Pêvek:Hezarav

Ji Wîkîferhengê

Hezarav ferhenga mijarî ya li ser avê nivîsîna mamosta Perwîz Cîhanî ye. Mijara Hezarav ser Nefel.com

Ab :F. Av, aw, ow, ov,ûv, deriya, çem, G: Fanûsê qefes wemayî bê tab, Gulzarê beden wemayî bê ab. Xanî. Çi eser dê li berê xare biket qetreyê ab, Qelemê(n) me bi du sê qetreyê zuhha dê çi ket? Sebr û sikûn çûne me nîv Dicle da, Lew ji du çesman me dizêt abê Nîl. M.Cizîrî .

Ab û gil: av û gil, av û 'herrî, birîtîye ji mirov û lasê mirovan, G:Agir di ab û gil diket, Qelban ji qelban hil diket, Mitqeb di can û dil diket...M.Cizîrî. Abco: abico, abê co, aveco, avco,ava cehi, vexwarokeke, ku ji ava cehi ya meyandî dest ve tê.

Abdar: abidar, avdar, tista ku av lê/tê da heye, G: Ev mêwe eger ne abdar e, Kurmancîye ew qeder li kare Xanî.

Abdarxane: avdarxane, qawexana dîwanxanê, çayîxana dayîrê.

Abdestxane: destavxane, destavgeh, destsoyî, 'edabxane, mewal, towalêt.

Abdux: avdix, abdûx, avdew, avedew, çeqilmast.

Abê 'heyat: ava 'heyatê, ava jînê, ava ku dibêjin li cîhekî tarî da ye û herkesê ku ji wê avê vexo, namirt û dê hetahetayî bijî, dibêjin Xizir vexwarîye, lê Iskender li dû ra çû, peyda kir û anî lê nebû para wî, G: Ji 'inayet nezerê xasse ku her misre'i û beytek, Qede'hên abê 'heyatê ne disê'ira me lebaleb. Destgîrê te nebit Xizrê 'inayet li qidem, Nagehî abê 'heyatê bi du 'esker Eliyas. M.Cizîrî.

Abê 'heywan: ava jînê, G: Ma Melayî ez lebê le'il abê 'heywan bit nesîb, Qudsîyan ragirtîyin destê du'ayê rast û çep. Abê 'heywan te divêtin tu bibe hemrehê Xizri Camê Cem bîn û ji Dara û Sikender meke be'hs. Abê 'heywan te divê rast binosî sebê qedrê, Dest ber gerdenê pirrpêç û xemê zulfê duta be. Li dêmê sunbulan serdan, çevîn ser sosin û werdan, Li mahê 'eqreban gerr dan, Di ser da abê 'heywanê. Bi ser engustê 'eqîqî bide fîncana re'hîq, Abê 'heywan te çîyin nav ji kewser meke be'hs. M.Cizîrî. Ger tesneyî evhe abê 'heywan, Wer xesteyî hate ser te Luqman. Xanî.

Abê çesm: F. Ava çavan, hêsir, G: Derê meyxaneya 'êsqê seher 'arif zîyaret kir, Bi abê çesm û xûnê dil vizû best û 'teharet kir. M.Cizîrî.

Abê girî: ava girînê, hêsir, G: Dilê yarê me nebû nerm bi sed abê girî, ji dilê dilberê ma û berê mermer meke be'hs . Dilê yarê me nebû nerm bi sed abê girî Eserê dê çi biket ab bi sed qetre li seng. M.Cizîrî.

Abê gulgul: ava gulgulî, birîtî ye ji hêsirên xûnîn, G: Se'hna rezî bû hewayê bulbul, sadab dikir bi abê gulgul. Xanî.

Abê kewser: ava kewserê, gorekî ragehandinên ayînî navê kanîyekê ye li bihîstê da, G: Her rewze riyazê xuldê ekber, Her çêsme ji 'eynê abê kewser. Xanî.

Abê rewan ava rewan, ava herrik: Abê rewan min dîye sê'ira Mela... M.Cizîrî.

Abê zemzem: ava zemzemê, ava zimzimê, aveke ku gorekî vegotinên ayînî, dema ku Hacera hevsera Îbrahîm pêxember li Mekê da Îsmaîl îna cîhanê,

Abê zindeganî: ava jînê, G: Nageh birrijit ji asimanî Serçêsmeyê abê zindeganî. Mem tesne tu abê zindeganî, Mem murde tu canê cavidanî. Xanî.

Abê engûr: abiengûr, ava tirîyan, birîtî ye ji meyê, G: Saqî sewisîn bi abê engûr, Mutrib herisîn bi seytê sentûr. Xanî.

Abgîne: avgîne, avkîne, avgûne, avwêne, awêne, sûse, G: Qet mumkine ab û abgîne, Evrrenge neket qebûlê kîne. Xanî

Abgost: avgost, abgûst, ava gosti, gostin, xwerekeke ku ji gost, nok, sêvik, pîvaz, firengî/badmcanê sor û...çê dikin.

Abgûst: avgost.

Abico: abco, avco.

Abirrû: avirrû, ava rûyi, birîtî ye ji seref û namûs û mezinatîyê, G: Ava ku dê avrrûyê bibe, venxo. GP.

Abirrûmend: xudanabirrû, avirrûdar, bi avirrû.

Abisxor: delav, derav, ew cîhê ku ji bo avvexwarina ajelan çê dikin, birîtî ye ji cîhê destvehat û dahatekê.

Acarr: avcarr, avcirro, ew gîhayê ku pistî dirûnê li ber hegera avdan yan jî baranê carek dî sîn dibe. Sînatîya payîzê ku li ber hegera avdanê yan li ber hegera baranê sîn dibe. Ji acarra kutaya payîzê ra zîrçe dibêjin. Ji acarra once û korînganê ra emisk dibêjin.

Ade: avder, ew cîhê ku ji avê dere. Cizîre, Turk jî evê peyva kurdî weke hezaran peyvên dî yên kurdî bi kar dibin. Li nav toreya gelîrî ya kurdî da gelek caran em rastî peyva ade û bi taybetî ade ya heft be'hran tên. Weke çîrrokên Mîrze Muhemed û dêwan.

Ajinêkirin: avjenîn, avjenîkirin, somekarîkirin, soberberîkirin, melewanîkirin, xwe li avê dan...

Arav: sêlav, ava pîs, ava ku pistî sûstina tistekî dimîne.

Arjîn: avrijîn, rastkirin û belavkirina avê bi currekî hindî hev li ser zevîyekê.

Asiyab: asiyaw, asê avê, G: Eflak misalê asiyabin, Hemware bi çerx û inqilabin. Xanî.

Asîyaw: s. Asiyab, asê avê.

Aş digere bi avê, law dike karê bavê

aş disuxule bi avê, law digre şûna bavê. Gp.

Aşê dînan bê av digere. Gp.

Av bi avê vedijî. Gp.

Av bi dîwari ve nakise/hilnakise. Gp.

Av li gewrîyê, gewrî xeniqî. Gp.

Av agirî ditemirîne.Gp.

Av anîn : anîna avê, anîna avê ji çem yan 'kanî yekê,G: Meskê dikêm li 'kolanê, Avê tînim bi fîncanê, malxê dixûne qur'anê, ...kiçik gula reyhanê, kurrik razaye li heywanê, qerewas gêzka hewsanê, berdestk miskê hebanê, xulam kerê kotanê...TG.

Av ava lêja, gost gostê gêja, nivîn, nivîna dirêja. Gp.

Av avadanîye /avahîye. Gp.

Av avadanîyê /avahiyê dîne. Gp.

Av avedanîyê tîne.GP. hebûna avê nîsaneya avadanîyê ye. Av li ku hebe imkana avadanî û pêsketina komelgehê zortire.

Av avîtin ser çavan: birîtî ye ji sûstina dest û çavan.

Av avîtin: av rijandin, rijandina ava zêde bo derva…

Av ber bi avahîyan diçe.GP.

Av ber bi avayan diçe .GP.

Av ber bi hevrazî ve naçe. GP.

Av ber bi xwarê diçe. GP.

Av berdan bin kesekê/î .Av berdan bin qûna kesekî. Bw. Av li bin kesekê/î girêdan, av li bin kesekê/î qelibandin, birîtî ye ji zirar gîhandin, xapandin, dexesî pê kirin û lêpandina kesekê/î, her wisan kavilkirinê jî digehîne.

Av berdan: berdana ava cok yan çemekî li ser cîyekî. Rijandina avê, dijberî Av girêdanê.

Av bêhna agiri diçikîne .GP.

Av bêy hevdu nexwarin: Bw. Gelekî hejî hevdu kirin. Birîtîye ji peywendî ya bitew û bas.

Av bêy sere'kanî nabe.GP. Her tistekî bo xwe binêse û sere'kanîyek heye. Eve gotinek abûrîye. Wate ta ku sere'kanîya dahata mirovi tunebe, nabe ku mirov bedmizaxîyê bike. Herwisan ji wan mirovên zana ra ku kisandine binemala xwe ra jî dibêjin.

Av bi av bûn: Bw.reng guhestin. Guhestina rewsekê. Guhestina av û hewayê. Ji bo mebesta vehesiyanê ji cîyekî yan welatekî bo cî yan welatekî dî çûn.

Av bi bêjingê nayê pîvannê /hilçinînê/civandinê. GP.

Av bi bêjingê pîvan:Bw. kirina karekî bêhûde û bêçine. Av bi bêjingê hilçinîn, hilçinîna avê pê bêjingê, birîtî ye ji kirina karên bêhûde û bêçine û bêakam.

Av bi çokan da çûn. Bw. Birîtîye ji pê hesîyan û agadarî yê.

Av bi devi ketin:Bw. Av li devi ketin, birîtîye ji dilbijîyan û xwazîkê.

Av bi dîwarî va hilnakise. GP.

Av bi gemê va vexwarin: Bw. bi gemê va av xwarin, av vexwarina pêrroyan bi gemê va, birîtî ye ji dîtina sextî û dijwarî û tengî û çelemeyan . bo nimûne dibêjin filankesê hê , Av bi gemê va venexwarî ye. Wate neketî ye tengî û çelemeyan.

Av bi ser ra çûn : av li ser ra çûn, nist bûn.

Av bikeve cîhê teng, deng dide. GP. birîtî ye ji wê hindê ku av her çend tişteke ron û nerm û rewan û zelale,lê gava ku dikeve tengavî û gîrodarîyê, dengê vêzarîya wê jî bilind dibe.

Av birreve, nan birreve, tu pê ra negîjî. NF.

Av bisekine, agir bisekine tu nesekine. Bw. Birîtîye ji lez û bezê.

Av bixwe rî ya xwe vedike.Gp.

Av bo layê avadanîyê diçe. GP.

Av cîhanê bibe, nade gûzeka/gîzeka wî/ê. Bw.Gp. Av dunyayê bibe,nade gûzeka wî/ê. Gp. Bw. birîtî ye ji sersarî û bêxemî û neagadarîyê.

Av çikiyan: av mirçiqîn, kuta bûna avê.

Av çikîn: kes yan tista ku avê diçikîne, birîtîye ji kes yan ajelên ku gelekê avê vedixon.

Av çiqasî kêm be, cew/co zuha nabe. GP.

Av çûn li bin kesekî/ê: birîtîye ji hatine xapandinê, derdan û torrandin.

Av çûn: herrikîna avê. Av ber bi avayan diçe. GP.

Av dabe bin qûnê: birîtîye ji neagadarî yê. avê daye binqûnê hay ji xwe nîne.

Av dane ber: av lê zêde kirin, av berdane ser tistekî.

Av dane hesin: hesin avdan. Hesin ji avdanê dibe pola.Gp. Hesinê avdayî, birîtîye ji mirovê ku gelek tengî û talî dîtîye û li kûre ya derd û belayan da pijyabe.

Av dane der: av dêlandin, av nistandin.

Av daran ji rîsalê hil dike jî, daran sîn dike jî. GP.

Av derxistin: av kisandin, av li erdê derxistin, çêkirina bîran û derxistina avê ji erdê.

Av dêlandin: av dane der, av nistandin.

Av di cîhê nizim da diçe. Gp.

Av di cîhê zirav da vediqete. Gp.

Av di conî da kutan.Bw.kutana avê li conî da, birîtî ye ji kirina karekî bêhûde û bêçine û bêakam.

Av di gewrî yê da neçûn.Bw. neçûna avê di/li gewrî yê da. Birîtîye ji nexosîya tund.

Av di golan da bimîne genî dibe. GP. Av di golê da bimîne, bîhno dibe. Her tist eger gelekê li cîyekê da bimîne ji buha û giranîya wê kêm dibe. Heylo av bi wê ronî û rewanîya xwe eger li golekê da bimîne û neherrike bêhin dikevê û genî dibe.

Av di golê da, kebanî li malê da. GP. Bw. Birîtîye ji malhazirî yê.

Av di/li gerdenê da xûya kirin. Bw. Av li gerdenê/qirrikê, gewrîyê da, mejû li tilî yê da xûya dike. Birîtîye ji nazikî û nazenînî û cuwanî û bedewî yê. Tenê ji jinikan ra tê gotinê.

Av dibihore, xîzê li sûna xwe dihêle. GP.

Av diçe avanîyê. Gp.

Av diçe bi guj û pêle, xîzê li dewsa xwe dihêle. GP.

Av diçe, lê as li cîhê xwe da dimîne. GP.

Av diçe, xîz li dewsê dimîne./Av diçe, xîz dimîne. GP. Mirovê mezin diçin, neçî li sûna wan dirûnên.

Av digerre, digerre, ku cîhek berjêr dît diherrike. Gp.

Av diherrike, cewa xwe çê dike. GP.

Av dihurmice, se dimirrice, herkes ser eslê xwe diçe. GP.

Av dilop dilop keviran/asinî kun dike. GP.

Av dilop dilop dibe gol. GP.

Av dinive, neyar nanive. GP.

Av dizane avedanî li kuye. GP.

Av dizane binavî li kuye. GP.

Av dizane binavî(gol,xwerina giran, tista ku hatîye dizînê, gostê bizina pîrê) li ku ye. GP.

Av dizane di bin wê da çi heye. GP.

Av dizane kê gostê bizina pîrê xwarîye. GP.

Av dizane li ser çi ra derbas dibe. GP.

Av diznane avedanî li kuye. GP.

Av dîn û duniya ye. Gp.

Av genîbûn.Bw. mayîn û genîbûna avê, birîtî ye ji nedurustî û bedkarîyê.

Av di golan da bimîne genî dibe.Gp. Ma ava me genîye, yan rûkê me bi tenîye? TG.

Av genîkirin .Bw. avsêlûkirin, birîtî ye ji kirina karekî pirr xerab.

Av hatine kapan: av hatine çokan. Nexwesîyeke ku kap yan çokên mirovi diperçivin û av têne. Bw. birîtîye ji rawestan û çavnihêrrîyek dûr û dirêj. Bila hind raweste ta av tê çokan/kapên wê/î.

Av heba melewanekî bas bû. Bw. Gp.

Av hebe, teyrmum betale. Gp.

Av her dem ber bi xwarê diçe. Bw. Gp.

Av hermêse ser berjêr diçe. Gp.

Av hertim ber bi xwarê diçe. Gp. Birîtîye ji wê hindê ku mirovên têgehîstî û sergiran herdem berbihêr û birdebarin û çi caran xwe qude û qurre nakin. Mirovên birdebar her dem serketîne û kar û destvehata wan bastire.

Av heta girik nebe, zelal nabe. Gp.

Av hilçinîn: hildana avê bi amanekî ji çem yan ji kanî û bîrê.

Av hilçinîne xwe: av kisandine xwe. Ev perrûya gelekî avê hildiçine xwe.

Av hildan: av hilanîn, av birin, av rakirin. Ev hevîra yê gelekî avê hilde.

Av iskandin: iskandina avê, berdana avê ji çem yan cokekê bo cîyekî ku av pê navê.

Av iskestin: Iskestina avê, vebûn û rijîyana dîwarê coka avê û herrikîna avê bo cîyekî ku av pê navê.

Av jê berdan: berdana avê ji cîyekî. Derkirina birîna ku av girtî ye û peqpeqî bû ye.

Av jê çikandin: Bw. nehêlana avê li tist yan cîyekî da ku pês da av tê da hebû. Mirçiqandina avê. Birîtîye ji kutakirnê.

Av jê çikîyan. Bw. nemana avê li cî yan tistekî da ku pês da av tê da hebû, mirçiqîn. Birîtîye ji kutabûnê.

Av jê çon: çûna avê ji cî yan tistekî.

Av jê germ bûn/nebûn. Bw. birîtî ye ji karîn, wêcdarî û hêjatîyê, yan jî berewajî wê.

Av jê hatin: hatina avê ji tistekê yan ji cîyekî.

Av jê girtin: girtina ava mêwe û tistên wekî wan. Bw. Birîtîye ji xapandin û sûd jê wergirtinê.

Av jê vexwarin. Vexwarina avê ji tistekî. Bw. Ev qewimîna ji filan cîhî avê vedixo. Birîtîye ji serekanî û destpêka kar û kiriyar û qewimînekê. Dikare wateya cîhê destvehatê jî bigehîne.

Av jê zan: derbûn û zana avê ji cîyekî.

Av ji cîyekî vexwarin.Bw. vexwarina avê ji cîyekî: Ti 'kanî nema me av jê nexwar, ti war nema me lê danenî. TG, birîtî ye ji jêder û serekanîya gotin yan kirinekê. Ev kiriyara ji filan cîyî avê dixo (vedixo).

Av ji cîyê xwe nehejîyan. Bw. nelivîyana avê ji cîyê xwe, birîtî ye ji neguhorrîna rewsek xerab pasî qewimînek mezin.

Av ji çavan istandin.Bw. birîtîye ji avirr dan û tirsandinê.

Av ji çemavan pêskêskirin. Bw. Gp. (av ji deriyayê pêskêskirin) pêskêskirina tistekî ku hemû kes dikare dest xwe va bîne. Bexisandina tistekî ne ji kîsî xwe. Ji kîsê xelîfe (wezîr) bexisandin.

Av ji çîyan diherrike, li newalan xwe dide hev/der. Gp.

Av ji destê kesekê/î vexwarin. Bw. Destûra xwe li ber destê kesekê/î hildan, li ber destê kesekê/î fêrbûn.

Av ji destê kesekî/ê dilop nekirin. Bw. Birîtî ye ji çikûsî û çavtengîyê. Av ji destê wî/ê dilop nake/ naniqute. Av ji mistê dilop nake.

Av ji devê wê/î ketin.

Av ji devê wî/ê hatin.

Av ji devê wî/ê kisiyan.

Av ji devi kisîyan. Bw. Av li (ji) devi kisîyan: kisîyana avê ji devi, westêyan û bêhalbûn, birîtî ye ji westîyan û hem jî heyirîn û dilbijêyanê.

Av ji kanîyê, nan ji banîyê. Bw. Gp. Brîtîye ji miftexorî yê.

Av ji kari zan, Av ji karê wî/wê dizê.Bw. birîtîye ji nadurustî ya kesekê/î.

Av ji keviran girtin:Bw. Pirr zalim û zordar bûn.

Av ji nêrvanê,feyde li taqîyanê. GP. birîtî ye ji wê hindê ku yek kari dike û zehmetê dikisîne, lê yekî dî destkeda wî dixwe.

Av ji peleguha kesekî/ê kisîyan. Bw. Tu dibêjî xûn ji peleguhê wî/ê berdane. Birîtîye ji gêjatî û sistî û nejîrbûnê. Zortir ji bo zarrokên xêv û xav û gêj û êrr tê gotinê.

Av ji rû, bereket ji Xudê. TG.

Av kelandin: kelandina avê.

Av ketin: ketina avê li tistekî da, av ketîye mala filankesê, wate lêvî ketîyê. Av ketîyê gemî yê. Av kete nav malan.

Av ketine devi: av li devi ketin, Bw. Birîtîye ji dilbijîyanê.

