Here naverokê

Gotûbêja bikarhêner:Keyomerd

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferheng
Şiroveya dawî: berî 2 mehan ji aliyê Keyomerd ve di mijara Peyvên ku wate divên de

Xêrhatin

[biguhêre]

Merheba bikarhênera/ê me ya/ê hêja: Keyomerd,

Bi xêr hatî ferhenga kurdî-kurdî WÎKÎFERHENGê Bişirîn

Em hêvîdar in ku tu jî di avakirina vê ferhengê de alîkariya me bikî.

Eger pirsên te hebin, xêra xwe ji me re binivîse.

Xebatxweş.

--Balyozxane (gotûbêj) 00:03, 17 îlon 2020 (UTC)Bersiv bide
Dema peyvek çêdikî dikarî vê rûpelê bi kar bînî: Wîkîferheng:Peyvekê çêke--Balyozxane (gotûbêj) 14:59, 27 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide
spas, di nav xêrê de bî. ez hîn baş nizanim lê vîdeoyeka rênîş hebûya dê baş bûya :) Keyomerd (gotûbêj) 15:39, 27 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide
Hevalekî carekî çêkiribû, niha lê geriyam lê belê min nedît. @Bikarhêner Bira lînk cem te heye? Balyozxane (gotûbêj) 16:00, 27 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide
Merheba. Çend vîdeo hebûn lê vêga min tenê yek ji wan dît: https://www.youtube.com/watch?v=X6kthGmvXko
Ku yên din bibînim ez ê vîdeoyên wan jî deynim vir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:31, 27 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide

spas dikim :) Keyomerd (gotûbêj) 07:32, 28 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide

dembaş @balyozxane pirseka min heye. ji bo zimanên din jî divê em cûreya peyvê binivîsin yan hew wateyê binivîsin? Keyomerd (gotûbêj) 15:52, 15 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav, Keyomerd! Cureyê rêzimanî ji bo her zimanî pêwîst e. Balyozxane (gotûbêj) 15:56, 15 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

dembaş @balyozxane, di bin gotara hûnandinê de dibêje ev peyv tenê li xorasanê bi kar tê, lê ev çewt e em li qoserê jî bi kar tînin. ez vê agahiyê jê bibim? yan jî biguherînim bo "li xorasan û qoserê bi kar tê"? Keyomerd (gotûbêj) 17:39, 16 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav, peyveke zêde tê bikaranîn e loma bi min ne hewce ye qoser yan xorasan were nivîsin. Jê bibe çêtir e. P.S. dema navê bikarhenerekî din dinivîsî bi vî awayî {{r|Balyoxane}} binivîse ji bo ku "notification" derkeve cem bikarhênerê din. Balyozxane (gotûbêj) 17:44, 16 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

baş e spas bo agahiyan Keyomerd (gotûbêj) 17:52, 16 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

p.s. çi ye? :) Keyomerd (gotûbêj) 17:52, 16 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Kurteya en:postscriptum#Usage_notes :) Balyozxane (gotûbêj) 17:56, 16 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: dişêy alî min bikî bo dengdanê bawer im min tiştekî çewt kir Keyomerd (gotûbêj) 10:07, 26 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Keyomerd! Ji ber ku te li ser mobîlê dixebitî, îmzeya te tenê rûpelên "Gotûbêj" de bi otomatîkî derdikeve. Dema hewce dike ku îmzeya xwe binivîsî vê şablonê {{subst:î}} yan jî çar tîlde ~~~~ binivîse. Li ser rûpelên WF:Daxwazên standardkirinê, WF:Daxwazên jêbirinê, WF:Daxwazên peyitandinê pêwîst e ku yek ji wan çareseriyan bi kar bînî. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 11:41, 26 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

dembaş @Balyozxane:, bibexşîne ez neşiyam biguherînim tika ye tu dişêy navê vê gotarê biguherînî divê ئێجگار be, spas. https://ku.m.wiktionary.org/wiki/%D8%A6%DB%8C%D8%AC%DA%AF%D8%A7%D8%B1#Soran%C3%AE Keyomerd (gotûbêj) 15:25, 27 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Çêbû! Dema dixwazî navê rûpelekî biguherînî bi vî avayî bike [[Taybet:MovePage/<navê rûpela kevn>]], mînak heke dîsa dixwazî ئێجگار (êcgar) bar bîkî rûpeleke din, wisa binivîse Taybet:MovePage/ئێجگار, qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 15:46, 27 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

