Gotûbêj:qedexe

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Nîqaşa Bikaranîna Qedexeyê[biguhêre]

Bi kurtî di zimanê Kurdî de du wateyên peyva “derbend”ê hene. Her du jî nêzikî hev in: 1) Derbend bi wateya “memnû”, ango “qedexe” ye. 2) Derbend bi wateya dera asê, zinar, gelî an zixur e. Qasî ku ez dizanim, peyva “qedexe,” 10 -15 salên dawî, bi taybetî bi riya medyayê belav bû. Dibe ku Kurdên Ermenîstanê ji zû ve bikartînîn. Lêbelê di edebiyata me ya klasik de ev peyv tune. Di edebiyata me û zimanê çîrokên me de “derbend” heye. Me divê ku em li peyva xwe xwedî derkevin. Bextê we me dev ji peyva “qedexe” ya ku fonetîka wê nexweş e û bilêvkirina wî zêde li bejn û bala zar û zimanê me nayê berdin. Li peyva xwe, li milkê xwe “derbend”ê vegerin. Jixwe derbendiyên li ser zimanê Kurdî gellek in, hûn jî derbendiyekê daneynin ser vê peyva me ya şêrîn û delal. (Abdullah Kiran, Ne ‘qedexe' ye, ya rast ‘derbend’ e)

--Bibliophile (gotûbêj) 13:19, 24 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]