Gotûbêj:derbend

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Gengeşî li ser derbendê[biguhêre]

english there(der), enter (hindir), bind (bend) der kirin yarayı akıtmak, der bûn açığa çıkmak, akmak der-e; kırmancî de suyun acığa cıktığı yer, der-ya; uçsuz bucaksız açıklık, der-i dışa dogru ber-i içe doğru acılan kapı. derbend; sınırın açıldığı kapı geçit. (Brahîm Qijikareş)--Bibliophile (gotûbêj) 17:22, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Hevalino ji bo bikaranîna "derbend"ê bi wateya "qedexe"yê ti çavkaniyên pêbawer tune ne. Di mînakên nivîskî yên wek qaşo "derbend" bi wateya "qedexe" hatine bikaranîn de a rast mirov dibîne ew bi wateya xwe yî farisî ya "bindest, esîr" de ye. Heya mînakên baş bên dîtin ez ê şablona bêçavkaniyê li wateya yekem ya vê rûpelê zêde bikim. @Ghybu, Ferhengvan, Bibliophile, Mohajeer, Bikarhêner, Jiju, û Balyozxane:Pispor (gotûbêj) 21:12, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez bi xwe jî ketim şikê, eger heval jî raya xwe bibêjin ez dê gelek kêfxweş bibim @Ghybu, Ferhengvan, Mohajeer, Bikarhêner, Jiju, û Balyozxane:--Bibliophile (gotûbêj) 21:56, 28 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez bi xwe wekî kesekî ji serhedê vê peyvê wateya qedexeyê da nizanim. Îcar ev yek nayê wê wateyê ku ev peyv teqez tune. Çimkî heta nika gelek tiştên ku min bi xwe li serhedê "tune" didît nişkê va derketin pêşiya min. Gelo mamoste @Ferhengvan: li ser vê mijarê çi difikire? Li derekî lê rast hatiye an? --Bibliophile (gotûbêj) 00:53, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hevalên hêja keda abdullah kiran di zimannasiya kurdî de pirr e, ew peyv bila bimîne û çavkanî jî bila ew bimîne. Vekolandina vê peyvê jî karê etîmologa ye. Niha di wîkîferhengê de bi sedan peyv hene bêçavkanî, lê her çi nebe çavkaniya vê peyvê heye û ew kes jî di lîteratûra kurdî de tê nasîn. Ev mercên han ji bo wîkîferhengê bes in, behsa nebawerbûna Abdullah Kiran, bi fikra min tiştek baş nîneMohajeer (gotûbêj)Mohajeer
Silav Pispor Niha du mijar hene: 1) hebûna peyva "derbend" bi awayekî giştî û 2) hebûna peyva "derbend" bi wateya "qedexe".
Bi wateya newal, rêya di navbera çiyayan re peyv heye û hebûna wê bêguman e. Rast e ku bi piranî di soranî de tê bikaranîn lê di kurmancî de jî bi kêmî di nivîsan de peyda dibe. Ew navdêr e û divê di beşa navdêr de bimîne.
Lê herçi bi wateya qedexe ye, eger hebe, hingê ew ne navdêr lê rengdêr e. Divê ew wek rengdêr were diyarkirin di bin beşa rengdêr de. Ez jî bawer nakim ku ji bilî Abdullah Kiran ti kesek wê bi kar bîne. Loma divê mirov li wê beşê nîşana bêçavkanîtiyê deyne.
Silavên germ bo we hemûyan! --Ferhengvan (gotûbêj) 08:44, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Danîna şablona bêçavkanî-yê biryareke baş e bo wateya "derbend"ê. Divê mînakên hatine zêdekirin, werin serastkirin, bi vê halê gelek tevlihev in. Aliyê din, mînaka ji Melayê Cizirî-yî hatine girtin, bi min jî li wateya qedexeyê nayên. Lê mînaka ji Hawarê hatiye girtin, rast xuya dike. Jiju (gotûbêj) 09:28, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Peyva derbend di etîmolojiyê da ji wateya memnû' bêtir ji bo wateya serbestê nêzîk e.
Der: derve/zittê hundir
Bend: sînor
Derbend jî dibe derê sînor,ew tiştê ku di hundirê sînor da be dibe memnû',yên ku li ::derve bimînin dibin serbest
Ew mînaka ku abdullah kiran ji cezerî haniye jî teza min qewîtir dike ne a wî. Ev peyama bêîmze ya Dilbirîn H.K (gotûbêjbeşdarî) e. 15:13, 30 kanûna paşîn 2020‎
@Pispor, Ghybu, Ferhengvan, û Mohajeer: @Pispor, Bibliophile, Jiju, û Balyozxane: @Dilbirîn H.K: Merheba hevalino. Bi rastî min li vê mijarê nekoliyaye. Û berî ku qenaeta xwe diyar bikim divê çend tiştan jî bibêjim. Helbet meqseda min (an jî me) ne nîqaşkirina şexsiyet an xebatên mamoste Abdullah Kiranî ne. Divê em vê diyar bikin ku ziman zû naguhere, ango mirov nikare bibêje vayê min formulekê dît û êdî divê ev peyv bê bikaranîn, ne ya din, ev mantiq şaş e. Xuya ye ku ev peyv di gelek çavkaniyên nivîskî de derbas dibe, gumaneke heye ku bi maneya "memnû" hatiye bikaranîn an bi maneyên din. Herwiha gor qaîdeya pêbaweriyê ya Wîkîferhengê ji bo ku peyveke nû karibe li ferhengê bê zêdekirin divê bi kêmanî di sê çavkaniyên cuda ên pêbawer de derbas bûbe. Ger ew peyv jixwe di ferhengê de hebe û bê xwestin ku maneyeke din yê wê peyvê lê were zêdekirin divê bo wê maneyê jî bi kêmanî sê çavkaniyên cuda ên pêbawer hebin. Ev peyv ya zimanzanek bixwe be jî ev qaîde derbasdar e. Ez diyar dikim ku ev li dijî qaîdeya me ya pêbaweriyê ye û lewma ez li dijî zêdekirina vê maneyê me. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:05, 31 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Wateyên mînakan ên bo "qedexeyê"[biguhêre]

