, ji ber Artemîsa Xwedawenda nêçîrvaniyê tazî dîtiye, Artemîs wî kiriye gakovîyek. • •


ALCESTE • Alceste • • Keça Apîas û Anaksîbîayê û jina qral Admestos e. Apollon dema ku ji bo tolhildana kurê xwe ya Kyloplanan kuştibû, bi şivantiya kerîyên Admestos hatibû ceza kirin. • • Di dema şivantiya Admestos de, di bin bandora dilpakijiya wî de dimîne û ji Moîrneyan daxwaza dirêjkirina imrê wî dike. • • Moîrneîyan jî, bi şertekî vê daxwaza Apollon pejirandin. Li gor vê şertê, hege yekî di dewsa Admestos de jiyana xwe feda bikirana; wê ê wan jî, jiyana wî dirêjtir bikirana. • • Alkestîsa jina wî, xwe ji bo mêrê xwe feda kir. Li gor rîwayetê, Xwedayên bin erdê ji vê helwesta wê gelekî ketumet bûne û wê cardin, vegerandina dinyayê. Li gor rîwayeteka din jî ê ku Alkestîs vegerandiye dinyayê, Herakles e. • •


ALKYONE • Alkyone • • Keça Eoleyê Xwedayê bayê ye û jina Keyk e. • • Dema ku mêrê wê di dema seferekê behrê de di qezayekî de dimire, Alkyone jî; xwe diavêje behrê û dawî li jiyana xwe tîne. • • Tethys ji hezkirina van herdu dildaran ketumet bû û wan veguherande du çûkên behrî. Di nîvê demsala zivistanê de, navê du heftiyên bi tav û geş, danîne Rojên Halkyonê. • • Li gor rîwayetê di van rojan de ji bona ku Alkyone bikaribe hêkên xwe bêxe nav hêlîna xwe ya li ser pêlên deryayê, Eole nahêle ku ba rabe. • •


AMALTHEİA • Amaltheia • • Bizina ku bi şîrê xwe, Zeus xweyî kiriye. • • Rheîa wî li girava Girîtê, di şikeftekî de ji Kronos vedişêre. Di vê şikeftê de Zeus xwe bi şîrê vê bizina bisehr xweyî dike. • •


AMAZONÎ • • • Amazonî • • Amazonî, di mîtolojiyê de jinên şervan in. • • Wiha tê hizirkirin ku, li bakûra rojhilata Enedola kevin; li nêzîkê keviyên Behrareş jiya ne. Di civaka wan de tu mêr tunebû ne û dewletek serbixwe ava kirine. • • Li keviya çemê Thermedonê di bin rêveberiya qralîçeyekê de jiya ne. Herakles û Theseus, bi Amazonan re şer kirine. • • Amazonan, di şerê Trovayê de piştgiriya Trovayîyan kirine û Penthesîleîaya qralîçeya wan, di şerê Trovayê de; ji aliyê Akhîlleus ve hatiye kuştin. • •


AMBROSÎA • Ambrosîa • • Li gor yewnanên berê, teemaka Xwedayan e. • • Li gor mîtolojiyê, ji hingiv şîrîntir e û bêhneka xweş jê tê. Yên ku ji vê teamê dixwarin jî, dibûne zindebar. (nemir) • •


AMPHİTRİTE • Amphitrite • • Jina Poseîdonê Xwedayê behrê. • • Keça Okeanos û Nereusê Ji zewaca Poseîdon û Amphîtrîteyê, gelek perîyên behrê û Trîtonên, nîvmirov û nîvhesp, hatin dinyayê. • •


ANANKE • Ananke • • Di mîtolojiyê de Xwedawenda Neçarî û Qederê. • • Heta destpêka dînî Oprhîc, pê baweriya wê; gelekî kêm bû. Wisa dihat bawerkirin ku, di şeklê mirov de ye. Romaîyan, jêre gotine Necessîtas. • •


ANDROMAKHE • Andromakhe • • Keça dotmirê herêma Thebae Campusê, jina Hektor. • • Di şerê Truvayê de bavê wê, birayên wê û mêrê wê, ji aliyê Akhîlleus ve hatine kuştin. Kurê wê ê ji Hektorê dotmirê Troyayê jî, ji aliyê yewnanan ve hatiye kuştin. Vê yekê jî, bextreşiya wê zêdetir kiriye. • • Piştî şer, dema yewnanî dikevine Troyayê; ên sax jî bi xwe re dibin Yewnanîstanê. Wê demê, bextreşa Andromakhe; dibe para Neoptolemosê kurê Akhîlleus. • •


ANTAİNOS • Antainos • • Di mîtolojiya yewnan de dêwê Libyayî, kurê Poseîdon û dêaxa Gaîa. • • Di dema pêvçûna wî û Herakles de zora Herakles dibe, lê dema Herakles fêhm dike ku ew hêza xwe ji erdê werdigere, Herakles lingên wî ji erdê qut dike û wî dixeniqîne. • •


ANTENOR • Antenor • • Hevalê Prîamê qralê Trovayê. • • Îxanetê li Troyayê kiriye û bi yewnanîyan re, bi dizî li hev hatiye. • •


APOLLON

• Apollon • • Kurê Zeus û Letoyê (Latona) û birayê Artemîs. • • Di nav Xwedayê Olîmposî de wek Xwedayên Hunerên Delal û Tîrêjê, hatiye pejirandin. Apollon bi lîra xwe ya zêrîn keyfa Xwedayên Olîmposî tîne, di tîravêtinê de hoste ye, nexweşan baş dike û Xwedayekî tîrvan e. • • Dara wî, dara defneyê ye. Ji heywanan herî zêde ji deflînê (berazî derya- yûnus) û ji qîjalkê hez dike. • • Apollon, wek Xwedayê ronahiyê, ku bi tarîtiyê nizane û wek Xwedayekî rastiyê, ku bi derewan nizane; hatiye danasîn. • •


ARAKNE

• Arakne • • Keçeka bêdew a Lydyaî. • • Ji ber ku xwe ji Athenayê raser dîtiye, wê veguherandine pîrevokekê. • •


ARES

• Ares • • Xwedayê şer. Kurê Zeus û Herayê. • • Li gorî zanayiyên Homeros, Ares Xwedayekî bêrehm û bi xezeb e. Xwedayê hevalên wî; ên wek Demîos, (Tirs) Enyo, ( Keraset) Phobos, (Saw) û Erîs, (pêvçûn) her dem li cem wî ne û tu carê ji cêm wî naçin. • • Yewnanîyan ji vî Xwedayê pir hez nekirine û ji ber vê yekê jî, mirov rastê pereştişgehên wî nabe. • • Li gor Romaîyan jî Ares Xwedayekî raser bû, ader (esîl) bû û tu carê têk ne diçû. Ji heywanan, kûçik û keçelok (sîqalk, kerxur, sîqalka gurî) heywanên wî ne. • •


ARETHUSA • Arethusa • • Li Yewnanîstanê, navê perîya çemê Alpleîs. • • Alpherîosê Xwedayê çem, dil dikeve wê û dixwaze ku wê bigire. Arethusa heta girava Ortygîayê dibeze, ku nêzîkê Sicîlyayê ye û li wir, xwe diavêje bextê Xwedawenda Artemîs. • • Artemîs ji bo ku bikaribe wê ji Alpherîos rizgar bike, li girava Ortygîayê; wê vediguherîne kanîyekî. • • Dema ku Alpherîos wê wiha dibîne, gunehê wî pê tê û wê vediguherîne çemekê ku xwe berdide behra Egeyê. • •


ARGOS • Argos • • Di mîtolojiya yewnan de wateyên cihêreng wergirtiye: • • 1- Dêwê çav di ser de, ê ku her tiştî dibîne. Ji bo Herayê kar kiriye. Argos, ji aliyê Hermesê Xwedayê bayê ve hatiye kuştin û çavên wî jî, ji bo şerefa Hera, di perên tawis ve hatine daliqandin. • • 2- Kurê qralê Frîksê, bi navê Argos, keştiyeke çêkiriye. • • 3- Kûçikê Odyseus. Di dema vegera Odyesseus de, ku piştîsalên dirêj vegeriyabû welatê xwe Îthakeyê; wî nas dike û ji keyfxweşiyê dimre. • • 4- Kurê Zeus û Nîobeyê. • • 5- Paytextê herêma Argolîs. • •


ARTEMÎS

• Artemîs • • Keça Zeus û Letoyê û xweha Apollon. Xwedawenda Nêçîrê ye. • • Dara serwîyê, bo wê pîroz e. Ji hemû heywanên kûvî hez dike, nemaze ji gakovî. • •


ARİADNE • Ariadne • • Di mîtolojiya yewnan de keça Mînosê qralê Girîtê û keça Pasîphaneyê. • • Arîadne, bi armanca vekuştina Mînotauros; dibe dildarê Theseus û benikekî dide wî, da ku ew di labîrentê de winda nebe. • • Theseus piştî ku Mînotauros dikuje, wê jî bi xwe re dibe. Lê piştra li girava Nakrosê, dev jê berdide. • • Ew jî bi Arîadne Dîonysos re dizewice, ku di wê demê de li wê giravê bûye. Li gor rîwayeteke din jî Arîadne, ji aliyê Artemîs ve li wê giravê hatiye kuştin. • •


ASKLEPÎOS • Asklepîos • • Xwedayê tendurîstî û hekîmîyê û kurê Apollon. • • Ji pereştişgehên Asklepîos re Asklepîon tê gotin, ku di heman demê de ev nexweşxaneyên serdema pêşîn in jî. • • Asa wî a ku mar xwe lê pêça ye, îro jî sembola hekîmîyê ye. • •


ASİA • Asia • • Xwedawenda Çem. • • Ji zewaca Îapetos û Asiayê, Atlasê ku qubeya ezman dabû pişta xwe û Menoetîos, Epîmetheus û Prometheus, hatine dinyayê. • •


ATHENA • • • Athena • Li gor yewnanîyên berê, Athena Xwedawenda zêhna berhemdêr û şerên bi edalet e. • • Athena ew Xwedawend bû ku welatê xwe ji êrîşkaran diparast. • • Taybetmendiyeka wê a din jî, Xwedawenda bajêr bû, parastkarê şaristaniyetê, karên bi dest û çandiniyê bû. • • Ya ku yekemîn car hespan kedî kiriye, Athena ye. Ji bo şerefa wê, navê bajarê xwe danîne Athena. Mar û bûm, sembolên wê ne. • •


ATLANTÎS

Atlantîs- Atlantîde Welatekî ku winda bûye. Li gor vegotinên Platon (Eflatûn) ku, di berhemên xwe yên Krîtîas û Tîamos de qal dike; ev girav, noke avê bûye û ji holê rabûye.