Av kisandin: kisandina avê bi amanekê ji kanî yan ji çemi. Kisandina avê ji kanî yan ji çemi bi rêka cok û kendalan ber bi çandinîyekê. Bw.Birîtîye ji nem kisandin û sêdarbûnê.

Av kisandine xwe: av li xwe da berev kirina tistekî, nemdar bûna tistekî.

Av kolan: Bw. Kolana avê, birîtîye ji kirina karekî bê wêc . weke pîvana avê bi bêjingê.

Av ku hat avmalke xwe didine layekê .GP. gava ku av tê qirs û qal û kotik û qurm xwe didin rexê avê.

Av ku herrikî, çi gezek çi sed gez. Gp. Gava ku rews tê guhorrînê, yan hêzek nû tê ser kari, mirovên tirsonek yan gunehkar xwe vedisêrin.

Av ku herrikî, çi gezek, çi sed gez. GP.

Av ku li ser serê mirovî ket, çi bihostek, çi çar tilî. GP. Av ku li ser serê mirovi ra qulubî, çi bihostek, çi çar tilî.

Av lê gerrîyan: nû gehîstin.

Av lê ketin: av lê gerrîyan, gihestin.

Av lê kirin: sûstin, av berdane ser. Avekî li wî agirî ke. Wate ewî agirî bitemirîne. Avekê li serê xwe ke. Wate serê xwe biso.

Av lê negerrîyan: Bw. Birîtîye ji nûbûn û dest tê nedanê.

Av lê neman: av tê da neman. Hisk bûn. Bw. Birîtîye ji pîr û xirs bûnê.

Av lê resandin: av resandî kirin.

Av lê vexwarin: av jê vexwarin. av ji cîyekî vexwarin. G: Tu war nema me lê danenî, tu kanî nema me av lê nexwar.

Av lê werdan/ tê werdan: Bw. ji bo paqisîyê avek li amanekê kirin û lê gerrandin û li dû ra rijandin. Birîtîye ji kutakirina tistekê.

Av lê zêdekirin: berdana avek zêde li ser amanek xwerin yan vexwarinê, birîtî ye ji bêmayekirina xwerek yan vexwarekekê, birîtî ye ji sist û avekî

kirina karekî yan biriyarekê. Avê li girarê yan li çayê zêde ke!

Av li agirekî da kirin. Bw.

Av li asê kesekî/ê kirin .Bw.li ser bayê kesekê/î axiftin, bi qazanca kesekê/î kar kirin û livîyan. Layê nerînîya vê gotinê zortire.

Av li avedanî yê digerre. Gp.

Av li bin / li dor kîr û guni gerrîyan: bw. Birîtîye ji tamijîn û fêrbûnê, layê nerînî ya vê biwêjê zortire.

Av li bin K. Û G... Gerrîyan birîtî ye ji gehîstina xort yan keçekê. Layê nerînîya vê gotinê zortire.

Av li bin kesekî/ê qelibandin. Bw. berdana avê li bin kesekê/î, av li binî girêdan, birîtî ye ji xapandin û lêpandin û kavilkirinê.

Av li bin kevilê/postê kesekê/î gerrêyan .Bw.birîtî ye ji qelewbûn û bixwevehatinê.

Av li bin pîyên kesekê/î rijandin/li ber pîyên kesekî/ê resandin. Bw. rijandina avê li jêr pîyên kesekê/î, birîtî ye ji kisandina pîlanê dijî wî/ê kesî/ê. Dana pesnê kesekê/î ji bo xapandina wê/î. Dexesî û xeyanetî pêkirin. Sivtî dane bin binçengên kesekî. Binê pîyên kesekê/î sabûn kirin.

Av li binê berîka kesekî/ê werdan: Bw. hemû parê wê/î mizaxtin, rût kirin.

Av li binê tistekê werdan: Bw. Werdana avê li binê tistekê, birîtî ye ji kutabûn û kutakirinê.

Av li binî werdan. Bw. Birîtîye ji kuta kirinê.

Av li cîhê nizim ra diçe. Gp.

Av li conî da kutan. Bw.

Av li çavan da qetîs man. Bw.berevbûna rondikan li çavan da, birîtîye ji dilsewitîn û bêhedûrî yê.

Av li çavan gerrîyan. Bw. Birîtî ye ji kirina karê girînê, dilsewitîn.

Av li dest nekirin: Bw. Bi hevalî û hevtayî nepejirandin. Zortir ji bo kiçikek tê gotin, dema ku bêjin, filan xort bi filan kiçkê razî nabe, li bersivê da dibêjin; ka ew kiçka avê li destê wî xortî dike? Wate bi hvaltî ya wî pê xos nîne.

Av li destan da meyîn. Bw. Av li desti da meyîn, meyîna avê li desti da. Qerrisîna avê li desti da, birîtî ye ji hebûna kerametan. Filansêx av li desti da dimeyî.

Av li destan ketin/neketin. Bw. Birîtîye ji hebûna mecal û imkanan.

Av li destan kirin. Bw. Birîtîye ji xizmetkirin û biçûkîyê. Ew avê li destê wê/î dike. Wate xizmetkarê wê/î ye, nagîje pile û payeya wê/î.

Av li destê kesekê/î da bûn nan û av li destê kesekê/î da bûn, birîtî ye ji nebûna serxwebûna malî û desthelatdarîyê û pêvegirêdayîbûna kesekê/î bi yên dî va.

Av li destê kesekê/î kirin .Bw.rijandina avê li ser destê kesekî/ê ji bo sûstina tistekî, birîtî ye ji xapandin û lêpandinê. Av li desti bikeve melewanekî base. Bw.ev gotina ji kesekê/î ra tê gotin ku imkanatên wî/ê tuneye, birîtî ye ji nedarîyê. Zortir tirranepêkirinê digehîne.

Av li destî nakeve, dena avdêr/melevanekî/e base.Bw.

Av li devê kesekî/ê dan, simbêlê kesekî/ê çivir kirin. Bw.

Av li devê wî/ê xistin. Bw.

Av li devê xwe werdan werdana avê li devi, mezmeze kirin,sûstina devi pistî xwerinekê, birîtî ye ji mandelkirina xwerin yan vexwerinekê, devsûstî bûn.

Av li devê xwe werdan.Bw. werdana avê li devi, mezmeze kirin,sûstina devi pistî xwerinekê, birîtî ye ji mandelkirina xwerin yan vexwerinekê, devsûstî bûn. Mandelkirina deyinê xwe.

Av li devi dan. Bw. temijandin, birîtî ye ji dana bertîlê bo kesekê/î.

Av li devi ketin gilêz bi devi ketin, birîtî ye ji dilbijîyan û westîyanê.

Av li dilê xwe werdan: Bw. Birîtîye ji xwe ji bo tistekî xwes amade kirin. Kêfxos bûn. Lepek rûn li ser dilê xwe xistin.

Av li dora/bin kî.. Û gu...ê wî gerrîyan. Birîtîye ji temijînê.

Av li dû bêrika kesekî/ê hatin (çûn) Bw.birêtêye ji bextewerîyê û lêhatin û lêgirtina kari.

Av li dû rijandin. Bw. rê û sûneke ku li dû rêbwar yan mêwanên ku li ser oxirêne, herwisan bûka ku suwar dikin hindek av diresînin û ewê hindê pîroz dizanin. Birîtîye ji xatirxwastina bi dilxosî.

Av li gewrîya mirovi da neçûn. Bw. neçûna avê li gewrîya mirovi da, birîtî ye ji nesazî û alozîya dem û rewsa kesekê/î. An jî dibêjin bêy te av li gewrîya min da naçe. Wate ez li dûrî te pirr aloz û nesazim, bêy te jîyana min naxose.

Av li gunê kesî resandin: Bw. Birîtîye ji xizmetkirna ji bo ku xwe sîrîn bike. Sîrînkarî kirin.

Av li kêderê hebe, ew der avadane. GP.

Av li ku be, avedane. Gp.

Av li ku be,avedanî ye. Bw. Av dibe hegera avedanîyê.

Av li lesi gerrîyan. Bw. birîtî ye ji qelewbûn û bixwevehatinê. Wate ya temijîn û fêrbînê jî digehîne.

Av li nîveka çend kesan ra neçûn. Bw. Mû li nîveka çend kesan ra neçûn. Birîtîye ji dostanî û peywenda here bas.

Av li ser 'Hesen û 'Huseynan birrîn. Bw.birîtî ye ji arrûsebûn û bizozîyê. Ev gotina hejiyareyeke ji bo qewimîna çola Kerbelayê ku leskerê yezîdi bi fermana Sumirr av li ser leskerên îmam 'Huseyni birrîn û ewana li çola kerbelayê da tîhnî hêlan.

Av li ser agiri da kirin (rijandin). Bw.temirandina agiri, birîtî ye ji jinavbirina alozî û serr û gêreyan.

Av li ser birrîn. Bw.nehêlana çûna avê bo cî yekî ku pês da av diçû ser. Bînanî masîya ku av li ser hatibe birrînê.TG. Av li ser destê kesekê/î da kirin: rijandina avê li ser destê kesekê/î da daku ew kese/a tistekê biso. Av li ser ketin: av li ser zevî yê ket. Av giheste ser zevîyê. Av li ser masti ketîye: mastekî bas nîne, av li ser ketîye. Av li ser masîyê, lê masî hisk bû ji tîhna. Gp. Av li ser ra çûn: Bw. Av li ser tistekî ra derbas bûn, birîtîye ji wendabûn û nist bûnê, bêkêrî û bêxêrî yê, Av li ser serê mirovi ket, çi bihostek, çi çuwar tilî. Gp.birîtî ye ji zorbûna dijwarî û tengî û talîyê. Av li ser seri ketin. Av li ser serî ra havîtin: Av li ser sêlû kirin. Bw. Kevir avîtin derî, pencerê, birîtîye ji alozî û ajawe ji keskê/î ra saz kirin. Çîrroka gur û berxkê, gur: li berxê helat li wê tûrre bû, got ser min avê bo dikî sêlû… Av li ser tistekî da vexwarin: Bw. birîtîye ji hilî xwe kirina tistekî: min peza te xwar û tasek ava sar jî li ser da kir. Av li ser: zevî ya ku av li ser be, avî. Av li sere'kanîyê da sêlû bûn. Bw. sêlûbûna avê li sere'kanîyê da. Ava ku li sere'kanîyê da sêlû be, zelalkirina wê dijware, birîtî ye ji wê hindê ku eger li welatekî da rêveber yan sereke bedkar û nabekar bin, avadankirin û pêsdabirina wî welatî dijware. Av li serekanîyê da sêlû dibe. Gp. Av li xwe kirin: sûstina ser û lesi. Av li/bi devi ketin Av mêriv bibe, ne ku meriv li ser pira nemerdan ra derbas be. Gp. Av mirçiqîn: av çikîyan, kutabûna avê. Av nafitile/natebite, ba di cîkî da nasekine. Gp. Av nedîtî xwe pêxwas kirin. Bw. Av nedîtî, derling vedan.Bw. Av paqijî ye. Gp. Av pê bêjingê pîvan. Gp. Av pê da hatin: av jê hatin. Av pûç bûn: ava kesekî pûç bûn, dol nedana kesekî, kesê xirs, kesê ku tovê wî yê mêranî yê pûç be û zarok jê çê nebin. Av rabe, dê qirsikan bi xwe ra bibe/bîne/av pirr rabe, dê qirsikan bi xwe ra bibe. Gp. Av rabû, bend xera bû. Gp.Bw. Av rabû, deng bela bû. Gp.Bw. Av rabûn: med, bilind bûn û pês da çûna avê. Hatina lehî yê. Av rawestan: birîtîye ji kirina karekî mezin yan kirin û qedandina karekî bi sêweyek zor bas. Gelek caran evê gotinê bi nerînî jî bi kar dibin: Filankes wisan distirê ku av li ber dengê wî radiweste, birîtî ye ji mu'iceze û kerametan. Av raweste genî dibe. Gp. Av raweste, agir raweste, tu neraweste. Tg. birîtî ye ji lez û bezê. Av rêka xwe nas dike. Gp. Her tist li ser binêsa xwe pês da diçe. Av rêka xwe vedike. Gp.birîtîye ji wê hindê, her kesê ku têbikose û raneweste he dê li kutayê da rêyekê ji xwe ra ve ke. Av rijandin: av rêtin, Bw. Birîtîye ji kirina karekî nebas. Mezin avê dirrijînin, biçûk jî pê lê dikin. Av rîya xwe dibîne/ nas dike/ vedike. Gp. Av rîya xwe diguheze. Gp. Av rîya xwe nas dike. Gp. Av ronahiye,ji avê metirse. Gp. Av ronahî ye. Gp. Av ronkirn/zelalkirin. Bw. Birîtîye ji helkirina dujwarîyekê. Filankesê ji me ra avek ron/zelal kir. Av sêlû nebe, zelal nabe/ heta ku av sêlû nebe, zelal nabe. Gp. Av sûna nani nagire. Gp. Av tevizî, diz lerizî. Gp. Av tê berdan: av lê zêdekirin. Av tê neman. Bw. nemana avê li tistekî da, birîtî ye ji bêwecîyê û herwisan ji pîrbûn û xirsbûnê. Av tim serberjêr dçe, lê ava xurtan/xortan serhevraz diçe. Gp. Av û agir bê emanin. Gp.her dû jî bihêzin, gava lêvîyek bê, yan agir berbe cîyekê pêsayîkgirtin yan vemirandina wan pirr dijware. Av û agir jî razên, dujmin ranazê. Gp. Av û agir radiwestin, lê dujmin ranawestin. Gp. Av û agir : Bw. mebest jê du tist yan du kesên dijî hevin. G : Xel vedikujit agirî bi avê, Ez dê vekujim bi agir avê .... Ev ax û hewa û agir û av, Ev leyl û nehar û sî û sîtav. Xanî. Av û aqar : av û ax, av û xak, kewsen, milkîyet. Av û ax : av û xak Av û axa kesekî/ê çûne cîyekî :Bw. Birîtîye ji qismet û qederê û bi taybetî ji kesekî/ê ra tê gotinê ku ne li welatê xwe û av û axa kal û bavan da, belkû li cîyekî dî da bimre. Av û av çûn : li ber avê ketin, çem bi çem çûn. Av û avadanî : av nîsaneya avadanîyêye. Av û avahî : av û avadanî. Av û ax.Bw. birîtîye ji welati, herwisan ji milk, erd û zevî. Av û axdar xudanê av û axê. Av û axdarî malikîyet. Av û ba av û hewa. Av û dan birîtîye ji risk û xwerekê. Birîtî ye ji xwerekek sivik û kêmmaye. Av û dav : av û telik, birîtî ye ji wê hindê ku li her cîhê ku destvehatek hebe, bêgotin telik û gîrrek jî li rex heye, yan jî destvehanîna tistekî sanahî nîne: Ayîne ji wan weye ku ave, Ew 'eks ji wan weye ku tave, Neqsê te dibînin ew di avê, Nakin 'hezerê ji av û davê. Xanî. Nêçîrvan li çolên bêav da ji bo nêçîra kûvîyan amanek av didanên û li rex amanê jî telika xwe vedinên, kûvî bi mebesta avê tên û dikevin davikê. Av û donê xwe da qelîyan :Bw. di av û donê xwe da qijilîn, di halê xwe da sewitîn û kesî hay jê nebûn. Av û gil av û 'herî, lîl , birîtî ye ji tengî û talî û nedarî û kêmasîyan, birîtî ye ji les û cendekê mirovi. G :Tehqîq melek we yan perî bûn Lew ra ku ji av û gil berî bûn........ Peyxemberê cem'ê cuzi û kul bû Adem bixwe hêja av û gil bû. Xanî. Av û hewa guhestin : aran zozan kirin. Av û hewa hatin guhorrînê : guhorrîna av û hewayê, av bi av bûna hewayê. Av û hewa: rewsa hewayê. Av û tam: sorrba pîzavê. Av û tav: birîtî ye ji rewneq û pêsketinê. Bi av û tav: bi germî û sênayî. Ragehandina gotinekê bi sêweyek xwes.

