Pêvek:Ferhengoka Zayele

Ji Wîkîferhengê

Ferhengoka Zayele[biguhêre]

Swêdî - Kurmancî[biguhêre]

A-kassa (Kasaya bêkariyê): Kasaya ku sîgorteya bêkariyê rêve dibe û li Swêdê endambûna wê bi dilxwazî ye. Ev gotin herwuha ji bo pareyê ku mirov dema bêkariya xwe de digre tê bikaranîn.

Ams – Arbetsmarknadsstyrelsen (Birêveberiya bazara kar): Dezgehek dewletê ku ji bo peydakirina kar a ji bo bêkaran xebatên cûda yên alîkariyê rêve dibe.

Anhöriginvandring (koçberiya malbatiyê): koçberiya ji bo kesên ku mirovên wan hewelatî ne an jî li Swêdê rûniştina wan heye. Koçberê girêdayê malbatê ev in: jin, zilam û zarokên bin 18 salî an jî mirovên nêzîk ku li welatê jêhatîne di nav heman malê de dijiyan. Qanûn li ser mirovê li Swêdê dijî ferz nake ku kufletê aborî yê koçberê girêdayê malbatê bigre ser xwe.

Anonymiserade jobbansökningar (Serlêdanên kar ên anonîm): Pêşniyaza ku dibêje mirovekî ku li kar digere dikare serlêdana xwe bêyî navê xwe binivîsîne bişîne hundir. Di saya sîstemek wusa de karbidest nikarin serlêdanên bi navêkî xerîb bidin aliyekê, tiştek ku mirov bawere gelek caran tê kirin. Lê rexnegir dibêjin ev yek ji bo pêşîgirtina cûdagirtinê metodek şaş e. Ji ber ku gelek caran merît û dîplomayên koçberan yên ji derveyê welat hene, ku nikarin werine anonîmekirin. Weke mînak: kesekî ku li Diyarbekirê weke assîstanê huqûqê kar kiriye.

Antidiskrimineringsbyrå (Buroyên li dijî cudagirtinê): buroyên serbixwe ku li ser buyerên cûdagirtinê lêkolîn û lêgerîn dikin. Ev buro li gelek şaredariyan hene, weke Malmö, Helsingborg û Stockholmê.

Arbetsgivaravgifter (Pareyê karbidestiyê): Qanûn li ser karbidestan ferz dike ku jimarek prosent ji destheqê bide dewletê. Ev pare diçe ji sîgorteyên gîştî yên weke sîgorteya nexweşiyê. Bi gîştî, pareyê karbidestiyê 40-45 prosent ji destheqê ye.

Arbetsplatsintroduktion (Gavavêtina cihê xebatê): Ev metod sê sal in ku tê ceribandin. Şaredarî ev alîkarî dide wan mirovan ku nû hatine Swêdê, bi armanca ku ew karibin têkevin nav bazara kar. Kesekî têkiliyê (kontaktperson) alîkarî dide wî karkerî û di nav şeş mehên ewil de bi karbidest re hevkarî dike. Dewlet ji bo dema praktîkê alîkariyek aborî dide karker. Lê pişt re divêt karbidest bi xwe destheq bide karker. Bi ya hukumetê nêzî 8000 kes di vê programê de cîh girtine û tê gotin ku gelek ji wan bûne xwedî karekî.

Arbetsvillkoren i a-kassa (Şertên kar ên di Kasa ya bêkariyê de): Ji bo ku mirov karibe ji Kasa ya bêkariyê pare wergire divêt mirov şertekî kar bi cîh anîbe. Gereke mirov 6 meh kar kiribe û kêmasî her meh 70 saet. An jî divêt mirov di nav şeş mehan de 450 saaat li ser hev kar kiribe, serê mehê bi kêmasî 45 saat.