ATLAS

• Atlas • • Kurê Îapetos û Asîeyê. "Klymene" • • Birayê Menoetîos, Epîmetheus û Prometheus. Bavê Pleîone û Hesperos. Li gorî vegotina Homeros, bavê Calpsoya perî ye jî. • • Di dema şerê Tîtan û Xwedayan de piştî ku têk diçe, cezayê hildana qubeya ezmanan distîne. • •


AURORA • Aurora • • Xwedawendê Spêdeyê. "şefeqê" • • Xwediyê tilîyên gulîn, qîzîna bêdew û dilxweşkera dil. • • Her sibe, ji hêla rojhilat ve deriyê ezmanan vedike û rê dide rojê. • •


AYAKS • Ayaks • • Navê du lehêngên şerê Trovayê ye. • • Aîas ê mezin, kurê qral Telamon e. Piştî Akhîlleus, lehengê duyemîn ê mezin tê hesibandin. • • Piştî mirina Akhîlleus, dema ku xanîmetên wî ên şer didin Odyesseus; Ayaks xwe dikuje. • • Ayaksê biçûk jî, kurê Lokrîs e, bi wêrekiya xwe û bi beza xwe a zû navdar e. Bi (40) çil keştiyan, beşdarê şerê Trovayê bûye. • •


BAKKHUS Bakkhus -Bacchus- Bi latînî navê Dionysos.


BAUKİS Baukis -Baucis- Jina Phîlemon. Bi hemû feqîriya xwe Baukîs û Phîlemon, mêvandariya du mêvanan dikin. Ev mêvan, Zeus û Hermes in. Li hember vê qenciya wan Zeus û Hermes jî, wan ji tofanê diparêzin. Xaniyê ku lê dijîyan, bû perestişgehek, li vê perestişgehê jiyana xwe berdewam kirin û bi dilê xwe; roja ku xwestin mirin. Piştî mirinê jî, veguheziyan daran. Dara berû û zîrfûnê. -ixlemûrê-


BELLONA Bellona Di mîtolojiya Romayê de xwedawenda serkeftin û Şer e. Bi xwedawenda Qapadokyayê û xwedawenda Nike a yewnanî re, xwediyê heman taybetmendiya ye.


BROES Broes Kurê Eosê Xwedayê Spêde. Xwedayê Bayê Bakûrî. Ev Xweda, li gor mîtolojiyê; li Thrakîayê rûdinişt.


BRONTES Brontes Kurê Gaiaya Xwedawenda axê û Uranusê Xwedayê ezmanan. Kyklopek e. Sembola wî, birûsk in.


DANAE Danae Keça Akrîsîosê qralê Argosê. Akrîsîos dema ku fêr dibe wê di pêşerojê de ji aliyê nevîyê xwe ve were kuştin, keça xwe Danaeyê; di keleha sifirê (baxir) de hepis dike. Zeus dibe baraneka zêrîn û xwe berdide nav kelehê. Danae, Perseus tîne dinyayê. Akrîsîos, keç û nevîyê xwe herduyan dixe nava sindoqekî û berdide behrê. Lê sindoq digihêje girava Sêrîphê û dê û kurê wê, ji wê belayê xwe rizgar dikin. Piştra Perseus beyî ku bizanibe dapîrê wî ye, Akrîsîos dikuje.


DANAOS Danaos Kurê Belosê qralê Misrê. Ji Misrê hatiye qewirandin û 50 keçên xwe jî "Danaîdîyan" bi xwe re dibe û ji Misrê dûr dibe.


DAPHNE

Daphne Di mîtolojiya yewnan de keçeka perî ye. Keça, Xwedayê çem e. Apollon dil dikeve wê û ew jî, ji bo ku bikaribe xwe ji Apollon rizgar bike, xwe diavêje bextê Xwedayan û Xweda, wê vedihuherînin dara defneyê.


DAPHNÎS Daphnîs Şivanekî Sicilyayî ye. Wek helbestkarê şivanan tê nasîn. Li gorî mîtolojiyê, kurê Hermes û perîya Sicilyayê ye.


DARDANOS Dardanos Kurê Zeus e. Keleha "kela" Troyayê, e wî daye çêkirin. Li Asya Navîn jî, hîmê bajarê Dardanîayê; e wî ava kiriye. Li gorî mîtolojiya Romayê Dardanos, ji eslê xwe ve îtalî ye. Tengava Çanaqaleyê, navê xwe ê berê ji Dardanos girtiye.


DAİDALOS Daîdalos Di mîtolojiya yewnan de peykertraşê navdar, wênesaz û avahîsaz. Wateya navê wî “xebitîna bi hostetî" ye. Bi kurê xwe İkaros re li Girîtê bi baskên çêkirî firîya ye û ji ber vê yekê jî, mirovê yekemîn ê ku firîya ye tê hesibandin. Di dema vê firê de İkaros, gelekî nêzîkê rojê bûye, baskên wî helîyane û tarayê behrê bûye û di behrê de xeniqîye. Li ser mirina kurê xwe Daidalos gelekî xemgîn dibe, diçe Sicîlyayê û jiyana xwe ya mayî, li wir didomîne.


DAİMON Daimon -Daemon- Ev nav, di mîtolojiyê de ji bo mirovên dahî hatiye bikar anîn. Ev mirov jî, bi wê hêza xwe ya îlahî re di çavê gel de wek Xweda hatine dîtin.


DEMETER

Demeter Demeter di destanên Homeros de bi navê "Qiralîçeya Kezîdelal" tê bi bîr anîn. Li gorî baweriya Hesîodos, Demeter "Ge- meter: Axa diya me." keça Kronos û Rheîayê ye û Xwedawendeka ji rêza duyem e. Piştî Hestîaya keça Reheîa ya duyêmîn, Demeter hatiye dinyayê. Hesîodos wiha qala wê dike: "Kete nava nivînên Demeter jî ZEUS. Xwedawenda zêviyan a ku zindîyan têr dike. Persephoneya milspî jî têr kir Demeter, Aîdoneusê Xwedayê bin axê wê revand ji hembêza diya wê û Zeusê zanyar, jêre hişt keça xwe." Demeter, sembola debr; nemaze sembola genim e.


DEUKALÎON Deulalîon Kurê Prometheus û Kelaeno û mêrê Pyrhhayê ye. Zeus rojeka ku ji mirovan aciz bû, tofanê bi ser serê wan ve şand û bi vî awayî, wan ceza kir. Deukaîlon û Pyrha, ji bo ku bi şanaz bûn; hatibûn efû kirin. Deukalîon filoqeyeke çê dike, piştî ku neh (9) rojan li ser rûyê avê dimînin; dertêne ser çiyayê Parnasê.


DEİMOS Deimos Alîkarê Xwedayê şer, Ares e. Deimos, di wateya tirsê de ye. Ew her dem li cem hevalên xwe; Enyo "Bobilat" Phodos "Saw" Erîs " Pêvçûn," Kerler û Aresê Xwedayên Mirinê, dimîne.


DÎKE Dîke

Yek ji Horayên Xwedawendên Xweza û Demê ye û sembola edaletê ye.

Homeros, navê “Dergevanên Ezman” li wan kiriye. Rêzkarî "Eunomîa" û Aştî "Eîrene", du Horayên din in.

Horaî, keçên Zeus û Themîsê ne.



DÎONE Dîone -Dîbîa- Di mîtolojiya yewnan de Xwedawendek e. Keça Uranos û Gaîayê ye. Li gorî nêrîna Homeros, Dîone; keça Zeus e û Afrîdîtê anîye dinyayê.


DRYADİ Dryadi -Hamadryadi- Di mîtolojiya yewnan de, perîyên daran in û qedera wan, girêdayê daran bû. Dema ku darek bimira, peywistbû Dryadek jî bimirana. Li gorî mîtolojiyê; jina Orpheusê bavê helbesta lîrîk jî, Dryadek bû.


DİANA

Diana Bi latînî, navê Artemîs. Keça Zeus û Letoyê. Xweha Apollon û Xwedawenda nêçîrê ye.


DİONYSOS

Dionysos Dionysos, di mîtolojiyê de Xwedayê şerab û bereketê ye. Kurê Zeus û Semeleya bergorn e. Li horî mîtolojiyê, ew du caran hatiye dinyayê. Xwediyê hêza mucîzeyan e, dikare ji axê şerab û şîr derxe.


EAKOS Eakos Di mîtolojiya yewnan da kurê Zeus û perîya Egineyê ye. Bi oldariya xwe, navdar bibû. Akhîlleusê lehengê şerê Troyayê, nevîyê wî bû. Wek mirovekî edaletxwaz, hatiye naskirin. Piştî mirinê, di cîhana di bin erdê de bûye dadger.


EGERÎA Egerîa Di mîtolojiya Romayê de Xwedawenda Zayînê.


EÎRENE Eîrene -Îrene- Yek ji wan Xwedawendên HORAÎ, ên Xwedawendên Dem û Xwezayê ye û sembola aştiyê ye.


ELÎS Elîs Kurê, Poseîdon e. [[Di heman demê de]] navê keça Endymîonê ye jî. Navê xwe daye bajarê Ellîs.


ENDYMÎON Endymîon Di mîtolojiya yewnan de xortekî çeleng e û li çiyayê Latmosê radizê.


EOLOS Eolos -Aîolos, Eole- Pasvanê Bayê. Li Eolîayê rûdinê.


EOS Eos -Aurora- Spêde -Şefeq-. Keça Heyperîon û Theîayê. Xweha Roj û Hîvê.


ERATO Erato Ji neh (9) perîyên îlhamê yek e. Keça Zeus û Mînemosyneyê ye. Perîya, evîn û helbesta lîrîk.


EREBOS Erebos Sembola cîhana bin erdê ya tarî. Kurê Khaos û Nyksê. (Şevê)


ERÎNYÎ Erînyî 3 Xwedayên xezeb û rikê, ku ji xwîna Uranos hatine afirandin. Navê wan; Alekto, 'Xezeba bêaştî' Rîrîsphone, 'Şopandina Xwînê' û Megaîra 'Hesûd ên ku nezerê dike' ne.


