Gotûbêj:watin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

@Bikarhêner: Bi ya te ev peyv rast e? --Balyozxane (gotûbêj) 13:13, 17 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Ferhengvan, û Cyrus the virus: Bi ya min, peyveke wisa bi kurmancî tine ye. Îxtîmaleke biçûk: Belkî peyva "watin" wek lêker ji bo "hatin maneyekê" be. Lê li ser peyvê ev mane wek "hoker" hatiye diyarkirin. Ji xeynî vê peyveke wisa ne di ferhengan de ne jî li ser înternetê peyda nabe (Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî; Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012; Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - KurdÎ ya TDKyê, Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya D. Îzolî).
Lê li du cihan ev peyv wek lekî û kurdiya başûrî derbas dibe. Bi maneya "gotin" ya kurmancî (Bi îngilîzî: "say"). Çavkanî 1: Current issues in Kurdish linguistics, Songül Gündoğdu, Ergin Öpengin, Geofrey Haig, Erik Anonby (eds.), ISBN: 978-3-86309-686-1, Weşanên Zanîngeha Bambergê, Bamberg 2019, Beşa "Dialectology of Southern Kurdish", r. 83 (Lînk: https://fis.uni-bamberg.de/bitstream/uniba/46925/1/BSKL1Haigopusse_A3a.pdf ).
Çavkanî 2: Forumeke kurdan, bi navê rojbash.info, Ji Bikarhêner "Johny Bravo" (Lînk: https://rojbash.info/forums/viewtopic.php?f=8&t=2303&start=60 ).
Bi kurtasî bêjim ku bi ya min peyveke wisa tine ji ber ku peyda nabe. Lê dibe ku bi lekî an kurdiya başûrî (Southern Kurdish) hebe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:58, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]