Barnomsorgspeng (Pareyê lênêrîna zarokan): Di pêşniyaza partiyên hevgirtina burjuwa de tê xwestin ku dewlet pare bide malbatan ku ew bi xwe biryar bidin da zarokê xwe li zarokxaneyên fermî an jî prîvat de bicîh bikin. An jî bi wî pareyê li malê bimînin û bi xwe li zarok binêrin.

Bostadstillägg för pensionärer (Alîkariya kireyê ya extra ji bo teqawidbûyîyan): Alikariya dewletê ya ji bo mesrefa kirê ya ji bo kesên teqawid bûne. Ev pare hetanî binbaniyek ji bo qismekê kirê ye. Ev tê wê wateyê; teqawidbûyîyên xwedî hatina herî nizim alîkariya herî zêde dikarin wergirin.

Den offentliga sektorn (Sektora fermî): Ew beşa civakê ya ku bi bac tê fînanskirin û ji aliyê dewlet an jî şaredariyan ve tê rêvebirin. Weke mînak qismeke mezin ya lênêrîna zarokan û tedawîkirina nexweşan a li Swêdê ji aliyê sektora fermî ve tê rêvebirin.

Fritidshus (xaniyên weke havîngeh): Xaniyên ku mirov di dema tatîlê de an jî di zemanên xwe yên vala de lê dimîne.

Friskolor (Dibistanên serbest): Dibistanên ku ne ji aliyê şaredariyê ve têne rêvebirin dibistanên prîvat in ku ji aliyê şîriket an jî kooperatîva dê û bavan ve têne meşandin. Lê ev dibistan bi qismekê alîkariya aborî ya ji şaredariyan ve tê fînanskirin. Li Swêdê 247 lîse (gymnasium) û 575 dibistanên bingehîn (grundskola) yên prîvat hene.Bi gîştî 110 000 şagirt li dibistanên serbest perwerde dibin, ango 10 prosent ji hemû şagirtên ku dixwînin.

Friåret (Sala serbest): Derfetek ji bo mirovek xwedî kar ku ji karê xwe ji bo sê mehan hetanî salekî îzin wergir. Şertek ew e ku divêt mirov li cem heman karbidestî bi kêmasî dido sal karkiribe û ku divêt li cem saziya peydakirina kar (arbetsförmedling) bêkarekî qeyidkirî hebe ku karibe di şûna mirovê ku diçe îzinê de berwext (vikarie) kar bike. Di destê yekem de divêt ew mirovê berwext dê kar bike an demek dirêj bêkar mabû ye, mirovek biyanî an jî kêmendam be.

Föräldrapenning (Pareyê dê û bavan): Alîkariya aborî (bidrag) ku ji roja zayîna zarok û hetanî 480 rojan (16 meh) tê dayîn yek ji wan weliyan ku ji ber lênêrîna zarok kar nake. Hem dê û hem jî bav dikarin 10 rojên ewil yên piştî zayîna zarok bi hev re pareyê welîtiyê wergirin. Wekî din, mafê her dê û bavek heye ku nîvê rojan ango 240 roj li malê li cem zarok bibin. Lê ew herwuha dikarin rojên xwe bidin hev jî, ji bilî 60 rojan (rojên bavan – pappamånader). Ji 480 rojan 390 roj bi 80 prosentê destheqê tê dayîn. Lê herî zêde rojê 648 kron. Ji bo rojên mayî mirov 180 kron werdigre.

Försörjningsansvar (Berpirsiyariya xwedîkirinê): Şerta ku dibêje ew kesê ku mirovekî ji malbata xwe bîne Swêdê divêt di dema ewil de mesrefa aborî ya wî kesî bigre ser xwe.

Förtidspension (Teqawidiya berwext): Ew pareyê teqawidiyê ku tê wergirtin dema mirov beriya 65 saliya xwe nikare tam an jî nîvmesayî kar bike. Berê ji vê yekê re dihat gotin ”taqawidiya seqetan” lê niha weke pareyê aktîvîteyê (ji bo ciwanan) û pareyê nexweşiyê (ji bo mirovên ser 30 salî) tê binavkirin.