EUROS Euros Di mîtolojiya klasîk de û di edebiyatê de, bayê rojavayabaşûr e. Kurê Zeus û Astraeosê ye. Hesîodos, wî bi navê Argentes bi nav kiriye.


GALATEÎA Galateîa Keçeka perî a bêdew. Dêwê Kylopê ê bi yekçavî, bûye evîndarê wê.


GANYMEDES Ganymedes Xortê çeleng, kurê qralê Trovayê. Zeus wî direvîne. Li çiyayê Olîmposê di dewsa Hebe de, dibe meyger. -Ango, saqî-


GORGON Gorgon Di mîtolojiya yewnan de, yên ku pora wan ji mar e û xwediyê awirên hêwilnak in. Sê (3) Gorgon hene; Sthêno, Euyale û Medusa. Keçên Phorkos û Keto ne. Medusa bergornek bû û ji aliyê Perseus ve hatiye kuştin.


GRAZÎAÎ Grazîaî -Graces- Di mîtolojiya Romayê de navê perîyên spehîtîyê 'zerafetê' ye. Di mîtolojiya yewnan de navê wan, Kharît in. Bêdewî û dilxweşiya xwezayê û mirovan, û spehîtiya di dilê Xwedayan de, berhema wan e.


GREEÎ Greeî -Greîaî- Di mîtolojiya yewnan de navê sê (3) jinepîran e. Enyo, Peyhredo û Dîno. Keçên Phorkus û Ketoyê. Yek çavê wan tenê hebû ye û wî çavî, bi dorê bikar anîne. Perseus wî çavî ji wan stand û şewqa nexwiyakirinê jî, ji wan stand.


HADES

Hades Xwedayê welatê miriyan, ku di bin erdê de ye. Birayê Zeus e. Yek ji zarokên Kronos û Rheiayê ye. Xweda û mirov jê hez nakin, Xwedayekî hişk, bêrehm û hêwilnak e. Bi jina xwe Persephoneyê re, di qesra xwe ya di bin erdê dijîn û serweriya miriyan dikin. Kerberos ku Kûçikêkî sê serî ye, pasvaniya wî dike. Welatê bin erdê, warê gunehkara ye. Di nav Xwedayên yewnanî de ê ku yek perestişgeheka wî jî tune, Hades e. Li gorî mîtolojiyê, Xwedayekî bêrehm e. Lê rastgo û edaletxwaz e.


HARPYİÎ Harpyiî Di mîtolojiya yewnan de keçên Thaumas û Elektrayê ne. Bi bask in û sembola bahozê û mirinê ne.


HEBE Hebe Xwedawenda Ciwaniyê. Keça Zeus û Herayê. Ji Xwedayan re nektar û ambrosîayê tîne, ku vexwarinên zindetiyê ne. Herakles piştî ku tê Olîmposê û bi Herayê re li hev tê, bi Hebeyê re dizewice.


HEKABE Hekabe -Hebuba, Hecuba- Jina Priamosê qralê Troya û diya Hektor, Parîs û Polyksenayê. Piştî serfiraziya şerê Troyayê, ji layê Odysseus ve tê êsîr kirin. Li ser mirina wê, gelek çîrok hatine vegotin. Li gorî hinek çîrokan, li ser sîxêfên wê; ew ji layê yên ku wê êsîr kiribûn ve hatiye kuştin. Li gorî hinek çîrokan jî, piştî ku êsîr ketiye, wê xwe kuştiye.


HEKATE Hekate Keça Persesê Tîtan û Astreriayê. Alîkara Artemîs e. Xwedawenda Xêrxwaziyê ye. Rênîşandara, ên ku di tengasiyê de ne. Gelek caran, navê wê û Artemîs, tevlîhev dikin.


HEKATONKHEİRÎ Hekatonkheirî Lawên bi pêncî (50) serî û sed (100) milî, ên Gaia û Uranos. Kottos, Briareus û Gyes. -xezeb, hêz û saw- Uranosê ku dilê xwe ji zarokên xwe dixelidand û ditirsiya ku dawî li desthilatdariya wî bînin, her dema ku zarokekî wî dihat dinyayê, wan diavêt kûrahiya erdê, Tartaros e. -Dojehê-


HEKTOR

Hektor Li gor Homeros, kurê mezin ê Priamosê qralê Troya û Hekabeyê. Lehengekî mezin ê Troyayîyan tê hesibandin. Ji aliyê Akhilleus ve hatiye kuştin.


HELEN

Helen Jina herî delal ya dinyayê ye. Keça Zeus û Ledayê ye. Jina qralê Menelaosê qralê Spartayê. Şerê Troyayê, ji rûyê wê derketiye. Parîsê kurê Priamosê qralê Troyayê, bi alîkariya AFRODÎTÊ diçe Spartayê û ya HELENÊ direvîne û tê Troyayê. Li ser vê yekê, Menelaosê ku jina wî hatiye revandin, artêşên xwe top dike û ji Troyayê re, şer vedike. MENELAOS, di şer de bi ser dikeve û digel jina xwe ya bêdew, dizivire Spartayê û heta dawiya imrê xwe, bi Helenê re bextewar dijî.


HELÎOS Helios Kurê, Hyperion û Theiaya Tîtan. Birayê Eos 'Spêde' û Seleneyê. 'Heyvê' Xwedayê Rojê.


HEPHAÎSTOS

Hephaistos Hephaîstosê Xwedayê agir jî, kurê Zeus û Herayê ye. Bi arbûn û bêşekiliya xwe navdar e. Ji ber arbûna wî, piştî ku tê dinyayê diya wî; wî dibe diavêje serê çiyayê Olîmposê. Hephaîstosê ar, sembola xebatkarîyê ye. Aştîxwaz e. Xwe nêzîkê mirovan dihesibîne. Çiqasê li ezmanan be, hewqas jî li ser rûyê erdê ye. Alîkariya zeneetkaran dike, hesinkar û cûmkeran diparêze.


HERAKLES Herakles -Hercules- Di mîtolojiya yewnan de, wek ku di gelek mînakan de jî tê dîtin; di navbera Xweda û mirovan de derbaseyeke nerm heye. Ev yek jî nîşanî me dide ku têkiliya wan, têkiliyeke rasteqîn e. Di vê xala herî nêzîk a gihêjtinê de jî, leheng hene. Lewra ew ne Xweda bin jî, hêzên wan ê neasayî -derî adet- hene. Di pêşiya hemû lehengan de jî, Herakles tê.

Bavê Herakles, Zeus e. Diya wî jî, Alkemeneya jina Amphitryon e. "Amphitryon, kurê qralê Tirynsê; Alkaîos e." 

Hera dixwaze ku wî di dergûşa wî de bikuje. Ji bo vê yekê jî, du maran dişeyne nav dergûşa Herakles. Lê Herakles, wan dixeniqîne. Piştî ku dibe ciwanekî çeleng, bi Megaraya keça Kreon re, li Thebaîyê dizewice. Di dema dînîtiyeka xwe de, jin û zarokên xwe dikuje. Li ser vê bûyerê, wî dişeynin Tyrnsê; cem qral. Li wê derê 12 (diwazdeh) erkên dijwar ên ku qral dide wî; tîne cîh, gelek serboriyên evînê dijî û gelek caran lehengîtiya xwe nîşan dide. Dil dikeve Deîaneîrayê û pêre dizewice. Piştra, dilê wî dikeve Îoleyê jî. Deîaneîraya hesûd, îşlikeke bi jehr jêre dişeyne. Dema ku Herakles îşlik li xwe werdigre, di cîh de dimire. Rihê wî, diçe çiyayê Olîmposê û li wir, tê qebûl kirin.


HERMES

Hermes Hermes jî kurê Zeus e, diya wî jî Maîaya keça Atlas e. Hermes Xwedayekî çeleng û zîrek e. Di destpêkê de parastkarê kerîyên pez bû, Xwedayê şivaniyê bû. Lê bi demê re wesfên wî guherîn û bû Xwedayê hekîmî, bazirganî û dizîyê. Wiha tê hizirkirin ku, Hermes bi asa xwe ya ku sembola hekîmîyê bû digerîya. Du maran xwe li asaya wî a ku ji dara zeytûnê hatiye çêkirin, pêçane. Hermes di heman demê de peyamnêrê Xwedayê Zeus e jî. Bi zêhna xwe ya afiraner, di dizîyê de pispor e; tiştê ku bixwaze beyî ku haya kesî jê hebe, bi hostetî didize. Li gor mîtolojiyê, roja ku hatiye zayînê; dest bi dizîyê kiriye. Berê sibê hatiye dinyayê û heta ku bûye êvar, hemû pezên Apollon dizî ye. Li ser fermana Zeus, pezê Apollon cardin lê zivirandiye. Ji bo lêborînê jî amûrada lîrê, ku ji sê têlan pêk tê; çêkiriye û wek diyarî daye Apollon. Karekî wî ê girîng jî, parastina tendurîstiya xelkê ye û rê nîşanî miriyan dide. Di gelek destanan de navê Hermes derbas dibe. Ne Xwedayekî yekemîn e, lê wek Xwedayekî di rêza duyem de tê behs kirin.


HESPEROS Hesperos Li gorî mîtolojiya yewnan, Xwedayê stêrka êvarê -Stêrka şivanan, Zuhre, Nahid, Venûs- û welatên rojhilatê ye. Rê nîşanî mirovan dide û qencîyê dide wan.


HESPREİDÎ Hesperidî -Hesperides- Li gorî mîtolojiya yewnan, keçên Zeus û Themsiyê ne. Li gorî mîtolojiyê, ew li wê dera ku roj diçe ava dijîn û di bexçê Xwedê de, pasvaniya sêva zêrîn dikin.


HESTİA

Hestia -Vesta- Li gorî mîtolojiya yewnan, keçên Zeus û Themsiyê ne. Li gorî mîtolojiyê, ew li wê dera ku roj diçe ava dijîn û di bexçê Xwedê de, pasvaniya sêva zêrîn dikin.


HORAÎ Horaî Xwedawendên Dem û Xwezayê. Homeros wan wek 'Dergevanên Ezmanan' bi nav dike. Navê wan Eunomia "Rêzdarî", Dike "Edalet" û Eirene "Aştî" ye. Sê keçên Zeus û Themis in.


HYDRA Hydra Di mîtolojiya yewnan de ejderê bi neh (9) serî. Di heriya, axa Lerna de jiya ye. Serên wî, bê mirin in. Ji layê Herakles ve hatiye kuştin.


