Pêvek:Ferhengoka Osman Sebrî

Ji Wîkîferhengê
Binere herwiha lîsteya hemû ferheng û ferhengokên me
  • [1] Vîtik: nivîsana ku ji pênc-şeş xêzan ne pirrtir be.
  • [2] Şivîşk: şek, şibhe.
  • [3] Posat: Fîşek. Çek û pos.
  • [4] Ciyê ku hîngê tê de arge bûne îro bi navê Xirabê Mirdêsan tê zanîn.
  • [5] Çi bextiyariyeke mezine ku piştî (55) salan ji fitaqa pêşîn dizîndana Mezê de careke din bi min re fitiq çê bû. Başe ku her du caran jî di warê têkoşînê de bûye.
  • [6] Di sala 1919 an de Diktorekî elmanî ji min re dirût.
  • [7] Ûrt: miras, malê ku ji bav dê dimîne. Ji erdên ber malan re jî tê gotin.
  • [8] Kunberf: qeftîş û şikeftên ku berf di serriyan de dirêjiya salê jê qut mabe.
  • [9] Boblat: misîbet, bela mezintir.
  • [10] Heya ez sêzde salî bûm ev nivişt tev bi ser, pişt, sîng û gurmikên min ve girêdayî bûn. Paşê min rojekê hemî ji xwe jê kirin û avêtin agir û şewitandin.
  • [11] Rêzan: Nîzam.
  • [12] Sala 1930 ez digel Evdilqadirê Dirê’î bûm. Katibê wî Mihemed ji min re salixa şerê Qere baxçe kir û got:”Haco kurê xwe Çaçan bi xwe re anî bû”. Sala 1931an gava min Çaçan li Şamê dît û jê pirsî înkar nekir. Haco jî paşê li ser vî şerrî ji min re goti bû ku sebeb, nezanîna wan ya armancên şûreşê bû.
  • [13] Ûşt: Sebeb.
  • [14] Teqez: Miheqeq.
  • [15] Hevrû: Miqabele, hevdîtin
  • [16] Min herdu kurrên wî Seîd û Emer li zîndana Diyarbekirê û birayê wan yê biçûk Hesen li zîndana Edenê dîtin. Ji terbiya wan serwextiya bavê wan xwe xuya dikir.
  • [17] Bêvac: Bêmentiq.
  • [18] Ne diyar: Ne xuya. Xaib.
  • [19] Hesen Xêrî piştî ku min apê xwe revand tevî hevaline xwe hat li darvekirin û rêya xebatê ne ket.
  • [20] Demsal: mewsim, dema sale.
  • [21] Guhbel: Casûs.
  • [22] Pandî:bekcî, haris, yê dipê.
  • [23] Apê min Şukrî bi qasî ku peyakî welê bêdeng bigire û bavêje û xurt û bi hêle bû.
  • [24] Herde:xuya, eşkere.
  • [25] Kiz: Aciz, Jê çûn, Jê teng bûn.
  • [26] Êxlî: birrê hesp û hestiran dema derdixin çêrê.
  • [27] Qirrên: minaqeşe, gelş, li ser tiştekî peyivîn.
  • [28] Şayîş:Fikra xwe bi tiştekî zêde mijûl kirin, endîşe.
  • [29] Neyarhewîn:yên ku dibe yarê neyar.
  • [30] Dongî;dawî aqîbet.
  • [31] Elî Saîb kurd bû. Paşê M.Kemal ew ji nav peyayên xwe avêt û xist zîndanê.
  • [32] Tekbend:Tekgirtin, minferîde.
  • [33] Fermîsk: hêstirên çavan.
  • [34] Palmisandin: Bi destan, di tariyê de, girtin û nazîna tiştekî.
  • [35] Hacî Bedir ne xalê diya min, lê ji xalanê wê ye. Hacî Bedir ji mala Osman begê, dapîra min keça Mahmûd begê ye ku herdu pismamên hev in.
  • [36] Şandî: meb’ûs, naîb.
  • dihat bîra wî. Xuyabû qencî bi qelek zabitan kiri bû, nema dizanîn kî ye]
  • [38] Asarq:Bin ban.
  • [39] Panker: Xwedî sen’et e, pan; sen’et e.
  • [40] Lavelav: ji lavekirinê tê, di’a.
  • [41] Cûz: Qumar.
  • [42] Doz: Dawa, qeziye.
  • [43] Êrdim: menteqe.
  • [44] Têvel: mixtelîf, ne wek hev, cihê cihê.
  • [45] Vêvirand: keşif kir, vêvirî: mekşûf.
  • [46] Hêvotin: Tehrîk, teşwîq.
  • [47] Sincî: Exlaq.
  • [48] Destkewtî: Mistefîd, yê ku xêrê jê dibîne.
  • [49] Raxer:Tiştê ku li malan tête raxistin.
  • [50] Gorî: Qurban, dehiye.
  • [51] Mitêl: Lihêf, yarxan, bi Kurdî jê re “gelt” jî dibêjin.
  • [52] Hevrû: yek rûbarî ê dî kirin.
  • [53] Xuyaye Xwedê dia min qebûl nekir ku di sala 1943an de Birahîmê Hacî Yaqûb hat çû hec. Li |amê bihîstibû ku ez li |amê me hat cem min em li ser rojên borî peyivîn, bê ku çêla wê bêbextiyê bikin]
  • [54] Kiz: Aciz, Xeyidî.
  • [55] Gengazî: hêsan, rihet.
  • [56] A xweş ev e ku hevalên Bedir axa gotibûn: dema hat kuştin destvala bû û digel wî çek tine bûn! Heya îro jî ez nizanim kama wan di kirina vê derewê de çi bû.
  • [57] Hingê Sêwerek wîlayet bû; lê piştî du sê salan kirin qeza, heye ku careke din bibe wîlayet.
  • [58] Xwesipar: miletecî. Ji xwe sipartinê tê.
  • [59] Heya vê paşiyê rehmetî carcaran çêla wê hevdîtinê dikir û digot:”Osman bawer bû ku ez bi Kurdî nizanim, ji lewre digel min bi Tirkî peyivî.
  • [60] Tan: Dîwarê du ta ku ji depan an çirpiyan dixin nava mezelên xanîkî-Nava wan dîwaran vala ye.
  • [61] Xwezî xisara ku min di wî mişwarî de kirî mesrefê rê tenê bûya!.. Lê mixabin ku eşîra min, malbata min û diya min bi hezaran xisara wê çûna min danîn. Bi dehan mirov ketin zîndanê û bi hezaran û hezaran pere hatin rijandin. Têr dike ku bêjim du sed jendirme nîzîka çar mehan di ser dilê eşîr û malbatê de rûniştin. Tiştê ku mikûn bû heya salekê an pirrtir diya min ji min re bişanda, tev bi jendirman û girtiyan da xwarin.
  • [62] Devpeyv: Bi dev gotin, şefehî.

Çavkanî[biguhêre]

  • Bîranînên Osman Sebrî (1905 – 1993), birrê yekê, "Malbat", r. 13. komkirin û aadekirina Dilawer Zengî, Tirej.name, jêwergirtin 10/2011