Gotûbêja kategoriyê:Kontrola wergerê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Jêbirin[biguhêre]

@Balyozxane, Bikarhêner, Ghybu, Jiju, û Rewiye tine: Merheba, ma ne baştir e hemû wergerên biguman werin jêbirin? Mêzênin li vir, cyrusbot ji bo "Internet" gotiye "adblocker", "adblocking", "webcam". Li vir jî ji "sûper" re gotiye "the best thing since sliced bread" û gelek tiştên dî yên vilo hene. Hemû yên biguman ji wê botê çêkirî ne û wê ti carî newin kontrolkirin, hema wê wilo mênin û serê mirovan gêj kin... -- Guherto (gotûbêj) 17:04, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Belkî rastîya wergeran li gora ziman tê guhertin. Ez dibêjim ber yên înglîzî 100% werin jêbirin. -- Guherto (gotûbêj) 17:24, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Gelek xeletî hene di wergeran de, vebijêrka me ya dawîn jêbirina temamiya wergerên bi botê lêzêdekirî ye, lê ku vebijêrkeke din hebe wê çêtir be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:37, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Bikarhêner: Bi ya min em wana jê nebin, yek bi yek sererast bikin çêtir e, ji ber ku gelek peyvên rast jî tê de hene.--Balyozxane (gotûbêj) 22:45, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ne mimkin e ku 89690 werger yek bi yek werin edilandin. -- Guherto (gotûbêj) 23:34, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Rojekê de? Erê, ne mumkin e. Lê wextê me heye. Hêdî hêdî înșele em ê bikin. Lê divê bikarhênerên me hewl bidin, ku ti kes tiştek nake, dîsa ne mumkin e mixabin. --Balyozxane (gotûbêj) 23:38, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bahwer nakim ti carî bi kîjan hejmara beşdaran jî mimkin bê. Lê hê jî, hûn bixwazin bihêlin, Xwedê arî we bikê - wê gelek wext winda bê. -- Guherto (gotûbêj) 23:58, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Mixabin di nav wergerand de pirr pirsgêrek hene. Zayendên peyvan jî tevlî hev in ji ber ku werger ji wîkiya îngilizî hatiye girtin feqet di zimanê kurdî de m = mê / n = nêr bi înglîzî jî m = male (nêr) / n = neutral (nêtar) û kes jî wana sererast nekiriye :) Wergerên erebî jî bi botê hatine tevlî kirin...--Ghybu (gotûbêj) 15:22, 29 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Erê lê ku em bi botê gişt jê bibin jî dîsa hem rast nabin, hem jî gelek peyvên me dê winda bibin. Lê ku hûn bibêjin em jê bibin, ez ê alî we bikim --Balyozxane (gotûbêj) 18:30, 29 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]