Av vexwarin: li leyza qulmorîyê da, dema ku morî tê li ber lêva korika berhevkirina morikan radiweste, dibêjin hatîye av xwarinê, yan jî av vexwarîye. Av vexwarin: vexwarina avê, birîtîye ji hebûna mecal û firsend û derfetan. Av vexwarina wê/î her ew car bû: Êdî derfeta wê/î her ew bû. Av vexwarinek: birîtî ye ji qasek kurt. Av were li sere, ba were li bere :Bw. Ji her berjewendê sûd wergirtin, berjewendî xwaz bûn. Kone û kirarî bûn. Av wî/ê dibe, ew dest davêje kefavê. Bw. dixwaze li her kelên û derfendê wecê vergire, lê nikare. Dest û pê kutana bêhûde. Av xûn kisîyan .Bw. kisîyana xûnê li cîhê avê da, birîtî ye ji kust û kustarek zor. Av xwestin. Bw.xwastina avê, birîtî ye ji tîhnîbûnê. Ev zevîya avê dixwaze. Wate tîhnî ye. Av zelal bûn :Bw. sêlû nebûna avê, birîtî ye ji pakbûn û bêgunehtîyê. Ava kesekê/î zelal bûn/ mîza kesekê/î zelalbûn, durustkarî û bêgunehî. Av zelal kirin/av ronîkirin : Bw. rosinkirina rewsekê, ji holê rakirina alozî û tengî û çelemeyan. Av'korkî: kanî yan bîra ku averê ya wê hatibe xitimîn yan jî guhorrînê û çikiyabe. Ji bo mirovên bedemek jî tê gotinê. Digel hevoka nan'korkî hilsengîne! Av'korkîbûn: kanî yan bîra ku mirçiqîbe. Av'korkîkirin: 'korkirina kanî û bîran, mirçiqandina kanî û bîrên avê bi tepisandinê, bi destûra Seddamê xûnmij bi hezaran 'kanî û bîrên kurdistanê hatine av'korkî kirinê. Av, ab, aw, ow, ov, ûv, Tisteke sirustîye ron û ronahî, bêtam û bêbêhne, ku ji du binçîneyên('unsurên) oksîjen û hîdrojenê pêk hatîye. Nîsana wê li kîmîyayê da H2O ye. Li ser bîr û bawerîya pêsînan yek ji çuwar binçîneyên hebûna cîhanê (av, agir, ba, xak) dihate jimartinê. Derîya, çem, cok, cobar,' kanî. Birîtîye ji averrû û rûmetê. Terratî û cuwanî, birîtî ye ji meyê: G: Saqî tu birrêje camê mîna, ava ku diket zemîri bîna Xanî. Yeke deriya tu bizan qenc çi mewc û çi 'hubab, Di esil da ku hemî av e çi av û çi cemed. Neyseker û dêmdurrê, Dame bi destê surrê, Cam û qede'h sibhî av, Lew me rewan tên 'xezel. M.Cizîrî. Ava hêdî me ecêb jê dî. Gp. Ava 'helal: ava ku gorekî bawerîya ayînî vexwarina wê 'helale, birîtî ye ji hevnivînîyê digel 'helala/ê xwe. Ava 'helal: Bw.kutatirîn ava ku li sersokê da li ser serê xwe da dikin. Ava 'helal zelal jî dibêjinê. Ava 'heram li lesi gerrîyan: Bw. birîtî ye ji hevnivînîya bêdestûrî, birîtî ye ji gehîstin û qertbûn û balixbûna xort û keçan. Ava 'heram: ava ku gorekî bawerîya ayînî vexwarina wê 'herame, birîtî ye ji hevnivînîya bêdestûrî. Birîtîye ji bos wate ava pista mirovan.G: ava heram li lesê wî/ê gerrîyaye. Ava 'heyatê: ava jînê, birîtîye ji meyê. G: Ê bi Xizrî ra divêt ava 'heyatê bit nesîb, Dê bi se'î û cehd yeksan bin li bal wî roj ûseb. Ji ava 'heyatê bi me da serbetek Zinde kirîn ma ji 'edû ra nesac. Su'hbeta çerx û sema tê, Wek Mela sed mubtela tê Zemzem û ava 'heyatê, Musterî sedsêx û sox, Ez gîham ava 'heyatê xef ji dil, Xizir vajî çûye 'heywanê xelet. Me ji le'ilê lebê yarê xwe vexwar ava 'heyatê (avê 'heyat ) e'xyar bila têki biçin Darînê. M.Cizîrî. Ava 'heyatê: ava ku ji rêka lûlekisandinê dînin nav heyatê malê, ava hewsê, ava kêzînkirî. Ava 'kanîyê: ava ku ji 'kanîyê der tê. Ava agirgûn: birîtî ye ji meyê. Ava agirza: birîtî ye ji meyê. Ava asi: ava ês, ava taybetî asi, ava ku as pê digerre. Ava asekî : rade û endaza ava ku bikaribe asekî bigerrîne. Ava asekî ji devi çûn/ Ava asekî ji devi kisîyan : Bw. av û gilêz ji devi çûn, birîtî ye ji bêhalî û westîyanek tund û herwisan dilbijonekî û nefsekîyê jî digehîne. Ava asekî ji devi çûn/kisîyan: Bw. Zendegirtî man, dilbijyan û zendemanek bê rade. Ava asi : ava ku as pê digerre Ava ba'hrê: Bw. ava be'hrê, ava deriyayê, birîtî ye ji zor û misebûna tistekî. Ava baranê vexwarin: Bw. Birîtîye ji korfamkî bûnê. Ava baranê: ava ku ji baranê dest ve tê. Ava baranê: ava ku ji baranê dest ve tê. Ava ku pistî baranê li cîyekî da berev dibe. Ava be'hlê (be'hrê) û sîrkê dehlê /Ava behrê, sîrkê dehlê.: Bw. birîtî ye ji xwereka rij û bêmaye. Ava belekîyan/belekîyê: ava ku ji belekî û kevîyên berfê tê. Berfav. Ava berbejî: ava binekanî. Ava berfê: berfav, ava ku ji bihujtina berfê pêk tê. Ava bestî: bestav, ava qerrisî, ava qerrimî. Ava bê pir, bîna mirovê bê keç û kurr. Gp. Ava bêbin: ava bêbinî, ava ku binê wê wisan kûr be mirov we bizanibe ku bêbinî ye. Ava bêbinî: ava bêbin. Ava bênihtî : ava qerrisî, sehol, qesa, bûz, cemed. Ava bêsînor: ava ku sînorê wê tuneye, oqyanos. Ava bi binik: ava kûr, ava ku rûva tenik lê binva kûr be. Bw. Birîtîye ji mirovên lem û aram û giran û buvedar. Ava bi hêz, dide ser hevrêz. Gp. Ava bi mistan, ramûsanê ji dostan, mirov jê têr nabe. Gp. Ava biçûk lê herrikî, çêtire ji ava mezin lê sekinî. Gp. Ava biçûk masîya biçûk, ava mezin masîya mezin. Gp. her kes û her tist gorekî cîhê jîna xwe pês dikeve. Kartêkirina axara jînê li ser jîyana mirovan radigehîne. Hevber ke digel: Masî di be'hran da istûr dibin. Ava biçûk : ava hindik, ava zirav: Ava bihorî êdî nazivirre : Bw.Gp. birîtîye ji qerebûnekirina zirarekê. Ava bihorî/derbasbûyî nazivirre. Bw.Gp. Ava bihorî : ava ku derbas bûye. Ava bihurekî bûn: Bw. ewana ava bihurekîne, ewana ji nifs û berekîne, ji hevdu derbas nabin. Ava bin 'erdi : ava binê 'erdi, ava ku li jêr'erdi ra diherrike. Ava ku li binê 'erdi da heye. Ava bin'erdik. Ava bin 'kayê : Bw.ava jêr kayê. Ava ku 'ka li ser resandibin da ku mirov nebîne û bikevê. Li demanê berê yek ji fend û fêlên serri ew bû ku dorandorî bajarrê ku ketibû ber gefa hêrisa dujmini, çal û kendal dikolan û av berdidanê wate xendek çê dikirin û 'ka jî li ser ava xendekan dirresandin da kû hêrisker avê nebînin û li dema hêrisê da li xendekê da cûm bibin, birîtî ye ji mirovên nermebirr, mirovên ku rûva xwe bas nîsan didin, lê li binva nebasin. Ava bin kayê deng jê nayê. Gp. Ava bin kayê, kê noq bibê, jê dernayê. Gp. Ava bîran, bi tevbîran. Gp. Ava bîrê bi bîrê tehl e. Gp. Ava bîrê: ava ku ji bîrê dest ve tê. Ava bos: ava giran, ava pirr, ava bi guj. Hindî av bostire, as xostire.Gp. Ava bûzê: seholav, ava cemedê, Ava cemidî ya zivistanê xwese, ewê jî feqîr nikarin vexwen. Gp. Ava cerrê nû sare. Gp. Ava cîhê teng, dibe peng û deng. Gp. Ava çalavê : ava ku ji çalavê dest ve tê. Ava çavan: hêsir, G: Yarreb bi ava çavê bulbul, Yarreb bi xunava nava sorgul. Xanî. Ava çeman xus e xus e, koçer nabêje dewê min tirse/ Erez bi hurse hurse, kes nabêje dewê/mastê min tirse. Gp. Ava çemi: ava ku ji çemi dest ve tê. 'Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û li ser me ra lemeleme, Talana kêrûskê banzda li ser qola keleme. TG. Ava çend kesan di cewekê da neçûn./ ava wan li cewekê da naçe. Bw. Birîtîye ji hebûna dijayetî û nexosîyê li nîveka çend kesan da. Ava çêm: ava çemi. Ava çûyî êdî nazivirre. Gp. Ava daran: Bw. birîtî ye ji xwarin yan wexwarinek bêmaye û rij. Ava dax: ava kel, ava kelandî. ava deheni: tuf, tûk G: Asê dev û çeqçeqa zibanan Ava dehen û pirî û didanan Xanî Ava deriyayê: ava be'hrê. Ava destan: ava ku berî û pistî xwerekê bi dev û destên xwe dison. Ev ava bi misîn û legenî û xawlî ji layê qawegerrînên mazûvanan va li ber mêvanan digerre. Ava destê kesekî/ê vexwarin: Bw. av ji destê kesekê vexwarin, li ber destê kesekê fêr bûn. Vexwarina sêlava destê kesekê/î, ku di efsaneyên kurdî da zor caran hatîye. birîtî ye ji xizmetkirinê. Di çîrrokên gelêrî da hatîye: kiçka pasê got: Ta Mîrze Muhemed ava destê min venexwe, ez wî nakim... Ava devê xwe alastin: Bw. birîtî ye ji dilbijîyana bo tistekî lê negehîstina desti bo wê tistê. Ava devê xwe qurtvekirin:Bw. tûka xwe qurt kirin, birîtî ye ji 'korkirina nefsa xwe. Tesî nefsa xwe kirin. Herwisan birîtîye ji tirsê jî. Ava devi rijandin/Ava devê xwe rijandin: Bw. rijandina ava devê xwe, tamkirina xwerekekê. Xwarina hindek xwerek bo 'korkirina nefsê, birîtî ye ji gehîstina bi mirazan. Ewî/ê ava devê xwe rijand. Ava devi: tuf, tûk, gilêz, Ava dewlikê, asi nazivirrîne. Gp. Ava dilopandî: dilopav, ava ku bi rêka hulumandinê dest ve tê û li lûleyên sûseyî da radigirin ji bo derzîlêdanê. Ava muqeter. Ava dînan serhevraz diherrike/ ber bi jor dimese. Gp. Ava du bîran naçe ser hev. Gp. Ava firingîyan : ava badincanê sor, dimsê firingan. ava fûrrvedayî : ava fûrrdayî, ava dax û keliyayî. Ava ku li ser agiri dikele û bi tundî li ser hev û ber hev ra diçe. Ava genimi: genimav, ava ku ji genimi digirin. Currek bîreya genimi ye. Ava genî: gendav, ava ku li cîyekî da bimîne û bêhn bikevê: av di golan da bimîne genî dibe. Gp. Navê Avek binekanî/me'denî ye ku li navça Elendê li gundê Qursaqlû yê da derdikeve. Ava germ: ava ku germe, ava ku sar nîne. Germav, germik. Ava germe binekanî/me'denî. Ava germixî: ava genî, ava ku li ber germayê mabe û germojekî bûbe û bêhn ketibê. Ava ges: Ava zelal û bi rewneq, birîtî ye ji mey yan her curre vexwarokek alkolî. Ava giran: ava bos, ava mezin. Ava ku vexwarina wê girane û zû nayê gevirandinê. Ava givî: ava penîri, sûjî, sijû. Ava golan bê tevger e. Gp. Ava golek homos, heram nabe bi devê tûleyekî/ be’hr bi devê san naherrime. Gp. Ava golê dimîne heta salê. Gp. Ava golê: ava ku li gol û golmancan da ye. Ava guj: ava rijd. Ava gulê: gulav. Ava gulan: gulav. Ava gurr: ava guj Ava gurregurr, mêrê zirrezirr/ ne ava gurrgurrî, ne mêrê zirrzirrî/tirrtirrî. Gp. Ava gurrgurrek: ava ku bi guj û bi deng û seda derbas dibe. Ji mêrê zirrzirrek û ava gurrgurrek netirsin. Gp. Ava gurrgurrî: ava bi guj û pêl. ne ava gurrgurrî, ne mêrê zirrzirrî/tirrtirrî. Gp. Ava heft sorbeyan/giraran ji devi çûn : Bw. Birîtîye ji sas û zendemanê. Ava herrik: ava rewan, ava ku diherrike. Ava heyatê, tu nabînî heta mematê. Gp. Ava heyatê vexwarin:Bw. birîtîye ji zor jîyanê, ji kesê ku gelekî temen bike ra dibêjin. Ava hilkelok: ava ku li 'erdê derdikeve û hildikele. Ava me'denî ya germ û hilkelok. Ava hindê: ava jînê. Ava iskenderi: ava jînê, ava 'heyatê. Ava jêr 'kayê: ava bin 'kayê. Ava jêr: ava pistê, birîtî ye ji meya jin û mêranîyê. Ava jinan: meya jinan. Ava jînê mirçiqîn: kutabûna dahatê û birîtîye ji neman û mirinê. Ava jîna wê/î mirçiqî. Ava jînê vexwarin: Bw. ava hindê vexwarin, vexwarina ava jînê, birîtî ye ji temendirêjîyê. Ava jînê: ava 'heyatê. Li bal helbestvanên kilasîk birîtî bû ji dev yan lêvên yarê. Ava îsneyan: ava albalûyan. Ava ‘kanî yê bi sexbîre nebe, ew jî têrê nake.Gp. Ava karto: ava kewn, ava ku li amanekê da mabe û sev yan rojek li ser ra derbas bûbe. Ava kedûnê nû, genî nabe zû. Gp. Ava kel: kelav, ava dax, ava ku hatî ye kelandinê. Ava kelî: ava keliyayî. Ava kesekê/î li ser pista kêrûskê bûn: Nf. nifirreke ku dibêjin ava te li ser pista kêrûskê û nanê te li ser perrê qirrkê be, tu bikî û nekî tu pê ra negîjî. Wate tu her nedar û destng bî û bi çi mirazan ra negîjî. Ava kesekê/î zû kelîyan:Bw. Irîtîye ji zû hêrs û tûrre bûn. Ava kesekî germ kirin: Bw. Karê kustin yan mirina kesekî kirin. Ava kesekî li cîhê/dewsa xwe da neçûn: Bw. Karê wî/ê bas bi rêve neçûn. Ava kesekî/ê mirçiqîn. Bw. Bê nesîb bûn. Nemêranî ketin. Ava kewserê: abi kewser, abê kewser , li ser bîr û bawera musulmanan aveke li bihîstê da. G:Serdidet ava kewserê zemzeme û semayê zulf, Sayenumayê xawerê, Sidreyê muntehayê zulf M.Cizîrî. Ava kêzînkirî: ava lûlekirî, ava ku pê lûlikan ji cîyekî bo cîyê dî hatibe kisandinê: G: 'Hesenîko qurban 'kanîya gundê me bi kêzîne, destkîm cerre yek misîne, lawiko were min ji xwe ra birrevîne.TG. Ava kincan: ava cil û bergan, ava ku pistî sûstinê ji kincan dilop dike, ava ku bi taybetî ji bo sûstina kincikan ji bîr yan çem û kanîyan dînin. Ava ku averrûyê dibe venexo: Gp.karê ku dibe hegera rusvabûnê neke. Avirrûya xwe nefrose pare û pileyan. Ji bo parîyek nani nebe cas û xofiros. Ava ku biherrike, coka xwe çê dike. Gp. Ava ku binî nexûyaye, nekevê.Gp. Kesê ku tu nas nakî, pê ra mebe heval. Ava ku biskulê bibe helale. TG. Ava ku biskulê bibe, ne helale, ne xirale. TG. Ava ku bîhanî/neyar ji bo mirovî bîne, sêlûye. Gp. Ava ku li serekanîyê da sêlû be, her/heta hetayî sêlûye. Gp. Ava ku li serekanîyê da sêlû be, heta binî sêlû dibe/ zelal nabe. Gp. Ava kulîlkan : ava çîçekan. Li dû ava kulîlkê ra çûn : çûne rîya hatnehatê. Ava kûr : kûrav, ava ku tenik nîne, ava ku binê wê kûre. Ava lem bitirse, ava guj netirse/ ji ava lem bitirse, ji ava guj netirse. Gp. Ava lem: ava mend, ava nerm Ava lesi: Bw. Birîtîye ji xûyê, ereqe. Ava li ser berûyê, wek zavayê bi dilê xesûyê. Gp. Ava lîl: lîlav, ava ku lîl û herrî tê da hebe, avasêlû. Ava lûlekirî: ava kêzînkirî, ava ku pê lûleyan ji cîyekî bo cîyekî dî tê kisandinê. Ava masti: sûjîya masti, Ava mayî: mandav, ava ku li cîyekê da mabe û bêhn ketibê. Ava mend: ava lem, ava ku bi aramî diherrike, ava kûr, birîtî ye ji mirovên giran û tejî û buvedar: ji ava mend (ava lem) bitirse, ji ava guj(rijd) netirse. Gp. Ava meskê: ava taybetî kîyana meskê. Ava sar ku sibêdeyan zû ji kanî yan ji çeman tînin ji bo kîyana meskê. G; Kiçik ava meskê tîn, kurrik xwes dike fîtîn, dest pê dibe jîn hejîn. Helbest Gundê Kurdistanê, kovara sirwe jimare 1.) Ava meyî: ava ku meyî ye, birîtî ye ji seholê. Ava mezin: ava bos, ava giran, çiqek ji çemê Zêye. G:Yêd caran hatin navmalan, me danî ber nehilanî, me serî jê kir, me reso li beso kir, li ava mezin derbas kir, me ber bi warê par kir, te hilanî an nehilanî.TG. Ava mêkokê: ava sûsê, ava mêjokê, avasirînbîyanê. Ava mêran: meya mêranîyê. Ava mêweyan: avmêwe, gusav, ava ku ji guvastina mêweyan dest ve tê. Ava mijokê: ava mêjôkê, ava sûsê, ava sirînbîyanê, ava mêkokê. Ava mir: ava tal. Ava mirarî yê: avmirarî, ava mirwarîdê, nexosîyek çavane. Ava miriyan nerêje nava deriyan. Gp. Ava mirî: mirdav, gendav, ava ku li golekê da berev bûbe û bêhn ketibê. Ava mirwarîdê: avmirwarîd, nexwesîyek çavane. Ava misînê jinan qûna mêran paqis nake. Gp. Pare û hebûn û mal û milkên jinikê ji mêriki ra nabe hebûn û sermîyan. Ava miz: ava ku tama wê mize. Ava nerm: ava mend. Ava/ji ava nerm/mend bitirse, ava guj/rijd netirse. Ava payîzan, bide ezîzan. Tg. Ava penîri: sûjî, ava zer ku ji penîri tê. Pê vê avê lorkên sirîn û lorkên tirs çê dikin. Ava pêl: ava bi pêl, ava guj, ava rijd. Ava pirr, ava hindik wenda dike. Gp.kirina karên mirovên nedar li jêr sîbera nav û dengê mirovên dewlemendi da wenda dibin û nayên xûyanê. Ava pistê: tovav, meya jin û mêranîyê. Ava pîs rijandin: Bw. rê û sûnek xirab danan. Ava pozi: çilm, xîtik. Ava qerrisî: qerrsav, ava ku qerrimîye, sehol, qesa. Ava qetranê: ava ku ji qetranê pêk tê, ava qîr û qetranê, birîtîye ji res bûnê. Ava qilê: qeliyav, avek kîmiyayî ye ku li çêkirina sabûnan da bi kar dibin. Ava qûna cêrr bûn: Bw. Birîtîye ji karekî bê wêc û bê akam ra, qencî ya ku ez ji te ra dikim, wekî ava qûna cêrre. Ava raketî: ava rawestayî, mendav. Ava rawestayî: ava raketî, ava ku naherrike. Ava res hatine çavan: 'korbûn. Ava res tê /lê/jê zan: Bw. birîtî ye ji destvehatnedana çandinîyekê. Gava ku çandinîyek bê ber dibe, dibêjin mîratê ava res tê za. Wate çi destvehat neda. Ava res: ava ku rengê wê rese. Navê çend çemane li Kurdistanê da. Nexosîyek çavane. Temo lawo bavê te ne ‘kore ava rese. ‘Evdalê Zeynkê. Ava rewan: ava herrik. G: Avî tu rewan be pêsi selwê, sêrî tu hema kerem ke xelwê. Xanî. 