Gotûbêj:wezareta perwerdê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê
Merheba @Hewarwîkîferheng:, nivîsa "perwerdê" nerast e. Ya rast wek "perwerdehiyê" ye. Li vir di nivîsa min de ji peyva "perwerdehî"yê re qertafa "ê"yê tê û ev peyv dibe "perwerdehiyê".
Formul: "perwerdehî" + "ê" = "perwerdehiyê"
Di nivîsa te de jî ji peyva "perwerde"yê re qertafa "ê"yê tê û ev peyv bi halê xwe yê dirêj dibe "perwerdeyê", lê te halê kurtkirî nivîsandiye.
Formul: "perwerde" + "ê" = "perwerdeyê"
Gava ku yek li peyva ku te nivîsandiye binêre wê bêje qey ev peyv wek "perwerd" e û jê re qertafa "ê"yê hatiye û bûye "perwerdê". Lewma bikaranîna halê kurtkirî, di zimanê nivîskî de zahf rast nayê xuyan ji bo min. --Bikarhêner (gotûbêj) 13:49, 11 pûşper 2018 (UTC)