spas dikim, tiştekî din jî ma rast e ku navê gotarên soranî bi alfabeya latînî bê nivîsîn? Keyomerd (gotûbêj) 17:19, 27 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Bi min gotarên soranî yên sereke divê bi alfabeya erebî bin, lê yên latînî jî dikarin wek "awayê bi alfabeya latînî nivîsînê..." tê lêzêdekirin. Mînak mang#Soranî Balyozxane (gotûbêj) 17:52, 27 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

dembaş @Balyozxane:, ma pê navê ev "ji dêvla" be? https://ku.m.wiktionary.org/wiki/d%C3%AAvla#Kurd%C3%AE Keyomerd (gotûbêj) 19:12, 30 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Xwedê nizanim lê li mînaka yekem de tenê "dêvla" dibêje, yên din dibêjin "ji dêvla". Balyozxane (gotûbêj) 19:16, 30 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

ji dêvla dirusttir e bi min. Keyomerd (gotûbêj) 19:17, 30 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

dembaş @Balyozxane:, di beşa etîmolojiyê ya rûpela bilûrê de dibêje ku belandin/bilandin a di dabilandinê de ji heman reha bilûrê ye û hîndû-ewropî ye lê di rûpela dabilandinê de dibêje ji aramî ye. gelo kîjan rast e? Keyomerd (gotûbêj) 09:06, 19 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Keyomerd, min li çavkaniyan nêrî lê mixabin li ser rehê dabilandin çavkaniyek tune ye. Lê li gorî Chyet etîmolojiya bilûr rast e. Balyozxane (gotûbêj) 10:53, 19 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Guhertina Navî

[biguhêre]

@Balyozxane: ji kerema xwe tu dişêy van navê her du gotaran rast bikî divê "bertîl keviran nerm dike" bin. https://ku.m.wiktionary.org/wiki/bert%C3%AEl_kevra_nerm_dike https://ku.m.wiktionary.org/wiki/bert%C3%AEl_kevira_nerm_dike Keyomerd (gotûbêj) 08:19, 20 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Çêbû. Li aliyê rast û jorê vebijêrka "Nav biguherîne" heye ku ji bo guherandina navên gotaran tê bikaranîn. Lê dibe ku ji ser mobîlê peydakirina wê qismê zehmettir be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:49, 20 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Format

[biguhêre]

Silav Keyomerd! Xêra xwe rûpelên bi vî awayî [1] çêneke, cureyê rêzimanî ji bo her peyvê, zayend ji bo peyvên kurdî pêwîst in. Dembaş! Balyozxane (gotûbêj) 13:53, 23 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Min rast kir spas dikim bo agahdarkirinê. Keyomerd (gotûbêj) 13:58, 23 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

awarte

[biguhêre]

dembaş @Balyozxane:, ma awarte ji awartinê nehatiye dariştin? Li vir etîmolojiya wê rast hatiye ravekirin gelo? https://ku.m.wiktionary.org/wiki/awarte Keyomerd (gotûbêj) 16:10, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Keyomerd, xêra xwe butona "add discussion" bi kar bîne ji bo ku karibim bi hêsanî bibînim te li kû nivîsiye Pêkenok. Etîmolojiya awarte bi min teqez xelet e. Chyet jî dibêje CF.(compare) طارئ. Dikim biguherînim. Spas--Balyozxane (gotûbêj) 18:40, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

ez jî spas dikim. add discussion yanî ciyê "gotûbêjê lê zêde bike" ye? û ji ku dişêm li etîmolojiyên chyetî binêrim, pdf wan heye? Keyomerd (gotûbêj) 18:52, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Derhengeke wî ya etîmolojiyê tune. Di ferhenga xwe ya kurdî inglîzî de hinek agahî li ser etîmolojiyên peyvan heye. Bi gelemperî bi vî awayî dinivîse dema ji zimanekî din hatibe girtin < ar Peyva erebî yan jî Cf. ar. peyv yanî compare(bide ber peyva erebî). Ji bo zêdetir agahî binêre beşa bikaranînê ya ferhenga wî. Qewet be :) Balyozxane (gotûbêj) 20:26, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Tîpên Cêwî

