Gotûbêja pêvekê:Bêçavkanî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Kategorî Kategorî:Gotarên bêçavkanî heye...--Ghybu (gotûbêj) 20:56, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: erê lê heke rêbazname were pêjirandin, em ê peyvên devokî yên bêçavkanî bi şablona {{dever}} jî ji wîkîferhengê jêbibin. Lê em dixwazin pêvekek hebe ji bo yên ku hatine jêbirin. Dibe ku dûre kesek dikare çavkanî ji wan re peyda bike û dixwaze dîsa çêke. --Balyozxane (gotûbêj) 21:00, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Zimanê kurdî zimanekî qedexe ye tu deh salî jî biskînî çavkanî li ser devokan nayên dîtin. Pirr peyvên kurdî bi vî awayî winda dibin... Ji ber ku kesên ku kurdî dinivîsin pirr pirr kêm in û di nav wan de çend kes nivîsakarin (û bi devokên xwe de dinivîsin) ku em wana ji çavkanî bigirinê.... Standardên zimanên inglizî û frensî li vira nayên bikaranîn rewşa zimanê kurdî cuda ye.--Ghybu (gotûbêj) 21:15, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji bo agadarikirina bikarhêneran bi min şabloneke vitira ({{kêmçavkanî}} li ser gotarê) ji bo devokên bi çavkanî jî pêwîst e...--Ghybu (gotûbêj) 21:33, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Ez jî wisa difikirim lê hevalên din li vir 1 çavkaniyên jixwebawer dixwazin. --Balyozxane (gotûbêj) 21:44, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji bo peyvên bi 3 çavkanî devokî an na şablona kêmçavkanî ne pêwist e. Heke 3 çavkanî tunebe hingê kêmçavkanî divê. --Balyozxane (gotûbêj) 21:44, 7 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez dijî vê sîstemê me dema ku peyvek tê jêbirin dereke din de nayê çêkirin... Herwiha em nikarin mîrovan ra biwênê peyvên bêçavkanî çêkin :) --Ghybu (gotûbêj) 06:51, 8 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Li vir rêz ji te tê girtin. Bawer im dema em denga xwe didin, heke tu bêjî tu dijî vê sîstemê yî û çareyek din bibêjî bikarhênerên din jî bi ya te bikin. Niha kes li min guhdar nake :D --Balyozxane (gotûbêj) 07:00, 8 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ez dijî jêbirina rûpelên bêçavkanî nînim tiştekî baş e feqet dema ku navê herêm gund, navçe û devokê hatiye nivîsandin em nikarin di nav hefte û du hefteyê de ew rûpelê jibirinê :) Feqet min li jor jî got şablonek agadarî ji bo li ser rastiya peyvê were li ser gotarê zêde kirin. Bo mînak pirr peyv di nav gund û herêman de tên bikaranîn feqet ne hatine nivîsandin: rewşa zimanê kurdî va ye em nikarin ji bîr kinê. Bi vê sîstemê pirraniya peyvên Ferhengvan jî tên jêbirin ji ber ku çavakanî nayên dîtin.--Ghybu (gotûbêj) 07:27, 8 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Xebera te ye lê ez, @Bikarhêner: û @Pispor: ditirsin ev sîstem were vandalîzekirin. Herkes dikare navê herêmekî binivîse û haya me jê tunebe em ê nizanin gelo bi rastî jî tê bikaranîn an peyveke çirrandiye. --Balyozxane (gotûbêj) 07:37, 8 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê dizanim :) rast e ji ber vê yekê min li jor got ku li ser rupelê li ser rastiya peyvê şablonek were lê zêde kirin! PS: Te çito navên gundên Sirûcê li ser Wîkîpediyayê sererast kir? Çavkaniyên rast tinin! Em ê navên wan gundan nenivîsinê :) Ez ê navên hemû gundên Wîkîpediyayê jêbirin tenê yên tirkî binivîsim ji ber ku bi tirkî pirr pirr çavkanî hene :) Sîstemk rind mixabin tine ye:) --Ghybu (gotûbêj) 07:43, 8 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Li dengdana rêbaznameyê van fikrên xwe bêje. Min ê lînka vê li wir binivîsiya lê min got dibe tu bixwazî bixwe binivîsî.--Balyozxane (gotûbêj) 21:15, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêja jêbirinê[biguhêre]

Ev gotar an mane li gorî biryara li ser daxwazên jêbirinê hatiyê jêbirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


Dengdan di 31.03.2021an de dest pê kir û wê di 14.04.2021an de bi dawî bibe.
  • Şablon:  Jê bibe {{jê bibe}} /  Bimîne {{bimîne}} / {{şirove}}
  • Sedem: Armanca rûpelê ew bû ku peyvên herêmî yên bêçavkanî tamamî neyên jêbirin. Lê ji ber ku êdî em peyvên herêmî qebûl dikin, bi min êdî hewcehiya vê rûpelê nemaye. Vê rûpelê û hemû binrûpelên wê jê bibin. —Balyozxane (gotûbêj) 11:49, 31 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]