HYMENAÎOS Hymenaîos -Hymen, Ymene- Di mîtolojiya yewnan de Xwedayê Zewicandinê. Kurê Apollon û Perîyeka îlhamê ye. Wek xortekî çeleng, ku di destê wî de meşaleyeka vexistî ya dawetê heye, tê taswîr kirin.


HYPNOS Hypnos Di mîtolojiya yewnan de Xwedayê Xewê. Kurê Nyks "şev" û Erebos "Taritî" e. Ew û Thanatos "mirin" cêwî ne. Li gorî efsaneyê Hypnos, bibû evîndarê Endymionê. Bi awayekî çavvekirî, her dem evîndara xwe radizîne û wiha jî, bênavber li çavên wê temaşe dike.


ÎAPETOS Îapetos Tîtan ê mêr, ji zewaca axê û ezman, hatiye dinyayê. Ji zewaca Îapetos û Asîeyê jî, Atlasê ku qubeya ezman dabû ser pişta xwe, Menoetîos, Epîmetheus û Prometheus, hatine dinyayê.


ÎLİOS

İlios Kurê Heyperîon û Theîaya Tîtan, birayê Eos "Spêde" û Seleneyê. "Heyv- Hîv" Xwedayê, Rojê ye. Carinan, Xwedayê Helîos û Apollon tevlîhev dikin.


ÎRA Îra Yek ji wan navê Xwedawenda Herayê ye. Jin û xweha Xwedayê Zeus. Keça Kronos û Rheiayê. Di mîtolojiyê de, ew wek Xwedawenda malbat û zewacê hatiye pejirandin. Di mîtolojiyê de Hera, Xwedawendeka hesûd e û her dem, dilketiyên Zeus; tehdît dike. Li ser heqareta Parîs, dibe dijminê bajarê Troyayê. Bi navê İlithya û Hebeyê, du keçik û bi navê Hephaistos û Ares, du lawên wê ji Zeus hene. Herçiqas Hera ne Xwedawendeka şervan be jî, carinan em dibînin ku bi kesayetiya xwe ya şervaniyê; derketiye pêş.


KADMOS Kadmos Di mîtolojiya yewnan de lehengek e. Yek ji wan qralên Thebaî ye. Kurê Agenor û Telephassa ye. Zeus dikeve kirasê gayekî û xweha wî direvîne. Bavê Kadmos, wî li pey xweha wî dişeyne, da ku wê xilas bike. Lê Kadmos, bi ser nakeve.


KALÎPSO Kalîpso "Calypso" Li gorî nêrîna Homeros, ew perîyeka deryayê ye. Keça Atlas e. Odysseus, dertê girava Calypso û li wir, heft (7) salan êsîr dimîne. Piştî hêvîyên Athena, Zeus; fermana rizgarkirina wî dide Hermes. Dema ku Hermes fermana Zeus digihîne Kalîpso, Kalîpso wî azad dike.


KALLÎSTO Kallîsto Keça Lykaon. Hevala Artemîsê.


KASSANDRA Kassandra Keça Prîamosê qralê Troyayê û Hekubeyê. Apollon bûye dildarê wê, kahîntiyê fêrî wê kiriye. Piştî serkeftina şerê Truvayê, Agamemnon; Kassandraya bêdew jî digel xwe dibe malê. Lê Klytaîmnesta jina wî, herduyan jî dikuje.


KASTOR Kastor û Polydeukes Du lehengên yewnanî ên mîtolojîk. Bi navê Dîoskurî, hatine nasîn. Li gorî rîwayetê, zarokên Zeus û Ledayê ne. Kastor, bi kedîkirina hespên kûvî û Polydeukes jî bi gulaşa milan, navdar dibe.


KENTAUR Kentaur -Kentavros- Di mîtolojiya yewnan de heyînên gir, ên nîvmirov û nîvhesp in. Wek lawên Îksîon hatine nasîn. Rojekî dema ku Kentaur xwe nêzîkê jina Herakles dike, Heraklês wî bi tîrên xwe birîndar dike û xwîna wî, xwe diavêje îşlikê Herakles. Piştî ku îşlikê Herakles dibe bi xwîn, îşlik dişewite. Herakles ji bo ku bikaribe xwe ji vê êşê rizgar bike, agir bi komek ezing ve vedixe û xwe diavêje nav alavên agir. Piştî mirinê jî, diçe çiyayê Olîmposê cem Xwedayan.


KERBEROS Kerberos -Tserber- Di mîtolojiya yewnan de kûçikê hêwilnak ê bi sê serî, ku pasvanê derîyê dojehê ye. Yên ku tênê ber derî û dixwazin ku bikevine hindirû, bi nermahî pêşwazî li wan dike. Lê ên ku dixwazin derkevin ser rûyê erdê, bi hêwilnakiya xwe êrîşê wan dike û nahêle ku derkevin ser rûyê erdê. Li gor Hesîodos jî, pêncî (50) serê wî hene. Li ser fermana Xwedayan, Herakles carekî wî derxistiye ser rûyê erdê û piştra, carekê din wî biriye bin erdê.


KETO Keto Keça Behrê. Bi birayê xwe ê rasteqîn re zeciwî ye û ji vê zewacê Greeî, Gorgon û Hesperîd, çêbû ne.


KEYKS Keyks Mêrê Halkyoneyê. Kurê Eosphoros. Dema ku ew di qezayeka behrê de dimire, jina wî jî li hember vê bûyerê xwe nagire û xwe dikuje. Tethys, li wan tê rehmê û wan vediguherîne du çivîkên behrê, ku ji wan re Halkîyon hatiye gotin. Di nîvê demsala zivîstanê de navê du heftiyên bi tav, danîn rojên Halkîyon. Li gorî rîwayetan, di van rojan de bo ku Halkyone bikaribe hêkên xwe berde nav hêlîna xwe ya ku li ser pêlên behrê ye; Eole, bayê hiş dike.


KHAOS

Khaos Li gorî peresana "ewrîma" Antîk, valahiya ku beriya mirov û Xwedayan hebû. Lê di rastiya xwe de, di mîtolojiya yewnan de Khaos; bi tememî ne valahiyek e. Ew çavkaniyek e û di naveroka xwe de, kaniya afirandina mirov û Xwedayan diguncîne. Ango, dihewîne. Bi vî awayî, berî her tiştî; Gaîa (Xwedawenda Axê) tê afirandin. Ji Khaosê Nyks (şev) û Hemera (roj- dijberê şevê) û Aîther, çêdibin.


KHÎMAÎRA Khîmaîra

Di mîtolojiya yewnan de cinawirek e. Dema ku diqîre, alav ji devê wî der diçin.



KLYDON Klydon Li Aîtolîayê, bajarek e.


KRONOS

Kronos Tîtanê herî biçûk, kurê Uranos "Asîman" û Gaîayê "Dêya Ax" ye. Kronos, sembola demê ye.


KYBELE

Kybele Di mîtolojiya Roma û Enedolê de, diya Xwedayan. Qerektera wê, li Phyrgîayê derketiye holê û piştra, heta Yewnanîstanê çûye. Li cem yewnanîyan, navê Rheîa wergirtiye.


KYLOP Kylop Di mîtolojiya yewnan de, dêwên bi yekçav in. Zarokên Poseîdon û Amphîtrîteyê ne. Kyklop ji Xwedayan ne ditirsiyan, zilimkar bûn û bi goştê mirovan xwe xweyî dikirin. Li gor Homeros, Kyklop şivanên qorsan in û di şikeftan de dijîn. Di dema vegera Odysseus ya ji şerê Troyayê de, Kyklopê dêw; dibê êsîrê Odysseus û Odysseus, bêgav dimîne ku wî bikuje. Dema ku Poseîdon bi kuştina kurê xwe dihise, hezar bobilatan tîne serê Odysseus û zilamên wî. Li gor Hesîodos, Kyklop sisê ne û zarokên Gaîa û Uranos in. Brontes, Steropes û Arges. Ango gure gura ewran, çirûsk û birûsk. Ji aliyê bavê xwe hatine hepiskirin, lê piştra Zeus wan xilas kiriye û di şerê Tîtanan de alîkariya wî kirine. Li gorî rîwayetekî jî Kyklopan, kurê Apollon kuştibûn. Li ser vê yekê Apollon, wan dikuje û tola xwe ji erdê hildide. Li gorî hindek rîwayetan jî Kyklop, alîkarê Hephaîstosê Xwedayê agir bûn û li cem wî hesinkariyê dikirin.


KİRKE Kirke Di mîtolojiya yewnan de jina sêhirkar. Keça Perseîsa perîya behrê. Di destana Odysseusa Homeros de, Kirkeya bêdew. Şerabê dide hevalên Odysseus û wan vediguherîne berazan. Lê Xwedayê Hermes diçe hewara Odysseus, giyayekî dide wî û nahêle ku ew veguhere berazan.


LAOKOON Laokoon Rahîbê perestişgeha Apollon. Li Troyayê, rahîbvaniyê kiriye. Kurê Antenor e. Li gorî rîwayetê Laokoon, ji Troyayîyan gotiye; "Hepsê darinî nêxin hindurû." Lê Troyayîyan, bi gotina wî nekirine. Ev tevgera Laokoon, Xwedayan gelekî aciz dike. Di rojaka ku Laokoon, bi zarokên xwe Antiphas û Thymraos re diçe keviya behrê, Athena marekî dêwîn bi ser wan ve dişeyîne û wan dide kuştin. Vê bûyera xemnak, gelekî bandor li xelkê kiriye û babet, bi wêne, peyker û helbestan, hatiye derbirîn.


LAPİTH

Lapith Mirovên dêwîn, ên ku li Thessaliayê jiyane.


LARA

Lara

Perîya, çemê Lauium.

Ji ber guhbeliya wê, ku pevşabûnên Zeus ên bi Xwedawendên din re ji Herayê re vedigot; Zeus zimanê wê biriye û wê şandiye bin erdê.

Wezîfeya birina wê ya bin erdê jî, didine Hermes. Lê Hermes, di rê de dil dikeve vê perîya lal; wê cardin dibe dinyayê û pêre dizewice.



LARVÎ Larvî Di mîtolojiya Romayê de rihên xeternak, ên ku bela serê mirov in. Li gor rîwayetan, li ser destê wan her dem kundek (bûm) hebûye, ku nîşaneka bêoxiriyê têne hesibandin.


LEDA

Leda Keça Thestiosê qralê Etoliayê. Jina Tyndarosê qralê Spartayê. Zeus, dil dikeve wê û di şeklê qubebaz de, diçe cem wê û xwe li bin qirasê wê dide. Kastor, Polydeukes û Helen, zarokên wê ne.


