Gotûbêj:kes

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Zayend[biguhêre]

Mê yan nêr? Ez dibêjim "kesekî" û paşgira -ekî ji bonî peyvên nêr e. -- Guherto (gotûbêj) 17:46, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bi ya min divê hem mê û nêr e lê hem ferhenga Zana farqînî hem jî a Chyet dibêjin nêr e. Loma ez dikim wek nêr diguherînim. --Balyozxane (gotûbêj) 17:51, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Balyozxane: Ev peyv û peyvên wek "şexs, yek, mamoste, eboqat, serokdewlet, ajokar, karmend, xebatkar" tev him dibin mê him jî nêr. Ango ger behsa yekî mêr bikî dibe "nêr", lê ger behsa yekê jin bikî dibin "mê". -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:56, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Di devoka min de ev peyv her car nêr e. Ez dibêjim di neqeba devokan de (li gora encamên di înternetê de kesekî/kesekê) ev dibê "bi gelemperî nêr". -- Guherto (gotûbêj) 18:00, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Keko, qet zen nakim ku nêr be di devokekî de. Ji ber tesîra zimanê tirkî vê gavê zayenda peyvan jî van deman hinek xelet tê bikaranîn (Mixabin ez bixwe jî tê de). Dibe ku problemekî wisa li derdora te ya nêz jî hebe nexwe zen nakim ku di devoka te de nêr be. Ji xeynî vê ji ber ku di hemû kitêbên rêzimanan de ev peyv wek him-mê-him-nêr hatine diyarkirin, nabe ku em bikin "nêr". -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:04, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Nizanim.. Li gora min devoka min di bin tesîra tirkî de nehatîye guhertin, lê hin cudahî ji devokên dî hene. Lê 218.000 (kesekî) gelekî bêhtir e ji 21.200 (kesekê), vêce ez nizanim ma di înternetê de bêhtir ser mêran tê nivîsandin yan jî bêhtir ev peyv 100% nêr e di neqeba devokan de. -- Guherto (gotûbêj) 18:10, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Guherto: Li ser wîkîferhengê em her tim kesa/ê dinivîsin. Loma xuya ye mirov dizane ev peyv hem nêr hem mê ye. Nizanim farqînî û chyet çima nêr dibêjin lê ji bo standarda peyvên nêtar bila ev peyv jî mê û nêr be. --Balyozxane (gotûbêj) 18:12, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ew rûpel ji botan hatine çêkirin, têr dikê yek mirov wilo bifikirê deqena hemû rûpel wê wek "mê û nêr" bi kar bênin. -- Guherto (gotûbêj) 18:25, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]