Gotûbêj:zulf

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Zembîlforoş

Ey dil werin dîsan bi coş,
Carek ji caran mey binoş,
Bikin qiseta Zembîlfiroş,
Da seh bikin hikayetê.

Zembîlfiroş lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Ûsif li bal bû,
Heq rizaqê qismetê.

Qewîn ew lawê feqîr bû,
Dayme xwedê debîr bû,
Pêşê xweda jêr bû,
Ew bi dest hemû sene'ete.

Şixulêselik û tebeq bû,
Qîmeta selikan wereq bû,
Dayma ew rast heq bû,
debirî kilfetê.

Ew bi dest Zembîl bi dest,
Dibire bazarê bi qesd,
Xwarin nan dihat bi dest,
Razî dibû qismetê.

Her dema selkan ku tîne,
Xatûnek jor da dibîne,
Bi dil û can dihebîne,
Dil kete pêla muhbetê.

Muhbetê keç mubtela kir,
Sur li carîya aşkera kir,
Lawikî qelbim cuda kir,
Min ji eşqa xew ne tê.

Law rast bû bi xwedê ra,
Pir ji wê qenca dikêra,
Go min ji te navê tu zêra,
Tu min xilas kî ji zehmetê.

Xatûn dibê ev xeber tunî ne,
Şerm meke, were nav nivîne,
Min bi te day[e] evîne,
Da em bibînin hesmetê.

Taw dibê tirsim ji xeber e,
Dev herem e, têne riyar e,
Agirek bi wan da dibare,
Narî cama şerbetê.

Xatûn dibê tu lawê beyanî,
Lew dibem da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.

Law bi xatûnê ra debetê,
Tu mixaziya dil devete,
Daym ji heq nekin vehetê,
Rû spiyin di axretê.

Xatûn dibêje bavêj xeyalan,
Were ser doşek û palan,
Bihn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîre.

Pîroz be lawê mîre,
Çi hede lawê feqîre,
Tev bide vê misilhetê,
.....

Xatûn dibe lawê werê van.
Were nav reyhan û sêvan,
Tu şekir bimêj bi herdu lêvan,
Şibhe cama şerbetê.

Law bide tu qenca temamî,
Her wekî şekir di camê,
Bi ser û p'eyan tu li min heram î,
Tirsim ji roja axretê.

Divê |1= "koda zimanî", |2= "çavkanî", |jg= "nivîsa jêgirtinê", |url= "lînka çavkaniyê" be! — (Melayê Bateyî)