LEMA Lerna -Lerne- Di navbera Argolîs û Lakoina de, navê goleka avgîr e. Wezîfeya duyemîn ya Herakles ew bû ku, ejderê ku di vê golê de bû; bikuje. Ev ejder, heftserî ye û serê wî ê navîn, bêmirin e. Herakles, wî dikuje.


LETHAEUS Lethaeus Navekî din ê Eros e.


LETO

Leto Diya Apollon û Artemis. Leto ji bona ku bikaribe zarokên xwe bîne dinyayê, direve girava Delosê. Lê Hera zihayekî bi ser wan ve dişeyne û gelek zordestiyan li wan dike. Lê piştî ku Apollon hebekî mezin dibe, vî zihayî; bi tîra xwe ya bisêhr dikuje û li çiyayê Olîmposê di nav Xwedayan de, wek Xwedayê Tîrêjê û hunerên Delal, tê pêjirandin. Di helbestên yewnanî de wek Xwedayekî tîrvan, hekîm û hunermend, qala wî hatiye kirin.


LÎBER Lîber Yek ji navên Dionysos e. Wek Xwedayê Şerabê û Sermestîyê, tê pejirandin. Ji pevşabûna Zeus û Semeleya keça Kadmosê qralê Thebiayê, Dionysos tê dinyayê. Hera, ji Semeleyê Zeus dihezide û di şeklê jinepîrekê de wê dixapîne. Semele ji Herayê bawer dike û ji Zeus dixwaze ku, ew bi hemû semyana (îxtîşama) xwe; xwe nîşanî wê bide. Zeus wê naşkêne û Semeleya ku ji birûskan gelekî ditirse, zaroka xwe ya heft (7) mehî tera dike. "Zaroka wê, ji ber diçe." Lê Zeus, destûra mirina Dionysos nade û carekê din wî tîne dinyayê. Nymphenên li çiyayê Nyssayê, wî mezin dikin. Xwedayekî gelek bihêz e û bi destan dikare gayekî, an jî bizinekî ji hevdu perçe bike. Dionysos, wek damezranerê hunera şanoyê, tê hesibandin.


LOTOPHAG Lotophag Gelek î, mîtolojîk in. Di dema vegera Troyayê de Odysseus, çûye welatê vî gel ê efsanevî.


LUKİFER Lukifer -Lucifer- Navekî din ê Phosphorosê stêrka sibehê.


LUNA

Luna Li cem Romaîyan, navê Xwedawenda heyvê. Yewnanî, jêre dibêjin Selene.


LYSSA Lyssa Keça Şevê. Sembola hêrs û xezebê ye.


LİTA Lita -Lites- Xwedawendên dûa û lawelawê ne û keçên Zeus in.



MARS Mars Xwedayê Şer e. Romaîyan, vî navî lê kirine. Kurê Zeus û Hera ye. Li gorî Homeros, Xwedayekî dilhişk, bêrehm û rikdar e. Hêvalên wî Deimos, "Tirs" Enyo, "Bobilat" Phobos, "Saw" Eris "Pêvçûn" û Kerên du Xwedayên mirinê, her dem li cem wî ne. Yewnanî ji ber ku jê heznedikirin, tu perestişgehên wî ava ne kirine.


MARSYAS Marsyas

Li gor mîtolojiya yewnan, Satirosekî Phyrgiayî ye. Athena, bilûrê îcad dike û wê diavêje.

Marsyas bilûrê dibîne û xwe fêrî lêdana wê dike.

Piştra, ji bona pêşbirkekî bang li Apollon dike û di pêşbirkê de zora Apollon dibe.



MEDUSA

Medusa Medusa yek ji sembolên girîng ên bajarokê Dîdîmê "li herêma Egeyê, bajorekek" ye û yek ji wan sê cinawirên bin erdê ên mê ye, ku bi navê Gorgona têne nasîn. Ji wan sê xwehên cinawir, bi tenê kezîmara Medusa bergorn "bi mirin e" e û yên ku lê mêze dikin, Medusa wan di cîh de dike kevir. Ji ber vê yekê jî, di dewra Antîk de bi armanca ku wê ê wan biparêze; li pereştişgeh û warên taybet; gelek wêne û peykerên Medusayê hatine çêkirin. Di çanda Antîk de, di derheqê jiyana Medusa de, çend rîwayetên cihêreng têne vegotin. Wê em ê rîwayetên, ku heta roja me hatine veguhezînin we. Di van rîwayetan de xaleka hevpar heye, ku ew jî ev e: serê Medusayê ji aliyê Perseus ve, hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Ji xwîna wê jî hespê bi bask Pegasos û Khrysaor, çêbûne. Di perestişgeha Apollon de jî hatiye xwestin ku peykerên Medusa werin çêkirin, lê ji ber ku temamkirina perestişgehê gelekî dom kiriye; peykerên Medusayê nîvco mane û wisa jî hatine heta roja me. Ji wan peykeran yek, ku baş hatiye parastin û heta roja me hatiye; li hewşa perestişgeha Apollon ya li Didîmê, tê pêşan dan. Ji bilî perestişgeha Didîmê ya Apollon, çend peykerên Medusayê, li Stenbolê; li sarnica di bin erdê de “Yerebatan sarnicî” jî hene. Ev peykerên Medusayê, li bakûra sarnicê ne û ji serdema Romayê mane.


MEGAİRA Megaira -Megaera- Yek ji wan Erinyîyên ku ji xwîna Uranos hatine afirandin. Xwedawenda Rikdarî û Xezebê ye, nezêrê dike.


MENELAOS Menelaos

Di mîtolojiya yewnan de qralê Spartayê. Birayê Agamemnon û mêrê, Helenayê. Piştî ku Parîs Heleneyê direvîne, şerê Troyayê dest pê dike.

Menelaos bi zîrektiya xwe, di şer de bi ser dikeve û Heleneyê, ji destê Parîs rizgar dike.



MENTOR Mentor

Kurê Alkimos. Hevalê Odysseus. Di dema çûna şerê Troyayê de Odysseus, kurê xwe Telemakhos; emanetê wî dike.

Athena, xwe dixe qirasê Mentor û şîretan li Telemakhos dike.

Navê Mentor di mîtolojiya yewnan de, di wateya "Mirazê Zanyar, spardegir û fîlozof" de hatiye bikar anîn.



MERKUR Merkur -Mercurius-

Bi latînî, navê Hermes e. Hermes, Xwedayê Bayê ye. Bavê wî Zeus û diya wî jî, Maiaya perîya baranê ye.

Filoqeyên wî ên bi bask û kalpaxekî wî ên bi bask heye û di destê wî de jî asayekî digerîne. Hermes, nûçegihanê Xwedayan e.



MÎDAS

Mîdas Qralê Phrigiayê ê efsanevî. Bi dewlemendiya xwe navdar e. Rojekî qencîyeke bi Dionysos re dike û li ser vê qencîya wî; Dionysos radigehîne wî, ku wê ew mirazeka wî bîne cîh. Midas jî jê daxwaz dike, ku ew dixwaze dest bide çî; ew veguhere zêr. Dionysos, vê miraza wî tîne cîh. Lê bi demê re hemû tiştên ku Midas dest dida wan; zindî û mirov jî, hişk dibûn dibûne zêr. Li ser vê yekê, Midas ji Dionysos dixwaze ku vê sêhrê ji holê rake. Dionysos, vê miraza wî jî tîne cîh. Piştî ku Midas, diçe û xwe di çemê Patokles de dişû, sêhr ji holê radibe. Ji wê rojê ve, qûma di binê çem de; wek zêr dibiriqe. Li gorî rîwayeteka din jî di pêşbirka muzîkê ya Apollon û Marysas de, ji bo ku raya xwe nedaye Apollon; Apollon guhên wî gelek mezin kirine û wî kiriye guhker.


MNEMOSYNE Mnemosyne

Di mîtolojiya yewnan de Xwedawenda Hiş e.



MORPHEUS

Morpheus Di mîtolojiya yewnan de Xwedayê Xewnê. Kurê Hypnosê Xwedayê xewê û Şevê.


MOİR Moir

Xwedawendên Qederê ne. Sê Xwedawend, qederê bi rê ve dibin. Lakhesîs, beriya zayînê qedera mirov kişf dike, Kilotho vê qederê dihone û Atropos jî, wan tîne cîh.



MUSAÎ Musaî

Di mîtolojiya yewnan de perîyên muzîk û îlhamê ne. Wiha tê hizirkirin ku, Musayên nûewil; perîyên avê ne. Keçên Zeus û Mnemosyneyê ne.



MİNERVA

Minerva Romaîyan vî navî, li Athena kirine. Li gorî yewnaniyan Athena, Xwedawenda Şerên bi edalet û zêhna berhemdêr e. Athena, welat ji êrîşên dijminan diparast û di heman demê de, Xwedawenda bajêr bû jî û bajarê Athenayê diparast. Ya ku yekemîn car hespan kedî kiriye, ew e. Ew Xwedawenda hunerên bi destan û çandiniyê ye jî. Mar û kund, sembolên wê ne. Navekê wê ê din jî, Pallas e.


MİNOS Minos

Qralê Girîtê. Kurê Zeus.



MİNOTAUROS Minotauros

Kurê Minos e. Navê zindîyekî laşmirov û serîga, ye.



NAÎDAÎ Naîdaî Navê perîyên kanî, jêderk û newalokan in û bi navê Nympheî jî têne nasîn. Ev keçên gelekî bêdew jî, wek mirovan; bergorn in. Li gorî hinek rîwayetan, keçên Zeus in û li gorî hinek rîwayetan jî, keçên Okeanos in.


NARKİSSOS

Narkissos -Narciss, Narcissus- Di mîtolojiya yewnan de, xortekî çeleng e. Wî veguherandine kulîlka nergizê.


NEKTAR Nektar

Şereba Xwedayan. Bi vexwarina Nektarê, ew dibûne heyînên zindebar. (Bêmirin) Li gor HOMEROS, Nektar dişibe şerabê û rengê wê jî, sor e.

Tehmeka wê a şêrîn û bêhnxweş e. Hebeya sembola delalî û ciwaniyê, ji Xwedayan re ambrosîa û şerabê belav dike. Li gor hinek nivîskaran, nektar xwarin e û ambrosîa jî, vexwarinek e.



