Pêvek:Gotinên mezinan

Ji Wîkîferhengê

Gotinên Pêşiyan[biguhêre]

A[biguhêre]

  • Adare û dew li dare
  • Adarê, meşke li darê ne li vir li çiyayê Şingarê
  • Adare, gelek xedare û ximsê birrî tixare
  • Adarê, befir hate gulya darê, nema bêriya danê êvarê
  • Adarê, agir xweştire ji savarê
  • Adar bû heşt, qulingan hêla deşt
  • Axa jin û mêran yeke
  • Aqilê sivik, barê girane
  • Aqil tacek zêrîne, lê di serê her kesî de nîne
  • Avê bi qute her ave
  • Aş ço, ma teq teq
  • Aş ço, tu ketî du teq-teqê
  • Axaftine ciwane, ne hewcey sûndane
  • Axaftina nexweş, li nav çavên hevalê xwe nede
  • Arî li himbanê û lifike li kolanê
  • Agir bi mala derewînî ket, kesekî bawer nekir
  • Asin bi sarî nayê jenîn
  • Agir wê di bin qoledaran de
  • Aşê xortan zû digerê
  • Agirê bin kayê ye
  • Axaftina herkesî ji xwe re neke xem
  • Ava xwestî naçê hestî

B[biguhêre]

  • Bira biraye û bazare cudaye
  • Barê kerî ne girane lewra dizirrê
  • Bihare û kerî hare
  • Bîr bi derziyê nayê kolan
  • Bîra te av jê vexwar keviran ne avêjê
  • Bi pilekê ço serê milekê
  • Befir sariya xwe nahêlê
  • Befir giha guliya darê nema bêriya danê êvarê
  • Bav dixwê didanên zarokan kuhdibin
  • Birayê ne ji dayê ji têrra kayê
  • Bila î heyî bê, bila kurê kerî bê
  • Bûke li ser hespê ye Xwedê dizane ka qismetê kê ye
  • Bûka mam Osmane êvara li kezwana û siba li kolana
  • Bûka xaletê her ro li dawetê
  • Bêjina bidene jinmiriya û kera bidene kermiriya
  • Bûk, weke gurciya Mûşê ye
  • Berê giran li cihê xwe î başe
  • Berê giran li cihê xwe î bi senge
  • Bihna fireh ji aqilê firehe
  • Binyadem ji malê dinê têr nabê
  • Biheşta behra mirov tê de nebê, ji bo çi ye?
  • Bext ne giyayê biharê ye
  • Bila mirov li ber sîbera şêr bê, bila şêr mirovî nexwê
  • Bi bêjingê kom dikê û bi serradê bela dikê
  • Bixwe axa binê xanî û mineta cîranî bavê serbanî
  • Bilûra bo ba gotî
  • Bilûra bo ga gotî
  • Bayê sar û gerim ji yek devî derdikevê
  • Berevanên şerra şevin
  • Bila maleke winda bê ne êleke bê xwedan bê
  • Bê qey Rostemê Zalê ye
  • Bê qey Pilinge
  • Birîna kurkê dûmiliye
  • Berxê kozê ye
  • Berek ji xwe bi serî ket
  • Bina firîze
  • Bû şîna kerê qaziye
  • Beyare neyare
  • Boş bû nexoş bû
  • Befra Kanûnê wê bimînê heya qanûnê
  • Bi destan belakir û bi lingan komkir
  • Beraze û kutkê beraze
  • Bi neha naçiyê û bi deha jê venabî
  • Berên giran, li xwîndara nabin xwedan
  • Beşer teyre û hukûmet erde
  • Bilindê dara rêla, kurtê stûna stêra, navinciyê Xwedê vêra
  • Bipirse ji xweyîesla, bitirse ji bêesla
  • Bizin bi gotinê nahê dotinê.

C[biguhêre]

  • Cerr î nûye, ave sare
  • Cihê şêran, rûvî lê dikin gêran

Ç[biguhêre]

  • Ço, weke tivra ji çiwêl ketî
  • Çav li dero, xwelî sero
  • Çêleke rîxoyî, garanekê rîxoyî dikê

D[biguhêre]

  • Derdê marî, bi darî
  • Derdê min yare û dermanê min buhare
  • Dû serî nakevin beroşekê
  • Dara bê ber kevir na çinê
  • Dengê deholê ji dûr ve î xweşe
  • Dûr herre, lê bi saxî vegere
  • Dûvê kûçik rast nabê
  • Di bêjê lê na pêjê
  • Dara bergir, diçinê kevir
  • Diza ji diza kir dizî, erd û esman tev lerizî
  • Dev dixwe rû fedî dike.

