Kadiz

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search
1rightarrow.png Binêre herwiha: kadiz

Kurdî[biguherîne]

Kadiz bi şev

serenav,

Wate[biguherîne]

  1. galaksiya ku gerrestêra me jî lê ye

Ji wêjeyê[biguherîne]

Ku meriv şevên sahî (sayî) li ezmên dinêre gewraxîyeke dirêj xuya dibe, ji wê re dibêjin Kadiz û em di nava vê galaksiyê de ne. Ew gewraxîya ji komeke stêran tê. Di Kadizê de di navbera 200 û 400 milyar stêr hene û stêra herî kevn 13.2 milyon salî ye. Navê Kadizê ji mîtolojiya kurdî tê. Gorî çîrokê yek dihere diziya kaya Xwedê. Tûrê xwe tijî dike, hildide xwe û dihere lê tûrê wî qul/kun bûye. Loma li şopa wî wek riyeka gewr dimîne. Li ser vê meseleyê bi vê galaksiyê re dibêjin Kadiz. Navê wê yê tirkî jî dîsa wek yê kurdî ye û ew dibêjin Samanyolu (Riya kayê). Çima tirk dibêjin, ne diyar e, lê ihtimal e ku navê wê ji eynî çîrokê tê.

(Hawarnet.com, 12/2010)

Ji[biguherîne]

kadiz, binere şiroveya li jor di beşa "Ji Wêjeyê" de

[biguherîne]

Werger[biguherîne]