Föräldraledigheten (Îzna dê û bavan): mafê îzingirtina bi pare, dema zarokê mirov çê dibe an jî mirov zarok dike ewlet. Ji bo mayina bi zarok re mirov pareyê dê û bavan werdigire (föräldrapenning).

Garantipension (Pareyê garantî ya teqawidiyê): Mirovên ku hatina wan tuneye an jî gelek kêm e, pareyê garantî ya teqawidiyê werdigirin). Ew hatineke mînîmum garantî dike ji bo wan mirovên teqawidbûyî ku aboriya wan herî xerab e. Ev pare ji bo mirovên nezewicî mehê 7000 kron e û ji bo yên zewicî 6300 kron e. Hîn caran ev pare bi alîkariya zêde ya kirê ya ji bo teqawidbûyîyan tê bilindkirin.

Golvet (Zemîn): Weke mînak di sîgorteya nexweşiyê de – pareyê herî kêm e ku mirov weke nexweşekî dikare wergire. Ev pare didin wan mirovên ku hatina wan a aborî qet nîne an gelekî kêm e.

Grundnîvån i föräldraförsäkringen (Zemîna sîgorteya dê û bavan): Ev pareyê herî kêm e ku tê wergirtin dema destheqa (maaşê) mirov tuneye. Zemîna îro serê rojê 180 kron e. 90 roj her tim li gor vê zemînê tê fînanskirin.

Hushållsnära tjänster (Xizmeta ji bo malê): Xizmeta ku li malê tê kirin; weke paqijî û lênêrîna zarokan. Di nîqaşan de tê gotin yên xizmetên ji bo malê dikirin divêt ewqas zêde bac nedin.

Högkostnadsskydd (Parastina ji çûyîna aborî ya bilind): Ev sîstemeke subvansiyonê ya civakê ye ku di warê tendrustî û dermankirina nexweşan de mesrefa aborî ya mirovan bi danînan binbaniyekê kêm dike.Weke mînak mirov ji bo salekê herî zêde 900 kron ji bo mesrefa xwe ya çûyîna cem doktor dide. Pareyê ji 900 kronî zêdetir ji aliyê civakê ve tê dayîn. Parastina ji çûyîna aborî ya bilind ya ji bo dermanên bi recete salê 1800 kron e. Pişt re mirov qartekê (frikort) werdigre ku ji roja kirîna yekem û hetanî 12 mehên pêş derbas dibe.

Inkomstskatt (Bac a hatina aborî): Bac a ku ji destheq û pareyê teqawidiyê tê birîn. Ev bac a ku tê berhevkirin nîvê hatina dewlet û şaredariyên Swêdê ye. Bac a hatina aborî ya li Swêdê ”progresîv” e. Her çendî hatina mirov zêde be, mirov ewqas zêde jî bac dide.

Karensdag – (Roja ji kîsê xwe): Roja ku mirov nikare pareyê nexweşiyê wergire. Li Swêdê roja yekem a nexweşiyê ji kîsê mirov bi xwe diçe.

Kärnämnena (Dersên bingehîn): Dersên li lîseyê (gymnasium) ku li ser hemû şagirtan tê ferzkirin ku bixwînin, beyî ferqiyeta programan. Ji wergirtina qarne pêwîste şagirt ji dersên bingehîn derbas bibe. Dersên bingehîn Swêdî (an jî Swêdî weke zimanê dûemîn), Matematîk û Înglîzî ne.

Låginkomsttagare (Mirovên bi hatina aborî ya nizim): Mirovek bi hatina aborî ya nizim (ji destheq an jî alîkariya kireyê) ango hatinek ku ji bi qasî nîvê hatina binavincî ya Swêdê ye. Di sala 2004 de mirovek bi hatina kêm ew kes bû ku mehê kêmtirî 9000 kron kar dikirin.

