Gotûbêj:serê ku neêşe çima bendan lê girê bidim!
@Bikarhêner û IbrahimKocher Duhok: Hin guhertoyên vê gotinê:
- serê ku naêşe girê dan
- serê ku neêşe çima bendan lê girê bidim!
- Serê ku neêşe, ne hewceyî destmalê ye — (Abdurrahman Aydoğdu, Gotinên Pêşiyan [arşîv], Weşanên Na, r. 106, ISBN 9786059017114)
- Serê (ku ne-êşe) paçan lê negerîne — (Deham Ebdulfettah, Cînav di Zimanê Kurdî de: Kurmanciya Jorîn [arşîv], 2006)
- Bi gotina gotîyan serê ku neêşe em ê çima bi paçikan girê bidin? — (Bahoz Baran, Serêşîya “î”ya Berî “y”yê [arşîv], amidakurd.org, 21.07.2014)
- Pêşiyên me baş gotine: “Serê ku neêşe, hewcî destmalgirêdanê nîne.” — (Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan), Zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan, Danerê Elifbêya Kurdî-Latînî [arşîv], welateme.net)
- Serê ku neêşe paçan lê negerîne. — (Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), BERAWIRDKIRINA “BI”YA KURDÎ BI “BY”A ÎNGILIZÎ RE [arşîv], Hayreddin Kizil, cîld 11, hj. 3, 2019, r. 1529)
- Serê ku neêşe dizmalê lê girê nadin — (şîretê kal bava [arşîv], kurmancizan.blogfa.com)
- Madem tiştekî wisan tuneye, serê ku neêşe divê meriv bi bendan girênede — (Omitê Mistefê, NIFIRA SEDSALÊ [arşîv])
- Welhasilî kelam, serê ku neêşe ne hewceyî destmalê ye bavê min! — (Şîndar Berwarî, Em xulam, pêşmerge nekin qurbana Erebên qûnreş! [arşîv], lotikxane.com, 29/11/06)
- Serê ku neêşe, çi hewceyî benik û niviştan e? — (Pênûsa Nû, PÊDIVÎYA ME BI RAST AXAVTIN, RAST NIVÎSÎN Û RAST XWEDINÊ HEYE, Ezîz ê Cewo, hj. 18, 2013, r. 9)