Pêvek:Ferhengoka Peşêw

Ji Wîkîferhengê

Ev ferhengoka wan helbestên Ebdulla Peşêw e ku Husein Muhammed li kurmancî wergerandine û dê weke pirtûk di nav Weşanên Nûdemê de derkevin.

Nimînok: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z '

A[biguhêre]

  • altar: li dêran cihê ku qeşe lê li pêşiya cemaeta xwe radiweste
  • alûala: rengîn, rengawreng
  • ateşgede: peristgehên zerdeştiyan.
  • awêne: neynik, eynik, qotîk, cama ku mirov tê re li xwe dinere

B[biguhêre]

  • baskdar (bi soranî: baldar): balinde, firinde, teyr, çivîk, çûçik
  • befir, befr: berf
  • behî (bi soranî: pirse): tazî, merasima gorkirina kesekî mirî û ziyaretkirina mirovên wî
  • beng: tilyak, narkotîk, madeyên bêhişker
  • best: devera ku pir kevir lê hene
  • beyanî: spêde, sihar, serê sibê
  • beyîn/behîn: (genim/giya) zer bûn, gihiştin
  • bikuj: kujer, qatil, mirovkuj
  • binema: prensîp
  • bûkok: pêlîstokên bi şiklê bûkan ku keçik pê dilîzin

C[biguhêre]

  • civan --> jivan

Ç[biguhêre]

  • çavşil: ya ku digirî, rondikan dibarîne.
  • çilçira: avîze, pêrû

D[biguhêre]

  • dalan: korîdor, rêyên teng
  • daliqandin: (bi soranî: helwasîn): hilawîstin, bi darê yan dîwar ve kirin
  • def: erbane, amûreke muzîkê ye ku bi taybetî ji alî derwêşan ve dihat xebitandin.
  • dehbe: dirinde, hov, dêw, lawir
  • dehlistan, dehl, dehlûdiristan (bi soranî: cengel, lêr): daristanên asê, rêl, rêhl, warê hov û dirindeyan
  • destbilînk, dezbilînk (bi soranî: desraze): benên ku zarokên sava pê di landikan de tên girêdan daku jê nekevin.
  • dirkandin: îtiraf kirin; eşkere kirin
  • dêm: beyar, gulûgiyayên ku bi xwe li çolê şên dibin, yên ku nehatine çandin
  • dîdar: hevdîtin.
  • doşk: (li vir) rûniştekên dirêj yên kevirîn
  • duling (bi soranî: dûpê): mirov û ajelên ku bi du lingan/piyan dimeşin.

E[biguhêre]

  • edîb (erebî ye): nivîskar
  • elind (bi soranî: gizing): tava berspêdeyê, berbang, şefeq
  • erebandin (bi erebî: te’rîb): erebkirina hin deverên Kurdistanê (bi taybetî Kerkûkê) bi derxistina kurdên wan deveran û bi bicihkirina hin ereban li wan deran

F[biguhêre]

  • fê: teb, serh, epîlepsî
  • find: mûm, şemal

G[biguhêre]

  • gilgile (S:gella) belgên daran yên beyî anku zerbûyî, bi taybetî piştî ku ji daran dawerîne.
  • girûgal: zimangêriya zarokan berî ku fêrî axivînê dibin
  • goristannişîn: ya/yê ku li nav goristanekê dijî
  • govan (bi soranî: gewah) : şahid, bînera/ê bûyerekê
  • gumbet (yan gunbet): qub, qube, kemerî, banên gilover û nîv-gogî yên mizgeftan.
  • gupik (bi soranî: lûtke): bilindtirîn dera li serê çiyayekî

H[biguhêre]