'Heq dizanit we sevan subhetî avên di rewan Me bi dil zarî û kalîne 'heta sub'hgehê. M.Cizîrî. Ava rijd: ava tund, ava ku bi guj derbas dibe, birîtî ye ji mirovên sersivik û zewzewkî. Ji ava rijd netirse, ji ava mend bitirse. Gp. Ava rijiyayî berev nabe. Gp. Ava rijiyayî nayê berevkirinê: birîtî ye ji zirar û zîyanek mezin ku mirov nesê ewê zirarê qerebû bike. Ava rijiyayî, êdî rijiyaye. Gp. Ava rijiyayî: ava ku hatî ye rijandinê, birîtî ye ji zirar û zîyanê, birîtî ye ji qewimîna bûyerekê ku zivirrandina wê ya bûyînê nîne: Bê fayideye men'î min êstake le girîyan Bo 'asiqî bêçare zû ew awe rijawe. Nalî. Ava ronahî : ava zelal, ava ku sêlû nîne. Ava rû çûn: ava rû rijîyan, bê averû bûn. Ruswa bûn. Ava rû rijîyan: Bw. Birîtîye ji ruswa bûnê. Ava rû/ ava rûyan: averrû, abirrû, G: Ava rûyê sa'iri nerrêjin, Ger mumkine yêke qenc bêjin. Xanî. Ava rûyan peskeke, eger rijîya meskeke, Gp. Ava rûbaran jî bi abûre base. Gp. her çend ku ava rûbaran pirr û zor û miseye, lê di mesrefa wê da jî debê mirov bervedanîyê bike, lew ra ew jî dibe ku rojekê kuta be. Eger malê mirovi weke ava deriya û rûbaran pirr û mise be, dîsan jî debê mirov destê xwe bide ber û li mizaxtinê da bi abûre be. Ava rûbaran: ava çeman. Ava rûyan peskeke, eger rijiya meskeke. Gp. Ava rûyê kesekî/ê rijiyan. Bw. Birîtîye ji bê serm û bê heyabûnê. Ava rûyê xwe rêtin/rijandin: Bw. Xwe bê abrrû kirin, xwe ruswa kirin. Ava sade: ava saf, ava xurû. Ava saf: ava safî, ava sade. Ava sar ji kanîyan qut nabe. Gp. Ava sar li ser serê mirovi da kirin: Bw. birîtî ye ji zendemanê. Ez wisan veciniqîm te digot qay satilek ava sar li ser serê min da kirin. Ava sar tevî girara kesekî/ê kirin:Bw. birîtîye ji kesekî/ê ra alozî çêkirin, pêsayîka dahata kesekî girtin. Ava sar vexwarin. Bw. Tasek ava sar vexwarin. Eger yek zor tûrre bû, yê li hemberî wî/ê dibêje: bila herre tasek ava sar vexo, wate bila hêrsa wî danê û wateyek nerînî jî di vê gotinê da heye. Wate ji bilî vexwarina ava sar çi tist ji desti nayê. Ava sar: ava ku germ nîne. sarav. Ava sar bi kesekê/î da hatine xwarê: Bw. Birîtîye ji zendeman û heyîrînê. Ava sar li zikê birsî da naçe xwarê. Gp. Ava sarê, li ser çi da diçî xwarê. Bw. Gp. Ava sarê, tu li ser çi da diçî xwarê? Bw.Gp. Ava sekinî/rawestayî genî dibe. Gp. Ava ser berrûyê, weke zavayê bi dilê xesûyê. Gp. Ava serê kesekê/î gerrîyan:Bw. Dema mirina kesekî hatin, ji bo kesê/a ku pirr bizoz û serrûd be, tê gotinê. Ava serê kesekî/ê germ kirin: Bw. Keyf bi kesekî/ê hatin, xizmeta taybetî kirin. Ava serhevraze. Bw. Birîtîye ji kirina karekî dujwar. Ava serîyan: ava taybetî ser û les sûstinê. Ava sipî: ('kanîya Sipî) avek pîroze li perstisgeha Lalesê da. Ava zelal. Ava sipî: sipîav, kirsan, kirêmeke ku jinik ji bo cuwanbûnê li serçavên xwe dixin. Ava sivik: ava ku vexwarina wê sivike û zû tê gevirandinê. dijberî Ava giran . Ava sor : ava ku rengê wê sore, birîtî ye ji meyê. Sorav, enik. Ava sûsê: ava mijokê, ava sirînbîyanê. Ava ku rîsala sirînbîyanê tev dikin. Evê avê li bajarên ruha û amedê da li bazaran da difirosin. Ava sevnivistî: ava ku li amanekî da maye û sevek li ser ra derbas bûye. Ava sêlû: ava solî, ava ku têkelî qurr û gild û gemarê bûye. Ava ku zelal nîne. Ava sêlû di cihikan/cewikan da zelal nabe. Gp. Ava sirîn: ava ku sorr nîne û mirov disê vexwe. Ava ku mirov disê pê çandinîyan av bide. Ava sirînbîyanê: ava sûsê, ava mijokê. Ava sîn: ava hêsîn, ava ku rengê wê hêsîne.sînav, Ava sîn navê çemekî kurdistanêye. Ava sîn: sînav, wesme, ew kirêma ku jinik ji bo cuwanîyê li palkê çavên xwe disûn. Ava sîrê: ava ku jisîrê tê, ava ku ji lûlkê tê. Ava sîrogerm: ava nîvgerm, ava ku ne germe û ne sare. Ava ku bînanîsîrê tazedotî germ be. Ava sorr: sorrav, sûravk. Ava tal: ava ku tama wê tal be, ava deriyayê., Birîtî ye ji meyê. Ava tarî hatin çavan: ava res hatin çavan, 'korbûn. Ava tarî: ava ku rengê wê tarî be. Ava te li ser pista kêrûska bes be, nanê te li ser perrê qirka res be, tu birrevî û nerrevî tu pê ra negîjî. Nf. Ava tenik: tenikav, ava ku binê wê kûr nîne. Ava tevizî: ava zor sar. Ava tevizî ji kanîyan qut nabe. Gp. Ava tirs: tirsav, sirke, ava ku tama wê tirs be. Currek ava me'denî ye. Ava tirsînê: ava li nav tirsînê da. Ava ku tirsîn pê hatîye saz kirinê, sirke. Ava tofanê rabe, nade gûzeka wê/î. Bw. Ava vexwarinê: ava taybetî vexwarinê. Ava ku tê vexwarinê. Ava xidir: ava 'heyatê, ava xizir, ava iskender, cesneke li kurdistanê da ku li çil û pêncê zivistanê da dadimezre. Di wê cesnê da qîz û xort pistî sîvan avê navexon û tîhnî dirazên û li ser wê bîr û bawerêne ku li xewnê da her kê avê bide wan, dê digel wan bizewicin... Ava xortan/xurta serhevraz diçe. Gp.Ava xurtan ser hevraz diçe birîtî ye ji wê hindê ku hemû kar ji destê mirovên xurt tê. Mirovên xurt agah li bayê dunyayê nînin. Ava xoxan: xoxav, ava ku ji xoxan tê girtinê, xosava xoxan. Ava xurû: ava sade, ava xalî, ava safî. Ava xwe rijandin: Bw. birîtî ye ji gehîstina bi miraz û daxwazan. Layê nerînîya vê bwêjê zortire. Ava xwestî nakeve hestî/ava xwestîyan, naçe hestîyan. Gp. ava ku kesek bixwaze, lê yekî dinê ewê avê vexwe lê nagivire. Her kes debê li ser par û piska xwe be. Ava xwes li gewrîya kesekê/î da neçûn:Bw. nedîtina xwesîyê. Wan nehêlan avek xwes di gewrîya me da herre. Hisyanewe nedane me, nehêlan em bi xwesî bijîn. Ava xwes: ava xos, ava ku vexwarina wê xwese, Ava zelal: ava ku sêlû nîne. G: 'Êsqa ku ji ser'hedê kemale Ava ku ji menbe'ê zelale... Xanî Ava zelal, tê da xûyaye xem û xeyal. Gp. Ava zemzemê: ava zimzimê, aveke li bajarrê mekkê da ku dibêjin ew ava li jêr pîyên ismaîlê kurrê îbrahîm pêxember derketî ye. 'Kanîya Zimzimê : avek pîroze li Lalesê da. Navê wê avê bi kurdî ye. Zimzim wate sar û zelal. Peyva zim (zem) li peyvên zemherîr, zemistan, zemzîran, zemzelîlk, zemzîlk, zemhêr, ziming (ziving = aran, warê zivistanê) ... Kurdî da hê jî maye. Ava zer jê zan: nexwesîyeke ku ava zer ji ser û lesê nexwesi dizê, kotîbûn, gulbûn. Ava zer: zerav, ava ku rengê wê zere. Ava zê ye, abûrî lê ye. Gp. Ava zêdepar: ew ava ku mîrav zêde ji para kesekê didê da, navê av û newalek biçûke li navça Elendê da. Ava zêrri: ava zêrr, zêrrav. Ava zimzim, pê ve dibezim. TG. Ava zimzimê: ('kanîya Zimzimê) avek pîroze li Lalesê da, ava zemzemê. Ava zîvi: ava zîv, zîvav, sîmav. Ava zore hevraz diçe.Ava xurtan hevraz diçe. Gp. Ava zulematê: ava zulmatê, ava jînê, kanîya ava jînê ku dibêjin li cîhana tarî û nadîyar daye.G:Serbeta lam û bêyan ez bi 'heyatê nadim Badeya le'ilê bi ava zulematê nadim. M.Cizîrî. Ava/avlika rûyê keseî/ê qetîyan.Bw. birîtîye ji bêsermî û bêheyayî yê. Ava/ji ava lem bitirse, ji ya guj netirse. Gp. Avabûn: avedan bûn. Avabûn: çûne ava, qulibîn, çûne ava, qulibîna tav û heyv û istêran. Rîsala vê peyvê ji çîrrokekê sere'kanîyê digre. Pês da mirov li ser wê bîr û bawerê bûn, ku her yek ji heyv û tav û istêran gîyandarekin û digotin dema ku her yek ji wan diqulibin û diçin cîhanek dî, xwe li avê didin û ji xwedê dixwazin ku gunehê wan bibexsîne. Lew ra ku ewana li hewa bînerên gelek kar û kiriyarên nebase mirovan li ser rûyê 'erdê bûne. Li ber vê çîrrokê qulibîna wan ra çûne ava, yan jî avabûn gotine. Avabûn birîtîye ji wendabûnê jî. G : Firaqê sev bi axir çû , sibêde kesf bû dîsa, Merîxa ne'hs ava bû, xûya bû roj diserqê da. M.Cizîrî. Avabûna malan di destê jinên çê daye. Avadanîya zulmê li ber bayekî ye. Gp. Avahî nabe bê esas, mirov bi rojî û nimêjan nabe xilas. Gp. Avahîya gundan ji beratîya riyan va kifse/dîyare/avatîya gundan, ji beratîya rîyan va kifse. Gp. Avahîya gundan, berahîya rêkan. Gp. Avahîya malan kebanîye. Gp. Avakirin û xerakirina malê li destê jinê daye. Avahîya malê bi bermalê/bermalîyê va girêdayîye. Gp. Avalû: ava alûyan, ava halûkan Avalûçe: ava alêçeyan. Avan: pirraneya avê.(av+an), G: 'Heta sibê xew nehate çavan Sakin nedibû ji rengê avan. Xanî. Avandin: kirne av, bihojandin,'helandin. Avandî: bihojandî, 'halandî. Avandole: korka kevirîn ku ava baranê tê da berev dibe. Koravk. Avane: avbuha, mizdav, heqê avê, Avanî: avedanî, avadanî. Avaya mirovi sitara serê mirove. Gp. Avbare: avbere, ew sûla ku pê avê li ser kendalekî ra derbas dikin bo layekî dî. Avbaz: avjen, somekar. Avbazgeh: cîhê avbazîyê, cîhê somekarîyê. Avbazî: somekarî, melewanî. Avbazîkirin: somekarîkirin, melewanîkirin. Avbehî: ava behîyan, ava bihîyan, ava heyveyan. Avbend: kesê/a ku avê bend dike, kesê/a ku pêsîya avê girê dide. Avbend: bendava biçûk, sedê kûske. Avbend: nexosîya sasbendê, nexosîyeke ku pêsava mirov bend dibe û mirov nesê bimîze. Avbendî: girêdan û bendkirina avê.sasbendî. Avbendî: karê avbendîyê. Avbendîbûn: sasbendîbûn. Avbendîkirin: karê girêdan û bendkirina avê. Karkirina aram bi ereba sifirkîlometr, yan her desgahek motorî ji bo ku pirtikên wê li hev rûnên û pêk bên. Avbendkirin: girêdan û bendkirina pêsayîka avê. Avber: avbere, avbare, sûla ku pê wê avê li ser kendalekî ra derbas dikin. Kesê/a ku avê ji cîyekî bo cîyekî dî dibe. Avberdan: berdana avê ji cok yan ji çemekî li ser erdekî, avê berde ser zevîyê! Birîtî ye ji mîstinê. Avbesînk: cîh yan lûleya saxvekirn û parvekirina ava kêzînkirî. Avbihor: derav, delav, bihorîyê avê, ew cîhê tenike avê ku mirov dikare tê ra bi sanahî derbas be. Avbihorî: çandinîya ku di demê da nehatî ye avdanê û dema avdana wê derbas bûye. Avbihorîbûn: çandinîya ku dema avdana wê derbas bûbe. Çandinîya ku di dema xwe da nehatibe avdanê. Avbihork: bihurrî, cîhê tenik li avê da ku mirov dikare bi sanahî tê ra derbas be. Avbir: kesê/a ku avê dibe. Avbirandin: bêavkirin, hiskkirin. Avbirandîkirin: bêavkirin, hisk û bêavkirin. Avbirde: avbirî, tista ku avê birî ye, birroda çûyî. Avbirin: birina avê, Avbirr: kesê/a ku avê li ser kes yan cî yekî dibirre, birîtî ye ji bizozî û arrûsetîyê. Avbirr: s. Avlêgirtina ajelan. Avbirrbûn: birrbûna avê, iskestina ava ser çandinîyê û birrbirrîbûna wê. Avbirrbûyî: tist yan erdê ku av li ser hatî ye birrînê. Avbirrge: cîhê birrîna ava çem yan cobarekê. Avbirrîn: birrîna avê, nehêlana çûna avê bo cîyekî. Av li ser 'Hesen û 'Huseynan birrîn.TG, birîtî ye ji bizozî û arûsetîyê. Avbuha mizav, heqav, buhayê avê. Avceh: ava cehi, avco, abico. Avcirro: acirro, acarr Avcirrodan: acirrodan, acarrdan. Avcoçêker: kesa/ê ku avicoyê saz dike. Avcofiros: kesê/a ku avcoyê difrose. Avcofirosî: firotingeha avicoyê. Avcofirosî: karê firotina avicoyê. Avcofirosî: kesa/ê ku karê firotina avicoyê dike. Avcos: amana ku tê da avê dikelînin. Avcosk: avcosa biçûk, amana kelandina avê. Avçere: çêreya ku pistî avê didine ajelan, avlinc, alinc. Hebûna mafê avçereyê li cîyekê da: hebûna mafê xudankirina ajelan li gund yan li zozanekê da. Avçik: tista ku mirov pê ava rijîyayî çik dike, kaxez hiskker. Avçikandî: bêavkirî, hiskkirî. Avçikandîkirin: bêavkirin. Avçikîn: avçikên, kesê/a yan desgeha ku avê diçikîne. Avçikîyan: çikîyan û hiskbûna avê. G: Agir vemirit hewa hewaye, Av er çikîya heba hebaye. Xanî. Avçikyayî: tista ku ava wê çikyaye û hisk bûye. Avçikyayîkirin: hiskkirin. Avçilav: ava çilawê. Avçirrkîkirin: bêavkirin, hiskkirin. Avçiz: avdiz, avdizk, birîna ku avhildayî bûye. Avçorre: aveçorre, aveçirrk, dilopkirina avê ji tistekî terr. Avçoyî: cilk yan perrûyê ku pistî sûstinê kurt dibe. Avçûn: kurtbûna perrûyan pistî sûstinê. Avçûyî: avçoyî.