Hevalên hêja, divê em mînakên li bin beşa rengdêrê serast bikin. Û yên li wateyê nayên divê bên jêbirin. Bo gava ewil, min mînakên ku rasterast pêşniyazên Kiranî ne, tenê yek hiştim û yên mayî min jê birin. ji ber ku him pêşniyazên tenê yek kesî ne û di çavkaniyeke din nayên dîtin û ji xwe çavkanî hatiye danîn, ên dixwazin dikarin bigihijin wan. (Di aliyekî de hebûna mînaka pêşniyazkirî li wîkiyê nîqaşekê din e)----Jiju (gotûbêj) 10:14, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Ferhengvan, Bibliophile, Mohajeer, Bikarhêner, Jiju, û Balyozxane:
Di paşiyê de spasan li camêrên serkur û derbend dikirin ko tê de şêrên wek Biro, îhsan û Ferzende rabûbûn Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (Osman Sebrî,” Li Goristanek Amadê,” hej. 21)
bi min, nabe ku em karibin wateya qedexeyê li derbenda vê hevokê bikin. Xuya ye derbend rengdêra "camêr" e. Derbend li vir wateyeke din dihewîne, dibe ku qerase yan jî xurt hwd. Lê ne "qedexe"! Ez ê jê bibim, ka hûn çi difikirin?
@Ferhengvan: Mamoste, te ev mînak biriye bin navdêrê lê li vir rengdêr e, ma ni wiha?--Jiju (gotûbêj) 10:14, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Xasê teşrîfa te bin derya û derbendê Ecem. / Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmuri bî. Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640
Ka li vê mînakê binêrin? Ma ez şaş im an li vir derbend bo wateya çiyayê hatiye bikaranîn? Ecem him navê gel e, him jî navek erdnigarî ye ku kurtkirina Iraqê Ecem e û di wêjeya klasîk a misilmanan de ev kurtkirin berbelav e. Û bêguman eşkere ye li vir qala deryayên Ecem û çiyayên (derbendên) Ecem dike. Min vê hevokê danî bin wateya yekem a navdêrê. --Jiju (gotûbêj) 10:01, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hinga piştî van zirtan / Girtin derbend û gavan / Ne mirov û cinawir / Kes nedihişt wan ciyan Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (HAWAR, , Weşanên Nûdem, cîld 2, hj. 24-571934-1943) (Osman Sebrî, Roviyê Ker, Hej.52)
@Ferhengvan: Mamoste, bi min di hevoka jor de bi aliyê kontekstê mirov dikare derbend wekî lêkereke "derbend girtin" bi wateya "qedexeyê" bixwîne. Gelo tu çi difikirî? --Jiju (gotûbêj) 10:09, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hêja @Jiju: dibêje "girtin derbend û gavan" anku "gavan û derbend girtin". Gavan çavdêrê çêlek û gayan e. Bi texmîna min mebest li vir ji "derbend" jî pîşe û meslekek e, ne "derbend girtin" e heta ku mirov wê bi wateya "qedexe" fehm bike. --Ferhengvan (gotûbêj) 11:34, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas dikim mamoste, her hebî--Jiju (gotûbêj) 14:03, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav, geleki baş e ku niqaşên bi vî karî li ser peyveke kurdî çêdibin. Saya serê van nîqaşan peyva me jî xurt dibe di ferhengê da. Gelo Mela di nimûneya li jêrê da bi çi wateyê da derbend xebitandiye?
Çendekî şîrînpuser derbendê dîwana te bin
Bendê şapûrê te bin ta Xusro û Şapûrî bî--Bibliophile (gotûbêj) 12:25, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Spas @Bibliophile: Bawer dikim ku li wir mebest "bendewar, yên li bendê" ye.
Ji xwe ev jî heye: [1]. Belkî Abdullah Kiran an informantê wî "derbend" bi mecazî ji baregeh û qereqolê girtibe. --Ferhengvan (gotûbêj) 12:42, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Lêker ?[biguhêre]