  • hevdem (bi soranî: hawkat) di heman demê de, di eynî wextê de
  • hewî (bi soranî: hewê) jina ku mêrê wê yek yan çend jinên din jî hene
  • heyranok, heyran: hin cûre stranên gelêrî yên kurdî ne.
  • hêsk (bi soranî: colane): hêlekan, dolîdank, hêlanek
  • hilbestin: vehûnandin, bi hev ve alandin/girê dan.
  • hilkirin: vêxistin, geş kirin, ron kirin, agir berdanê
  • hind (bi soranî: ewende) ewqas
  • hindî (bi soranî: ewende): bi qasî
  • hing (bi soranî: heng): mêşa hingiv(înî)

J[biguhêre]

  • jem: xwarinên diyarkirî yên rojê (taşt, firavîn û şîv)
  • ji destî hatin (bi soranî: le dest hatin): karîn, jê hatin, pê çêbûn, hêz û taqet hebûn
  • ji şilikê ta şimikê: ji serî ta binî, ji serî ta piyan.
  • jivan (bi soranî: jiwan): randevû, hevdîtina plankirî (bi taybetî ya evîndaran)
  • jî (bi soranî: temen): umr

K[biguhêre]

  • kak: kek, keko, ”abê”, bira(yê mezin)
  • kal: (li vir) spîçolkî, rengavêtî, bêreng (li vê derê: bêtam)
  • kalik: pêlavên/solên ku serê wan bi şûjinê ji rîsî hatine çêkirin.
  • kaşok (bi soranî: qaşo): darê ku di hin lîstikan de bo lêdana gogê tê bikaranîn
  • kelbe: didanên dirêj û dirinde yên gur û lawirên din
  • kepirok: kepira biçûk. Kepir ew avahiyên havînî ne ku bêdîwar in lê banek ji çilû li ser stûnan hatiye danîn û mirov di bin wan ve li ber siyê rûdine û radize daku xwe ji

germahiya ber tavê û nav xaniyan diparêze.

  • kerr (bi soranî: kirr): (li vir) bêdeng, aram, tena, hêwir
  • kinar: berav, qirax, kevî, perav
  • kinêr (Melilotus officinalis) gulûgiyayek e.
  • kiz: qels, lawa; kêmron, bi ronahiya lawaz
  • kizeba: bayê kiz, bayê qels, bayê lawaz
  • kor: seminar, panel, civîn.
  • kudeta (ji frensî: coup d’etat): şoreş, darbeya leşkerî, înqilab.
  • kun: qul
  • kutal: qumaşfiroş, cilfiroş

L[biguhêre]

  • landik: dergûş, dêdîk
  • lawik: hin cûre stranên gelêrî yên kurdî ne.

M[biguhêre]

  • mehal (erebî ye): gengaz, pecan, mumkin
  • meyter: seyîz, xwedîkerê hespên xelkê.
  • mêze: mase
  • mihrab: li mizgeftan cihê ku mela lê li pêşiya nimêjkeran disekine dema ku nimêj tê kirin.
  • mişe: zehf, pir, gelek.
  • mit: bi temamî bêdeng
  • mordayî: sermorkirî, tiştê ku mor (muhr) lê hatiye dan û hatiye asêkirin.

N[biguhêre]

  • neheng: hût, avilke, balîna, hûf, mezintirîn ajelê deryayan
  • nivistin (bi soranî: nûstin): raketin, razan, xewtin, ketin xewê, di xewê de bûn

P[biguhêre]

  • pate: paçe, perûk, parçeyeke cil yan caw
  • patove (bi soranî: kilû): libên berfê berî ku dikevin erdê
  • pelate: bela-wela, pir belav
  • pencirk (bi soranî: rinok): nînokên dirêj û dirinde yên hin lawiran
  • pesar: sivande, sivde, berbanên xaniyan
  • pilûre: kuna mêşên hingivînî
  • pind (bi soranî: xirpin): gotineke şirîn e bo kesa/ê kurt û piçekê qelew
  • pistîn: bi dengekî nizm gotin/peyivîn

Q[biguhêre]

  • qalik (bi soranî: qewan): fîşekên vala, gulleyên xirş
  • qerise: qeşa, sehol, cemed, bûz, berfa req
  • qerisîn: bûn cemed/qeşa/bûz
  • qeşa: qerise, cemed, sehol, bûz, berfa req