[biguhêre]

Dembaş @Balyozxane:, ez dixwazim li ber peyvan nivîsîna tîpên cêwî mişetir bikim. Lê ger bo nimûne di peyvê de heb k hebin ê çawa be? Û ne tenê tîpên cêwî dixwazim tîpên din wek ẍ û ḧ û ' jî bên nivîsîn. Tu dikarî ji bo wan jî şablon çêkî? Keyomerd (gotûbêj) 10:42, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

du heb k* Keyomerd (gotûbêj) 10:43, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Keyomerd, Li vir Kategorî:Dengnasî şablonên ku hene binêre. Yên ku kêm in bibêje ez ê çêkim. Ez ji dengnasiyê pir fêm nakim. Balyozxane (gotûbêj) 11:48, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Ya rast ez jî zêde fêm nakim :) Hingê ji bo niha tîpên cêwî bes in lê hêvî dikim kesekî pispor vê xebatê pêk bîne. Keyomerd (gotûbêj) 12:30, 16 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

silav @Balyozxane:, ji kerema xwe re ji bo ç-ya nerm û ç-ya req şablon çêke. Keyomerd (gotûbêj) 13:39, 22 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

 Çêbû Bişirîn Balyozxane (gotûbêj) 13:42, 22 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide
Li ser çûçî kirin tu du cara ç-ya nerm nivîsiye, rast e an divê yek req be? Balyozxane (gotûbêj) 13:43, 22 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

mala te ava :) Keyomerd (gotûbêj) 13:43, 22 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Bibexşîne min ev peyam nû dît :) Belê di çûçîkirinê de du heb ç-ya nerm hene loma min wisa nivîsî. Keyomerd (gotûbêj) 13:13, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Deng Lêzêdekirin

[biguhêre]

Dembaş @Balyozxane:, dengê ku min ji bo jarê qeyd kiribû ji bo jara bi wateya jehr e, ne ji bo jara bi wateya feqîr, belengaz e. min ji bo wê jî dengek qeyd kir. û te carekê ji min re qal kiribû mirov çawa dikare deng bar bike lê min peyam nedît. ji kerema xwe re tu dikarî dîsa bibêjî? Keyomerd (gotûbêj) 13:11, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Dema dengek lê zêde dikî, deng diçe commons:Category:Lingua Libre pronunciation by Keyomerd. Here wê kategoriyê û navê dosyayê bibîne. Mînak ji bo jar dibêje: File:LL-Q36163 (kmr)-Keyomerd-jar.wav "File:" ne hewce ye. Ji bo şablona {{deng}} tenê ev LL-Q36163 (kmr)-Keyomerd-jar.wav lazim e. Di hemû dosyayan de ev beş LL-Q36163 (kmr)-Keyomerd- eynî ye loma tenê peyvê biguherînî bes e. Mînak
  • jar: {{deng|ku|LL-Q36163 (kmr)-Keyomerd-jar.wav}} --> Deng
  • jehr: {{deng|ku|LL-Q36163 (kmr)-Keyomerd-jehr.wav}} --> Deng
Di dawiya şablona deng de ji bîr neke ku |Deng|Qoser binivîsî. Çêbû? Balyozxane (gotûbêj) 13:21, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Lê jara ku min nû qeyd kiribû di wir de tune ye Keyomerd (gotûbêj) 14:31, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Te li ser eynî peyvê (overwrite) eynî peyvê qeyd kiriye [2] dema ji yekî zêdetir bilêvkirinên peyvekê hebe, divê navê peyvê biguherînî. Mînak jar (r-ya req) bike. (Nizanim req e an na tenê mînak e) :D Balyozxane (gotûbêj) 14:40, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Wey mala te hezar carî ava :) Îja ez jê heq derketim :) Keyomerd (gotûbêj) 16:34, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Avatir! Qewet be! :) Balyozxane (gotûbêj) 21:26, 4 hezîran 2021 (UTC)Bersiv bide