NEMESİS

Nemesis Keça şevê û Xwedawenda Tolhildanê ye. [[Di heman demê de]] wiha tê hizirkirin ku, ew Xwedawenda edaletparêzî û rewiştê (exlaqê) ye jî.


NEREİDÎ Nereidî


Navê, keçên Nereus û Doris in. Nereidî, perîyên deryayê ne. Yer yek, sembola wesfeka pêlên deryayê ne.

Glauke di wateya Şîn, Thalia bipêl û Kyomodeke jî, di wateya livdarî de ye. Ên herî navdar, Galaia û Thets in.



NESTOR Nestor

Kurê Neleos û Doris, ê herî bihêz e. Herakles dema ku yazde (11) birayên wî dikuje, bi tenê ew xwe jê rizgar dike û dibe qralê Pylosê.



NYPHE Nymphe Di mîtolojiyê de ew perî ne ku li çiyayan, daristanan û newalokan dijîn. Diya piraniya lehengan, Nymphe ne.


ODYSSEUS

Odysseus Qralê İthakeyê. Fermandarê, şerê Troyayê. Hespê darinî ê ku ya Troyayîyan têkbir, e wî îcad kiriye. Di dawiya şerê Troyayê de, demaka dirêj bo vegera welatê xwe têdikoşe. Xwe ji Polyphemosê dêw, Kirkeya efsûnbaz û Perîya Calypso, xilas dike û digihêje İthakeyê.


OKEANOS Okeanos Tîtanek e. Kurê Uranos "ezman" û Gaiaê "ax" ye. Wek sembola behran, tê zanîn.


OKENAİD Okeanid Keçên Okeanos. Xwedawendên kanî û newalokan.


OLYMPOS

Olympos Di mîtolojiya yewnan de, çiyayê ku Xweda lê dijîn. Li vî çiyayê qesrên Xwedayan hene, ku ji aliyê Hephaistos ve hatine ava kirin. Xweda û Xwedawendên Olîmposê; Zeus, Hera, Athena, Ares, Hephaistos, Apollon, Artemîs, Afrodît, Hermes, Hestia, Demeter û Hebe ne.


OREAD Oread Di mîtolojiya yewnan de, navê perîyên çiya ne.


ORESTES Orestes Kurê Agamemnon û Klytemenestrayê. Birayê İphigenia û Elektrayê. Diya wî bi dildarê xwe re dibe yek û bavê Orestes dikujin. Piştra, Orestes jî diya xwe û dildarê wê dikuje û tola bavê xwe hildide.


ORKOS Orkos

Bi latînî, navê Hades e. Xwedayê welatê bin erdê. Birayê Zeus û kurê Kronos û Rheiayê. Ji aliyê mirov û Xwedayan ve, tu carê nehatiye hezkirin.

Hades bi jina xwe Persephoneyê re, di qesra xwe ya bin erdê de dijî.



ORPHEOS

Orpheus Kurê Oiagrosê qralê Thrakiayê. Yewnanî, wî wek stranbêjekî dinasin. Apollon, lîra xwe diyariyê wî kiriye û Musayan jî muzîkê fêrî wî kirine. Ji muzîka wî ne tenê heywan, heyînên ne zindî jî ketumet bûne.


ORTHİA Orthia Nasnavê Artemîsa Xwedawenda Nêçîrê.


ORİON

Orion Di mîtolojiya yewnan de lehengê Bolotiayê. Kurê Poseidon û Eurialeyê. Xwediyê laşekî dêwîn û rûyekî çeleng bûye.


OİDİPUS

Oidipus Kurê Laiosê qralê Thebaiyê û İokasteyê. Li gorî efsaneyê; rojaka ku Laios ji bo Apollon qurbanekî serjê dike, kahînek radigehîne wî ku wê xwîna wî ji aliyê kurekî wî ve were rijandin. Li ser vê yekê Laios, dema ku kurê wî Oidipus tê dinyayê; dest û lingên wî girê dide û wî dibe serê girekî berdide. Qral Polybos, Oidipus dibîne û wî mezin dike. Ji kahînên Apollon, yekî ji wî re jî vegotibû ku wê ew rojekî bavê xwe bikuje. Li ser vê yekê Oidipus, rojekî ji mala xwe dertê û beyî ku bizanibe kiye, bavê xwe dikuje û bi diya xwe İokasteyê re dizewice.


PALAİMON Palaimon Kurê İO. Xwedayekî behrê ye. Li gorî rîwayetê, pasvan û alîkarê, keştîvana ye.


PALLAS Pallas

Navekî din ê Xwedawenda Athena ye.



PAN Pan Di mîtolojiya yewnan de Xwedayê daristan, deşt, şivan û kerîyên pez e. Kurê Hermes û Penelopeyê ye. Di yewnanî de di wateya "tev- hemû" de ye. Keçeka perî, dil dikeve Xwedayê Pan. Lê Xwedayê bayê, Boreas, dixwaze ku bi destekarî pê şa bibe. Ew jî ji bo ku bikaribe xwe rizgar bike, xwe vediguherîne dareka çamê. Ji ber vê sedemê Xwedayê Pan, her dem li bin siya dara çamê bêhna xwe vedide. Darên çamê jî, dema ku hênikba radibe, kûr kûr dinalin û bi siya xwe, Xwedayê PAN ji germahiya rojê diparêzin.


PANAGEA Panagea Navekî Artemisa Xwedawenda Nêçîrê ye. (Diane) Keça Zeus û Letoyê ye. Xweha Apollon e û Xwedawenda Nêçîrê ye. Dara selwîyê, ji bo wê pîroz e. Ji hemû heywanên kûvî, nemaze ji gakovîyan hez dike.


PANAKEİA Panakeia

Xwedwenda Tenduristîyê. Wek Asklepiosê kurê Apollonê, ew jî bi hekîmîyê mijûl dibe.



PANDAMAN Pandaman Navêkî din ê Hephaistosê Xwedayê agir û hunermendîyê ye. Di nav hemû Xwedayan de ê herî ar, (ne delal) ew bû ye. Di demeka afirandina heyînan de Hera dibîne ku, ew heyînên gelekî ar diafirîne. Li ser vê yekê, wî ji ezman diavêje xwarê û ew, seqet dimîne. Lê li ezmanan û li ser rûyê erdê jî, hatiye hezkirin û Xwedayekî dilnerm bûye. Bi Athenayê re, di jiyana bajarî de rolekî mezin leyîstiye. Adrodîta bêdew, pêre dizewice û di vê mîtê de peywistiya, bihevrabûna huner û evînê, tê derbirîn.


PANDORA

Pandora Piştî cezakirina Prometheus Zeus; mêran jî ceza kirîye. Zeus bi armanca ku wê bibe çavkaniya hemû xirabiyan, jinê diafirîne. Zeus ferman dide Hephaîstos û jê dixwaze ku, jinê bi axê û avê re bihecinîne û wan bike wek Xwedawendan. Athena, bedena xwe bi xemlên lihevhatî dixemilîne. Fêrdariya nexşan û raçandina kumaşan fêrî xelkê dike; piştika xwe a xemilandî, li pişta xwe girê dide. Afrodît, bi delalî û spehîtiya xwe; aqilê mêran ji serê wan dibe. Kharîtî, xwe bi gerdeniyên zêr dixemilînin. Horaî, porên xwe bi kulîlkan dixemilînin. Peyamnêrê Hermes jî, zêhneka cinanî (şe##) û destbikarîya xapandinê, dide jinê û wê fêrî axaftinê dike. Di herî dawî de Zeus ji bo ku, rih bide jinê ferman dide çar (4) texlîdên bayê; da ku ew biwezîn. Navê Pandorayê, li vê jinê kirin. Pandora tê wateya "Diyariya hemû Xwedayan." Zeus kutîkeke devdadayî dide destê Pandorayê û wê dişeyne cem Epîmetheus. Prometheus beriya vê bûyerê birayê xwe hişyar dike, da ku ew tu diyariyan ji Zeus qebûl neke. Epîmetheus guh nade şîretên birayê xwe û li hemberê delaliya Pandorayê, xwe nagre û pêre dizewice.Heta ku Pandora ne hatibû dinyayê, mirovan xirabî, nexweşî û tengasiyê; nas nedikirin. Hemû xirabî, di qutîyê de hatibûn bicîh kirin. Xeletiya mezin jî, vekirina devê qutîyê bû. Pandora ji ber meraqa xwe, devê qutîyê vedike û êş, nexweşî, kalîtî, hesûdî, dînîtî, bêsincî û birçîtî, dertêne derve û li ser rûyê redê belav dibin. Tiştekî tenê di qutîyê de dimîne, ku ew jî Hêvî ye. Hêvîya ku li hemberê hemû tengasî û nexweşiyan, wêrekiyekê dide mirovan.


PAPHİA Paphia Navêkî din ê Afrodît e.


PARMASSOS Parnassos

Kurê Poseidon û Kledorayê, ku keçeka perî bû. Lehengê ku navê xwe daye jîngeha Apollon, çiyayê Parnassos.

Di mîtolojiya yewnan de ev çiya, wek jîyangeha Apollon û Musayan, tê zanîn.



PARİS

Paris -Aleksandros- Di mîtolojiya yewnan de kurê Priamasê qralê Troyayê û Hekabeyê. Beriya ku lawê xwe bîne dinyayê, Hekabe xewnekî dîbîne û di xewna xwe de dibîne ku, topeka alavê tîne dinyayê û ev alav, hemû bajêr dişewitîne.

Dê û bavê Parîs, vê xewnê wek xebera xeteriyekê dipejirînin û piştî ku ew tê dinyayê, wî diavêjin dereka bajarê İdayê. Şivanek wî dibîne û wî mezin dike. Piştra Zeus jê dixwaze ku, ew di pêşbirka yekemîn ya delaliyê de bibe dadger û yekê hilbijêre.

Di dawîya pêşbirkê de Afrodît, wî dixapîne û dibe Xwedawenda herî delal. Li ser teşwîq û ji rêderxistina Afrodît, diçe bajarê Spartayê û Helena bêdew direwîne û tê Troyayê.

Li ser vê tevgera wî, şerê Troyayê dest pê dike. Di dawiya şer de, Parîs tê kuştin û bajêr jî tê hilweşandin.



PATAROS Pataros Kurê Lykiaya keça Apollon û Ksanthosê. Navê wî, li bajarê Patarayê kirine.


PEGASOS

Pegasos

Hespê efsanevî ê bi per. Dema ku Perseus serê Medusayê jê hilkir, Pegasos ji zikê wê der çû.

