Pêvek:Ferhengoka gelhenasiyê

Ji Wîkîferhengê

Temenê (jiyê) navsere (Age médian)

Temenê ku ferdên welatekî (yan jî herêmekê) li du komên hejmara endamên wan weke hev dabeş dike. Li Fransayê temenê navsere di sala 2010ê de 40.1 e; nîvê nufûsê ji 40.1 salî ciwantir e; nîvê din jî ji 40.1 salî mezintir e.

Çînên hevtemen (Classes creuses) Nifşên ku hejmara endamên wan kêmtir e ji ya çînên temenê beriya wan û ya piştî wan jî. Sedema vê yekê mumkin e şer be, yan jî /û herweha kêmbûneke zarokanînê be.

Gurayî (Densité)

Gurayî bi hejmara şêniyên serê kîlometre kareyekê (şênî/km2) tê îfade kirin. Gurayiya (nîsbet) herî zêde bi 16 235 şênî/km2 li Monakoyê ye, ya herî kêm jî bi 1.8 şênî/km2 li Mongolistanê ye; li Fransayê 114 şênî/km2 ye û li Dewletên Yekbûyî 31.

Kêmbûna şêniyan (Dépeuplement)

Kêmbûna hejmara şêniyên li ser erdekî.

Lihevderneketina nufûsê (Dépopulation)

Li gor mirinê, kêmbûna zarokanînê ye. Ji ber ku hejmara zarokanînê ji ya mirinê kêmtir e, behsa rêjeya mezinbûna xwezayî ya neyênî jî tê kirin. Heke mîqdara koçberiyê wê bi ser ve temam bike jî, lihevderneketina nufûsê nabe sedema kêmbûna şêniyan.

Hêviya temenê navincî (Espérance de vie à la naissance)

Hejmara salên ku komeke mirovan dikarin hêvî bikin ku wê bijîn. Bi vî rengî li Fransayê hêviya temenê navincî sala 1900ê 45 bû, sedsalekê paşê 79 û sala 2010ê 81.6.

Hêviya temenê navincî yê siheta baş (Espérance de vie en bonne santé)

Hejmara salên ku komeke mirovan dikarin hêvî bikin ku wê navsere bêyî ku astengiyeke wan a mezin a tenduristiyê hebe, bijîn. Li Fransayê hêviya temenê navincî yê "siheta baş" weke 63.3 tê texmîn kirin (ji bo jinan 64.3 û ji bo mêran 62)

Mezinbûna para pîr û kalan (Gérontocroissance)

Di nav şêniyeke diyar de zêdebûna hejmara mirovên pîr û kal.

Zivistana demografîk (Hiver démographique)

Rewşa welatekî ku lê rêjeya zarokanînê di dawiya derbasbûna demografîk (li maneya vê peyvê binihêre) de jî her kêm dibe, tevî ku rêjeya mirinan bi îstîqrar dibe –ev yek îşaret bi pîr û kalbûna serjimaran bi rîtmekî kêm û zêde bi lez dike.

Nîşandera sentetîk a zarokanînê (Indice synthétique de fécondité)

Nîşandera statîstîk (bi hejmara zarokan a serê jinekê tê derbirîn) e ku bi mîqdara rêjeya zarokanînê li gor temen tê hesab kirin. Ji bo Fransaya ewropî sala 2008ê ev nîşander serê jinê 1.98 zarok bû yan jî em bi awayekî zelaltir îfade bikin, serê 10 000 jinan 19 882 zarok dikevin. Ev hejmar bi komkirina serhev a rêjeya zarokanînê ya jinên 15 salî (di vî temenî de 5 zarokanîn serê 10 000 jinê), ya jinên 16 salî (19 zarokanîn serê 10 000 jinan), ya yên 17 salî .... heta bi rêjeya zarokanînê ya jinên 49 salî (1 serê 10 000 jinan) tê hesab kirin.

Koçberiya muteşebbisî (Migration entrepreneuriale)

Koçberî ye ku sedema wê biryarên muteşebbisî ne ku dikin hevkarên wan koçber bibin, yan jî mirovên karkir-çalak in yên ku dixwazin sûdê ji wan erdan bigirin ku bêhtir wan di warê pîşeyî de razî dikin.

Koçberiya aborî (Migration économique)

Cihguhertina navneteweyî ya wan mirovan e ku hez dikin li derveyî qada xwe ya neteweyî kar bikin, pirî caran newekheviyeke şert û mercan yan jî hêviya awayê jiyanê ya di navbera welatê jê tên û welatê berê xwe didinê de dibe sedema vê koçberiyê. Ew para bêhtir çareseriya dawî ya wan mirovan e ku ji perîşaniyê direvin, lê herweha her diçe bêhtir ya wan kesan e jî ku ketine dûv hêvî û asoyên nû yên pîşeyî.

Koçberiya malbatî (Migration familiale)

Bi çûna cem kesekî yan jî gelek kesên berê koçber bûyî, cihguhertina malbatan yan jî hin endamên wan. Jê re herweha anîna cem hev a malbatî jî tê gotin.

