Pêvek:Dengnasî/r-ya zirav

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Di kurmancî de sê cûn R hene: r-ya nerm, r-ya zirav û r-ya qelew.

R-ya zirav û r-ya qelew herdu r-yên req in.

R-ya nerm wek R-ya di van peyvan de ye:

  • agir
  • nerm
  • birin

R-ya nerm ti car nayê destpêka peyvê lê wek din li her dera peyvê dikare peyda bibe.

R-yên req (anku R-ya zirav û R-ya zirav) dikarin li herdera peyvê hebin.

R-ya zirav wek R-ya di van peyvan de ye:

  • reng
  • rind
  • şerr
  • berrevan

R-ya qelew wek rêya van peyvan e:

  • rast
  • reş
  • roman