Hespê Pegasos wek hespê Musayan û sembola hunerê hatiye dîtin.



PELEUS Peleus

Bavê Akhilleusê lehengê navdar. Qralê Phintie.



PENELOPE

Penelope Jina Odysseus. Diya Telemakhos. Piştî şerê Troyayê, Odysseus, bi salan ji mala xwe dûr maye. Lê Penelope, her dem girêdayî wî maye û tu xiyanetê, bi Odysseus ne kiriye. Penelope, sembola dilsozîyê ye.


PENTHESİLEİA

Penthesileia Qralîçeya Amazonên efsanevî. Keça Ares û Otrerayê. Di dem aşerê Troyayê de Amazonî, piştgirê Troyayîyan bûn û li cem wan, ketin şer.

Pentahesileia di şerê Troyayê de, ji aliyê Akhilleus ve hatiye kuştin.



PENTHOS Penthos

Xwedayê keser û êşê.



PERSA Persa -Perseis-

Keça Theyts û Okeanos. Perîya deryayê. Ji zewaca wê ya bi Roj (Helios) re, sê zarokên wê çêbûn: Kirke, Aeetes, Pasiphae.



PERSEUS Perseus Kurê Zeus û Danaeyê ye. Li gor efsaneyê dema ku Akrisios fêr dibe ku, wê di diwarojê de ji layê nevîyê xwe were kuştin; keça xwe di keleha sifirîn de hepis dike. Lê Zeus, dibe baraneka zêrîn û xwe berdide nava kelehê. Danae, Perseus tîne dinyayê. Akrisios, Perseus û diya wî dixe nava sindoqekî û bi behrê ve berdide. Sindoq digêje girava Seriphê û law û kur, xwe ji vê belayê rizgar dikin. Piştra Perseus beyî ku bizanibe dapîrê wî ye, Akrisios dikuje. Medusaya Gorgon jî, ji aliyê Perseus ve hatiye kuştin.


PERSOPHENE

Persophene -Persephone-

Keça Zeus û jina Hadesê Xwedayê cîhana bin erdê.



PHANTOTOS Phantotos Kurê Xewê. Xwedayê ku dikare vebiguhere teht, ax, çem û heyînên ne zindî. Hawirdorê wî, bi maran hatiye rapêçandin.


PHOBOS Phobos

Hevalê Ares, ê ku tu carê jê venaqete. Sembola tirsa mirovî ye. Phobos, di wateya "Saw" deye jî.



PLEİADÎ Pleiadî

Navê heft keçên Atlas û Pleioneyê. Xwedayan, wan kirine stêrk.



PLOUTOS Ploutos

Kurê Demeter û İason. Xwedayê dewlemendî û malhebûnê. (serwetê)



PLUTON Pluton

Bi zimanê latînî, navê Hadesê Xwedayê bin erdê û dojehê.



PODARKES Podarkes

Navê din, ê Priamosê qralê Troyayê.



POLYDEUKES Polydeukes

Lehengekî mîtolojiya yewnan e. Cêwîyê Kastor e. Bi navê Dioskurî, hatine nasîn.



PONTOS Pontos Kurê Poseidon. Navê xwe daye Behrareş.


POSEİDON


Poseidon

Xwedayê behr, zindîyên behrê û hemû robaran. Birayê Zeus. Ji keçên Zereus, bi bêdewa AMPHİTRİTE re dizewice.

Ji vê zewacê gelek perî û Trîtonên nîvmirov û nîvhesp, têne dinyayê. Triton li pipîka xwe ya behrî dixin û tofana avê, haş dikin.

Nereidên keçên Nereus jî, her dem li hawirdorê Poseidon in. Nîvê laşê wan masî û nîvê din jî mirov e. Poseidon dema ku asa xwe ya sêserî diavêje, di deryayê de bahozên mezin diafirîne.



POTHOS Pothos Kurê Afrodît. Sembola xwesteka eşqê ye. Hevalê Eros e û tu carê jê venaqete.


POİBOS Poibos

Navekî din ê Apollon e.



PROMETHEUS

Prometheus Prometheus, ji nîjada Tîtaniyan e. Li gor vegotina Hesîodos; Tîtan kurê Kleymeneyê ye, ku keça Îapetos û Okeanos e. Çar (4) kurên Îapetos çêdibin; Atlas, Menoîtîos, Prometheus Û Epîmetheus. Epîmetheus beravajiya Prometheus, xwediyê kesayetiyek berçewt (dij) bû û bi navê "Şahê Nebikêrhatiyan" dihate nas kirin. Navê jina Prometheus, li gor nêrîna nivîskaran cihêrengiyeke nîşan dide. Bi giştî navê Kelaîno, an jî Klymene tê bikar anîn. Sê zarokên Prometheus hene: Deukalîon, Îykos û Khîmaîreus. Lê tê gotin ku bi navê Aîtnaîos, Helen û Thebede; sê zarokên wî ên din jî hebûne. Li gorî vegotineke din jî, Prometheus agir ji kana (ocağa) Hephaîstos, dizîye. Dema ku Zeus bi dizîna agir dibihise, gelekî aciz dibe û ji bo cezakirina mirovan û parastkarê wan Prometheus, li rêbazên nû digere.


PROTEUS Proteus

Kurê Poseidonê Xwedayê behrê û Phenikeyê. Li gor mîtolojîyê; wî bi diwarojê, paşarojê û bi dema niha jî dizanibû, lê ji tu kesî re qise ne dikir.



PRİAMOS Priamos

Di dema şerên Troyayê de, qralê Troyayê bû. Ji 50- an zêdetir kurên wî û nêzîkê vê hejmarê jî, keçên wî hebûne. Parîs û Hektor jî, kurên wî ne.



PSYKHE

Psykhe Giyan (Rih). Jina Eros. Zindetiya (herhebûnî) xwe bi dest xistiye û li çiyayê Olîmposê jiyayê.


RHEİA

Rheia Tîtanek e. Keça Gaia û Uranos e.


ROMULUS Romulus û Remus

Du cêwîyên mîtolojîk. Kurên Mars û Rea Silviayê. Di dema zarokatiyê de, wan berdane çemê Tiberê. Dêlegurek wan dibîne û şîr dide wan. Piştra, şivanekî bi navê Picus wan dibîne û wan dibe mala xwe û wan mezin dike.

Di qedera wan de, avakirina bajarê Romayê hebû ye. Piştî ku mezin dibin, li ser damezrandina bajarê Romayê şer dikin û şerê birayan, bi mirina Remus dawî dibe. Romulus, dibe avakarê bajarê Romayê û qralê Romayê ê yekemîn.



SATYR Satyr Di mîtolojiya yewnan de Xwedayên ji rêza duyem, ên çolwaran. (çolter, pesar, şepal, qir: Devera ku vekiriye, dijberê daristan û çiyayan.) Li warên bêmirov dijîn. Guhtûj, pozpehn, lingbizin, bidûv û hemû laşê wan bi pirç e. Bi navê Silenan jî têne nasîn. Li gorî rîwayetekî, xulamên Dionysos in. Romayîyan, wan wek Xwedayên daristanan bi nav kirine.


SELEN

Selen Di mîtolojiya yewnan de Xwedawenda Heyvê. Keça Tîtanên Heyperion û Theiayê. Xweha Helios "Roj" û Eos. "Spêde."



SÎREN

Sîren Di mîtolojiya yewnan de heyînên zindebar ên derexwazî. Li ser hejmar û navê wan, gelek rîwayet hene. Çavkaniya wan, baweriyên cihêreng ên gel in.


SPHİNKS Sphinks

Di mîtolojiya yewnan de aferîdeyekê bibask. Sing û rûyê wê, dişibe ê jinan û gowdeya wê dişibê şêran û baskên wê jî, dişibin ên teyran.



STYKS Styks -Styx-

Navê robara welatê miriyan, welatê bin erdê.



SİLENOS Silenos Dema ku Satyrên Xwedayên Çolwaran kal dibin, vî navî werdigrin.


TANTALOS Tantalos

Di mîtolojiya yewnan de kurê Zeus û Ploutoyê. Li Rojava Enedolê, qralê Lydiayê. Serwerê çiyayê Sipylosê (Manîsaya îroyîn) bû.

Bi Dioneya, keça Atlas re zewiciye. Keça çemê Paktalos, Eurnassa jî jina wî bû. Pelops û Niobe, zarokên wî bûn.

Xweşdîtina Xwedayên Tantalosê, bi awayekî xirab bikar anî û bi êşeka mezin, hat cezakirin.



TELAMON Telamon

Di mîtolojiya yewnan de bavê Ayaksê mezin û qralê Aiginayê. Di gelek şeran de li cem Herakles, ketiye şer.



TELEMAKHOS Telemakhos

Kurê Odysseus û Penelopeyê. Dema ku Odysseus diçe şerê Troyayê, kurê xwe; emanetê Mentorê hevalê xwe dike.



TELEPHOS Telephos

Di mîtolojiya yewnan de, kurê Herakles. Akhilleus di şer de, wî birîndar dike. Kahînek bi zenga rimê, wî sax dike.



TELKHİN Telkhin Zarokên Rojê. Sembola bûyerên volkanîk in. Bi yek awirekî, mirovan di bin sehra xwe de dihêlin. Efsûnbaz in jî.


TELLUS Tellus

Romayîyan, vî navî li Gaiayê (axa diya me) kirine.



TETHYS Tethys

Jina Okeanos. Diya sê hezar (3000) keçên bêdew ên Okenaidî. Diya Akhilleus e jî.



THEBAİ Thebai

Bajarekî navdar e ku ji aliyê Kadmosê Boiotiayî ve hatiye damezrandin.



THEBE Thebe

Navê lehengeka jin a Kilikyayî. Keça Adramys. Li gor efsaneyê diyar dike, ku wê ew bi wî mêrê ku di pêşbirka bezê de zora wê bibe re bizewice.

Herakles, zora wê dibe û pêre dizewice.



THEMİS Themis Keça Uranos û Gaiayê. Xwedawenda zagon, kevneşopî, ırf û adetan. Bi Zeus re dizewice û Horayan, Parkayan û ya Metis tîne dinyayê.


THESEUS Theseus

Yek ji lehengên herî mezin ên yewnanî. Kurê Aigeusê, qralê Atînayê ye.



THEİA Theia

Keça Uranos (Ezman) û Gaiayê (Axê).