Wêne Lêzêdekirin

[biguhêre]

Silav @Ghybu:, tu dişêyî rê min bidî mero çilo wêne li gotarekê zêde dike? Spas. Keyomerd (gotûbêj) 13:44, 28 tebax 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav! Bi vî awayî: [[Wêne:navê weneyî|thumb|wêne mezinî|sernav]]
Mînak: [[Wêne:Şivanxapînok.jpg|thumb|250px|Şivanxapînok]]
Herwiha bnr. w:Alîkarî:Wêne Ghybu (gotûbêj) 18:46, 28 tebax 2022 (UTC)Bersiv bide

Rêveberiya Wîkîpediyayê

[biguhêre]

Silav hevalê hêja, Ez bûm namzed ji bo rêveberiya Wîkîpediyayê. Gelo dikarî dengê xwe li vir bidî min? Spas! :) Balyozxane (gotûbêj) 08:58, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Beşa Herwihayê

[biguhêre]

Silav @Ghybu:, tu dişêyî li ser beşa herwihayê çend agahîyan bidî min? Dema pir guherto hebin em bi wî awayî (ژیشک) dikin an her dem? Û wekî din kîjan şablon dirust e {{g an {{hw? Keyomerd (gotûbêj) 20:02, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Silav, her du şablon jî rast in feqet şablona {{hw}} ji bo beşa "Herwiha" hatiye çêkirin ji ber ku bi vê şablonê navên deveran (ku ew peyv tê bikaranîn) jî tê nivîsandin, bo mînak bnr. biçûk#Herwiha--Ghybu (gotûbêj) 20:11, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Pê divê ez kol3 binivîsim? Keyomerd (gotûbêj) 20:12, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Bo lîsteyên dirêj baştir xuya dike, na? Ghybu (gotûbêj) 20:13, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Belê xweştir e, spas bo alîkarîya te. :) Keyomerd (gotûbêj) 20:18, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Min ji bîr kir, şablona {{kol3}} / {{kol2}} bi vî awayî jî tê bikaranîn: [3] Ghybu (gotûbêj) 20:33, 21 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Peywendarî

[biguhêre]

Merheba, ez hêvî dikim tu baş î. Min dixwest tiştekî ji te bipirsim, ez li kû derê karim peyamekê ji te re bişînim? Ez dixwazim li ser tiştekî fikirê te bistînim lê ez naxwazim li rastê li vê rûpela gotûbêjê binivîsînim. Silav. Wîkîferheng (gotûbêj) 16:28, 27 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

têlêgrama min: @kino3968
Instagrama min: keyomerd
Silav, kîjan ji te re guncav be tu dikarî peyam bişînî. Keyomerd (gotûbêj) 12:26, 28 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Keyomerd, te Instagrama xwe jê bir? Hesabê te dernakeve. Wîkîferheng (gotûbêj) 10:36, 6 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide
Belê min girtibû va dîsa min vekir, tu dikarî bişînî. Keyomerd (gotûbêj) 16:08, 6 tebax 2023 (UTC)Bersiv bide

Beralî kirin

[biguhêre]

Silav, @Balyozxane: û @Ghybu:. Biborin ez nizanim kîjan ji we van rojane çalak e. Min xwast bibêjim du sernav bi navê کەروێشک'ê hene. Bawer im yek bi alfabeta erebî hatîye nivîsîn. Min nekarî wan beralî bikim gelo wun dişên alîkar bin? Keyomerd (gotûbêj) 08:15, 29 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Silav @Bikarhêner: ji kerema xwe tu dikarî destekî bavêjî vê meseleyê? Keyomerd (gotûbêj) 08:13, 2 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Gotarên Bêwate

[biguhêre]

