Gotûbêj:hezkirî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

beralîkirin[biguhêre]

Divê ev peyv bê şirovekirin, ne ku beralîkirin.--Bibliophile (gotûbêj) 20:40, 15 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şiroveya Mamoste Husein Muhammed[biguhêre]

Hezker evîndar e, dildar e, aşiq e. Bi inglîzî bi awayekî giştî lover e, di huner û sporê de bi piranî fan e. Bi tirkî sever û seven e. Hezkirî ew kes yan ew tişt e ku jê tê hezkirin. Keçik hezkiriya kurikî ye. (Kurik ji keçikê hez dike.)

Ehmedê Xanî hezkiriyê gelek kurdan e. (Gelek kurd ji Ehmedê Xanî hez dikin.)
Stranbêj hezkiriya/ê guhdarên xwe ye. (Guhdarên stranbêjê/î ji wê/wî hez dikin.)

Hezkirî yar e, dilber e, me’şûq e. Bi inglîzî beloved e, di huner û sporê de bi piranî idol e. Bi tirkî sevilen û sevgili ye. (Ji Husein Muhammed, https://zimannas.wordpress.com/2020/02/06/hezker-u-hezkiri-ci-ne/)