Gotûbêj:xiyarxwer

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Hebûn[biguhêre]

@Balyozxane û Bikarhêner: Ma yek karê birastî -xwer li peyvên vilo bikê? Goştxwer û giya/riwekxwer hêja ne lê "xiyarxwer"? Naxwe em karin bêjin sêvxwer, pîvazxwer, gêzerxwer hwd. Ez dibêjim paşgira -xwer tenê ji bo hin peyvan çê dibê û li gora wê ber ev werê jêbirin. -- Guherto (gotûbêj) 19:41, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Guherto, û Ghybu: Bi ya min peyveke wisa heye. Û peyvên din ên wek "sêvxwer, giyaxwer" jî hene. Lê ji bo vê peyvê jî divê çavkanî hebin. Bawer im îro tine bin jî wê sibê-dusibê di çavkaniyan de peyda bibin. Helbet ger vêga qeydkirî be divê xwedî-çavkanî be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:46, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: "Giyaxwer" hêja ye lê ez "xiyarxwer" weke bêaqilî dibînim, yek ji kes/tiştên wilo re dibêjê "ê go xiyaran dixwê" (birastî yek ti carî tiştekî wilo nabêjê, yek dibêjê "ew hej (hez) xiyaran dikê"), ne "xiyarxwer". Bi vê mentiqê re em karin ji hemû fêkîyan û şînayîyan re peyveke guhertoya "-xwer" çêkin (şebeşxwer, petîxxwer, tirehxwer, xasxwer, bacanxwer, .......) -- Guherto (gotûbêj) 20:05, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Guherto: ji bo hemû peyvên bêçavkanî hûn dikarin şablona {{bêçavkanî}} bi kar bînin, li Daxwazên peyitandinê zêde bikin û em ê jî binêrin çavkaniya peyvê heye anna. Dibe ku wateya vê peyvê ya din hebe loma hatibe lêzêdekirin. Ku çavkanî tunebe jixwe ew ê were jêbirin.--Balyozxane (gotûbêj) 20:26, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Keko jixwe kurdî ji aliyê çêkirina peyvan ve zimanekî rehet e. Yanî mirov dikare bi rehetî peyvan çêke. Îngilîzî jî wisa ye. Ez bawer im gava berhemên kurdî zêde bûn wê ev peyv jî bêne bikaranîn. Û wekî ku te got "em dikarin ji hemû fêkîyan û şînayiyan re peyveke guhertoya "-xwer" çêkin". Ev yek jî rast e. Ev zenginiya zimanê me ye. Aliyekî meseleyê ev e, ji aliyê din ve jî herçiqas hebûna vê peyvê mimkun be jî, ji ber isûl û qaîdeyên Wîkîferhengê ger çavkaniya vê tine wê jê were birin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:47, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

DP: Tebaxa 2020an[biguhêre]

Ev gotar an mane li gorî krîterên Wîkîferhengê nehatiye peyitandin (Girêdana daîmî)

Bi çavkaniyên nivîskî hûn dikarin dîsa lê zêde bikin. Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.



Binêre Gotûbêj:xiyarxwer. -- Guherto (gotûbêj) 20:27, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Nehat peyitandin--Balyozxane (gotûbêj) 00:09, 9 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]