Avçûyî: tista ku ava wê çûye. Kincik yan perrûyê ku pistî sûstinê kurt bibe. Avdadan: roçûna avê di erdê da, pirr avvexwarina erdekî. Avdadan: tebek, nexosîyeke ku simê pez û pêrroyan avhildayî dibe û diperçife. Avdahatin: avdaketin, kêmbûn û çikîyana avê. Jor da çûna avê. Cezir. Avdaket: cezir Avdaketin: danîna avê, kêmbûn û pasda vekisîyana ava derîyayê. Cezr. Avdan: avdastin, av berdane ser zevî û zaran, dana avê bi mirovan. Avdana ajelan, avdarî, avdêrî. Avdaneder: dêlandina avê, nistina avê Avdaneve: avdanewe, avdana ajel yan zevî û zaran, dana avê, avdana çend carkî... Avdanewe: avdaneve, dana avê, avdana çend carkî. Avdanî: avdêrî. Avdanîkirin: avdêrîkirin. Avdanîn: danîna avê, kêmbûn û pasda vekisîyana ava derîya û çeman. Avdank: Avdanik, amana avê, ew amana biçûk ya taybetî ava mirîsk û cûcikan yan her ajelê biçûk ku di rikeyan da xudan dikin. Hevalbiçûk, malzarrk. Avdank: avhildank, mîzildank. Avdar: tista ku ava wê heye, meyweya pirr av û xwes. Avdarî: hebûna avê, avdêrî, kar kirin li avdarxane yan çayîxaneyekê da. Hebûna avê... Avdarok: adarok, navê guleke buharî ye. Navê wê yê rastîn adaroke, lew ra ku li meha Adarê da diruske. Avdarxane: qawexane ya dîwanxanê, çayîxane ya dayîrê. Avdastin: avdan. Avdayî: zevî yan tista ku hatî ye avdanê. Sûr yan kêra avdayî. Avdayîn: avdan, avdastin Avdelên: avdêl, nistavgeh, ew cîhê ku av tê ra didêle. Avdem: ava devi Avder: avdêr, avgêrr, kesa/ê ku avê dide. Avderbasnebûn li nîveka çend kesan ra :birîtî ye ji dostanî û xosewîstîyê. Avderdan: derdana avê, dêlandina avê. Avderdan: ji dest dana avê, avêtina ava li cî yekî da berevbûyî bi satil û yan her amanek dî. Avderge: dergav, dergehê avê, çavî ya avê li golav û bendavan da. Avderî: avdêrî, karê avdanê. Avdest: destav, desteso, Avdestxane: destavgeh, mewal, tuwalêt Avdeso: arav, ava bermayî, avrî. Avdev: ava devi, gilêz, tûk Avdew: avdix, avdux,avedew. Avdêl: dêlav, nistav, ew cîhê cokê ku avê didêlîne, coka ku avê didêlîne. Avdêlandin: dêlandin û çorrandina avê. Avdêlîn: avdelên. Avdêr: avder, filankes avdêrekî base, lê av li desti nakeve.TG. Avdêran: avdan, avdêrî kirin, demanê avdana zevî û zaran. Avdêrî: karê avdanê. Avdêrîkirin: avdanî kirin. Avdim: ava devi, gilêz. Avdirr: kendal, ew cîhê ku avê dirrandî ye. Avdirrke: avdirrgeh, kendal, cîhê ku avê kolabe. Avdix: avedew. Avdiz: avçiz, birîna avhildayî. Avdiz: kesê ku avê didize, kesê ku ne li gerreda xwe da avê li ser zevî û zarên xelkê dibirre û berdide ser zevî û zarên xwe da, kun yan derza amana ku av tê ra didêlîne. Avdizk: avhilçink, avhilkêsk, ew lûleya sûseyî ku pê dermanan ji sûsê dikêsin. Avdizk: kulî ya avî, çekûçka avî. Avdizkî: avçizkî, birîna avhildayî. Avdizkîbûn: avhildayîbûn. Avdîn: siza dan, tole. Avdîtî: meyweya ku tistekî helçiqî ye û avgeztî bûye. Avdonk: xwerekeke ku ji don û avê pêk tê, sorrbayeke ku ji don û pîvazê û ... Çê dikin. Avdûng: avsonk, sorba yan îskena ku ji dav/dûv/dûngi pêk tê. Avdox: avedew, Ave ne ave, marê mirî di nave, dîkê zêrrîn serave. MT. Neft, pilte,sûsa lampaya hilkirî (çira). Aveco: abco, Aveçavkirin: çavgerrandin, xwesîya ji temasakirinê, çavhîzîkirin. Aveçorre: ava ku dilop dilopî tê, çirrav. Avedan: avadan, avahî. Avedanî: avahî, av avedanîyê tîne.TG. Aveder: dervayî avê. Avederkirin: ji avê dernaîn û bi taybetî ji avê deranîna penîri. Avedew: avdew, Avedim :ava devi, tûk, tuf. Avegost: ava gosti, avigost, gostav, gostin, xwerekeke. Avehêk: xwerekeke ku ji avê û hêkê çê dikin. Avehêv: ava heyveyê, ava behîyê. Avejene:avsikêne, ew cîhê ku ava asi li dema rawestandinê da tê ra berdidin, birrîngeha ava asi. Avejî: gîya yan ajela ku di nava avê da dijî. Avek li ser agirî da kirin.Bw.ajawe û alozî ji nav birin. Avek sar li ser da vexwarin: Bw. Hilî xwe kirin, nosî gîyanê xwe kirin. Avekar: pêdestk yan sûr û kêr û amana ku bi ava binekanekî hatîye rûqal kirinê. Avekel: kelav, ava kel. Avekel: xwereka ku di avê da kelîyabe. Avekelîkirin: avkelîkirin, di avê da kelandin. Avekî: avkî, her tista ku bînanî avê be. xwereka ku ava wê serdest be. tista bêmaye, ron û ren û bêmaye. Avekî kirin: kirina karekî bi sêweyek bê ser û ber. Avekêkirin: kirina karekî bi curekî nebas, qedandina tiroviro ya karekî. Avel: qeyax, gîyayeke li rex kanî û avan diruske. Aveloq: averoq, roqav, berfa nîve heliyayî. Avemast: mastav, mastaw, çeqilmast. Aveloqîbûn: bûne roqav, nermbûna berfê û nîveheliyana wê. Aveloqîbûyî: roqavbûyî. Avemes: kes yan hespê ku nerm weke avê dimese. Avemesk: ava meskê, ava ku di meskê daye, pês da rêbwar û koçeran av di meskan da hildigirtin. Avemiz: mizdav, avbuha. Avenar: ava hinaran, henarav. Avenbar:enbara avê. Avenos: ava xwes, nosave. Avereng :rengav, rengê ron ku taybetî neqisandin û wênekêsanêye. Averê: rêka avê, coka aravê. Averê: wenda, nist, derbeder,sergerdan. Averêbûn: wendabûn û nistbûn, layê nerînîyê tê da zortire. Averêkirin: wendakirin, nistkirin. Averî: coka aravê. Averro: coka sêlav û aravê. Averroke: averro, avrêka sêlavê Averrû, avirrû, rûmet. Averû: avirrû, abirrû, Averût: portilandî. Averûtkirin: portilandin, rûtkirina mirîsk û ser û pêkan bi ava kel. Averûtkirî: portilandî. Aveser: av li ser, zevîya ku av li ser be, erdê avî. Avesêv: ava sêvan. Avesîh: avesîhk, avesihk, sîha (piska) ajelên avejî. Aveso: avsûtî, kevirê ku li ber avê hatibe helsûnê. Avesû: aveso, avsûtî. Avesî: avesîr, guhanokî, dotinî ya ku guhanê wê xerab bibe. Nexosîyek guhandara ye. Avesîbûn:avesîrbûn, guhanokîbûna ajelan, nexosîya ajelane ku guhanê wan xerab dibe û sîrê wan dibe av. Avetirî: ava tirîyan. Avevek: hezek, qûbî. Avexan: awexan, ew deboyê biçûk ku li bin lûleya ku li nav pêçka zarrokê ra derbas dibe û mîza zarrokê li wir ra dirrije nav. Mîzdank. Avexê:sorrav, sûravk. Avexore: lûle u kunên hûrik li nav rehê dar û ruskeyan da ku av li wan ra derbasî nav çiq û belgên dar û baran dibe. Avexore: navnêrîya rehê dar û baran ku avê ji erdê heldimije û ber bi lesê dar û baran hildikisîne. Avexûn: xûnave Aveza: avezê, avzêm, cîhê ku av jê dizê. Avezê :aveza. Avezêrr:zêrrav Avezêrrkirin :zêrravkirin, avzêrrkirin. Avezîv: zîvav, ava zîvi. Avezîvkirin :zîvavkirin. Avê as birî ye ew taze li dû çeqçeqokê ketî ye.Gp. birîtî ye ji wê hindê ku hemû tist kavil bûye, ew taze li dû tistek bêwêc ketî ye. Avê as birîye ew li dû çeqçeqokê ketîye. Avê as birîye, ew parra peyê çeqçeqokê ketîye. Avê avêtin cîyekê: avê dane cîyekî, rabûna avê û derbasbûna wê ji cîhê xwe yê herdemî. Avê avête biya malan: avê da binya malan. Av rabû û bilind bû û giheste binya malan. Avê bîne ji kanîyan, jinê /bûkê bîne ji eslîyan. Gp. Avê bîne ji mesîlan, qîzê bîne ji esîlan. Gp. Avê bîne û destan biso: birîtî ye ji kutabûnê. Avê bînin ji kanîyan, jinê bînin ji eslîyan, da nebînin ecêbîyan. Gp. Avê da çûn: birroda çûn. Avê da man, di avê da man: Bw. Birîtîye ji xûyîdanek zor, di gola avê yan di xendekê da man. Avê da navê: Bw. Birîtîye ji kutabûn yan jî hindik bûna sebr û hedûrê. Nêzîke di gel; kêr giheste hestî. Avê da qirrikê:Bw. Kêr giheste hestî. Avê daye kapa kûsî: Bw. Birîtîye ji rewsa bas, lê bi tirrane. Eger yek pirsiyara rewskî bike û rews hind bas nebe, li bersivê da bi tirrane dibêjin; avê daye kapa kûsî. Avê daye kuna ruvî. Bw. Birîtîye ji tengî û talî yê, engê tirrane pêkirinê jî tê da dîyare. Avê di agir kin, lê agir li ser agir nekin. Gp. Avê hînandî: birîtîye ji tista ku xorayî û bêdawa ketibe destê mirovi. Avê kanîyan çende sîrin bin, gava tevî deriyayê bûn sor dibin. Gp. Avê ku da ser serî, çi buhustek çi çar tilî. Gp. Avê ku li ser serê mirovî ra havêt, çi bihostek, çi çar tilî. Gp. Avê ku pêl veda bi xwe rêka xwe vedike: Gp. tista ku kete ser rêkana xwe, dê bixwe xwe pês bikeve. Avê ra gotin, ji avê ra gotin: birîtî ye ji xeber yan tistekî nexos. Xewna nexos ji avê ra bêje. Avê ra lîstik nabe. Lîstik bi avê ra nabe. Gp. Avê sarê tu bi ser çi da diçî xwarê. Gp. Avê sêlû dike daku masîyan bigire :ajawê saz dike ku bixwe wêcê jê bibe. Avê sêlû ke, masîyan bigre. Gp.Avê sêlû ke, masiyan lê bigre. Ew avê sêlû dike, da ku masiyan jê bigre. Avê tu bidî keviran kevir sîn dibin. Gp. Avê vexwen ji kanîyan, jinê neyînin ji bîhanîyan. Gp. Avê: navê miqamekî kurdîye. Avê rûyê yekê nedîtin:Bw. Birîtîye ji qirêjûbûn û pintûbûnê. Avên biçûk û herrik, ji avên mezin û rawestayî çêtirin. Gp. Avên golegenî yan bê req û beq nabin. Gp. Avên mend kûrin. Gp.Bw. mirovên aram û ser di ber xwe da pir dizanin. Avên: heyvan, havên, maye. Avên kanîyan kêm dibin, lê sîrkên serê keçelan kêm nabin. Gp. Avêne: awêne, neynûk, tista wekî avê ye. Avêr: sêdar, nêmdar, terr. Avês: derman. Avêtin avê: bw. Bi ro da berdan, birîtîye ji erzan firotinê. Ewî/ê bizina xwe avête avê. Avfiros: kesê/a ku karê wî/ê firotina avê ye. Avfirosî: karê firotina avê. Avgenî: gendav, ava genî. Avgenîk: gendava biçûk. Avgerdan: amana helçinîna avê,hesk. Avgerm: germav, ava germ, germik, avgerma me'denî. Avgerma me'denî: avgerma kanî, germik, germav. Avgermkir: dezgaha germkirina avê, ocaxa sersokê. Avgerr: gerrav, ew cîhê ku av tê da lev digerre, gêjave, kesê/a ku li avê digerre. Endazyarê avê ku li bestekê da li avê (ava bin'erdik) digerre. Avgerr: gerreyana avê. Avgerriyayîbûn :seretaya gihestina mêweyan, avtêgerrîyan. Avgerrîyayî: mêweya ku av lê gerrîyaye. Avgestî: mêweya ku hindekê helçiqî û avhildayî bûye, avgerrîyayî. Avgestîbûn: avhildayîbûn. Avgêlas: ava gêlasan, gêlasav. Avgêrr: kesê/a ku li mizgeft yan li dîwanxaneyan da avê li ber avvexoran digerrîne. Avgêrr: cîhê ku cewa biçûk ji cewa mezin yan cew ji çemi cuda dibe û avê ji rêka wê werdigerrîne û ber bi rêka nû dibe. Avgêrrî: karê gêrraneweya avê, karê gerrandina avê. Avgir: erdê ku av lê digire, kesê/a ku ava mêweyan digire, dezgeha girtina ava mêweyan. Avgir: kesê/a ku pêsayîka avê digre û avê berdide ser cî yekî. Avgir: qûbî, zinav. Avgirêdan: av berdane ser cî yekî. Filankesê av girêda ser zevîyê. Ev peyva li gelek navçeyên kurdistanê da peyvek dijbere. (hem bi wateya avbirrînê tê hem jî bi wateya avberdaneserê tê.) Avgirk: dezgeha avmêwegirîyê. Avgirk: ew cîhê ku av lê digire. Avgirtin: birrîna avê û nehêlana herrikîna wê li ser cî yekî. Avgirtin: girtina ava mêweyan, karê girtina avê ji tistekî. Avgirtin: lêgirtina avê,lêdana avê, nexosîya ku li ber vexwarina ava sar çê dibe. Bi taybetî ji yeksiman ra dibêjin: avê li hespê me girtî. Hespê me avgirtî bûye. Avgîne: abgîn, abgîne, avgûn, avgûne, awwêne, awêne,sûse. Avgîr: ( ji farsî tê,) sagirdê sersoxanê. Avgîr: erdê ku av lê digre. Avgîr: golmanc, gola ku ji ava belekîyê yan ava baranê pêk tê. Avgîz: erdê ku li ber ava baranê nêmdar dibe û dereng hisk dibe. Avgon: avgûn, avgûne, tista ku wekî avêye. Avêne,sûse. Avgost: ava gosti, abgûst, gostin, xwerekeke. Avgostfiros: kesê/a ku avgostê difirose. Avgostfirosî: karê firotina avgostê, dukana firotina avgostê. Avgostxane, xarinxana ku avgostê difrose. Avgostxane: avgostfirosî, xarinxana ku tê da avgostê çê dikin û difirosin. Avguhestî: guhorrîna av û hewaya xwe, aran û zozan kirin, kesê/a ku li ber guhorrîna cîhê jîna xwe, xwe vehisiyayî hizir nake. Avguhestîbûn: nehewiyana li ber guhorrîna cîhê jînê, dema mirov li cîyekê bo cîyê dî diçe, ta midehekê mirov xwe aram û vehisiyayî hizir nake, ji vê rewsê ra avguhestîbûn dibêjin. Avguhestîkirin: rêkirina kesekî li cîyekî bo cîyê dî bi mebesta guhorrîna av û hewayê, pês da dema ku hê zanista nojdarîyê wekî îro pês neketibû, eger kesek nexwes biketa û çi derman ji nexwesîya wî/ê ra nedîtana, cîhê jîna wî/ê diguhestin û ji wê hindê ra digotin avguhestîkirin. Avguhêz: mîrav, kesê ku avê bi gerred li ser avdêran parve dike. Avguhêzî: karê guhestina avê. Avgûn: avgon, avgîne,sûse, rengê sînê vekirî. Avhanîn: înana avê. Avhatin çokan: Bw.birîtî ye ji zor mandîbûnê ji ber hegera gerrîyan yan jî li ser pê rawestanê. Avhatin çokan: nexwesîyek pêrroyane ku çok yan kabên wan diperçifin û avzelêlkî dibin. Avhatin hestikan: Bw.birîtî ye ji vêzarîyek tund. Avhatin: hatina avê ji tistekî, hatina ava cok yan çem û 'kanîyan li ser zevî û zaran. Avhatinewe: hatineweya avê. Avhelçin: amana helçinîna avê, kesê/a ku avê ji amanekê bo amana dî hildiçine, tista ku avê hildimije û hildiçine û hisk dike, birîtî ye ji kes yan erdê ku zor avê vedixwe. Avhelçinîn: avhilçinîn, hilçinîna avê, birîtî ye ji bi lez vexwarina avê. Avhelçink: amana helçinîna avê. Avhelçink: kaxezhiskker, ew berdestka ku berê mîrzayan pê gewhera li ser kaxezê hisk dikirin, ewrê destkir,isfenc. Avhelçûn: helçûna avê, hilkelîyana avê. Avhelgirtin: hildana avê. Avhelgirtî: tista ku av hildabe, birîna avlêgerrîyayî. Avhelhatin: helhatina avê, rabîna avê. Avhelket: med, rabûna ava deriyayê, Avhelkêsk: amana hilkisandina avê ji çalav yan bîrê. Avhelkirin: birina avê ji çemi li rêka cogeyekê ra bo ser çandinîyan. Avhelsan: s. Av rabûn. Avhelsû: kevirê ku li ber avê hatibe sûtinê. Avhestan: s. Avhelsan, rabûna avê. Avhêner: av îner, kesê/a ku avê tîne, tista ku dibe hegera hatina avê. Avhilçinîn: hilçinandina avê. Avhildan: hildana avê, avzelêlkîbûna birînan. Avhildank: amana hildana avê. Avhildayî: tista ku av hildabe, birîna nêmgirtî. Avhilgirtin: avzelêlkîbûna birînan, hildan û rakirina amana avê. Avhilkês: amana hilkisandina avê, tulumbe. Avhilmêj: sûpap, tulumbe. Avhilmij: avhelmêj. Avhilmijîn: hilmijîna avê. Avhirmê: ava hirmîyan, xosaba hirmîyan. Avhînandî :av anîyî, kesê/a ku av anî ye, avê hînandî, tista ku avê înaye. Avik: avegost. Avik: ew ava ku pês pêkgehîstina du gîyanliberên nêr û mê ji wan tê. Ava gunêlî yê. Avikar: kesê/a ku aman yan çek û rihelan bi ava zêrr, zîv yan dîtir avên binekanî rûqal dike. Avikhatin: hatina avepistê,(nizûl) Avil:newala biçûk, newla biçûk ku avek hindik jî tê da heye. Avildank: avhildank,amana avê. Avildank: birîna ku peqpeqî bûye û av hildaye, mîzildank. Hevalbiçûk, malzarrk. Avile: awile, xurîk. Avilî: kesê ku li avayan da namîne û li çol û newalan digerr,sêt, havî. Avilîbûn: sêtbûn Avilme :avleme, biçûka her canliberî di zikê maka xwe da ku hê can li ber neketî ye. Cenîn. Avine: lûla xorxorkê ku serekî wê di nava avê da ye û serê dî jî bi modinê va girêdayî ye. Aving: xunav,sevnim. Avireng :avereng, rengav, rengê ron ku taybetî wênekêsan û neqisandinêye. Avireng: avîreng, li rengê avê da. Avirê çavan qinyata dilaye. Gp. Avirr: avbirr, lênihêrrîna bi saw yan bi evîn, av ji çavan birrîn. Av ji çavan istandin,G: Wî go ku bi 'xemze û bi avirr Xelkê dikujin wekî bi keybirr.... Wan 'xemze û avirrê(n) di xûnxwar Wan xencer û keybirrê(n) di dujwar. Xanî. Sox û sengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min, Avirrên heybet pelengê dil ji min bir dil ji min. Kustim bi derba keybirran, Gezme û xedenga avirran ...M.Cizîrî Avirre: zîpikeke ku li ser û çavan da derdikeve. Avirrû :ava rûyan,serm û fedî,serafet û mezinatî. Avirrûbir: avirrûber, kesê ku avirrûyê dibe, Avirrûbirin: avirrûrrijandin, bêavirrûkirin, rusva kirin. Avirrûçûn: bê avirrûbûn, rusvabûn, Avirrûdar: xudan avirrû, bi rûmet. Avirrûdarbûn: bi rrûmet, xudanê rû û rûmetan. Avirrûdarî: rûmetdarî, xudan avirrûbûn. Avirrûmend: avirrûdar, xudan avirrû. Avirrûrrijandin: bê avirrûkirin, rijandina ava rûyê kesekê/î. Avirrûtkirin: averrûtkirin, portilandina ser û pê û mirîskan. Avirrûtkirî: portilandî. Aviskên: aviskêner. Kesê/a ku avê ji cokê yan ji rêkavê vedibirre û berdide ser cîyekî dî. Aviskêner: aviskên, kes yan tista ku dibe hegera iskandina avê. Avî: ajela ku li nava avê da dijî, erdê ku dêm nîne, mirovê ku zor keyf bi avê û avjenîyê tê. Avî: havî, ajela nexwes ku ji kerî yan ji refa xwe diqete û hertim tenê û li dûmayîkê dimîne, sergerdan û aware. Avî: li rengê avê da, tista ku ji avê pêk tê. Avî: xunav Avî lêkirin: qirrafî lê kirin, sewnim li ser da ketin. Avî ketin: qirrafî ketin, aving ketin. Avîtî: avî bûn, nebejî bûn. Avîbûn: havîbûn, bi nexwesîya avîbûnê ketin, awaretî û sergerdanî. Avîje :erdê avî. Avîje: ter û temîz, paqis. Avîn: tista pirr av, tista ku ava wê gelek be. Avîn: tovav, ava pistê. Avîner :av îner, kesa/ê ku avê tîne, tista ku dibe hegera hatina avê. Avîyan û li erdê da çûn. Bw. birîtîye ji serm kirin û fedîkirinek mezin Avîyan: bûne av,'helîyan. Avîyar: avdêr. Avîyarî: avdêrî. Avîye: lihêm, sîwaxa derbanan ji bo wê hindê ku ava baranê tê ra derbas nebe. Avîyedan: lihêmkirin, hilkelandina amanan, cosdan. sîwaxkirina derbanan ji bo pêsgîrîya dilopan. Avîyekar: lihêmkar, kesa/ê ku lihêmkarîyê dike. Avjen: kesa/ê ku avjenîyê dike, somekar, melewan,soberber. Avjenî: somekarî, melewanî. Avjenîkar: somekar, avjen. Avjenîn:: somekarîkirin. jenîna avê, somekarî. Avjenî kirin: avjenîn Avjenîtî: avjenî kirin Avjenîngeh: cîhê avjenîyê. Avjenk: cîkê avjenî yê. Avjenkar: somekar. Avjenyar: kesa/ê ku avjenên nûkar fêrî avjenîyê dike. Avjêgirtî: avlêgirtî, mêweya ku ava wê hatibe girtinê. Avka tal: Bw. birîtî ye ji meyê. Avkarî: rûqalkirina tistan bi avek me'denî. Avkarîkirin: rûqalkirin. Avke: sersok. Avkelandî: tista ku di avê da hatibe kelandinê. Avkelî :tista ku di avê da hatibe kelandinê, xwereka ku di avê da hatibe kelandin. Avkelîkirin :di avê da kelandin. Avkelk : dezgeha kelkirin û germkirina avê li sersokê da. Avkend: kendav, ew cîhê ku avê kolaye û kor kirî ye. Avketin: avtêketin, avlêgerrîyan, gehîstina mêweyan. Avkês: kesê/a ku avê dikisîne, amana ku pê wê avê ji çalavê yan ji 'kanîyê dikisînin. Avkêsk: tulumba avê, amana kisandina avê. Avkêsan: kêsana avê, kisandina avê ji cîyekî bo cîyê dî. Avkêsî: karê kisandina avê. Avkisandî: perçivî, werimî Avkêsîkirin: kirina karê avkêsîyê, Avkêsk: avkêsa biçûk, amana kisandina avê. Avkirin: avandin, bihojandin. Avkisandin: avkêsan, kisandina avê, kisandina avê ji cî yekî bo cî yekî dî bi amanan yan jî pê lûleyan,G: Nûrê rûnist ser bîrê, Av kisandî bi zincîrê.TG. Avkî: li rengê avê da, bînanî avê, wekî avê. Avkok: avek hindik û zirav ku ji kanîyekê bikise û bi zorê têra avdana çend kerdî bostan bike. Avkunk: kuna ku av tê ra derbas dibe, çavî. Avkustî: pincarê ku gelek bê avdanê û li ber hegera avdana bêrece bipejmire. Avkustîkirin: pirr avdan, bêrece avdana pincaran. Avkustî bûn: pirr hatine avdanê. Avkustî bûyî: pirr hatî avdanê. Avleme: avilme, her biçûka di zikê maka xwe da ku hê liv pê neketibe. Avleyz: avbaz, somekar. Avleyzî: avbazî, somekarî Avlêçûn: av jê çûn, av jê kisîyan. Avlêgerrandin: resandin yan gerrandina avê li ser tistekî. Avlêgerrîyan: avtêketin, gehîstin yan nûgehîstina mêweyan. Avlêgerrîyayî: tista ku av lê gerrîyaye, mêweya ku av lê gerrîyaye, mêweya nûgihestî. Avlêgir: erdê ku av lê digre, kesê/a ku avê ji mêweyan digire, dezgeha avgirtina mêweyan. Avlêgirêdan: berdana avê li ser çandinîyekê. Avlêgirêdayî: cîhê ku av lê hatibe girêdanê. Avlêgirêder: kesê/a ku avê berdide ser cî yekî. Avlêgirtin: av jê girtin, girtina avê ji tistekî, girtina ava mêweyan. Avlêgirtin: avlêketin, lêketina avê, nexwesîyeke ku li ber pirr vexwarina ava sar peyda dibe. Avlêgirtî: kes yan ajela/ê ku avgirtî bûye. Avlêjge: cîhê ku lêj ketî ye û av lê naraweste, ava ku li serberjêrekî da diherrike. Avlêker: kesê/a ku avê li ser destê kesekê/î da dike, dakû tistekî biso. Avlêketin: avlêgirtin, nexwesîya ku li ber pirr vexwarina ava sar peyda dibe. Avlêketî: tista ku av lê ketî ye, kes yan ajela ku avgirtî bûbe,(avê lêdabe). Avlêkirin: rijandina avê li ser tistekî. Avlêkirin: sûstina ser û lesê kesekî. Avlêkirî: tist yan kesê/a ku av lê hatibe resandinê yan hatibe sûstinê. Avlêqelibandin: Bw.avlêrastkirin, avlêgirêdan, berdana avê li bin kes yan li ser cîyekî bi mebestek nebas. Avlêqelibîn: av lê hatine girêdanê, av lê hatine berdanê, av lê hatine rast kirinê. Avlêrastkirin: avlêgirêdan. Avlêresandin: resandina avê li ser kes, ajel yan cî yekî. Avlêwerdan: werdana avê li tistekî, ava ku pistîsûstinê bo dilnîyabûn ji paqisîyê li ser amanekê da dikin. Bw. Birîtîye ji kutakirinê. Avlêwerdayî: amana ku av lê hatibe werdanê. Avlêxwarin: Bw. Av jê vexwarin, Serekanî ya kar û qewimînekê, avlêvexwarin, vexwarina avê ji 'kanî yan cî yekî wek wê. 