Pîramîda temenan (Pyramide des âges)

Temsîla li gor temen û cins dabeşbûna serjimarekê ye. Bi giştî du şemayên ku li pey hev in ku jin û mêran ji hev dikin. Ji jor ber bi jêr ve qismên temen hene û berwarî jî hejmara endamên serjimarê di her qismê temen de hene. Dema ku hejmara zarokan ji ya mirovên bi emr kêmtir e behsa pîramîda temenan a serberjêr tê kirin (lewre jêra pîramîdê ziravtir dibe û jora wê stûrtir).

Rêjeya hewcedariya giştî (Rapport de dépendance totale)

Hejmara ciwan (zarok û ciwanên nû digihîjin) û mirovên pîr û kal e, li gor serjimara mirovên gihiştî yên di temenê karkirinê de. Yên pêşî behsa wan hat kirin hewceyî yên paşê behsa wan bûyî ne, ji bo misogerkirina sihet û başiya xwe û hwd...

Rêjeya mêrtiyê ya navincî (Rapport de masculinité moyen) (bi ingilîzî: sex ratio)

Hejmara endamên mêr yên nufûsekê li gor sed mirovên ji zayenda mê.

Rêjeya mêrtiyê di jidayikbûnê de (Rapport de masculinité à la naissance)

Hejmara kurên nû jidayikbûyî li gor keçên nû jidayikbûyî di nav serjimareke diyar de. Bi giştî ev pêwendî serê 100 keçan 105 kur in. Li gelek welatên asyewî (Çîn, Hindistan ... ) tercîha ji bo kuran tewazûna vê pêwendiyê xira kir.

Rejîma demografîk (Régime démographique)

Tevahiya xisletên zarokanînê û mirinê yên welatekî û awayê ku ev her du li welatekî xwe bi rêkûpêk dikin. Weke mînak dema ku hem rêjeya zarokanînê û hem jî ya mirinê bilind bin, behsa "rejîma sereke" tê kirin.

Sînorê şûngirtina besît a nifşan (Seuil de simple remplacement des générations)

Nîşandera zarokanîna pêwîst e, ji bo ku şûna jinên nifşekî bi hejmareke wekhev di nifşê bê de were girtin, ango sîhsalek paşê. Li welatên ku rêjeya mirina zarokên nû jidayikbûyî, ya zarok û ciwanan û ya dayikan pir kêm e, ev sînor serê jinê 2.1 zarok in yan jî weke li Fransayê piçekî ji vê hindiktir e. Dema ku rêjeya van mirinan bilind e, hingê ev sînor jî bilind e; weke mînak li Komara Domînîk ev sînor 2.2 zarok in, li Yemenê 2.4, li Gîneyê 2.7 û li Zîmbabweyê 3.1.

Rêjeya mezinbûna xwezayî (Taux d’accroissement naturel)

Cudatiya di navbera hejmara zarokanînan û ya mirinan de li gor serjimara sala ku li ber çavan tê girtin.

Rêjeya mirinê (Taux de mortalité)

Hejmara mirinan di peryodekê (bi giştî sal) de li gor serjimara heman peryodê.

Rêjeya mirina zarokên nûjidayikbûyî (Taux de mortalité infantile)

Hejmara zarokên beriya ku sala xwe temam bikin dimirin, li gor hezar zarokên sax yên heman peryodê.

Rêjeya mirina zarokên temenbiçûk (Taux de mortalité juvénile)

Hejmara zarokên ku beriya 5 saliya xwe temam bikin dimirin, li gor hezar zarokên sax yên heman peryodê.

Rêjeya mirina zarok û ciwanan (Taux de mortalité infanto-adolescente) Hejmara miriyên nifşê temenê wî di navbera saleke temamkirî û temenê gihiştîbûnê de, ango zarok û ciwan (bi giştî beriya 20 salî), li gor hejmara jidayikbûnên heman nifşê.

Rêjeya mirina dayikan (Taux de mortalité maternelle)

Hejmara jinên ku ji ber zarokanînê yan jî di encama wê de dimirin, li gor 100 000 zarokanînên sax yên di nava saleke diyar de.

Rêjeya zarokanînê (Taux de natalité) Hejmara zarokanînên sax di nava peryodekê (bi giştî sal) de li gor serjimara navincî ya heman peryodê.

Derbasbûna demografîk (Transition démographique)

Periyoda ku tê de nufûsek ji rejîmeke rêjeya mirinan û rêjeya zarokanînê bilind, derbasî rejîmeke rêjeya mirinan kêm û ya zarokanînê lawaz dibe. Ev peryod dikare dema wê û gurayiya wê guhertîbe. Weke mînak derbasbûnê li Swêdê sala 1815ê dest pê kir û sala 1965ê bi dawî hat, di nav vê peryodê de nufûsa Swêdê 3.5 caran ji berê zêde bû. Li Meksîkayê derbasbûnê 90 salan dewam kir, ji 1920ê heta 2010ê, di vê peryodê de nufûsa welêt bêhtirî 8 caran ji berê zêde bû.

Pîrbûna nufûsekê (Vieillissement d’une population) Zêdebûna nisbeta hejmara pîr û kalan di nav nufûseke giştî de.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê