Gotûbêj:

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

silav,
wek ez dizanim ji li hatî ye.ji bo ku agahiyek li ser hevokê zêde dike.--Jobar.bouzan (gotûbêj) 09:18, 12 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]


Kekê hêja, bêguman bi maneya "li wê, li wî" ji "li+wê" hatiye. Me ew di beşa wê de diyar kiriye. Lê bi maneya "feqet, emma, inglîzî: but, almanî: aber) ji erebî hatiye.

Eynî peyv di zimanekî de dikare hem du maneyên bi temamî ji hev cuda bide û herwiha ji du çavkaniyên cuda hatibin. Bo nimûne: "kef" bi maneya "kefa avê/ sabûnê" ji proto-hindûewropî hatiye lê "kef" bi wateya "kefa destan" ji erebîu hatiye. Herwiha "şor" jî bi wateya "têrxwê" ji proto-hindûewropî ye lê "şor" bi maneya "axivîn, peyivîn" ji erebî ye. Divê mirov etîmolojiya her maneyê di beşa wê de diyar bike. Me jî wisa kiriye. --Ferhengvan (gotûbêj) 14:34, 12 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

li min bibore ez dîsa têkliya navbera û lakin nikarim bibînim.ji bo ku bilêvkirina wan gelek na wekhev e. ger la be erê rast e.

but a inglîzî from Old English būtan (“out of, outside of, off, round about, except, without, all but, but only, besides, in addition to, in spite of, except that, save, but, only, unless, save that, if only, provided that, outside”), equivalent to be- +‎ out.
bi helwesta min:

Keko, "lakin"a erebî pêşî di kurdî de bûye "lêkin" (niha jî di gelek devokan de heye) û paşî bûye "lê". Di hin peyvên din de jî "a"ya erebî dibe "ê": kitab > kitêb, hesab > hisêb, bela > belê... --Ferhengvan (gotûbêj) 11:31, 13 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]