Gotûbêj:wêne

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

@Ferhengvan:, mê an jî nêr? Ez di gelek pirtûkan de bi piranî rastî zayenda nêr hatime. --Şêr (gotûbêj) 09:23, 12 çiriya pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]

Bnr: Li çavkaniyê bigere: "wêneyê"nûçe · kitêb · zanyar · wêne û Li çavkaniyê bigere: "wêneya"nûçe · kitêb · zanyar · wêne. --Şêr (gotûbêj) 09:28, 12 çiriya pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Şêr:, "wêne" vê dawiyê ji soranî hatiye wergirtin. Ji ber ku di soranî de zayenda rêzimanî nîne, peyvên ku ji wir dikevin kurmancî hinek kes li gor xwe zayenda mê û hinek jî ya nêr lê bar dikin. Ev barkirina adeten li gor hevwateyên wê yên din e. Ji ber ku piraniya kurmancan peyva hevwateya "wêne" anku "resim, resm" nêr dixebitînin, zayenda nêr li peyva "wêne" jî dikin. Lê ji ber zayenda mê di kurmancî de mutleq zal û serdest e, hinek kes jî zayenda mê li hemû peyvên wisa dikin ku ji zayenda wê ne piştrast in. Bi min, mirov dikare herdu zayendan di ferhengê de li peyva "wêne" zêde bike. --Ferhengvan (gotûbêj) 09:31, 12 çiriya pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas biracan, em jî wisa bikin. Di elmanî de jî gelek peyvên pirzayendî hene. Wek mînak: [https://de.wiktionary.org/wiki/Dschungel DJi bo min jî ev ne pirsgirêk e. Divê ez şablonekê ji bo vê amade bikim (ji bo karîna bikaranîna her du zayendan). Gelek spas û silavên germ ji bo birayê min. --Şêr (gotûbêj) 09:35, 12 çiriya pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]