Mandatperioden (Mudeta hukumetê): Dema di navbera dû hilbijartinan, weke mîna hilbijartina parlamentoyê.

Nationella mål (Hedefên netewî): Pîlana perwerdeyê (läroplanen) ew dokument e ku xebata dibistanan li gor wê tê meşandin. Ev, çend hedef datîne ku divêt şagirt dema ji dibistanê mezûn bûn, bigihîjin wan. Weke mînak divêt şagirt karibin bi awayek rexnegir çavkaniyên agahiyê binirxînin, merak û hezkirina xwe ya ji bo xwendinê pêş bixin û rêz li rûmeta mirovan bikin.

Nationella prov – (Îmtîhanên netewî): Îmtîhanên di dersên înglîzî, swêdî û matematîk ku li seranserê Swêdê wek hev e. Dibistanên bingehîn (grundskola) bi xwe biryar didin ev îmtîhan çêbikin an na. Lê jimarek mezin ji wan ev dikin. Îmtihanên netewî di sefên 5 û 9’an de hene. Lê îmtîhanên li lîseyê mecbûrî ne û li ser notê encam xuyakar in.

Ordningsomdöme – nirxandinek nivîskî li der barê hal û hereketên şagirt li dibistanê. Weke mînak, gelo ew rêz li mirovên din digre an na.

Personliga ombud (Nûnerê şexsî): Alîkarek şexî ya taybetî ji bo wan mirovên ku demek dirêj bi nexweşiyên psîkolojîk yê giran daketine. Nûner di jiyana rojane de alîkariya ji bo vî kesê nexweş koordîne dike.

Praktiska förvaltningsutbildningen (Perwerdeya pratîk ya rêvebiriyê): Kurseke taybetî ku li zaningeha Stockholmê tê ceribandin. Kurs salekî diajo û berê xwe bi taybetî dide akademîsyenên biyanî. Giraniya kursê ji beşên pratîk pêk tê.

PUT – permanent uppehållstillstånd (Destûra rûniştina daîmî): Mafê daîmî ya li Swêd rûniştin û karkirinê.

Schengensamarbetet (Hevkariya Schengenê): Peyman ji sala 1985 ya di navbera çend welatan ku rê dide rakirina kontrola sînoran ya di navbera welatên hevpeyman de. Ev tê wê wateyê jî ku ev welat bi hev re hevkarî dikin da ku bi hevkariya polês û siyasetek ji bo vîzeyê, kontrola li ser sînorên dervetirîn zêde bikin. Di sala 1999 de welatên Yekîtiya Ewropayê şertên Schengenê qebûl kirin. Hîn welat çend ji şertan hêj qebûl nekirine, lê ne Swêd. Rexnegir dibêjin peymana Schengenê koçberiya ji bo Ewropayê bi sînor dike.

Sjukförsäkring (Sîgorteya nexweşiyê): Li Swêdê sîgorteya netewî ya dewletê serdest e. Ev bi bacên ku her mirov dide tê fînanskirin. Dema mirovek nexweş dikeve û nikare kar bike ji vê sîgorteyê pare ji bo wê/wî tê dayîn.

Sjuklön (Pareyê nexweşiyê): Ew pareye ku mirov dema nexweş e ji karbidest werdigre. Ev 80 prosentê destheqê ye û ji roja 2 hetanî roja 14 tê dayîn. Ji roja 15’an û pê ve kasaya sîgortayê (Försäkringskassan) û karbidest bi hev re pareyê nexweşiyê didin. Beşa karbidest 15 prosent e û jê re tê gotin ”^berpirsiyariya bihevrefînanskirin” (medfinansieringsansvar).