THRAKİA Thrakia

Welatê Ares, ba û Orpheus. Broesê Xwedayê Hênikbayê, li vir rûniştiye. Orpheus, kurê Oiagrosê qralê Thrakiayê ye.



TÎTANÎ

Tîtanî Navê şeş (6) kurên bira ên Tîtanî. Zarokên Uranos û Gaiayê ne û şeş kur û şeş, keç in.



TÎTANİDESÎ Tîtanidesî

Navê şeş (6) keçên xwehên hevdu ên Tîtanî.



TRESİAS Tresias Kahînê herî navdar ê zemanê berê. Ji bo ku Athenayê tazî dîtiye, Athenayê çavên wî kor kirine.


TROYA


Troya

Bajarekî kevnare. Di mîtolojiyê de, bi şerên Troyayê tê bi bîr anîn.



TROİLOS Troilos

Kurê Priamosê qralê Troyayê û Hekubeyê. Ji aliyê Akhilleus ve hatiye kuştin.



TRİTON Triton

Kurê Poseidon û Amphitriteyê. Xwedayê Behrê.



TİTYOS Tityos Dêw e, kurê Zeus û Elarayê ye. Zeus ji bo ku Elarayê bikaribe ji xezeba Herayê biparêzê, wê di bin erdê de di şikeftekî de vedişêre. Lê piştî demekî, Elarayê dimre û erd, Tityos xwedî dikin. Bo vê yekê jî, ji Tityos re kurê erdê tê gotin.


ULTİO Ultio

Heyf (tol). Keça Ether (Hewa) û Gaiayê (Erdê).



URANOS

Uranos Xwedayê herî kevin. Mêr û kurê Gaiayê. Ji zewaca wî û Gaiayê; Brontes, Steropes û Argesên (Gura gura ezmanan, Çirûsk û Birûsk) sê Kyklop; Kottos, Briareus û Gyesê Hekatonkheirên bi pêncî serî û sed milî, (Xezeb, Hêz û Saw) û diwazdeh Tîtanên ku şeşên (6) wan mêr û şeşên (6) wan jî jin in; hatine dinyayê.


URANİA Urania

Navê Nympheyên ku li ezmanan in. Berpirsiyarê, birêvebirina ezman in.



İANUS İanus -Janus- Li gorî baweriya Romaîyan, İanus Xwedayê ber derîyê malan bû.


İLÎON İlîon -İlîos, Troya, Truva, bajarê Troya-

Navê keleha Troyayê ê kevin ku niha li tengava Çeneqeleyê, li aliyê Enedolê ve 25 km di hindurû de; nêzîkê gundê Hîsarcîkê ye.

Şerên Troyayê, li vir qewimî ne. Li gor rîwayetê, navê kurê qralê Tros û li gor hindek rîwayetên din jî, navê kurekî Dardanos; Îlîos bû. Bajarê Îlîonê, navê xwe ji Îlîos girtiye.



İLİTHYA İlithya

Keça Zeus û Herayê û Xwedawenda Zayînê ye. Li pêşiya ducanîbûtiya gelek jinan de bûyê asteng û gelek êşan bi wan daye kişandin.



İNAKHOS İnakhos Di mîtolojiya yewnan de qralê Argolîsê û bavê İoyê ye. Poseîdon herêma Argolîs rizgar kiriye û wî ceza kiriye.


İO İo Di mîtolojiya yewnan de, keça qral û Xwedayê çem, İnakhos e. Di destpêkê de tê zanîn ku İo keçeka bêdew bû û li perestişgeha Herayê rahîbetiyê dikir. Zeus, wê dibîne û dil dikeve wê. Piştra jî, ji bo ku bikaribe wê ji xezeba Herayê biparêze; wê vediguherîne golikekê. Dema ku Hera bi vê bûyerê dihise, golikê hepis dike û Argosê dêw jî, dike parastkarê wê. Argos dêwek e, ku xwediyê sed (100) çava ye û di bin fermana Herayê de dixebite. Hermesê Xwedayê bayê, Argosê dêw dikuje. Çavên wî jî, pirçên çûka tawis a Herayê dixemilînin.


İOBAKKHOS İobakkhos

Yek ji wan navê Xwedayê Dionysos e, ku wek Xwedayê şerabê tê pejirandin.



İONE İone -Yuno- Yek ji wan navên Herayê ye. Hera (Junon) Xweh û jina Zeus e û keça Kronos û Rheîa ye. Hera di mîtolojiya yewnan de wek Xwedawenda parastkarê malbat û zewacê tê dîtin.

Di mîtolojiya yewnan de Hera, Xwedawendeka hesûd û zalim e. Tu carî nepejirandiye ku, meyla Zeus here Xwedawend an jî jinên bergorn û bi berdewamî, wan tehdît kiriye.

Ji ber ku Parîsê Şivan di pêşbirka sê (3) delalan de Xwedawenda Venûsê ya yekemîn hilbijartibû, Hera gotinên nebaş jêre gotiye û piştî vê bûyerê, bûye dijminê bajarê Troayê.

Du keçên Hera bi navên Îlîthya û Hebe û bi navê Hephaîstos û Ares du kurên wê ji Zeus hene, ku Hephaîstos Xwedayê kar û bar û Ares jî Xwedayê şer tê dîtin.

Her çiqas Hera ne Xwedawenda şer be jî, carinan tê dîtin ku ew ê kesayetiya xwe şervan derxistiye pêş.

Ji heywanên pîroz, çêlek û tawisê hez dike û diparêze. Bajarê wê jî, Argos e.



İPHİGENEİA İphigeneia

Keça Agamemnonê qralê Mikenê. Artêşa yewnan ji bo sefera Truvayê dema ku Li Avlîdê kom dibe, Agamenon wê demê ji bo ku Artemîs bayê derbixe; dixwaze ku keça xwe bike qurban.

Di Dema serjêkirina İphigeneiayê de Artemîs, rê nade vê yekê û ji bo qurbankirinê, gakovîyeke ji wan re bi rê dike û di dewsa keçikê de gakovî tê qurbankirin. Keçik, li perestişgeha Artemîs dibe rahîbe û Artemîs, bayê azad dike.



İRA İra

Yek ji wan navê Xwedawenda Herayê ye. Jin û xweha Xwedayê Zeus. Keça Kronos û Rheiayê.

Di mîtolojiyê de, ew wek Xwedawenda malbat û zewacê hatiye pejirandin. Di mîtolojiyê de Hera, Xwedawendeka hesûd e û her dem, dilketiyên Zeus; tehdît dike.

Li ser heqareta Parîs, dibe dijminê bajarê Troyayê. Bi navê İlithya û Hebeyê, du keçik û bi navê Hephaistos û Ares, du lawên wê ji Zeus hene. Herçiqas Hera ne Xwedawendeka şervan be jî, carinan em dibînin ku bi kesayetiya xwe ya şervaniyê; derketiye pêş.



İRAKLİS İraklis

Navekî din ê Herakles e.



İRENE İrene -Eirene, İren-

İrene, yek ji wan Xwedawendên Horaî ên Xwedawendên Dem û Xwezayê ye û sembola aştiyê ye.

Homeros Horaîyan, bi navê "Dergevanên ezmanan" bi nav dike. Du Horaîyên din jî, Eunomia "rêzkarî" û Dike "edalet" ne. Horaî, keçên Zeus û Themis in.



İRİS İris Keça Thaumas û Elektrayê. Peyambera nûçeya mizgîniyê û Xwedayan. Sembola keskesorê ye, ku erd û ezman bi hevdu re girê dide. Wezîfa wê e we ku, nûçeyan bigihîne Xwedayan. Di rojên rohnî de dema ku hûrbaranek dibare, cilên xwe ên herî xweşik li xwe werdigre û ji Xwedayan, mizginiyan digihîne mirovên bergornî.


İSMENE İsmene

Jina Antigone. Keça Oidipus û Jokosteyê.



ZEFİR Zefir -Vorias- Xwedayê bayê bakûrê rojhilatê, Hênikba (Poyraz). Kurê, Astreos û Aururayê (Spêde) ye. Notos (Başûr) û Astir (Stêrk), birayên wî ne.


ZEUS

Zeus Di çanda Antîk ya olî de, Xwedayê herî mezin tê hesibandin. Kurê Rheîa û Kronos e. Ji ber gotina Gaîa û Uranos, ku gotibûn wê ji nevîyên me yek di nav zindebaran de bibe qral; Kronos hemû zarokên xwe yên ku têne dinyayê dixwe. Lê Rheîa diya Zeus nêzîkê ku wê ê wî bîne dinyayê, direve girava Girîtê û li çiyayê Îdayê di şikeftekî de wî tîne dinyayê. Dema ku Kronos lawê xwe jê dixwaze, Rheîa kevirekî li paçekî dipêçe û dide Kronos. Kronos beyî ku ji tiştekî gumanê bike, paçê dadiqurtîne. Piştî demekî Zeus, zora bavê xwe dibe û birayên xwe ji zikê wî derdixe derve. Bi vî awayî pêvajoya serweriya nifşa sêyemîn ya Xwedayên Olîmposî, dest pê dike. Serweriya azmanan dibe para Zeus; birayê wî Hades dibe Xwedayê bin erdê û birayê wî Poseîdon jî dibe Xwedayê deryayê. Zeus baranê dibarîne, birûskê û teyrokan diafirîne. Di şerê Troîayê de xwediyê rolekî mezin e. Şerê Troîayê, li ser serê çiyayê Îdayê îdare kiriye. Hemû tişt bi fermanên wî pêk tên. Carinan Akhaî û carinan jî Îroîaî bi ser dikevin. Zeus fermanên xwe, bi alîkariya teyran digihîne mirovan. Li gor rêbaza firîna teyr, fermanên wî; an bierênî an jî, bi neyînî têne şirove kirin. Dema ku rewşa Akhaîyan xira dibe, Agamemnon wiha lawlawê ji Zeus dike: • "wiha got, gunehê Zeus bi rondikên wî hat • Got bila têk neçe artêşa wî, • teyrê xwe firand; di nav çivîkan de a herî şaşnebar e ew • Xezalek di lepên wî de hebû, xezalê avêt ber deriyê gorîgeha xweşik ya Zeus, • li wê derê Akhaîyan ji bo Zeusê zanyar, qurbanan didan. • Têgihiştin ku Zeus ew teyr şandiye, dema ku çav pê ketin, • bêrawestan Troyaîyan êrîş kirin, aqil û fikrê wan, li ser şer bû."



Çavkanî: www.felsefevan.com