'Kanîya ku te carekê av jê/lê vexwar,'keviran nevêjê.Gp. Çi 'kanî neman me av lê nexwar, çi war neman me lê danenî.TG. Avlêzan: avjêzan, zana avê ji cî yekî Avliberdaman: mana avê li gewrîya kesekî/ê da. Nan li ber da ma avê bîne, av li ber da ma cangi (kefeni) bîne.TG. Avliberdamayî : kesa/ê ku av li ber da mabe. Avlik derkirin :derkirina birîna ku avlik girtî ye. Avlik girtî: birîna ku av lê gerriyaye û peqpeqî bûye. Avlik: avile, peq, birîna ku av lê bigerre û peqpeqî bibe. Avlik: avirrû, averrû, bo nimûne dibêjin avlika rûyê filan mirovî qetiyaye. Wate mirovekî bêavirrû û rusvaye. Avlik: avirrû, avlika rûyê kesekê/î qetîyan Avlika rûyê wî/ê qetiyaye /rijiyaye. Gp. Avlika rûyi qetiyan: Bw. qetiyana avlika rûyi, birêtêye ji bêfedîtî û bêsermîyê. Avlinc: alinc, avçere. Avlîmon: ava lîmonê. Avloqe: vîrçoq, berfa nîv helîyayî, roqav. Avloqî. Wekî avloqê. Avloqî bûn: roqavî bûn, wekî berfa nîvhelîyayî bûn. Avmale: Bw.ew qirs û qal û qurmên ku av digel xwe tîne, tista ku avê anî ye, birîtî ye ji tista ku xorayî û bêytêkosîn bi dest mirovi ketibe. Avmalk: avmale, avmalke, avmale, ew qirs û qal û qurmên ku li ser avê dikevin û av digel xwe dîne, Av ku rabû avmalke xwe didine alîyekî. Gp. Avmeyîn: meyîna avê, birîtî ye ji qerrisîn û bênihtina avê. Avmêwe: ava mêweyan. Avmêwefirosî: firosgeha ava mêweyan. Avmêwegir: dezgeha girtina ava mêweyan, kesê/a ku karê wê/î girtina ava mêweyan be. Avmêwegirî: karê girtina ava mêweyan, dukana ku ava mêweyan difirose, avmêwefirosî. Avnas: kesê/a ku celebên avê nas dike, endaziyarê/a avnas. Kesê/a ku dizane av li kîsk erdî da heye. avnasî: zaniyarî ya avê. Avnebat: sekirok, Avnedîtî: perrûyê nû ku hê nehatî ye sûstinê, kesê ku av nedîtî ye. Avnegir: cîhê ku av lê nagire. Avnêm: kêm, zox. Avok: Avpalêv: avpal, sûzme, kesê/a ku karê wê/î palavtina avê be. Avpalêvgeh: cîhê ku tê da ava vexwarina bajar yan gundekî dipalêvin û li dû ra li rêka lûleyan dikêsin nav avedanî yê palêvgeha avê.. Avpalêvî: palavtina avê, karê palavtina avê, Avpalk: sûzme, avpalêv, amana kunkunî ku tist yan xwerekekê tê da avçik dikin. Avpas: avresînk. Avpasênk: amana resandina avê, avresînk. Avpasîkirin: avresandîkirin. Avpask: amana resandina avê, avresînk. Avpask: avpirjên, avrresînk. Avpeng :pengav, avgîr, gola ku ava baranê tê da berev dibe. Avperjên: avrresênk. Avperr :darekî kunkirî ye, ku li devê avdera sûla asi didin û avdera wê tengtir dikin, ta kû av bi guj ji sûlê derkeve û li perrikên topa asi bigire û topa asi bi hêztir biçerixînin. Avperre: ajela avîbûyî, ajela ku ji 'kerî yan ji refa xwe dimîne. Avperrên: dijav, zevîya berwarkî ku av lê ranaweste û avdana wê dujware. Avpeskandin: peskandina avê , resandina avê, Avpeskên: avpeskênk, ew fewara ku li dor xwe dizivirre û avê dipeskîne ser çîmen û gul û gulzaran. Avpeskînk: avpeskên, avrresînk. Avpêketin: av lê ketin, avpêketî: av lê ketî Avpijên: s. Avrresên,avpirjên. Avpilav: ava pilavê. Avpirjandin: avpeskandin. Avpirjên: avrresênk. Avpirjêner: kes yan tista ku avê dirresîne. Avpîv: kesê/a ku avê dipîve, amana pîvana avê. Avpîvan: pîvan yan kêsana avê, birîtîye ji karê bê akam û bêsûd. Avpîvaz: avpîzav, ava pîzavê, xwerekek sadeye ku ji rûn û avê û pîzavê saz dikin. Avpîvok: amana pîvana avê. Avporteqal: ava porteqalê. Avpûnc: avpincî, apincî, baranî, veposkek kurdî ye weke 'ebayi. Avqelibandîkirin: av li cî yekî qelibandin, berdana avê li ser cî yan tistekî. Avqorre: avsîle, ava tirîyên negehîstî. Avrabûn: rabûna avê, helhatina avê. Avradan: vemaltina coka avê û anîna avê li wê cokê da. Avrawestan: Bw. sekinîn û rawestana avê, birîtîye ji kirina karekî mezin yan kirin û qedandina karekî bi sêweyek zor bas. Gelek caran evê gotinê bi nerînî jî bi kar dibin: Filankes wisan distirê ku av li ber dengê wî radiweste, birîtî ye ji mu'iceze û kerametan. Avresî ketin li nîveka çend kesan:Bw. Birîtîye ji neyarî û nexosî yê. Avrêjne: avrrêjne, avbesînk, ew cîhê ku lûleyên ava kêzînkirî jêk cuda dibin û parve dibin û dibin çend çiqan. Insi'ab. Avrijandî: tista ku ava wê hatibe rijandinê. Penîrê ku ava wî çikiyabe û ji bo rûkirinê(toraqlêwerdanê) û dagirtina kûp yan 'eyaran amade be. Avrresandin: resandina avê. Avrresandî: cîh yan tista ku av lê hatibe resandinê. Avrresandîkirin: resandin û peskandina avê li ser cî yan tistekî bi mebesta temirandina tozê yan nermijandinê. Avrresên: kesê/a ku karê avrresandinê dike. Amana resandina avê. Avrresînk: navê meha payîzê ya dûyêye ku bi farisî aban dibêjinê. Ev peyva tenê li nava gotinên pêsîyan da maye: Mihî dibêje xwezîya xaçxaçokê, ne xwezîya avrresînkê. Çunkû avrresînk ber bi zivistanê, lê xaçxaçok ber bi buharê diçe. Avrrêj: avdest, destav. Avrrêj: erdê xwar û mêl ku av lê naraweste û ber bi xwarê diçe. Layê ku ava bani li ber bi wê diherrike, Avrrêja bani lêjbûna bani bi mebesta rijiyana ava baranê bo layekî û nemana ava baranê li ser bani. Avrêja her malekê debê ber bi hews û heyata wê malê be. Rûbar , hewzeya ava çem yan deriyayekê. Ew navçeya ku tewawî avên 'kanî û cok û cobar û çemên wê li cî yekê da digîjin hev û tevî hev dibin. Bi turkî axarbaxar dibêjinê. Avrrêjgeh: cîhê rijandina avê. Destavgeh. Ew cîhê ku ava çemekî tevî deriyayê dibe. Avrrêjk: abrêjk, misîn, avtawe, amana rijandina avê li ser dest û çavan. Ereban ev peyva kurdî kirine ebrîq (ibrîq). Avrrêjtin: rijandina avê, birîtî ye ji destava zirav. Avrrêjxane: avdestxane. Avrrênc: avrrêjk, mesk, dodan yan 'eyarê ku reçelê bi mebesta avçikandinê dikenê. Avrrênck: avrrêncê biçûk. Avrrijandin: Bw. rêstina avê, birîtî ye ji rijandina sewatê, herwisan birîtî ye ji karekî nerind û sas. Mezin avê dirrijînin û biçûk jî pê lê dikin. Gp. Pês da mezin seretaya karekî sas dadirêjin û biçûk jî li dû wan ra wî karê wan yê sas tekûz dikin. Avrrî :ava ku li ber kesekî maye, ava bermayî: kûsî naxwe avrrîya masî.Gp. Avrronkere: sincaqok, hespê bûkê, kêzikek baldare ku li ser rûyê avê ra biguj derbas dibe û ew gild û gemara ku li ser avê heye li ber guja wê hindekî ladiçe. Avrrû: avirrû, ava rûyan, serm û fedî, serafet û mezinatî. Avrrûbirin: avrrûrrijandin, rusva kirin. Avrrûçûn: bê avrrûbûn, nemana serm û fedîyê. Avrrûrrijandin: bê avirrûkirin, rijandina ava rûyê kesekê/î. Avrrûtkirin: averrûtkirin, portilandina ser û pê û mirîskan. Avrrûtkirî: portilandî. Avsark: 'kanî, dezgeha sarkirina avê Avsarker: sarince, dezgeha sarkirina avê. Avsêv: avesêv. Ava sêvan. Avsîr: avsîrk, ava sîri, sîrav, sîravk, xwerekek sadeye ku ji sîrik û avê pêk tê. Avsîrk: avsîr. Avsûrk: sûrav, sorrav. Avsar: sûle, avsurrk. Avsêle: ava sêlû, Avsêlk: ardavik, kûske ard yan kapek tevî avê dikin û didin ajelên virrnî û bi taybetî golikan: Bû avsêlka golikan.TG. Ji xwereka rij ra dibêjin. Avsêlka golikan: bw. birîtî ye ji xwerekek bêtewas û rij. Avsêlû bûn: sêlûbûna avê, birîtî ye ji nepakî û nedurustbûnê. Ava kesekî/ê sêlû bûn/ mîza kesekê/î sêlû bûn: nedurustî û bedkarî. Avsîle: avsîre, avqore, curek dosabe, ava tirîyên negehîstî. Avsîn: sînê bi rengê avê, sînê deriyayî. Avsîr: xwerekek sivanaye, ji av, rûn, sîr û pîvaz û… pêk tê. Avsîre: avsîle, avqorre. Avsîz: ava ku lîl û lîq tê da hebe. Coka avê ku lîldar be. Avso: arav,sêlav. Avso: erdê ku bi avê hatî ye sûstinê, ew mêrg yan çîmenê ku ketî ye bintara kanîyekê û ava 'kanîyê herdem li ser belaw dibe û herdem terre. Avsok: sersok Avsorr: sorrbe, sorre, avgost. Avsorrk: avsorr, sorre, sorrba, Avsurrk: surravk, surrik, sûle, tavge, sûlav, sîpe. Avtal: talav, mirdav, ava ku li golmancekê da mabe û tama wê tal bûbe. Avtalk: avka tal, birîtî ye ji meyê. Avtalk: talavk, ava tal, ava deriya yan jî golmancan. Avtav: ewrên avis, ewrên bi baran Avtawe: misîn, tawika avê, amana germkirina avê. Avtawên: avtawe, tawika ku avê tê da dikelînin, ji misîni ra jî dibêjin. Avteng: zanboq, tengave, ew piska çem yan deriyayan ku bihorrê avê teng dibe û av bi guj tê ra derbas dibe. Avtengîbûn: tengavbûn, hewcedarî çûna destavê bûn. Avtêgerîyan: av lê gerriyan, bere bere gehîstina mêweyan. Avtêgerîyayî: mêweya ku av lê gerriyaye û nû gihestî ye. Avtêketî: mêweya ku av lê gerrîyaye. Avtênebûn: bê av bûn, hiskbûn: Behra sîne û av tê nîne. Bw.Gp. birîtî ye ji nav û dengê bilind û pûçbûna naverrokê. Kes yan tista ku ne wekî nav û bangê xwe be. Avtêzan: avlêgerrîyan, Avtêzan: avlêzan, hatina avê ji tistekî. Avvexwarin: vexwarina avê. Avvexwarina çavan ji tistekî: pist pêve girêdan, hebûna itmînanê. Çavên min ji filankesê avê vedixo: min itmînan pê heye. Avvexwarinek: birîtî ye ji dem û qasek kurt. Avxane: avdestxane. Avxarin: avvexwarin. Avxarina wî/ê hate birînê. Avxendiqandin: pêsayîka herrikîna avê girtin, girêdana pêsayîka ava cok yan çemekê pê kevir û çîm û çîmentoyê. Avxêz: xêzav, lêmist, lehî, lêvî, lêkend. Avxor: avxork, amna vexwarina avê. Avxor: kes, tist yan erdê ku avê vedixo. Avxore: rîsala gîha û dar û baran ku zêdetir ji hemû piskên dîye rîsalê avê ber bi endamên gîya û dar û baran dibe. Avxork: amana vexwarina avê, gosik. Avxorî: avxork, amana av vexwarinê Avxur: avxur, cîhê vexwarina ava pêrroyan. Avxur: kesê/a yan ajela ku avê vedixwe. Erdê ku gelekî avê vedixwe. Avxwarin: av vexwarin. Avxwarina kesekî li cîyekî hatine birrînê:Bw. Kutabûna derfenda man û jîyanê li wî cî yî. Avxwarina wî her ew car bû. Avxwaz: xwereka ku xwerina wê mirovi tîhnî dike. Xwereka çivir û pirrmaye, kesê/a ku avê dixwaze. Erdê tîhnî ku hewcedarî avdanêye: Ava xwestîyan naçe hestîyan. Gp. Avzan: zana avê ji cîyekî. Avzelarik: correk masî ye ku di avên çeman da dijîn. Avzelêlk: avzelîlk, birîna ku avhildayî bûye. Avzelêlkî: birîna avhildayî û peqpeqî bûyî. Avzelêlkîbûyî: birîna ku peqpeqî û avhildayî bûye. Avzelîlk: avzelêlk. Avzerk: zerkav, ava zer, navê gundekî kurdistanê ye. Avzê: zinav, cîhê ku av jê dizê. Avzêl: golmanc, hewz . Avzêm: erdê ku avek hindik jê dizê û herdem terre. Avzêrr: ava zêrri. Avzêrrkirin: zêrravkirin, rûqalkirina tistekî bi ava zêrri. Avzêrrkirî: tista ku hatibe avzêrrkirinê. Avzîv: ava zîvi. Avzîvkirin: zîvavkirin, rûqalkirina tistekî bi ava zîvi. Awdo: s.avedew Awekul: s.avkelandî Awenîye: dexlê ku taze lûle digre, dexlê ku taze repiste dibe. Awerd: rêka avê, coka aravê. Awexor: bext û iqbal. Awile: avile, xurîk, peq. Awisan: rabûna avê Awise: sewnim, xunav. Awîde: avîde, avdîde, pak û xawên. Awîyer: abîder, navê çîyayekî ye li Senedejê. Awkes: avkês Awsorran: asorr, navê çemekî kurdistanêye. Awxêzge: sere'kanî. Balav: balov, li rex avê , navê gundekî kurdistanê ye, kirasso, kel, çûna têkrayîya jinikan bo sûstina ser û kincan li rex avê, sûstina ser û kincan. Balavî: sersok, hemam. Balavîxos: silava sersokê ye. Gava ku kesek ji sersokê derdikeve dibêjinê balavî xwes. Herwisan dema ku jinik diçine kirasso yan balavê, dibêjine hev balavîxos. Ca hînga di bersiva hevdu da dibêjin Xudê ewî pîçika mêri ji bo te bihêlît. Balov: balav. Baranav: ava baranê. Barav: rex avê. Befrav: befraw, berfav,ava befrê Benav: bendav, benda avê. Benda avê birî :Bw. benda ku avê birî ye, benda birroda çûyî, birîtî ye ji pûçbûna hêvî û awatan. Bendav: avbend, nexwesîyeke ku nexwes her çend avê vedixo jê têr nabe. Ji nexwesîya sasbendê ra jî dibêjin. Bendav: benda avê, sed û benda ku li ber avê girêdabin. Bendavderdan: bendav birroda berdan, bendav dane avê, birîtî ye ji xwe torrandinê. Bendavîbûn: sasbendîbûn. Berav: rexav, sahil. Berav: zevîya ku av li sere, berxêr jî dibêjinê. Beravî : ajela ku li rex avan dijî: çilûrê beravî ji dêkê danzde bavî.TG.(dujûne) Berfav: ava berfê. Bestav: ava qerrisî. Bêav: tist yan cîyê ku av tê tuneye. Bêavan: bêaban,çol. Bêavbûn: nebûna avê. Bêavirrûkirin: bêavrrûkirin, rusva kirin. Bêavî: nebûna avê. Bêavîtî: tunebûna avê. Bêavkirin: avçikkirin Bi ava xelkê melewanî kirin: Bw. li ser tirafa ketin, bi gotina xelkê kirin. Bi heft avan nayê sûstinê: Bw. birîtî ye ji nepakî û qirêjatîyê. Bi heft avan sûstin: Bw. bi heft avan tehfîl kirin, birîtî ye ji pak û pakijîyê. Bi jehrê av dan: avdana çekekê bi jehrê. Bi mistek av melewanîkirin: Bw. birîtî ye ji zûbawerîyê, herwisan zû tûrrebûnê. Bi mistek av xendiqîn: Bw. birîtî ye ji bêhntengî û tundî û tîjî û zû tûrrebûnê. Bi sal va xwe li avê dan: Bw. xwe bi sal û sapikan va li avê dan, birîtî ye ji bêy hizirîn dest bi karekî buvedar kirin, kirina karekî bi lez û nepîvayî. Biav: avdar. Bila av te bibe, lê li ser pira nemerdan ra derbas nebe. Gp. mirin ji wê hindê çêtire ku mirov daxwaza arîkarîyê ji nemerdan bike. Binav: binab, binîya avê, ew cîhê ku av lê kom dibe, bintara avê. Navê bajarrekî Kurdistanê ye, niha Azerî tê da dirûnên. Binavbûn: nistbûn, wendabûn. Binavî : ew cîhê ku av ber bi wir diçe û lê berev dibe: Av dizane binavî li kuye. Gp. Binavkirin: nistkirin, wendakirin. Birine ser avê û tîhnî înan: Bw. birîtîye ji xapandinê. Birine ser avê: Bw. birina kes yan ajelekî bo ser avê bi mebesta vexwarina avê, birîtî ye ji birina zarokekê/î bo destavê. Bizina gurrî avê ji sere'kanîyê vedixwe. Bw.Gp.birîtî ye ji wê hindê ku mirovên neçî û nesî xosbextin. Bîna ava bin/jêr kayê: zîrek û xapînok bûn. Bînanî firrek av: Bw. birîtî ye ji karekî pirr asan. Bînanî masîya ku av li ser hatibe birrînê: Bw. birîtîye ji alozî û nereheîyê, zortir ji bo kesên dûrwelat yan jî kesên ku kesekî/e xwe ji dest dabe dibêjin. Bîra bê av, kesê bê nav. Gp. bîra ku av tê da tunebe wekî mirovekîye ku bênave. Her tistek xudanê rews û kiriyar û çawanîyek taybet bi xwe ye. Bûne av û di erdê da çûn. Bw. birîtî ye ji sermkirin û wenda bûn û nemanê. Bûne av: Bw. Pirr xûydan, terr bûn. Bw.xeniqîn, zorbûna tengî û talîyê, ji xwe û jîyana xwe têrbûn. Camavk: camka avê, camka taybetî vexwarina avê. Cilka xwe (palasa xwe) ji avê derêxistin: Bw. birîtî ye ji karîn û bicîanîna erkên xwe. Çalav: çala avê. Çarik li avê dan: Bw. birîtîye ji xwe pak û nivêjkar û durust nîsandanê. Çav av lê ne/xwarin/vexwarin. Bw. birîtî ye ji pist pê ve girêdanê yan negirêdanê. Çavê min ji wê/î avê naxo: ez qet itmînanê bi wê/î nakim. Ez pista xwe pê ve girê nadim. Çekûçka avî: kulîya avî. Kêzikek avî ye. Çem bi goskê avê hisk nabe: Gp. Bw. ava çemi bi avxorkek av kêm nabe, birîtî ye ji wê hindê ku malê pirr bi mizaxtinek hindik kuta nabe. Gava ku zirar û zîyanek digêje malek dewlemend, evê gotinê dibêjin. Çemav: çemê avê. Çilaw: çilav,xwerekeke ku ji avê û birinci(rizi) çê dikin. Sile ya birinc. Çilkav: arav, sêlav, ava pîs. Çilkavxor: Bw. Birîtîye ji mirovên xofiros û heramxor û çikûs û berçavteng. Çilmav: xîtik. Çiqav: saxav, çiqek ji çem yan cobarekê. Çirrav: dilopav, qurtek av, avek zor hindik. Çov zirave tuxûb ave, çov istûre tixûb dûre: Gp. birîtî ye ji wê hindê ku eger mirov bi hêz û sîyan be dujmin ji mirovi dûr dikeve, lê eger mirov lawaz û bêdesthelat be dujmin tim li nêzîkî mirovi digerre. Çûne 'keravê: çûne girtina masîyan bi sêweya birrîna avê li ser masîyan.? 'kerav

