Gotûbêj:pêlê kirin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Silav Balyozxane, ya rast ne "pê lê kirin" e? -- Guherto (gotûbêj) 19:10, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Guherto Pêlê kirin guhertoyeke pêlî kirin e pêlî kirin jî guhertoyeke pê lê kirin e. Herî dawî me wisa çêkiribû dûre me negot hewceyî standardtirkirinê ye. --Balyozxane (gotûbêj) 19:16, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ez dibêjim ev ne rastnivîsî ye, weke ku yek "destpê kirin" binivîsê bi dêla "dest pê kirin" e. -- Guherto (gotûbêj) 19:17, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Behsa pêlê kirin dikî? --Balyozxane (gotûbêj) 19:18, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Erê, min "dest pê kirin" weke mînakek da. -- Guherto (gotûbêj) 19:19, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Xebera te ye lê Sirûcî bi vî hawî diaxivin loma min xwest bila hebe û wek guhertoya pêlî kirin be ne guhertoya pê lê kirin ji ber ku -î ya pêlî li sirûcê -ê bûye. --Balyozxane (gotûbêj) 19:21, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Birastî wextê ku ez vêce difikirim ez jî nabêjim "pê lê bişkokê bike", ez dibêjim "pêl bişkokê bike" (devkî?). Naxwe ev ne 100% weke pê lê kirin e. -- Guherto (gotûbêj) 19:22, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Jixwe di standardê de wek bişkokê bike nanivîsî, divê wek li bişkokê bike binivîsî. "pêl bişkokê bike" dibe ku siviktirkirina li bişkokê bike an jî pêlî bişkokê bike be. --Balyozxane (gotûbêj) 19:28, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Temam, min şaş fêm kiribû, min digot qê pê lê kirin weke "pê lê ___ bike" tê gotin lê li gora ku "pê li ___ bike" ye naxwe ya ku ez dibêjim 100% devkî ye, spas ji bo zelalkirina te. -- Guherto (gotûbêj) 19:31, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto:Spasxweş!--Balyozxane (gotûbêj) 19:33, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]