R[biguhêre]

  • reşbelek: (li vir mebest jê) cûreyek govenda kurdî ye
  • rêbiwar: rêving, rêwî, kesa/ê bi rêyekê ve dimeşe
  • rêving (bi soranî: rêbiwar): rêwî, gervan, gerok
  • rizde (bi soranî: dund): zinarên qinc

S[biguhêre]

  • sava (bi soranî: korpele): sêlek, zarokên berşîr, pir biçûk, nûbûyî, nûzayî
  • senger: kozik, çeper
  • serçopîgir: serkêşa/ê govendê
  • serpişk: kesa/ê ku xwedî para mezin ji tiştekî ye.
  • sirwe: dengê livîna bayê nerm
  • siwalet: pirtûmirtên şkestî yên cerik û gozikên kevnar
  • siyaçeman(e): hin cûre awaz û stran û govendên hewramî ne
  • sîma: rû, xwiyang, reng û şiklê rû û bejnûbala kesekî
  • sûr: rijd, mikum, xweragir, li ser gotina xwe, li ser soza xwe

Ş[biguhêre]

  • şande: heyet, delege, wevde
  • şarandin: sincirandin, wisa germ û kel kirin ku sor bibe
  • şepal: şêrên ciwan, têjikên şêran (bi mecazî: wêrek, qehreman)
  • şetav: coka ava ji berfa heliyayî.
  • şevbêhn (bi soranî: şewbo): guleke bêhnxweş e û bi şevê bêhn ji belgên wê tê (Cheiranthus cheiri)
  • şê: (hespên) qehweyî
  • şêlan, şêlandin (bi soranî ye): perixandin, gemirandin, firikandin, masaj kirin
  • şirebaran: barana pir bihêz.
  • şor: (li vê derê) tewiyayî, çemiyayî, nizm, serberjêr (serşor: şermezar, rûreş)
  • şore-ewr: ewrê pir tîr, giran û nizm tam berî destpêkirina baranê.

T[biguhêre]

  • tak: tenê, tek
  • tamijîn (bi soranî: lê rahatin): hînî tiştekî yan kesekî bûn û êdî nikarîn bê wê bijî.
  • tan (bi soranî: teyman): çeper, dîwarê ku ji daran hatiye avakirin li dor dermal û hewşan. bilêvkirin: t-ya weke di peyva „teng“ de.
  • tane: tarîbûna çavan
  • tavzerk (soranî: zerdeper): tava êvarê, hengura êvarê, rengê sor û zer yê esmanan dema ku roj ava dibe
  • tekiye: peristgehên şîiyan ku bi taybetî bo bibîranîna şehîdbûna îmam Huseynê neviyê Mihemed-pêxember tên bikaranîn.
  • tem: mij, moran
  • temetî: bi qasî, hindî
  • teraş (bi soranî: dewen): devî, dehl
  • tiwanîn: karîn, şiyan.
  • tok (bi soranî: toq): xeleka ku stuyê koleyan pê tê girêdan

X[biguhêre]

  • xezan: payizê dema dawerîna belgên daran
  • xişt: gewher, dur, zêr û zîv û tiştên wek wan bihagiran
  • xuh (bi soranî: areq): xwêdan, areq, ava ku ji ber germayê li ser laşê mirov peyda dibe
  • xulya: xemjêxwarin, mereq, guhdarîkirin, miqatebûn

Z[biguhêre]

  • zemanê cahiliyê: li gor zanayên misilman serdema berî hatina îslamê ”zemanê cahiliyê” bû.
  • zemîn, gogzemîn (bi soranî: gozemîn): gerestêr, dinya, cîhan
  • zevîzade: zarokên axê, ne ji esmanan, ne payebilind.
  • zêrê reş: neft, petrol
  • zêrû: zîlo, hezarpî, kurmikek xwînmêj e (Myriapoda)