Skattekvot (Kota ya bacê): Pîvanekî ji bo ku divêt şexs û şîriket li gorî BNP çiqasî bac bidin. Weke mînak, di sala 1997 de li Swêdê 970 milyar kron bac hat dayîn. Ev 55 prosent ji BNP ye û ev jimar nîşan dide ku Swêd, di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de, xwedî kotaya herîbilind a bac e.

Socialförsäkringar (Sîgorteyên sosyal): Sîgorteyên ku di peryodên cûda de ji bo mirovan tê dayîn. (weke mînak alîkariya zarokan – barnbidrag) an jî di demen dijwar de (weke nexweşî).Ev bi bacên ku têne dayîn têne fînanskirin.

Socialförsäkringssystemet (Sîstema sîgorteya civakî): Rêbazê civakê ya rêxistinkirina alîkariya ji bo wan mirovan ku problemên wan çê dibin (bêkarbûn an jî nexweşî) an jî di periyodekî jiyanê de pêdiviya wê/wî bi alîkariya civakê çê dibe (zarok û extiyar). Piraniyek mezin a sîstema sîgortayê ya li Swêdê ji aliyê dewletê ve tê fînanskirin.

Taket (Binbanî): Weke mînak sîgorteya nexweşiyê. Binbanî hatina aborî ya herî zêde ye ku ji bo wê mirov dikare pareyekî xuyakirî wergire. Weke mînak binbaniya ji bo sîgorteya nexweşiyê salê 397 000 kron e, ango mehê 33 000 kron. Hetanî wî jimarî mirov dikare di dema nexweşiyê de 80 prosentê destheqa xwe wergire. Lê ji bo destheqa zêdeyê wî jimarî mirov nikare pare wergire.

Tjänstesektorn (Sektora xizmetê): Navê gîştî yê ji bo şîriketên prîvat û fermî ku xizmet didin (difroşin). Weke mînak ragihandinî. Li Swêdê 70 prosent ji xebatkaran di nav sektora xizmetê de kar dikin û ev reqem ji bo gelek welatên rojavahî jî derbas dibe.

Utvecklingssamtal (Axaftinên pêşxistinê): Axaftina di navbera mamoste û dê û bav ya li ser xwendin û perwerdeya şagirt. Axaftina li dibistana bingehîn (grundskola) divêt kêmasî serê termînê carekî were çêkirin. Dê û bav dikarin ji mamoste daxwaziya nirxandinek nivîskî ya di derbarê zarokên xwe de bikin, lê nikarin not bixwazin.

Vårdnadsbidrag (Alîkariya ji bo welîyetiyê): Alîkariya ji bo zarokên 1 heta 3 salî ku naçin zarokxanê (dagis). Ev alîkarî cara yekem di tîrmeha sala 1994 de hat dayîn. Lê hukumeta sosyaldemokrat piştî hilbijartinên 1994 av alîkarî betal kir.

Välfärdssamhälle (Civaka refahê): Civakekî ku hewl dide ji hemû hemwelatiyan re refahekî materiyel û piştgiriyek sosyal û aborî dide.

Välfärdstjänster (Xizmetên refahê): Xizmetên ku di civakek bi refah de têne dayîn; weke tendrustî û lênêrîna zarokan.

Äldreomsorgen (Lênêrîna extiyaran): Sîstema ku alîkarî dide extiyarên ku pêdiviya wan bi piştgirî, lênêrîn û dermankirinê heye. Li Swêdê lênêrîna extiyaran wezîfeya şaredariyan e û bi pareyên ji bac tê subvansiyonkirin. Di nav wan de lênêrîna li malê (hemtjänst), malên taybetî ji bo mirovên teqawidbûyî (särskillt boende) û xizmeta ragihandinêyê (färdtjänst). Mafê şaredariyan heye ku li beramberî vê xizmetê ji extiyaran pare wergire. Lê divêt ew her wuha hesab jî bikin ku pareyek ji extiyaran re bimîne da ew karibin mesrefên xwe yên din ên aborî bidin.