Çûne ava: ava bûn, qulubîna tav, heyv û istêran. Çûne avê: bi mebesta anîna avê çûn. Çûne avê: kurtbûna perrûyekî pistî sûstinê. Çûne destavê: çûne ser destavê, çûne avdestxanê. Çûne pêsavê: çûne avdestxanê. Çûne ser avê: çûne destavê, Filankes naçe ser avê, dakû birsî nebe.Bw. Gp., birîtî ye ji çikûsî û çavçinokîyê. Çûne ser pêsavê: çûne avdestxanê. Daban: duaban, duavan, ew cîhê ku du av digehine hev û tevî hev dibin. Dabana Todanê li navça Elendê da bi nav û bange. Danav: ava ku dema dexil û çandinî taze dan digirin werzigar didenê. Kutatirîn ava dexliye, ava ku bo cara kutayê didine meskê û dibêjin mesk hatîye danavê. Dane avê: Bw.li avê dan, li avê derbasbûn, danîna tistekî li nava avê bi mebesta nermbûnê, meskê dane avê bila nerm be, birroda berdan, birîtî ye ji torrandina tistekî. Delav: derav, bihorrî, cîhê tenike avê, ku mirov dikare tê ra bi sanahî ji avê derbas bibe. Derav: delav, abisxor, ew golmancên ku tersdar li danê havînê li pêsayîka avên cobar û kanîyan çê dikin û tersên xwe li ser av didin: Pez kisîya ser delava, axa mala te ava, tu bo lawik nakî zava.TG. Deravan: der avan, rex avan. Derbendê ava: Benda ‘korî yên zevî yan çandinîyekê. Dest bo avê gehandin: Bw. destav kirin. Dest li avê dan: Bw. dest bo avê gehandin, çûne destavê. Destav: destaw, çûna ser avê. Destavkirin :çûne ser avê. Destaw: destav, bi soranî destpêj. Destek av: ew rade û endaza avê ku mirovek bikare pê çandinîyekê av bide. Devê mirovi ku ji girarê bisewite, pufî ava sar jî dike/ devê mirovi ku ji sîr bisewite, mirov pufî dêw jî dike. Gp. Dêlav: nistav. Dêrav: ‘Korî, cokên avê li nava çandinîyekê da. Di avê da berdan: Bw. bi roda berdan, birîtî ye ji erzan firotinê. Di avê da çûn: Bw. birroda çûn, ji dest dan, li rêka avê da ji nav çûn : Cerrê avê di avê da diçe.Gp. Dijav: tista ku dijî avê be, kesê ku keyf bi avê û sersûstinê nayê, tista ku di avê da xerab nabe: demejmêra dijav, zevîya berwarkî ku avdana wê dijware. Dilopav: ava muqetter, ava ku diop dilop tê. Dikare li cîyê peyva ava muqeter da bê bikar anînê. Dirrav: avdirrk, cîhê ku li ber gerreyana tunde avê dirriyabe û weke kendalekê lê hatibe. Do'xav: ava kislê ku li benatîyê da bikar dibin. Do'xav: doxave, avedew, girara dewi. Dosab: dosav, dims. Dosav: dosab. Doxave: girara dewi ku kiftikên sawarê jî dikinê. Duaban: daban, du avan, ew cîhê ku du çem tevî hev dibin. Duavan: duaban. Eger av carekê li cewekê ra çûbe, dê dîsan jî her herre. Gp. eger kesekê/î carekê karekî bas kir, dê dîsan jî her bike. Evê gotinê zortir ji bo malbatên dewlemend ku ketine nedarîyê dibêjin. Eger bi avê ba, beqêyê werîs biqetanda. Gp. bijîvê mirovan av tenê nîne. Enbarav : hemaraw, hembarav, enbara avê, ew cîhê ku avê tê da berev dikin yan tê da sar dikin. Ev hevîra yê gelekî avê hilde. Bw. Gp. wate ev doza dê gelekî bidome. Firrav : qurtav, firrek av: G. Lew ra ku du tesneleb di bêgav Bêtab bibûn ji bo firrek av. Xanî. Bi min werenge ku peyva firavîn bi wateya xwereka nîvro ku bi currekî asayî xwerekek germ û avdare, he ji vê peyvê hatîye girtin. Firawîn: firr+av+în: xwereka ku mirov disê weke avê virr bike. Herwisan firrik navê surrbeyek kurdîye jî. Ji hinavçûnê ra jî dibêjin. Gelîyên kûr bê av nabin. Gp. birîtî ye ji wê hindê ku mirovên kone û navsalan da çûyî hismendin. Gendav : ava ganî, gendaw. Genimav : ava genimi, corek bîreye ku ji ava genimi digirin. Germav : germik, ava germa me'denî, sersok, ava germ, navê xwerekek kurdî ye. Girar. Gerrav: avgerr, gêjave, gerrîneka avê, ew piska gol, golmanc, çem yan deriyayan ku av tê da lev digerre û li dor xwe dizivirre. Gêjav : gêjave, gerrav. Gêrrav: ava ku tama wê gêrre. Gêzerav: gizêrav, ava gizêran. Girav: ew girê ku li nava avê ra serê wan xûya dikin, cezîre, ade, Girrav: ava germ û tamnexwes, ava sîrogerm, birîtî ye ji xwereka nîvgerm û tamnexwes. Golav: gola avê, golmanc. Gujav: ava guj, hêz û guja avê. Gulab: gulav, ava gulan: Li gulên teyî terr û nazik ku se'her girtî xunav Di ebarîq û qinînan ji 'hesed sohtî gulab. Pirr bi wan cer'han xwe têrin, Lew ku wê derman dikin, serbeta ava 'heyatê sekker û qend û gulab. Serbeta zehra helahil ku 'hebîba me bidet Bi gulab û sekker û qend û nebatê nadim. M.Cizîrî Gulav : gulab, ava gulan, mawerd, nave ji bo jinan: Durrdaneyê xwe birrêje navê Ye'inî 'ereqa wekî gulavê. Xanî. Me'hbûb û rey'han pirr gulav 'Ker kir li min cerg û hinav.M.Cizîrî. Gusav: ava mêweyan ku bi guvastinê dest ve tê, ‘essare. Hatine danavê: hatina dema kutatirîn avdana dexil û dan û meskê. Hebûna mafê av û axê: filankesi di filan gundî da mafê av û axê heye, wate ew dikare li wî gundî da bijî û bibe xudanê erdê çandinîyê. Heftavan: heftava, ew cîyê ku heft av (çem yan kanî)lê hebin. Navê gundekî kurdistanêye. Henarav: hiarav, ava hinarê. Heqav: heqê avê, hebûna mafê jîyana kesekî/ê li cîyekê da: Heqava min di vî gundî da heye: mafê min yê jîyanê di vî gundî da heye. Berê xudangundan pareyek ji mirovên xwesnisîn (mirovên ku zevî û zarên wan tunebûn) distandin û ji wî pareyî ra heqav digotin. Wate heqê ava gundên xwe jî ji xelkê distandin. Her roj qurm li ber avê nayên:Gp. her roj lêvî ranabe û qirs û qalan digel xwe nayîne. Derfend û kelên he carekê çê dibe û mirov nabe derfendê ji dest xwe bike. Hesinê avdayî:Bw. birîtîye ji mirovê ku gelek tengî û talî dîtibe û li kûre ya derd û belayan da pijyabe. Hespê avî: hespê ku li nava avê da dijî, ajeleke ku rengê hespan dide û li deriyayan da dijî. Gorekî çîrroka Memê Alan Bozê Rewan dola hespê avî (hespê be'hrî ) ye. Hezarav: hezar'kanî, hezargol, sere'kanîya ava erez. Hinarav: ava hinarê. Hindî av bostire as xostire: Gp. hindî mirov mal û pare hebin, hind mirov dikare bastir bixebite. Hizra asevanî her ave: Gp. her kes di hizra kar û barên xwe da ye. Hubab: 'hubab, 'hubav, peqav, kef, peqa li ser avê, li ferhenga faarisî ya Dr. Mu'în a ev peyva wek peyvek 'erebî hatîye, lê bi min wereng ev peyv peyvek kurdîye, ez rîsa peyva ab di vê peyvê da dibînim, her çend ku ji helbestên kilasîk pêve min çi serpelge yên dî li dest da nînin : Bi 'hubabê mebe me'xrûr wehe sergeste mela Ba vi ber keftîye wê bêhûde sergeste 'hubab. Feleka etlesî sergeste di cama me 'hubabe Mewc didet qulzimê 'êsqê me li ser desti 'xurabe. Nehçerxê sipêhrê ji hewaya te û mêhrê, Sergestene ew têk ve mi ra subhî 'hubabê. M.Cizîrî. Îsmaîl pîyên xwe li erdê da û ew av li ber pîyên wî derket. Peyva zemzem li rîsala xwe da peyvek arî ye û tê bi wateya zor sar. Zem li pehlewî da wate zor sar, serma, sirr û seqem. Rîsa vê peyvê li peyvên; zivistan/ zimistan, zemherîr, zemzîran, zemzelîlk û çend peyvên dî da heye, G: Ewwel ewî kir bi sidq derdem, Tecdîdê vizû bi Abê zemzem. Xanî. Jehrav: ava jehrî, ava ku jehrî têkele. Ji ava rijd netirse, ji ava mend bitirse. Gp. Ji avê derbasbûn: li avê derbasbûn, birîtî ye ji kutabûna buveyan. Ji avê pirsîn çima nalenala teye? Got hevalên min dar û berin. Gp. hevalên serhisk û sersivik tim mirovan dikin belayê. Ji avên mend û ruvîyên mon bitirsin. Gp. avên mend kûrn û ruvîyên mon jî fêlezanin, birîtî ye ji mirovên aram û fêlbaz. Jînav: ava jînê. Kanîya ku av jê hatibe, dê dîsan jî her jê bê. Gp. mala ku pês da zengîn bûbe, dê dîsan jî zengîn be. Kesê ku karekî qenc kiribe, dê dîsan jî wî karê xwe bidomîne. Welatê ku rojekê serbixwe bûbe, dê dîsan jî serbixwe be. Kanîyaw: 'kanîyaw s. 'Kanî, kanîyav, 'kanîya avê. Kefav: kefa avê, kefa ku li ser avê dikeve. Kenav: kendav, ew kendalê ku li be hêza avê çê bûye. Kendav: kendalê ku li ber hegera gerreyana tunde avê hatî ye holê. Kenovî: kemovî, ajela ku ser û çavên wê gurrî bûye û xudaters li ser wê bîr û bawerêne ku li danê havînê da têrav nebûye, dara ku li bistî yê wê li ber kêmavî yê girê girê yî bûbe. Kenovîbûn: kemovîbûn, gurrîbûna serûçavên ajelan. Nexwesîyek ajelane ku li ber kêmavîyê serûçavên wan gurrî dibe. Hisk bûn û girê girêyî bûna daran. Kerav: 'kerav, çiqav,saxave, ew cîhê ku ava çem yan cobarekê dibe du yan çend çiqan û masîgir çiqekê dibirrin û berdidin ser çiqa dî û bi wê hindê avê li ser masîyan dibirrin û xerîkî girtina masîyan dibin. Ji vî karî ra jî dibêjin: çûne 'keravê. Kerrafî: kerravî, jehrî. Kerravî: kerrafî Keskav: ava kesk, nexosîyek çavane. Kesav: kêsav, abiste, sova ku baran li ser da barîbe û terratîya pêdivî dabê û amadeyî çandinê bûbe. Dibêjin sov hate kesavê, yan kete kêsavê. Bi taybet ji sovên dêm ra dibêjin. Ketina avê li cewa kesekî da. Bw. birîtî ye ji bextewerîyê. Ketine avê: xwe li avê dan, mele kirin, di avê da çûn, ketina tistekî li nava avê da. Kêmav: 'kêmav, ew tist yan cîhê ku ava wê kême, ava 'kêm. Kêmav: av û kêm, xûnave. Kêmavî: pirr nebûna avê, hiskesalî, Koravk: kora ku av lê berev dibe. Kulîav: kulîya avî, çekûçka avî. Kutaya avvexwarinê hatin: Bw. hatina kutaya avvexwarina kesekî/ê, birîtî ye ji mirina wî/ê yan jî nemana wê/î li erdê ku ew lê ye. Lêjav: lêjaw, ava ku li serberjêrekî ra ber bi jêr diherrike: Av ava lêja, gost gostê gêja, nivîn nivîna dirêja.Gp. Lêkav: av û gilêz. Lêlav: lîlav, ava bi lîl û herrî, ava sêlû. Lêlavîbûn: tarîbûn,sêlûbûn. Lêsav: ava zor û tund, birîtî ye ji zorbûn û misebûna tistekî. Li avê dan, pê lê terr nebûn. Bw. birîtîye ji jîr û jêhatîbûnê. Filankes eger li avê bide, pî yên wî/ê terr nabin. Li avê dan: li avê xistin, lêdana tistekî li avê, li avê derbasbûn, kutatirîn cara sûstina cil û bergan ji bo wê hindê ku arav bi cil û bergan va nemîne: Ew çî ye ez li avê didim diskê, li keviri didim naskê.MT. Bersiva wê kaxete. Li ber ava serîyan hêlan: Bw. rût kirin, birîtî ye ji talankirinê, dujminan em li ber ava serîyan hêlan: dujminan em talan kirin û çi ji me ra nehêlan. Li ber ava serîyan man: Bw. rût û tût bûn, birîtî ye ji nedarî û destngîyê. Li ber avê bûn: nobedarî ya avê kirin, Bw. Birîtîye ji pirr erzanbûnê. Li ber avê ketin: li rex avê pêgermok lêdan, li dû avê ra çûn bi mebesta peydakirina tistekî birrodaçûyî. Li her avê da melewan bûn: Bw.kesê ku xwe pirrzan û hemezan dizane. Li nav av û gîlê (qurrê)da deranîn: Bw. ji av û gîlê deranîn, birîtî ye ji rizgarkirin, mezin kirin û gîhandinê. Li ser avê bûn: Bw.li rex avê bûn, birîtî ye ji li ser destavê bûn. Li ser avê ketin: Bw.birîtî ye ji eskerebûnê. Li ser avê ra banz bibe pasan selewatan bikisîne(vede). Gp. karê xwe xilas bike pasê nav li xwe bide. Li ser avê ra banzdan: Bw. li buveyan bihorîn. Lîçav: çilm, ava difinê. Lîlav: lêlav, ava bi lîl û qurr. Lîlavî: lêlavî, ava sêlû, tista ku rengê wê zelal nebe. Lîmonav: lêmûnav, ava lîmonê. Lîqav: ava bi lîq û herrî. Lûlav: ava ku bînanî lûlikekê jor da tê, ava lûlê, ava sîrê. Ma ava me genîye, yan rûkê me bi tenîye? Gp. Ev gotina li dema newekhevîyê da tê gotinê. Bo nimûne gava ku ji layê dezgeh yan hêzek serdest ra du yan çend kes wek hav ji hebûnekê wêcdar nabin, ewanê ku zor û zulm bi wan hatîye kirinê dibêjin. Makav: maka avê, mezintirîn û yekimîn çala kanîrêzkê(karêzê) ku çalên dî bi wê va têne girêdanê. Mala mêran da agir tune, mala jinan da av tune. Înana êzing û ardûyan karê mêrane, înana avê jî karê jinane, gava ku her du jî pirr bûn, bi hêvîya hevdu va dihêlin û li akamê da karek jî nayê kirin. ‘keleka pirra bi ro daye. Girara pirra kizîroye. Mastav: mastaw, avedew,çeqilmast. Mastaw: mastav. Mendav: ava mend. Mesav: avemes, avmes, kes yan ajel û bi taybetî hespa/ê ku bi nermî û aramî dimese. Hespê ku suwarê xwe naleqîne. Meskav: meska taybetî avê. Meyav: ava meyî. Mezin avê dirrijînin û biçûk jî pê lê dikin. Gp. mezin seretaya karê nebas dest pê dikin û biçûk jî ewî karî tekûz dikin. Miravî : soravîlk, mirîska avî Mirdav: golegenî Mirî û zindî bi avê pak dibin. Gp. av hemû tistên nepak pak dike. Miskê avî: miskê ku li nava avê da dijî. Mizav: heqav, buhayê avê. Mîrab: mîrav, mîrov. Mîrav: mîrov, kesê ku ji layê werzigaran va bo parvekirina ava çandinêyê tê hilbijartinê û erka wî parvekirina wê avê ye. Mîravbûn: xerîkî karê mîravîyê bûn. Mîravî : karê mîravîyê kirin. Mîravîkirin: kirina karê mîravîyê. Mîrov: mîrav,mîrab. Nan û av: nan û ab, xwerin û vexwerin, birîtî ye ji seretayîtirîn bijîva mirovan, G: Qeti'en çunebû ne xwer ne xwabek Wan bîr nedihat nan û abek. Xanî. Nan û ava mirovi li destê kesekî/ê da bûn: Bw. birîtî ye ji bijîv û ixtiyara mirovi. Nanê xwe bixo bi avê, minneta xelkê bavê: Gp. nanê xwe bi avê bixo, lê minneta bîyanîyan nekisîne. Nanê xwe bixo bi avê, nekisîne minneta malbavê: Gp. debê mirov ser bixwe be û dijwarî û tengî û talîyan bikisîne lê destê nîyazê bo çi kesî heylo bo malbava xwe jî dirêj neke. Zortir evê gotinê jin bi kar dibin. Neavêtina ava pozê xwe li ser kesekê/î: Bw. birîtî ye ji nepisinînê. Nemana avê li rûyê kesekê/î da: Bw. birîtî ye ji bêavirrûbûnê. Nêmav: nemav, nema avê, sê, ritûbet. Nêrav: çemê ku ji ava berfê û baranê pêk tê û berwextî ye, birîtî ye ji avek pirr. Nermav: ava nerm, nermavk, ava ku bi aramî û hêdî û nepenî li nava mêrg û çîmenan ra derbas dibe. Ji wan mêrg û çîmenan ra jî tê gotin ku gîyayê wan nerm û pelexa hûre. Nistav: nistov, dêlav, ew ava zêde ku dema avdana çandinîyek têrav bûyî li ser çandinîyê ra derbas dibe û yan jî didêle û diçe ser cî yekî dî. Nistavgeh: cîhê nistina avê, avdelên, cîhê ku av tê ra didêlîne. Nîskav: ava nîskan, sorrba nîskan. Nîvek bûne sekerav: Bw. nîveka wan bûye sekerav, nîveka wan da alozî heye. Pêk nakin. Nokav: ava nokan, meza ku bi nokan saz dikin. Nosave: nûsawe, nosawe, her vexarok û serbeta gazdar. Nûsawe: nosawe. Ow: av Pakav: ew ava ku dema dexli taze lûle digirin, werzigar didene dexli. Palav: palêv, zoxav, ew av û xûna ku pistî zayînê bi dûlka bizina zayî va dimîne û pê va hisk dibe. Parav: têrav, mêwa kizr û terr. Pendav: ava pend, pingav, ew ava ku tenge yan zanboqek ketibe pêsîyê û av li pist wê zanboqê da pend bûbe, xelîc Pengav: pingav, ava pend, ava ku pêsayîka wê hatibe girtinê û nesê bi sanahî biherrike. Pê li avê kirin: pê xwe danane ser ava rijiyayî. Ketina pê bêhemdî mirovi li nava avê da. Pêlav: pêlê avê, ava bi pêl,sepêlên avê. Pêsab: pêsaw, pêsav, birîtî ye ji mîzê. Pêsav: pêsab. Pêsaw: pêsav Pilav: pilaw, xwereka ku bi avê û peli (dani) tê çêkirinê, pilavsawar, pilavbirinc... Pingav: pengav, pendav. Pirrav :tist yan cîhê ku ava wê pirre. Pîvana avê bi bêjingê: av bi bêjingê pîvan, birîtî ye ji kirina karekî bêhûde. Pîzav: pîvaz, ava pîz û tund. Her tisa ku ava wê pîz û tund be, pîvaz. Pot û palas li ser avê ketin: Bw. birîtî ye ji eskerebûna virr û derewan, servebûna raz û nehênîyan. Pot û palas li ser avê ketin: Bw. Birîtîye ji eskerebûna hemû raz û sirran. Qendav: ava qendi,sekerav. Qersav: ava qerrisî, ava qerrimî.