E[biguhêre]

  • Ez çiya û tu çiya, golik ma bê giya
  • Ez ketim arekî hûr
  • Erzan kirri hemban dirri

F[biguhêre]

  • Fîtika Hesoyê Hewêrîye
  • Fît fîta mine
  • Fatê, ye kare ji bo civatê

G[biguhêre]

  • Girtî bi şîrî, bernadê bi pîrî
  • Gundeke û gindoreke
  • Gizîre xweş wezîre
  • Gizîre xweş mîre
  • Gindorê geskî, bavê bi destkî
  • Gayê xurrt, malê cote
  • Gire-gire, barhelgire

H[biguhêre]

  • Hat mala min û avêt nanê min
  • Havîne xemrvîne
  • Heke hemû çîçikan tû xwaribane, niha tû nama bûn
  • Heke êxbal hat serî, bizirrit weke kerî, dê bêjin barîkeala aferî
  • Heke êxbal ço ji bal, baxivê misqal misqal, dê bêjin wêde here hey beqal
  • Hirç û gêre??
  • Heta aqil hat serî, serî çû cara berê. Heta aqil tê serî serî diçe cara berê.

I[biguhêre]

  • Iman ji serê min bir, gava ku hate vir

J[biguhêre]

  • Ji mêşê kire gamêş
  • Jinbavê kafir bavê, ez birçî me li ber dolabê
  • Ji ser ve sare ji bin ve mare

K[biguhêre]

  • Kêr giha ser hestî
  • Kab hat, çî çik çî bik
  • Ka çû ma dan
  • Kî dibêjê dewê min tirşe??
  • Keçelo, navê min li te û komê min li serê te
  • Keça bê dê, çiyayê bê rê
  • Kew dijminê serê xweye
  • Kuçikdan têre, kabanî şêre

L[biguhêre]

  • li pey şopa hirçê ço
  • Lale, lê ne kale

M[biguhêre]

  • Me çand dan, şînhat zîwan
  • Mala li kerekê herro li deverekê
  • Mare, bê cihe bê ware
  • Miho, min ji te re got, jivana min û te li cot
  • Mala têr jin, wêran bû ji bin
  • Mala pîrê, sitara pîrê
  • Mala mirov, behişta mirov
  • Mişt û di cih de hişt
  • Mala bavê te tijî ardê maiyde wi te çi feyîde

N[biguhêre]

  • Navekî giran, şarekî wêran
  • Navê gur bi sarî çûye
  • Nexwarî bi simbêla ve mayî
  • Nikarê kerê, diçê kurtan
  • Nekero, dilkesero
  • Ne kere ne kurtan
  • Ne ker ketî ne hîz dirryayî
  • Nezanî, nexweşîya xudanî
  • Ne ewrê hirr hirr, ne kerê zirr zirr
  • Navbera Nîsanê û gulanê, taveke baranê, çêtire ji bagurdanê zêrî, li nîva eywanê

O[biguhêre]

  • Ola mirov, tola mirov
  • Ola mirov, soza mirov

P[biguhêre]

  • Pirzika serê zimane
  • Payîze geleke zîze
  • Pişt dîwar bi guhin
  • Piştî tirrê, kezî kurrê

Q[biguhêre]

  • Qelereşê, qird reşê

R[biguhêre]

  • Rewşa mala, kalê sala

S[biguhêre]

  • Sindirûk li ser sindirûkê, kilîl bi destê bûkê
  • Sê gidî hene li dinê: Ewê di bin hukmê jinê, ewê li evraziya dikişînê tûtinê û yê diçe rêka bi tinê
  • Siwarê xelkê, tim î payaye
  • Sîra xwe difiroşê pîvaza min
  • Sitara pîrê, mala pîreye
  • Sêwî di sitirin, Miliyaket di heyirin

Ş[biguhêre]

  • Şert valakirina çiwêle
  • Şûr simbêlê wî nabirrê
  • Şol cote têcirvanî, mal jine binyat xanî, bê kêre nêçîrvanî

T[biguhêre]

  • Tu dar nînin ba ne hejandîn, tu qîz nînin xorta ne gevizandîn
  • Te çi sorkiriye, heya sorê tarê bikî
  • Termê Nuhê, bavê Nohê, Noh li piştê, heçiyê heft caran go ço Behiştê

Y[biguhêre]

  • Yê nekê bi ya mezinan, wê lê werin şaxên bizinan
  • Yê negot û kir, şêre
  • yê got û kir, mêre
  • yê got û nekir, kerê nêre