Gotûbêj:xweşnişîn bûn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ev agahî ji Daxwazên zelalkirinê hatiye arşîvkirin (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


@Rewiye tine, Bikarhêner, û Guherto: Gelo ev peyv û xweşnişîn heman peyv in? Bnr. 1 Ji ferhenga {{Zana Farqînî}} (Rûpel 2066) hatiye wergirtin. rd isteği sonucu yerleşmiş kimse (werger: kesa/ê ku bi kêfa dilê xwe bi cih bûye)

Herwiha di pirtûka Zeynelabîdîn Zinar de jî wisa derbas dibe:

Mêvan û mazûrvan hêj li ser wê sifra xwe ya nişmî hemnişînê xweşnişîn dibûn. terqînek ji deriyê derve hat. Bi wê terqînê re tirpîn ji dilê Gurgînî hilavêt û fikara hatina polîsên bajêr kir ku ango bo wî hatine da ew şev wî bigrin.- (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993, r. 35, ISBN 91 972090 3 1)

Çavkaniyeke din min nedît lê dîsa jî wek têgiha klasîk em dikarin nîşan bidin.--Balyozxane (gotûbêj) 21:03, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Guherto, Rewiye tine, û Ghybu: Merheba. Bi ya min peyva "xoşnişîn" divê wek "xweşnişîn" were qeydkirin. Ji ber ku peyv wisa hatibe bikaranîn jî îro wek "xweş" tê nivîsîn.
Ya duyem jî di çavkaniya ku Rewiye tine nîşan daye de wek "rengdêr" derbas dibe (an jî min wisa fam kir). Lê di ya Balyozxane de wek "navdêr" derbas dibe. Lewra ji hev hinek cuda tên xuya. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:22, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Rewiye tine: Hingê ez dibêjim xoşnişîn wek guhertoya xweşnişîn nîşan bidin û xweşnişîn wek rengdêr nîşan bidin jêgirtina ji zeynelabîdin jî lê zêde bikin, dibe? Ez dikim sererast bikim ku pirsên wê hebe em dîsa dikarin biguherînin.--Balyozxane (gotûbêj) 13:03, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Rewiye tine: Bi ya min divê him wek rengdêr, him jî wek navdêr were bikaranîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:58, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Wek xweşnişîn bûn lê zêde dikin çawa dibe? Ji ber ku çavkaniya klasîk de jî wek xoşnişîn in hatiye xebitandin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:18, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bîya min xweşnîşîn bûn forma lêker e. Çi nav çi regnder mirov dikare bixe forma lêkerê.Rewiye tine (gotûbêj) 18:25, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Erê loma çêtir e wek lêker qeyd bikin, ne wisa? --Balyozxane (gotûbêj) 18:59, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ragihandin: @Rewiye tine:--Balyozxane (gotûbêj) 18:59, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Na, min ji bo gelemperî vê tiştî got. Biya min ev kelîme çi formatê zêde tê bikaranîn divê ew formatê de were zêde kirin. Dibe ku navdêr, rengdêr, lêker be. Çimkî mirov dakire her peyvî bixê van formata.Rewiye tine (gotûbêj) 19:22, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Tenê sê çavkanî heye, yek dibêje xoşnişîn in, ê din dibêje xweşnişîn dibûn, yekî din dibêje rengdêr e. Ji bilî van çavkaniyeke din tune. Loma wek xweşnişîn bûn lê zêde bikin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 19:29, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Sihet xweş.Rewiye tine (gotûbêj) 19:44, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Çawa?--Balyozxane (gotûbêj) 19:52, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Sihet xweş gotinek e. Gava yekî tiştek rast got. hevalê wî dibeje sihet xweş. Nik me zêde dibejin.Rewiye tine (gotûbêj) 19:55, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Erê dizanim lê niha divê em çi bikin. Loma min pirs kir çawa? :D --Balyozxane (gotûbêj) 19:57, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ez jî wekî te difikirim. Wek lêker zêde bike. Çimkî çavkanî wisa ne.
@Rewiye tine: Min wek xweşnişîn bûn guherand. --Balyozxane (gotûbêj) 23:06, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
 Çêbû--Balyozxane (gotûbêj) 23:06, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]