Gotûbêja bikarhêner:Mamoste Dilovan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Silav[biguhêre]

Ev gotin li kû derê tê bikaranîn? Tu çima navê xwe dinivîsî? Mirov dibêje qey te bixwe ev gotin nivîsandiye, nav xelkê de nayê bikaranîn. --Balyozxane (gotûbêj) 22:40, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Merhaba ezbenî, temam ji îro pêve ez navê xwe nenivîsim :-) Min ev gotina pêşiyan ji Twittera hunermendê kurd Mem Ararat girt û di bin Twîtê de jî gotina pêşiyan hatiye nivîsîn. Mamoste Dilovan (gotûbêj) 00:00, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

...ez ê navê xwe nenivîsim Mamoste Dilovan (gotûbêj) 00:01, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Mala te ava, Mamoste! --Balyozxane (gotûbêj) 00:13, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Navê rûpela[biguhêre]

Silav Mamoste Dilovan, ji kerema xwe re navê rûpelan bi tîpên biçûk binivîse (heke ne Xwedê yan jî navek bê) :) -- Guherto (gotûbêj) 11:14, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Min çi bi tîpên mezin nivîsîye ezbenî? :-) Wek çi? Mamoste Dilovan (gotûbêj) 15:13, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Tu ji min dixwazî ku Mamoste Dilovan bi tîpên hûrdek binivîsîm weke mamoste dilovan ? Mamoste Dilovan (gotûbêj) 15:19, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Mamoste Dilovan: Na ez wilo nabêjim, tu karê tu çawa bixwazî navê xwe binivîsî. Ez li ser navên rûpelan wek mînak "Ji qalê derkertin." dibêjim. Niha navê wê hatîye guhertin -> "ji qalê derkertin" (tîpên biçûk, bê xal di talîya navê wê de) û ez dibêjim baştir e tu ji pêşî de wilo binivîsî deqena ne hewce be werê guhertin :) -- Guherto (gotûbêj) 15:28, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Niha wextê go ez difikirim, ya rast "derkertin" e yan jî "derketin"? (te derkertin nivîsîye) -- Guherto (gotûbêj) 15:29, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Malî ava, rast e. Divê peyv "derketin" be qey bi şaşî hatiye nivîsîn. Dema mirov teştekî dinivîse mirov şaşiyên xwe nabîne. Mamoste Dilovan (gotûbêj) 16:48, 12 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]