Gotûbêj:yewnanî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ev agahî ji rûpela Wîkîferheng:Dîwan hatiye arşîvkirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


Yewnanî an Yûnanî

Hevalno li ser Modul:ziman/dane el wek yewnanî, grc ek yûnaniya kevn hatiye nivîsîn. Herwiha peyva yewnan beralî dike yunan, yûnanî beralî dike yewnanî. Kîjan standarda me be? @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Pispor, û Guherto:--Balyozxane (gotûbêj) 23:36, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane û Ghybu: Merheba. Di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de li beşa welatan, welatê wan wek "Yûnanistan" derbas dibe (Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Çapa Yekem, Kanûna Paşîn, 2019, Stenbol, r. 37), navê neteweya wan wek "yûnan", navê zimanê wan wek "yûnanî" derbas dibe (eynî çavkanî, r. 38).
Ji xeynî wê di kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "yûnanî" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 302).
Di Ferhenga Îngilîzî - Kurdî ya Musa Altun de peyva "Greece" ya îngilîzî wek "Yewnanistan", peyva "Greek" jî wek "Grek, Yewnan, Yûnan" hatiye diyarkirin (Ferhenga Îngilîzî - Kurdî, Musa Altun, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Rêbendan 2020, r. 310).
Di Ferhenga Kurdî (Zazakî) - Tirkî ya Roşan Lezgîn de tercumeya peyva "Yunanca" ya tirkî bi kurdî wek "yunankî" hatiye diyarkirin (Ferheng Kurdî (Zazakî) - Tirkî, Roşan Lezgîn, Weşanên Roşna, Çapa Yekem, Diyarbekir 2013, r. 355). -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:11, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Mala te ava. Chyet (Chyet, Michael L. (2020): Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2..) yonanî beralî dike yewnanî. Û tê de yûnanî tune ye. Zana farqînî yûnanî, yewnanî û yûnankî her sê jî rave dike. Di hejmarên Kovara kurmancî yên di navbera 1 û 49an de gelek caran yûnanî tê bikaranîn. Yewnanî têne carekê derbas dibe. --Balyozxane (gotûbêj) 00:28, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav. Ez bi xwe gelek ihtimamê didim ferhenga Malmîsanij. Bi min heta ferhengeke baştir derket em vê ferhengê wekî standarda wîkîferhengê qebûl bikin. Lewma bi min peyva yûnanî çêtir e ji yewnanî.--Bibliophile (gotûbêj) 21:04, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]