Silav @Ferhengvan:, min pirsek hebû. Carinan ez li hin peyvan rast têm (bi gelemperî dema xwandina kitêban) ko ne wateya wan dizanim ne jî li ti cîyî pêde dibe. Gelo gengaz e mirov gotara wan peyvan bêyî nivîsîna wateyê veke? Belku rojekê kesekî zana wateyê lê zêde bike. An jî bi nivîsîna hevoka ku ew peyve tê de dibore belku kesên ku lê binerin kêm zêde tê bigêjin bê bi wateya çi tê.Keyomerd (gotûbêj) 10:07, 29 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Silav kekê hêja!
Belê, bi nêrîna min jî tiştekî pir baş e ku ew peyv li gel hevok û çavkaniyên wan li ferhengê bên zêdekirin. Herwiha bi şablonekê werin diyarkirin ku bêwate ne daku mirov di pêşerojê de bikare wateyan wan lê zêde bike. Silavên germ! Ferhengvan (gotûbêj) 12:19, 29 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Navê min nehatîye behskirin, feqet dixwazim qenaeta xwe jî bibêjim. Li ser Wîkîferhengê pir kêmasî û zêde zêde xeletî hene. Ger madeyên bêmane, bêtercime, bêetîmolojî lê werin zêdekirin, bi qenaeta min ev yek wê tenê zerarê bide ferhengê. Jixwe kêmasî zahf in, ne hewce ye em kêmasîyan zêde bikin. Kelîmeyên di kitêbekê de dibe ku xelet be, dibe ku bêçavkanî be, dibe ku nivîskar bixwe çêkiribe. Ne rast e ku em kelîmeyên kitêbekê qeydê ser Wîkîferhengê bikin.
Ji xeynî van qeydkirina madeyên bêmane, bêtercime û bêetîmolojî wê tenê zerarê bide Wîkîferhengê. Lewma bi qenaeta min, wan madeyan karî li ser gotûbêja xwe qeyd bikî, û li ser wan tedqîqeke berfireh pêk bînî, ger li gor krîterên me ew made hêjayî qeydkirinê bin, tevî mane, etîmolojî, tercime û çavkanîyên wan, karî qeyd bikî. Lê ger ne wisa be, nebe çêtir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:41, 29 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Birêz @Ferhengvan:, gelo tu li ser ramana Bikarhênerî çi difikirî? Keyomerd (gotûbêj) 19:35, 30 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
Silav @Bikarhêner: ez li ser ramana te fikirîm. Ya pêşîn ez bi ti awayî bawer nakim peyveka di kitêbekê de ne rast be, belku yek-du çêkirî bin, lê ji wan pê ve çima ne rast bin? Bi ramana min piranîya van peyvan devokî ne û loma di ferhengan de pêde nabin, heyf e mero van piştguh bike û bihêle wilo bi ro de biçin. Helbet rojekê yek ê were wateyê lê zêde bike, ez ê jî dev jê bernedim lê bikolim bê bi çi wateyê tên. Ya duyem jî ev ne kêmasîyek e, jixwe her peyva ku ez ê li ferhengê zêde bikim dê mînakekê jî bidêre, loma kesê ku li peyvê nerî dê kêm zêde fam bike bê bi çi wateyê tê. Û gotarên ku ez ê vekim ê birêkûpêk bin, ne wek wan gotarên ku xwaroparo û nîvcomayî ne ku kêmasîya rastîn ew in, ne ev e. Keyomerd (gotûbêj) 07:56, 8 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Daxwazî

[biguhêre]

Silav @Balyozxane: yan kîjan rêveber berdest be, wun dikarin xêra xwe şablonekê ji bo kitêba Sadiq Ûskanî Şampaz ava bikin? Keyomerd (gotûbêj) 10:11, 29 çiriya pêşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: Keyomerd (gotûbêj) 08:15, 2 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide
 Çêbû -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:32, 2 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide

Peyvên ku wate divên

[biguhêre]

1. qurnisandin 2. berepax kirin 3. curm 4. pernixandin 5. bi êşê ketin 6. erî bûn 7. siqilk 8. temisîn 9. teqilandin 10. pirik 11. yetam-safî bû 12. serapeng-safî bû 13. gêre kirin 14. cunih-safî bû 15. lolijîn Keyomerd (gotûbêj) 16:47, 9 çiriya paşîn 2025 (UTC)Bersiv bide