('kerremê bûzê) Qirafî: qirravî, xunava qerrisî. Qirav: qirrafî, qiravî, awing. Qurrav: avasêlû, ava ku têkelî qurrê û herrîyê bûye. Qurtav: ew hinde av ku mirov bikaribe carekê qurt bike, birîtî ye ji avek hindik. Qûn li ava sar dan:Bw. Xwe hênik kirin. eger kesek he bêçine zor tûrre be, dibêjinê eger zor tûrreyî herre qûna xwe li ava sar bide! Wate her çî ji destê te bê bike. Layê nerînîya vê gotinê zortire û zortir dujîne. Rabûna avê: helketina avê, zêdebûn û pês da hatina ava derya yan çemekî. Rengav: avereng, rengê ron yê taybetî neqisandin û wênekêsanê. Resav: ava res, nexosîyeke çavane. Rêjav: radeya ava çem yan cobarekê li her sanîye yan deqîqê da. Rêka avê: rêka 'kanîyê, ew rêka ku tê ra diçin ser avê Rêkav: averê, rêka avê, rêka sêlavê. Rêxav: ava rêxê, G: Diso bi gulavê, davêje ser rêxavê.Gp. Rijdav: ava rijd Roqav:averoq, aveloq, berfa ku nîv heliyayî bûye û dema mirov pê lê dike li bin pîyên mirovi da dihelçiqe, birîtî ye ji mêweyên zor helçiqî. Rûto vî alî avê, yan wî alî avê. Gp. beranberî vê gotinêye: ji 'koran ra sev û roj her yeke. Mirovên ku rût be ji wan ra ferq nake, ku li vî alî avê bin, yan li wî alî avê. Sarav: ava sar Segavî: seyê avî. Seholav: ava seholê, ava bûzê. Serab: serav, leylan, li ser avê, gund yan bajarê ku li jorî av yan çemekî hatibe ava kirinê, navê çendîn gund û bajarrane: Se'herê Xizrê 'inayet ku birîn çêsmeyê dil, Bi cîhanê me nezer da ku cîhan 'eynê serab. Ah eyyamên visalê, weh ku xwes borîn û çûn, Ew serraba 'eys û nosê ma li pêsber min serab. Min rê ji serabê bi serrabê bir û munkir, 'Hetta bi ebed tesneceger ma di serabê. Qesdê serçêsmeyê 'heywanê 'heqîqet ke nîsanî, Bi cîhanê mebe me'xrûr ku cîhan 'eynî serabe. M.Cizîrî. Serav : serab. Serdav: sarav, ava sar, Serdavxane: sarince, bûzxane, ew cîhê ku zivistanê avê û berfê lê berev dikin û diqerrisînin û li havînê sehola wê 'kerreme 'kerreme dibirrin û wêcê jê werdigirin. Sêlab: sîlab, sêlav, sêlave, lehî, lêvî, lêmist, lêkend, G: Ferhadim û ez tu bo me Sîrîn, Sêlabê siriskê cûyê sîrîn. Xanî. Sêlav: lehî, lêvî,lêmist. Sêvav: ava sêvan. Silkav: ava silkê, serbeteke ku ji ava silka sor çê dikin. Sipîav: ava sipî, kirsan, ew kirêm û dermanê sipî ku jinik ji bo cuwantîyê li rûyê xwe didin. Sîmab: sîmav, ava zîvi, cîwe, Sîma ku numa nema li his sîm Sîmab ji xecle maye recrac. M.Cizîrî. Sîmav: ava zîvi, cîwe. Sînorav: sînorê avê, kûrtirîn cîhê ava ku li nîveka du welatan daye û wek sînorê wan welatana tê destnêsankirinê. Sîrab: f. Têrav, cuwan, terr û teze. Çilvilok: Mustensiqê serbeta meya nab Axir ku nebûn ji hevdu sîrab... Cedwel kiribû bi 'hellê sîmab, Sengerf sifet gulê di sîrab. Xanî. Wan dest û zend û sa'idan, Mey dane sêx û zahidan Mestî bi çesmê sahidan, Ew nêrgiza sîrab da. M.Cizîrî. Sîrav: ava sîri. Sîravî: sîrabî, ava hûrik û kelepaçeyan ku bi sîri dixon. Zortir fars evê peyvê û peyvên bi wê va girêdayî bikar dibin. Sîravîçêker: kesê ku xwereka ser û pêpikan çê dike. Sîravîfiros: kesê ku hûrik û kelepaçeyan çê dike û difirose. Sorav: enik, matîk, ew kirêma sor ku jinik ji bo cuwanîyê li lêvên xwe disûn. Soravîlk: currek ordeke. Sûlav: sîlav,avsurrk, ava ku weke sûleyekê ji bilindayîyekê da jor da tê, tafge. Sûrav: ava swîr, ava sorr. Sûravk: sûrav. Sadab: sadav, têrav, pirrav, terr û teze, genc û cewan û cuwan, terr û can, G: Sadab bigêrre qelbê mehzûn, Medhûs bigêrre 'eqlê mecnûn. Xanî Saxav : saxave, çiqav, sax yan çiqek ji ava çem yan cobarekê. Saxave: çiqav, çiq û saxê çemi. Sebav: ava sebê, ava ku seb avîtibinê. Sebav: sevav Sekerav: av ûsekeri, birîtî ye ji du tistê dijî hev. Setav: ava bos, ava setan, wekî setekê. Sevav: sevab,sebab,ava ku werzgar bi sev didine çandinîyan. Sêlav: arav, ava qirêjû û pîs ku li pasî sûstina tistekî dimîne. Sêlûkirina avê: Bw. birîtî ye ji sazkirina ajave û nakokîyan li nîveka çend kesan da. Silove: silope, berfa ku hê negehîstî erdê dihele. Sitav: sitab, xemil û rews. Sitavdan: xwe xemilandin, sitavekê li bejna xwe bide: xwe bixemilîne. Sîlav: sîrdank, ew piska 'hûrkê heywanan ku gîha tê da digevire, hezarpirtûk. Sînav: ava sîn, wesme, kirêmeke ku jinik ji bo cuwanî yê li palkên çavên xwe didin. Sîrav: sîre,sîra avê, lûla avê. Sorrav avasorr. Sumurr jî ji xwe ra navek qazanc kir. Gp. Surrabe: surrave, hûrdezincîrên ku bi kulavên zêrr û kemberan va dikin, ji boy cuwanî yê. Surravk: avsurrk, sûlav. Talav: ava tal, mirdav, golmanca ku pêsayîka wê hatibe girtinê û ava wê neherike. Tekab: tekav, yekav, avek tenê li bestekê da, navê bajarrekî ye li rojhelatê kurdistanê da. Tekav: tekab. Tengav: kesê/a ku hewcedarî çûna ser avêye. Tengav: tenge, zanboq, ew cîhê çemi ku her du la teng dibin û av bi guj tê ra derbas dibe. Tengavbûn: hewcedarî çûna ser avê bûn. Tengavî: nîyaza destavê, tengî û talî û çeleme. Tenikav: ava tenik û zirav. Têrab: têrav, terr û teze û can û cuwan û bedew, gul û gîha û mêweyên kizr û pirrav,G: Mexmûr ku def'i kir meya nab, Bêhn kir gul û sunbulên di têrab. Xanî Têrav: têrab. Têravbûn: têr avvexwarin, çandinîya ku hewceyî bi avdanê nîne, kes yan ajela ku têr av vexwarî ye. Mêwe û gul û gîyayên kizir û pirrav, birîtî ye ji cuwanîyê. Têravkirin: têr av dan. Sivanan pezê xwe li ser deravan têr av kirin. Tilav: kanî, cok,G: Dûrim ji gulên bi xunave, Lew zer subhetî bîhim, Sosin 'ereq tilave, Di firqetê dibirjîhim, Li bal xudan dila (n) ve, Tu hetavî ez jî sîhim. Feqîyê Teyran. Tirsav: ava tirs, avek me'denîye. Tîhnî birine ser avê û tîhnî anîn: Bw. brîtî ye ji xapandin û lêpandinê. Tîzav: têzav, avek kîmiyayîye. Tovav: ava pistê, Vebirrîna avvexarina kesekî/ê ji cîyekî:Bw. berbendkirina hat û çûna kesekî/ê li cîyekî. Vexwarina avê ji cîyekê: Bw. vexwarina avê ji kanî yan cobarekê, birîtî ye ji sere'kanî û jêdera qewimîna bûyerekê. Wek asinê avdayî. Wek asinê bi jarê avdayî. Wek asê av lê girtîyeve/birrî. Wek asê bê av. Wek ava bin kayê lem dilive. Wek ava bin/jêr kayê Wek ava daraye. Wek avê rone. Wek avê û êgir/agirî. Wekî asê bê av, bû asê bê av: Bw. bû tistekî derew û bêkêr, nav heye lê kar û kiriyar tuneye. Wekî av vexwarinekê:Bw. Zor sanahî û rehet. Wekî avê çûn: Bw. Birîtîye ji mizaxtin û mesrefa pirr. Wekî avê rewan kirin: bînanî avê li ber kirin. Wekî nemûsê li ser avê: bû nemûsê li ser avê,Bw. Birîtîye ji karekî bêhûde û bêakam. Xakav: yekimîn ava ku werzigar didine çandinîyan. Xema qulinge ku avê pire bir (pire birro da çû),Gp. ragehandina qewimînekê ku ji bihîsteri ra tistekî bêwêc be. Xêzav: pêlên avê. Xosab: xosav, ava xwes, ava mêweyan, gewhera çilvilok û cuwan, meyweya avdar, kampot, cuwan û xweskok û xwesgil. navê 'kela û gundekî kurdistanêye. Çiqek ji serekanîya çemê zêye. Turkan navê wê jî weke navê hezaran gund û bajar û çem û çîyayên me guhorrîne û kirine güzelsû, wate ava xwesik. G: Yaqûtê muzab û le'ilê seyyal, Wê durrê xosab û xemrê 'telal. Xanî. Qehweya telx digel zehra hilahil bidirî, Me ji destê te mubareksekkeramîze xosab. M.Cizîrî. Xosav: ava xos, xosab, xoseb. Xoseb: xosab, xwesab, xosav, Xoysorrav: sûravk, ava xoyê, ava sorr. Xudanavirrû: avirûmend, xudanseref. Xudanê av û axê: xudanmilk, xudanmaf, xelkû welati, hevwelatî. Xunav: aving, sebnem,sevnim. Nave ji bo jinan. Ew ava ku sibêdeyan li ser pelg û çiqên gul û gîya û riskan dimîne: Sotin li min cerg û hinav, Werdên di hûr girtî xunav... Çîçek û gul sehergehan, Nesterenên di xergehan, Têk ji misk û mawerê, Mahê xunav û jale kir... Werdan gulav girtin xunav, Lê min di nav, sohtin henav ... Her çî cilwa bû ji navê, Nogulek dî girt xunavê, Wî ji dil çû muhbeta vê, Ew bi yek dî ra tebaye. M.Cizîrî. Xurrexurra avên çeman em birin, lê em li tîhna mirin. Gp.Bw. birêtêye ji wê hindê ku hemû layan heyî û imkanat hene lê mirov nesê kelk û wêcê jê vegre. Xûn bi xûnê nayêsûstinê, av pê divê: Gp. li dema ku serrek diqewime û çend kes têne kustin yan birîndarbûnê û hindek daxwaza tolhelgirtinê dikin, evê gotina pêsîyan dibêjin. Wate her çawa be, debê mirov pêk bê û asitîyê bike. Xûn nabe av: Bw. birîtî ye ji wê hindê ku her çend mirov dilkevir û nedilovan be jî, lê dîsan jî dilê mirovi bi kes û karên mirovi disewite. Bi wateya xeyretmendîyê jî tê. Xûnabe: xûnave, xûn û av, kêm, G: Gava ku nezer dikir li avan Xûnabe diçû li her du çavan. Xanî. Xûnav: av û xûn, xûnave, xûn û kêm. Xûnave: xûnav, av û xûna têkel, xûn û kêm. Xwe bi salva li avê dan:Bw. birîtî ye ji kirina karekî giring û buvedar bi lez û bêy têhizirîn û sêvirdarî. Xwe li av û agiri dan: Bw. têkosîna tund ji bo destveînana tistekî. Xwe li avê dan: li avê derbas bûn. Xwe li avê dan: sûstina ser û lesi, av li xwe kirin: Zeko ga… dike, Seko xwe li avê dide.Gp. Xwe nîsanî avê dan: birîtîye ji ser sûstinek derew da. Xwestina avê: av xwestin, tîhnîbûna çandinîyekê. Yekav: yekaw, tekav, avek zirav û tenê li bestek vekirî da. Zehaw: zehav, zêav, ew cîyê ku avê didêlîne. Navê hoz û bajarekî kurdistanê ye. Zerdab: zerdave, zirav, ava zer. Zerdabe: zerdav. Zerdav: zerdaw, zerdawe, zerav, ava ku rengê wê zere, ava ku li ber hindek nexwesîyan ji devê mirovi dikise. Zerdavbe: zirav. Zerdave: zirav, ava zer. Zerîskav: ava zerîskê,serbeta ku bi zerîskan çê dikin. Zêrrab: zêrrav, ava zêrri: Lew'hê ji no sîqal bidin, Herdem ji no ve xal bidin, Da dil bi yekdî pal bidin, Nuqtan ji zêrrabê wesîn. M.Cizîrî. Zêrrav: ava zêrri: Bi sîmavê bi zêrravê, Tu rojê neqsekê bavê, Ku da erjeng ji wê navê, Li ber rojê nebit perde. M.Cizîrî. Zêrravkirin: avzêrrkirin, rûqalkirina tistan bi ava zêrri. Zêrravkirî: avzêrrkirin, tista ku bi ava zêrri hatibe rûqalkirinê. Zinav: zine, erdê avzêm. Zincikav: zerdava birînê, kêm Zirav: zerdav,zerdab, avek zer û tale ku di kezebê da pêk tê û li kîskê ziravê da berv dibe... Ziravqetandin: Bw. qetandina ziravê, birîtêye ji tirsandinê. Ziravqetîyan: Bw. qetîyana ziravê, birîtî ye ji tirsîyanek zor. Ziravqetîyayî: Bw. kesê/a ku zirava wî/ê qetîyabe, tirsonek. Zîvav: ava zîvi, sîmav Zoxav: zox û av, av û kêma ku digel zanê ji candaran tê. Zoxavpêketin: Bw. seretaya zana ajelan, birîtî ye ji sepirzetî û sepilînê. Jêder: 1. Ferhenga Kurdî- kurdî, mamosta mela Xelîl Misextî 2. Ferhenga jîn, Muhemed Cemîl Seyda 3. Ferhenga kurdî- Erebî, Elî Seydo Goran, 4. Ferhenga Kurdistan, Gîv Mukriyanî 5. Ferhenga Kurdî- Turkî, Zana Farqînî, Enstîtuya kurdî, Istanbol 6. Ferhenga wajename, kurdî- farsî, Dr. M.T. Îbrahîm pûr 7. Ferhenga henbane borîne, kurdî- farsî, Hejar 8. Ferhenga Biwêjan M. Borak, Enstîtuya kurdî Istanbol 9. Ferhenga Biwêjan, D. Zeraq, Enstîtuya Kurdî, Istanbol 10. Ferhenga bîst hezar gotin û biwêjên kurdî, Perwîz Cîhanî 11. Gotinên pêsîyan, Amed Tîgrîs, wesanxane Rewsen Stockholm 12. Gotinên pêsîyê kurda, Mustefa Borak, Berfîn Yayinlari Istanbol 13. Gotinên pêsîyan Abdulkadir Bingol, nûbuhar yayinlari Istanbol 14. Ferhenga gotinên pêsîyan, Çîya Mazî, wesanên Elma, Istanbol 15. Ji pêsîyên me, Guldeste, Ishak Tepe, wesanên Pêrî, Istanbol 16. Gotinên pêsîyan ên kurdî, A. Balî, pelê sor yayinlari, Istanbol 17. ji Gotinên pêsîyan, Salihê Omerî, Wesanên deng, Istanbol 18. Ferhengê Farsî ‚amiyane, EbulHesen Necefî 19. Ferhengê farsî kinayat, Dr. Mensûrê Serwet 20 . Ferhengê farsî, Dr. M. Mu’în.