Silav Bibliophile, li vira derbend lêker e? Lêker derbend kirin e, na?--Ghybu (gotûbêj) 12:47, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Ghybu, derbend kirin wekî sernav tine bû, û di bin rengdêr da jî bikaranîna lêkerê heye. Nizam min got bila hemû li bin sernavekî bin lewma... Qe nehate bîra min :) Tu çi pêşniyaz dikî gelo?--Bibliophile (gotûbêj) 12:54, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bibliophile: min niha vitira kir...--Ghybu (gotûbêj) 13:08, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Pirsek din :) derbend kirina (=derbendkirina) navdêr e (derbendkirin), na :)--Ghybu (gotûbêj) 13:12, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Destxweş, gelo em derbendkirin bikin derbend kirin dê ne çêtir be, jixwe derbenda navdêr heye. Erê derbendkirin navdêr e :)--Bibliophile (gotûbêj) 13:14, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bibliophile û Ghybu: Silav hevalên hêja, min tu carî di gotareke nedît ku li bin peyveke him navdêr him rengdêr û him jî -di heman demê de- lêker heye. Bi min em gotareke din bi navê derbend kirin biafirînin, dê çêtir nebe?--Jiju (gotûbêj) 14:10, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Erê Bişirîn, derbend kirin (lêker) / derbendkirin (navdêr)--Ghybu (gotûbêj) 14:14, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Nika xweştir çêbû. Destxweş. :)--Bibliophile (gotûbêj) 14:52, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li ser binbeşa "agadarî"[biguhêre]

Li formata Wîkiyê binbeşeke bi navê "agadarî" tune ye. Xuya ye, têkiliya naveroka beşê bi rehnasiyê heye. Lê divê ev beş yekser bê jêbirin. Ji ber ku: 1. Nêrînên subjektîf in. Beşeke "Ji" bes e wekî rêdana der+bend. 2. Ji bo wateyeke nepeyitandî propagandayê dike. 3. Ev naverok jêgirtin e, lê ji xêndî mînakan, gelo pêdiviya Wîkîferhengê bi vê jêgirtinê heye ku ev jêgirtin armanca qanihkirinê dihewîne. Ji ber wan ez ê vê beşê jê bibim. Helbet, bêrîneke hevpar hebe bo vegerandinê, em dikarin vê kirinê vegerînin. Silavên germ. --Jiju (gotûbêj) 15:18, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li ser hişyariyê[biguhêre]

@Ghybu: Silav, niha wekî tu jî dibînî, gengeşiya jor têkiliyî wateya duyem (qedexe) e. Lê hişyarî li ser beşa Rengdêrê disekine. Gelo em dikarin ew hişyarî bo wateya nîqaşkirî taybetîtir bikin? Bi vê rewşê xuya dike wekî hemû wate bêçavkanî ne.--Jiju (gotûbêj) 15:34, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

"Derbend" di nivîsa neqilkirî ya Zekiye Özmen de ne rengdêr e lê navdêr e. Ez ê wê neqil bikim beşa navdêrê. Eger hûn ne razî bin, kerem bikin bibêjin, em hingê nîqaş bikin.
Li ser Facebookê di koma "Zimanê Kurdî" de kesekî ev lêgerîn kiribû û 20 nimûneyên bikaranîna peyva "derbend" dîtine lê yek jî ji wan ne rengdêr e: [2]. --Ferhengvan (gotûbêj) 05:53, 30 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: Siheta te xweş mamoste, baş e ku te wiha kiriye.--Jiju (gotûbêj) 07:00, 30 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]